[ ÎNÊ, 2024-04-19 ]   [ BIKE MALPERA DESTPÊKÊ ]   [ BÊXE NÊV BIJAREYAN ]   [ KONTAKT ]   [ INFO ]   [ LÊGERÎN & ARŞÎV ]  
DESTPÊK
Nûçe
Nivîsar
Kulturmagazîn
Hevpeyvîn
Kolumnîst
Ewrokurd
E-Pirtûk
Lîteratûr
Ziman
Muzîk
Foto
Lînk
E-POSTEYA TE
  Nav (Username)  
   
  Þîfre (Password)  
   
   
     
   »E-posteyeka nû
 bo xwe qeyd bike
 
REKLAM


KOLUMNÎST 
Hikmeta rêberê miletekî dikare qedera wî miletî ber bi başiyê ve biguhorîne
STENBOL, 26/8 2011 — Di sala 2000-ê kovara bi navûdeng “Time”ê Selaheddînî Eyûbî kir bergê xwe û diyar kir ko di 1000 sala borî de Selaheddînê Eyûbî mirovê herî mumtaz bûye û qedera îslamiyetê bo hezar salan guhortiye.

An jî kî ji me dikare rola Gandî ya li ser qedera Hindistanê û hemî dinyayê li ber çavan negire an jî ya Mandela û Gorbaçov li ser Efrîkayê û Rûsyayê û hemî dinyayê. Belê gelek lîder û pêşîvanên wesa xwedanhikmet hene ko ew ne tenê ji bo welatê xwe lê ji bo mîratê hemî însaniyetê jî dibin modelên baş û biserketî.

Yek di 1999-ê û yek jî 2002-yê de, min du reportaj digel serokê Kurdistanê Mesûd Barzanî pêk anîn ko ew roj gelek dijwar bûn ji aliyê têkiliyên nevxweyî yê kurdan ve. Cara pêşiyê giraniya reportajê li ser şerê ko di nêvbeyna PDK û PKK-ê rûdabû bû, cara duyê jî giranî li ser duserîtiya ko di encama şerê navxweyî yê PDK û YNK-ê de di serweriya Kurdistanê de pêk hatibû de bû, seriyekê hikûmetê li Suleymaniyê bû seriyê dî jî li Hewlêrê bû, ne tenê hikûmet parlamento jî bibû du parçe. Ji her alî pirsa vê rewşa giran ji Mesûd Barzanî dihat kirin. Min jî pirsa vê rewşê ji wî kir.

Di herdu caran jî di heqê pirsiyara “şerê kurdan digel kurdan” de, êşek nayê gotin xwe li rûyê wî da der, nefes dayînûstandina wî êşa dilê wî hêj baştir dida rûyê wî. Di herdu caran de jî ew Mesûd Barzanîyê ew çend sakin û aram dengê wî bilind bû. Wî ji vê rewşê dabû sto. Wî got: “Me PKK wekî birayekê hembêz kir, lê mixabin me wekî marekê di bedena xwe de, dît! Kes nabêje ka PKK ji we çi dixwaze? Ka werin binêrin ka PKK-ê çi bi serê gundên me aniye? Dema ko wekî birayan me xwest em digel wan mizakereyan jî bikin ko heyetên me digel yên wan rûniştibûn ji bo dîtina riyeka diyalog û lihevkirinê, tam di wextekê wesa de PKK-ê êrişî 30 karakolên me kir”. Êşa wî gewriya wî ziwa dikir.

PKK-ê ne tenê êrişê karakolan dikir, 400 gundên başûrê Kurdistanê şewitandibûn. Vîdeo-kaseta wan gundan niha li nik min heye û di arşîva Kurdistan TV de jî hene.

Di 4-ê oktobera 1992-yê de Parlamentoya Kurdistanê biryareka dîrokî stand û statûya Kurdistanê wekî federal îlan kir. Dilê hemî kurdan bi vê îlanê geş bû, ji xeynî dilê Abdullah Ocalan. PDK-ya Îranê biryar girt ko, hem li aliyê Îranê û hem jî li aliyê Kurdistanê, ji herdu aliyan her yekê bi kûrahiya 65 kîlometreyan ti aktîvîteyan pêk neînin û ti bihaneya nedin destê Îranê .

