[ PÊNCŞEM, 2024-04-25 ]   [ BIKE MALPERA DESTPÊKÊ ]   [ BÊXE NÊV BIJAREYAN ]   [ KONTAKT ]   [ INFO ]   [ LÊGERÎN & ARŞÎV ]  
DESTPÊK
Nûçe
Nivîsar
Kulturmagazîn
Hevpeyvîn
Kolumnîst
Ewrokurd
E-Pirtûk
Lîteratûr
Ziman
Muzîk
Foto
Lînk
E-POSTEYA TE
  Nav (Username)  
   
  Þîfre (Password)  
   
   
     
   »E-posteyeka nû
 bo xwe qeyd bike
 
REKLAM


KOLUMNÎST 
Elfabeya pêşin, romana pêşin û romannivîsê pêşin
SWÊD, 26/5 2009 — Tiştên ecêb hene û tiştên ecêb xweş hene. Tiştê ecêb ew e ko romana kurdî ya pêşin ”Şivanê kurmanca” ko berî 74 salan bi qelema Erebê Şemo hatîye nivîsîn û îro ji wê belkî zêdeyî 10 liban jî ne mabûn, bi çapeke nû, teze bû milkê tevaya kurdan. Ew ji alîyê weşanxaneya Lîsê da van dawîyan hate çapkirin.

Yek ji ecêban jî ew e ko ev karê han ne hemwelatîyekî Erebê Şemo, ango ne kurdekî Sovyetistana berê kirîye, lê kurdekî dilsozê edebîyeta xwe, miletê xwe, welatê xwe, welatparêzê ko pêşketina her kurdekî dilsoz û zane ya hemû kurdan dibîne – nivîskar û lêkolîner Mustefa Aydoxan kirîye.

Dikare bi hinekan va wisa xuya be ko karê Mustefa Aydoxan kirîye ne pir mezin e; latînîya kurdên Sovyeta berê ko ew roman pê hatîye nivîsîn, guhartîye û kirîye kurdîya latînî ya îroyîn û hew. Ka kek Mustefa li ser amadekirina vê pirtûkê bo careke din çap bibe, çiqas kar kirîye, bi çend pirtûkxaneyên cihanê – di nav wan da Pirtûkxaneya Yêrêvanê ya Dewletê, Pirtûkxaneya Kurdî li Stockholmê, ya ser navê Casimê Celîl li Vîênnayê û çend kesan ra ketîye nava pêwendîyên demdirêj ko Erebê Şemo û karê wî nas kirine, çend berhemên wî peyda kirîye, xwendîye, lê kolaye ko ji wan berheman hesîn û ruhê Erebê Şemo, welatparêzî û kûraya zanebûnên wî bihese, da ko bikaribe lezeta ji van hemûyan dîtî bi xwendevanan ra parveke,- ev hemû di pêşgotina pirtûkê da hene ko Mustefa Aydoxan bi xwe nivîsîye. Û ya ecêb xweş jî ew e ko ewî ev kar wisa ji dil, bi heyecan kirîye ko dema hûn bixwînin, hûnê jî wê lezetê bibînin.

Ew pêşgotin di hêla zanyarîyê da wisa dagirtî ye ko ji hemûyan zêdetir dikare kêrî wan kesan bê ko şika wan hebûye, an jî wisa zanibûne ko romana pêşin ne ”Şivanê kurmanca” ye û bingehdarê edebîyeta kurdî jî ne Erebê Şemo ye.

Ez wisa texmîn dikim ko ev pirtûka bikeve destê kê, eger romanê carekê bixwîne, wê pêşgotinê çend caran bixwîne. Ji ber ko ew ji pêşgotinê zêdetir lêkolîneke edebî-zanyarî ya kardar û kêrhatî ye ko ser dereca gelekî bilind hatîye nivîsar û dikare îzbata wê yekê be jî ko zimanê kurdî wisa dewlemend e ko ji bo her cûre nivîsan têr dike, di nav wan da nivîsên ji bo analîzên edebî yên kûr.

