[ PÊNCŞEM, 2024-03-28 ]   [ BIKE MALPERA DESTPÊKÊ ]   [ BÊXE NÊV BIJAREYAN ]   [ KONTAKT ]   [ INFO ]   [ LÊGERÎN & ARŞÎV ]  
DESTPÊK
Nûçe
Nivîsar
Kulturmagazîn
Hevpeyvîn
Kolumnîst
Ewrokurd
E-Pirtûk
Lîteratûr
Ziman
Muzîk
Foto
Lînk
E-POSTEYA TE
  Nav (Username)  
   
  Þîfre (Password)  
   
   
     
   »E-posteyeka nû
 bo xwe qeyd bike
 
REKLAM


KOLUMNÎST 
Bi komîsyona “kiloxcî” - “atacî”- “hîçcî” û “keyifciyan” ti dastûrên nû nayên amade kirin
STENBOL, 20/12 2011 — Bi hesasiyeta ko şaşiyek neyê kirin, heqîqetek li ber çavan wenda nebe ko bibe sedema bêedaltiyekê dikare bernameyek an jî destûreka demokratîk bê çêkirin, ne ko bi piştguhkirina heqîqetê û rastiyan.

Nêzîkî salekê ye ko li Tirkiyeyê guftûgoyên germ li ser mijara çêkirina destûreka nû tên kirin. Gelo mimkin e ko destûra nû bi rastî bibe dermanek bo doza kurdan? Dixwazim pêşiyê piçekê rewşa giştî ya di vî warî de berçav bikim.

Berê hemî tîrên propagandeya hilbijartinên giştî yên bihara borî li Tirkiyeyê li ser çêkirina destûreka nû bûn, ne tenê partiyên siyasî, her “destûra” nû xala sereke ya ajandeya rêxistinên komalgeha sivîl jî bû. Guftûgoyên di vî warî de hêj jî berdewam in. Ji bilî komîsyona parlametoyê ya destûrê, gelek platform û grubên xebata destûrê jî hene.

Di encama hilbijartinên 12-ê hêzîranê de, AK Partiya serokwezîrê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdoganî bi nîsbeta % 50 bi ser ket, lê ji aliyê arîtmetîka parlamentoyê ve bi qasî ko bikare bi serê xwe destûreka nû çêke ewqes kursî di parlamentoyê de qazanc nekir.

Mijara çêkirina destûra bingehîn her di ajendeya AK Partiyê û serokê wê Erdogan de ma. Erdogan û derdora wî gotin erka wan ya sereke çêkirina destûreka nû ye. Hêj jî wê hêvîyê didin xelkê ko dê di sala 2012-yê de Tirkiye bigihî destûreka nû. Her bi vê mebestê berî niha mehekê di parlamentoyê de, komîsyoneka amadekariyên destûra bingehîn ko ji AK Partiyê, CHP, MHP û BDP- ê pêk têt di bin serokatiya serokê parlamentoyê Cemil Çiçekî de hat damezirandin.

Piştî ko komîsyon diyar bû, gelek kesên hiquqnas û pisporên destûra bingehîn yên wekî Ergun Ozbudun ko li Tirkiyeyê ew wekî pîrê destûra bingehîn tê zanîn aşkere gotin ko “Ev komîsyon ne ji bo çêkirina destûrê lê ji bo çênekirina destûrê hatiya damezirandin” (binêrin 21 11 2011 rojnameya Tarafê, Prof Ergun Ozbudun).

Ji du aliyan ve pisporan û ta radeyekê xelkê jî hêviya xwe ji destûra qut kirin: yek aliyê “teknîkî” ye, aliyê dî jî yê “meşrûiyetê” ye.

Ji ber qenateka giştî heye ko, ji aliyê “teknîka çêkirinê” ve ne mimkin e ko herçar partiyên ko navê wan li jor borî li ser mijarekê tenê jî li hev bikin, ko li gorî birêvebirnameya komîsyonê divê hemî biryarên komîsyonê bi yekdengî û tevahiya dengan bên standin; dema îtirazek tenê hebe biryar derbas nabe. An jî dema endamek yê komîsyonê xwe bide paş, komîsyon hildiweşe.