Lê Abdullah Ocalan ev îlan û ev “statû” wekî xenceraka li ser qulinca xwe hesiband û got: “Ew rewşa li bakurê Iraqê xencerek e ko li nav pişta me çikiliye, ger dijmin wê ji navê raneke em dê wê ji navê rakin” Ev beyana Ocalan bi dehan caran di hemî organên PKK-ê yên ragihandinê de hatin weşandin.

Di encamê de PKK di 1994-ê de êrişî baregehên PDK-ê kir û şer di nav herdu aliyan de derket. Heman PKK-ê di 1996-ê de êrişî YNK-yê kir. PKK-ê şereke bê însaf li himberî hêzên başûr meşand.

Em binêrin raportorê BBC yê demek yê Rojhilata-nêvê çi dibêje: “Ocalan's PKK was far more violent than the Iraqi Kurdish parties as it fought a decades-long war against the Turkish goverment in which neither side civilians.- Yanî: PKK-ya Ocalan li himberî partiyên kurdan şerek gelek dijwartir kir ji wî şerê ko ev bi dehan sal e li himberî hikûmeta tirk dimeşîne ko herdu alî jî hurmetê ji sivîlan re nagirin” (Invisible Nation, r. 88, Quil Lawrence).

Piştî berçavbûna rewşa hiquqî û fiîlî helbet aliyek yê herî ji vê rewşê nerihet dewleta tirk bû. Pisporên nasyonalîst yên aqilmendên ordiya tirkan yên wekî profesor Umit Ozdağ û Yalçin Kuçuk aşkere digotin divê ew PKK-ê li himberî kurdên Iraqê bi kar bînin. Zexteka esasî ya tirkan bi riya Emerîkayê re jî dixwest li kurdan bikin ew bû ko pêşmerge rabe li himberî PKK şer bike. Tirkan dixwest şerê PKK-ê yêkser bêxin nava Kurdistana azad û wê têk bibin. Lewma bi domdirêjiya dehsalekê stratêjîstên tirk li ser vê xebitin. Dibe ko niha jî hêj xeyalek esasî ya tirkan ew be ko pêşmergeyî bi PKK-ê re bidin şer kirin. Her di 1999-ê de, Abdullah Ocalan li Imraliyê bi destûr û bi biryara tirkan got: “Bila PKK hemî hêza xwe vêkêşîna bakurê Iraqê.”

Vêca hesabê kurdan, yê PKK-ê an jî yê kîj derdoreka dî, çi dibe bila ew bibe, hesabê stratejîstên tirkan ew bû ko PKK-ê bikin arîşeyeka serekî ya serweriya Kurdistanê.

Lê serweriya Kurdistanê û hikmeta Mesûd Barzanî neket vê xefkê. Mesûd Barzanî êdî ji deh salan zêdetir e van êş û tehliyan hemiyan dadiwîre û xwîna kurdan li kurdan heram dike.

Bi ya min her vê aqiliyetê mûcîzeyek di karên navxweyê başûrê Kurdistanê bi xwe de jî pêk aniye ko ev çend car hilbijartinên giştî û mehelî pêk tên, lê xwîn narije. Gruba Goranê wekî arîşeyek tund derket pêş, dikarî bi xwe re pêlên xwîna rake ko Kurdistan di nav de bixeniqe, lê pêşî lê hat girtin. Hêmî hewlên rêxistinên tudrewên îslamî ew e ko wêderê têk bidin lê nikarin.

Ev mûcîze ji mûcizeya pêşketina jêrxana wêderê mûcîzetir e. Civatek hem di têkiliyên navxweyî de û hem jî di têkiliyên digel dewlet û siyasetê de hertim destbiçek bû. Lê îro hemî arişeyên xwe bi riyên aramî çareser dike. Di ser de jî bi salan xeyala dewletên derdor ew bû ko hêza pêşmergeyî bidin ser PKK-ê û bi şerê PKK wêderê têkbidin, dijwarî û kelşeka mezin bêxin nav kurdên bakur û başûr jî, lê ne şiyan û hikmeta “heram e ko kurd xwîna kurdan birêje” pêşî li hemî belayan girt.