Lê evê pêşgotinê tenê ”zirar” da min. Ji ber ko Mustefa Aydoxan tê da tu derzek ne hîştîye ko ez bikaribim di vê gotara xwe da tije bikim. Lê ezê çend îzbatîyên ji jîyana Erebê Şemo, welatparêzîya wî, mezinaya wî bînime ber çavan, ji ber ko me hevdu baş nas dikir, him jî ew dost û xêrxwezekî bavê min bû û gelek caran dibû mêvanê mala me.

Em hemî zanin ko edebîyeta kurdî bi tevayî di nav gelek deh salan da pir pêş ketîye. Eger em bi vê aspêktê li romana Erebê Şemo ”Şivanê kurmanca” binihêrin, dikare wisa bê texmînkirin ko berhema di sala 1935an da nivîsî di hêla edebî da gerekê ne pir dewlemend be. Lê bi bawerîya min, di hêla romana kurdî da heta niha jî ser wê ra tune. Yek ji îzbatan jî ew e ko edebîyetzanên ermenî û rûs yên mezin û zane li Rewanê û Moskvayê, çend caran biryara çapkirina wê pirtûkê (û çend pirtûkên din jî ko wî nivîsîbû) bi zimanên ermenî û rûsî dane. Û bingeha wan jî ew bûye ko Erebê Şemo di romana xwe ya ”Şivanê kurmanca” da hemû şertên edebîyetê – hunurmendîya nivîsarê, ziman, perwerdeyê û yên din bi serketî pêk anîye.

Her kes zane ko her nivîskarek baştir bi wî zimanî dinivîse ko pê xwendîye, perwerde bûye. Zimanê xwendinê yê Erebê Şemo rûsî bû. Rast e, kurdîya wî gelek xurt bû, lê ne zimanê perwerdeyê bû. Lê ewî ji xwe ra kiribû prînsîp ko hemû berhemên xwe bi kurdî binivîse, paşê wana wergerîne an jî bide wergerandin ji bo zimanên din. Texmîn bikin ko ji bo nivîsîna kurdî ji wî ra tu bingeheke ji berê da sazkirî tunebû: berî wî tu kesî ne nivîsîbû ko bixwenda û ji wan hinek tişt fêr bûbûya, haya wî jî wan salan ne ji ”Hawar”ê, ne jî ji kovar û rojnameyên kurdî yên dervayî Sovyetê hebû ko hinek caran berhemên kurdî jî çap dikirin. Heta hema bêje berî salên sîyî elfabaya kurdî jî tunebû ko pê bihata nivîsar. Û hema firsend ketê, destpê kir. Bi biryara hukumeta Sovyeta berê û Ermenîstanê bingeha elfebaya kurdî ya bi tîpên latînî hate danînê û ew kar sipartine Erebê Şemo û Îsahak Marogûlovê aşûrî. Wana ew kar sala 1928an bi serketî pêk anîn û sala 1929an tevayî pirtûka bi kurdîya latînî ya pêşin li cihanê bi sernavê “Xʘ-xʘ hinbuna xandina nvisara kurmançi“ çap kirin.

Wek hûn dibînin, sala 1928an bi biryara dewleta Sovyeta berê, bi awayekî fermî, du kesên xwendî û zane cara pêşin li cihanê alfabeke kurdî li ser bingehê latînî saz kirine, piştî salekê bi wê alfabeyê pirtûka kurdî ya bi latînî ya pêşin li cihanê bi fermî çap kirine û salekê piştî wê jî rojnameya kurdî, ya pêşin li cihanê ko destpê kir bi kurdîya latînî çap bibe - “Rya teze“ dest bi weşanê kir. Û kovara “Hawar“ê bi xwe jî di sala 1932an, di hejmara xwe ya 8an da, gotara Herekol Azîzan ser wê rojnameyê çap kirîye û destnîşan kirîye ko “Rya teze“ ji “Hawar“ê kevintir e. Îcar çima damezirenerê tîpên latînî yên kurdî ne Erebê Şemo ye, çima nayê qebûlkirinê ko pirtûka kurdî-latînî ya pêşin û rojnameya kurdî ya bi latînî ya pêşin kurdên Sovyet dest pê kirine weşandine? Celadet Bedirxan bingehdarê wê alfabeya kurdî ya bi latînî ye ko îro hemû kurd wê bi kar tînin. Lê ne yê pêşin e ko alfabeya kurdî ya latînî saz kirîye. Yê pêşin Erebê Şemo ye.

