[ ÎNÊ, 2024-04-19 ]   [ BIKE MALPERA DESTPÊKÊ ]   [ BÊXE NÊV BIJAREYAN ]   [ KONTAKT ]   [ INFO ]   [ LÊGERÎN & ARŞÎV ]  
DESTPÊK
Nûçe
Nivîsar
Kulturmagazîn
Hevpeyvîn
Kolumnîst
Ewrokurd
E-Pirtûk
Lîteratûr
Ziman
Muzîk
Foto
Lînk
E-POSTEYA TE
  Nav (Username)  
   
  Þîfre (Password)  
   
   
     
   »E-posteyeka nû
 bo xwe qeyd bike
 
REKLAM


KOLUMNÎST 
Hemû berhemên Fêrîkê Ûsiv bi du cildeyan
SWÊD, 27/6 2012 — Dilê min ji bo çend sebeban bi van du cildeyên hemû berhemên helbestvanê kurdên Sovyet yê herî bi nav û deng – Fêrîkê Ûsiv baristan dibe, ko 15 salan piştî wefata wî, ser hev zêdeyî bi hezar rûpelî va, bi sernavên "Hesretdefter" û "Sûretsûfê" çap bûne.

Yek ji bo wê, ko piranîya wan di saxtîya helbestvan da çap ne bûbûn. Ya duduyan, xanima wî – Frîdeya Cewarî, ko keça profêsor Hecîyê Cindî ye, di 70-salîya xwe da dest pê kir xwe fêrî rêzkirin, amadekirina berhemên mêrê xwe û bavê xwe kir û ew bi dorê dane çapkirin. Ya sisîyan, di vî karî da gelek kes di hêla aborî da bûne alîkar, wek serokê Înstîtûta Kurdî ya Parîsê Kendal Nezan, rêvebirîya IKMG Independent Kurdish Media Group GmbH, Pirtûkxaneya Kurdî li Stockholmê û yên din.

Ya çaran, ko rêvebirên weşanxaneya "Lîs"ê Lal Laliş û Kawa Nemir ew bi awayekî profêsyonal li Diyarbekirê dane çapkirinê û ji navê weşanxaneyê pêşgotineke ji dil, gorî mezinaya helbestvan nivîsîne. Ya pêncan, ji bo wê, ko min bi çavê xwe dît çawa gelê min li pêşangeha pirtûkan ya li Diyarbekirê, ko 22-27ê hezîrana îsalin hate derbazkirin, ew herdu cilde dikirîn û bi wê yekê va qîmet didane helbestvanê me yê navdar û berhemên wî.

Mezinaya Fêrîk herwiha di wê yekê da ne jî, ko gelên mayîn jî qîmet didane wî û helbestên wî werdigerandin, ji ber ko di wan da fîlosofîya jîyanê hebû. Wek van xetan:

Çima cênîk sipî dibin,
Ku ne wextê wan e?
Difikirim, axir cênîk
Nêzîkî guhan e…

An jî ev helbesta jêrin -"Ji kurê min ra":

Car-carna têm melûl, dilxor û bi mirûz im,
Lawo, kerba binê lingê te radimûsim…
Şaş nemîne, berxikê min... êh, kî zane...
Dinê heye kaşkişika dest îsan e:
Dive rokê Kurdistana xopan vebe,
Bavkê teyî hisret dil da lê tunebe…
Bira hingê lingê te bi hisreta min
Bigere nav ax-topraxa cimeta min…

Fêrîk heyranê Barzanîyê Mezin bû. Û sala 1979an, piştî wefata serokê Kurdistanê di xwe da qacqicî û ev xet ber qelema wî derketin:

Ji serokê milet ra

Me mal-miletî nekir şîn-girî,
Şîna şehîdîya te Merdemêrî.
Me li roja ava nihêrî,
Wekî ko emir dide rojek din,
Me li toximê şova nihêrî,
Wekî ko zevîya dide gîhandin.
Me li serê wan lawa nihêrî,
Ji kîjana ra dibên Barzanî
Û me bi sebirê girî guherî,
Me bi hêsira nekir arzanî…

Bera ew milet hêsira birêje,
Yê ko nikare birêje xûnê,
Yê ko çewdera rizî davêje,
Dixweze gênim hilîne şûnê…

Lê me aqa xûn meydanan da rêt,
Wekî em pê da bûne Cegerxûn,
Em bûne Hejar, Şivan, Celalêt,
Xoşnav, Xêrûlle, Leylê û Mehmûd.
Em bûne lawê wan dayîkên tên,
Ku tûr vedide herke bîst berî,
Û miletê me nav sur û şextê
Ragihîşte bîst mîlîon neferî...

