[ ÎNÊ, 2024-03-29 ]   [ BIKE MALPERA DESTPÊKÊ ]   [ BÊXE NÊV BIJAREYAN ]   [ KONTAKT ]   [ INFO ]   [ LÊGERÎN & ARŞÎV ]  
DESTPÊK
Nûçe
Nivîsar
Kulturmagazîn
Hevpeyvîn
Kolumnîst
Ewrokurd
E-Pirtûk
Lîteratûr
Ziman
Muzîk
Foto
Lînk
E-POSTEYA TE
  Nav (Username)  
   
  Þîfre (Password)  
   
   
     
   »E-posteyeka nû
 bo xwe qeyd bike
 
REKLAM


KOLUMNÎST 
Kurdên soran û kemalîst dikarin li hemberî kurmanciyê bibin hevalbendên hev
HEWLÊR, 22/4 2008 — Kurd gelek arîşemend in. Mimkin e ko arîşementirîn xelkên cîhanê bin. Ev arîşemendî piralî ye, zimanzanistî, hizirwarî, siyasî, civakî, aborî, jîngehî, hiqûqî, pîşesazî, hunerî û exlaqî. Lê arîşeyên herî mezin dibe ko sê arîşeyên pêşîn (zimanzanistî, hiziwarî û siyasî) bin.

Ev arîşe hemî jî kevnar in, lê hebûna wan li van dawiyan zêdetir berhest û berhoz e. Eger heta berî sedsalan jî kurd neteweyek bû ko zimanekê wan yê nivîsînê (ne zimanê standard, hema bibêje nivîsîn) nebûba jî ne pirsgirêyeka ewqas mezin bû. Hindek eşîrên xwecihî yên Awistraliyayê heta berî çend salan jî wekî Çaxên Berîn dijiyan û ji sîvîlîzebûyî veqedyayî mabûn. Heta serê sedsala bîstê jî wan amîrên Çaxên Berîn, amîrên ko bi ber û keviran hatibûn çêkirin, bi kar dianîn. Lê niha li sedsala bîstûyekê ne mimkin e ko ew bikaribin xwe li ber gefeyên teknolojiya nûdem bigirin. Her bi vî awayî jî dibê li arîşeyên kurdan bihê nihêrîn.

Rewşa zimanê kurdî tê da ji rewşa kurdan bixwe xirabtir e. Kurd li welatê xwe welatîyên pileya duyê dihên hesibandin, lê zimanê wan ew qîmet û rûmet jî nîne. Li bakur zimanê xebata siyasî ya kurdan piranî tirkî bû û niha jî wesa ye. Li Kurdistana başûr jî kurd ne welatiyên pile du ne, lê zimanê kurdî carinan pile sê ye û li paş zimanên wekî erebiyê û inglîziyê dihê. Herçend e ko di qanûna bingehîn ya Îraqê da zimanê kurdî wekî zimanê fermî yê duyê hatiye nas kirin jî, li Herêma Kurdistanê zimanê kurdî nekariye cihê xwe wekî zimanekê cêgîr û peyt vebikit. Xwîndina li piraniya biyavên (dîsîplînên) zanîngehî (akademîk) ne bi zimanê kurdî ye. Zimanê Parlamentoya Kurdistanê ne kurdî ye, rast e parlamenter bi kurdî diaxivin, lê belgename û qanûn piranî bi zimanê erebî dihên dariştin û paşê dibin kurdî.

Mimkin e berî sed salan kêm kesan, kesên mîna Ehmedê Xanî, ev wekî kêmasî dîtibe. Hindekê kevintir li Ewropayê jî rewş wiha bû. Li Ewropaya Çaxên Navîn zimanê serdest zimanê latînî bû. Fransewiyan, elmanan, ingilîzan û hemî netewe û komên zimanî yên dî jî her bi latînî danûstandinên zanistî dikirin û verêja hizirîna xwe bi wî zimanî dinivîsî. Sedemên normal û asayîbûna wê rewşê gelek in, lê mirov dikare çend sedemekan tenê ji bo zelaltirbûna meremê li vêderê bibêje: rewşenbîriya wan çaxan rewşenbîriyeka bijareyeka bertesk û diyarkirî bû, tenê mirovên dêra fileyan (kelîsaya xiristianan) û mirovên dîwanî ko li dîwana mîran û şahan kar dikir zimanê nivîsînê dixebitand.