Pirseke din jî: akadêmîkê Sovyetê, rohilatzanê mezin Yêxîazaryan û weşanxaneya Yekîtîya Sovyet ya dewletê bi îzabt dibêjin ko bingehdarê alfabe latînî ya kurdî Erebê Şemo ye. Ango, dewletê mohra xwe danîye ser vê îzbatîyê. Lê hinek kes jî ser wê bawerîyê ne ko bingehdarê wê alfabeyê Îsahak Marogûlov e û Erebê Şemo di wî karî da alî wî kirîye. Mohra dewletê li ser gotinên van kesan tune, ango ne îzbat e. Û min di çend malperên kurdî da jî xwend ko Marogûlov bingehdarê alfabeya kurdî-latînî ye. Ev şaş e, an jî ne tam rast e. Mustefa Aydoxan karekî wisa kirîye ko di pirsa romana pêşin, romannivîsê pêşin û bingehdarê alfabeya kurdî ya pêşin da tu derz ne hîştîye. Îcar şaşîtîyên ha yên di malperan da carek din xwendevanan dikine nava şikê. Di hêleke din va jî bira xwendevan bizanibin ko Îsahak Marogûlovê aşûrî ko li gundekî mamosta bû, nikaribû di van pirsan da lingê xwe bi Erebê Şemo ra bavîta ko merivekî gelekî xwendî û zane bû. Em dikarin ha serê vê pirsê bigirin: hukumeta Ermenîstanê sala 1928an sipartibû Erebê Şemo alfabeya kurdî saz bike û ewî ew kar bi Îsahak Marogûlov ra tevayî kir. Ew belgename bi înformasyonekê va di dema xwe da di hejmareke rojnama ”Armanc” da çap bû.

Em careke din vegerine ser romana kurdî ya pêşin.

Tiştê herî bi qîmet ew e ko ev pirtûk sala 1935an ji kurdî hatîye wergerandin ser zimanê rûsî û li Moskow çap bûye. Berî çapbûnê edebîyetzanên Sovyeta berê yên bi nav û deng ew berhem bilind qîmet kirine û biryara çapkirinê dane. Û eger em bidine ber çavan ko hema bêje herdem jî zimanê orîgînalê ji zimanê wergerê xurttir e, wê demê dewlemendtîya zimanê kurdî bi awayekî zelal xuya dibe. Eva jî derbeke cîwar e di rûyê wan neyarên gelê kurd da ko bi dehan salan e zimanê kurdî biçûk dibînin, an jî dibêjin têr nake bona berhemeke giranbuha û dagirtî pê bê nivîsar. Kesên wisa bira bizanibin ko berî 75 salan jî kurdî pir xurt bûye û îzbata wê jî “Şivanê kurmanca” ye ko çend caran bi rûsî çap bûye.

Serdestîyeke vê romanê jî zimanê wê ye. Tê da xwendevan wê rastî gotinên kurdî yên wisa xweş bên ko hinek ji wana wê bêjin: “Ev gotina han min berî 30-40 salan ji pîrika xwe bihîstibû û niha di romana Erebê Şemo da rast pê hatim“. Di romanê da ewqas gotinên kurdî yên ji gelekan ra nenas hene ko xwesma hinek ferhengçêkir wê biryara careke din çapkirina ferhenga amadekirî bidin, da ko bikaribin bi wan gotinên di romanê da ferhenga xwe dagirin. Îdyom û gotinên pêşîyan yên kurdî xemileke bedew û rewşeke kaw didine vê romanê.