...Bele li serê me ket, lê em nagirîn,
Şîna te nakin, bavê cimetê,
Emê mînanî kurikê dêmbirîn
Bigrîn, bikenin ber hemêza dê:

Dayka Kurdistan… kengê xwe ragirt,
Kengê merema te hate sêrî,
Hingê wê nava şaya meye gurr
Bihele şîna te merdemêrî.

Min Fêrîk baş nas dikir. Em herdu jî bajarî bûn û li paytext diman. Me herduyan jî bajar hîşt, em çûn gundê Sîpanê, bûne mamosta. Ew berî min gelek salan çûbû gundê xwe, ko sala 1934an lê ji diya xwe bûbû û heta hema bêje dawîya jîyana xwe (sala 1997an) li wir ma. Ew mamostayê ziman û edebîyeta kurdî bû, ez mamostayê matêmatîkayê bûm. Hinekan digot "xelk ji gundan direvine bajêr, evana jî bajar hîştine, çûne gund". Sê salên xebata me ya bi hev ra ji bo min bûne salên têgihîştinê, fêmkirina nazikayê, paqijayê. Li wir wî ew helbestên xwe ji min ra dixwendin, ko min jî, wî jî zanibûn, ko wê çap nebin. Lê wî dinivîsî, ji ber ko halbestvanekî xudêda bû, nikaribû nenivîsîya.

Wira bîna wî fireh bû, ew xwe wek di perçekî Kurdistanê da didît: gundê kurdan, erf-edetê kurdî, deb, kolorît û timtêla milet, def-dewat, şîn-şayî, çiyayên bilind, kalîna pêz, gotinên kal-bavan yên bi sal-dewranan... Erdek danê, bi destê xwe xanî çê kir, dorê sûr kir, çend kar û berx kirîn, xwedî kirin, xwe nêzîkî jîyana kurdîtîyê kir. Carna min û Fêrîk sergîn, kartol hildidan, em diçûn ber "Kanîya Beko", serê çîyê, me agir dadida, kartol davîtê, û Fêrîk helbestên nuh dixwendin. Bergeha bêserobin, hewa paqij, dilê rehet, dengê bilûra şivên dibûne bingehê helbestên nû. Û çi mixabin, ko gelek ji wana çap ne dikirin. Tenê dixeyîdî... Ne ji kesan, lê ji bextê gelê xwe...

Wek gelek helbestvanên bi zên û talant, neyarên Fêrîkê Ûsiv jî hebûn. Hinekan ji dexesîyê û kulzikîyê, hinekan ji nezanîyê û mixenetîyê, hinekan jî bi zanebûn bûbûne neyarên wî, ko wî biçûk bêxin, da ko qedirê wan bilind be. Wek ko di pêşgotina Frîdeya Cewarî ya di cildeya 1ê da tê gotinê (di helbesteke Fêrîk da), piştî Fêrîk sala 1960î xwendina li Înstîtûtê xilaz dike, Xelîl Mûradovê serokê radyoya kurdî ya Rewanê wî di radyoya kurdî da dike serokê beşa wêjeyê. Frîde dinivîse: "di radyoyê da ew bi helalî dixebitî, yekî rastgo bû. Qelpî, derew, durûtî qebûl ne dikir, nivîsên sist paşda dida, ji bo wê yekê jî serekrêdaktorê berê (dema sala 1955an radyo dest bi weşanên kurdî kiribû, ew kes çend mehan bûbû serek, pişt ra ji bo nezanîyê ew ji kar derxistibûn û serekê nû ew bal xwe wek xebatkar dihêle û sipartibû wî beşa sazbendîyê bi rê va bibe. –T.X.) dek û dolav li dora Fêrîk hûnand, wisa anî sêrî, ko Fêrîk ji xebatê derxistin". Û Fêrîk nivîsî: "Ez nizanim tuyê êdî çi bînî serê min sewdaserî…".

