[ ÎNÊ, 2024-03-29 ]   [ BIKE MALPERA DESTPÊKÊ ]   [ BÊXE NÊV BIJAREYAN ]   [ KONTAKT ]   [ INFO ]   [ LÊGERÎN & ARŞÎV ]  
DESTPÊK
Nûçe
Nivîsar
Kulturmagazîn
Hevpeyvîn
Kolumnîst
Ewrokurd
E-Pirtûk
Lîteratûr
Ziman
Muzîk
Foto
Lînk
E-POSTEYA TE
  Nav (Username)  
   
  Þîfre (Password)  
   
   
     
   »E-posteyeka nû
 bo xwe qeyd bike
 
REKLAM


KOLUMNÎST 
Rewşa zimanê kurdî di komarên Sovyêta berê da: duh û îro
SWÊD, 17/3 2008 — Ji bo min zehmet e ez di nava gotarekê da derheqa karekî da bipeyîvim ko eva 80 salan zêdetir e em dikin. Ezê pêşî wêneyekî li ber we raxim, da ko hûn bizanibin bi tevayî di karê pêşketina zimanê kurdî (zaravê kurmancî) yê nivîskî, standardkirina wî da keda me çiqas e.

Ez ji serê sêrî da bêjim ko me ew kar bi alîkarî û di bin baskê dewleta Sovyêta berê, bi resmî, bi profêsyonalî kirîye. Ango, me 80 salan, rojê 8 sehet ser helkirin, zelalkirin, azurûkirin, pêşxistina zimanê xwe û ne tenê zimanê xwe kar kirîye, lê herwiha çand û edebîyeta xwe pêş xistîye. Ango, ew karê me yê yekemîn bûye. Û ev kar kesên ko li ûnîvêrsîtêtên Rewanê, Moskvayê xwendibûn û kurmancîke baş zanibûn kirine. Haya we gelekan ji dengê radyoya me û sitiranên wê, qîmetê rojnameya kurdî ya here jîyandirêj ”Rya teze” ko ji sala 1930î heta niha çap dibe, pirtûkên kurdî yên folklorê û berhemên edebî heye.

Berî avabûna Yekîtîya Sovyêtê, ango sala 1917an, kurd di van komaran da diman: li Azirbêcanê, Turkmênistanê, Ermenistanê û Gurcistanê. Ji vana yên herî pir li Azirbêcanê diman û jimara wan digihîşte weke 30 hezarî. Kurdên Azirbêcanê ji sedsalên navîn li wir dimînin. Piştî wan bi jimara xwe va kurdên Turkmênistanê pir bûn, weke 5 hezar ko di sedsala 16an di dema Şah Abbas da ew ji bo parastina hidûdên welêt ji Kurdistana Îranê mihacirî Xorasanê kiribûn, ji wir jî ew mihacirî vî welatî bûne. Wan deman, ango berî şerê cihanê yê yekemîn, jimara kurdên Ermenistanê û Gurcistanê ne pir bû. Weke hezar kurdên ji eşîra Rojkîyan (Şerefxanê Bîtlîsî jî ji wê eşîrê ye) ko ez jî ji wê malbetê me, di dema şerê di navbera Rûsîyayê û Tirkîyê da (di salên 1827-28an da) ji Bîtlîsê mihacirî Împêratorîya Rûsîyayê bûbûn. Jimara kurdên Gurcistanê ko li ser hidûdên Tirkîyê diman, belkî ji hezar kesî jî derbaztir ne dibû. Ew jî ew kurd bûn ko dema hidûdên Tirkîyê hatine kişandinê, ew vî berî man, ango neketine nava sînorên Tirkîyê.

Piştî destpêka şerê cihanê yê yekemîn, sala 1915an li Tirkîyê û Kurdistana Bakur dest bi qirkirina ermenîyan bû. Û ji ber ko ew gelkujî ne tenê dijî ermenîyan, lê herwiha dijî hemû kesên ne musulman bû, êzdî jî ketine ber devê şûrê Tirkîyê ko heta niha jî kurdên me jê ra Roma reş dibêjin. Û bi hezaran kurdên êzdî, herwiha bi sedan kurdên musulman jî ko dijî desthilatdarîya Tirkîyê bûn, ji ber tirsa xezabûnê xwe li riya revê, mihacirîyê, şaristanîyê girtin, berê xwe dane Ermenistana niha. Di nav salan da gelek kurdên ko mihacirî Ermenistanê bûbûn, ji bo peydakirina kar berê xwe dane paytextê Gurcistanê - Tbîlîsîyê û li wir jî dîyasporeke kurdan çê bû.

Ango, îdî ser axa Sovyeta berê ewqas kurd hebûn ko dihatine hesibandinê yek ji gelek miletên welêt. Jimara kurdan bi tevayî digihîşte weke 150 hezarî. Serokatîya Sovyetê fikirî ko gerekê pirsa van miletan ya di hêla pêşketina ziman, çand û edebîyeta wan da bê helkirinê û biryar-dêkrêteke wisa derxist ko him gorî sîyaseta dewletê bû, him jî alî pêşketina wan miletên bi jimara xwe va hindik dikir. Û ji ber ko înîsîyator û bingehdarê wê serekê dewleta Sovyêtê Lênîn bû, navê wê biryar-dêkrêtê danîn ”Polîtîka Lênînîyê ya miletîyê”. Ango polîtîka welatekî yekgirtî, ya Yekîtîya Sovyêtê bû ko 12 komar diketine navê. Di bingeha wê da dihate gotinê ko efrandin-berhemên gelên Sovyetê gerekê bi forma (cûrê) xwe miletî bin, lê bi naveroka xwe sosîyalîstî bin.

