[ ŞEMÎ, 2024-04-20 ]   [ BIKE MALPERA DESTPÊKÊ ]   [ BÊXE NÊV BIJAREYAN ]   [ KONTAKT ]   [ INFO ]   [ LÊGERÎN & ARŞÎV ]  
DESTPÊK
Nûçe
Nivîsar
Kulturmagazîn
Hevpeyvîn
Kolumnîst
Ewrokurd
E-Pirtûk
Lîteratûr
Ziman
Muzîk
Foto
Lînk
E-POSTEYA TE
  Nav (Username)  
   
  Þîfre (Password)  
   
   
     
   »E-posteyeka nû
 bo xwe qeyd bike
 
REKLAM


KOLUMNÎST 
Têkilîyên ermenkî û kurdî yên zimên
MOSKOVA, 12/10 2008 — Dîroka pêwendîyên herdu miletên binecî yên hindawropî – ermenîyan û kurdan di hêla zimên da heta niha rind nehatîye lênihêrîn û lêkolîn li ser çênebûne. Ermenî û kurd di demên here kevnar da cînarên hev bûne. Lema jî gerek zimanên wan herdem di nava danûsitendinê û jihevhildanê da bin. Ev pirsgirêk heta niha jî ne di kurdzanîyê da, ne jî di ermenîzanîyê da nehatîye azirûkirin. Ji bo ko hindik jî be vê kêmanîyê dagirin, em berê xwe bidine kurteçîroka zimanê ermenî.

Di cihanê da zimanê ermenî tê hesibandin wek yek ji zimanên cihanê yê herî kevnar û zengîn. Di dîroka zimanzanîyê da bi kêmanî du hezar sal in ko ew ziman heye. Zimanê ermenî di nava malbeta zimanên hindawropî da tê hesibandin wek çiqileke cuda û serbixwe. Ermenî (an jî ermenkî) ji alîyê zanyar û keşîşekî ermenîyan yê wê demê herî bi nav û deng Mêsrop Maştos da sala 405an bûye zimanê nivîskî (an jî nivîsarkî). Tiştekî balkêş e, ko Mêsrop Maştos li hêla Mûşê, gundê Hasêkasê da ji dayka xwe bûye. (Ew gund niha jî heye û navê wî Xasik e). Ew hîmdarê elfabaya ermenîyan wê demê karê xwe yê efirandarîyê li Amedê, Ruhayê (Yêdêsîya berê) û Samsata îro pêk anîye.

Dîroka zimanê ermenîyan pareveyî li ser 3 deman dibe:

1.Grabar, yanî ermenkîya kevnar (sedsalên 5-11).
2.Ermenkîya Navîn (sedsalên 12-16).
3.Ermenkîya nû, yan jî Aşxarhabar (ev ziman ko cimaeta sivîl pê diaxive). Du çiqilên vî zimanî hene: ermenkîya rojhilat û ermenkîya rojava. Ev ziman ji sedsala 17an xuliqî û heta îro jî berdewam dike.

Pêşdaçûyîna zimanê ermenkî di her dewrekê da bi faktorên cî û warîyê, civakîyê û bikaranînê va girêdayî bû. Di nava zimanzanîya ermenîyan da fikirek heye, ko xênji zimanê ermenkî yê kevnare yê lîtêratûrî, yanê zimanê nivîsarê, herwiha zimanekî ermenîyan yê axavtina rojane jî hebûye, ango ji sedsala 5an girtî hinek zaravên ermenîyan yên ji hev cudabûyî hebûne.

Zimanê ermenîyan yê kevnar (grabar) di sedsala 5an da xuliqîye wek zimanê xaçparêzîyê yê resmî. Cûrê axavtina ermenkîya kevnar di nava dewranan da hatîye guhastin û gihîştîye dereceya ermenkîya îro. Koçberbûnên ermenîyan yên bêhesab bûne sebeb, ko di nava sedsalan da ewqas guhêrîye û îro grabar bûye zimanê kilîseyan û keşîştîya ermenîyan. Ew ziman li Ermenîstana Roavayê û xwesma jî li K. Polîsê (Stenbolê) ma wek zimanê çapemenîyê, dêran û mekteban. Em nikarin bêjin ko ew zimanekî windabûyî ye. Wek mînak, kovara Yekîtîya Mxîtarîyan ya li Vênêdîgê (Sûrb Xazar) heta roja îro jî bi grabarê tê weşandinê. Li hemû dêrên ermenîyan îro jî dua û dirozgeyên xirîstîyanîyê bi grabarî têne qedandin.


