[ PÊNCŞEM, 2024-03-28 ]   [ BIKE MALPERA DESTPÊKÊ ]   [ BÊXE NÊV BIJAREYAN ]   [ KONTAKT ]   [ INFO ]   [ LÊGERÎN & ARŞÎV ]  
DESTPÊK
Nûçe
Nivîsar
Kulturmagazîn
Hevpeyvîn
Kolumnîst
Ewrokurd
E-Pirtûk
Lîteratûr
Ziman
Muzîk
Foto
Lînk
E-POSTEYA TE
  Nav (Username)  
   
  Þîfre (Password)  
   
   
     
   »E-posteyeka nû
 bo xwe qeyd bike
 
REKLAM


KOLUMNÎST 
Kinyazê Îbrahîm: “Me du bav li cîyekî binax nekirîne“
» Kinyazê Îbrahîm
 
SWÊD, 10/5 2012 — Piştî hilweşîyana Sovyetê kurdên hemû komarên wî welatî zirareke mezin dîtin û ziyaneke mezin kişandin. Ew miletên ko axa wan li ser erdê Sovyeta berê hebû zirareke wisa nedîtin. Wek nimûne, ermenîyekî ko li ser axa Azirbêcanê dima, dema rewşa wî ya sîyasî xirab bibûya, wî dikaribû vegerîya welatê xwe – Ermenistanê.

Rewşa wan miletan jî ne xirab bû ko axa wan li ser erdê Sovyeta berê tunebû, lê derveyî wî welatî hebû. Wek nimûne, eger rewşa almanekî Ûzbêkistanê ya sîyasî xirab bûya, ew dikaribû berê xwe bide welatê xwe – Almaniyayê. Lê ya kurdan ne wisa bû, ji ber ko dewleta kurdên Sovyeta berê ne li wî welatî hebû, ne jî derveyî wî welatî. Lema kurdên me digotin ”Sovyet ser me da hilweşîya”. Û her kurdekî Sovyeta berê xwe li rêyekê girt. Kinyazê Îbrahîm jî ji Ermenistanê berê xwe da Qazaxistanê. Berî çûyînê got: ”Me du bav li cîyekî çal ne kir; me di destpêka sedsalê da eşîra xwe (Kinyaz Celalî ye.- T. X.) û goristana kalên xwe li welêt hîşt, em hatine Ermenistanê. Gora bavê me li Ermenistanê ye, va em jî nizanin ka gora me wê li kû be”.

Dibêjin ko gava meriv 10-15 salan hev nabîne, êdî li hev sar dibe, zêde bêrîya hevdu nake. Ji wan kesan ra dibêjin: ”yekî/e dibûrî ye”. Ez dibêjim ko di hindava Kinyaz da ev gotin ne bona min e, ji ber ko eva weke 20 salan e min Kinyaz nedîtîye, lê ez hema bêje her roj wî bi bîr tînim, bêrîya wî dikim û serbilind im ko em gelek salan hevalê hev in. Emê li jêr bibînin ka zanebûn û aqilmendîya wî ew gîhandine çi dereceyê, nav û dengê wî çawa li Qazaxistanê û dervayî wî welatî bela bûye, xwedî çi qedir û hurmetê ye. Lê pêşketina di kar da, gihîştina hêlanên zanyarî yên here bilind jî ji bo wî karên duwemîn in. Karê wî yê yekemîn miletê wî, welatê wî, zimanê wî ye. Dema em rastî hev dihatin, piştî pirsa ”tu çawan î”, pirsa dudan ha bû: ”gelo li welêt çi heye?” Bona gelek kurdên me welat Sovyet bû, lê bona Kinyaz Kurdistan bû.