Kurd jî yek ji wan miletan bûn, lema jî biryar kirin li wan komaran, li ko kurd hene, merkezên hilanîna nexwendîtîyê, perwerdeyê saz bikin, her tiştî bikin bona ew milet di hemû warên ronahîdarîyê da bi pêş bikevin. Ji ber ko piranîya kurdan li Azirbêcanê û Turkmênistanê diman, guhdarîya mezin danîne ser wan. Li Azirbêcanê sala 1923an heta avtonomîyeke kurdan jî saz kirin ko dihate binavkirinê ”Kurdistana Sor”, bi paytextê Laçîn va. Lê di van komarên Sovyetî da ev kar rind ne meşîya. Çend sebebên vê yekê hebûn: 1.Kurdên van komaran çend sedsalan ji welatê xwe qut bûbûn û têra xwe asîmîle bûbûn. Di vî karî da azirîyan û turkmenan jî “alîkarîya“ wan kirin. 2. Pêşketina kurdan ne bi dilê desthilatdarên wan komaran bû. Ne dûr e ko destên dewletên ko Kurdistan di nav xwe da perçe kirine, di nav wî karî da hebû. 3. Kurdên wira musulman bûn û ji bo gelekan femdarîya dîn ser femadarîya milet û welêt ra bû.

Ev kar li Gurcistanê jî wek ko pêwîst bû nemeşîya, ji ber ko 95 % kurdên wira li paytext, ne ser hev (kompakt) diman, ya sereke jî - gundên kurdan tunebûn ko bingeha xweparastinê, nehelandinê ya sereke ye.

Di hêla pêşdabirina çand, edebîyet, dîrok, zimanê kurdî da Ermenistan bû merkeza hemû pêşketinan û ne tenê bona kurdên Sovyeta berê, lê hela ji bo kurdên hemû cihanê jî. Çend sebebên wê pêşketinê hebûn:

1. Ermenistan û ermenî bi dostanî û xêrxazî piştgirîya me dikirin. a) ji ber ko wana bi çevên ”ev êzdîyên me ne, di gelkujîyê da me piştgirîya hev kir, ew jî zirareke mezin ketin û ziyaneke mezin kişandin”, b) ermenîyan zanibû ko pêşketina me ne bi dilê dewletekê ye ko kurd û ermenî wê dijmina xwe dibînin. Ji ber ko kadroyên kurd tunebûn, di destpêkê da ronakbîrên ermenîyan yên kurdî xweş zanibûn bi xwe karê pêşketina ziman û çanda me kirin, heta rêdaktorîya rojnameya ”Rya teze” jî.

2. Kurdên Ermenistanê nû ji Kurdistanê mihacir bûbûn û kurdîyeke xweş zanibûn. Zanebûnên kurdên me ji zanebûnên kurdên herêmên Kurdistana Bakur yên mayîn û herwiha ji kurdên Împêratorîya Osmanîyê jî zêdetir bû, ji ber ko piranîya kurdên me ji der û dorên Qersê, Surmelîyê û herêmên dinê bûn ko berê jî di bin desthilatdrîya rûsan da bûn. Heta ji wan kurdên êzdî jî zêde bû ko ji Wanê mihacir bûbûn.

3. Dînê me û ermenîyan ne eynî dîn bû û di fikira wan da jî tunebû me asîmîle bikin.

4. Perwerdeya li Ermenistanê ji ya Azirbêcanê û Turkmênistanê xurttir bû. Kurdên me ermenî ji gelek ermenîyan çêtir zanibûn, ji ber ko piranîya wan wextê diçûne dibistanan, xênji kurdî zimanekî din nizanibûn û yekser ermenkîya (an jî ûrisîya) edebî, ya standardkirî hîn dibûn.

5. Weke 40 gundên me yên xurû kurdî hebûn û di çend gundên ermenîyan da jî di her yekî da heta 100 malên kurdan hebûn.

Niha em bêne ser pirsa ka me ew kar çawa destpê kir û heta niha em gihîştine çi qonaxê: bi texmîna min me di hêla çandeya kurdî da şoreşek kirîye, di hêla perwerdeya bi zimanê kurdî da raperînek kirîye.

Ew kar li cîkî xalî, vike-vala hate kirinê. Haya me ne ji efrandinên Ahmedê Xanî, Elîyê Herîrî, ne jî ji rojnameya kurdî ya pêşin - ”Kurdistan”ê hebû. Ew kêmanîyek bû. Bedirxanîyan jî karên xwe wek me dest pê kirin. Nehayadarbûna wan ji karê me û astengên ko Yekîtîya Sovyetê çê kiribûn, firsend ne dan ko di destpêka çapkirina kovarên ”Hawar”, ”Roja Nu”, ”Ronahî”yê da tecrûbeya me ya di hêla pêşketina zimanê kurdî da bi kar bînin, sûd jê bigirin.

Sala 1921ê dost û xêrxazekî kurdan Hakob Xazaryanê ermenî ko di dîrokê da bi navê Lazo eyan e (kurdên me jê ra herwiha Apo jî digotin) elfebaya kurdî ya bi tîpên ermenî çê kir û pirtûka perwerdeyê ya bi sernivîsara ”Şems” çap kir. Lê evê elfabayê di nav kurdan da cî negirt, ji ber ko herfên ermenî têra sewtên (dengên) kurdî ne dikirin.