Belê, Fêrîk rast derket. Ew kes paşê, dîsa bi dek û dolavan, salên dirêj bû serekê weşanên pirtûkên kurdî. Ew bû sebeb, ko gelek helbest, destan, pîêsên Fêrîk di saxîya wî da çap nebûn, ji ber ko dewsê helbestên xwe, pirtûkên kurên xwe, keça xwe, zavayê xwe çap dikir. Û Fêrîk tehmûl ne dikir, ser wî nivîsî:

Zêndî şiêra şayîrê mirî
Ser navê xwe neşir kirîye
Û xwe ji xeman xilazkirî,
Hedkê xwendevanan birîye:

Di wî emrî da hertim xapand,
Her şuxulî da bû "kandrabant".
Kesekî ew nanî rayê,
Tenê kaltîyê di poz da dayê.

Ji dereca ew derketîye,
Nahaka jî di mal da ketîye,
Difikire, dicedîne -
Ça Ezrahîl bixapîne...

Bextê gelê me wisa bû, ko yekî din yê wek wî salên dirêj bû serekê weşanên pirtûkên kurdî û wî jî berhemên Fêrîk û helbestvanên me yên din yên bi nav û deng çap ne dikir, wek yên Şikoyê Hesen, Çerkezê Reş, Egîtê Şemsî û yên din. Pirtûkeke helbestan ya Tosinê Reşîd bi sernavê "Kilamê rê" 9 salan çap ne kirin. Piştî 9 salan Tosinê Reşîd bêy ko di nav helbestên xwe da guhartinekê bike, ew pirtûka xwe çap kir û xwendevanan qîmetekî mezin dane helbestên wî. Ev serekê weşanxaneyê jî pirtûkên xwe, jina xwe, bavê xwe çap dikirin, lema rê ji bo helbestvan û nivîskarên zane û xwendî ne dima, ji ber ko weşandina pirtûkên kurdî bi jimara xwe va sînorkirî bû. Û Fêrîk ser wî jî nivîsî:

-Bona zara dinivîse,
Lê femkingê wî yê zara ye...

Van herdu kesan bi dehan salan bi dehan pirtûkên "helbestan" çap kirin, ji ber ko dewletê ji bo helbestan pereyekî mezin dida. Lê di wan da tu helbestek jî tunebû, ko hêjayî qîmetekî be. Û dema Yekîtîya Sovyet hilweşîya, di eynî şevê da mûsayê di serê wan da yê helbestnivîsarîyê jî hilweşîya û wana hew helbest nivîsîn.

Ji hêza piranîya ronakbîrên me der bû pêşî li wan qelpîyan bigirin. Hinekan jî di ser da pesinê wan didan. Heta piştî mirina wan jî bi gotar û nivîsên xwe va keda wan bilind qîmet dikin. Lê ya rast ew e, ko dû mirina kesên wisan ra edebîyeta me paqijtir dibe.

Belê, bûyerên wa di nav gelek miletên cihanê da jî dibin. Belkî di nav me kurdan da hinekî zêde ne. Lê dîrok cîyê her yekî gorî keda wî parevedike, lema dewletê dibistana gundê Sîpanê, li Ermenîstanê bi fermî kire ser navê Fêrîkê Ûsiv. Navên ewên nezan û neyar di dîrokê da dibine kozî û ber bayê dikevin, lê yên wek Fêrîk bi herfên zêrîn tên nivîsar. Herwiha bi vê helbesta wî ya li jêrê va jî, ko ewî hîvî ji min kir ez wêya ezber bikim û di 50 salîya şahîya wî da bêjim. Min daxwaza wî ser çavan pêk anî.

Hûn şaş nemînin...