Ew hela di xortanîya xwe da bû serokê min: Ez endamê Komeleya Xwendekarên Kurdan bûm li Ermenistanê, ew serokê Komeleyê bû. Bi saya wî civînên me ser dereceya bilind derbaz dibûn û nav û dengê komeleya me li tevaya Ermenistanê, herwiha li Gurcistanê belav bû. Pişt ra Kinyaz ewqas pêşda çû ko bû doktor, dêkanê fakulteya ziman û edebîyeta Azerî li Înstîtûta Pêdagojîyê ya Ermenistanê. Hemû jê razî bûn, tenê gazinekî wan hebû, ew jî ew bû ko hema bêje nîvê xwendkarên wî kurdên Ermenistanê bûn ko mektebên azirî xilas kiribûn, û hinek ji wan jî kurdên Azirbêcanê bûn. Ew jî wê demê ko jimara azirîyên Ermenistanê bi fermî 8 caran ji kurdan zêdetir bû. Kinyazê Îbrahîm wek lêktor (dersbêj) û wek zanyar bû hizkirîyê hemûyan, çend pirtûkên zanyarî bi çend zimanan çap kirin û hema bêje hemû jî derheqa pirsên bi ziman û edebîyeta kurdan va girêdayî bûn. Wan deman ew serhevdu 35-37 salî bû. Û îro, gava 65 salî ye, ew prorêktorê Ûnîvêrsîtêta Almatayê ye li Qazaxistanê, profêsor û akadêmîk e, serbilindîya hemû kurdan e. Îro zanyarê me gihîştîye wê derecê ko bi serokatîya wî ji dehan zêdetir zanyar têzên doktorayê pewend kirine. Di nav wan da qazax û tirk jî hene. Ango, Kinyaz ders daye kesên ko bûne doktor. Qedirê wî li komarê jî pir e, serokê dewletê N. Nazarbaev bi xwe çend caran ew bi nîşanên dewletê va xelat kirîye.

Hinek kes dikarin bifikirin ko çawa dibe mirovek tenê di wî emirî da ewqas kar kiribe. Sureke wê yekê ew e ko di navbera wî û hema bêje hemû ronakbîrên kurdan û miletên din baş bûye. Wek ko di nav her miletekî da, di nav kurdan da jî hinek ronakbîr hevdu hiz nakin, qedirê hev nagirin. Sebeba wê yekê jî piranî an hesûdî û çavnebarî ye, an jî nezanî ye. Lê Kinyaz wisa dikir ko bi hemûyan re ziman didît, dilê tu kesî ji xwe ne dihîşt. Bi merivên bi aqil û paqij re baş bû, bi hesûdan re jî ne xirab bû. Û ew kesên hesûd di nava salan da camêrî û mêranîya wî didîtin û terka hesûdîyê didan, dibûne dostên wî.

Di nav ronakbîrên cihanê û yên kurdan jî di nav da, hinek kes zane û welatparêz in, hinek xwende û camêr in, hinek bi aqil û paqij in. Lê ji hezaran yek ko him zane û welatparêz be, him xwende û camêr be, him bi aqil û paqij be. Kinyaz yek ji wan e.

Tê bîra min bavê min digot: “Çend mêrên wek Kinyaz di nav me da hebûna, me belkî li Sovyetê jî bikaribûya Kurdistanek ava bikira. Pişta xwe bi pişta mêrên wek Kinyaz va girêde û tuyê herdem bi ser kevî”.

Kinyazê Îbrahîm (Mîrzoev), xên ji wê yekê ko rojhilatzan, kurdzan, rexnevanê edebîyetê, doktorê fîlolojîyê, profêsor, akademîk e, di Ûnîversîteya Qazaxistanêye Dewletê ya Almatê da serekê Navenda Zimanên Cîhanê bûye, serokatî li kafêdra Fîlologîya Rohilatê, Navbenda zimanên cihanê dike, bûye prorêktorê wê Ûnîvêrsîteyê, li Almatê serrêdaktorîya kovara “Nûbar” dike ko bi kurdî û rûsî tê weşandinê, ew herwiha serekê Yekîtîya Kurdên Qazaxistanê ya bi navê “Berbang” e.

Kinyazê Îbrahîm heta niha weke 250 xebatên zanyarî nivîsîne, di nav wan da 16 monografîya, bi pirtûkên cuda ko hema bêje hemû jî bi edebîyet û dîroka gelê kurd va girêdayî ne. Ew herwiha xudanê pirtûkên bi sernavên “Zimanê kurdî” ye yên bona şagirtên ji dersxana 2an destpêkirî heta dersxana 9an. Mirovên wisa bi nav û deng qîmet dane kar û barên wî yên zanyarî, wek kurdzanên mezin Qanatê Kurdo, Hecîyê Cindî, serekê kurdên Azirbêcanê Şamîl Eskerov, şayîrê kurdan yê mezin Hejar, serekê radyoya kurdî ya Yêrêvanê Xelîlê Çaçan û gelekên din.

