[ ÎNÊ, 2024-04-26 ]   [ BIKE MALPERA DESTPÊKÊ ]   [ BÊXE NÊV BIJAREYAN ]   [ KONTAKT ]   [ INFO ]   [ LÊGERÎN & ARŞÎV ]  
DESTPÊK
Nûçe
Nivîsar
Kulturmagazîn
Hevpeyvîn
Kolumnîst
Ewrokurd
E-Pirtûk
Lîteratûr
Ziman
Muzîk
Foto
Lînk
E-POSTEYA TE
  Nav (Username)  
   
  Þîfre (Password)  
   
   
     
   »E-posteyeka nû
 bo xwe qeyd bike
 
REKLAM


KOLUMNÎST 
Him şîş dişewite, him jî kebab
SWÊD, 15/1 2008 — Berî çend salan kurdekî bi navê Bangîn ji bajarê Batmanê ji dest zulma Roma Reş ko di hindava gelê wî da hebû, pey xwendina zimanê tirkî ya navîn ra ji Kurdistanê derdikeve, berê xwe dide welatekî Awropayê bona bixûne, "xêr-şerê" cihanê ji hev derxe û bi karê xwe kêrî gel bê. Di unîvêrsîteyê da para zimanê înglîsî bi serfirazî kuta dike, pêra jî fêrî zimanê erebî dibe.

Ango, di xortanîya xwe da îdî pênc zimanan - kurdî, înglîsî, tirkî, erebî û zimanê gelê wî welatî zanibû ko li wir xwendibû. Û, ji ber ko di nava kurdên Kurdistana Îraqê da dima, hînî zaravê soranî jî bû. Bere-bere texmîn kir ko di zimanê wî yê dê da gelek gotinên tirkî, erebî, herwiha yên miletên din hene.

Û, wek dibêjin, şev-roj li xwe kire yek, hema-hema ew hemû pirtûk, kovar, rojnameyên kurdî, xwesma pirtûkên folklorê xwendin ko hetanî wê demê ronahî dîtibûn. Texmîn kir ko piranîya wan gotinên xerîb ko ketine nava zimanê me, bi kurdî hene. Bere-bere ew gotinana ji nav nivîs û xeberdana xwe derxist, zimanê xwe paqij kir, kire kurmancîya "xurû-xalis". Bi xwe destpê kir bi wî zimanî kovar û rojnameyên kurdî ra gotar, serpêhatî nivîsî, da weşandinê. Ewî ji xwe ra biryar kiribû ko destûra wî tune gotarên derheqa zimên da binivîse, ji ber ko dereca wî ya zanyarî tunebû. Hinek xwendevanên weşanên kurdî fêrî zimanê wî bûn. Lê jimara xwendevanên wan kovar û rojnameyan ko li welatên Awropayê çap dibûn, qe ne dikire selefeke (1%) jimara gelê wî ko li welêt dima û ji zmanê wî fem nedikir. Bi gilîkî, zimanê xwe gelekî nêzîkî wî zimanî kiribû ko temamîya gelê wî yê di her çar parçeyan da pê diaxivî.

Bona wî karî - paqijkirina zimên, pere ne distend. Bi xwe li cîyekî mayîn kar dikir. Lê zanibû ko ser riya rizgarkirina welatê xwe her xebateke bona gel - kar e. Zanibû ko qelem-pênivîs jî çek in. Wek hinekan nîbû ko digotin: "Kengê Kurdistan çê bû, emê pirsa zimên jî safî bikin". Wek wan mirovan ne difikirî ko ser wê bawerîyê bûn ko Kurdistan wê rojekê nişkêva, bi xwe çê be, ewê jî herin li wir bibin karmend.

Di wî karî da tûşî gelek dijwarîyan hat. Ewî destpê kir herwiha çiqas pirtûkên derheqa zimanê me da hebûn, xwendin. Lê tîbûna wî ya dereca zimên da pê wan pirtûkan ne dişkest. Hewcê rasthatin-qisekirin, pevguhastina bîr û bawerîyan bû tevî zimanzan-kurdzanan, zaneyên zargotinê.