Sala 1928an bi biryardayîna dewleta Sovyêtê û xemxurîya hukumeta Ermenistanê Erebê Şemo û Îsahak Morogûlovê aşûrî elfebaya kurdî-latînî çê kirin û piştî salekê wana bi wan herfan pirtûka kurdî ya bi tîpên latînî ya pêşin li cihanê bi sernivîsara ” Xu-xu hînbûna xundina nivîsara kurmancî” çap kirin. A ev pirtûk di destê min da ne ko belkî jî ji wê ev nuxse tenê maye û ez vê pirtûka ji pirtûkxaneya bavê xwe diyarî Pirtûkxaneya Kurdî ya Înstîtûta Parîsê dikim. Bi vê pirtûkê ez dixwezim wê fikira şaş ji holê rakim ko elfabaya kurdî ya latînî ji alîyê Bedirxanîyan va hatîye sazkirinê. Wan salan eger kurdek hebûye ko ev rastî qebûl kirîye, karê me şêkirandîye û qîmet dayê, ew jî Celadet Bedirxan e. Ewî bi xwe di hejmara ”Hawar”ê ya 9an da bi naznavê Herekol Azîzan nivîsek çap kirîye ko di wê da tê gotinê:

"Rûjnameke kurdmancî, bi herfên nû, bi kurdmancîyeke xwerû, li Rewanê, di şiklekî spehî û çeleng de derdikeve.

Vê paşîyê çend hejmarên wê gehiştine destê me. Çavên me pê biruhn bûn, dilê me şa û geş bû.

Kurdmancên Rewanê ji rûjnamê pêve çend kitêb jî derêxistine. Me sê-çar rûj mijûlahîya xwe bi wan kirin.

Ji nav rûpelên wan ên taze û ter bihna kulîlkên çiyayê Elegozê, bayê zozanên Serhedan dihatin. Di nav resmên wan de şal-û-şapikê kurdmancî, xencer û piştxencera kal û kalikên me dihatin dîtin.

Rêya Teze wek navê xwe taze ye, nû ye, nûbar e. Lê ji Hawarê kevintir, bi emr jê mezintir e. Hejmara wê a paşin ko gehiştiye destê me a pêncî û nehan e. Li gora ko Rêya-Teze rûjnameke dehrûjkî ye, berî salkê û hin dest bi derketinê kiriye".

Sala 1930î bi wê elfabayê hejmara rojnameya ”Rya teze” ya pêşin derket ko heta îro jî çap dibe û bû bingeheke çêkirina zmanê kurdî yê edebî û edebîyeta kurdî li Ermenistanê û komarên Sovyêta berê gişkî, herwiha zimanê rojnameyê li welatê me bona kurdan wek zimanê nivîskî yê resmî hatibû qebûlkirin, bûbû zimanê standard.

Sala 1931ê li Rewanê (Yêrêvanê) Xwendegeha Pişkavkazê ya kurdî ya dersdarhasirkirinê hate vekirinê bona amadekirina mamostayên ziman û edebîyeta kurdî. Li wir kurdên ji hemû komarên Yekîtîya Sovyêta berê dixwendin û piranîya wan di paşdemê da di cî û warên xwe da bûne mamostayên ziman û edebîyeta kurdî.

Ew elfaba herwiha bû bingehê xuliqîn û pêşketina edebîyeta kurdî jî; şayîr û nivîskarên me berhemên xwe bi wê elfabayê çap kirin. Ji sala 1932an heta sala 1936an çend antolojîyên berhemên efrandarên kurd, herwiha folklora kurdî, di nav wan da ”Folklora Kurmanca” ya sala 1936an, bi 650 rûpelan va ko sertaca edebîyeta me û kubarîya hemû kurdan e, çap bûn. Wan salan edebîyeta kurdî ya wergerê jî gavên pêşin kir û bi pêş ket û evê yekê edebîyeta me xurttir kir.

Lê heyf ko sala 1937an rêjîma Stalîn bi bahaneyên cuda-cuda her tişt ji holê rakir, qedexe kir ko miletên kêmjimar bi zimanê xwe bixûnin û binivîsin. Yek ji wan bahaneyan ew bû ko xwedêgiravî zimanên miletên kêmjimar di nav çend salan da nebûn zimanên edebîyetê. Çapkirina pirtûkan û rojnameya ”Rya teze” hate qedexekirinê. Hela di ser da jî gelek ronakbîrên me avîtine hebisê, di nav wan da Erebê Şemo, Cerdoyê Gênco, Ahmedê Mîrazî, Hecîyê Cindî û yên din, giva pêwendîyên wan bi miletên wan yên dervayî Sovyêtê ra heye. Hilbet ne dûr e ko destên ji der va, xêrnexwazên gelê kurd di vî karî da rola xwe lîstin.

Heta nîveka salên 50î di hemû waran da bal me valahîyek çê bû. Tenê çend antolojîyên berhemên nivîskarên me bi nîvfermî çap bûn. Piştî mirina Stalîn (sala 1953an) hate biryarkirinê ko piştgirîya gelên kêmjimar bikin bona ew ziman, çand û edebîyeta xwe pêşda bibin. Û ji ber ko di wî karî da cêribandina me îdî hebû, kadro hebûn, ew kar di demeke kurt da bi ser ket. Dewletê siparte Hecîyê Cindî ko elfabaya kurdî ser hîmê tîpên kirîlî çê bike. Bi wê elfabayê carek din dest bi weşana rojnameya ”Rya teze”, pirtûkên ziman û edebîyeta kurdî bona dibistanan, bi dehan pirtûkên edebî û zargotinê (folklorê) bûn. Wê salê radyoya kurdî jî dest bi karê xwe kir. Ji bo pêşketina vî karî biryar hate qebûlkirinê ko li Akadêmîyayên Ermenistanê, Rûsîyayê (li Moskvayê û Lênîngradê, niha Sankt-Pêtêrsbûrgê) di Înstîtûtên Rojhilatzanîyê da beşên kurdzanîyê vekin, li çend ûnîvêrsîtêtên welêt dest bi amadekirina kadroyên kurdzan (zimanzan, edebîyetzan, dîrokzan, edebîyetzan, êtnograf) bikin. Ulmê kurdzanîyê ewqas pêşda çû ko hewcedarîya çapkirina ferhengên kurdî pêşda hat. Pey hev Ferhengên Kurdî-Rûsî ya Qanatê Kurdo, Kurdî-Rûsî ya Çerkez Bakayêv, Rûsî-Kurdî ya Îvan Farîzov çap bûn.