Ji bo Erebê Şemo hêsantir bû bi rûsî binivîse, çap bike. Zanibû ko xwendevanên wî wê gelekî pirtir bin, zanibû ko di hêla aborîyê da jî rewşa wî wê gelekî baştir be, lê... bi kurdî dinivîsî û di her berhemeke xwe da ya bi zimanên rûsî, ermenî, azirî, almanî, fransî, gurcî, îngilîsî û yên mayîn çap dibû, dinivîsî: “Ji kurdî hatîye wergerandin“.

Eger bi rastî jî li wê dinyayê jîyan heye, bira Xwedayê mezin bi ruhê Erebê Şemo va eyan bike ko armanca wî pêk hat - romana wî ya ”Şivanê kurmanca” bûye milkê hemû kurdan.

Di dawîyê da çend salix û malûmatîyên ji jîyana Erebê Şemoyê nemir:

• Erebê Şemo gava gelek salan li hebsên Sîbîrîyayê da maye, xwe bi xwe ra çîrokên kurdî gotine ko zimanê dayka xwe ji bîr neke.

• Gava kurdekî feqîr ra alîkarîya ji bo xwendina li Ûnîvêrsîtêtê an jî alîkarîyek din pêwîst bibûya, wî hemû nîşan û mêdalyayên xwe bi pêsîra xwe va dikir, berê xwe dida berbi serokên komara Ermenîstanê û yekser pirs hel dibû.

• Ewî gelek ji kibaban hiz dikir. Bi çêkirina tu kesî qayîl nedibû, bi xwe çê dikir û bi qedeheke konyaka Ermenîstanê dixwer.

• Erebê Şemo 7 zimanan bê kêmasî zanibû: kurdî, ermenî, tirkîya osmanî, rûsî, gurcî, almanî û azirî.

• Gava piştî 17 salan ji hebsê derket û hate efûkirin, pê hesîya ko kurdekî bi xayîntî gilîyê wî ber hukumetê kiribû. Lê Erebê Şemo ew neda mehkemê. Digot, bira nebêjin ko kurd şikyatê hev dikin.

• Piştî mirina wî ji alî hukumeta Ermenîstanê da “Xelata lîtêratûrayê ya ser navê Erebê Şemo” hate kivşkirin.

• Bîra wî digihîşte dereca fantastîkîyê. Çaxê bi yekî ra dipeyîvî, heta çend bavên wî nas dikir û yê himber bi wan zanebûnan şaş-metel dihîşt.

• Li ser dîwarê xanîyê ko Erebê Şemo lê dima, li ser kevirekî mermer bi rûsî weha hatîye nivîsandin. “Li vê malê nivîskarê kurd, bolşêvîkê kevin, xebatkarê civatîyê yê bi nav û deng – Erebê Şemo Şamîlov jîye”. Mala wî li navbenda bajarê Yêrêvanê (soqaqa Abovyan, 7) ye û ev nivîs niha jî li wir e.

• Têma doktora keça Erebê Şemo – Zînê, derheqa jîyan û karkirina wî da bû.

• Erebê Şemo endamê Akadêmîya Kurdî ya Bexdayê bû.

• Ew ji mala şêxa bû û dikaribû şêxîtîya xwe ji bona kara xwe bi kar banîya, lê temamîya jîyan û xebata xwe da li dijî wan kesan derdiket ko dîn kiribûn bingeh û dest davêtine kîsê milet.

• Pirtûkxana wî ya malê pir dewlemend bû. Gava pirtûkeke sîyasî dixwend û didît ko milet çawa serxwebûna xwe sitendine, ew cî bi qelemeke sor îşaret dikir û li ber jî dinivîsî: “Kurd gerekê çev bidine wana”, “Kurd gerekê dostên awa ji xwe ra peyda bikin”, “Ji bo kurda riya tek-tenê ev e...” û yên din.