Lê li vir pirsek heye: Gelo kurdên bakur çi qasê hayîdarê vê êşa Mesûd Barzanî ne? Gelo heya niha jî qelemşorên derdorê PKK-BDP-yê rojekê tenê jî gotine bila PKK bes bela û arîşeyan ji başûr re çêke?

Ti kar bi aqilê “eşqiyatiyê” bi rê ve naçin. Divê her kurdek baş bizane ko, çawa mîsoger e ko her hemwelatiyek yê Kurdistanê pêgiriyê li yasa û otorîteya serweriya Kurdistanê bike, her wesa ji bo her kurdek û her ferdek yê vê dinê jî çênabe yasa û mafên hiquqî yên serweriya Kurdistanê bên binpê kirin. Divê careke dî kurdên bakur hemî bi vî çavî berê xwe bidin başûrê Kurdistanê û bela xwe ji argumanên “eşqiyatiyê” vekin!

Gelo ev 20 sal e rojekê tenê PKK-ê û derdorên wê rêz ji yasa û serweriya Kurdistanê re girtine? Ez cardî gotina wî rehmetiyê Hrant Dinkê rojnamevanê ermenî, dubare bikim ko, digot: “Ger hon kurdên Tirkiye nekarin arîkariyê ji Kurdistana Iraqê re bikin jî, qet nebe, zererê nedinê, ev jî welatparêzî ye”.

Ez hêvî dikim tevli hemî nexweşî û tehliyan gotina Mesud Barzanî ya “xwîna kurdan li kurdan heram e” bibe bismillaha hemî kurdan û rojekê tenê kurdek êdî xwîna kurdek dî nerijîne, ne tenê ya hevdu ya kesê jî nerijînin.

Di dawiyê de ez şef-edîtorê Nefelê Arif Zêrevanî jî pîroz dikim ko hevpeyvînek pir hêja digel cenabê Mesûd Barzanî pêk aniye ko hon dikarin wê hevpevînê di Nefelê de bixwînin.

-----------------------------------
Nivîskar: MIHEMED EVDILA mihemedsanri@gmail.com
Weşandin: 2011-08-26
Xwendin: 10670
 

KOLUMNÊN BERÊ   
Mesûd Barzanî bi exlaq û doza xwe ya rewa bûye stêra rêberên siyasî (2012-10-02)
Divêt nîrê Enqereyê û Qendilê yê li ser siyaseta kurdî bişkê (2012-06-17)
Rola Hewlêrê di perspektîfa global de (2012-04-24)
Şayarbûna ji xewa sibehan çend tehl e (2012-02-23)
Dewleta tirkan divêt dest ji xespkirina Kurdistanê û kuştina kurdan berde (2012-01-23)
Komara tirkan TC dikare “The End” bibe – qetlîama Robozkê “The End” nabe (2012-01-09)
Derdê bêbextiyê û qetlîama Robozkê (2012-01-02)
Bi komîsyona “kiloxcî” - “atacî”- “hîçcî” û “keyifciyan” ti dastûrên nû nayên amade kirin (2011-12-20)
Têkdana Kurdistanê û wezîfeya ”iblîsane” ya Yêkgirtoyê (2011-12-04)
Tirk dê çi ji Atayê xwe yê jenosîdkar bikin? (2011-11-28)
Di vê serdemê de ji bilî metodên aştiyane ti rêyên dî li ber PKK-ê û Ocalan nînin (2011-11-21)
Di tengava kelereqiyê de siyaseta hekîmane ya Mesûd Barzanî (2011-11-06)
Erdogan bi durûtiya xwe ya li hemberî miletê kurd nikare dersa edaletê bide dinyayê (2011-10-07)
Doza neteweyî ya kurdan çawa têt reş kirin (2011-09-30)
“Konferansa Kurdistanê” û kokteyla bilindkirina Ocalan (2011-09-20)
Fêrkirinên kujer û kuştina heqîqetê (2011-09-15)
Safsataya dualî ya dewleta tirkan û PKK-ê li hemberî doza miletê kurd (2011-09-06)
Gelo ev şerê azadiya kurdan e yan jî şerê îflasa wan e? (2011-08-18)
Bihara ereban û dawîlêanîna “aqilê îdeolojîk” yê rejîma kemalîst (2011-08-13)
“Xweseriya demokratîk” û dejenerekirina daxwazên kurdan (2011-07-28)
NERÎNGEH
 
