[ ÎNÊ, 2024-03-29 ]   [ BIKE MALPERA DESTPÊKÊ ]   [ BÊXE NÊV BIJAREYAN ]   [ KONTAKT ]   [ INFO ]   [ LÊGERÎN & ARŞÎV ]  
DESTPÊK
Nûçe
Nivîsar
Kulturmagazîn
Hevpeyvîn
Kolumnîst
Ewrokurd
E-Pirtûk
Lîteratûr
Ziman
Muzîk
Foto
Lînk
E-POSTEYA TE
  Nav (Username)  
   
  Þîfre (Password)  
   
   
     
   »E-posteyeka nû
 bo xwe qeyd bike
 
REKLAM


KOLUMNÎST 
Çend îdyomên di berhema "Ferhenga kurdî-rûsî ya frazêologî" da çapbûyî
SWÊD, 26/12 2010 — Wek gelek pirtûkên hêja, ev pirtûka delal ya profêsor Maksîmê Xemo jî bi hin sebeban ne gihîştîye gelê me, ne bûye milkê hemû kurdan. Sebebên sereke jî dudu bûne:

1. Me kar û barê weşanê piranî bi kurdîya tîpên kirîlî kirîye; 2. Sînor û gelek astengên mayîn usa kiribûn, ko haya me û kurdên Kurdistanê, an jî yên Awropayê ji hev an tunebû, an jî gelek kêm bû. Lê kesê ko gelek bixwesta, ji sînor jî derbaz dibû, asteng jî li ser riya xwe dida hilanîn. Û kesên usa ne zêde bûn. Bi weşandina evê gotarê ez dixwezim valahîyekê dagirim.

Ji şikberîyê der e, ko pirtûkeke awa giranbuha û mezin da, ko tê da weke 8 hezar îdyomên kurdî hene, dikarin çend kêmanî, têberdan, şaşî jî hebin û sererastkirina wan dikare tenê karê bide.

Ev şaşîyên ezê li jêrê destnîşan bikim, tenê bîr û bawerîyên min in, ew jî ne wek zaneyê vî karî, lê wek xwendevanekî.

Ezê li jêr wan îdyom () û şirovekirinên xudanê pirtûkê (bi herfên îtalîk) raberî we bikim, wek ko di pirtûkê da ronahî dîtine û bi bawerîya min bi kêmanî ne, dû ra jî ezê fikrên xwe ser wan kêmanîyan bêjim (bi herfên sade).

B-298 da (hevoka ko bi herfa B destpê dibe û di jimara 298a da ne) îdyoma Bî man awa hatîye şirovekirinê: 1. Heta niha qîz e, mêr ne kirîye, di mal da maye. 2. Ewa ko zara nayne; ber nade (derheqa daran da).

Lê gotina tenê wan jina ra (ne keç û qîzan ra) tê gotinê, yên ko berê mêr kirine û mêrê wan an mirîye, an jî hev berdane. Û gotina jinebî jî bi xwe evê rastîyê îzbat dike. Ango, tenê jin (lê ne ko qîz an keç) dikare bî be.Ya dudan jî, ne şert e, ko zaran nayne, dibe zarokên wê jî hene.

B-436. Bûn hîva bin ewir. Undabûn, xuyanekirin.

Ev fikra dixweze bêje, ko hin kes di zû da xuya nabin, nayên-naçin. Lê piştî demeke dirêj hatine, an jî wê bên. Ji ber ko gava hîv di bin ewiran da dimîne, zû-dereng dertê, unda nabe û xuya dibe.

D-140(1)a. Devê te çawa digere! Tu zêdezimanîya dikî!

Şirovekirina wê ne tam e. Ev fikra ji wî merivî ra dibêjin, yê ko bi neheqî yekî xeyîdandîye, bêhurmet kirîye, ew êşandîye, bêy ko ew layîqî wan gotinên ne li rê be.

D-302. Destê vala danîn ser zikê birçî. Hîç tiştekî yekî nema.