Heta niha ev pirtûkên wî derketine:

1. “Ji dîroka têkilîyên edebî yên di navbera azirîyan û kurdan da”. Yêrêvan, 1975.

2. “Nivîskarên Azirbêcana Îranê di derheqa kurdan de”. Yêrêvan, 1975.

3. “Edebîyeta neteweyî û pevgirêdanên edebîyetê”. Yêrêvan, 1985.

4. “Asoyên edebîyetê”. Yêrêvan, 1987.

5. “Têma dostanîya gelan di edebîyeta miletîyê da”, 1988.

6. “Pira dostanîyê”. Bakû, bi azirî, 1989.

7. “Bernameya xwendinê ji bo zimanên tirkî û azirî”. 1992.

8. “Nîzamî û edebîyeta gelên Rojhilatê”. Almata, 1995.

9. “Têkilîyên di navbera edebîyetan û pirsgirêkên wan”. Almata, 1996.

10. “Çarenûsa dîroka edebîyeta kurdî”. Almata, 1998.

11. “Kurd. Ênsîklopedîya biçûk”. Almata, 2001.

12. “Kurd”. Almata, 2003 /bi îngilîzî/.

13. “Edebîyeta kurdî li Qazaxistanê”. Almata, 2004.

14. “Zimanê kurdî bona dersxaneyên 2-5an“, Almata, 2006.

15. “Zimanê kurdî bona dersxaneyên 6-9an“, Almata, 2006.

16. “Alîkarîya mêtodîk ya zimanê kurdî (ji bo mamosteyên zimanê kurdî yên dersxaneyên 2-9)”. Almata, 2006.

17. “Kurd”. Brûksel, 2006, /bi flamanî/, Hollanda.

18. “Antolojîya dîrok û edebîyeta kurdan”. Almata /bi qazaxî/.

Kinyazê Îbrahîm çand û edebîyeta kurdî li ser bingehekê pêş xist. Ew bingeh aqilmendîya wî, zanebûna çend zimanan (ew bi kurmancî, azirî, tirkî, qazaxî, rûsî, ermenî, farisî zane), berhemên xalê wî Wezîrê Nadirî bûn ko mamostayê Ûnîvêrsîteya Yêrêvanê bû û nivîskarekî kurdan yê wan deman herî nav û deng bû ko pîêsa kurdî ya pêşin nivîsî bi sernavê “Reva jinê“. Wek ko ew dibêje, şairê kurdan yê mezin Hejar (Şerefkendî) tesîreke mezin li wî kir. Dema Hejar hatibû Ermenistanê û ji wir jî wê biçûya Azirbêcana Sovyet (Tewrêzê), Kinyaz wek wergervanê zimanê azirî pê ra çû, çend rojan bi hev ra mabûn. Wextê vegerê got: “Azirîya Mam Hejar wisa baş bû ko li wir karê min tunebû“. Li Qazaxistanê jî piştgir û mamostayên wî peyda bûn, wek akadêmîkê kurdan yê pêşin li cihanê Nadirê Kerem Nadîrov, birayê wî – mamostayê komarê yê emekdar, xanima wî – doktora kîmîyayê Helîma Emo, doktor, profêsor Ezîzê Zîya Bedirxan û gelekên din. Bi saya kar û barên van camêr û canikan gelê me li Qazaxistanê serbilind e û dibêje: “Xwedî-xudanên me li vî welatî hene“.

Niha jî, dema hinek kurdên me dixwezin ji Ermenistanê, Azirbêcanê, Gurcistanê derkevin herin welatekî din, lê nikarin biryarê bidin ka herine ku, hinek ji wan dibêjin: “Em herine Qazaxistanê, Kinyazê me li wir e, wê alî me bike“. Û ew rast derdikevin. Ez zanim ko çend malên kurdên êzdî jî ji Ermenistanê çûne Qazaxistanê û Kinyaz li wan xwedî derketîye.