• Bilî ko Erebê Şemo nivîskarê mezin bû, ew herwiha wek merivekî gelekî xwendî, bal serokatîya Ermensîtanê û herwiha tevaya Sovyeta berê jî, nûnerê gelê kurd bû.

• Sala 1958an, gava Barzanîyê Mezin hatibû Ermenîstanê, Erebê Şemo, serokê radyoya kurdî ya Rewanê Xelîlê Çaçan û Barzanîyê Mezin nameyek amade kirin bona serokatîya Yekîtîya Sovyet derheqa zêdekirina wextê radyoya kurdî da. Mistefa Barzanî ew name bi xwe ra bire Moskow. Û piştî çend mehan wextê radyoyê bi du caran va hate zêdekirin.

-----------------------------------
Nivîskar: TÊMÛRÊ XELÎL temur_xelil@hotmail.com
Weşandin: 2009-05-26
Xwendin: 11083
 

KOLUMNÊN BERÊ   
Şebabê Egît nabe Şeroyê Biro û ez jî nabim ”heval” (2016-08-17)
Careke din ser alfabeya kurdî-latînî (2016-04-24)
Xwedêyo, tu me ji dewletnexwezan biparêzî! (2016-01-27)
Êzdîbûna kurdan ji Kurdistanê zêdetir zirarê dide Ermenistanê (2015-06-29)
Xwezî kurd di hindava dijminên xwe de wek ermenîyan bûna (2015-04-18)
Kovara ”Wêje û rexne” ji rexneyan hiz nake (2014-12-14)
Kurdên resen bûn kurdên reben (2014-10-16)
Xwedîyê kurmancîya dewlemend (2014-09-17)
Bira haya we ji zaneyên nezan hebe (2014-08-12)
Çima tirkî li ber dilê hinek kurdan ezîz e (2014-06-15)
Stranên Karapêtê Xaço dikaribûn nebûna milkê gelê kurd (2014-04-07)
Ew ji xizmetkirina bo gelê xwe lezetê dibîne (2014-02-06)
Pirtûkeke Kemal Tolan li ser êzdayetîyê (2013-12-29)
Kadroyên têlêvîzyonên kurdî li ser çi bingehî tên hilbijartin (2013-08-15)
Gêorgîyê Xudo serbilindîya Ermenistanê û kurdan bû (2013-05-27)
Em û ermenî bi şûrekî hatine birîndar kirin – ji bo bîranîna gelkujîya ermenîyan (2013-04-24)
Neyariya di kirasê welatparêzîyê da (2013-02-23)
Îvanê Omer Farîzov – mêrxasê binavûdeng lê bê nav û bê deng (2013-01-18)
Kurdistana Sor (2012-11-22)
Cegerxwîn derheqa êzîdîyan û dînê êzîdîtîyê da (2012-10-28)
NERÎNGEH
 