Ji wan kesan ra tê gotinê, ko bêkar in, eware ne, tiştpênebûyî ne, beredayî ne, ango kar nakin (destê vala), ji ber wê jî rewşa wan ya aborî xirab e (zikê birçî).

D-476. Dilê flankesê bûye kevir. Yek pir xeyîdîye, aciz bûye.

Ev gotin jî ji merivên dibûrî ra tê gotinê, ko dema piştî demeke dirêj merivên xwe yên nêzîk nabînin, îdî hew bêrîya wan dikin; çûyîn-hatin tune, qesta hev nakin, hev napirsin û h.w.d.

J-31. Ji vira neçim! Sondxwerina bi îzbat, ango gotinên xwe bi sondê testîq dike.

Bi bawerîya min, ev bersîv nivîşkan e. Ji vira neçim tê mena, ko ez hema li vira bimrim, îdî hew bikaribim di cîkî da herim.

N-100. Nanê bavê flankesê mezin bû. Bextê yekî lê xist, şansê wî hebû.

Tenê perçekî vê îdyomê rast hatîye şirovekirinê, ew jî perçekî biçûk. Ev fikir tê wê maneyê, ko bavê yekî di jîyana xwe da gelek qencî li xelqê kirîye, wana xwedî kirîye, bi nan û av kirîye, gelek qurban daye, ji ber wê jî di dema qezîyakê, belayekê tişt ne hate serê kurê wî, ew jê xilaz bû.

N-210. Nigê flankesê ji erdê qetîyan. Bawerîya xwe unda kir, bê hêvî ma.

Ji vê îdyomê ez fêm dikim, ko yekî ji xwe ra hespek (di demên meda - erebeyek) kirîye, îdî hew peya digere, lingê wî li erdê nakeve.

X-39. Xêra xwedêye. Her tişt pir e, qusûr tune (derheqa jîyana têr û tije da).
Ew kes vê fikrê bi kar tîne, gava wî, an jî kesekî din xezneyek dîtîye, an jî tiştê ketîye destê wan, keda wan tê da tune.

X-370. Xwera nabînin. Pê ra nagihînin, wextê wan tune.

Ji wan merîya ra awa tê gotinê (an jî merî bi xwe ji xwe ra dibêje), ko hewasa wî tune wî tiştî bike, tembelîyê dike, naxweze ji cîyê germ û nerm here cîkî dinê, an jî dest ji rehetîya xwe bikişîne û karekî mayîn bike.

Ç-66. Çûn pêşîya flankesê. Berbi yekî va çûn, ew qebûl kirin.

Ez bawer im, ko gelek kes hene, ko wê bêjin xudanê pirtûkê rast şirovekirîye, ji ber ko di nav milet da usa tê gotinê. Lê di vê gotinê da ez usa fêm dikim, ko kesek çû bi yekî ra şer bike, riya wî bibire, bela xwe tê de, bibezê û h.w.d. Lê ew fikra ko çûn pêşîya mêvanekî bona bînine malê, ji wê ra tê gotin Pêşîya wî da çûn.

F-39. Firnê flankesêra anîn. Ceza kirin, ji heqê wî hatine der.
Ç-115. Çevê flankesêra hat. Kesê ko ceza heq kiribû, ji ber ko zirar dabû yekî.

Şirovekirina van îdyoma rast e, lê nîvcî ye, ne temam e. Ev gotin ji wan kesan ra jî tê gotinê, ko ji bo karekî heqê xwe (pere, meaş) sitendibûn, lê ziyana ji kar sitendî ji heqîyata ko dabûn wan zêdetir bû. Ango, wek nimûne, di dema kar kirine, pişt ra nexweş ketine û perê sitendî, hela dibe zêde jî, dane ji bo xwe qenc bikin. An jî piştî dane xebatê û heqê wan dane, çend seheta, an jî çend roja mecbûr kirine bê pere û bê meaş kar bikin.

Di pirtûkê da çend îdyom hene, ko ji ermenî derbazî nav me bûne. Ji bo nimûnê:

J-125. Ji şarkê der. 1. Pir, bêhesab gelek. 2. Ji kar hatîye avîtin.