Vêca em lê binêrin ka qabiliyet û vîzyona van partiyan ya destûrê çi ye? Ez naxwazim vê mijarê zêde karîkaturîze û bêwate bikim, lê bi rastî rewşa van partiyan tiştekî weha ye:

MHP mezroya pîvanê di destê wê de ye, ew dixwaze kiloxê destûrê bipîve ka ev kilox çiqasê tirk e. Yanî “kiloxcî” ye. CHP digel kiloxcîbûnê “atacî” ye û dibêje “Ez dê lê binêrim ka “Ataturk çi dibêje”. BDP jî dibêje “Ez hîç im, li min nenêrin li yê çiyê, li Imraliyê binêrin” yanî “hîçcî” ye.

Vêca dema ko “kiloxcî”, “atacî” û “hîçcî” di opozîsyonê de bin, AK Partî jî êdî “keyifcî” ye û dibêje “binêrin ez dixwazim tiştinan bikim lê ew nahêlin” û keyfa hikûmraniya vê rewşê derdixe. Yanî gelek diyar e ko ji komîsyona “kiloxcî”- “atacî”- “hîçcî”- û “keyifciyan” ti karekê rêkûpêk dernekave.

Ji aliyê “meşrûiyêtê” ve jî kesên ciddî yên wekî Prof. Numan Kurtuluşê serokê Has Partiyê dibêjin çênabe destûr ji aliyê parlamentoya “konjonktura siyasî” ya niha ve bê çêkirin, parlamento jî di nav de divê “meclisek ya destûrê” bê damezirandin.

Her hindek platformên ko ji aliyên komalgeha sivîl, hindek kes, derdor û pisporên destûra bingehîn ve hatina çêkirin jî hene. Yek ji van “Platforma destûrê ye” ko Prof Ergun Ozbudun pêşîvaniya wê dike. Yek jî “Destûra nû” ye ko pisporê destûra bingehîn Osman Can serweriyê lê dike. Platforma bi navê “Platforma destûreka demokratîk” jî ji aliyê BDP-yê û hindek derdorên dî yên çep ve hatiye çêkirin.

Kêm zêde xebatên van platforman ez ji nêzîk ve teqîp dikim, gelek caran me reportaj jî digel şexsiyet û guftûgokarên vê “prosesa destûrê” çekirine.

Li gorî qenaeta min, “bêvîzyonî” û “bêqabiliyetiya” parlametoyê li aliyekê, di mijara doza kurdan de hêj di pêngava pêşiyê ya van guftûgoyan de, heqîqeta doza miletê kurd tê piştguh kirin. Çareseriya doza miletê kurd di bin banê dewleta tirk de wekî çareseriyeka “azadiya ferdî” tê dîtin.

Di mijara guftugoyên di vî warî de li gor perspektîfa “herî demokratîk”, divê destûra nû ji hemî xet, nîşan û referansên kom û grubên etnîkî dûr be, da ko ti ferq û cidahiyan an jî îmtiyazan bo ti gruban çêneke û “neutral” be. Baş e dê zimanê vê destûrê çi be? Bêşik dê tirkî be, dê alaya vê destûrê çi be? Bêşik dê alaya tirkan be. Dê dewleta vê destûrê çi be bêşik ew jî dê ya tirkan be. Dema rewş weha be di bin kirasek yêkser tirk de çawa çêdibe ko destûr xwe ji hemî referansên etnîkî dûr dike? Bi kurt û kirmaciya vê ev e: “Em hemî tirk in, bila kes dî tiştek dî nexwaze”. Perwerdehiya bi zimanê kurdî jî tirsek mezin ya Ak Partiyê û hêzên hikûmran e.

AK Partî û Erdogan berdin “fermîbûna zimanê” kurdî, lê hêj li dijî perwerdehiya bi zimanê kurdî jî derdikevin. Cemil Çiçek temsîla xeta herî nîjadperest ya tirkan dike. Erdogan û partiya wî komîsyona destûrê radestî Çiçekî kirine. Ev tiştek wesa ye ko herwekî tu mîlakê/cegerê teslîmî pisîkê bikî. Hewce ti xapandin û reşkirina heqîqetan nake, bi piştguhkirina heqîqeta hebûna miletê kurd di warê destûra bingehîn de ti tiştek biçe serî an jî bi ser bikeve nîne.

Doza kurdan dabeşkirin an jî şirîkatiya erkan e û di her astê de yeksanîya digel tirkan e: bi hevre an jî ji hev cida. Divêt ev heqîqet baş bê dîtin ko bi ti awayî çênabe li ser navê mafê ferdî, pluralîzmê û pîvananên “lîberal” ev heqîqêt ji ber çavan bê avêtin û bê piştguh kirin.

