[ PÊNCŞEM, 2024-03-28 ]   [ BIKE MALPERA DESTPÊKÊ ]   [ BÊXE NÊV BIJAREYAN ]   [ KONTAKT ]   [ INFO ]   [ LÊGERÎN & ARŞÎV ]  
DESTPÊK
Nûçe
Nivîsar
Kulturmagazîn
Hevpeyvîn
Kolumnîst
Ewrokurd
E-Pirtûk
Lîteratûr
Ziman
Muzîk
Foto
Lînk
E-POSTEYA TE
  Nav (Username)  
   
  Þîfre (Password)  
   
   
     
   »E-posteyeka nû
 bo xwe qeyd bike
 
REKLAM


KOLUMNÎST 
Pirtûkeke Kemal Tolan li ser êzdayetîyê
SWÊD, 29/12 2013 — Kêmasîya zanyarîyên li ser dînê êzdîyatîyê bûne sebeb ko welatparêzên nezan bê zanebûn û neyarên zane jî bi zanebûn hewil dane û hewil didin ev dînê gelê kurd yê kevnare ji rehê wî dûr bixin, êzdî wek miletekî cuda bidin xuyakirin. Ji bo argûmêntên xwe mak bikin, ewana hinek ”îzbatîyên” nêzîkî aqilan, lê dûrî zanyarîyê tînin. Dema ew nezan û neyar dibine yek, wê demê êdî pêşîgirtina wan zehmet dibe, ji ber ko jimara wan ji zaneyan bi çend caran va pirtir dibe.

Bo nimûne, piştî hilweşîna Yekîtîya Sovyet ji nav ermenîyan çend ”xêrxwaz û dilşewatên” êzdîyan yên zanyar peyda bûn, bona êzdîyan ji kurdan biqetînin û wek miletekî cuda bidin xuyakirin. Ji bo daxwezên xwe pêk bînin, gava pêşin ew bû ko dema hejmartina binecîyan kurdên êzdî xwe wek êzdî, ango miletekî cuda bidin qeyd kirin. Piştî hejmartina binecîyan ya berî 20 salan derkete holê ko li Ermenistanê weke 40 hezar êzdî hene û weke 15 00 kurd hene.

Wê demê rêvebirên wan êzdîyan, çend şêx û nezanên bi dîplomayan ko berî hilweşîna Yekîtîya Sovyet tu eleqê wan bi ronakbîrîyê, zanyarîyê, nivîskarîyê tunebû, di nava çend rojan da bûne zanyar û nivîskar û xwedîyê milet û bi jimara xwe va zora zaneyên kurdên êzdî birin, wek miletekî cuda ji dewletê dewa mafê xwe kirin, dewletê jî mafên wan da. Di encamê da demên radyoya kurdî ya Rewanê sê caran kêmtir bû, rojnameya ”Rya teze” ya kurdî jî, ko di heftêyekê da du hejmar derdiket, îro mehê carekê jî dernakeve. Gelo dewsa wana êzdîyên ko dibêjin em ne kurd in, bi ser ketin? Na! Radyoya wan bi kurmancî ye, rojnameya wan jî bi ermenî ye.

Ev hemû eserê (esultat) wê dêmokratîyê ye ko bi carekê va li stoyê miletê me va alandin. Berî hilweşîna Yekîtîya Sovyet û avabûna dewleta Ermenistanê ya serbixwe xwedîyên kurdên êzdî dewleta Sovyet û ronakbîrên kurdên Ermenistanê bûn, ango him kurdên êzdî, him jî kurdên musulman. Ango, qanûnên dewletê û welatparêzî û zanebûn wisa xizmetî gelê me dikirin ko çand û edebîyeta kurdî li Ermenistanê bi pêşketina xwe va li tevaya cihanê deng dabûn. Lê çend şêx û kesên nîvxwendî, nîvzane nikarin wî karî bimeşînin.