Çendik û çend sal,
Mame kerr û lal,
Çawa ko komira bê ziman û zar,
Li bin erdê sar.
Lê îro eger gurmîn ji min bê
Li ser vê dikê,
Ji agirê hundur bişxulim gurr-gurr –
Hûn şaş nemînin, hûn şaş nemînin...

Çendik û çend sal, çend bihar, payîz
Qaz-qulingan ra ne qûrîyame zîz,
Baskhem ne kirîye min Cûd û Erbîl
Û Sîs û Sîpan, Serhed û Sibîl
Û eger îro qîrîn kim qazkî,
Perr bigrim yekser, bifirim firqaskî –
Hûn şaş nemînin, hûn şaş nemînin...

Ev destêd han merd,
Destên şiêrnivîs,
Vê dewra nemerd
Nebûne kergîtê porê qismî qîz,
Îro ko hev xim wek kevir-hestan,
Agir bipekin ji ber van destan –
Hûn şaş nemînin, hûn şaş nemînin...

Ev çevên hewce,
Wekî ne dîne ew bax û baxçe,
Ew çiya, ew banî,
Ji çiya jî kubartir bejina Barzanî...
Eger nişkêva Dicle û Ferat bilqîn kin,
Bikişin ji herdu çevan,
Hûn şaş nemînin, hûn şaş nemînin...

Lê eger, feqet,
Li rêkêd emir teng û firêqet,
Milê min da tûr,
Dînc û dinêdûr,
Wek parsekçîkî li guhê gunda
Herim xalifî, belengaz, unda –
Hûn şaş bimînin, hûn şaş bimînin...

-----------------------------------
Nivîskar: TÊMURÊ XELÎL temur_xelil@hotmail.com
Weşandin: 2012-06-27
Xwendin: 8086
 

KOLUMNÊN BERÊ   
Şebabê Egît nabe Şeroyê Biro û ez jî nabim ”heval” (2016-08-17)
Careke din ser alfabeya kurdî-latînî (2016-04-24)
Xwedêyo, tu me ji dewletnexwezan biparêzî! (2016-01-27)
Êzdîbûna kurdan ji Kurdistanê zêdetir zirarê dide Ermenistanê (2015-06-29)
Xwezî kurd di hindava dijminên xwe de wek ermenîyan bûna (2015-04-18)
Kovara ”Wêje û rexne” ji rexneyan hiz nake (2014-12-14)
Kurdên resen bûn kurdên reben (2014-10-16)
Xwedîyê kurmancîya dewlemend (2014-09-17)
Bira haya we ji zaneyên nezan hebe (2014-08-12)
Çima tirkî li ber dilê hinek kurdan ezîz e (2014-06-15)
Stranên Karapêtê Xaço dikaribûn nebûna milkê gelê kurd (2014-04-07)
Ew ji xizmetkirina bo gelê xwe lezetê dibîne (2014-02-06)
Pirtûkeke Kemal Tolan li ser êzdayetîyê (2013-12-29)
Kadroyên têlêvîzyonên kurdî li ser çi bingehî tên hilbijartin (2013-08-15)
Gêorgîyê Xudo serbilindîya Ermenistanê û kurdan bû (2013-05-27)
Em û ermenî bi şûrekî hatine birîndar kirin – ji bo bîranîna gelkujîya ermenîyan (2013-04-24)
Neyariya di kirasê welatparêzîyê da (2013-02-23)
Îvanê Omer Farîzov – mêrxasê binavûdeng lê bê nav û bê deng (2013-01-18)
Kurdistana Sor (2012-11-22)
Cegerxwîn derheqa êzîdîyan û dînê êzîdîtîyê da (2012-10-28)
NERÎNGEH
 