Li vir ez dixwezim fikirekê bêjim, belkî li we ecêb bê: elfabaya kurdî ya bi tîpên kirîlî ji bo kurdên me ji ya latînî baştir bû, ji ber ku: a) di wê da hemû sewtên (dengên) kurdî hebûn û b) ji bo zarokên kurd ko nû destbi xwendina dibistanê dikirin, zehmet bû fêrî herfên ermenî bibin (di gundan da hemû dibistan bi ermenî bûn), ji ber ko herfên wan yên taybet hene, herwiha di dibistanan da rûsî jî derbaz dibûn û eger kurdî jî bi tîpên latînî bûya, dibû sê elfaba.

Şorişa bi serokatîya Barzanîyê Mezin nav û dengê kurdan li dinê xist. Sovyêtê texmîn kir ko li Rohilata Nêzîk quweteke xurt heye û hewce dît karê pêşketina ziman, dîroka kurdan li welatê xwe xurttir bike. Rojnameya ”Rya teze” kir organa Komîtêya Navbendî ya Partîa Komûnîstîyê ya Ermenistanê, hukumetê û dewletê, ango rojnameya me bû yek ji çar rojnameyên komarê yên sereke. Sovyetê hewil da ji cihanê ra bêje ko di dinyayê da bi dehan mîlyonan kurd hene, tenê li Sovyetê heqên wan hatine kefîlkirin (garantîkirin). Bi wê yekê va dixwest kurdan bikira sîmpatîzan û piştgirên xwe. Ew yek dihate hesabê hemû kurdan jî û lema Sovyetê zêde guh dida ser me. Me ev firsend bi kar anî û daxaza heqên zêde ji Sovyeta berê kir. Li vir dixwezim nimûneyekê bînim: Xelîlê Çaçan ko 24 salan serokê radyoya kurdî ya Rewanê bû, di nîveka salên 60î nameyek ji serokatîya radyoya Moskvayê ra nivîsî (radyoya kurdî ya Rewanê di esilê xwe da radyoya Yekîtîya Sovyet bû, ne tenê ya Ermenistanê bû) ko dirêjaya wextê radyoya kurdî gerekê ne gorî jimara binecîyên wê be û heqê kurdan gerekê ji heqê hemû miletên Sovyêt yên kêmjimar zêdetir be, ji ber ko hema bêje ew hemû milet xwedî dewlet in, dewletên wan an li ser axa Yekîtîya Sovyêtê, an jî dervayî welêt heye. Ji bo nimûne, heqê ermenîyên Ûkraînayê, an jî almanên Qazaxistanê gerekê ne wek yê kurdan be, yê kurdan gerek zêde be”. Ev fikir maqûl hate dîtin û wextê radyoya kurdî hate zêdekirinê, ji nîv sehetî gihîşte 90 deqeyî û her ro. Ji bo nimûne, li Ermenistanê azirî bi jimara xwe va 8 caran ji kurdan zêdetir bûn, lê demên radyoya wan 40 deqe bû.

Bûyareke balkêş jî bîjim: dema Barzanîyê Mezin sala 1958an hate Ermenistanê û radyoya kurdî ziyaret kir, got: ”Radyoya we di serketina şorişa me da roleke giring dilîze”. Serekê radyoyê sipasîya xwe jê ra got û jê hîvî kir wan gotinan bigihîne serokatîya Sovyêtê. Barzanî soz da ko wê bigihînê. Belkî jî bi gotina Barzanî bû ko wextê radyoya me hate zêdekirinê.

Me bi karê xwe va piştgirîya wan hemû kurdan jî dikir ko di komarên din da diman û firsenda wan ya pêşdabirina ziman, edebîyet û çanda kurdî tunebû. Ji bo nimûnê, me pirtûkên dersan ji wan ra dişand, gelek kes aboneyê ”Rya teze” bûn, me berhemên hinekan ji wana bal xwe çap dikirin, wana radyoya me guhdarî dikirin, ango guhê me li ser hev bû.

