[ ÇARŞEM, 2024-04-24 ]   [ BIKE MALPERA DESTPÊKÊ ]   [ BÊXE NÊV BIJAREYAN ]   [ KONTAKT ]   [ INFO ]   [ LÊGERÎN & ARŞÎV ]  
DESTPÊK
Nûçe
Nivîsar
Kulturmagazîn
Hevpeyvîn
Kolumnîst
Ewrokurd
E-Pirtûk
Lîteratûr
Ziman
Muzîk
Foto
Lînk
E-POSTEYA TE
  Nav (Username)  
   
  Þîfre (Password)  
   
   
     
   »E-posteyeka nû
 bo xwe qeyd bike
 
REKLAM


KOLUMNÎST 
Gotinên kurdî ko di nav kurdên Ermenistanê da mane
MOSKOVA, 4/7 2008 — Carna bûyarek dibe sebeb ko meriv gotarekê binivîse. Carna jî daxwaza ko di hêla zimên da kevirekî danî ser «dîwarê xanîyê kurmancî», te ber bi qelemê dibe. Bûyareke wisa berî çendik û çend salan bi min ra bû. Min di sohbeta bi hevalekî ra got: «ez îro bi vî karî va gîro bûm». Hevalê min li min vegerîya, got: «Ev gotina “gîro” min berî 30 salan ji pîrika xwe bihîstibû û heta roja îro jî ne ji yekî din bihîstibû û ne jî bi kar anîbû. Îcar çima emê dewsa gotina “gîro” gotina “mijûl” bi kar bînin, ko erebî ye?». Dû ra min texmîn kir ko di zaravê kurdên Ermenistanê da gotinên wa ne yek û ne dudu ne. Min ew gotin berev kir û bûne 100î zêdetir.

Ev gotinên ko ez li jêr raberî we dikim, piranî li Ermenistanê bi kar tînin û pirê wan jî li tu derên kurmancîaxêv da bi kar naynin. Bi bawerîya min, hemû jî kurdî ne û meriv dikare dewsa wan gotinan bi kar bîne ko ji zimanên din ketine nava zimanê me. Wek ko Celadet Bedirxanê mezin dibêje: «Zimanê me mîna kaya bêderê ye, bayê lêxistîye, bela-belayî kirîye, her gotinek di warekî da birîye. Îcar gerekê em libên kayên belavbûyî berevî bêdera xwe bikin». Min jî hewil daye bi keda xwe temî û şîretên wî zanyarê kurdan yê mezin pêk bînim. Îcar di wî karî da çiqasî bi ser ketime, ew jî li ser xwendevanan dimîne.

***

adan: Bi rûn, bi qinyat, dagirtî. Wek mînak "Adanîya şîr 3% e". Ji berheman ra jî tê gotin, wek "Bira qelema te bi adan be". Sînonîm: çivir; bi soranî: çewrî.

agûr: kelpîç, kelpînç, kerpîç.

alkan: Pêl. Pêlên deryayê.

ardû: Hemû tiştên ko têne şewitandinê.

aşûn: Tayê şûjina, ko pê çewalan didirûn. "Arşûjin" jî tê gotin.

axlêve: Dema baharê zexîra zivistanê xilaz dibe û tiştên nû jî hela şîn ne bûne, wê demê ra dibêjin "axlêve" ye. Hinek kurdên Kurdistana Başûr meha adarê ra "Axlêve" dibêjin.

axûn: Azart, li tiştekî germbûn, heyecan.

badîhewa: Belasebeb, vala. ("Te badîhewa usa kir", ango "te nekira çêtir bû"). Sînonîm: badilhewa.

batinî: Tiştekî ecêb xweş, bedew, ciwan. Piranî ji cîyên bona hêsabûnê ra tê gotin. "Çi cîkî batinî ye!", ango hikyatî ye, usa ciwan e, ko îdî nayê gotin.

bativk: Kînorê ko ser sûretê merîyan çê dibe û bi avî ye, an jî hewa (ba) tê da heye. Wexta ew diteqe, dibêjin "Ava rûyê wî qetîya", ango îdî hew şerm dike. Sînonîm: Peq, peqilk, avzelêlk.

belapêjgar: Dema kesek belasebeb dest davêje qirka (pêsîra) yekî, bi yekî ra pev diçe, dibêjin "belapêjgarî wî bû". Sînonîm: Rapelikî, bezîya, rakişîya.

beloq: "Çavê yekî beloq bûn": ango, bawerîya wî bi tiştekî qet nayê, ji çevê xwe bawer nake. Sînonîm: mat, matmayî.

berbihêr: Bi tehemûl, kesê bi sebir.

bergirtin: Kopî. Sînonîm: jibergirtin.

berxweş: Qasika (an jî amaneke din), ko ne tijî ye, ne jî nîvî ye, di navbera wan da ye. Ango, eger xwerina (an jî ava) tê da ji nîvî zêdetir be û ji tijebûnê kêmtir be, dibêjin "berxweş e".

beyanî: Hov, wehş.

betavebûn: Tiştê, an jî kesê ko nişkêva ber çavan unda dibe, dibêjin "betavebû".

betreng: Sînonîma "sipîçolkî", "zerhimî" ye. "Reng lê ne maye, reng lê çûye, betreng bûye". Bedreng jî tê bikaranîn, wek rengê xirab.

biramak: Birayên ji dayîkekê, lê ne ji bavekê.

birîya: Tiştê heyî bi carekê va xilaz bû, pûç bû, xirab bû, qut bû, bilîya.

conî: Cîyê dan lê tê kutan, ji keviran tê çêkirin. Sînonîm: curn.