Ka çima hindikan zimanê nivîsînê bi kar dianî û nebûbû tiştekê tevane jî sedemên xwe hebûn. Ji wan sedeman jî mimkin e yek ew bûbe ko ziman alavekê zordestan bû. Bi navê dêrê û bi navê dînî hukim li xelkê dihat kirin. Yên ko ji texa desthilatdar bûn nedixwest xwendin û zanîn ewqas berbelav û tevane bibit. Lewma eger zanayekê felsefeyê li Londonê jî felsefeya xwe bi latînî binivîsîba ne xem bû. Kêm kes hebûn ko ji felsefeyê fehm bikin û yên ko fehm dikir jî nedixwest xwe biînin rêza xelkê nexwenda yê kolanan. Wan dixwest bi latînî binivîsin da xelkê xizan û nexwenda zêdetir hêbetî û ecêbmayî yên zimanê wan bibin. Wan nedixwest bi zimanê xelkê binivîsin da xelk jî tênegehin.

Tenê li paş rênesansê anko vejîna hizirî ya Ewropayê tevanekirina zanînê bû xemek ji xemên çîna ko dixwest destê zordaran qut bike. Zordar çi dibûn bila biban, ji dêrê an jî ji şahên xweperist.

Sedemeka dî ya tevanebenûna xwendin û nivîsînê zehmetiya bidestxistin û berhevkirina alavên nivîsînê bûn. Kaxez giran bû, giran ji bo berhemanînê, û giran ji bo hilgirtinê. Berê kesên ko dixwest nivîseka felsefî an her nivîseka dî jî binivîsin dibiya arîkarî ji qiralekî, ji şahekî wergirtiba. Nivîsalav ne gelek erzan bûn ko her xudan-hizirek bikare tiştê dixwaze binivîse. Tenê li paş makîneya cape ya Gutenbêrgî bû ko nivîs zêde bûn.

Lewma jî ji bo xelkê heta wî çaxî ne giring bû ka nivîsîn bi zimanê wan yê daykê dihêt nivîsîn an bi zimanekê dî yê mîna latîniyê. Piştî zêdebûna nivîsînê hêdî-hêdî hizra nivîsîna bi zimanê daykê belav bû. Wekî çawa xelkekî dixwest xwe ji desthilata dêrê rizgar bikin, çawa hindekan dixwest xwe ji desthilata şahên xweperist û xwînkar rizgar bikin, komên xelkê jî dixwest xwe ji desthilata wan zanayan rizgar bikin ko zanîna wan bi zimanekê dî bû, zimanekê ko desthilata xwe bi ser jiyana wan da sepandibû. Bi vî rengî zimanên neteweyî yên Ewropayê peyda bûn.

Di nav misilmanan da jî, farisan berî neteweyên dî dest bi nivîsîna bi zimanê xwe yê zikmakî kir. Piştî zimanê erebî jî farisî zimanê duyê yê îslametiyê ye, ji aliyê hijmara kitêb û berheman û ji aliyê naverok û giringiya wan. Lê heye ko sedemên serhildana nivîsîna bi farisiyê piçekê ne wekî sedemên peydabûna zimanên neteweyî yên Ewropayê bûbin. Heye ko tevgera rafiziyetê û dijîtiya bizava erebkirina hemî neteweyên misilman ko yek ji bizavên herî xurt yên nav ereban bû yek ji sedemên nivîsîna bi farisiyê bûbe. Farisan nedixwest xwe teslîmî bizava erebkirinê bikin. Lê sedemeka ji wê xurttir ew bû ko mîrên faris ko gehiştin desthilatê wekî zanayên derdora xwe ji zimanê zanînê yê wî çaxî, erebiyê, fehm nedikir. Wan dixwest ko bi zimanekî ko wan fehm dikir ferman û emrên wan bihên ragehandin, û her bi wî zimanî jî şaîrên derdora wan pesnên wan bidin. Lewma farisî wekî zimanê nivîsînê peyda bû û li destpêkê jî navê wê şêwaza farisiyê farisiya “derî” anko farisiya berderiyê şahan û mîran bû.