Ev kar heta hilweşîna Yekîtîya Sovyêt kişand. Piştî rûxandina dewleta ko xwedî û xudanê me bû, wek dibêjin ”pişta xwe da me û çû”. Îdî em ne di bin baskê dewleteke xurt da bûn. Em niha tam nikarin bêjin ko rojnameya “Rya teze“, radyoya kurdî, beşên kurdzanîyê kar dikin, em dikarin bêjin ko ew nehatine girtinê. Hilweşîna Sovyêtê zirareke mezin gîhande çandeya me. Xên ji dewleta Sovyêtê, xwedîyê miletê me ronakbîrên me bûn jî. Wana jî dît ko îdî karê wan wek berê wê nemeşe, her yek xwe li rêyekê girt. Di ser da jî çend kurdên êzdî, çend “hevalên“ ji Kurdistana Bakur, çend kurdên ji Azirbêcanê ko berê tu eleqeyên wan hemûyan bi ronakbîrîyê û pêşketina çand û edebîyeta me tunebû, serê xwe bilind kirin, êrîş birine ser ronakbîrên rast ko ew dewsa wan bibine xwedîyê milet. Komika êzdîyan bi serokatîya çend kesên nîvxwendî ketine meydanê û propoganda “Em ne kurd in, em êzdî ne“ li her deran kirin û ji xwe ra gelek piştgir peyda kirin. Dewleta Ermenistanê jî rê ber wan vekir, heta di radyoya dewletê da nîv sehet wext da radyoya êzdîyan, ango “bi zimanê êzdikî“, rojnameya ermenkî bi navê “Dengê êzdîyan“ çap dikin, pirtûkên “êzdikî“ yên dersan amade kirine û h.w.d. Gorî statîstîka dewleta Ermenistanê ya resmî ya sala 1991ê jimara kurdên Ermenistanê ji 56 hezaran dakete 4 hezaran. Ango, 52 hezar kurd di nav rojekê da bûn êzdî, ango ne kurd. Tiştê ecêb ew bû ko wê salê ji 4 hezar kurdên Ermenistanê 5 hezar bûne aboneyên rojnameya “Rya teze“. Min derheqa vê yekê da înformasyonek ji “Kitêba rêkoran ya Guinness“ ra şand, wek bûyareke nedîtî. Kurdên “heval“ jî ketine nava miletê me gotin: “Hûn wedelî li vir dijîn, welatê we Kurdistan e, me di binê erdê da Kurdistan çê kirîye, maye ser erdê çê bikin“. Vana jî ji xwe ra gelek piştgir peyda kirin. Komika “Yekbûn“ ko bi serokatîya hinek kurdên Azirbêcanê (piranî ji warên Kurdistana Sor ya berê) hatibû sazkirinê, kete nav milet, propoganda kir ko “Em gerekê axa xwe li xwe vegerînin“. Riya vegerandinê jî ew yek didîtin ko hemû kurdên Sovyeta berê herine ser axa Kurdistana Sor ya berê (ku di navbera Ermenistanê û Qerebaxa Çiya da ne), şerê azirîyan bikin. Ango milet bibine di navbera du dewletan da (Ermenistanê û Azirbêcanê) ko ew bi xwe jî şerê hev dikirin. Ev hemû li ser riya pêşketina me bûne berbend û hasêgeh.

Di vî halê îro da em xwedîyê xwe Kurdistana azad dibînin. Em hêvîdar in ko ewê di hewara me da bê, wê dengê me bibihê û piştgirîya me bike, da ko em bikaribin wek berê û xurttir jî karê pêşdabirina ziman, çand û edebîyeta xwe berdewam bikin.

Xwesma rojnameya “Rya teze“ hewcê alîkarîyê ye. Hinek kes dikarin bifikirin ko gelek rojname têne girtin, bira “Rya teze“ jî bê girtin. Lê bi berdewamkirina weşanên wê emê bikaribin ji cihanê ra bêjin ko kurd dikarin 80 salan û zêde jî rojnameyeke xurû kurdî derxin.

Wek me got, yek ji sebebên pêşketina me piştgirîya dewleta Sovyêtê bû. Kontrola dewletê û ya ronakbîrên me jî alî me kir ko em karê xwe bi rûspîtî bi ser xin. Ji bo nimûnê, li welatê me her kes bi hêsanî nikaribû bibûya helbestvan an jî nivîskar. Yê ko bixwesta pirtûkeke xwe çap bikira, gerekê berhemên xwe bida komîsyona Komeleya nivîskarên kurd ya li rex Yekîtîya Nivîskarên Ermenistanê. Ewê komîsyonê berhemên wî dixwend û biryara çapkirinê an jî çapnekirinê dida. Bal me hinek kes hebûn bi çewalan “helbest“, “serpêhatî“, “roman“ û h.w.d. nivîsîn, lê nebûne nivîskar, ji ber ko pirtûkên wan nehatine çapkirinê. Hilbijartina kadroyên ko gerekê di ocaxên kurdî yên kûltûrî da kar bikirana jî bi vî awayî dihate kirinê. Ango, merivê ne kompêtêns, dûrî kar û barên ronakbîrîyê nikaribû bikete “govenda“ kûltûra me.

Dawîyê dixwezim çend gotin jî derheqa kurdên Qazaxistanê û Qirgizistanê ji we ra bêjim. Di van welatan da weke 50 hezar kurd hene. Piranîya wana ew kurd in ko berê li Gurcistanê û Azirbêcanê, ser sînorê Tirkîyê diman û Stalîn sala 1937an ew sirgûnî wira kiribûn. Beşek ji wan kurdan jî kurdên musulman yên Ermenistanê û Azirbêcanê ne ko piştî hilweşîna Sovyetê û şerê azirîyan û ermenîyan cîguhastî wira bûne. Tiştekî weke paradoksê ye ko niha ji hemû komaran çêtir li vir çand û edebîyeta kurdî bi pêş dikeve. Li vir bi serokatîya akadêmîkê kurd yê pêşin li cihanê Nadirê Kerem Nadîrov û prorêktorê Ûnîvêrsîtêta Almaatê, profêsor Kinyazê Îbrahîm Mîrzoev Yekîtîya kurdên Qazaxistanê hatîye sazkirinê, kovareke kurdî çap dibe, di gundên kurdan da û gundên ko kurd lê dijîn, dersên ziman û edebîyeta kurdî têne derbazkirinê, konfêrans û civînên ser pirsên kurdî têne teşkîlkirinê, berhemên şayîr û nivîskarên kurd têne çapkirinê û h.w.d.