Jihevhildanên zimanên ermenkî û kurdî

Têkilîyên zimanên ermenkî û kurdî di dereceyên cuda-cuda da têne dîyarkirinê. Em çend nimûneyan bînin.

Ji kurdî di nava ermenkî da

Navên padîşahan

Bi kurdî:
Ejdehek, Ejdeher

Bi ermenkî:
Ajdahak

Navê ”Ajdahak” di nava zargotina (folklora) ermenîyan ya kevnar da wek ziya, yanê marê herî mezin derbaz dibe. Li vir pirsek heye, ko hewceyî lêgerîna mitolojîyê ye. Di pirtûka “Dîroka ermenîyan” ya Movsês Xorênasî da padîşahê ermenîyan Tîgran û padîşahê Mîdîyayê Ejdehek radibine dijî hev. Xûşka Tîgranê ermenî – Tîgranûhî jina Ejdehekê kurd bû. Ejdehak dixweze temamîya axa di bin destê Tîgranê ermenî da zevt bike. Lê jina wî – Tîgranûhî cabê ji birayê xwe ra dişîne, ko mêrê wê xudêgiravî dixweze evî Tîgranî bikuje û bibe xwedîyê temamîya hebûna wî. Aha seba vê pirsê şer dertê û giva Tîgranê ermenî Ejdehekê kurd (Mad, Mîdîya) dikuje. Pey vê bûyerê ra di goveka kontêksta “Dîroka ermenîyan” ya Movsês Xorênasî da Ejdehek tê nîşandayîn-fêmkirinê wek marê mezin, yanê ziya. Bi vî awayî, di nav dîroknivîsandina ermenîyan da Mad, yanê Kurd têne binavkirinê wek “Vîşapazûnk” (“Lawên marê ziya”). Em wê jî bêjin, ko padîşahê Mîdîyayê yê dawî – ”Astyagês” (bi gotina Hêrodotos) jî di nava mîtolojîya ermenîyan da hatîye qîmetkirinê wek ”Ajdahak”. Ev nava jî ji du paran hatîye hûnandinê: ”Ajî+Dehak”. Gotina “ajî” di zimanê kurdî yê kevnar da tê maneya “ziya”, ango “marê mezin” (ajî-jî-zî-ziya).


Navên malbet, cî û waryan

Rewand – Yêrvandûhî

Di nava dîroka Rojhilatê da navê qebîla (eşîra) kurdan ya ”Rewand” pir bi nav û deng e. Tiştekî balkêş e, ko bi şahadata dîroknivîsarîya ermenîyan ji sedsala 6an (berî Mîladê) malbeta ermenîyan ya padîşahîyê ya pêşin hatîye binavkirinê ”Yêrvandûnî”. Eger em berê xwe bidine çavkanîyên dîrokê emê bibînin ko malbeta (dînastîya) Yêrvandûnîyan hema ji êl-eşîra kurdan ya Rewandî çê bûye. Peyvên îranî (ango kurdî) yên bi herfa (sewt) r destpê dibin, di ermenkî da ”yê” an jî ”a” berî ”r” di ser da zêde dibe. Em nimûneyan bînin: gotina reng di ermenkî da bûye ”erang” (yêrang), ”rassan” bûye ”erasan” (bi kurdî gem).
Em wê jî bêjin, ko Saleheddîn Eyûbî jî ji eşîra ”Rewandîyan” bûye (ji malbeta Şeddadîyan). Navê gundê Saleheddîn jî Ajdahakan bûye û li rex Dvînê bû.