B-522. Bi sark û sûrk. Bi ciddî, bi tivdîr û hazirî.

K-123. Kirin pêtrank. Pê kenîyan, henekê xwe kirin. 2. Rûreş kirin, kirine robet.

Ev hersê îdyom jî ji ermenî derbazî nav kurdên Ermenîstanê bûne. Ne temamî be jî, di nav milet da tê gotin, lê nayê wê menê, ko ew gerekê bikeve di nav pirtûkeke zanyarî da jî.

Evana jî ji tirkî û erebî derbaz bûne:

Î-12. Îçin nade ser bîçin.

W-32. Weleh ezîm, bileh kerîm.

K´-265. Kûçe çap kirin. 1. Kesên ko ji bêkarîyê li ceda digerin. 2. Rêyeke dirêj bi meşê çûn.

M-184. (Ay) min çi gotîye! Eferim! Gotineke usan e, ko an ew tişt û ew kirin bi dilê wî ne, an jî matmayî dimîne.

N-47. Nava datînin ser flankesê. (M). 1. Derheqa yekî da deng û basên xirab bela dikin. 2. Nasnavekî li yekî dikin.

Hersê îdyomên berî van, gotinên wan da xeberên ermenî hebûn, lê van hersêyan da gotin kurdî ne, lê fikira wan bi ermenî ye, an jî bi kêmanî, ne kurdî ne.

Pirtûkê da gelek navên ko gerekê bi herfên mezin bihatana nivîsarê, bi herfên biçûk hatine nivîsar. Ji bo nimûnê, gotinên pira Seratê, çiyayê Cûdê, Îsa, Mûsa û h. w. d. (nimûne li jêr in):

N-144. Ne îsa lê dibe xweyî, ne mûsa.
H´-102a. Heta ser pira seratê.
Ç-148. Çîyayê cûdê.

Tesîra zimanên mayîn li ser hinek îdyomên dinê jî hene, wek:

B-354. Buxdan avîtin ser flankesê.
S-91. Ser flankesê, flan tiştî kenîyan.

Li van hevokan da gotinên ser zêde ne, ne gorî qanûnên zimanê kurdî ne. Tê gotin, Buxdan avîtine flankesê; li flankesê kenîyan.

Di hêla rastnivîsandinê jî şaşî hene. Kurdên Sovyetistana berê hemû nivîsên xwe gerekê gorî rastnivîsandina rojnameya "Rya teze" binivîsandana. Lê xudanê pirtûkê usa nekirîye û hinek cîyan gorî rastnivîsandina Bedirxanîyan kirîye, hin cara jî qanûnên ko wî ji ber xwe derxistine bi kar anîye (ji bo nimûne, herfa ê, ko me di destpêka gotinê da bi awakî dinivîsand, di navberê û dawîyê da bi awakî mayîn, wî her bi awakî nivîsîye, wek e). Ji bo nimûne: bi kurdîya kirîlî ha ye: эвар (êvar) û дeр (dêr).

R-157. Rûyê roê kulekêra dibînin.

Li vir di gotina rûyê da herfa y ketîye di navbera û û ê, lê di gotina roê da navbera o û ê da y tune. Ango, di eynî hevokê da him rastnivîsandina "Rya teze", him jî ya Bedirxanîyan bi kar anîye. Her yek di hindava xwe da rast e, lê şaşî di wê da ne, ko ew herdu gotin ne bi awakî ne.

Em zanin, ko gotinên şabûn û şa bûn; nexweş û ne xweş; neyar û ne yar û h.w.d. bi fikra xwe ji hev pir cuda ne, lê di vê pirtûkê da herdu cûre ji bi awakî-tevayî hatine nivîsar.

Hinek cîya qismên nêr û mê hatine tevhevkirinê. Ji bo nimûnê:

H´-17. Ne malekêne, halekêne.

Di vir da gotina mal qismê ye, lê hal - nêr e. Ango - malekê, halekî.