Gelek caran ez ji hinek kurdan dibihêm: “Ka ez bi tenê ji bo miletê xwe çi dikarim bikim?”. Kesên wisa bira çav bidine Kinyaz, eger nikaribin wek wî bin, wê karekî nêzîkî karê wî bikin. Kinyazê ko zimanê malê kurdî ye (pênc zarokên wî hene), xewnên wî, sitiran û reqasên wî bi kurdî ne. Ew ji bo wan kurdên Kurdistana Bakur dikare bibe nimûne ko dibêjin: “Bira zarokên me tirkî hîn bibin û tirkî biaxivin ko bikaribin di paşdemê da ji xwe ra karekî bibînin“. Kesên wisa bira bizanibin, ka ew çawan e ko zimanê Kinyaz yê malê û zimanê rojane kurdî ye û dersan dide tirkan ko ew jî paşê dibin doktor? Hinek kurdên Bakur jî dibêjin: “Me gelek zor û zulmkarî dîtîye, lema kurdîya me ne xurt e“. Bira ew kes bizanibin ko malbeta Kinyaz di destpêka sedsalê da ji welatê xwe – Kurdistanê mecbûr ma mihacirî Ermenistanê bû, paşê Stalîn bi destî zorê ew sirgûnî Asîya Navîn kir, dû gelek salan ra ew careke din vegerîyane Ermenistanê û paşê jî carek din mihacirî Qazaxistanê bûne. Ev hemû tu tesîr li ser kurdîya wî û kurdbûna wî ne kir. Wek em dibînin, Kinyaz bi nimûneya xwe va wan fikirên şaş yên kurdên Bakur “dide bêrîyê“ û pûç derdixe.

Kinyazê Îbrahîm helbestan jî dinivîse, xuya ye wek edebîyethiz, ne wek şair. Çarxeteke wî ha ye:

***

Berê xwe bide çîyan
Bilincîyan bibînî,
Pişta xwe nede tavê,
Tuyê sîya xwe bibînî.

Bi bawerîya min, eger merî berê xwe bide Kinyaz, wek ko meriv berê xwe bide çiyakî.

-----------------------------------
Nivîskar: TÊMURÊ XELÎL temur_xelil@hotmail.com
Weşandin: 2012-05-10
Xwendin: 5792
 

KOLUMNÊN BERÊ   
Şebabê Egît nabe Şeroyê Biro û ez jî nabim ”heval” (2016-08-17)
Careke din ser alfabeya kurdî-latînî (2016-04-24)
Xwedêyo, tu me ji dewletnexwezan biparêzî! (2016-01-27)
Êzdîbûna kurdan ji Kurdistanê zêdetir zirarê dide Ermenistanê (2015-06-29)
Xwezî kurd di hindava dijminên xwe de wek ermenîyan bûna (2015-04-18)
Kovara ”Wêje û rexne” ji rexneyan hiz nake (2014-12-14)
Kurdên resen bûn kurdên reben (2014-10-16)
Xwedîyê kurmancîya dewlemend (2014-09-17)
Bira haya we ji zaneyên nezan hebe (2014-08-12)
Çima tirkî li ber dilê hinek kurdan ezîz e (2014-06-15)
Stranên Karapêtê Xaço dikaribûn nebûna milkê gelê kurd (2014-04-07)
Ew ji xizmetkirina bo gelê xwe lezetê dibîne (2014-02-06)
Pirtûkeke Kemal Tolan li ser êzdayetîyê (2013-12-29)
Kadroyên têlêvîzyonên kurdî li ser çi bingehî tên hilbijartin (2013-08-15)
Gêorgîyê Xudo serbilindîya Ermenistanê û kurdan bû (2013-05-27)
Em û ermenî bi şûrekî hatine birîndar kirin – ji bo bîranîna gelkujîya ermenîyan (2013-04-24)
Neyariya di kirasê welatparêzîyê da (2013-02-23)
Îvanê Omer Farîzov – mêrxasê binavûdeng lê bê nav û bê deng (2013-01-18)
Kurdistana Sor (2012-11-22)
Cegerxwîn derheqa êzîdîyan û dînê êzîdîtîyê da (2012-10-28)
NERÎNGEH
 