Navên merivan

Kurd – Kûrd, Kûrdîk

Ji sedsala 6an (piştî Mîladê) di nava ermenîyan da torinbavên (arîstokrat) here bi nav û deng bi navên ”Kûrd” û ”Kûrdîk” dihatine naskirinê. Ji bo nimûnê, di sedsala 6an da navê serokê temamîya Syûnîkê (Zangêzûra niha, li komara Ermenîstanê) ”Kûrdîk” bû. Ev rastî dide xuyakirin, ko di dewra berê da jî ermenîyan ne tenê bi kurdan ra cînartî dikirin, lê herwiha qedir û qîmetê wan ewqasî zanibûn, ko navên ”Kûrd” û ”Kûrdîk” li zarokên xwe dikirin. Ew wê yekê jî destnîşan bikin, ko li ser kevirên ziyaretî yên gelek dêrên ermenîyan peyva ”Kûrd” hatîye kolanê. Ji bo nimûne, di sedsala 12an da li mentîqa Aragasê (li Ermenîstanê) torinbavekî ermenîyan yê bi navê ”Kûrd Vaçûtyan” hebûye. Vira him navê Kûrd, him jî paşnavê Vaçûtyan balkêş e. Peyva vach tê maneya kon, ango merivê xwedîyê kon, xwedîyê hebûnê.


Navên çeman

Erez - Araks

Di nava dîroknivîsarîya ermenîyan da navê çemê ”Erez” (bi ermenkî – ”Araks”) di sedsala 5an da dihate binavkirinê wek ”Rah”. Ew nav bi kurdî ye û tê maneya rê. (Di ermenkî da ev gotin jî hene: ”rahvîran” – pêşîkêş, ”rahahord” – lîdêr). Rastî ew e, ko ev binavkirina çemê Erez ji zimanê kurdî (yanê Mîdî) derbazî nava ermenkî bûye. Em wê jî bêjin, ko di sedsala 7an da ereban ji çemê Erez ra gotîye ”Nehr el Ekrad”, yanê Çemê kurdan.


Navên daran

Gîha - Gîhî

Bi ermenkî peyva ”Gîhî” navê çiyayekî buhurtî ye, ko tê da gelek dar hene. Him di kurdî da, him jî di ermenkî da ”gîhî” herwiha navê dareke buhurtî ye jî. Ev nava ji gotina kurdî ”gîha” derbazî nava ermenkî bûye û bûye ”gîhî”. Niha jî li Ermenîstanê daristanên gîhîyan hene. Em di ser da zêde bikin, ko di nava edebîyeta Rojhilatê da bi tevayî û herwiha di nav edebîyeta kurdan û ermenîyan da cûreyê vê darê di demên kevnar da hatîye hebandinê. Pirs di wê yekê da ne, ko êzingên ji vê darê zû alav girtine, tîna wan pir bûye û merivan karibûne ebûra xwe bikin. Ji ber wê jî hatîye hebandin.


Navkirinên çandeyî

Heyran - Hayrên

Eva peyva, ango ”Hayrên”, di nava lîtêratûra ermenîyan ya sedsalên navîn da bûye wek navkirina cûrekî sêwirandina şiêran. Û heta niha di nava lîtêratûrzanîya ermenîyan da ev peyva bi celebên cuda-cuda tê qebûlkirin û şirovekirinê, ango ka ew ji kîjan gotinê çê bûye, lê hema tu wexta nayê destnîşankirinê, ko ew ji ziman û çandeya kurdî derbazî nava ermenîyan bûye. Ji bo nimûne, di sedsala 13an da şairên ermenîyan Frîk, di sedsala 16an da Nahapêt Kûçak bi vê navkirinê bi hezaran şiêrên bi çapeke qebûlkirî nivîsîne. Ermenîzanên ermenî navkirina ”Hayrên” bi peyvên ermenkî ”hayêrên” (ermenkî), ”hayrênî” (wetenî) û ”hayr” (bav) va didine girêdanê. Eva feşkirinek e, ji ber ko bi tu îzbatîyan va nayê makkirinê. Rastî ew e, ko peyv-têrmîna ”Hayrên” (Heyran) xwesma li başûrê Kurdistanê di soranî da tê maneya sitiranên evîntîyê, xerîbîyê û şaristanîyê (ji hev dûrketinê) û îro jî li Kurdistana Başûr bi dehan heyranbêj hene û ji wana yê herî bi nav û deng heyranbêj Resûl Gerdî ye.