Di hêleke din va em zêde ji van kesên ko dibêjin em êzdî ne, aciz nabin. Ji ber ko ewana bi zimanê kurmancî dipeyivin, erf û edetên miletîyê rind diparêzin, bi kurmancî distirên û direqisin, beşek ji wan dibêje ez êzdî me, lê nabêje ez ne kurd im, beşek ji wan jî zane ko ew kurd in, lê dema dibêjin em êzdî ne, karên wan baştir û rehettir dimeşe. Ango, ew nebêjin jî, zarên wan wê bêjin ew kurd in, ew nebêjin jî, bê ko haya wan jê hebe, kûltûra kurdî diparêzin. Ango, kurdek bêje ”ez êzdî me” û kurdek bêje ”ez tirk im”, zirara wan ne wekehev e.

Ya here xirab jî ew e ko dema welatparêzên dilsax bi dilekî paqij ji rêvebirê xwe bawer dikin û her tiştî wek daxweza wî dikin, heta wî wek pêxemberekî dibînin, lê ew rêvebir jî wana bi kar tîne û bi awayekî sergirtî xizmetî dijmin dike, wê demê êdî ne karên kurdan pêş dikeve, ne jî karên wan kurdan, ko dibêjin ew êzdî ne, ne jî karên Kurdistanê. Di encamê da serok dibêje: ”Bê Kurdistan jîyan dibe”, lê mirîdên wî dibêjin: ”Bê serok jîyan nabe”.

Bona van kêmanîyan ji holê rakin, pirtûkên li ser dînê êzdîyatîyê û kurdên êzdî pêwîst in. Pirtûka zanyar Kemal Tolan ya bi sernavê ”Gengeşe û sedemên peyva ko êzdî bilêvnakin” vê kêmanîyê hinekî dadigire (weşanxaneya NA, 203 rûpel, sal 2013).

Di van xetên xudanê pirtûkê da bingehê vê berhema zanyarî xuya dike:

— Bi dîtina min, piranîya çîrok, mesele, ayet, lêkolîn, berhem û hemû dîroka ko alim, zane, nivîskar, partî û rêxistinên dagirkerên Kurdistanê li ser dîroka netewa kurd û bi taybetî jî yên li ser êzdiyatiyê nivîsandine an jî gotine, qet bi kêr nayên. Ji ber vê jî nezanîn, nenasîn û paşverûtiya di nava gelê Kurdistanê de, pişta gelek rizgarîxwezên Kurdistanê şikandiye û em jihevûdinê dûrkirine. Pirsgirêka nenaskirina dîrok, zargotin û çanda ola ”ezdahîtiyê” hê jî di nav Kurdistanê û tevaya cîhanê da, kevntirîn pirsgirêka nasnama netewî ya kurdî ye. Hişmendên netewa kurd û êzdîtiyê, heta vêga hê jî ew sedemên ko em kurd ji hevûdinê dûrketine, bi rastî nedane fahm kirin.

Birêz Kemal Tolan di pirtûka xwe da bi awayê pirs û bersîvên bi nivîskarên kurd ra tîne ber çavan, ko ew ”gotina neqenc” ji der va, ji alîyê dijmin, neyar û xêrnexwazên dînê êzdîyatîyê da li êzdîyan kirine.

Di bersîva xwe ya ji bo nivîskar M. Alî Kut da Kemal Tolan ha dinivîse: ”Tawisî Melek (ew milyaketê ko piraniya we hê jî bi nifira Ş- binav dikin) wekîlê Xwedê ye; ew tucarî nebûye beramber û dijberê Xwedê”.

Nivîskar Hoşeng Broka di bersîva xwe ya ji bo Kemal Tolan ha dinivîse: ”Ez ji mêj de gihîştime wê baweriyê ko tiştekî êzîdiyan û vê peyvê, ne ji hêla mîtolojî û ne jî ji hêla teolojîk ve, bi hev re tune ye. Ev peyv, di dîroka misilmankirinê de wek peyva heramkirinê, li dijî yên ne-misilman, dihate bi kar anîn”.

Kemal Tolan kêfxweşîya xwe ya di hindava van xetên nivîskar Ali Yuzen tîne ber çavan, ko ewî di gotareke xwe de bi kar anîye: ”Ez bawer nakim ko tu têkiliya wê peyvê bi ola êzdî re hebe. Tiştê ez difikirim ew e ko ev nav ji aliye bawermendên cuda ve, ji bo jêr nîşandana ola êzdî hatiye bi kar anîn”.