çerxesiyar: Biskilêt, duçerxe, hespikê hesinî.

çêt: Di navbera cûcikê û varik da. Sînonîm: ferxik.

çingil: Cûrekî kevira ye, ko piranî li zozana didine ser hev, dikine qûç.

çir: Tenê ji şekir ra tê gotin. "Çirek şekir bide": ango, şekirek, libek şekir. Sînonîm: dendî, kab.

danavî: Kesê ko ji gelek tiştan ber xwe ketîye û êdî hew dikare ber xwe bide, danavî bûye. sînonîm: hinavkutî.

dapalandin: Wek mînak, dema mast parzûn dikin, bendê disekinin heta ava tê da gişk jê here, ango dapale. Sînonîm: dawervîn (dadiwerive).

deb: Bi swêdî: "livsföring".

den: Reng. Dara, dîwaran û h.w.d. reng dikin, lê perçe (qumaş) den dikin, dikine denê.

derc: "Derc dike", ango fêm dike, ser va diçe, tê derdixe. Ji merivan ra gava bêjin "fêm nakî", ew dikare bixeyîde, ji ber wê jî bi nermî dibêjin "derc nakî".

derz: Qelş. Wek mînak, "derza dîwêr", ko ji qelşê tengtir e; hestuyê destê merivan jî diderize (lê naşikê).

deya: Badilhewa, badîhewa. "Keda wî deya ne çû", ango kêrî tiştekî hat, pûç ne bû.

dêm: Xwelîya qir, bê ber, ko nayê bêcerkirinê, nayê avdan. Ji "xozanê" cuda ye. Xozan jî nehatîye bêcerkirinê, lê dikare bê bêcerkirinê. Herweha tê mana "bengz", "rû", "sikûm" û h.w.d. jî.

dêris: Xerckirina zêde. Wek mînak, kesê ko xwerinê zêde dadigre, nikare gişkî bixwe, yê bermayî dirêje; ango dêris dike.

dibûrî: Kesê ko dilê wî zêde li ser merivên wî yên nêzîk naşewite, dilsar e, bêxem e. Ew yek piranî ser wan merivan tê gotinê, ko demeke dirêj ji merivên xwe qut bûne, li şaristanan mane, an jî ji jîyana kurdeyatîyê bi dûr ketine.

dilmeyî: Hêka nîvkelandî (tenê hêkan ra tê gotin).

dilovan: Xêrxwaz, kesê ko bi merivên xwe ra gelekî girêdayî ye, bêrîya wan dike.

dilq: Rol. "Flankes di fîlmê da di dilqê sereke da dilîze". Bi awakî mayîn jî tê bikaranîn, wek: "Flankes ketiye dilqê bêvankesê"; ango rola wî-wê dilîze, wek wî-wê dike. Sînonîm: nîgar.

dîrek: Ortik, kakil. Wek mînak: "dîreka kon" - ew sitûna orta kon, ko kon radigre. Di sitiranan da "dîreka dinyayê" jî derbaz dibe.

dolîdang: Bi swêdî: "gunga". Sînonîm: hêlan.

êgin: Jîr, zîrek. (tenê jinan ra tê gotin).

ferezî: Wek mînak: "Tu zanî, lê ferezî xwe dewsa nezanan datanî".

firtone: Bagerîk, bahoz.

gîro: Mijûl. "Ew bi karekî va gîro ye", "Ez we gîro nekim".

gono: Kesê, ko behsa wî tê kirin, lê naxwezin ew bizanibe, ko derheqa wî da xeber didin. Ev gotin wî çaxî jî tê bikaranîn, dema behsa merivê hukumetê, an jî polîsekî dikin. Dibêjin: "yê gono hat, yê gono got" û h.w.d. Sînonîm: parsûqalind, çêleka belek, ewr e.

govek: Nîvê xeleqê ye, nîv girover e. Dibe gotina "govend" ji wê hatibe. Herweha dibêjin "hevt govek bavê filankesê", ango "hevt nislet (nesil)". Di sitiran da "goveka dinyayê" jî derbaz dibe.

gicûce: Cûrekî kevira ye, gilover e. Pir caran dîwarên axûran bi wan keviran çê dikin.

guhbel: Xinzîr, beraz. Bi fikra "muxbir", "casûs" jî tê bikaranîn.