Goranî – Goranî

Di nava sazbendîya ermenîyan da di van salên dawî da bûye edet ko cûrekî sitiranê ra dibêjin ”Goranî”. Tiştekî ecêb e, ko sazbendîzan û zargotinzanên ermenîyan vê gotin-têrmînê bi navê Xwedayê Misira kevin ”Gor” va girê didin. Yanê tê wê maneyê, ko tenê ji goveka kurdeyatîyê bi dûr bixin. Lê rastî ew e, ko navkirina cûrekî sitiranan di nava kurdan da bi navê kurdên Goran tê binavkirinê ”Goranî”. Di derheqa Goranan da bi sedan lêkolîn hatine kirinê, lê hema rastî ew e, ko heta îro ewana û çandeya wana li ser bingehê zanyarîyê nehatine qîmetkirinê. Di nav ermenîyan da hinek sitiran û govend têne binavkirinê ”Mişo Goranî” (yanê Goranîyên Mûşê). Dikare pirsek bê meydanê, ko kurdên Goran, ko li Rojhilata Kurdistanê dijîn, ji ko ra derketine Mûşê. Em bîr bînin, ko di sedsala 19an da navê eşîreke kurdan ya bi nav û deng ”Hesen-Goranîyan” bû. Wisa xuya ye, ko hema ji vê eşîrê jî ermenîyên wêderê hê berî şerê cihanê yê yekemîn hunera wî cûreyê sitiranê ji kurdan hildane.

Koçerî – Koçarî

Gotina kurdî ”koçerî” tê maneya reqasa koçeran. Gotina ”koçer” jî ji gotina ”koç+er” çê bûye. Li vir gotina ”koç” tê maneya bar (koçkirin-barkirin), eşîya û ji wê jî gotina ”koç-kirin”, ”koç-barkirin” çê bûye. Ermenî jî gotina ”koçerî” wek navê reqasekê bi kar tînin û îzbata wan ko ev gotin ermenkî ye, ew e ko bi ermenkî ji gotina ”koçer” ra dibêjin ”koçvor”, ango kesê ko koç dike. Lê di ermenkî da gotina koç nayê maneya bar.

-----------------------------------
Nivîskar: TÊMÛRÊ XELÎL temur_xelil@hotmail.com
Weşandin: 2008-10-12
Xwendin: 7923
 

KOLUMNÊN BERÊ   
Şebabê Egît nabe Şeroyê Biro û ez jî nabim ”heval” (2016-08-17)
Careke din ser alfabeya kurdî-latînî (2016-04-24)
Xwedêyo, tu me ji dewletnexwezan biparêzî! (2016-01-27)
Êzdîbûna kurdan ji Kurdistanê zêdetir zirarê dide Ermenistanê (2015-06-29)
Xwezî kurd di hindava dijminên xwe de wek ermenîyan bûna (2015-04-18)
Kovara ”Wêje û rexne” ji rexneyan hiz nake (2014-12-14)
Kurdên resen bûn kurdên reben (2014-10-16)
Xwedîyê kurmancîya dewlemend (2014-09-17)
Bira haya we ji zaneyên nezan hebe (2014-08-12)
Çima tirkî li ber dilê hinek kurdan ezîz e (2014-06-15)
Stranên Karapêtê Xaço dikaribûn nebûna milkê gelê kurd (2014-04-07)
Ew ji xizmetkirina bo gelê xwe lezetê dibîne (2014-02-06)
Pirtûkeke Kemal Tolan li ser êzdayetîyê (2013-12-29)
Kadroyên têlêvîzyonên kurdî li ser çi bingehî tên hilbijartin (2013-08-15)
Gêorgîyê Xudo serbilindîya Ermenistanê û kurdan bû (2013-05-27)
Em û ermenî bi şûrekî hatine birîndar kirin – ji bo bîranîna gelkujîya ermenîyan (2013-04-24)
Neyariya di kirasê welatparêzîyê da (2013-02-23)
Îvanê Omer Farîzov – mêrxasê binavûdeng lê bê nav û bê deng (2013-01-18)
Kurdistana Sor (2012-11-22)
Cegerxwîn derheqa êzîdîyan û dînê êzîdîtîyê da (2012-10-28)
NERÎNGEH
 