[kitêb] Sun Zî: Hunera şer (2016-04-21)
Ismail Beşikçi ji kurdan re li ser ermeniyan semînerek da (2013-09-28)
Kurdistan berî serxwebûna siyasî ”serxwebûna petrolê” û ekonomîk îlan dike (2012-05-21)
Tewanga navdêrên zimanê kurdî (2009-02-08)
Umît Firat dibêje navnîşana çareserîya pirsa kurd ne PKK ye (2008-11-11)
Hêro Talebanî: Min nedixwest Mam Celal bibe serokkomarê Iraqê [foto] (2007-05-10)
Alfabeya kurdî-latînî ji bo zimanê kurdî ji alfabeya kurdî-erebî minasibtir e (2005-11-02)
fjrigjwwe9r0TabArticles:ArticleHeadline
vv9v8v09fq:TabArticles:4;8;12;14;17;19;21;22;23;24;28;29;30;31;32;40;41;43;44;46;48;49;51;52;53;54;55;56;58;60;62;63;64;65;66;67;69;71;72;74;75;76;77;78;79;80;81;82;84;85;86;90;91;92;94;95;96;97;98;100;102;103;104;105;106;107;109;110;111;112;113;114;115;116;117;118;119;120;121;122;123;124;125;126;127;128;129;130;131;132;133;134;136;137;138;139;140;141;142;143;144;145;146;147;149;150;151;152;153;155;157;158;159;160;163;164;165;166;167;168;169;170;171;172;173;174;175;176;178;179;180;181;182;183;184;185;186;187;188;189;190;191;192;193;194;195;196;197;198;199;200;202;203;204;205;206;207;208;209;210;211;212;213;214;215;216;217;218;219;221;222;223;224;225;226;227;228;229;230;231;232;233;234;235;236;237;238;239;240;241;242;243;244;245;246;247;248;249;250;251;253;254;255;256;257;258;259;260;261;262;263;264;265;266;267;268;269;270;271;272;273;274;275;276;277;278;279;280;281;282;283;284;285;286;287;288;289;290;291;293;294;295;296;297;298;301;302;303;304;305;306;307;308;309;310;311;312;313;314;315;316;317;318;319;320;321;322;323;324;325;326;327;328;329;330;331;332;333;334;335;336;337;338;339;340;341;342;343;344;345;346;347;348;349;350;351;352;353;354;355;356;357;358;359;360;361;362;363;364;365;366;367;368;369;370;371;372;373;374;375;376;377;378;379;380;381;382;383;384;385;386;387;388;389;391;392;393;394;395;396;398;399;400;401;402;403;404;405;406;407;408;409;410;411;412;413;414;415;416;417;418;419;420;421;422;423;424;425;426;427;428;429;430;431;432;433;434;435;436;437;438;439;440;441;442;443;444;445;446;447;448;449;450;451;452;453;454;455;457;458;459;460;461;462;463;464;465;466;467;468;469;470;471;472;473;474;475;476;477;478;479;480;481;482;483;484;485;486;487;488;489;491;492;493;494;495;496;497;498;499;500;501;502;503;504;505;506;507;508;509;510;511;512;513;514;515;516;517;518;519;520;521;522;523;524;525;526;527;528;529;530;531;532;533;534;535;536;537;538;539;540;541;542;543;544;545;546;547;548;549;550;552;553;554;555;556;557;558;559;560;561;562;563;564;565;566;567;568;569;570;571;572;573;574;575;576;577;578;579;580;581;582;583;584;585;586;587;588;589;590;591;592;593;594;595;596;597;598;599;600;601;602;603;604;605;606;607;608;609;610;611;612;614;615;616;617;618;619;620;621;622;623;624;625;626;627;628;629;630;631;632;633;634;635;636;637;638;639;640;641;642;643;644;645;646;647;648;649;650;651;652;653;654;655;656;657;658;659;660;661;662;663;664;665;666;667;668;669;670;671;672;673;674;675;676;677;678;679;680;681;682;683;684;