guhdirêj: Ker, merkeb.

gulmast: Bi swêdî: "glass"; bi tirkî: dondurma". Sînonîm: qeşîr.

girgîn: Aktîv. Bi awakî din jî tê bikaranîn: "Zivistana me zivistaneke hêce girgîn e, buhara me buhareke bi gul û çîçek û rêhan û şîn e, havîna me havîneke germ e bi tîn e, payîza me payîzeke zer e, bi ta û ba pelweşîn e". Tê mana "zivistana dijwar e".

hahanga: Bi lez, destxweda, nişkêva. Ha anka, ha nuha.

helan: Navtêdan, pînckirin, niçandin. "Helanan dide wî" - ango, wî dike xîretê, ko filan tiştî bike, an li filankesî xe. Sînonîm: halan.

hesîn: Hîs; bi swêdî: "känslor". Bi soranî "hest", "sehkar"; pênc sehkarên mirovan hene: dîtin, bihîstin, tamkirin, bînkirin û destdan.

hesperêz: Meydana hespan, rêza hespan, cirîda hespan.

heytehol: "Şayî bi heytehol derbaz bû", ango gelek deng da, milet pir bû û şayî bi eşq derbaz bû. Belkî ji "heyte-heytê" tê. Sînonîm: hinge-ding.

heywangeh: Balkon.

hêlan: Bilindayî. "Flankes gihîştîye hêlanên bilind", ango gihîştîye serketinên mezin.

hêle: Bêqusûr, lihevhatî. "Merivekî hêle ye", ango bê kêmasî ye, xêrxwez e, dilpak e. An jî "ewî karekî hêle kir", ango karekî bêqusûr kir.

hêna me: Di dema me da, di wextê me da, ango gelek salan pêşda. Sînonîm: hîn, heyn.

hêvşandin: Pere paşxistin, aborîya xwe bi aqilane birêvebirin, karkerê, ko usa kar dike, ko çiqas ji wî tê qinyatên ber destê xwe pûç nake. Bi swêdî: "spara".

hilgêr, dagêr: Çûyîna li zozanan û vegera ji zozanan.

hoç: Bi swêdî dibêjin "smörgås".

kaxçîn: "Xwelîya kaxçînê". Ji wê kûzikan çê dikin.

kan: Meden (kanên neftê).

karî: Kivark. ("Karî-karî, la min kî… te xwerî").

kastîn: "Kastîna sa ye". Sa wî çaxî dikaste, dema yekî kevir avîtîyê û ji êşê kastînîya wî ye (ji "ewtînîyê" cuda ye).

kelefe: Mala (gundê, bajarê) hedimandî. "Piştî erdhejê bajar bû kelefe".

ketine qoşê: Ketine lecê, çika kê zû direve, an jî kê zû dixwe, kê zû karekê xilaz dike û h.w.d., kê zora kê dibe.

kevezan: Darê destan, gopal.

kevz: Kefa ber kenarên behrê. ("Merîyê ko çare ser tê birîn, an jî dixeniqe, destê xwe davêje kevzan jî"). Ew şînkaya, ko bi kevir û gemara di nav avê da digre. Bi tirkî: yosun.

kîp: Lap ber hev, usa, ko di navbera wan da tu tişt namîne. Wek nimûne: "Em di şahîyê da kîp rûniştibûn, ji ber ko cî kêm bû".

kolge: Qula rûvî, holika rûvî.

kurn: Kurnê avê, ko ji kevirê taybetî tê çêkirin, av ser demeke dirêj tê da sar dimîne.

lêpok: Berdevk, kesê ko bi gotina hinekan dike. Ji pêkenîyê sîrkê ra jî tê gotin. Dewsa gotina "kosegeldî" dikare bigre. Sînonîm: şahdîk (dîkê şahîyê).

liqat: Piştî çinîna gênim an jî cêh, similê ko li erdê maye.

megîran: Jina ko giran e (ducanî ye) û dilê wê diçe xwerinekê (piranî tiştên tirş). Ji wan ra "jina megîran" tê gotin. Sînonîm: nebîran.

meke: Bi swêdî dibêjin "mays". "Garisê Sitembolî", "garisê Misrî" jî tê gotin. Sînonîm: lazût, gilgilê zer.

merx: Dara sersalê, ko tê xemilandin. Wî cinsê darê ra dibêjin "dara merxê". Di sitiranan da ”Dara min ji dara bîyê, lê dirêsim hirîya mîyê”, ”Dara min ji dara merxê, lê dirêsim liva berxê”.

mêl bû: Xar bû ser alîkî, an jî xwe da ser yekî. Wek mînak, dema kêleka nexweşan rûdinên û pê ra dipeyîvin, an jî mêl dibine ser mirîyan, ji kula dilan ra dilûbînin.

mêşindar: Kesê ko bi tivingê an jî bi kevirekî rast li nîşanê dixe, dibêjin, "merivekî mêşindar e". Ango, heta dikare tûşa mêşê jî bigre û lêxe-bikuje. Sînonîm: nîşandar.