Rojekê jî bi "zaneyekî" zimanê kurdî ra bû nas, yê ko doktorê fîlolojî bû û dîsêrtasyona xwe dereca zimanê kurdî da pewan kiribû. Ew berî gelek salan bûbû doktor, gava konkûrêntên wî di wê derecê da tunebûn. Û yên ko doktorîya wî testîq kiribûn jî, taybetîyên zimanê kurdî nizanibûn. Bi xwe jî bilî zimanê almanî (ew jî nîvcî) ko di unîvêrsîteya wî bajarî da hîn bûbû, û kurmancîya gundê xwe (lê dîsa jî ji gundîyên xwe çêtir nizanibû), hîç zimanekî mayîn nizanibû. Bilî gotarên xwe yên "zanyarî", tu gotareke kurdzanekî mayîn, yên derheqa zimanê kurdî da, qebûl ne dikir. Ji ber ko alîyekî va dixwend û tê ne digihîşt, hêlekê va jî di dereca zanebûna zimanê kurdî da kesî ser xwe ra ne didît. Û bona wê xebatê ko kêm-zêde dikir, maeş distend. Yanê, nanê wî ji wê xebatê dihat. Ewana ser pirsên zimanê kurdî dûr û dirêj ketine minaqeşeyê. Bangîn bi tu awahî nikaribû heqîya xwe bida îzbatkirinê, wî bida bawerkirinê, gilîyê xwe ser gilîyên wî xista. Serdestîya doktor ya hîmlî di nava minaqeşeyê da xebatên wî yên "zanyarî", dereca wî ya doktorîyê bûn ko Bangîn ber wana carna mehrûm dibû. Dildimîya ber dilê Bangîn ew bû ko jê ra digot. "Nakeve serê min ko mirovek zimanên tirkî, erebî, farisî, zaravên kurdî yên mayîn nizanibe, kurmancî jî nîvcî zanibe û bibe zaneyê zimanê kurdî. Pir-pir ew dikare bibe zaneyê dîrok, êtnografîya, deb, çanda kurdan. Ji ber ko yekî ne kurd jî ko kurdî nizanibe, dikare bi van karan ra rabe".

Gava derheqa pirs-problêmên zimanê kurdî da gilî dihate ortê, dispartine wî doktorî miqaleya zanyarî binivîse. (Xwezî nenivîsîya! Ji ber ko yên ko bona gel kar nake, ew bona gel ne zirar e, ne jî kar e. Lê yê ko tiştekî dike û wî tiştî şaş dike, ew ziyanê dide gel). Xwendevan ew gotar dixwendin, tiştek tênedigihîştin û wana digot qey gotar ewqasî xurt hatiye nivîsarê ko aqilê wan nagihîjê. Û dema rastî xwendevanekî dihat, qure-qurbet digotê: "Xorto, te gotara min xwend? Here ji xwe ra kurmancî hîn bibe, çi pey tiştên vala ketî?". (Lê ew gotina "vala" diha zef li gotara wî û bîr-bawerîyên wî dihat).

Doktor piranî xwe ji kurdên wek Bangîn ta dida. Lê gava text-bext rastî wan dihat, texmîn dikir ko ewana gişk zimanekî usa dipeyîvin ko ji zimanê wî tê cudakirinê. Ewî jî "xwe didayê" ko wek wana bipeyîve, lê ji ber ko nikaribû, dema axavtinê devê xwe xaro-maro dikir, an jî gotin dirêj dikirin û teqla gotinê jî xelet datanî. Wî digot qey bi wî awahî ew bi zimanê wan dipeyîve.