[kitêb] Sun Zî: Hunera şer (2016-04-21)
Ismail Beşikçi ji kurdan re li ser ermeniyan semînerek da (2013-09-28)
Kurdistan berî serxwebûna siyasî ”serxwebûna petrolê” û ekonomîk îlan dike (2012-05-21)
Tewanga navdêrên zimanê kurdî (2009-02-08)
Umît Firat dibêje navnîşana çareserîya pirsa kurd ne PKK ye (2008-11-11)
Hêro Talebanî: Min nedixwest Mam Celal bibe serokkomarê Iraqê [foto] (2007-05-10)
Alfabeya kurdî-latînî ji bo zimanê kurdî ji alfabeya kurdî-erebî minasibtir e (2005-11-02)
fjrigjwwe9r0TabArticles:ArticleHeadline
vv9v8v09fq:TabArticles:4;8;12;14;17;19;21;22;23;24;28;29;30;31;32;40;41;43;44;46;48;49;51;52;53;54;55;56;58;60;62;63;64;65;66;67;69;71;72;74;75;76;77;78;79;80;81;82;84;85;86;90;91;92;94;95;96;97;98;100;102;103;104;105;106;107;109;110;111;112;113;114;115;116;117;118;119;120;121;122;123;124;125;126;127;128;129;130;131;132;133;134;136;137;138;139;140;141;142;143;144;145;146;147;149;150;151;152;153;155;157;158;159;160;163;164;165;166;167;168;169;170;171;172;173;174;175;176;178;179;180;181;182;183;184;185;186;187;188;189;190;191;192;193;194;195;196;197;198;199;200;202;203;204;205;206;207;208;209;210;211;212;213;214;215;216;217;218;219;221;222;223;224;225;226;227;228;229;230;231;232;233;234;235;236;237;238;239;240;241;242;243;244;245;246;247;248;249;250;251;253;254;255;256;257;258;259;260;261;262;263;264;265;266;267;268;269;270;271;272;273;274;275;276;277;278;279;280;281;282;283;284;285;286;287;288;289;290;291;293;294;295;296;297;298;301;302;303;304;305;306;307;308;309;310;311;312;313;314;315;316;317;318;319;320;321;322;323;324;325;326;327;328;329;330;331;332;333;334;335;336;337;338;339;340;341;342;343;344;345;346;347;348;349;350;351;352;353;354;355;356;357;358;359;360;361;362;363;364;365;366;367;368;369;370;371;372;373;374;375;376;377;378;379;380;381;382;383;384;385;386;387;388;389;391;392;393;394;395;396;398;399;400;401;402;403;404;405;406;407;408;409;410;411;412;413;414;415;416;417;418;419;420;421;422;423;424;425;426;427;428;429;430;431;432;433;434;435;436;437;438;439;440;441;442;443;444;445;446;447;448;449;450;451;452;453;454;455;457;458;459;460;461;462;463;464;465;466;467;468;469;470;471;472;473;474;475;476;477;478;479;480;481;482;483;484;485;486;487;488;489;491;492;493;494;495;496;497;498;499;500;501;502;503;504;505;506;507;508;509;510;511;512;513;514;515;516;517;518;519;520;521;522;523;524;525;526;527;528;529;530;531;532;533;534;535;536;537;538;539;540;541;542;543;544;545;546;547;548;549;550;552;553;554;555;556;557;558;559;560;561;562;563;564;565;566;567;568;569;570;571;572;573;574;575;576;577;578;579;580;581;582;583;584;585;586;587;588;589;590;591;592;593;594;595;596;597;598;599;600;601;602;603;604;605;606;607;608;609;610;611;612;614;615;616;617;618;619;620;621;622;623;624;625;626;627;628;629;630;631;632;633;634;635;636;637;638;639;640;641;642;643;644;645;646;647;648;649;650;651;652;653;654;655;656;657;658;659;660;661;662;663;664;665;666;667;668;669;670;671;672;673;674;675;676;677;678;679;680;681;682;683;684;