Hinek cîyan jî qanûnên zanyarîyê daye bin piyê xwe. Îdyoma M-111a. Mîna erebê çev penîrê ter keve da şaşî ew e, ko milet dewsa gotina ereb gotina file bi kar tîne. Lê xudanê pirtûkê seba xatirê "dostanîya" bi ermenîya ra, bi serî xwe bi zargotina me ra lîstîye.

Dema ji pirtûkên kurdî çavkanî bi kar anîne, gotinên xudanên pirtûkê ne wek wan, lê wek xwe nivîsîne. Ji bo nimûnê: di îdyoma 172. Neynok tuneye xwe pê bixurîne (QC), xudanê pirtûkê Xelîl Mûradov di pirtûka xwe ya "Qisê cimetê" da neynûk nivîsîye, ne ko neynok.

Gelek kes hene, ko bi kurdî şaş dipeyîvin û bona xwe efû bikin, dibêjin, ko flan gotin di nav milet da heye, an jî bi kêmanî, dibêjin di herêma me da heye. Ez bawer dikim, ko usan e, lê nayê wê maneyê ko rast e, kurdî ye. Ji ber ko dibe di nav milet da, an jî herêmekê da hebe, heta dikare biqewime çend mîlyon kurd jî flan an bêvan gotinê (gotina şaş) bi kar bînin, lê nayê wê maneyê ko rast e, ji ber ko ew gotin di zimanê kurdî da tune.

-----------------------------------
Nivîskar: TÊMÛRÊ XELÎL temur_xelil@hotmail.com
Weşandin: 2010-12-26
Xwendin: 8832
 

KOLUMNÊN BERÊ   
Şebabê Egît nabe Şeroyê Biro û ez jî nabim ”heval” (2016-08-17)
Careke din ser alfabeya kurdî-latînî (2016-04-24)
Xwedêyo, tu me ji dewletnexwezan biparêzî! (2016-01-27)
Êzdîbûna kurdan ji Kurdistanê zêdetir zirarê dide Ermenistanê (2015-06-29)
Xwezî kurd di hindava dijminên xwe de wek ermenîyan bûna (2015-04-18)
Kovara ”Wêje û rexne” ji rexneyan hiz nake (2014-12-14)
Kurdên resen bûn kurdên reben (2014-10-16)
Xwedîyê kurmancîya dewlemend (2014-09-17)
Bira haya we ji zaneyên nezan hebe (2014-08-12)
Çima tirkî li ber dilê hinek kurdan ezîz e (2014-06-15)
Stranên Karapêtê Xaço dikaribûn nebûna milkê gelê kurd (2014-04-07)
Ew ji xizmetkirina bo gelê xwe lezetê dibîne (2014-02-06)
Pirtûkeke Kemal Tolan li ser êzdayetîyê (2013-12-29)
Kadroyên têlêvîzyonên kurdî li ser çi bingehî tên hilbijartin (2013-08-15)
Gêorgîyê Xudo serbilindîya Ermenistanê û kurdan bû (2013-05-27)
Em û ermenî bi şûrekî hatine birîndar kirin – ji bo bîranîna gelkujîya ermenîyan (2013-04-24)
Neyariya di kirasê welatparêzîyê da (2013-02-23)
Îvanê Omer Farîzov – mêrxasê binavûdeng lê bê nav û bê deng (2013-01-18)
Kurdistana Sor (2012-11-22)
Cegerxwîn derheqa êzîdîyan û dînê êzîdîtîyê da (2012-10-28)
NERÎNGEH
 