Kurd jî wekî farisan bûn, wan jî wekî farisan li beranberî bizava erebkirinê li ber xwe da û mîna misriyan (quptiyan) û piraniya gelên dî yên ko niha pişkek ji neteweya ereb dihên hesibandin nebûn ereb. Kurdan jî mîna farisan mîratî û mîrgehên xweser û nîvxweser ava kirin. Eger farisan Alê Bûye û Tahirî û Seffarî hebûn, kurdan jî Dostekî û Hesnewî û yên dî hebûn. Lê çima kurdan jî kurdiyeka “derî” nenivîsî? Heye ko ev nivîsar ne derava bersivandina vê pirsyarê be, lê mirov dikare bibêje ko ji sedemên wê yek jî nêzîkiya welatên kurdan li navenda desthilata ereban bûbe. Eger em lê binihêrin farisiya “derî” li tixûbên herî rojhilatî yên Îrana Mezin, li wan derên ko niha her parek ji Komara Îslamî ya Îranê jî nînin (li wan derên ko niha dibêjin wan Efxanistan, Uzbekistan û Turkmenistan) ser hilda. Ew herêm ji bandora navenda desthilata erebkirinê dûr bûn. Lê ji Kurdistanê heta Şamê an Samera û Bexdayê rêyeka gelek kurttir bû. Çiyayîbûna welatê kurdan çiqas sedemek bûye ji bo lihevnehatina kurdan, ewqas jî rêgir bûye beranberî peydabûna zimanekê nivîskî yê kurdî. Lê dîsa jî nabe bihê ji bîr kirin ko her ev çiyayîbûn yek ji sedemên mana zimanê kurdî û neheliyan û asîmîlenebûna kurdan bûye, bila kurd nebûbin xwedîyên zimanekê nivîskî yê seranserî jî.

Herwkî me got, ev arîşe her ji zû da hebûne, lê çima niha kurd bi awayekê gelek xurttir pê dihesin? Ji ber ko niha teknolojiyaya çaxê nû rêyên hestpêkirina wê zêdetir kirine. Piştî ko kurdên başur dît ko dikarin li ser pasportên xwe jî li kêleka erebiyê bi “soranî” binivîsin, piştî ko zanîn dikarin li ser diravê îraqî jî bi “soranî” binivîsin “dînar”, hestkirina bi nebûna zimanekê fermî xurttir bû. Ev tiştekê pîroz e. Niha zêdetir ji dehsalan berî niha xelk bi qîmet û rûmeta zimanê kurdî dizanin. Lê tirseka mezin jî di rêyê da heye. Parek ji kurdan, piranî kesên ko bi devoka serdest ya başurê Kurdistanê dipeyivin kevtine dava devokperêsiyekê. Ew zimanê xwe (bibihurin ji min, eger hon dixwazin bixwînin devoka xwe) wekî zimanê fransî an ingilîzî dibînin ko bûye zimanê felsefe û zanistên nûdem û kurmancî û devokên dî jî zimanê nexwenda û gundiyan dihesbînin.

Ew dibêjin bila yek zimanê kurdan yê nivîsînê hebe da kurd parçeparçe nebin û her yek netewe bimînin. Lê ev biryara yekalî ji bo sepandina wî zimanê ko ew jê hez dikin bi ser hemî kurdan da, bi xwe dikare bibe sedema parçebûna kurdan. Desthilata wan heye ko piştî bicihbûna maddeya 140-ê ji hîmqanûna Îraqê hemî deverên kurdîaxêvên başurê Kurdistanê vebigire. Lê misoger û bêguman e ko nikare hemî Kurdistanê vebigire. Parçeya herî mezin ko bi tena serê xwe nîv ji kurdên hemî cîhanê li wêderê ne, ne di bin desthilatdariya wan da ye.

Eger kurdên herçar parçeyên Kurdistanê heta niha xwe wekî yek netewe hesibandiye ne ji ber wê bûye ko tevan bi yek devokê nivîsîye an bi yek devokê digel hev danûstandin kiriye. Ez bawer im dema kurdên herçar parçeyên Kurdistanê li dema Mela Mistefayê Barzaniyê Nemir pişikdarî yek xebatê bûn çi zimanê wan yê nivîskî û devkî yê hevpişik nebû da ew ji xwe ra bibêjin “kurd”. Ew bi hestên xwe yên hevbeş kurd bûn. Niha dema hindek kes ko goya ronakbîrên soran in derheqa Kurdistana bakur da dibêjin “ma karê me bi wan çi ye?” ev destpêka xwe bi yek netewe-nedîtinê ye.