685;686;687;688;689;690;691;692;693;694;695;696;697;698;699;700;701;702;703;704;705;706;707;708;709;710;711;712;713;714;715;716;717;718;719;721;722;723;724;725;726;727;728;729;730;731;732;733;734;735;736;738;740;741;742;743;744;745;746;747;748;749;750;751;752;753;755;756;757;758;759;760;761;762;763;764;765;766;767;768;769;770;771;773;775;776;777;778;779;780;781;782;783;784;785;786;787;788;789;790;791;792;793;794;795;796;798;799;800;801;802;803;804;805;806;807;808;809;810;811;812;813;814;815;816;817;818;819;820;821;822;823;824;825;826;827;828;829;830;831;832;833;834;835;836;837;838;839;840;841;842;843;844;845;846;847;848;849;850;851;852;853;854;855;856;857;858;859;860;861;862;863;864;865;866;867;868;869;870;871;872;873;874;875;876;877;878;879;880;881;882;883;884;885;886;887;888;889;890;891;892;893;894;895;896;897;898;899;900;901;902;903;904;905;906;907;908;909;910;911;912;913;914;915;916;917;918;919;920;921;922;923;924;925;926;927;928;929;930;931;932;933;934;935;936;937;938;939;940;941;942;943;944;945;946;947;948;949;950;951;952;953;954;955;956;957;958;959;960;961;962;963;964;965;966;967;968;969;970;971;972;973;974;975;976;977;978;979;980;981;982;983;984;985;986;987;988;989;990;991;992;993;994;995;996;997;998;999;1000;1001;1002;1003;1004;1005;1006;1007;1009;1010;1011;1012;1013;1014;1015;1016;1017;1018;1019;1020;1021;1022;1023;1024;1025;1026;1027;1028;1029;1030;1031;1032;1033;1034;1035;1036;1037;1038;1039;1040;1041;1042;1043;1044;1045;1046;1047;1048;1049;1050;1051;1052;1053;1054;1055;1056;1057;1058;1059;1060;1061;1062;1063;1064;1065;1066;1067;1068;1069;1070;1071;1072;1073;1074;1075;1076;1077;1078;1079;1080;1081;1082;1083;1084;1085;1086;1087;1088;1089;1090;1091;1092;1093;1094;1095;1096;1097;1098;1099;1100;1101;1102;1103;1104;1105;1106;1107;1108;1109;1110;1111;1112;1113;1114;1115;1116;1117;1118;1119;1120;1121;1122;1123;1124;1125;1126;1127;1128;1129;1130;1131;1132;1133;1134;1135;1136;1137;1138;1139;1140;1141;1142;1143;1144;1145;1146;1147;1148;1149;1150;1151;1152;1153;1154;1155;1156;1157;1158;1159;1160;1161;1162;1163;1164;1165;1166;1167;1168;1169;1170;1171;1172;1173;1174;1175;1176;1177;1178;1179;1180;1181;1182;1183;1184;1185;1186;1187;1188;1189;1190;1191;1192;1193;1194;1195;1196;1197;1198;1199;1200;1201;1202;1203;1204;1205;1206;1207;1209;1210;1211;1212;1213;1214;1215;1216;1217;1218;1219;1220;1221;1222;1223;1224;1225;1226;1227;1228;1229;1230;1231;1232;1233;1234;1235;1236;1237;1238;1239;1240;1241;1242;1243;1244;1245;1246;1247;1248;1249;1250;1251;1252;1253;1254;1255;1256;1257;1258;1259;1260;1261;1262;1263;1264;1265;1266;1267;1268;1269;1270;1271;1272;1273;1274;1275;1276;1277;1278;1279;1280;1281;1282;1283;1284;1285;1286;1287;1288;1289;1290;1291;1292;1293;1294;1295;1296;1297;1298;1299;1300;1301;1302;1303;1304;1305;1306;1307;1308;1309;1310;1311;1312;1313;1314;1315;1316;1317;1318;1319;1320;1321;1322;1323;1324;1325;1326;1327;1328;1329;1330;1331;1332;1333;1334;1335;1336;1337;1338;1339;1340;1341;1342;1343;1344;1345;1346;1347;1348;1349;1350;1351;1