Pêşketina me wê diha pir bûya eger hinek kêmasî, asteng, xêrnexwazî, heta dijminayî di karê me da tunebûna. Kêmasî ev bûn:

1. Kadroyên kurd yên pêşin ew kes bûn ko piştî gelkujîya ermenîyan ya sala 1915an hatibûne Ermenistanê û ji ber ko tu kesî wan tunebû, di sêwîxanan da mezin bûn, wek Hecîyê Cindî, Emînê Evdal, Cerdoyê Gênco, Casimê Celîl û yên din. Kesên bi salan ne di gundên kurdan da mezinbûyî, dûrî erf û edetên kurdî di nav çend salan da kurdî hema bêje ji bîr kiribûn, bi ermenkî difikirîn, akil û kubira kurmancîyê di mejûyê wan da reh nedabû. Rast e, wana paşdemê da kurdîya xwe xurt kir, lê kurdî zanîbûn û kurdî hînbûn ne wek hev in.

2. Çend salên pêşin fêrbûna kurmancî bi elfabaya ermenî dihate kirinê, dû ra jî çend salan dibistanên gundên kurdan kirin yên kurdî. Ango hemû ders - fîzîk, kîmîya, bîologî jî di nav da - kurdî bûn, kurdîyeke qels û nivîşkan ko wan salan hela hel û şimşat nebûbû û têr nedikir bona pirtûkên dersan çap bikin. Li vir gunehê ronakbîrên me jî heye ko ji dewletê ra ne gotin: ev kar hela ji bo kurmancî zû ye. Evana li ser riya pêşketina me bûne asteng.

3. Hemû pêwendîyên bi kurdên Kurdistanê û welatên dervayî Sovyêtê ra qedexe bûn. Rêyên ko em xwe bigihînine ronakbîrên kurd yên dervayî Sovyetê, girtî bûn. Firsenda ko em bi radyoya xwe, di rojnameya xwe da derheqa Kurdistanê û kurdên welêt da bipeyîvin, tunebû. Ji me ra bi resmî dihate gotin ko rojnameya “Rya teze“ ne ya kurdan e, ew rojnameyeke Sovyêtê ye bi zimanê kurdî.

4. Li welatê me “rûbenda hesinî” (perdeya hesinî) hebû û hinek ronakbîrên me yên çevtirsîyayî û ziravqetîyayî jî li ser wê rûbenda hesinî “rûbenda ji polayê“ çê kiribûn.

5. Kêmanîya here mezin ew bû ko di serokatîya dewleta Sovyêtê da çend kes hebûn ko derheqa rewşa ziman û çanda kurdên Sovyêtê da înformasyon didane serokatîya dewleta Sovyêtê. Ew kes jî xelqên şerqê bûn, ango azirî, teter û miletên din bûn ko ne dost û xêrxazên me bûn.

-----------------------------------
Nivîskar: TÊMÛRÊ XELÎL temur_xelil@hotmail.com
Weşandin: 2008-03-17
Xwendin: 6380
 

KOLUMNÊN BERÊ   
Şebabê Egît nabe Şeroyê Biro û ez jî nabim ”heval” (2016-08-17)
Careke din ser alfabeya kurdî-latînî (2016-04-24)
Xwedêyo, tu me ji dewletnexwezan biparêzî! (2016-01-27)
Êzdîbûna kurdan ji Kurdistanê zêdetir zirarê dide Ermenistanê (2015-06-29)
Xwezî kurd di hindava dijminên xwe de wek ermenîyan bûna (2015-04-18)
Kovara ”Wêje û rexne” ji rexneyan hiz nake (2014-12-14)
Kurdên resen bûn kurdên reben (2014-10-16)
Xwedîyê kurmancîya dewlemend (2014-09-17)
Bira haya we ji zaneyên nezan hebe (2014-08-12)
Çima tirkî li ber dilê hinek kurdan ezîz e (2014-06-15)
Stranên Karapêtê Xaço dikaribûn nebûna milkê gelê kurd (2014-04-07)
Ew ji xizmetkirina bo gelê xwe lezetê dibîne (2014-02-06)
Pirtûkeke Kemal Tolan li ser êzdayetîyê (2013-12-29)
Kadroyên têlêvîzyonên kurdî li ser çi bingehî tên hilbijartin (2013-08-15)
Gêorgîyê Xudo serbilindîya Ermenistanê û kurdan bû (2013-05-27)
Em û ermenî bi şûrekî hatine birîndar kirin – ji bo bîranîna gelkujîya ermenîyan (2013-04-24)
Neyariya di kirasê welatparêzîyê da (2013-02-23)
Îvanê Omer Farîzov – mêrxasê binavûdeng lê bê nav û bê deng (2013-01-18)
Kurdistana Sor (2012-11-22)
Cegerxwîn derheqa êzîdîyan û dînê êzîdîtîyê da (2012-10-28)
NERÎNGEH
 