[kitêb] Sun Zî: Hunera şer (2016-04-21)
Ismail Beşikçi ji kurdan re li ser ermeniyan semînerek da (2013-09-28)
Kurdistan berî serxwebûna siyasî ”serxwebûna petrolê” û ekonomîk îlan dike (2012-05-21)
Tewanga navdêrên zimanê kurdî (2009-02-08)
Umît Firat dibêje navnîşana çareserîya pirsa kurd ne PKK ye (2008-11-11)
Hêro Talebanî: Min nedixwest Mam Celal bibe serokkomarê Iraqê [foto] (2007-05-10)
Alfabeya kurdî-latînî ji bo zimanê kurdî ji alfabeya kurdî-erebî minasibtir e (2005-11-02)
fjrigjwwe9r0TabArticles:ArticleHeadline
vv9v8v09fq:TabArticles:4;8;12;14;17;19;21;22;23;24;28;29;30;31;32;40;41;43;44;46;48;49;51;52;53;54;55;56;58;60;62;63;64;65;66;67;69;71;72;74;75;76;77;78;79;80;81;82;84;85;86;90;91;92;94;95;96;97;98;100;102;103;104;105;106;107;109;110;111;112;113;114;115;116;117;118;119;120;121;122;123;124;125;126;127;128;129;130;131;132;133;134;136;137;138;139;140;141;142;143;144;145;146;147;149;150;151;152;153;155;157;158;159;160;163;164;165;166;167;168;169;170;171;172;173;174;175;176;178;179;180;181;182;183;184;185;186;187;188;189;190;191;192;193;194;195;196;197;198;199;200;202;203;204;205;206;207;208;209;210;211;212;213;214;215;216;217;218;219;221;222;223;224;225;226;227;228;229;230;231;232;233;234;235;236;237;238;239;240;241;242;243;244;245;246;247;248;249;250;251;253;254;255;256;257;258;259;260;261;262;263;264;265;266;267;268;269;270;271;272;273;274;275;276;277;278;279;280;281;282;283;284;285;286;287;288;289;290;291;293;294;295;296;297;298;301;302;303;304;305;306;307;308;309;310;311;312;313;314;315;316;317;318;319;320;321;322;323;324;325;326;327;328;329;330;331;332;333;334;335;336;337;338;339;340;341;342;343;344;345;346;347;348;349;350;351;352;353;354;355;356;357;358;359;360;361;362;363;364;365;366;367;368;369;370;371;372;373;374;375;376;377;378;379;380;381;382;383;384;385;386;387;388;389;391;392;393;394;395;396;398;399;400;401;402;403;404;405;406;407;408;409;410;411;412;413;414;415;416;417;418;419;420;421;422;423;424;425;426;427;428;429;430;431;432;433;434;435;436;437;438;439;440;441;442;443;444;445;446;447;448;449;450;451;452;453;454;455;457;458;459;460;461;462;463;464;465;466;467;468;469;470;471;472;473;474;475;476;477;478;479;480;481;482;483;484;485;486;487;488;489;491;492;493;494;495;496;497;498;499;500;501;502;503;504;505;506;507;508;509;510;511;512;513;514;515;516;517;518;519;520;521;522;523;524;525;526;527;528;529;530;531;532;533;534;535;536;537;538;539;540;541;542;543;544;545;546;547;548;549;550;552;553;554;555;556;557;558;559;560;561;562;563;564;565;566;567;568;569;570;571;572;573;574;575;576;577;578;579;580;581;582;583;584;585;586;587;588;589;590;591;592;593;594;595;596;597;598;599;600;601;602;603;604;605;606;607;608;609;610;611;612;614;615;616;617;618;619;620;621;622;623;624;625;626;627;628;629;630;631;632;633;634;635;636;637;638;639;640;641;642;643;644;645;646;647;648;649;650;651;652;653;654;655;656;657;658;659;660;661;662;663;664;665;666;667;668;669;670;671;672;673;674;675;676;677;678;679;680;681;682;683;684;