Xwesma bersîveke nivîskar Receb Dildar balkêş e ko dinivîse: ”Ev gotina neqenc di dînê êzdiyatiyê da tune ye. Dibe ko olperest vê gotina neqenc, ji bo êzidiyan biêşînin û li wan heqaretê bikin, bi kar anîbin. Lê dawiya dawiyê de ew peyveke di lîteratura misilmanan de ye; divê ev peyv di çarçoveya misilmantiyê de bê nirxandin. Tu eleqeya vê peyvê û êzdiyatiyê li ber hev tune ye. Ev peyv di lîteratura ola êzdiyatiyê da tune ye û divê mirov têkiliya xwe jê neyne. Çimkî ew gotin jî û ew merivê neqenc jî tiştekî aîdê misilmantiyê ne – divê ev tişt di vê çarçovê da bên nirxandin”.

Piştî nivîsandina vê gotarê min ji kek Kemal Tolan ra nameyek nivîsî û jê pirsî ka tiştek tu di ser pirtûka xwe da zêde bikî, heye an na. Ewî bersîveke ha ji min ra şand:

— Ez hêvî ji rewşenbîr, zane, teolog, dîroknas û lêkolînvanên me kurdan (êzdî, ehlî heq-yarasanî, elewî, zerdeştî, bisilman û hwd.) dikim ko ew li her deverê bi serbilindî û şanazî bibêjin ko êzdîtî di koka şaristanî û hişmendiya xwe de dewlemendiya kurdîtiyê ye û vê kevnariya şaristaniya nijad, bîr û baweriyên me bi hêza rewşenbîr, zane û teologên cîhanê bidine nas kirin!

Di vê pirtûka zanyarî ya delal da herwiha gelek qewl û beytên êzdayatîyê yên kûrfikir hene. Ez wisa bawer im ko piştî xwendina vê pirtûkê her kurdek wê zêde ji gelê xwe û ji dînê xwe hiz bike.

Dervayî vê pirtûkê, hinek vêrsyonên din hene ko ka ji bo çi vê gotina neqenc bi êzdîyatîyê va didine girêdan. Mesele, dibêjin ko êzdî aciz dibin dema yek dibêje: ”Nelet li Ş… be”. Ji ber ko bi bawerîya êzdîyan, nabe nelet li ruhberekî bikî ko Xwedê ew xuliqandîye.

-----------------------------------
Nivîskar: TÊMÛRÊ XELÎL temur_xelil@hotmail.com
Weşandin: 2013-12-29
Xwendin: 16519
 

KOLUMNÊN BERÊ   
Şebabê Egît nabe Şeroyê Biro û ez jî nabim ”heval” (2016-08-17)
Careke din ser alfabeya kurdî-latînî (2016-04-24)
Xwedêyo, tu me ji dewletnexwezan biparêzî! (2016-01-27)
Êzdîbûna kurdan ji Kurdistanê zêdetir zirarê dide Ermenistanê (2015-06-29)
Xwezî kurd di hindava dijminên xwe de wek ermenîyan bûna (2015-04-18)
Kovara ”Wêje û rexne” ji rexneyan hiz nake (2014-12-14)
Kurdên resen bûn kurdên reben (2014-10-16)
Xwedîyê kurmancîya dewlemend (2014-09-17)
Bira haya we ji zaneyên nezan hebe (2014-08-12)
Çima tirkî li ber dilê hinek kurdan ezîz e (2014-06-15)
Stranên Karapêtê Xaço dikaribûn nebûna milkê gelê kurd (2014-04-07)
Ew ji xizmetkirina bo gelê xwe lezetê dibîne (2014-02-06)
Kadroyên têlêvîzyonên kurdî li ser çi bingehî tên hilbijartin (2013-08-15)
Gêorgîyê Xudo serbilindîya Ermenistanê û kurdan bû (2013-05-27)
Em û ermenî bi şûrekî hatine birîndar kirin – ji bo bîranîna gelkujîya ermenîyan (2013-04-24)
Neyariya di kirasê welatparêzîyê da (2013-02-23)
Îvanê Omer Farîzov – mêrxasê binavûdeng lê bê nav û bê deng (2013-01-18)
Kurdistana Sor (2012-11-22)
Cegerxwîn derheqa êzîdîyan û dînê êzîdîtîyê da (2012-10-28)
”Tu ne yar î, tu neyar î” (2012-10-04)
NERÎNGEH
 