navno: Zaroyên, ko tu çi jî bidêyî, çiqasî jî bidêyî, her ne razî ye. Ew yek bal hinek mezinan jî heye. (Çi yekî/e navno ye!). Ew kesê ko navê wî bi notî derketîye. No: tûj, cirnexwaş.

nar: Rengê sor. Sorê tarî, gevez, rengê hinarê.

nemam: Xayîn, xiniz ("’Hîz û diz û xiniz").

nivatin: Sitiranên ser şînê. Kilama davêjine ser merivên zêndî, lê sitiranên li ser mirîyan ra dibêjin "nivatin". Sînonîm: nuhirandin (dinuhurîne), bilandin, lûbandin.

nuxurî: Zara pêşin. Sînonîm: ziknixî.

parç: "Parça dilê wî danî", ango "kela dilê wî danî", "hêrsa wî danî".

pelepistûkî: Kesê ko ber yekî helekarîyan an fêlbazîyan dike ji bo li wî xweş bê, dibêjin "pelepistûkîyan dike". Sînonîm: şalûzî, nangenimî, kûtgermî.

peranî: "Peranîya guran", wek "kerîyê pêz", "refê teyran", "garana dêwêr" û h.w.d.

perseng: Berbend, perde. Wek mînak: "Persenga devê wî tune", ango kesê ko çi tê ber devê wî dibêje. Sînonîm: bizmik.

pesar: Berpala di qûntara çiyê da, cîyê çêreya naxirê.

pesarî: Rêxa heywanê ko li çolê rêx kirîye, lê ew rêx hela zuha (hişk) nebûye.

peşmûrde: Şaş, metel, ecêbmayî. Kesê ko rê ji riya dernaxe, ji rewşa ketîyê nikare çarekê bibîne, derkeve.

pêpeskirin: Binpêkirin. Wek mînak, li Romê mafên merivan têne pêpeskirinê.

pirêze: Piştî dirûna ceh, genim û nîskan, ew perçê ko ber dimîne, jê ra dibêjin "pirêze".

pirçû: "Pirçûyê xwe kirîye", ango xeyîdîye, hew maye ko bigirî. Sînonîm: "Lêva xwe daliqandîye".

pînc: Ew jî hema bêje wek "helan"ê ye, lê nêgatîvî tê da pirtir e. Sînonîm: pîjkirin.

qaranî: "Qaranîya malê ketiye situyê min". Tenê jin dibêjin û tenê di vê kontêkstê da tê gotin, ango "giranîya kar ketîye ser min".

qaşûrk: Hûrikên ko ber birrîna daran dimînin, wek kayê ne, lê jê girtir in. Sînonîm: qaşil.

qeşirandin: Kesê ko li tiştekî dûr, an kesekî dinihêre, lê tê dernaxe çi ye, an jî kê ye, dibêje "Çavê min naqeşirîne".

qol: Îmze.

ra pê nabe: Çare pê nabe, nayê zevtê, her ya xwe dike. ("nayê rayê", ango teslîm nabe, kes nikare zora wî bibe, an jî wî bîne ser rê).

rêj: Xwelîya ekindar, ko berê baş dide.

rozgar: Qeder, felek. Wek "demsal" jî tê bikaranîn.

sarîk: Derdanê, ko şivan mastê xwe dikê. Ji şûşan tê çêkirin. Derdanê, ko şivan nanê xwe dikê, jê ra dibêjin "hevan".

sayî (nanê sayî): Dema dibêjin "nan bîne", tê fêmkirin, ko "xwerinê bîne", lê dema bixwezin bêjin "tenê nan bîne", dibêjin "nanê sayî bîne".

semer: Sed mî. (tenê ji mîyan ra tê gotin). Semerek pez = sed pez.

senger: Sûr, çeper, berbend. Sînonîm: kozik.

seqirandin: bêdengî, aşbûn. "Guhê min ji van zaran seqirî", ango îdî hew dikine qerebalix. "Li Rohilata Nêzîk rewş seqirî ye". Ango, bêdengî ye, şer-dew tune.

sewdaser: Kesê, ko hişê xwe unda kirîye, an jî tiştên ne li rê dike. Sînonîm: şeplepêketî.

sêlav: Dema ava çêm ji kenarên xwe dertê, an jî ava belekîyan dihele, jorda tê xarê û her tişt ber xwe dibe. Bi soranÎ. "sûlav".

sêrek: Eksî gotina "six" e. Daristana ko kêm dar tê hene, porên ko cî-cîna warîyane. Sînonîm: firk.

sîs: Sipî. Piranî ji mîyan ra tê gotin: "Mîya sîs". Dikare dewsa gotina "keçel" jî bigre. Ermenî ji çiyayê Araratê ra dibêjin "Masîs". Belkî ji gotina kurdî hatibe, ango "ma sîs", ji ber ko serê wî çiyayî tim berf e.

sil: Kesê ko ji yekî, an tiştekî aciz be, dibêjin ji filankesî an filan tiştî sil e, disilike. (bi awakî mayîn "koma gû" ye jî).

sivder: Korîdor.

six: Ser hev, pir; "daristana six", "porên six". Eksî gotina "sêrek" e.

soron: "Pişîka soron", ango "çilek", "nevsek" (tenê pişîkê ra tê gotin). Ji teyran ra dibêjin "teyrê atmace".

sût: Rengê şîn, bi swêdî: "blå". Wek: çavşîn; ango çavsût.