[kitêb] Sun Zî: Hunera şer (2016-04-21)
Ismail Beşikçi ji kurdan re li ser ermeniyan semînerek da (2013-09-28)
Kurdistan berî serxwebûna siyasî ”serxwebûna petrolê” û ekonomîk îlan dike (2012-05-21)
Tewanga navdêrên zimanê kurdî (2009-02-08)
Umît Firat dibêje navnîşana çareserîya pirsa kurd ne PKK ye (2008-11-11)
Hêro Talebanî: Min nedixwest Mam Celal bibe serokkomarê Iraqê [foto] (2007-05-10)
Alfabeya kurdî-latînî ji bo zimanê kurdî ji alfabeya kurdî-erebî minasibtir e (2005-11-02)
fjrigjwwe9r0TabArticles:ArticleHeadline
vv9v8v09fq:TabArticles:4;8;12;14;17;19;21;22;23;24;28;29;30;31;32;40;41;43;44;46;48;49;51;52;53;54;55;56;58;60;62;63;64;65;66;67;69;71;72;74;75;76;77;78;79;80;81;82;84;85;86;90;91;92;94;95;96;97;98;100;102;103;104;105;106;107;109;110;111;112;113;114;115;116;117;118;119;120;121;122;123;124;125;126;127;128;129;130;131;132;133;134;136;137;138;139;140;141;142;143;144;145;146;147;149;150;151;152;153;155;157;158;159;160;163;164;165;166;167;168;169;170;171;172;173;174;175;176;178;179;180;181;182;183;184;185;186;187;188;189;190;191;192;193;194;195;196;197;198;199;200;202;203;204;205;206;207;208;209;210;211;212;213;214;215;216;217;218;219;221;222;223;224;225;226;227;228;229;230;231;232;233;234;235;236;237;238;239;240;241;242;243;244;245;246;247;248;249;250;251;253;254;255;256;257;258;259;260;261;262;263;264;265;266;267;268;269;270;271;272;273;274;275;276;277;278;279;280;281;282;283;284;285;286;287;288;289;290;291;293;294;295;296;297;298;301;302;303;304;305;306;307;308;309;310;311;312;313;314;315;316;317;318;319;320;321;322;323;324;325;326;327;328;329;330;331;332;333;334;335;336;337;338;339;340;341;342;343;344;345;346;347;348;349;350;351;352;353;354;355;356;357;358;359;360;361;362;363;364;365;366;367;368;369;370;371;372;373;374;375;376;377;378;379;380;381;382;383;384;385;386;387;388;389;391;392;393;394;395;396;398;399;400;401;402;403;404;405;406;407;408;409;410;411;412;413;414;415;416;417;418;419;420;421;422;423;424;425;426;427;428;429;430;431;432;433;434;435;436;437;438;439;440;441;442;443;444;445;446;447;448;449;450;451;452;453;454;455;457;458;459;460;461;462;463;464;465;466;467;468;469;470;471;472;473;474;475;476;477;478;479;480;481;482;483;484;485;486;487;488;489;491;492;493;494;495;496;497;498;499;500;501;502;503;504;505;506;507;508;509;510;511;512;513;514;515;516;517;518;519;520;521;522;523;524;525;526;527;528;529;530;531;532;533;534;535;536;537;538;539;540;541;542;543;544;545;546;547;548;549;550;552;553;554;555;556;557;558;559;560;561;562;563;564;565;566;567;568;569;570;571;572;573;574;575;576;577;578;579;580;581;582;583;584;585;586;587;588;589;590;591;592;593;594;595;596;597;598;599;600;601;602;603;604;605;606;607;608;609;610;611;612;614;615;616;617;618;619;620;621;622;623;624;625;626;627;628;629;630;631;632;633;634;635;636;637;638;639;640;641;642;643;644;645;646;647;648;649;650;651;652;653;654;655;656;657;658;659;660;661;662;663;664;665;666;667;668;669;670;671;672;673;674;675;676;677;678;679;680;681;682;683;684;