[kitêb] Sun Zî: Hunera şer (2016-04-21)
Ismail Beşikçi ji kurdan re li ser ermeniyan semînerek da (2013-09-28)
Kurdistan berî serxwebûna siyasî ”serxwebûna petrolê” û ekonomîk îlan dike (2012-05-21)
Tewanga navdêrên zimanê kurdî (2009-02-08)
Umît Firat dibêje navnîşana çareserîya pirsa kurd ne PKK ye (2008-11-11)
Hêro Talebanî: Min nedixwest Mam Celal bibe serokkomarê Iraqê [foto] (2007-05-10)
Alfabeya kurdî-latînî ji bo zimanê kurdî ji alfabeya kurdî-erebî minasibtir e (2005-11-02)
fjrigjwwe9r0TabArticles:ArticleHeadline
vv9v8v09fq:TabArticles:4;8;12;14;17;19;21;22;23;24;28;29;30;31;32;40;41;43;44;46;48;49;51;52;53;54;55;56;58;60;62;63;64;65;66;67;69;71;72;74;75;76;77;78;79;80;81;82;84;85;86;90;91;92;94;95;96;97;98;100;102;103;104;105;106;107;109;110;111;112;113;114;115;116;117;118;119;120;121;122;123;124;125;126;127;128;129;130;131;132;133;134;136;137;138;139;140;141;142;143;144;145;146;147;149;150;151;152;153;155;157;158;159;160;163;164;165;166;167;168;169;170;171;172;173;174;175;176;178;179;180;181;182;183;184;185;186;187;188;189;190;191;192;193;194;195;196;197;198;199;200;202;203;204;205;206;207;208;209;210;211;212;213;214;215;216;217;218;219;221;222;223;224;225;226;227;228;229;230;231;232;233;234;235;236;237;238;239;240;241;242;243;244;245;246;247;248;249;250;251;253;254;255;256;257;258;259;260;261;262;263;264;265;266;267;268;269;270;271;272;273;274;275;276;277;278;279;280;281;282;283;284;285;286;287;288;289;290;291;293;294;295;296;297;298;301;302;303;304;305;306;307;308;309;310;311;312;313;314;315;316;317;318;319;320;321;322;323;324;325;326;327;328;329;330;331;332;333;334;335;336;337;338;339;340;341;342;343;344;345;346;347;348;349;350;351;352;353;354;355;356;357;358;359;360;361;362;363;364;365;366;367;368;369;370;371;372;373;374;375;376;377;378;379;380;381;382;383;384;385;386;387;388;389;391;392;393;394;395;396;398;399;400;401;402;403;404;405;406;407;408;409;410;411;412;413;414;415;416;417;418;419;420;421;422;423;424;425;426;427;428;429;430;431;432;433;434;435;436;437;438;439;440;441;442;443;444;445;446;447;448;449;450;451;452;453;454;455;457;458;459;460;461;462;463;464;465;466;467;468;469;470;471;472;473;474;475;476;477;478;479;480;481;482;483;484;485;486;487;488;489;491;492;493;494;495;496;497;498;499;500;501;502;503;504;505;506;507;508;509;510;511;512;513;514;515;516;517;518;519;520;521;522;523;524;525;526;527;528;529;530;531;532;533;534;535;536;537;538;539;540;541;542;543;544;545;546;547;548;549;550;552;553;554;555;556;557;558;559;560;561;562;563;564;565;566;567;568;569;570;571;572;573;574;575;576;577;578;579;580;581;582;583;584;585;586;587;588;589;590;591;592;593;594;595;596;597;598;599;600;601;602;603;604;605;606;607;608;609;610;611;612;614;615;616;617;618;619;620;621;622;623;624;625;626;627;628;629;630;631;632;633;634;635;636;637;638;639;640;641;642;643;644;645;646;647;648;649;650;651;652;653;654;655;656;657;658;659;660;661;662;663;664;665;666;667;668;669;670;671;672;673;674;675;676;677;678;679;680;681;682;683;684;