Ji damezirandina dewleta tirkan heya niha ji bo çi konflîtên kurdan digel tirkan bi dawî nebûne?

Îtiraza kurdan ji alayê re heye. Bi deh hezaran xort, kal, jin û zarokên kurdan li ser navê wê alayê hatin qetil kirin, îşkence û zindan dîtin.

Îtiraza kurdan ji yekaniya zimanê tirkî yê fermî re heye. Nêzîkî sed salan e zimanê kurdî li kurdan hatiye qedexe kirin û tirkî hatiye ferz kirin.

Îtiraza kurdan di serî de “marşa îstiklalê” û hemî sirûdên dî yên tirkan û hemî mifredatên sîstema perwerdehiya tirkan re heye.

Îtiraza kurdan ji serweriya ko tirk hikimdariyê li wan bikin re heye.

Tirk dikarin ji bo xwe van hemûyan ferz û misoger bibînin lê çênabe li ser kurdan ferz bikin.

Ger tirk perspektîfa bihevrejiyana digel kurdan biparêzin û bi rastî jî ji bo bihevrejiyanê bixwazin hevpeymaneka civakî, wekî destûreka nû çêkin, divê hingê hemî heqîqetên kurdan yên civakî, sosyal, siyasî û hiqûqî yên ko di astê erkan de ne bibînin, ne ko piştguh bikin.

Modêla vê ya ko herî dikare pêk bêt û bi rê ve biçe û di dinyayê hemiyê de jî bi serketî ye federalîzm e. Ger Tirkiye nevê nimûneya li ber çavên xwe ya ko li başûrê Kurdistanê ye bibinê, bila li welatê Afrikaya Başûr binêre, 3 paytext û 11 zimanên wê yên fermî hene û ti dinya li wir xeranebûne û bi vî awayî xwe ji cehennema nijadperstiyê rizgar kiriye û bûye welatekê medenî û demokratîk. Li Tirkiyê jî divê baş bêt zanîn ko arîşeya sereke nijadperestiya tirkîtiyê ye.

Ger tirk ji bo çareseriyê formula federalîzmê qebûl nekin hewce derewan nake. Tirk dixwazin ew efendî bin û kurd jî kole, ger kurd koletiyê qebûl bikin car dî ti problem nînin. Lê di vê dinyaya îro de ya ko azadî bûye ser û şehê hertiştî, qebûlkirina kurdan ya koletiyê dê tişteka gelek ecêb be, ger kurd nexwazin yêkcar bikevin rewşeka ecêb û gucbûyî de wê çaxê dê opsiyona xwe ya sexwbûnê bidin pêş. Kerem bikin em minaqaşe bikin.

-----------------------------------
Nivîskar: MIHEMED EVDILA mihemedsanri@gmail.com
Weşandin: 2011-12-20
Xwendin: 9021
 

KOLUMNÊN BERÊ   
Mesûd Barzanî bi exlaq û doza xwe ya rewa bûye stêra rêberên siyasî (2012-10-02)
Divêt nîrê Enqereyê û Qendilê yê li ser siyaseta kurdî bişkê (2012-06-17)
Rola Hewlêrê di perspektîfa global de (2012-04-24)
Şayarbûna ji xewa sibehan çend tehl e (2012-02-23)
Dewleta tirkan divêt dest ji xespkirina Kurdistanê û kuştina kurdan berde (2012-01-23)
Komara tirkan TC dikare “The End” bibe – qetlîama Robozkê “The End” nabe (2012-01-09)
Derdê bêbextiyê û qetlîama Robozkê (2012-01-02)
Têkdana Kurdistanê û wezîfeya ”iblîsane” ya Yêkgirtoyê (2011-12-04)
Tirk dê çi ji Atayê xwe yê jenosîdkar bikin? (2011-11-28)
Di vê serdemê de ji bilî metodên aştiyane ti rêyên dî li ber PKK-ê û Ocalan nînin (2011-11-21)
Di tengava kelereqiyê de siyaseta hekîmane ya Mesûd Barzanî (2011-11-06)
Erdogan bi durûtiya xwe ya li hemberî miletê kurd nikare dersa edaletê bide dinyayê (2011-10-07)
Doza neteweyî ya kurdan çawa têt reş kirin (2011-09-30)
“Konferansa Kurdistanê” û kokteyla bilindkirina Ocalan (2011-09-20)
Fêrkirinên kujer û kuştina heqîqetê (2011-09-15)
Safsataya dualî ya dewleta tirkan û PKK-ê li hemberî doza miletê kurd (2011-09-06)
Hikmeta rêberê miletekî dikare qedera wî miletî ber bi başiyê ve biguhorîne (2011-08-26)
Gelo ev şerê azadiya kurdan e yan jî şerê îflasa wan e? (2011-08-18)
Bihara ereban û dawîlêanîna “aqilê îdeolojîk” yê rejîma kemalîst (2011-08-13)
“Xweseriya demokratîk” û dejenerekirina daxwazên kurdan (2011-07-28)
NERÎNGEH
 