Gelek xwendevanên wan rojname û kovarên kurdî jî ko Bangîn ji wan ra miqale dinivîsîn, destpê kirin gazinê xwe zimanê Bangîn kirin. Ewî bere-bere texmîn kir ko yên zimanê wî qebûl dikin, çend cara diha kêm in, ne ko yên dijî zimanê wî ne. Û eger demekê hewcê alîkarîyê bû, niha daxaz-xeyala wî ew bû ko kesek alîyê xebata ser zimanê kurdî da ziyan û zirarê nedê. Difikirî û timê gotina pêşîyan dikete bîrê: "Heqî di destê neheqîyê da zare-zar e".

Ji ber ko destûra wî xortî tunebû biçûya welêt, dê û bavê wî hatne dîtina kurê xwe. Wana wek gelek kurdên Kurdistana Tirkîyê bilî kurdî hîç zimanekî din nizanibûn. "Kurê malê" jî destpê kir bi zimanê kurmancîya "xurû" bi dê û bavê xwe ra peyivî. Usa derket ko neferên malekê pakî zimanê hevdu tê ne digihîştin. Dê û bavê guh dane axavtina lawê xwe, axîneke kûr rahiştin, paşê dê berbirî kurê xwe bû, gotê: "Lao, ne me ji te ra digot vê yekê neke, ji welêt dernekeve, tuyê kurdî ji bîra bikî. Wê te ji bîr kirîye".

Pey vê yekê ra te digot qey aveke sar ser Bangîn da kirin. Di cîyê xwe da sar bû, ma... Xêleke xurt şûnda kur vegerîya ser dê û bavê xwe, got: "Ez wî zimanî jî zanim ko hûn pê dipeyîvin. Rast e, gelê min bi wî zimanî dipeyîve, lê ew ziman di nav sal û zemanan da, di rûyê bextê me yê reş, ji dest zordarîya dijmin ko em pîre-pîre kirin, bi zorê bi gelê min va alandine. Zimanê me berê zimanekî kurdî yê paqijî delal bûye. Wek zaneyê zimanê kurdî Celadet Bedirxanê bi nav û deng gotîye, "zimanê me wek kaya bêderê ye, bê lê xistîye ew ka bela-belayî kirîye, îcar em gerekê bigerin, libên wê kayê berevî bêdera zimanê xwe bikin".

Dê carek din vegerîya ser kurê xwe:

— Lawê min, tu dibêjî te ziman paqij kirîye. Ew zimanê ko diya te ji te fêm neke, bira hema qirêj bimîne.

Ev hemî gelekî tesîr li ser Bangîn kirin, ji kerban nizanibû çi bikira. Xwesma ew yek li wî pir keder dihat ko zanibû ko gelek zanyar, nivîskar, ronakbîrên kurd bi têza wî ra qayîl in, lê bi zanetî derdikevine dijî wî, ji ber ko nuh wê hînî wan zimanan nebûna, ji kîderê gotin hatine, ketine nava zimanê me. Bangîn zanibû ko ewana ha difikirin: "Serê ko neêşe, ne hewcê benika ye". Usa jî zanibû ko ewana dewsa paqijkirina zimên va mijûl bin, çêtir didîtin helbest, poêm, romanan binivîsin û bona hunurê xwe yê nîvjêhatî bilî maeşê xwe pereyên zêde wek honorar bistînin.

Bangîn kir û pîva, dawî hate ser wê bawerîyê ko ewî rast e, lê ew riya ko xwe lê girtîye, ne rast e. Diha rast, bi wê rê wê negihîje hîç tiştî. Wek wê yekê bû ko di civînekê da dengdayîn tê derbazkirinê, piranî xelet be jî, ser dikeve. Wek wê yekê bû ko daxaza gelê wî heq e, gerekê Kurdistan serbixwe be, lê dijmin bêbext e û ji ber ko gelek e û xurt e, lema jî heta vê gavê ewî zora kurdan birîye.