[kitêb] Sun Zî: Hunera şer (2016-04-21)
Ismail Beşikçi ji kurdan re li ser ermeniyan semînerek da (2013-09-28)
Kurdistan berî serxwebûna siyasî ”serxwebûna petrolê” û ekonomîk îlan dike (2012-05-21)
Tewanga navdêrên zimanê kurdî (2009-02-08)
Umît Firat dibêje navnîşana çareserîya pirsa kurd ne PKK ye (2008-11-11)
Hêro Talebanî: Min nedixwest Mam Celal bibe serokkomarê Iraqê [foto] (2007-05-10)
Alfabeya kurdî-latînî ji bo zimanê kurdî ji alfabeya kurdî-erebî minasibtir e (2005-11-02)
fjrigjwwe9r0TabArticles:ArticleHeadline
vv9v8v09fq:TabArticles:4;8;12;14;17;19;21;22;23;24;28;29;30;31;32;40;41;43;44;46;48;49;51;52;53;54;55;56;58;60;62;63;64;65;66;67;69;71;72;74;75;76;77;78;79;80;81;82;84;85;86;90;91;92;94;95;96;97;98;100;102;103;104;105;106;107;109;110;111;112;113;114;115;116;117;118;119;120;121;122;123;124;125;126;127;128;129;130;131;132;133;134;136;137;138;139;140;141;142;143;144;145;146;147;149;150;151;152;153;155;157;158;159;160;163;164;165;166;167;168;169;170;171;172;173;174;175;176;178;179;180;181;182;183;184;185;186;187;188;189;190;191;192;193;194;195;196;197;198;199;200;202;203;204;205;206;207;208;209;210;211;212;213;214;215;216;217;218;219;221;222;223;224;225;226;227;228;229;230;231;232;233;234;235;236;237;238;239;240;241;242;243;244;245;246;247;248;249;250;251;253;254;255;256;257;258;259;260;261;262;263;264;265;266;267;268;269;270;271;272;273;274;275;276;277;278;279;280;281;282;283;284;285;286;287;288;289;290;291;293;294;295;296;297;298;301;302;303;304;305;306;307;308;309;310;311;312;313;314;315;316;317;318;319;320;321;322;323;324;325;326;327;328;329;330;331;332;333;334;335;336;337;338;339;340;341;342;343;344;345;346;347;348;349;350;351;352;353;354;355;356;357;358;359;360;361;362;363;364;365;366;367;368;369;370;371;372;373;374;375;376;377;378;379;380;381;382;383;384;385;386;387;388;389;391;392;393;394;395;396;398;399;400;401;402;403;404;405;406;407;408;409;410;411;412;413;414;415;416;417;418;419;420;421;422;423;424;425;426;427;428;429;430;431;432;433;434;435;436;437;438;439;440;441;442;443;444;445;446;447;448;449;450;451;452;453;454;455;457;458;459;460;461;462;463;464;465;466;467;468;469;470;471;472;473;474;475;476;477;478;479;480;481;482;483;484;485;486;487;488;489;491;492;493;494;495;496;497;498;499;500;501;502;503;504;505;506;507;508;509;510;511;512;513;514;515;516;517;518;519;520;521;522;523;524;525;526;527;528;529;530;531;532;533;534;535;536;537;538;539;540;541;542;543;544;545;546;547;548;549;550;552;553;554;555;556;557;558;559;560;561;562;563;564;565;566;567;568;569;570;571;572;573;574;575;576;577;578;579;580;581;582;583;584;585;586;587;588;589;590;591;592;593;594;595;596;597;598;599;600;601;602;603;604;605;606;607;608;609;610;611;612;614;615;616;617;618;619;620;621;622;623;624;625;626;627;628;629;630;631;632;633;634;635;636;637;638;639;640;641;642;643;644;645;646;647;648;649;650;651;652;653;654;655;656;657;658;659;660;661;662;663;664;665;666;667;668;669;670;671;672;673;674;675;676;677;678;679;680;681;682;683;684;