şek: "Şeka min neşkêne", ango "hewasa min neşkêne".

şene: Sêtilî, aletê ko gîha didine ser hev, dikine lod. Belkî gotina "şe" ji wir hatibe.

tanga min: Kêleka min, rex min.

telalok: Kuçikê (agir), ko dadidin û ser ra banz didin, an li dorê direqisin.

tem: "Temê wî dikişîne xwerinê"; "Temê wî heye ecêbekê bike". Kesê ko dilê wî da niyetek heye, dixweze pêk bîne.

temetîsk: Dêlîkatês. Sînonîm: tametîtk.

temorî: (temberî, temerî)- Tûncika ber enîya kuran. Sînonîm: pêşenîk.

tendûrek: bi swêdî "vulkan". Bi qerejdaxî: "volqan".

terewil: Hemû heywan.

teyrede: Hemû teyr û tû. Sînonîm: tilûr.

tisî: "Nanê tisî", tenê nan, bê pêxwerin. ("Nanê tisî, pê fetisî...").

tiradan: Beza hespê ya çapik û çeleng. Tenê ji hespê ra tê gotin, dema meriv ji beza hespê lezetê dibîne, dibêjin "çawa dide tirada!". Ji wan kesan ra jî bi qerf tê gotin, yên ko ji tiştekî nerazîne û nikarin di cîyê xwe da rehet rûnên. Ji wan ra tê gotin "çi didî tirada?!".

to: Piştî kelandina şîr, an jî piştî ko şîr dimeyînin, bona bikine mast, peyda dibe. Ango, rûnê şîr radibe ser. Sînonîm: qeymax.

tolan: 1. Holika kûçikan. 2. Seyê durre, di navbera tajî û se da ye, ne direyê wek se, ne jî wek tajî nêçîrê dike.

tomik: Mişk dikevine telikê û nikarin jê derên, meriv jî dikevine tomikê. Sînonîm: tor.

totik: Bi swêdî dibêjin "kakor". Weke kada ye.

toxavk: Mastê bi rûn. (bi swêdî dibêjin "grädde").

turuş: Rîsk, culet, cesaret.

tûzîk: Sînonîma gotina "gede" ye, ko bi awakî qerf tê gotinê. (Wek: "Filankes xwe nagire bê şahîya me, dewsa xwe tûzîkê xwe dişîne").

waşîya-warîya: Belg diwaşin, lê por diwarin.

werzeba: Bayê pir qalim, bayê werzan.

xerz: Kavîar. Hêkên masîyan.

xewa hingorê: Xewa kûr û şîrin.

xilîdang: Çeltê biçûk, ko mêr digirine destê xwe, an jî di situyê xwe da darda dikin; ji çerm çê dibe. Ji çentê destê şivanan ra dibêjin "hevan". Sînonîm: xelîtk, xelîdeng:

xiringêle: Tevlihevî, bêterbetî, qalmeqalm. Sînonîm: xirecir.

xizek: Pê wê ser bûzê xwe dişimitînin.

xizik: Tenê kartolan (patate) ra tê gotin, dema kelandinê ji hev naçe, nahelçiqe, pimpoxî ye û xweş e.

xurmaş: Kesê ko dihênije, xewê zor lê kirîye, jê ra dibêjin "xurmaş bûye".

xurûş kir: Êrîş kir, piranî ji bo heywanan tê gotin.

xût: Eynî. "Xût ew e", ango "ji sedî sed ew e", an jî "usa weke wî ye, ko hema bêje merî nikare ji hev derxe".

zarî bûyîn: Kesê ko ji tiştê bihîstî nişkêva şaş dibe, hew dikare fêm bike çi qewimî. Wek nimûne, "ez ber wî zarî bûm", ango zar-zimanê min negerîya (ketine hev) tiştekî bêjim.

zendegirtî: Şaşmayî, ecêbmayî, metelmayî.

zêrzemîn: Bi swêdî dibêjin "källare"; zindanê di binê erdê da, şikeftên kûr di erdê da. Ji "jêr zemînê" tê.

zûkîn: Dema se şeva dikine hewar-gazî. Sînonîm: kazîn, zûrîn.

zûr bû: Bi şaşmayîn, bi heyr-hijmekar li yekî nihêrîn. Wî çaxî jî meriv zûr dibe, dema çevê wî li rê ye, li benda yekî ye, çavê xwe naqurpîne.