Bangîn biryar kir bi gel û ronakbîrên milet ra bikeve kompromîsê. Pêşnîyar kir ko zimên bere-bere paqij bikin. Vê gavê dewsa wan gotinan ko di nava zimanê me da bi du awahî têne gotinê - yek kurdîya paqij, yek jî ko ji zimanekî mayîn hatîye ketiye nava zimanê me, ya kurdî bi kar bînin. Bi gilîkî, him ji zimanê gel dûr nekevin, him jî ziman bere-bere paqij kin. Wek mesela gel dibêje: "Ne şîş bişewite, ne jî kebab".

Hinek bi vê fikra rast ra qayîl bûn, hinek jî - na. Yên qayîl bûn jî, ewqasî hînî wî zimanî bûbûn ko pê dipeyîvîn ko di wî karî da, wek dibêjin, kevirek danenîne ser kevirekî. Wek dibêjin, îcar him şîş dişewite, him jî kebab.

Eva jî maneyek e ko zimanê me, herwiha gel û welatê me ji gelekan şûnda mane...

-----------------------------------
Nivîskar: TÊMÛRÊ XELÎL
Weşandin: 2008-01-15
Xwendin: 5553
 

KOLUMNÊN BERÊ   
Şebabê Egît nabe Şeroyê Biro û ez jî nabim ”heval” (2016-08-17)
Careke din ser alfabeya kurdî-latînî (2016-04-24)
Xwedêyo, tu me ji dewletnexwezan biparêzî! (2016-01-27)
Êzdîbûna kurdan ji Kurdistanê zêdetir zirarê dide Ermenistanê (2015-06-29)
Xwezî kurd di hindava dijminên xwe de wek ermenîyan bûna (2015-04-18)
Kovara ”Wêje û rexne” ji rexneyan hiz nake (2014-12-14)
Kurdên resen bûn kurdên reben (2014-10-16)
Xwedîyê kurmancîya dewlemend (2014-09-17)
Bira haya we ji zaneyên nezan hebe (2014-08-12)
Çima tirkî li ber dilê hinek kurdan ezîz e (2014-06-15)
Stranên Karapêtê Xaço dikaribûn nebûna milkê gelê kurd (2014-04-07)
Ew ji xizmetkirina bo gelê xwe lezetê dibîne (2014-02-06)
Pirtûkeke Kemal Tolan li ser êzdayetîyê (2013-12-29)
Kadroyên têlêvîzyonên kurdî li ser çi bingehî tên hilbijartin (2013-08-15)
Gêorgîyê Xudo serbilindîya Ermenistanê û kurdan bû (2013-05-27)
Em û ermenî bi şûrekî hatine birîndar kirin – ji bo bîranîna gelkujîya ermenîyan (2013-04-24)
Neyariya di kirasê welatparêzîyê da (2013-02-23)
Îvanê Omer Farîzov – mêrxasê binavûdeng lê bê nav û bê deng (2013-01-18)
Kurdistana Sor (2012-11-22)
Cegerxwîn derheqa êzîdîyan û dînê êzîdîtîyê da (2012-10-28)
NERÎNGEH
 