Dema kesek li rewşa zimanê kurdî li başurê Kurdistanê dinihêrre, ecêbmayî dimîne ka çima ew dixwazin bi vî awayê yekaliyane û “Atatirkane” biryarê li ser zimanê kurdî bidin. Li demekê ko piştî 80-90 salên xwendin û nivîsîna fermî û nîvfermî ya soraniyê hêşta jî hindek wezîrên Hukmeta Herêma Krdistanê li malên xwe digel zaroyên xwe bi erebî xeber didin û bi diravê tevane yê hukmetê zaroyê xwe rêdikin dibistanên tirkî yên mîna Îşikê û dibistanên ingilîzî yên mîna Şuweyfatê, gelek bêwîjdanî ye ko çavê mirovî lê hebe ko diyarbekirî an erzerûmiyek bê desthilata hukmetê û ji hesab û keda xwe ya kasanî dev ji devoka xwe berbide û bi soraniyekê bixwîne û binivîse ko wezîrê soranî bi xwe jî razî nîne zaroyên wî pê bixwînin. Eger ez ji paqijiya meremên wan kesan jî ko bangewaza soranîkirina bakurê Kurdistanê dikin jî nekim, bêguman dudilî û gumanê li jîrî û aqilmendiya wan dikim û bawer im ko bi herdu awayan jî (çi merema wan paqij nebe, çi aqilmend nebin) newaqiîbîn in anko nikarin waqîi û realîteya rewşa miletê xwe bibînin.

Dujminiya wan digel kurmanciyê gehiştiye warekê pir tirs û tehluke. Eger ev tevger tenê wekî biryar û xewn û fantazyayên çend kesekên newaqîibîn bimîne sûyeka hîvî û umêdê dimîne. Lê wekî piraniya guhartinên civakî eger bibe baweriya tevaneya axivtinkerên wê devokê, wî çaxî berê binyatê parçekirina miletê kurd hatiye danan û êdî kurd dibê xewna yek-netewebûnê ji serê xwe der bikin.

Pêdvîtî û zerûreta hebûna zimanekê yekgirtî tiştek e û dasepandina zimanekî di van destûderavan da tiştekê dî. Hêşta kurdên başur nikarin heftiyekê bê mastê Ulker û ava Hayat ya tirkan bijîn, zû ye ko bi fîtiya her an tirkan kêrê bidin ber gerûya kurmanciyê. Çi gumaneka min nîne ko hevpeymaniyeka stratejîk dikare van kesên bi nav kurd û tirkan bike hevalbendên hev. Hişyariya neteweyî ya neteweya kurd û ya serokê Kurdistanê hîviya dawiyê ye.

-----------------------------------
Nivîskar: LEZGÎNÊ ÇALÎ lezginch@hotmail.com
Weşandin: 2008-04-22
Xwendin: 8175
 

KOLUMNÊN BERÊ   
Dengên /o/, /u/ û /û/yê di kurdiyê da (2014-05-26)
Zimanê dayikê an zimanê zikmak? (2014-02-24)
Arêşeyên xebitandina paşgira ”-van” ê di zimanê rojnamevanîya kurdî da (2013-12-24)
Demokrasî û Rojhilata Navîn ya nû (2013-08-01)
Ha ji xwe hebe – Google dê te bifiroşe! (2013-06-19)
Îraq û Kurdistan hevjînên ne-ji-dil in (2013-05-03)
Kurdino li zimanê xwe xwedî derbikevin! (2013-01-12)
Navmala kurdan û hesta neteweyî (2012-09-24)
Stenbola kurdan (2012-08-05)
Bîstûpêncsaliya civîna Kurmanciyê (2012-07-11)
Kurd û caşîniya sedsala 21ê (2012-06-30)
Paradoks an hevdijiyek di berxwedanê da heye? (2012-05-29)
Dahata Obamayî kêmtir bûye (2012-04-20)
Hetikandina newroza kurdan (2012-03-19)
Kurdistan di lîstika nû ya Rojhilata-navê da (2012-02-12)
Tirk û vegeriyana ber bi rojhilatê (2012-01-18)
Vaclav Havel, Qeddafî û Mubarek (2011-12-24)
Herêma Kurdistanê ber bi kî derê ve? (2011-12-06)
Wan hejiya, min hawar û qêrîneka bi kurdî nebihîst (2011-10-26)
Erê rast e – Kurdistan xeyal e! (2011-10-21)
NERÎNGEH
 