685;686;687;688;689;690;691;692;693;694;695;696;697;698;699;700;701;702;703;704;705;706;707;708;709;710;711;712;713;714;715;716;717;718;719;721;722;723;724;725;726;727;728;729;730;731;732;733;734;735;736;738;740;741;742;743;744;745;746;747;748;749;750;751;752;753;755;756;757;758;759;760;761;762;763;764;765;766;767;768;769;770;771;773;775;776;777;778;779;780;781;782;783;784;785;786;787;788;789;790;791;792;793;794;795;796;798;799;800;801;802;803;804;805;806;807;808;809;810;811;812;813;814;815;816;817;818;819;820;821;822;823;824;825;826;827;828;829;830;831;832;833;834;835;836;837;838;839;840;841;842;843;844;845;846;847;848;849;850;851;852;853;854;855;856;857;858;859;860;861;862;863;864;865;866;867;868;869;870;871;872;873;874;875;876;877;878;879;880;881;882;883;884;885;886;887;888;889;890;891;892;893;894;895;896;897;898;899;900;901;902;903;904;905;906;907;908;909;910;911;912;913;914;915;916;917;918;919;920;921;922;923;924;925;926;927;928;929;930;931;932;933;934;935;936;937;938;939;940;941;942;943;944;945;946;947;948;949;950;951;952;953;954;955;956;957;958;959;960;961;962;963;964;965;966;967;968;969;970;971;972;973;974;975;976;977;978;979;980;981;982;983;984;985;986;987;988;989;990;991;992;993;994;995;996;997;998;999;1000;1001;1002;1003;1004;1005;1006;1007;1009;1010;1011;1012;1013;1014;1015;1016;1017;1018;1019;1020;1021;1022;1023;1024;1025;1026;1027;1028;1029;1030;1031;1032;1033;1034;1035;1036;1037;1038;1039;1040;1041;1042;1043;1044;1045;1046;1047;1048;1049;1050;1051;1052;1053;1054;1055;1056;1057;1058;1059;1060;1061;1062;1063;1064;1065;1066;1067;1068;1069;1070;1071;1072;1073;1074;1075;1076;1077;1078;1079;1080;1081;1082;1083;1084;1085;1086;1087;1088;1089;1090;1091;1092;1093;1094;1095;1096;1097;1098;1099;1100;1101;1102;1103;1104;1105;1106;1107;1108;1109;1110;1111;1112;1113;1114;1115;1116;1117;1118;1119;1120;1121;1122;1123;1124;1125;1126;1127;1128;1129;1130;1131;1132;1133;1134;1135;1136;1137;1138;1139;1140;1141;1142;1143;1144;1145;1146;1147;1148;1149;1150;1151;1152;1153;1154;1155;1156;1157;1158;1159;1160;1161;1162;1163;1164;1165;1166;1167;1168;1169;1170;1171;1172;1173;1174;1175;1176;1177;1178;1179;1180;1181;1182;1183;1184;1185;1186;1187;1188;1189;1190;1191;1192;1193;1194;1195;1196;1197;1198;1199;1200;1201;1202;1203;1204;1205;1206;1207;1209;1210;1211;1212;1213;1214;1215;1216;1217;1218;1219;1220;1221;1222;1223;1224;1225;1226;1227;1228;1229;1230;1231;1232;1233;1234;1235;1236;1237;1238;1239;1240;1241;1242;1243;1244;1245;1246;1247;1248;1249;1250;1251;1252;1253;1254;1255;1256;1257;1258;1259;1260;1261;1262;1263;1264;1265;1266;1267;1268;1269;1270;1271;1272;1273;1274;1275;1276;1277;1278;1279;1280;1281;1282;1283;1284;1285;1286;1287;1288;1289;1290;1291;1292;1293;1294;1295;1296;1297;1298;1299;1300;1301;1302;1303;1304;1305;1306;1307;1308;1309;1310;1311;1312;1313;1314;1315;1316;1317;1318;1319;1320;1321;1322;1323;1324;1325;1326;1327;1328;1329;1330;1331;1332;1333;1334;1335;1336;1337;1338;1339;1340;1341;1342;1343;1344;1345;1346;1347;1348;1349;1350;1351;1