685;686;687;688;689;690;691;692;693;694;695;696;697;698;699;700;701;702;703;704;705;706;707;708;709;710;711;712;713;714;715;716;717;718;719;721;722;723;724;725;726;727;728;729;730;731;732;733;734;735;736;738;740;741;742;743;744;745;746;747;748;749;750;751;752;753;755;756;757;758;759;760;761;762;763;764;765;766;767;768;769;770;771;773;775;776;777;778;779;780;781;782;783;784;785;786;787;788;789;790;791;792;793;794;795;796;798;799;800;801;802;803;804;805;806;807;808;809;810;811;812;813;814;815;816;817;818;819;820;821;822;823;824;825;826;827;828;829;830;831;832;833;834;835;836;837;838;839;840;841;842;843;844;845;846;847;848;849;850;851;852;853;854;855;856;857;858;859;860;861;862;863;864;865;866;867;868;869;870;871;872;873;874;875;876;877;878;879;880;881;882;883;884;885;886;887;888;889;890;891;892;893;894;895;896;897;898;899;900;901;902;903;904;905;906;907;908;909;910;911;912;913;914;915;916;917;918;919;920;921;922;923;924;925;926;927;928;929;930;931;932;933;934;935;936;937;938;939;940;941;942;943;944;945;946;947;948;949;950;951;952;953;954;955;956;957;958;959;960;961;962;963;964;965;966;967;968;969;970;971;972;973;974;975;976;977;978;979;980;981;982;983;984;985;986;987;988;989;990;991;992;993;994;995;996;997;998;999;1000;1001;1002;1003;1004;1005;1006;1007;1009;1010;1011;1012;1013;1014;1015;1016;1017;1018;1019;1020;1021;1022;1023;1024;1025;1026;1027;1028;1029;1030;1031;1032;1033;1034;1035;1036;1037;1038;1039;1040;1041;1042;1043;1044;1045;1046;1047;1048;1049;1050;1051;1052;1053;1054;1055;1056;1057;1058;1059;1060;1061;1062;1063;1064;1065;1066;1067;1068;1069;1070;1071;1072;1073;1074;1075;1076;1077;1078;1079;1080;1081;1082;1083;1084;1085;1086;1087;1088;1089;1090;1091;1092;1093;1094;1095;1096;1097;1098;1099;1100;1101;1102;1103;1104;1105;1106;1107;1108;1109;1110;1111;1112;1113;1114;1115;1116;1117;1118;1119;1120;1121;1122;1123;1124;1125;1126;1127;1128;1129;1130;1131;1132;1133;1134;1135;1136;1137;1138;1139;1140;1141;1142;1143;1144;1145;1146;1147;1148;1149;1150;1151;1152;1153;1154;1155;1156;1157;1158;1159;1160;1161;1162;1163;1164;1165;1166;1167;1168;1169;1170;1171;1172;1173;1174;1175;1176;1177;1178;1179;1180;1181;1182;1183;1184;1185;1186;1187;1188;1189;1190;1191;1192;1193;1194;1195;1196;1197;1198;1199;1200;1201;1202;1203;1204;1205;1206;1207;1209;1210;1211;1212;1213;1214;1215;1216;1217;1218;1219;1220;1221;1222;1223;1224;1225;1226;1227;1228;1229;1230;1231;1232;1233;1234;1235;1236;1237;1238;1239;1240;1241;1242;1243;1244;1245;1246;1247;1248;1249;1250;1251;1252;1253;1254;1255;1256;1257;1258;1259;1260;1261;1262;1263;1264;1265;1266;1267;1268;1269;1270;1271;1272;1273;1274;1275;1276;1277;1278;1279;1280;1281;1282;1283;1284;1285;1286;1287;1288;1289;1290;1291;1292;1293;1294;1295;1296;1297;1298;1299;1300;1301;1302;1303;1304;1305;1306;1307;1308;1309;1310;1311;1312;1313;1314;1315;1316;1317;1318;1319;1320;1321;1322;1323;1324;1325;1326;1327;1328;1329;1330;1331;1332;1333;1334;1335;1336;1337;1338;1339;1340;1341;1342;1343;1344;1345;1346;1347;1348;1349;1350;1351;1