685;686;687;688;689;690;691;692;693;694;695;696;697;698;699;700;701;702;703;704;705;706;707;708;709;710;711;712;713;714;715;716;717;718;719;721;722;723;724;725;726;727;728;729;730;731;732;733;734;735;736;738;740;741;742;743;744;745;746;747;748;749;750;751;752;753;755;756;757;758;759;760;761;762;763;764;765;766;767;768;769;770;771;773;775;776;777;778;779;780;781;782;783;784;785;786;787;788;789;790;791;792;793;794;795;796;798;799;800;801;802;803;804;805;806;807;808;809;810;811;812;813;814;815;816;817;818;819;820;821;822;823;824;825;826;827;828;829;830;831;832;833;834;835;836;837;838;839;840;841;842;843;844;845;846;847;848;849;850;851;852;853;854;855;856;857;858;859;860;861;862;863;864;865;866;867;868;869;870;871;872;873;874;875;876;877;878;879;880;881;882;883;884;885;886;887;888;889;890;891;892;893;894;895;896;897;898;899;900;901;902;903;904;905;906;907;908;909;910;911;912;913;914;915;916;917;918;919;920;921;922;923;924;925;926;927;928;929;930;931;932;933;934;935;936;937;938;939;940;941;942;943;944;945;946;947;948;949;950;951;952;953;954;955;956;957;958;959;960;961;962;963;964;965;966;967;968;969;970;971;972;973;974;975;976;977;978;979;980;981;982;983;984;985;986;987;988;989;990;991;992;993;994;995;996;997;998;999;1000;1001;1002;1003;1004;1005;1006;1007;1009;1010;1011;1012;1013;1014;1015;1016;1017;1018;1019;1020;1021;1022;1023;1024;1025;1026;1027;1028;1029;1030;1031;1032;1033;1034;1035;1036;1037;1038;1039;1040;1041;1042;1043;1044;1045;1046;1047;1048;1049;1050;1051;1052;1053;1054;1055;1056;1057;1058;1059;1060;1061;1062;1063;1064;1065;1066;1067;1068;1069;1070;1071;1072;1073;1074;1075;1076;1077;1078;1079;1080;1081;1082;1083;1084;1085;1086;1087;1088;1089;1090;1091;1092;1093;1094;1095;1096;1097;1098;1099;1100;1101;1102;1103;1104;1105;1106;1107;1108;1109;1110;1111;1112;1113;1114;1115;1116;1117;1118;1119;1120;1121;1122;1123;1124;1125;1126;1127;1128;1129;1130;1131;1132;1133;1134;1135;1136;1137;1138;1139;1140;1141;1142;1143;1144;1145;1146;1147;1148;1149;1150;1151;1152;1153;1154;1155;1156;1157;1158;1159;1160;1161;1162;1163;1164;1165;1166;1167;1168;1169;1170;1171;1172;1173;1174;1175;1176;1177;1178;1179;1180;1181;1182;1183;1184;1185;1186;1187;1188;1189;1190;1191;1192;1193;1194;1195;1196;1197;1198;1199;1200;1201;1202;1203;1204;1205;1206;1207;1209;1210;1211;1212;1213;1214;1215;1216;1217;1218;1219;1220;1221;1222;1223;1224;1225;1226;1227;1228;1229;1230;1231;1232;1233;1234;1235;1236;1237;1238;1239;1240;1241;1242;1243;1244;1245;1246;1247;1248;1249;1250;1251;1252;1253;1254;1255;1256;1257;1258;1259;1260;1261;1262;1263;1264;1265;1266;1267;1268;1269;1270;1271;1272;1273;1274;1275;1276;1277;1278;1279;1280;1281;1282;1283;1284;1285;1286;1287;1288;1289;1290;1291;1292;1293;1294;1295;1296;1297;1298;1299;1300;1301;1302;1303;1304;1305;1306;1307;1308;1309;1310;1311;1312;1313;1314;1315;1316;1317;1318;1319;1320;1321;1322;1323;1324;1325;1326;1327;1328;1329;1330;1331;1332;1333;1334;1335;1336;1337;1338;1339;1340;1341;1342;1343;1344;1345;1346;1347;1348;1349;1350;1351;1