352;1353;1354;1355;1356;1357;1358;1359;1360;1361;1362;1363;1364;1365;1366;1367;1368;1369;1370;1371;1372;1373;1374;1375;1376;1377;1378;1379;1380;1381;1382;1383;1384;1385;1386;1387;1388;1389;1390;1391;1392;1393;1394;1395;1396;1400;1401;1402;1403;1404;1405;1406;1407;1408;1409;1411;1412;1413;1414;1415;1416;1417;1418;1419;1420;1421;1422;1423;1424;1425;1426;1427;1428;1429;1430;1431;1432;1433;1434;1435;1436;1437;1438;1439;1440;1441;1442;1443;1444;1445;1446;1447;1448;1449;1450;1451;1452;1453;1454;1455;1456;1457;1458;1459;1460;1461;1462;1463;1464;1465;1466;1467;1468;1469;1470;1471;1472;1473;1474;1475;1476;1477;1478;1479;1480;1481;1482;1484;1485;1486;1487;1488;1489;1490;1491;1492;1493;1494;1495;1496;1497;1498;1499;1500;1502;1503;1504;1505;1506;1507;1508;1510;1511;1512;1513;1514;1515;1516;1517;1518;1519;1520;1521;1522;1523;1524;1525;1526;1527;1528;1529;1530;1531;1532;1533;1534;1535;1536;1537;1538;1539;1540;1541;1542;1543;1544;1545;1546;1547;1548;1549;1550;1551;1552;1553;1555;1556;1557;1558;1559;1560;1561;1562;1563;1564;1565;1566;1567;1568;1569;1570;1571;1572;1573;1574;1575;1576;1577;1578;1579;1580;1581;1582;1583;1584;1585;1586;1587;1588;1589;1590;1591;1592;1593;1594;1596;1597;1598;1599;1600;1601;1602;1605;1606;1607;1608;1609;1610;1611;1612;1613;1614;1615;1616;1617;1618;1619;1620;1621;1622;1623;1624;1625;1627;1628;1629;1630;1631;1632;1633;1634;1635;1636;1637;1638;1639;1640;1641;1642;1643;1644;1645;1646;1647;1648;1649;1650;1651;1652;1653;1654;1655;1656;1657;1658;1659;1660;1661;1662;1663;1664;1665;1666;1667;1668;1669;1670;1671;1672;1673;1674;1675;1676;1677;1678;1679;1680;1681;1682;1683;1684;1685;1686;1687;1688;1689;1690;1691;1692;1693;1694;1695;1696;1697;1698;1699;1700;1701;1702;1703;1704;1705;1706;1707;1708;1709;1710;1711;1712;1713;1714;1715;1716;1717;1718;1719;1720;1721;1722;1723;1724;1725;1726;1727;1728;1729;1730;1731;1732;1733;1734;1735;1736;1737;1738;1739;1740;1741;1742;1743;1744;1745;1746;1747;1748;1749;1750;1751;1752;1753;1754;1755;1756;1757;1758;1759;1760;1761;1762;1763;1764;1765;1766;1767;1768;1769;1770;1771;1772;1773;1774;1775;1776;1777;1778;1779;1780;1781;1782;1783;1784;1785;1786;1787;1788;1789;1790;1791;1792;1793;1794;1795;1796;1797;1798;1799;1800;1801;1802;1803;1804;1805;1806;1807;1808;1809;1810;1811;1812;1813;1814;1815;1816;1817;1818;1819;1820;1821;1822;1823;1824;1825;1826;1827;1828;1829;1830;1831;1832;1833;1834;1835;1836;1837;1838;1839;1840;1841;1842;1843;1844;1845;1846;1847;1848;1849;1850;1851;1852;1853;1854;1855;1856;1857;1858;1859;1860;1861;1862;1863;1864;1865;1866;1867;1868;1869;1870;187Ferqa di nêvbera »ko«, »ku« û »kû« de (2005-05-19)
fjrigjwwe9r0TabArticles:ArticleHeadline
Xewna Mesûd Barzanî ji başûrê Kurdistanê mezintir e (2005-02-07)
 
REKLAM


KOLUMNÎST
Şebabê Egît nabe Şeroyê Biro û ez jî nabim ”heval”
Tolstoy û xelata Nobelê
Kurdistaneka serbixwe û [ne]cida
Heşt rojên şerê xendekê – I
Em û felsefe
Hilbijartinên Kurdistanê ez şok kirim
© 1997–2024 www.nefel.com  |  E-poste: info@nefel.com  |  Powered by Medesoft.org