352;1353;1354;1355;1356;1357;1358;1359;1360;1361;1362;1363;1364;1365;1366;1367;1368;1369;1370;1371;1372;1373;1374;1375;1376;1377;1378;1379;1380;1381;1382;1383;1384;1385;1386;1387;1388;1389;1390;1391;1392;1393;1394;1395;1396;1400;1401;1402;1403;1404;1405;1406;1407;1408;1409;1411;1412;1413;1414;1415;1416;1417;1418;1419;1420;1421;1422;1423;1424;1425;1426;1427;1428;1429;1430;1431;1432;1433;1434;1435;1436;1437;1438;1439;1440;1441;1442;1443;1444;1445;1446;1447;1448;1449;1450;1451;1452;1453;1454;1455;1456;1457;1458;1459;1460;1461;1462;1463;1464;1465;1466;1467;1468;1469;1470;1471;1472;1473;1474;1475;1476;1477;1478;1479;1480;1481;1482;1484;1485;1486;1487;1488;1489;1490;1491;1492;1493;1494;1495;1496;1497;1498;1499;1500;1502;1503;1504;1505;1506;1507;1508;1510;1511;1512;1513;1514;1515;1516;1517;1518;1519;1520;1521;1522;1523;1524;1525;1526;1527;1528;1529;1530;1531;1532;1533;1534;1535;1536;1537;1538;1539;1540;1541;1542;1543;1544;1545;1546;1547;1548;1549;1550;1551;1552;1553;1555;1556;1557;1558;1559;1560;1561;1562;1563;1564;1565;1566;1567;1568;1569;1570;1571;1572;1573;1574;1575;1576;1577;1578;1579;1580;1581;1582;1583;1584;1585;1586;1587;1588;1589;1590;1591;1592;1593;1594;1596;1597;1598;1599;1600;1601;1602;1605;1606;1607;1608;1609;1610;1611;1612;1613;1614;1615;1616;1617;1618;1619;1620;1621;1622;1623;1624;1625;1627;1628;1629;1630;1631;1632;1633;1634;1635;1636;1637;1638;1639;1640;1641;1642;1643;1644;1645;1646;1647;1648;1649;1650;1651;1652;1653;1654;1655;1656;1657;1658;1659;1660;1661;1662;1663;1664;1665;1666;1667;1668;1669;1670;1671;1672;1673;1674;1675;1676;1677;1678;1679;1680;1681;1682;1683;1684;1685;1686;1687;1688;1689;1690;1691;1692;1693;1694;1695;1696;1697;1698;1699;1700;1701;1702;1703;1704;1705;1706;1707;1708;1709;1710;1711;1712;1713;1714;1715;1716;1717;1718;1719;1720;1721;1722;1723;1724;1725;1726;1727;1728;1729;1730;1731;1732;1733;1734;1735;1736;1737;1738;1739;1740;1741;1742;1743;1744;1745;1746;1747;1748;1749;1750;1751;1752;1753;1754;1755;1756;1757;1758;1759;1760;1761;1762;1763;1764;1765;1766;1767;1768;1769;1770;1771;1772;1773;1774;1775;1776;1777;1778;1779;1780;1781;1782;1783;1784;1785;1786;1787;1788;1789;1790;1791;1792;1793;1794;1795;1796;1797;1798;1799;1800;1801;1802;1803;1804;1805;1806;1807;1808;1809;1810;1811;1812;1813;1814;1815;1816;1817;1818;1819;1820;1821;1822;1823;1824;1825;1826;1827;1828;1829;1830;1831;1832;1833;1834;1835;1836;1837;1838;1839;1840;1841;1842;1843;1844;1845;1846;1847;1848;1849;1850;1851;1852;1853;1854;1855;1856;1857;1858;1859;1860;1861;1862;1863;1864;1865;1866;1867;1868;1869;1870;187Ferqa di nêvbera »ko«, »ku« û »kû« de (2005-05-19)
fjrigjwwe9r0TabArticles:ArticleHeadline
Xewna Mesûd Barzanî ji başûrê Kurdistanê mezintir e (2005-02-07)
 
REKLAM


KOLUMNÎST
Şebabê Egît nabe Şeroyê Biro û ez jî nabim ”heval”
Tolstoy û xelata Nobelê
Kurdistaneka serbixwe û [ne]cida
Heşt rojên şerê xendekê – I
Em û felsefe
Hilbijartinên Kurdistanê ez şok kirim
© 1997–2024 www.nefel.com  |  E-poste: info@nefel.com  |  Powered by Medesoft.org