[kitêb] Sun Zî: Hunera şer (2016-04-21)
Ismail Beşikçi ji kurdan re li ser ermeniyan semînerek da (2013-09-28)
Kurdistan berî serxwebûna siyasî ”serxwebûna petrolê” û ekonomîk îlan dike (2012-05-21)
Tewanga navdêrên zimanê kurdî (2009-02-08)
Umît Firat dibêje navnîşana çareserîya pirsa kurd ne PKK ye (2008-11-11)
Hêro Talebanî: Min nedixwest Mam Celal bibe serokkomarê Iraqê [foto] (2007-05-10)
Alfabeya kurdî-latînî ji bo zimanê kurdî ji alfabeya kurdî-erebî minasibtir e (2005-11-02)
fjrigjwwe9r0TabArticles:ArticleHeadline
vv9v8v09fq:TabArticles:4;8;12;14;17;19;21;22;23;24;28;29;30;31;32;40;41;43;44;46;48;49;51;52;53;54;55;56;58;60;62;63;64;65;66;67;69;71;72;74;75;76;77;78;79;80;81;82;84;85;86;90;91;92;94;95;96;97;98;100;102;103;104;105;106;107;109;110;111;112;113;114;115;116;117;118;119;120;121;122;123;124;125;126;127;128;129;130;131;132;133;134;136;137;138;139;140;141;142;143;144;145;146;147;149;150;151;152;153;155;157;158;159;160;163;164;165;166;167;168;169;170;171;172;173;174;175;176;178;179;180;181;182;183;184;185;186;187;188;189;190;191;192;193;194;195;196;197;198;199;200;202;203;204;205;206;207;208;209;210;211;212;213;214;215;216;217;218;219;221;222;223;224;225;226;227;228;229;230;231;232;233;234;235;236;237;238;239;240;241;242;243;244;245;246;247;248;249;250;251;253;254;255;256;257;258;259;260;261;262;263;264;265;266;267;268;269;270;271;272;273;274;275;276;277;278;279;280;281;282;283;284;285;286;287;288;289;290;291;293;294;295;296;297;298;301;302;303;304;305;306;307;308;309;310;311;312;313;314;315;316;317;318;319;320;321;322;323;324;325;326;327;328;329;330;331;332;333;334;335;336;337;338;339;340;341;342;343;344;345;346;347;348;349;350;351;352;353;354;355;356;357;358;359;360;361;362;363;364;365;366;367;368;369;370;371;372;373;374;375;376;377;378;379;380;381;382;383;384;385;386;387;388;389;391;392;393;394;395;396;398;399;400;401;402;403;404;405;406;407;408;409;410;411;412;413;414;415;416;417;418;419;420;421;422;423;424;425;426;427;428;429;430;431;432;433;434;435;436;437;438;439;440;441;442;443;444;445;446;447;448;449;450;451;452;453;454;455;457;458;459;460;461;462;463;464;465;466;467;468;469;470;471;472;473;474;475;476;477;478;479;480;481;482;483;484;485;486;487;488;489;491;492;493;494;495;496;497;498;499;500;501;502;503;504;505;506;507;508;509;510;511;512;513;514;515;516;517;518;519;520;521;522;523;524;525;526;527;528;529;530;531;532;533;534;535;536;537;538;539;540;541;542;543;544;545;546;547;548;549;550;552;553;554;555;556;557;558;559;560;561;562;563;564;565;566;567;568;569;570;571;572;573;574;575;576;577;578;579;580;581;582;583;584;585;586;587;588;589;590;591;592;593;594;595;596;597;598;599;600;601;602;603;604;605;606;607;608;609;610;611;612;614;615;616;617;618;619;620;621;622;623;624;625;626;627;628;629;630;631;632;633;634;635;636;637;638;639;640;641;642;643;644;645;646;647;648;649;650;651;652;653;654;655;656;657;658;659;660;661;662;663;664;665;666;667;668;669;670;671;672;673;674;675;676;677;678;679;680;681;682;683;684;