-----------------------------------
Nivîskar: TÊMÛRÊ XELÎL temur_xelil@hotmail.com
Weşandin: 2008-07-04
Xwendin: 7386
 

KOLUMNÊN BERÊ   
Şebabê Egît nabe Şeroyê Biro û ez jî nabim ”heval” (2016-08-17)
Careke din ser alfabeya kurdî-latînî (2016-04-24)
Xwedêyo, tu me ji dewletnexwezan biparêzî! (2016-01-27)
Êzdîbûna kurdan ji Kurdistanê zêdetir zirarê dide Ermenistanê (2015-06-29)
Xwezî kurd di hindava dijminên xwe de wek ermenîyan bûna (2015-04-18)
Kovara ”Wêje û rexne” ji rexneyan hiz nake (2014-12-14)
Kurdên resen bûn kurdên reben (2014-10-16)
Xwedîyê kurmancîya dewlemend (2014-09-17)
Bira haya we ji zaneyên nezan hebe (2014-08-12)
Çima tirkî li ber dilê hinek kurdan ezîz e (2014-06-15)
Stranên Karapêtê Xaço dikaribûn nebûna milkê gelê kurd (2014-04-07)
Ew ji xizmetkirina bo gelê xwe lezetê dibîne (2014-02-06)
Pirtûkeke Kemal Tolan li ser êzdayetîyê (2013-12-29)
Kadroyên têlêvîzyonên kurdî li ser çi bingehî tên hilbijartin (2013-08-15)
Gêorgîyê Xudo serbilindîya Ermenistanê û kurdan bû (2013-05-27)
Em û ermenî bi şûrekî hatine birîndar kirin – ji bo bîranîna gelkujîya ermenîyan (2013-04-24)
Neyariya di kirasê welatparêzîyê da (2013-02-23)
Îvanê Omer Farîzov – mêrxasê binavûdeng lê bê nav û bê deng (2013-01-18)
Kurdistana Sor (2012-11-22)
Cegerxwîn derheqa êzîdîyan û dînê êzîdîtîyê da (2012-10-28)
NERÎNGEH
 