685;686;687;688;689;690;691;692;693;694;695;696;697;698;699;700;701;702;703;704;705;706;707;708;709;710;711;712;713;714;715;716;717;718;719;721;722;723;724;725;726;727;728;729;730;731;732;733;734;735;736;738;740;741;742;743;744;745;746;747;748;749;750;751;752;753;755;756;757;758;759;760;761;762;763;764;765;766;767;768;769;770;771;773;775;776;777;778;779;780;781;782;783;784;785;786;787;788;789;790;791;792;793;794;795;796;798;799;800;801;802;803;804;805;806;807;808;809;810;811;812;813;814;815;816;817;818;819;820;821;822;823;824;825;826;827;828;829;830;831;832;833;834;835;836;837;838;839;840;841;842;843;844;845;846;847;848;849;850;851;852;853;854;855;856;857;858;859;860;861;862;863;864;865;866;867;868;869;870;871;872;873;874;875;876;877;878;879;880;881;882;883;884;885;886;887;888;889;890;891;892;893;894;895;896;897;898;899;900;901;902;903;904;905;906;907;908;909;910;911;912;913;914;915;916;917;918;919;920;921;922;923;924;925;926;927;928;929;930;931;932;933;934;935;936;937;938;939;940;941;942;943;944;945;946;947;948;949;950;951;952;953;954;955;956;957;958;959;960;961;962;963;964;965;966;967;968;969;970;971;972;973;974;975;976;977;978;979;980;981;982;983;984;985;986;987;988;989;990;991;992;993;994;995;996;997;998;999;1000;1001;1002;1003;1004;1005;1006;1007;1009;1010;1011;1012;1013;1014;1015;1016;1017;1018;1019;1020;1021;1022;1023;1024;1025;1026;1027;1028;1029;1030;1031;1032;1033;1034;1035;1036;1037;1038;1039;1040;1041;1042;1043;1044;1045;1046;1047;1048;1049;1050;1051;1052;1053;1054;1055;1056;1057;1058;1059;1060;1061;1062;1063;1064;1065;1066;1067;1068;1069;1070;1071;1072;1073;1074;1075;1076;1077;1078;1079;1080;1081;1082;1083;1084;1085;1086;1087;1088;1089;1090;1091;1092;1093;1094;1095;1096;1097;1098;1099;1100;1101;1102;1103;1104;1105;1106;1107;1108;1109;1110;1111;1112;1113;1114;1115;1116;1117;1118;1119;1120;1121;1122;1123;1124;1125;1126;1127;1128;1129;1130;1131;1132;1133;1134;1135;1136;1137;1138;1139;1140;1141;1142;1143;1144;1145;1146;1147;1148;1149;1150;1151;1152;1153;1154;1155;1156;1157;1158;1159;1160;1161;1162;1163;1164;1165;1166;1167;1168;1169;1170;1171;1172;1173;1174;1175;1176;1177;1178;1179;1180;1181;1182;1183;1184;1185;1186;1187;1188;1189;1190;1191;1192;1193;1194;1195;1196;1197;1198;1199;1200;1201;1202;1203;1204;1205;1206;1207;1209;1210;1211;1212;1213;1214;1215;1216;1217;1218;1219;1220;1221;1222;1223;1224;1225;1226;1227;1228;1229;1230;1231;1232;1233;1234;1235;1236;1237;1238;1239;1240;1241;1242;1243;1244;1245;1246;1247;1248;1249;1250;1251;1252;1253;1254;1255;1256;1257;1258;1259;1260;1261;1262;1263;1264;1265;1266;1267;1268;1269;1270;1271;1272;1273;1274;1275;1276;1277;1278;1279;1280;1281;1282;1283;1284;1285;1286;1287;1288;1289;1290;1291;1292;1293;1294;1295;1296;1297;1298;1299;1300;1301;1302;1303;1304;1305;1306;1307;1308;1309;1310;1311;1312;1313;1314;1315;1316;1317;1318;1319;1320;1321;1322;1323;1324;1325;1326;1327;1328;1329;1330;1331;1332;1333;1334;1335;1336;1337;1338;1339;1340;1341;1342;1343;1344;1345;1346;1347;1348;1349;1350;1351;1