685;686;687;688;689;690;691;692;693;694;695;696;697;698;699;700;701;702;703;704;705;706;707;708;709;710;711;712;713;714;715;716;717;718;719;721;722;723;724;725;726;727;728;729;730;731;732;733;734;735;736;738;740;741;742;743;744;745;746;747;748;749;750;751;752;753;755;756;757;758;759;760;761;762;763;764;765;766;767;768;769;770;771;773;775;776;777;778;779;780;781;782;783;784;785;786;787;788;789;790;791;792;793;794;795;796;798;799;800;801;802;803;804;805;806;807;808;809;810;811;812;813;814;815;816;817;818;819;820;821;822;823;824;825;826;827;828;829;830;831;832;833;834;835;836;837;838;839;840;841;842;843;844;845;846;847;848;849;850;851;852;853;854;855;856;857;858;859;860;861;862;863;864;865;866;867;868;869;870;871;872;873;874;875;876;877;878;879;880;881;882;883;884;885;886;887;888;889;890;891;892;893;894;895;896;897;898;899;900;901;902;903;904;905;906;907;908;909;910;911;912;913;914;915;916;917;918;919;920;921;922;923;924;925;926;927;928;929;930;931;932;933;934;935;936;937;938;939;940;941;942;943;944;945;946;947;948;949;950;951;952;953;954;955;956;957;958;959;960;961;962;963;964;965;966;967;968;969;970;971;972;973;974;975;976;977;978;979;980;981;982;983;984;985;986;987;988;989;990;991;992;993;994;995;996;997;998;999;1000;1001;1002;1003;1004;1005;1006;1007;1009;1010;1011;1012;1013;1014;1015;1016;1017;1018;1019;1020;1021;1022;1023;1024;1025;1026;1027;1028;1029;1030;1031;1032;1033;1034;1035;1036;1037;1038;1039;1040;1041;1042;1043;1044;1045;1046;1047;1048;1049;1050;1051;1052;1053;1054;1055;1056;1057;1058;1059;1060;1061;1062;1063;1064;1065;1066;1067;1068;1069;1070;1071;1072;1073;1074;1075;1076;1077;1078;1079;1080;1081;1082;1083;1084;1085;1086;1087;1088;1089;1090;1091;1092;1093;1094;1095;1096;1097;1098;1099;1100;1101;1102;1103;1104;1105;1106;1107;1108;1109;1110;1111;1112;1113;1114;1115;1116;1117;1118;1119;1120;1121;1122;1123;1124;1125;1126;1127;1128;1129;1130;1131;1132;1133;1134;1135;1136;1137;1138;1139;1140;1141;1142;1143;1144;1145;1146;1147;1148;1149;1150;1151;1152;1153;1154;1155;1156;1157;1158;1159;1160;1161;1162;1163;1164;1165;1166;1167;1168;1169;1170;1171;1172;1173;1174;1175;1176;1177;1178;1179;1180;1181;1182;1183;1184;1185;1186;1187;1188;1189;1190;1191;1192;1193;1194;1195;1196;1197;1198;1199;1200;1201;1202;1203;1204;1205;1206;1207;1209;1210;1211;1212;1213;1214;1215;1216;1217;1218;1219;1220;1221;1222;1223;1224;1225;1226;1227;1228;1229;1230;1231;1232;1233;1234;1235;1236;1237;1238;1239;1240;1241;1242;1243;1244;1245;1246;1247;1248;1249;1250;1251;1252;1253;1254;1255;1256;1257;1258;1259;1260;1261;1262;1263;1264;1265;1266;1267;1268;1269;1270;1271;1272;1273;1274;1275;1276;1277;1278;1279;1280;1281;1282;1283;1284;1285;1286;1287;1288;1289;1290;1291;1292;1293;1294;1295;1296;1297;1298;1299;1300;1301;1302;1303;1304;1305;1306;1307;1308;1309;1310;1311;1312;1313;1314;1315;1316;1317;1318;1319;1320;1321;1322;1323;1324;1325;1326;1327;1328;1329;1330;1331;1332;1333;1334;1335;1336;1337;1338;1339;1340;1341;1342;1343;1344;1345;1346;1347;1348;1349;1350;1351;1