[kitêb] Sun Zî: Hunera şer (2016-04-21)
Ismail Beşikçi ji kurdan re li ser ermeniyan semînerek da (2013-09-28)
Kurdistan berî serxwebûna siyasî ”serxwebûna petrolê” û ekonomîk îlan dike (2012-05-21)
Tewanga navdêrên zimanê kurdî (2009-02-08)
Umît Firat dibêje navnîşana çareserîya pirsa kurd ne PKK ye (2008-11-11)
Hêro Talebanî: Min nedixwest Mam Celal bibe serokkomarê Iraqê [foto] (2007-05-10)
Alfabeya kurdî-latînî ji bo zimanê kurdî ji alfabeya kurdî-erebî minasibtir e (2005-11-02)
fjrigjwwe9r0TabArticles:ArticleHeadline
vv9v8v09fq:TabArticles:4;8;12;14;17;19;21;22;23;24;28;29;30;31;32;40;41;43;44;46;48;49;51;52;53;54;55;56;58;60;62;63;64;65;66;67;69;71;72;74;75;76;77;78;79;80;81;82;84;85;86;90;91;92;94;95;96;97;98;100;102;103;104;105;106;107;109;110;111;112;113;114;115;116;117;118;119;120;121;122;123;124;125;126;127;128;129;130;131;132;133;134;136;137;138;139;140;141;142;143;144;145;146;147;149;150;151;152;153;155;157;158;159;160;163;164;165;166;167;168;169;170;171;172;173;174;175;176;178;179;180;181;182;183;184;185;186;187;188;189;190;191;192;193;194;195;196;197;198;199;200;202;203;204;205;206;207;208;209;210;211;212;213;214;215;216;217;218;219;221;222;223;224;225;226;227;228;229;230;231;232;233;234;235;236;237;238;239;240;241;242;243;244;245;246;247;248;249;250;251;253;254;255;256;257;258;259;260;261;262;263;264;265;266;267;268;269;270;271;272;273;274;275;276;277;278;279;280;281;282;283;284;285;286;287;288;289;290;291;293;294;295;296;297;298;301;302;303;304;305;306;307;308;309;310;311;312;313;314;315;316;317;318;319;320;321;322;323;324;325;326;327;328;329;330;331;332;333;334;335;336;337;338;339;340;341;342;343;344;345;346;347;348;349;350;351;352;353;354;355;356;357;358;359;360;361;362;363;364;365;366;367;368;369;370;371;372;373;374;375;376;377;378;379;380;381;382;383;384;385;386;387;388;389;391;392;393;394;395;396;398;399;400;401;402;403;404;405;406;407;408;409;410;411;412;413;414;415;416;417;418;419;420;421;422;423;424;425;426;427;428;429;430;431;432;433;434;435;436;437;438;439;440;441;442;443;444;445;446;447;448;449;450;451;452;453;454;455;457;458;459;460;461;462;463;464;465;466;467;468;469;470;471;472;473;474;475;476;477;478;479;480;481;482;483;484;485;486;487;488;489;491;492;493;494;495;496;497;498;499;500;501;502;503;504;505;506;507;508;509;510;511;512;513;514;515;516;517;518;519;520;521;522;523;524;525;526;527;528;529;530;531;532;533;534;535;536;537;538;539;540;541;542;543;544;545;546;547;548;549;550;552;553;554;555;556;557;558;559;560;561;562;563;564;565;566;567;568;569;570;571;572;573;574;575;576;577;578;579;580;581;582;583;584;585;586;587;588;589;590;591;592;593;594;595;596;597;598;599;600;601;602;603;604;605;606;607;608;609;610;611;612;614;615;616;617;618;619;620;621;622;623;624;625;626;627;628;629;630;631;632;633;634;635;636;637;638;639;640;641;642;643;644;645;646;647;648;649;650;651;652;653;654;655;656;657;658;659;660;661;662;663;664;665;666;667;668;669;670;671;672;673;674;675;676;677;678;679;680;681;682;683;684;