352;1353;1354;1355;1356;1357;1358;1359;1360;1361;1362;1363;1364;1365;1366;1367;1368;1369;1370;1371;1372;1373;1374;1375;1376;1377;1378;1379;1380;1381;1382;1383;1384;1385;1386;1387;1388;1389;1390;1391;1392;1393;1394;1395;1396;1400;1401;1402;1403;1404;1405;1406;1407;1408;1409;1411;1412;1413;1414;1415;1416;1417;1418;1419;1420;1421;1422;1423;1424;1425;1426;1427;1428;1429;1430;1431;1432;1433;1434;1435;1436;1437;1438;1439;1440;1441;1442;1443;1444;1445;1446;1447;1448;1449;1450;1451;1452;1453;1454;1455;1456;1457;1458;1459;1460;1461;1462;1463;1464;1465;1466;1467;1468;1469;1470;1471;1472;1473;1474;1475;1476;1477;1478;1479;1480;1481;1482;1484;1485;1486;1487;1488;1489;1490;1491;1492;1493;1494;1495;1496;1497;1498;1499;1500;1502;1503;1504;1505;1506;1507;1508;1510;1511;1512;1513;1514;1515;1516;1517;1518;1519;1520;1521;1522;1523;1524;1525;1526;1527;1528;1529;1530;1531;1532;1533;1534;1535;1536;1537;1538;1539;1540;1541;1542;1543;1544;1545;1546;1547;1548;1549;1550;1551;1552;1553;1555;1556;1557;1558;1559;1560;1561;1562;1563;1564;1565;1566;1567;1568;1569;1570;1571;1572;1573;1574;1575;1576;1577;1578;1579;1580;1581;1582;1583;1584;1585;1586;1587;1588;1589;1590;1591;1592;1593;1594;1596;1597;1598;1599;1600;1601;1602;1605;1606;1607;1608;1609;1610;1611;1612;1613;1614;1615;1616;1617;1618;1619;1620;1621;1622;1623;1624;1625;1627;1628;1629;1630;1631;1632;1633;1634;1635;1636;1637;1638;1639;1640;1641;1642;1643;1644;1645;1646;1647;1648;1649;1650;1651;1652;1653;1654;1655;1656;1657;1658;1659;1660;1661;1662;1663;1664;1665;1666;1667;1668;1669;1670;1671;1672;1673;1674;1675;1676;1677;1678;1679;1680;1681;1682;1683;1684;1685;1686;1687;1688;1689;1690;1691;1692;1693;1694;1695;1696;1697;1698;1699;1700;1701;1702;1703;1704;1705;1706;1707;1708;1709;1710;1711;1712;1713;1714;1715;1716;1717;1718;1719;1720;1721;1722;1723;1724;1725;1726;1727;1728;1729;1730;1731;1732;1733;1734;1735;1736;1737;1738;1739;1740;1741;1742;1743;1744;1745;1746;1747;1748;1749;1750;1751;1752;1753;1754;1755;1756;1757;1758;1759;1760;1761;1762;1763;1764;1765;1766;1767;1768;1769;1770;1771;1772;1773;1774;1775;1776;1777;1778;1779;1780;1781;1782;1783;1784;1785;1786;1787;1788;1789;1790;1791;1792;1793;1794;1795;1796;1797;1798;1799;1800;1801;1802;1803;1804;1805;1806;1807;1808;1809;1810;1811;1812;1813;1814;1815;1816;1817;1818;1819;1820;1821;1822;1823;1824;1825;1826;1827;1828;1829;1830;1831;1832;1833;1834;1835;1836;1837;1838;1839;1840;1841;1842;1843;1844;1845;1846;1847;1848;1849;1850;1851;1852;1853;1854;1855;1856;1857;1858;1859;1860;1861;1862;1863;1864;1865;1866;1867;1868;1869;1870;187Ferqa di nêvbera »ko«, »ku« û »kû« de (2005-05-19)
fjrigjwwe9r0TabArticles:ArticleHeadline
Xewna Mesûd Barzanî ji başûrê Kurdistanê mezintir e (2005-02-07)
 
REKLAM


KOLUMNÎST
Şebabê Egît nabe Şeroyê Biro û ez jî nabim ”heval”
Tolstoy û xelata Nobelê
Kurdistaneka serbixwe û [ne]cida
Heşt rojên şerê xendekê – I
Em û felsefe
Hilbijartinên Kurdistanê ez şok kirim
© 1997–2024 www.nefel.com  |  E-poste: info@nefel.com  |  Powered by Medesoft.org