352;1353;1354;1355;1356;1357;1358;1359;1360;1361;1362;1363;1364;1365;1366;1367;1368;1369;1370;1371;1372;1373;1374;1375;1376;1377;1378;1379;1380;1381;1382;1383;1384;1385;1386;1387;1388;1389;1390;1391;1392;1393;1394;1395;1396;1400;1401;1402;1403;1404;1405;1406;1407;1408;1409;1411;1412;1413;1414;1415;1416;1417;1418;1419;1420;1421;1422;1423;1424;1425;1426;1427;1428;1429;1430;1431;1432;1433;1434;1435;1436;1437;1438;1439;1440;1441;1442;1443;1444;1445;1446;1447;1448;1449;1450;1451;1452;1453;1454;1455;1456;1457;1458;1459;1460;1461;1462;1463;1464;1465;1466;1467;1468;1469;1470;1471;1472;1473;1474;1475;1476;1477;1478;1479;1480;1481;1482;1484;1485;1486;1487;1488;1489;1490;1491;1492;1493;1494;1495;1496;1497;1498;1499;1500;1502;1503;1504;1505;1506;1507;1508;1510;1511;1512;1513;1514;1515;1516;1517;1518;1519;1520;1521;1522;1523;1524;1525;1526;1527;1528;1529;1530;1531;1532;1533;1534;1535;1536;1537;1538;1539;1540;1541;1542;1543;1544;1545;1546;1547;1548;1549;1550;1551;1552;1553;1555;1556;1557;1558;1559;1560;1561;1562;1563;1564;1565;1566;1567;1568;1569;1570;1571;1572;1573;1574;1575;1576;1577;1578;1579;1580;1581;1582;1583;1584;1585;1586;1587;1588;1589;1590;1591;1592;1593;1594;1596;1597;1598;1599;1600;1601;1602;1605;1606;1607;1608;1609;1610;1611;1612;1613;1614;1615;1616;1617;1618;1619;1620;1621;1622;1623;1624;1625;1627;1628;1629;1630;1631;1632;1633;1634;1635;1636;1637;1638;1639;1640;1641;1642;1643;1644;1645;1646;1647;1648;1649;1650;1651;1652;1653;1654;1655;1656;1657;1658;1659;1660;1661;1662;1663;1664;1665;1666;1667;1668;1669;1670;1671;1672;1673;1674;1675;1676;1677;1678;1679;1680;1681;1682;1683;1684;1685;1686;1687;1688;1689;1690;1691;1692;1693;1694;1695;1696;1697;1698;1699;1700;1701;1702;1703;1704;1705;1706;1707;1708;1709;1710;1711;1712;1713;1714;1715;1716;1717;1718;1719;1720;1721;1722;1723;1724;1725;1726;1727;1728;1729;1730;1731;1732;1733;1734;1735;1736;1737;1738;1739;1740;1741;1742;1743;1744;1745;1746;1747;1748;1749;1750;1751;1752;1753;1754;1755;1756;1757;1758;1759;1760;1761;1762;1763;1764;1765;1766;1767;1768;1769;1770;1771;1772;1773;1774;1775;1776;1777;1778;1779;1780;1781;1782;1783;1784;1785;1786;1787;1788;1789;1790;1791;1792;1793;1794;1795;1796;1797;1798;1799;1800;1801;1802;1803;1804;1805;1806;1807;1808;1809;1810;1811;1812;1813;1814;1815;1816;1817;1818;1819;1820;1821;1822;1823;1824;1825;1826;1827;1828;1829;1830;1831;1832;1833;1834;1835;1836;1837;1838;1839;1840;1841;1842;1843;1844;1845;1846;1847;1848;1849;1850;1851;1852;1853;1854;1855;1856;1857;1858;1859;1860;1861;1862;1863;1864;1865;1866;1867;1868;1869;1870;187Ferqa di nêvbera »ko«, »ku« û »kû« de (2005-05-19)
fjrigjwwe9r0TabArticles:ArticleHeadline
Xewna Mesûd Barzanî ji başûrê Kurdistanê mezintir e (2005-02-07)
 
REKLAM


KOLUMNÎST
Şebabê Egît nabe Şeroyê Biro û ez jî nabim ”heval”
Tolstoy û xelata Nobelê
Kurdistaneka serbixwe û [ne]cida
Heşt rojên şerê xendekê – I
Em û felsefe
Hilbijartinên Kurdistanê ez şok kirim
© 1997–2024 www.nefel.com  |  E-poste: info@nefel.com  |  Powered by Medesoft.org