352;1353;1354;1355;1356;1357;1358;1359;1360;1361;1362;1363;1364;1365;1366;1367;1368;1369;1370;1371;1372;1373;1374;1375;1376;1377;1378;1379;1380;1381;1382;1383;1384;1385;1386;1387;1388;1389;1390;1391;1392;1393;1394;1395;1396;1400;1401;1402;1403;1404;1405;1406;1407;1408;1409;1411;1412;1413;1414;1415;1416;1417;1418;1419;1420;1421;1422;1423;1424;1425;1426;1427;1428;1429;1430;1431;1432;1433;1434;1435;1436;1437;1438;1439;1440;1441;1442;1443;1444;1445;1446;1447;1448;1449;1450;1451;1452;1453;1454;1455;1456;1457;1458;1459;1460;1461;1462;1463;1464;1465;1466;1467;1468;1469;1470;1471;1472;1473;1474;1475;1476;1477;1478;1479;1480;1481;1482;1484;1485;1486;1487;1488;1489;1490;1491;1492;1493;1494;1495;1496;1497;1498;1499;1500;1502;1503;1504;1505;1506;1507;1508;1510;1511;1512;1513;1514;1515;1516;1517;1518;1519;1520;1521;1522;1523;1524;1525;1526;1527;1528;1529;1530;1531;1532;1533;1534;1535;1536;1537;1538;1539;1540;1541;1542;1543;1544;1545;1546;1547;1548;1549;1550;1551;1552;1553;1555;1556;1557;1558;1559;1560;1561;1562;1563;1564;1565;1566;1567;1568;1569;1570;1571;1572;1573;1574;1575;1576;1577;1578;1579;1580;1581;1582;1583;1584;1585;1586;1587;1588;1589;1590;1591;1592;1593;1594;1596;1597;1598;1599;1600;1601;1602;1605;1606;1607;1608;1609;1610;1611;1612;1613;1614;1615;1616;1617;1618;1619;1620;1621;1622;1623;1624;1625;1627;1628;1629;1630;1631;1632;1633;1634;1635;1636;1637;1638;1639;1640;1641;1642;1643;1644;1645;1646;1647;1648;1649;1650;1651;1652;1653;1654;1655;1656;1657;1658;1659;1660;1661;1662;1663;1664;1665;1666;1667;1668;1669;1670;1671;1672;1673;1674;1675;1676;1677;1678;1679;1680;1681;1682;1683;1684;1685;1686;1687;1688;1689;1690;1691;1692;1693;1694;1695;1696;1697;1698;1699;1700;1701;1702;1703;1704;1705;1706;1707;1708;1709;1710;1711;1712;1713;1714;1715;1716;1717;1718;1719;1720;1721;1722;1723;1724;1725;1726;1727;1728;1729;1730;1731;1732;1733;1734;1735;1736;1737;1738;1739;1740;1741;1742;1743;1744;1745;1746;1747;1748;1749;1750;1751;1752;1753;1754;1755;1756;1757;1758;1759;1760;1761;1762;1763;1764;1765;1766;1767;1768;1769;1770;1771;1772;1773;1774;1775;1776;1777;1778;1779;1780;1781;1782;1783;1784;1785;1786;1787;1788;1789;1790;1791;1792;1793;1794;1795;1796;1797;1798;1799;1800;1801;1802;1803;1804;1805;1806;1807;1808;1809;1810;1811;1812;1813;1814;1815;1816;1817;1818;1819;1820;1821;1822;1823;1824;1825;1826;1827;1828;1829;1830;1831;1832;1833;1834;1835;1836;1837;1838;1839;1840;1841;1842;1843;1844;1845;1846;1847;1848;1849;1850;1851;1852;1853;1854;1855;1856;1857;1858;1859;1860;1861;1862;1863;1864;1865;1866;1867;1868;1869;1870;187Ferqa di nêvbera »ko«, »ku« û »kû« de (2005-05-19)
fjrigjwwe9r0TabArticles:ArticleHeadline
Xewna Mesûd Barzanî ji başûrê Kurdistanê mezintir e (2005-02-07)
 
REKLAM


KOLUMNÎST
Şebabê Egît nabe Şeroyê Biro û ez jî nabim ”heval”
Tolstoy û xelata Nobelê
Kurdistaneka serbixwe û [ne]cida
Heşt rojên şerê xendekê – I
Em û felsefe
Hilbijartinên Kurdistanê ez şok kirim
© 1997–2024 www.nefel.com  |  E-poste: info@nefel.com  |  Powered by Medesoft.org