[kitêb] Sun Zî: Hunera şer (2016-04-21)
Ismail Beşikçi ji kurdan re li ser ermeniyan semînerek da (2013-09-28)
Kurdistan berî serxwebûna siyasî ”serxwebûna petrolê” û ekonomîk îlan dike (2012-05-21)
Tewanga navdêrên zimanê kurdî (2009-02-08)
Umît Firat dibêje navnîşana çareserîya pirsa kurd ne PKK ye (2008-11-11)
Hêro Talebanî: Min nedixwest Mam Celal bibe serokkomarê Iraqê [foto] (2007-05-10)
Alfabeya kurdî-latînî ji bo zimanê kurdî ji alfabeya kurdî-erebî minasibtir e (2005-11-02)
fjrigjwwe9r0TabArticles:ArticleHeadline
vv9v8v09fq:TabArticles:4;8;12;14;17;19;21;22;23;24;28;29;30;31;32;40;41;43;44;46;48;49;51;52;53;54;55;56;58;60;62;63;64;65;66;67;69;71;72;74;75;76;77;78;79;80;81;82;84;85;86;90;91;92;94;95;96;97;98;100;102;103;104;105;106;107;109;110;111;112;113;114;115;116;117;118;119;120;121;122;123;124;125;126;127;128;129;130;131;132;133;134;136;137;138;139;140;141;142;143;144;145;146;147;149;150;151;152;153;155;157;158;159;160;163;164;165;166;167;168;169;170;171;172;173;174;175;176;178;179;180;181;182;183;184;185;186;187;188;189;190;191;192;193;194;195;196;197;198;199;200;202;203;204;205;206;207;208;209;210;211;212;213;214;215;216;217;218;219;221;222;223;224;225;226;227;228;229;230;231;232;233;234;235;236;237;238;239;240;241;242;243;244;245;246;247;248;249;250;251;253;254;255;256;257;258;259;260;261;262;263;264;265;266;267;268;269;270;271;272;273;274;275;276;277;278;279;280;281;282;283;284;285;286;287;288;289;290;291;293;294;295;296;297;298;301;302;303;304;305;306;307;308;309;310;311;312;313;314;315;316;317;318;319;320;321;322;323;324;325;326;327;328;329;330;331;332;333;334;335;336;337;338;339;340;341;342;343;344;345;346;347;348;349;350;351;352;353;354;355;356;357;358;359;360;361;362;363;364;365;366;367;368;369;370;371;372;373;374;375;376;377;378;379;380;381;382;383;384;385;386;387;388;389;391;392;393;394;395;396;398;399;400;401;402;403;404;405;406;407;408;409;410;411;412;413;414;415;416;417;418;419;420;421;422;423;424;425;426;427;428;429;430;431;432;433;434;435;436;437;438;439;440;441;442;443;444;445;446;447;448;449;450;451;452;453;454;455;457;458;459;460;461;462;463;464;465;466;467;468;469;470;471;472;473;474;475;476;477;478;479;480;481;482;483;484;485;486;487;488;489;491;492;493;494;495;496;497;498;499;500;501;502;503;504;505;506;507;508;509;510;511;512;513;514;515;516;517;518;519;520;521;522;523;524;525;526;527;528;529;530;531;532;533;534;535;536;537;538;539;540;541;542;543;544;545;546;547;548;549;550;552;553;554;555;556;557;558;559;560;561;562;563;564;565;566;567;568;569;570;571;572;573;574;575;576;577;578;579;580;581;582;583;584;585;586;587;588;589;590;591;592;593;594;595;596;597;598;599;600;601;602;603;604;605;606;607;608;609;610;611;612;614;615;616;617;618;619;620;621;622;623;624;625;626;627;628;629;630;631;632;633;634;635;636;637;638;639;640;641;642;643;644;645;646;647;648;649;650;651;652;653;654;655;656;657;658;659;660;661;662;663;664;665;666;667;668;669;670;671;672;673;674;675;676;677;678;679;680;681;682;683;684;685;686;687;688;689;690;691;692;693;694;695;696;697;698;699;700;701;702;703;704;705;706;707;708;709;710;711;712;713;714;715;716;717;718;719;721;722;723;724;725;726;727;728;729;730;731;732;733;734;735;736;738;740;741;742;743;744;745;746;747;748;749;750;751;752;753;755;756;757;758;759;760;761;762;763;764;765;766;767;768;769;770;771;773;775;776;777;778;779;780;781;782;783;784;785;786;787;788;789;790;791;792;793;794;795;796;798;799;800;801;802;803;804;805;806;807;808;809;810;811;812;813;814;815;816;817;818;819;820;821;822;823;824;825;826;827;828;829;830;831;832;833;834;835;836;837;838;839;840;841;842;843;844;845;846;847;848;849;850;851;852;853;854;855;856;857;858;859;860;861;862;863;864;865;866;867;868;869;870;871;872;873;874;875;876;877;878;879;880;881;882;883;884;885;886;887;888;889;890;891;892;893;894;895;896;897;898;899;900;901;902;903;904;905;906;907;908;909;910;911;912;913;914;915;916;917;918;919;920;921;922;923;924;925;926;927;928;929;930;931;932;933;934;935;936;937;938;939;940;941;942;943;944;945;946;947;948;949;950;951;952;953;954;955;956;957;958;959;960;961;962;963;964;965;966;967;968;969;970;971;972;973;974;975;976;977;978;979;980;981;982;983;984;985;986;987;988;989;990;991;992;993;994;995;996;997;998;999;1000;1001;1002;1003;1004;1005;1006;1007;1009;1010;1011;1012;1013;1014;1015;1016;1017;1018;1019;1020;1021;1022;1023;1024;1025;1026;1027;1028;1029;1030;1031;1032;1033;1034;1035;1036;1037;1038;1039;1040;1041;1042;1043;1044;1045;1046;1047;1048;1049;1050;1051;1052;