[kitêb] Sun Zî: Hunera şer (2016-04-21)
Ismail Beşikçi ji kurdan re li ser ermeniyan semînerek da (2013-09-28)
Kurdistan berî serxwebûna siyasî ”serxwebûna petrolê” û ekonomîk îlan dike (2012-05-21)
Tewanga navdêrên zimanê kurdî (2009-02-08)
Umît Firat dibêje navnîşana çareserîya pirsa kurd ne PKK ye (2008-11-11)
Hêro Talebanî: Min nedixwest Mam Celal bibe serokkomarê Iraqê [foto] (2007-05-10)
Alfabeya kurdî-latînî ji bo zimanê kurdî ji alfabeya kurdî-erebî minasibtir e (2005-11-02)
fjrigjwwe9r0TabArticles:ArticleHeadline
vv9v8v09fq:TabArticles:4;8;12;14;17;19;21;22;23;24;28;29;30;31;32;40;41;43;44;46;48;49;51;52;53;54;55;56;58;60;62;63;64;65;66;67;69;71;72;74;75;76;77;78;79;80;81;82;84;85;86;90;91;92;94;95;96;97;98;100;102;103;104;105;106;107;109;110;111;112;113;114;115;116;117;118;119;120;121;122;123;124;125;126;127;128;129;130;131;132;133;134;136;137;138;139;140;141;142;143;144;145;146;147;149;150;151;152;153;155;157;158;159;160;163;164;165;166;167;168;169;170;171;172;173;174;175;176;178;179;180;181;182;183;184;185;186;187;188;189;190;191;192;193;194;195;196;197;198;199;200;202;203;204;205;206;207;208;209;210;211;212;213;214;215;216;217;218;219;221;222;223;224;225;226;227;228;229;230;231;232;233;234;235;236;237;238;239;240;241;242;243;244;245;246;247;248;249;250;251;253;254;255;256;257;258;259;260;261;262;263;264;265;266;267;268;269;270;271;272;273;274;275;276;277;278;279;280;281;282;283;284;285;286;287;288;289;290;291;293;294;295;296;297;298;301;302;303;304;305;306;307;308;309;310;311;312;313;314;315;316;317;318;319;320;321;322;323;324;325;326;327;328;329;330;331;332;333;334;335;336;337;338;339;340;341;342;343;344;345;346;347;348;349;350;351;352;353;354;355;356;357;358;359;360;361;362;363;364;365;366;367;368;369;370;371;372;373;374;375;376;377;378;379;380;381;382;383;384;385;386;387;388;389;391;392;393;394;395;396;398;399;400;401;402;403;404;405;406;407;408;409;410;411;412;413;414;415;416;417;418;419;420;421;422;423;424;425;426;427;428;429;430;431;432;433;434;435;436;437;438;439;440;441;442;443;444;445;446;447;448;449;450;451;452;453;454;455;457;458;459;460;461;462;463;464;465;466;467;468;469;470;471;472;473;474;475;476;477;478;479;480;481;482;483;484;485;486;487;488;489;491;492;493;494;495;496;497;498;499;500;501;502;503;504;505;506;507;508;509;510;511;512;513;514;515;516;517;518;519;520;521;522;523;524;525;526;527;528;529;530;531;532;533;534;535;536;537;538;539;540;541;542;543;544;545;546;547;548;549;550;552;553;554;555;556;557;558;559;560;561;562;563;564;565;566;567;568;569;570;571;572;573;574;575;576;577;578;579;580;581;582;583;584;585;586;587;588;589;590;591;592;593;594;595;596;597;598;599;600;601;602;603;604;605;606;607;608;609;610;611;612;614;615;616;617;618;619;620;621;622;623;624;625;626;627;628;629;630;631;632;633;634;635;636;637;638;639;640;641;642;643;644;645;646;647;648;649;650;651;652;653;654;655;656;657;658;659;660;661;662;663;664;665;666;667;668;669;670;671;672;673;674;675;676;677;678;679;680;681;682;683;684;685;686;687;688;689;690;691;692;693;694;695;696;697;698;699;700;701;702;703;704;705;706;707;708;709;710;711;712;713;714;715;716;717;718;719;721;722;723;724;725;726;727;728;729;730;731;732;733;734;735;736;738;740;741;742;743;744;745;746;747;748;749;750;751;752;753;755;756;757;758;759;760;761;762;763;764;765;766;767;768;769;770;771;773;775;776;777;778;779;780;781;782;783;784;785;786;787;788;789;790;791;792;793;794;795;796;798;799;800;801;802;803;804;805;806;807;808;809;810;811;812;813;814;815;816;817;818;819;820;821;822;823;824;825;826;827;828;829;830;831;832;833;834;835;836;837;838;839;840;841;842;843;844;845;846;847;848;849;850;851;852;853;854;855;856;857;858;859;860;861;862;863;864;865;866;867;868;869;870;871;872;873;874;875;876;877;878;879;880;881;882;883;884;885;886;887;888;889;890;891;892;893;894;895;896;897;898;899;900;901;902;903;904;905;906;907;908;909;910;911;912;913;914;915;916;917;918;919;920;921;922;923;924;925;926;927;928;929;930;931;932;933;934;935;936;937;938;939;940;941;942;943;944;945;946;947;948;949;950;951;952;953;954;955;956;957;958;959;960;961;962;963;964;965;966;967;968;969;970;971;972;973;974;975;976;977;978;979;980;981;982;983;984;985;986;987;988;989;990;991;992;993;994;995;996;997;998;999;1000;1001;1002;1003;1004;1005;1006;1007;1009;1010;1011;1012;1013;1014;1015;1016;1017;1018;1019;1020;1021;1022;1023;1024;1025;1026;1027;1028;1029;1030;1031;1032;1033;1034;1035;1036;1037;1038;1039;1040;1041;1042;1043;1044;1045;1046;1047;1048;1049;1050;1051;1052;