[kitêb] Sun Zî: Hunera şer (2016-04-21)
Ismail Beşikçi ji kurdan re li ser ermeniyan semînerek da (2013-09-28)
Kurdistan berî serxwebûna siyasî ”serxwebûna petrolê” û ekonomîk îlan dike (2012-05-21)
Tewanga navdêrên zimanê kurdî (2009-02-08)
Umît Firat dibêje navnîşana çareserîya pirsa kurd ne PKK ye (2008-11-11)
Hêro Talebanî: Min nedixwest Mam Celal bibe serokkomarê Iraqê [foto] (2007-05-10)
Alfabeya kurdî-latînî ji bo zimanê kurdî ji alfabeya kurdî-erebî minasibtir e (2005-11-02)
fjrigjwwe9r0TabArticles:ArticleHeadline
vv9v8v09fq:TabArticles:4;8;12;14;17;19;21;22;23;24;28;29;30;31;32;40;41;43;44;46;48;49;51;52;53;54;55;56;58;60;62;63;64;65;66;67;69;71;72;74;75;76;77;78;79;80;81;82;84;85;86;90;91;92;94;95;96;97;98;100;102;103;104;105;106;107;109;110;111;112;113;114;115;116;117;118;119;120;121;122;123;124;125;126;127;128;129;130;131;132;133;134;136;137;138;139;140;141;142;143;144;145;146;147;149;150;151;152;153;155;157;158;159;160;163;164;165;166;167;168;169;170;171;172;173;174;175;176;178;179;180;181;182;183;184;185;186;187;188;189;190;191;192;193;194;195;196;197;198;199;200;202;203;204;205;206;207;208;209;210;211;212;213;214;215;216;217;218;219;221;222;223;224;225;226;227;228;229;230;231;232;233;234;235;236;237;238;239;240;241;242;243;244;245;246;247;248;249;250;251;253;254;255;256;257;258;259;260;261;262;263;264;265;266;267;268;269;270;271;272;273;274;275;276;277;278;279;280;281;282;283;284;285;286;287;288;289;290;291;293;294;295;296;297;298;301;302;303;304;305;306;307;308;309;310;311;312;313;314;315;316;317;318;319;320;321;322;323;324;325;326;327;328;329;330;331;332;333;334;335;336;337;338;339;340;341;342;343;344;345;346;347;348;349;350;351;352;353;354;355;356;357;358;359;360;361;362;363;364;365;366;367;368;369;370;371;372;373;374;375;376;377;378;379;380;381;382;383;384;385;386;387;388;389;391;392;393;394;395;396;398;399;400;401;402;403;404;405;406;407;408;409;410;411;412;413;414;415;416;417;418;419;420;421;422;423;424;425;426;427;428;429;430;431;432;433;434;435;436;437;438;439;440;441;442;443;444;445;446;447;448;449;450;451;452;453;454;455;457;458;459;460;461;462;463;464;465;466;467;468;469;470;471;472;473;474;475;476;477;478;479;480;481;482;483;484;485;486;487;488;489;491;492;493;494;495;496;497;498;499;500;501;502;503;504;505;506;507;508;509;510;511;512;513;514;515;516;517;518;519;520;521;522;523;524;525;526;527;528;529;530;531;532;533;534;535;536;537;538;539;540;541;542;543;544;545;546;547;548;549;550;552;553;554;555;556;557;558;559;560;561;562;563;564;565;566;567;568;569;570;571;572;573;574;575;576;577;578;579;580;581;582;583;584;585;586;587;588;589;590;591;592;593;594;595;596;597;598;599;600;601;602;603;604;605;606;607;608;609;610;611;612;614;615;616;617;618;619;620;621;622;623;624;625;626;627;628;629;630;631;632;633;634;635;636;637;638;639;640;641;642;643;644;645;646;647;648;649;650;651;652;653;654;655;656;657;658;659;660;661;662;663;664;665;666;667;668;669;670;671;672;673;674;675;676;677;678;679;680;681;682;683;684;