[kitêb] Sun Zî: Hunera şer (2016-04-21)
Ismail Beşikçi ji kurdan re li ser ermeniyan semînerek da (2013-09-28)
Kurdistan berî serxwebûna siyasî ”serxwebûna petrolê” û ekonomîk îlan dike (2012-05-21)
Tewanga navdêrên zimanê kurdî (2009-02-08)
Umît Firat dibêje navnîşana çareserîya pirsa kurd ne PKK ye (2008-11-11)
Hêro Talebanî: Min nedixwest Mam Celal bibe serokkomarê Iraqê [foto] (2007-05-10)
Alfabeya kurdî-latînî ji bo zimanê kurdî ji alfabeya kurdî-erebî minasibtir e (2005-11-02)
fjrigjwwe9r0TabArticles:ArticleHeadline
vv9v8v09fq:TabArticles:4;8;12;14;17;19;21;22;23;24;28;29;30;31;32;40;41;43;44;46;48;49;51;52;53;54;55;56;58;60;62;63;64;65;66;67;69;71;72;74;75;76;77;78;79;80;81;82;84;85;86;90;91;92;94;95;96;97;98;100;102;103;104;105;106;107;109;110;111;112;113;114;115;116;117;118;119;120;121;122;123;124;125;126;127;128;129;130;131;132;133;134;136;137;138;139;140;141;142;143;144;145;146;147;149;150;151;152;153;155;157;158;159;160;163;164;165;166;167;168;169;170;171;172;173;174;175;176;178;179;180;181;182;183;184;185;186;187;188;189;190;191;192;193;194;195;196;197;198;199;200;202;203;204;205;206;207;208;209;210;211;212;213;214;215;216;217;218;219;221;222;223;224;225;226;227;228;229;230;231;232;233;234;235;236;237;238;239;240;241;242;243;244;245;246;247;248;249;250;251;253;254;255;256;257;258;259;260;261;262;263;264;265;266;267;268;269;270;271;272;273;274;275;276;277;278;279;280;281;282;283;284;285;286;287;288;289;290;291;293;294;295;296;297;298;301;302;303;304;305;306;307;308;309;310;311;312;313;314;315;316;317;318;319;320;321;322;323;324;325;326;327;328;329;330;331;332;333;334;335;336;337;338;339;340;341;342;343;344;345;346;347;348;349;350;351;352;353;354;355;356;357;358;359;360;361;362;363;364;365;366;367;368;369;370;371;372;373;374;375;376;377;378;379;380;381;382;383;384;385;386;387;388;389;391;392;393;394;395;396;398;399;400;401;402;403;404;405;406;407;408;409;410;411;412;413;414;415;416;417;418;419;420;421;422;423;424;425;426;427;428;429;430;431;432;433;434;435;436;437;438;439;440;441;442;443;444;445;446;447;448;449;450;451;452;453;454;455;457;458;459;460;461;462;463;464;465;466;467;468;469;470;471;472;473;474;475;476;477;478;479;480;481;482;483;484;485;486;487;488;489;491;492;493;494;495;496;497;498;499;500;501;502;503;504;505;506;507;508;509;510;511;512;513;514;515;516;517;518;519;520;521;522;523;524;525;526;527;528;529;530;531;532;533;534;535;536;537;538;539;540;541;542;543;544;545;546;547;548;549;550;552;553;554;555;556;557;558;559;560;561;562;563;564;565;566;567;568;569;570;571;572;573;574;575;576;577;578;579;580;581;582;583;584;585;586;587;588;589;590;591;592;593;594;595;596;597;598;599;600;601;602;603;604;605;606;607;608;609;610;611;612;614;615;616;617;618;619;620;621;622;623;624;625;626;627;628;629;630;631;632;633;634;635;636;637;638;639;640;641;642;643;644;645;646;647;648;649;650;651;652;653;654;655;656;657;658;659;660;661;662;663;664;665;666;667;668;669;670;671;672;673;674;675;676;677;678;679;680;681;682;683;684;