685;686;687;688;689;690;691;692;693;694;695;696;697;698;699;700;701;702;703;704;705;706;707;708;709;710;711;712;713;714;715;716;717;718;719;721;722;723;724;725;726;727;728;729;730;731;732;733;734;735;736;738;740;741;742;743;744;745;746;747;748;749;750;751;752;753;755;756;757;758;759;760;761;762;763;764;765;766;767;768;769;770;771;773;775;776;777;778;779;780;781;782;783;784;785;786;787;788;789;790;791;792;793;794;795;796;798;799;800;801;802;803;804;805;806;807;808;809;810;811;812;813;814;815;816;817;818;819;820;821;822;823;824;825;826;827;828;829;830;831;832;833;834;835;836;837;838;839;840;841;842;843;844;845;846;847;848;849;850;851;852;853;854;855;856;857;858;859;860;861;862;863;864;865;866;867;868;869;870;871;872;873;874;875;876;877;878;879;880;881;882;883;884;885;886;887;888;889;890;891;892;893;894;895;896;897;898;899;900;901;902;903;904;905;906;907;908;909;910;911;912;913;914;915;916;917;918;919;920;921;922;923;924;925;926;927;928;929;930;931;932;933;934;935;936;937;938;939;940;941;942;943;944;945;946;947;948;949;950;951;952;953;954;955;956;957;958;959;960;961;962;963;964;965;966;967;968;969;970;971;972;973;974;975;976;977;978;979;980;981;982;983;984;985;986;987;988;989;990;991;992;993;994;995;996;997;998;999;1000;1001;1002;1003;1004;1005;1006;1007;1009;1010;1011;1012;1013;1014;1015;1016;1017;1018;1019;1020;1021;1022;1023;1024;1025;1026;1027;1028;1029;1030;1031;1032;1033;1034;1035;1036;1037;1038;1039;1040;1041;1042;1043;1044;1045;1046;1047;1048;1049;1050;1051;1052;1053;1054;1055;1056;1057;1058;1059;1060;1061;1062;1063;1064;1065;1066;1067;1068;1069;1070;1071;1072;1073;1074;1075;1076;1077;1078;1079;1080;1081;1082;1083;1084;1085;1086;1087;1088;1089;1090;1091;1092;1093;1094;1095;1096;1097;1098;1099;1100;1101;1102;1103;1104;1105;1106;1107;1108;1109;1110;1111;1112;1113;1114;1115;1116;1117;1118;1119;1120;1121;1122;1123;1124;1125;1126;1127;1128;1129;1130;1131;1132;1133;1134;1135;1136;1137;1138;1139;1140;1141;1142;1143;1144;1145;1146;1147;1148;1149;1150;1151;1152;1153;1154;1155;1156;1157;1158;1159;1160;1161;1162;1163;1164;1165;1166;1167;1168;1169;1170;1171;1172;1173;1174;1175;1176;1177;1178;1179;1180;1181;1182;1183;1184;1185;1186;1187;1188;1189;1190;1191;1192;1193;1194;1195;1196;1197;1198;1199;1200;1201;1202;1203;1204;1205;1206;1207;1209;1210;1211;1212;1213;1214;1215;1216;1217;1218;1219;1220;1221;1222;1223;1224;1225;1226;1227;1228;1229;1230;1231;1232;1233;1234;1235;1236;1237;1238;1239;1240;1241;1242;1243;1244;1245;1246;1247;1248;1249;1250;1251;1252;1253;1254;1255;1256;1257;1258;1259;1260;1261;1262;1263;1264;1265;1266;1267;1268;1269;1270;1271;1272;1273;1274;1275;1276;1277;1278;1279;1280;1281;1282;1283;1284;1285;1286;1287;1288;1289;1290;1291;1292;1293;1294;1295;1296;1297;1298;1299;1300;1301;1302;1303;1304;1305;1306;1307;1308;1309;1310;1311;1312;1313;1314;1315;1316;1317;1318;1319;1320;1321;1322;1323;1324;1325;1326;1327;1328;1329;1330;1331;1332;1333;1334;1335;1336;1337;1338;1339;1340;1341;1342;1343;1344;1345;1346;1347;1348;1349;1350;1351;1