685;686;687;688;689;690;691;692;693;694;695;696;697;698;699;700;701;702;703;704;705;706;707;708;709;710;711;712;713;714;715;716;717;718;719;721;722;723;724;725;726;727;728;729;730;731;732;733;734;735;736;738;740;741;742;743;744;745;746;747;748;749;750;751;752;753;755;756;757;758;759;760;761;762;763;764;765;766;767;768;769;770;771;773;775;776;777;778;779;780;781;782;783;784;785;786;787;788;789;790;791;792;793;794;795;796;798;799;800;801;802;803;804;805;806;807;808;809;810;811;812;813;814;815;816;817;818;819;820;821;822;823;824;825;826;827;828;829;830;831;832;833;834;835;836;837;838;839;840;841;842;843;844;845;846;847;848;849;850;851;852;853;854;855;856;857;858;859;860;861;862;863;864;865;866;867;868;869;870;871;872;873;874;875;876;877;878;879;880;881;882;883;884;885;886;887;888;889;890;891;892;893;894;895;896;897;898;899;900;901;902;903;904;905;906;907;908;909;910;911;912;913;914;915;916;917;918;919;920;921;922;923;924;925;926;927;928;929;930;931;932;933;934;935;936;937;938;939;940;941;942;943;944;945;946;947;948;949;950;951;952;953;954;955;956;957;958;959;960;961;962;963;964;965;966;967;968;969;970;971;972;973;974;975;976;977;978;979;980;981;982;983;984;985;986;987;988;989;990;991;992;993;994;995;996;997;998;999;1000;1001;1002;1003;1004;1005;1006;1007;1009;1010;1011;1012;1013;1014;1015;1016;1017;1018;1019;1020;1021;1022;1023;1024;1025;1026;1027;1028;1029;1030;1031;1032;1033;1034;1035;1036;1037;1038;1039;1040;1041;1042;1043;1044;1045;1046;1047;1048;1049;1050;1051;1052;1053;1054;1055;1056;1057;1058;1059;1060;1061;1062;1063;1064;1065;1066;1067;1068;1069;1070;1071;1072;1073;1074;1075;1076;1077;1078;1079;1080;1081;1082;1083;1084;1085;1086;1087;1088;1089;1090;1091;1092;1093;1094;1095;1096;1097;1098;1099;1100;1101;1102;1103;1104;1105;1106;1107;1108;1109;1110;1111;1112;1113;1114;1115;1116;1117;1118;1119;1120;1121;1122;1123;1124;1125;1126;1127;1128;1129;1130;1131;1132;1133;1134;1135;1136;1137;1138;1139;1140;1141;1142;1143;1144;1145;1146;1147;1148;1149;1150;1151;1152;1153;1154;1155;1156;1157;1158;1159;1160;1161;1162;1163;1164;1165;1166;1167;1168;1169;1170;1171;1172;1173;1174;1175;1176;1177;1178;1179;1180;1181;1182;1183;1184;1185;1186;1187;1188;1189;1190;1191;1192;1193;1194;1195;1196;1197;1198;1199;1200;1201;1202;1203;1204;1205;1206;1207;1209;1210;1211;1212;1213;1214;1215;1216;1217;1218;1219;1220;1221;1222;1223;1224;1225;1226;1227;1228;1229;1230;1231;1232;1233;1234;1235;1236;1237;1238;1239;1240;1241;1242;1243;1244;1245;1246;1247;1248;1249;1250;1251;1252;1253;1254;1255;1256;1257;1258;1259;1260;1261;1262;1263;1264;1265;1266;1267;1268;1269;1270;1271;1272;1273;1274;1275;1276;1277;1278;1279;1280;1281;1282;1283;1284;1285;1286;1287;1288;1289;1290;1291;1292;1293;1294;1295;1296;1297;1298;1299;1300;1301;1302;1303;1304;1305;1306;1307;1308;1309;1310;1311;1312;1313;1314;1315;1316;1317;1318;1319;1320;1321;1322;1323;1324;1325;1326;1327;1328;1329;1330;1331;1332;1333;1334;1335;1336;1337;1338;1339;1340;1341;1342;1343;1344;1345;1346;1347;1348;1349;1350;1351;1