1053;1054;1055;1056;1057;1058;1059;1060;1061;1062;1063;1064;1065;1066;1067;1068;1069;1070;1071;1072;1073;1074;1075;1076;1077;1078;1079;1080;1081;1082;1083;1084;1085;1086;1087;1088;1089;1090;1091;1092;1093;1094;1095;1096;1097;1098;1099;1100;1101;1102;1103;1104;1105;1106;1107;1108;1109;1110;1111;1112;1113;1114;1115;1116;1117;1118;1119;1120;1121;1122;1123;1124;1125;1126;1127;1128;1129;1130;1131;1132;1133;1134;1135;1136;1137;1138;1139;1140;1141;1142;1143;1144;1145;1146;1147;1148;1149;1150;1151;1152;1153;1154;1155;1156;1157;1158;1159;1160;1161;1162;1163;1164;1165;1166;1167;1168;1169;1170;1171;1172;1173;1174;1175;1176;1177;1178;1179;1180;1181;1182;1183;1184;1185;1186;1187;1188;1189;1190;1191;1192;1193;1194;1195;1196;1197;1198;1199;1200;1201;1202;1203;1204;1205;1206;1207;1209;1210;1211;1212;1213;1214;1215;1216;1217;1218;1219;1220;1221;1222;1223;1224;1225;1226;1227;1228;1229;1230;1231;1232;1233;1234;1235;1236;1237;1238;1239;1240;1241;1242;1243;1244;1245;1246;1247;1248;1249;1250;1251;1252;1253;1254;1255;1256;1257;1258;1259;1260;1261;1262;1263;1264;1265;1266;1267;1268;1269;1270;1271;1272;1273;1274;1275;1276;1277;1278;1279;1280;1281;1282;1283;1284;1285;1286;1287;1288;1289;1290;1291;1292;1293;1294;1295;1296;1297;1298;1299;1300;1301;1302;1303;1304;1305;1306;1307;1308;1309;1310;1311;1312;1313;1314;1315;1316;1317;1318;1319;1320;1321;1322;1323;1324;1325;1326;1327;1328;1329;1330;1331;1332;1333;1334;1335;1336;1337;1338;1339;1340;1341;1342;1343;1344;1345;1346;1347;1348;1349;1350;1351;1352;1353;1354;1355;1356;1357;1358;1359;1360;1361;1362;1363;1364;1365;1366;1367;1368;1369;1370;1371;1372;1373;1374;1375;1376;1377;1378;1379;1380;1381;1382;1383;1384;1385;1386;1387;1388;1389;1390;1391;1392;1393;1394;1395;1396;1400;1401;1402;1403;1404;1405;1406;1407;1408;1409;1411;1412;1413;1414;1415;1416;1417;1418;1419;1420;1421;1422;1423;1424;1425;1426;1427;1428;1429;1430;1431;1432;1433;1434;1435;1436;1437;1438;1439;1440;1441;1442;1443;1444;1445;1446;1447;1448;1449;1450;1451;1452;1453;1454;1455;1456;1457;1458;1459;1460;1461;1462;1463;1464;1465;1466;1467;1468;1469;1470;1471;1472;1473;1474;1475;1476;1477;1478;1479;1480;1481;1482;1484;1485;1486;1487;1488;1489;1490;1491;1492;1493;1494;1495;1496;1497;1498;1499;1500;1502;1503;1504;1505;1506;1507;1508;1510;1511;1512;1513;1514;1515;1516;1517;1518;1519;1520;1521;1522;1523;1524;1525;1526;1527;1528;1529;1530;1531;1532;1533;1534;1535;1536;1537;1538;1539;1540;1541;1542;1543;1544;1545;1546;1547;1548;1549;1550;1551;1552;1553;1555;1556;1557;1558;1559;1560;1561;1562;1563;1564;1565;1566;1567;1568;1569;1570;1571;1572;1573;1574;1575;1576;1577;1578;1579;1580;1581;1582;1583;1584;1585;1586;1587;1588;1589;1590;1591;1592;1593;1594;1596;1597;1598;1599;1600;1601;1602;1605;1606;1607;1608;1609;1610;1611;1612;1613;1614;1615;1616;1617;1618;1619;1620;1621;1622;1623;1624;1625;1627;1628;1629;1630;1631;1632;1633;1634;1635;1636;1637;1638;1639;1640;1641;1642;1643;1644;1645;1646;1647;1648;1649;1650;1651;1652;1653;1654;1655;1656;1657;1658;1659;1660;1661;1662;1663;1664;1665;1666;1667;1668;1669;1670;1671;1672;1673;1674;1675;1676;1677;1678;1679;1680;1681;1682;1683;1684;1685;1686;1687;1688;1689;1690;1691;1692;1693;1694;1695;1696;1697;1698;1699;1700;1701;1702;1703;1704;1705;1706;1707;1708;1709;1710;1711;1712;1713;1714;1715;1716;1717;1718;1719;1720;1721;1722;1723;1724;1725;1726;1727;1728;1729;1730;1731;1732;1733;1734;1735;1736;1737;1738;1739;1740;1741;1742;1743;1744;1745;1746;1747;1748;1749;1750;1751;1752;1753;1754;1755;1756;1757;1758;1759;1760;1761;1762;1763;1764;1765;1766;1767;1768;1769;1770;1771;1772;1773;1774;1775;1776;1777;1778;1779;1780;1781;1782;1783;1784;1785;1786;1787;1788;1789;1790;1791;1792;1793;1794;1795;1796;1797;1798;1799;1800;1801;1802;1803;1804;1805;1806;1807;1808;1809;1810;1811;1812;1813;1814;1815;1816;1817;1818;1819;1820;1821;1822;1823;1824;1825;1826;1827;1828;1829;1830;1831;1832;1833;1834;1835;1836;1837;1838;1839;1840;1841;1842;1843;1844;1845;1846;1847;1848;1849;1850;1851;1852;1853;1854;1855;1856;1857;1858;1859;1860;1861;1862;1863;1864;1865;1866;1867;1868;1869;1870;187Ferqa di nêvbera »ko«, »ku« û »kû« de (2005-05-19)
fjrigjwwe9r0TabArticles:ArticleHeadline
Xewna Mesûd Barzanî ji başûrê Kurdistanê mezintir e (2005-02-07)
 
REKLAM


KOLUMNÎST
Şebabê Egît nabe Şeroyê Biro û ez jî nabim ”heval”
Tolstoy û xelata Nobelê
Kurdistaneka serbixwe û [ne]cida
Heşt rojên şerê xendekê – I
Em û felsefe
Hilbijartinên Kurdistanê ez şok kirim
© 1997–2024 www.nefel.com  |  E-poste: info@nefel.com  |  Powered by Medesoft.org