352;1353;1354;1355;1356;1357;1358;1359;1360;1361;1362;1363;1364;1365;1366;1367;1368;1369;1370;1371;1372;1373;1374;1375;1376;1377;1378;1379;1380;1381;1382;1383;1384;1385;1386;1387;1388;1389;1390;1391;1392;1393;1394;1395;1396;1400;1401;1402;1403;1404;1405;1406;1407;1408;1409;1411;1412;1413;1414;1415;1416;1417;1418;1419;1420;1421;1422;1423;1424;1425;1426;1427;1428;1429;1430;1431;1432;1433;1434;1435;1436;1437;1438;1439;1440;1441;1442;1443;1444;1445;1446;1447;1448;1449;1450;1451;1452;1453;1454;1455;1456;1457;1458;1459;1460;1461;1462;1463;1464;1465;1466;1467;1468;1469;1470;1471;1472;1473;1474;1475;1476;1477;1478;1479;1480;1481;1482;1484;1485;1486;1487;1488;1489;1490;1491;1492;1493;1494;1495;1496;1497;1498;1499;1500;1502;1503;1504;1505;1506;1507;1508;1510;1511;1512;1513;1514;1515;1516;1517;1518;1519;1520;1521;1522;1523;1524;1525;1526;1527;1528;1529;1530;1531;1532;1533;1534;1535;1536;1537;1538;1539;1540;1541;1542;1543;1544;1545;1546;1547;1548;1549;1550;1551;1552;1553;1555;1556;1557;1558;1559;1560;1561;1562;1563;1564;1565;1566;1567;1568;1569;1570;1571;1572;1573;1574;1575;1576;1577;1578;1579;1580;1581;1582;1583;1584;1585;1586;1587;1588;1589;1590;1591;1592;1593;1594;1596;1597;1598;1599;1600;1601;1602;1605;1606;1607;1608;1609;1610;1611;1612;1613;1614;1615;1616;1617;1618;1619;1620;1621;1622;1623;1624;1625;1627;1628;1629;1630;1631;1632;1633;1634;1635;1636;1637;1638;1639;1640;1641;1642;1643;1644;1645;1646;1647;1648;1649;1650;1651;1652;1653;1654;1655;1656;1657;1658;1659;1660;1661;1662;1663;1664;1665;1666;1667;1668;1669;1670;1671;1672;1673;1674;1675;1676;1677;1678;1679;1680;1681;1682;1683;1684;1685;1686;1687;1688;1689;1690;1691;1692;1693;1694;1695;1696;1697;1698;1699;1700;1701;1702;1703;1704;1705;1706;1707;1708;1709;1710;1711;1712;1713;1714;1715;1716;1717;1718;1719;1720;1721;1722;1723;1724;1725;1726;1727;1728;1729;1730;1731;1732;1733;1734;1735;1736;1737;1738;1739;1740;1741;1742;1743;1744;1745;1746;1747;1748;1749;1750;1751;1752;1753;1754;1755;1756;1757;1758;1759;1760;1761;1762;1763;1764;1765;1766;1767;1768;1769;1770;1771;1772;1773;1774;1775;1776;1777;1778;1779;1780;1781;1782;1783;1784;1785;1786;1787;1788;1789;1790;1791;1792;1793;1794;1795;1796;1797;1798;1799;1800;1801;1802;1803;1804;1805;1806;1807;1808;1809;1810;1811;1812;1813;1814;1815;1816;1817;1818;1819;1820;1821;1822;1823;1824;1825;1826;1827;1828;1829;1830;1831;1832;1833;1834;1835;1836;1837;1838;1839;1840;1841;1842;1843;1844;1845;1846;1847;1848;1849;1850;1851;1852;1853;1854;1855;1856;1857;1858;1859;1860;1861;1862;1863;1864;1865;1866;1867;1868;1869;1870;187Ferqa di nêvbera »ko«, »ku« û »kû« de (2005-05-19)
fjrigjwwe9r0TabArticles:ArticleHeadline
Xewna Mesûd Barzanî ji başûrê Kurdistanê mezintir e (2005-02-07)
 
REKLAM


KOLUMNÎST
Şebabê Egît nabe Şeroyê Biro û ez jî nabim ”heval”
Tolstoy û xelata Nobelê
Kurdistaneka serbixwe û [ne]cida
Heşt rojên şerê xendekê – I
Em û felsefe
Hilbijartinên Kurdistanê ez şok kirim
© 1997–2024 www.nefel.com  |  E-poste: info@nefel.com  |  Powered by Medesoft.org