685;686;687;688;689;690;691;692;693;694;695;696;697;698;699;700;701;702;703;704;705;706;707;708;709;710;711;712;713;714;715;716;717;718;719;721;722;723;724;725;726;727;728;729;730;731;732;733;734;735;736;738;740;741;742;743;744;745;746;747;748;749;750;751;752;753;755;756;757;758;759;760;761;762;763;764;765;766;767;768;769;770;771;773;775;776;777;778;779;780;781;782;783;784;785;786;787;788;789;790;791;792;793;794;795;796;798;799;800;801;802;803;804;805;806;807;808;809;810;811;812;813;814;815;816;817;818;819;820;821;822;823;824;825;826;827;828;829;830;831;832;833;834;835;836;837;838;839;840;841;842;843;844;845;846;847;848;849;850;851;852;853;854;855;856;857;858;859;860;861;862;863;864;865;866;867;868;869;870;871;872;873;874;875;876;877;878;879;880;881;882;883;884;885;886;887;888;889;890;891;892;893;894;895;896;897;898;899;900;901;902;903;904;905;906;907;908;909;910;911;912;913;914;915;916;917;918;919;920;921;922;923;924;925;926;927;928;929;930;931;932;933;934;935;936;937;938;939;940;941;942;943;944;945;946;947;948;949;950;951;952;953;954;955;956;957;958;959;960;961;962;963;964;965;966;967;968;969;970;971;972;973;974;975;976;977;978;979;980;981;982;983;984;985;986;987;988;989;990;991;992;993;994;995;996;997;998;999;1000;1001;1002;1003;1004;1005;1006;1007;1009;1010;1011;1012;1013;1014;1015;1016;1017;1018;1019;1020;1021;1022;1023;1024;1025;1026;1027;1028;1029;1030;1031;1032;1033;1034;1035;1036;1037;1038;1039;1040;1041;1042;1043;1044;1045;1046;1047;1048;1049;1050;1051;1052;1053;1054;1055;1056;1057;1058;1059;1060;1061;1062;1063;1064;1065;1066;1067;1068;1069;1070;1071;1072;1073;1074;1075;1076;1077;1078;1079;1080;1081;1082;1083;1084;1085;1086;1087;1088;1089;1090;1091;1092;1093;1094;1095;1096;1097;1098;1099;1100;1101;1102;1103;1104;1105;1106;1107;1108;1109;1110;1111;1112;1113;1114;1115;1116;1117;1118;1119;1120;1121;1122;1123;1124;1125;1126;1127;1128;1129;1130;1131;1132;1133;1134;1135;1136;1137;1138;1139;1140;1141;1142;1143;1144;1145;1146;1147;1148;1149;1150;1151;1152;1153;1154;1155;1156;1157;1158;1159;1160;1161;1162;1163;1164;1165;1166;1167;1168;1169;1170;1171;1172;1173;1174;1175;1176;1177;1178;1179;1180;1181;1182;1183;1184;1185;1186;1187;1188;1189;1190;1191;1192;1193;1194;1195;1196;1197;1198;1199;1200;1201;1202;1203;1204;1205;1206;1207;1209;1210;1211;1212;1213;1214;1215;1216;1217;1218;1219;1220;1221;1222;1223;1224;1225;1226;1227;1228;1229;1230;1231;1232;1233;1234;1235;1236;1237;1238;1239;1240;1241;1242;1243;1244;1245;1246;1247;1248;1249;1250;1251;1252;1253;1254;1255;1256;1257;1258;1259;1260;1261;1262;1263;1264;1265;1266;1267;1268;1269;1270;1271;1272;1273;1274;1275;1276;1277;1278;1279;1280;1281;1282;1283;1284;1285;1286;1287;1288;1289;1290;1291;1292;1293;1294;1295;1296;1297;1298;1299;1300;1301;1302;1303;1304;1305;1306;1307;1308;1309;1310;1311;1312;1313;1314;1315;1316;1317;1318;1319;1320;1321;1322;1323;1324;1325;1326;1327;1328;1329;1330;1331;1332;1333;1334;1335;1336;1337;1338;1339;1340;1341;1342;1343;1344;1345;1346;1347;1348;1349;1350;1351;1