1053;1054;1055;1056;1057;1058;1059;1060;1061;1062;1063;1064;1065;1066;1067;1068;1069;1070;1071;1072;1073;1074;1075;1076;1077;1078;1079;1080;1081;1082;1083;1084;1085;1086;1087;1088;1089;1090;1091;1092;1093;1094;1095;1096;1097;1098;1099;1100;1101;1102;1103;1104;1105;1106;1107;1108;1109;1110;1111;1112;1113;1114;1115;1116;1117;1118;1119;1120;1121;1122;1123;1124;1125;1126;1127;1128;1129;1130;1131;1132;1133;1134;1135;1136;1137;1138;1139;1140;1141;1142;1143;1144;1145;1146;1147;1148;1149;1150;1151;1152;1153;1154;1155;1156;1157;1158;1159;1160;1161;1162;1163;1164;1165;1166;1167;1168;1169;1170;1171;1172;1173;1174;1175;1176;1177;1178;1179;1180;1181;1182;1183;1184;1185;1186;1187;1188;1189;1190;1191;1192;1193;1194;1195;1196;1197;1198;1199;1200;1201;1202;1203;1204;1205;1206;1207;1209;1210;1211;1212;1213;1214;1215;1216;1217;1218;1219;1220;1221;1222;1223;1224;1225;1226;1227;1228;1229;1230;1231;1232;1233;1234;1235;1236;1237;1238;1239;1240;1241;1242;1243;1244;1245;1246;1247;1248;1249;1250;1251;1252;1253;1254;1255;1256;1257;1258;1259;1260;1261;1262;1263;1264;1265;1266;1267;1268;1269;1270;1271;1272;1273;1274;1275;1276;1277;1278;1279;1280;1281;1282;1283;1284;1285;1286;1287;1288;1289;1290;1291;1292;1293;1294;1295;1296;1297;1298;1299;1300;1301;1302;1303;1304;1305;1306;1307;1308;1309;1310;1311;1312;1313;1314;1315;1316;1317;1318;1319;1320;1321;1322;1323;1324;1325;1326;1327;1328;1329;1330;1331;1332;1333;1334;1335;1336;1337;1338;1339;1340;1341;1342;1343;1344;1345;1346;1347;1348;1349;1350;1351;1352;1353;1354;1355;1356;1357;1358;1359;1360;1361;1362;1363;1364;1365;1366;1367;1368;1369;1370;1371;1372;1373;1374;1375;1376;1377;1378;1379;1380;1381;1382;1383;1384;1385;1386;1387;1388;1389;1390;1391;1392;1393;1394;1395;1396;1400;1401;1402;1403;1404;1405;1406;1407;1408;1409;1411;1412;1413;1414;1415;1416;1417;1418;1419;1420;1421;1422;1423;1424;1425;1426;1427;1428;1429;1430;1431;1432;1433;1434;1435;1436;1437;1438;1439;1440;1441;1442;1443;1444;1445;1446;1447;1448;1449;1450;1451;1452;1453;1454;1455;1456;1457;1458;1459;1460;1461;1462;1463;1464;1465;1466;1467;1468;1469;1470;1471;1472;1473;1474;1475;1476;1477;1478;1479;1480;1481;1482;1484;1485;1486;1487;1488;1489;1490;1491;1492;1493;1494;1495;1496;1497;1498;1499;1500;1502;1503;1504;1505;1506;1507;1508;1510;1511;1512;1513;1514;1515;1516;1517;1518;1519;1520;1521;1522;1523;1524;1525;1526;1527;1528;1529;1530;1531;1532;1533;1534;1535;1536;1537;1538;1539;1540;1541;1542;1543;1544;1545;1546;1547;1548;1549;1550;1551;1552;1553;1555;1556;1557;1558;1559;1560;1561;1562;1563;1564;1565;1566;1567;1568;1569;1570;1571;1572;1573;1574;1575;1576;1577;1578;1579;1580;1581;1582;1583;1584;1585;1586;1587;1588;1589;1590;1591;1592;1593;1594;1596;1597;1598;1599;1600;1601;1602;1605;1606;1607;1608;1609;1610;1611;1612;1613;1614;1615;1616;1617;1618;1619;1620;1621;1622;1623;1624;1625;1627;1628;1629;1630;1631;1632;1633;1634;1635;1636;1637;1638;1639;1640;1641;1642;1643;1644;1645;1646;1647;1648;1649;1650;1651;1652;1653;1654;1655;1656;1657;1658;1659;1660;1661;1662;1663;1664;1665;1666;1667;1668;1669;1670;1671;1672;1673;1674;1675;1676;1677;1678;1679;1680;1681;1682;1683;1684;1685;1686;1687;1688;1689;1690;1691;1692;1693;1694;1695;1696;1697;1698;1699;1700;1701;1702;1703;1704;1705;1706;1707;1708;1709;1710;1711;1712;1713;1714;1715;1716;1717;1718;1719;1720;1721;1722;1723;1724;1725;1726;1727;1728;1729;1730;1731;1732;1733;1734;1735;1736;1737;1738;1739;1740;1741;1742;1743;1744;1745;1746;1747;1748;1749;1750;1751;1752;1753;1754;1755;1756;1757;1758;1759;1760;1761;1762;1763;1764;1765;1766;1767;1768;1769;1770;1771;1772;1773;1774;1775;1776;1777;1778;1779;1780;1781;1782;1783;1784;1785;1786;1787;1788;1789;1790;1791;1792;1793;1794;1795;1796;1797;1798;1799;1800;1801;1802;1803;1804;1805;1806;1807;1808;1809;1810;1811;1812;1813;1814;1815;1816;1817;1818;1819;1820;1821;1822;1823;1824;1825;1826;1827;1828;1829;1830;1831;1832;1833;1834;1835;1836;1837;1838;1839;1840;1841;1842;1843;1844;1845;1846;1847;1848;1849;1850;1851;1852;1853;1854;1855;1856;1857;1858;1859;1860;1861;1862;1863;1864;1865;1866;1867;1868;1869;1870;187Ferqa di nêvbera »ko«, »ku« û »kû« de (2005-05-19)
fjrigjwwe9r0TabArticles:ArticleHeadline
Xewna Mesûd Barzanî ji başûrê Kurdistanê mezintir e (2005-02-07)
 
REKLAM


KOLUMNÎST
Şebabê Egît nabe Şeroyê Biro û ez jî nabim ”heval”
Tolstoy û xelata Nobelê
Kurdistaneka serbixwe û [ne]cida
Heşt rojên şerê xendekê – I
Em û felsefe
Hilbijartinên Kurdistanê ez şok kirim
© 1997–2024 www.nefel.com  |  E-poste: info@nefel.com  |  Powered by Medesoft.org