685;686;687;688;689;690;691;692;693;694;695;696;697;698;699;700;701;702;703;704;705;706;707;708;709;710;711;712;713;714;715;716;717;718;719;721;722;723;724;725;726;727;728;729;730;731;732;733;734;735;736;738;740;741;742;743;744;745;746;747;748;749;750;751;752;753;755;756;757;758;759;760;761;762;763;764;765;766;767;768;769;770;771;773;775;776;777;778;779;780;781;782;783;784;785;786;787;788;789;790;791;792;793;794;795;796;798;799;800;801;802;803;804;805;806;807;808;809;810;811;812;813;814;815;816;817;818;819;820;821;822;823;824;825;826;827;828;829;830;831;832;833;834;835;836;837;838;839;840;841;842;843;844;845;846;847;848;849;850;851;852;853;854;855;856;857;858;859;860;861;862;863;864;865;866;867;868;869;870;871;872;873;874;875;876;877;878;879;880;881;882;883;884;885;886;887;888;889;890;891;892;893;894;895;896;897;898;899;900;901;902;903;904;905;906;907;908;909;910;911;912;913;914;915;916;917;918;919;920;921;922;923;924;925;926;927;928;929;930;931;932;933;934;935;936;937;938;939;940;941;942;943;944;945;946;947;948;949;950;951;952;953;954;955;956;957;958;959;960;961;962;963;964;965;966;967;968;969;970;971;972;973;974;975;976;977;978;979;980;981;982;983;984;985;986;987;988;989;990;991;992;993;994;995;996;997;998;999;1000;1001;1002;1003;1004;1005;1006;1007;1009;1010;1011;1012;1013;1014;1015;1016;1017;1018;1019;1020;1021;1022;1023;1024;1025;1026;1027;1028;1029;1030;1031;1032;1033;1034;1035;1036;1037;1038;1039;1040;1041;1042;1043;1044;1045;1046;1047;1048;1049;1050;1051;1052;1053;1054;1055;1056;1057;1058;1059;1060;1061;1062;1063;1064;1065;1066;1067;1068;1069;1070;1071;1072;1073;1074;1075;1076;1077;1078;1079;1080;1081;1082;1083;1084;1085;1086;1087;1088;1089;1090;1091;1092;1093;1094;1095;1096;1097;1098;1099;1100;1101;1102;1103;1104;1105;1106;1107;1108;1109;1110;1111;1112;1113;1114;1115;1116;1117;1118;1119;1120;1121;1122;1123;1124;1125;1126;1127;1128;1129;1130;1131;1132;1133;1134;1135;1136;1137;1138;1139;1140;1141;1142;1143;1144;1145;1146;1147;1148;1149;1150;1151;1152;1153;1154;1155;1156;1157;1158;1159;1160;1161;1162;1163;1164;1165;1166;1167;1168;1169;1170;1171;1172;1173;1174;1175;1176;1177;1178;1179;1180;1181;1182;1183;1184;1185;1186;1187;1188;1189;1190;1191;1192;1193;1194;1195;1196;1197;1198;1199;1200;1201;1202;1203;1204;1205;1206;1207;1209;1210;1211;1212;1213;1214;1215;1216;1217;1218;1219;1220;1221;1222;1223;1224;1225;1226;1227;1228;1229;1230;1231;1232;1233;1234;1235;1236;1237;1238;1239;1240;1241;1242;1243;1244;1245;1246;1247;1248;1249;1250;1251;1252;1253;1254;1255;1256;1257;1258;1259;1260;1261;1262;1263;1264;1265;1266;1267;1268;1269;1270;1271;1272;1273;1274;1275;1276;1277;1278;1279;1280;1281;1282;1283;1284;1285;1286;1287;1288;1289;1290;1291;1292;1293;1294;1295;1296;1297;1298;1299;1300;1301;1302;1303;1304;1305;1306;1307;1308;1309;1310;1311;1312;1313;1314;1315;1316;1317;1318;1319;1320;1321;1322;1323;1324;1325;1326;1327;1328;1329;1330;1331;1332;1333;1334;1335;1336;1337;1338;1339;1340;1341;1342;1343;1344;1345;1346;1347;1348;1349;1350;1351;1