352;1353;1354;1355;1356;1357;1358;1359;1360;1361;1362;1363;1364;1365;1366;1367;1368;1369;1370;1371;1372;1373;1374;1375;1376;1377;1378;1379;1380;1381;1382;1383;1384;1385;1386;1387;1388;1389;1390;1391;1392;1393;1394;1395;1396;1400;1401;1402;1403;1404;1405;1406;1407;1408;1409;1411;1412;1413;1414;1415;1416;1417;1418;1419;1420;1421;1422;1423;1424;1425;1426;1427;1428;1429;1430;1431;1432;1433;1434;1435;1436;1437;1438;1439;1440;1441;1442;1443;1444;1445;1446;1447;1448;1449;1450;1451;1452;1453;1454;1455;1456;1457;1458;1459;1460;1461;1462;1463;1464;1465;1466;1467;1468;1469;1470;1471;1472;1473;1474;1475;1476;1477;1478;1479;1480;1481;1482;1484;1485;1486;1487;1488;1489;1490;1491;1492;1493;1494;1495;1496;1497;1498;1499;1500;1502;1503;1504;1505;1506;1507;1508;1510;1511;1512;1513;1514;1515;1516;1517;1518;1519;1520;1521;1522;1523;1524;1525;1526;1527;1528;1529;1530;1531;1532;1533;1534;1535;1536;1537;1538;1539;1540;1541;1542;1543;1544;1545;1546;1547;1548;1549;1550;1551;1552;1553;1555;1556;1557;1558;1559;1560;1561;1562;1563;1564;1565;1566;1567;1568;1569;1570;1571;1572;1573;1574;1575;1576;1577;1578;1579;1580;1581;1582;1583;1584;1585;1586;1587;1588;1589;1590;1591;1592;1593;1594;1596;1597;1598;1599;1600;1601;1602;1605;1606;1607;1608;1609;1610;1611;1612;1613;1614;1615;1616;1617;1618;1619;1620;1621;1622;1623;1624;1625;1627;1628;1629;1630;1631;1632;1633;1634;1635;1636;1637;1638;1639;1640;1641;1642;1643;1644;1645;1646;1647;1648;1649;1650;1651;1652;1653;1654;1655;1656;1657;1658;1659;1660;1661;1662;1663;1664;1665;1666;1667;1668;1669;1670;1671;1672;1673;1674;1675;1676;1677;1678;1679;1680;1681;1682;1683;1684;1685;1686;1687;1688;1689;1690;1691;1692;1693;1694;1695;1696;1697;1698;1699;1700;1701;1702;1703;1704;1705;1706;1707;1708;1709;1710;1711;1712;1713;1714;1715;1716;1717;1718;1719;1720;1721;1722;1723;1724;1725;1726;1727;1728;1729;1730;1731;1732;1733;1734;1735;1736;1737;1738;1739;1740;1741;1742;1743;1744;1745;1746;1747;1748;1749;1750;1751;1752;1753;1754;1755;1756;1757;1758;1759;1760;1761;1762;1763;1764;1765;1766;1767;1768;1769;1770;1771;1772;1773;1774;1775;1776;1777;1778;1779;1780;1781;1782;1783;1784;1785;1786;1787;1788;1789;1790;1791;1792;1793;1794;1795;1796;1797;1798;1799;1800;1801;1802;1803;1804;1805;1806;1807;1808;1809;1810;1811;1812;1813;1814;1815;1816;1817;1818;1819;1820;1821;1822;1823;1824;1825;1826;1827;1828;1829;1830;1831;1832;1833;1834;1835;1836;1837;1838;1839;1840;1841;1842;1843;1844;1845;1846;1847;1848;1849;1850;1851;1852;1853;1854;1855;1856;1857;1858;1859;1860;1861;1862;1863;1864;1865;1866;1867;1868;1869;1870;187Ferqa di nêvbera »ko«, »ku« û »kû« de (2005-05-19)
fjrigjwwe9r0TabArticles:ArticleHeadline
Xewna Mesûd Barzanî ji başûrê Kurdistanê mezintir e (2005-02-07)
 
REKLAM


KOLUMNÎST
Şebabê Egît nabe Şeroyê Biro û ez jî nabim ”heval”
Tolstoy û xelata Nobelê
Kurdistaneka serbixwe û [ne]cida
Heşt rojên şerê xendekê – I
Em û felsefe
Hilbijartinên Kurdistanê ez şok kirim
© 1997–2024 www.nefel.com  |  E-poste: info@nefel.com  |  Powered by Medesoft.org