352;1353;1354;1355;1356;1357;1358;1359;1360;1361;1362;1363;1364;1365;1366;1367;1368;1369;1370;1371;1372;1373;1374;1375;1376;1377;1378;1379;1380;1381;1382;1383;1384;1385;1386;1387;1388;1389;1390;1391;1392;1393;1394;1395;1396;1400;1401;1402;1403;1404;1405;1406;1407;1408;1409;1411;1412;1413;1414;1415;1416;1417;1418;1419;1420;1421;1422;1423;1424;1425;1426;1427;1428;1429;1430;1431;1432;1433;1434;1435;1436;1437;1438;1439;1440;1441;1442;1443;1444;1445;1446;1447;1448;1449;1450;1451;1452;1453;1454;1455;1456;1457;1458;1459;1460;1461;1462;1463;1464;1465;1466;1467;1468;1469;1470;1471;1472;1473;1474;1475;1476;1477;1478;1479;1480;1481;1482;1484;1485;1486;1487;1488;1489;1490;1491;1492;1493;1494;1495;1496;1497;1498;1499;1500;1502;1503;1504;1505;1506;1507;1508;1510;1511;1512;1513;1514;1515;1516;1517;1518;1519;1520;1521;1522;1523;1524;1525;1526;1527;1528;1529;1530;1531;1532;1533;1534;1535;1536;1537;1538;1539;1540;1541;1542;1543;1544;1545;1546;1547;1548;1549;1550;1551;1552;1553;1555;1556;1557;1558;1559;1560;1561;1562;1563;1564;1565;1566;1567;1568;1569;1570;1571;1572;1573;1574;1575;1576;1577;1578;1579;1580;1581;1582;1583;1584;1585;1586;1587;1588;1589;1590;1591;1592;1593;1594;1596;1597;1598;1599;1600;1601;1602;1605;1606;1607;1608;1609;1610;1611;1612;1613;1614;1615;1616;1617;1618;1619;1620;1621;1622;1623;1624;1625;1627;1628;1629;1630;1631;1632;1633;1634;1635;1636;1637;1638;1639;1640;1641;1642;1643;1644;1645;1646;1647;1648;1649;1650;1651;1652;1653;1654;1655;1656;1657;1658;1659;1660;1661;1662;1663;1664;1665;1666;1667;1668;1669;1670;1671;1672;1673;1674;1675;1676;1677;1678;1679;1680;1681;1682;1683;1684;1685;1686;1687;1688;1689;1690;1691;1692;1693;1694;1695;1696;1697;1698;1699;1700;1701;1702;1703;1704;1705;1706;1707;1708;1709;1710;1711;1712;1713;1714;1715;1716;1717;1718;1719;1720;1721;1722;1723;1724;1725;1726;1727;1728;1729;1730;1731;1732;1733;1734;1735;1736;1737;1738;1739;1740;1741;1742;1743;1744;1745;1746;1747;1748;1749;1750;1751;1752;1753;1754;1755;1756;1757;1758;1759;1760;1761;1762;1763;1764;1765;1766;1767;1768;1769;1770;1771;1772;1773;1774;1775;1776;1777;1778;1779;1780;1781;1782;1783;1784;1785;1786;1787;1788;1789;1790;1791;1792;1793;1794;1795;1796;1797;1798;1799;1800;1801;1802;1803;1804;1805;1806;1807;1808;1809;1810;1811;1812;1813;1814;1815;1816;1817;1818;1819;1820;1821;1822;1823;1824;1825;1826;1827;1828;1829;1830;1831;1832;1833;1834;1835;1836;1837;1838;1839;1840;1841;1842;1843;1844;1845;1846;1847;1848;1849;1850;1851;1852;1853;1854;1855;1856;1857;1858;1859;1860;1861;1862;1863;1864;1865;1866;1867;1868;1869;1870;187Ferqa di nêvbera »ko«, »ku« û »kû« de (2005-05-19)
fjrigjwwe9r0TabArticles:ArticleHeadline
Xewna Mesûd Barzanî ji başûrê Kurdistanê mezintir e (2005-02-07)
 
REKLAM


KOLUMNÎST
Şebabê Egît nabe Şeroyê Biro û ez jî nabim ”heval”
Tolstoy û xelata Nobelê
Kurdistaneka serbixwe û [ne]cida
Heşt rojên şerê xendekê – I
Em û felsefe
Hilbijartinên Kurdistanê ez şok kirim
© 1997–2024 www.nefel.com  |  E-poste: info@nefel.com  |  Powered by Medesoft.org