352;1353;1354;1355;1356;1357;1358;1359;1360;1361;1362;1363;1364;1365;1366;1367;1368;1369;1370;1371;1372;1373;1374;1375;1376;1377;1378;1379;1380;1381;1382;1383;1384;1385;1386;1387;1388;1389;1390;1391;1392;1393;1394;1395;1396;1400;1401;1402;1403;1404;1405;1406;1407;1408;1409;1411;1412;1413;1414;1415;1416;1417;1418;1419;1420;1421;1422;1423;1424;1425;1426;1427;1428;1429;1430;1431;1432;1433;1434;1435;1436;1437;1438;1439;1440;1441;1442;1443;1444;1445;1446;1447;1448;1449;1450;1451;1452;1453;1454;1455;1456;1457;1458;1459;1460;1461;1462;1463;1464;1465;1466;1467;1468;1469;1470;1471;1472;1473;1474;1475;1476;1477;1478;1479;1480;1481;1482;1484;1485;1486;1487;1488;1489;1490;1491;1492;1493;1494;1495;1496;1497;1498;1499;1500;1502;1503;1504;1505;1506;1507;1508;1510;1511;1512;1513;1514;1515;1516;1517;1518;1519;1520;1521;1522;1523;1524;1525;1526;1527;1528;1529;1530;1531;1532;1533;1534;1535;1536;1537;1538;1539;1540;1541;1542;1543;1544;1545;1546;1547;1548;1549;1550;1551;1552;1553;1555;1556;1557;1558;1559;1560;1561;1562;1563;1564;1565;1566;1567;1568;1569;1570;1571;1572;1573;1574;1575;1576;1577;1578;1579;1580;1581;1582;1583;1584;1585;1586;1587;1588;1589;1590;1591;1592;1593;1594;1596;1597;1598;1599;1600;1601;1602;1605;1606;1607;1608;1609;1610;1611;1612;1613;1614;1615;1616;1617;1618;1619;1620;1621;1622;1623;1624;1625;1627;1628;1629;1630;1631;1632;1633;1634;1635;1636;1637;1638;1639;1640;1641;1642;1643;1644;1645;1646;1647;1648;1649;1650;1651;1652;1653;1654;1655;1656;1657;1658;1659;1660;1661;1662;1663;1664;1665;1666;1667;1668;1669;1670;1671;1672;1673;1674;1675;1676;1677;1678;1679;1680;1681;1682;1683;1684;1685;1686;1687;1688;1689;1690;1691;1692;1693;1694;1695;1696;1697;1698;1699;1700;1701;1702;1703;1704;1705;1706;1707;1708;1709;1710;1711;1712;1713;1714;1715;1716;1717;1718;1719;1720;1721;1722;1723;1724;1725;1726;1727;1728;1729;1730;1731;1732;1733;1734;1735;1736;1737;1738;1739;1740;1741;1742;1743;1744;1745;1746;1747;1748;1749;1750;1751;1752;1753;1754;1755;1756;1757;1758;1759;1760;1761;1762;1763;1764;1765;1766;1767;1768;1769;1770;1771;1772;1773;1774;1775;1776;1777;1778;1779;1780;1781;1782;1783;1784;1785;1786;1787;1788;1789;1790;1791;1792;1793;1794;1795;1796;1797;1798;1799;1800;1801;1802;1803;1804;1805;1806;1807;1808;1809;1810;1811;1812;1813;1814;1815;1816;1817;1818;1819;1820;1821;1822;1823;1824;1825;1826;1827;1828;1829;1830;1831;1832;1833;1834;1835;1836;1837;1838;1839;1840;1841;1842;1843;1844;1845;1846;1847;1848;1849;1850;1851;1852;1853;1854;1855;1856;1857;1858;1859;1860;1861;1862;1863;1864;1865;1866;1867;1868;1869;1870;187Ferqa di nêvbera »ko«, »ku« û »kû« de (2005-05-19)
fjrigjwwe9r0TabArticles:ArticleHeadline
Xewna Mesûd Barzanî ji başûrê Kurdistanê mezintir e (2005-02-07)
 
REKLAM


KOLUMNÎST
Şebabê Egît nabe Şeroyê Biro û ez jî nabim ”heval”
Tolstoy û xelata Nobelê
Kurdistaneka serbixwe û [ne]cida
Heşt rojên şerê xendekê – I
Em û felsefe
Hilbijartinên Kurdistanê ez şok kirim
© 1997–2024 www.nefel.com  |  E-poste: info@nefel.com  |  Powered by Medesoft.org