352;1353;1354;1355;1356;1357;1358;1359;1360;1361;1362;1363;1364;1365;1366;1367;1368;1369;1370;1371;1372;1373;1374;1375;1376;1377;1378;1379;1380;1381;1382;1383;1384;1385;1386;1387;1388;1389;1390;1391;1392;1393;1394;1395;1396;1400;1401;1402;1403;1404;1405;1406;1407;1408;1409;1411;1412;1413;1414;1415;1416;1417;1418;1419;1420;1421;1422;1423;1424;1425;1426;1427;1428;1429;1430;1431;1432;1433;1434;1435;1436;1437;1438;1439;1440;1441;1442;1443;1444;1445;1446;1447;1448;1449;1450;1451;1452;1453;1454;1455;1456;1457;1458;1459;1460;1461;1462;1463;1464;1465;1466;1467;1468;1469;1470;1471;1472;1473;1474;1475;1476;1477;1478;1479;1480;1481;1482;1484;1485;1486;1487;1488;1489;1490;1491;1492;1493;1494;1495;1496;1497;1498;1499;1500;1502;1503;1504;1505;1506;1507;1508;1510;1511;1512;1513;1514;1515;1516;1517;1518;1519;1520;1521;1522;1523;1524;1525;1526;1527;1528;1529;1530;1531;1532;1533;1534;1535;1536;1537;1538;1539;1540;1541;1542;1543;1544;1545;1546;1547;1548;1549;1550;1551;1552;1553;1555;1556;1557;1558;1559;1560;1561;1562;1563;1564;1565;1566;1567;1568;1569;1570;1571;1572;1573;1574;1575;1576;1577;1578;1579;1580;1581;1582;1583;1584;1585;1586;1587;1588;1589;1590;1591;1592;1593;1594;1596;1597;1598;1599;1600;1601;1602;1605;1606;1607;1608;1609;1610;1611;1612;1613;1614;1615;1616;1617;1618;1619;1620;1621;1622;1623;1624;1625;1627;1628;1629;1630;1631;1632;1633;1634;1635;1636;1637;1638;1639;1640;1641;1642;1643;1644;1645;1646;1647;1648;1649;1650;1651;1652;1653;1654;1655;1656;1657;1658;1659;1660;1661;1662;1663;1664;1665;1666;1667;1668;1669;1670;1671;1672;1673;1674;1675;1676;1677;1678;1679;1680;1681;1682;1683;1684;1685;1686;1687;1688;1689;1690;1691;1692;1693;1694;1695;1696;1697;1698;1699;1700;1701;1702;1703;1704;1705;1706;1707;1708;1709;1710;1711;1712;1713;1714;1715;1716;1717;1718;1719;1720;1721;1722;1723;1724;1725;1726;1727;1728;1729;1730;1731;1732;1733;1734;1735;1736;1737;1738;1739;1740;1741;1742;1743;1744;1745;1746;1747;1748;1749;1750;1751;1752;1753;1754;1755;1756;1757;1758;1759;1760;1761;1762;1763;1764;1765;1766;1767;1768;1769;1770;1771;1772;1773;1774;1775;1776;1777;1778;1779;1780;1781;1782;1783;1784;1785;1786;1787;1788;1789;1790;1791;1792;1793;1794;1795;1796;1797;1798;1799;1800;1801;1802;1803;1804;1805;1806;1807;1808;1809;1810;1811;1812;1813;1814;1815;1816;1817;1818;1819;1820;1821;1822;1823;1824;1825;1826;1827;1828;1829;1830;1831;1832;1833;1834;1835;1836;1837;1838;1839;1840;1841;1842;1843;1844;1845;1846;1847;1848;1849;1850;1851;1852;1853;1854;1855;1856;1857;1858;1859;1860;1861;1862;1863;1864;1865;1866;1867;1868;1869;1870;187Ferqa di nêvbera »ko«, »ku« û »kû« de (2005-05-19)
fjrigjwwe9r0TabArticles:ArticleHeadline
Xewna Mesûd Barzanî ji başûrê Kurdistanê mezintir e (2005-02-07)
 
REKLAM


KOLUMNÎST
Şebabê Egît nabe Şeroyê Biro û ez jî nabim ”heval”
Tolstoy û xelata Nobelê
Kurdistaneka serbixwe û [ne]cida
Heşt rojên şerê xendekê – I
Em û felsefe
Hilbijartinên Kurdistanê ez şok kirim
© 1997–2024 www.nefel.com  |  E-poste: info@nefel.com  |  Powered by Medesoft.org