[ PÊNCŞEM, 2024-03-28 ]   [ BIKE MALPERA DESTPÊKÊ ]   [ BÊXE NÊV BIJAREYAN ]   [ KONTAKT ]   [ INFO ]   [ LÊGERÎN & ARŞÎV ]  
DESTPÊK
Nûçe
Nivîsar
Kulturmagazîn
Hevpeyvîn
Kolumnîst
Ewrokurd
E-Pirtûk
Lîteratûr
Ziman
Muzîk
Foto
Lînk
E-POSTEYA TE
  Nav (Username)  
   
  Þîfre (Password)  
   
   
     
   »E-posteyeka nû
 bo xwe qeyd bike
 
REKLAM


KOLUMNÎST 
Mala zimanê wêran – zimanê yekgirtî 1
HEWLÊR, 26/8 2011 — Li Kurdistanê, mirov ji jiyana giştî dabirî be û tenê bi karûbarê mala xwe rabe, tenê bo bextê xwe digirî. Di dam û dezgehên mîrî de kar bike, bo şepirzayiya dam û dezgehan xembar dibe û derûna wî şêlû dibe.

Di siyasetê de kar bike, temenê wî bo aloziya pirsa kurdî diçe û haya wî jî bi destê kurdan bi xwe, av û av diçe. Eger bê û di şûna min de be, heroj reftarê digel daner û nivîskaran û zimanê kurdî bike, hindek xema wêranî û bêkesiya zimanê kurdî bixwe, mala wî bi yekcarî wêran dibe. Baş bizanin û hay jê hebin, eger ev ziman bi awayê niha biçe û bo biryara zaravesazî û çaksaziyê navendek nebe, yanê nivîskar gundarî li bîrûboçûnên kesên ji wan şarezatir nekin, êdî ev ziman dê kor bibe û sedsala bîst û yekê temam nake.

Ezê di vê nivîsê de behsa hindek ji wan malwêraniyên ko destê nezanan, anîne serê zimanê kurdî bikim. Ez çiqasî jî bikarim çewtiyên heyî rast bikin, rêya aşkerekirina çewtiyên zimanê kurdî, rêyeke dûr û dirêj e, gelek wext divê. Fermûn ji vir û pê de hûn û karesat. Lê tîkaye vî tiştî ji bîr nekin ku, min bo vê nivîsê pişt bi bîrewerî û têbîniyên serpêyî girêdaye. Ger wextê min hebûya min dê baştir nivîsandibaya.

Paşgirê Ge: Ev paşgir diçe ser du cur peyvan. Yekem diçe ser navan, wek rû rûge, der derge, kar karge, şer şerge, cê cêge, aş aşge, kan kange. Duyem: diçe ser rehê çawig (koka mesderan (raderan) ) wek: kêlge kêl+ge “kêllan”, ruange ruan+ge “ruanîn”. Ruange ew cih e ko rawçî (nêçîrvan) lê temaşeyê cihê nêçîra xwe dike. Di zimanê axavtinê yê nû de bo “mersad” (erebî ye) bi kar hatiye û gelekî hêja ye.

Paşgirê ge, naçe ser çawig (mesder/rader). Ev arîşeyeke mezin a nivîsa kurdî ye ko neşarezayan dehan zaravê danîne. Çawig û paşgirê “ge” çûye ser wek: nûsînge, xwardinge, xwêndinge û jînge. Divê ev bên rastkirin. Ziman li ser regê rasteqîne yê xwe de geşe neke, çarenivîsa wê her mirin e. Wek em dibînin mirov bi asayî fêrî zimanek yan çend zimanan dibe ji ber ko wek matematîk binke û sîstemê zimên jî heye. Nemana sîstem di zimên de nemana bingeha zimên e.

Rastkirina van peyvan û van çewtiyên ko çêbûne, hêsan e eger daxwaz hebe û navenda biryardanê hebe. Bo nimûne nûsînge. Nûsînge diyar e ji radera “nûsîn” hatiye. Koka nûsîn “nûs” e. Koka rader di nihaya kurdî de yan di rewşa nerê (bi erebî nefî) de tê berçav. Wek: nemir, nejî, nezê, nekirr û nefiroş yan bi pêşgirê erê (bi erebî misbet), wek bidwê, bikuj û bibir, bibez, bilêr. Hindek car jî kok, peyveke serbixwe ye, wek “jî”, di kurmaciya jorîn de dibêjin “jiyê te çende”. Jî temen e.

Reng e (heye ku-dibe ku) di berê de ev kok wek peyven serbixwe bi kar hatibin. Ji ber ko “nûs” dişê peyveke serbixwe be bi wateya “kitabe, miqal, essay”. Dema ko paşgirê “ge” biçe ser nûs, dibe nûsinge. Nûsinge bo “mekteb: ofîs” temam e. Dema ko paşgirê “ek” biçe ser nûs, dibe “nûsek”, nûsek bo “amêrê(daçek) nûsîn” temam e. “Yar” biçe ser nûsîn dibe nûsyar “muherir”. Jînge jî divê “Jîge” be ji ber ko jînge çewt e. “Jîwar” jî li gor pîveka peyvsaziya kurdî temam e. Ji jî+war pêk hatiye. Her weha jî paşgirê “ar” çûye ser û bûye jiyar (bi erebî hadara). Lê mirov nikare peyva “jînwar” ji bo tiştekî bi kar bîne (bo bîa yan hadaraya erebî) çewt e. Ev paşgir naçin ser raderê peyvê. Tenê paşgirê “ewe” diçe ser çaw: wek şardinewe, xwardinewe, jiyandinewe. Ev paşgirê “ewe” di kurmanciya jorîn de tê pêş û dibe pêşgir: veşartin, vexwarin, vejiyandin. Di hindek şêwezarên (devok) kurmanciya jêrîn de (bo nimûne mukriyanî), wek ya jorîn diçe pêş: weşardin, wexwardin û wejiyandin.

“Nûsyan” cuda ye ji nûsînê. Her ji ber nêzîkî hev in, ezê qala wê jî bikim. Di kurdî de paşgirek heye: “enek”, diçe ser koka radera “nûsan” ko ew jî her “nûs” e û dike “nûsenek”. Nûsenek striyeke ko bi hiriyê mih û bizinan ve dizeliqe. Ev nûsenek, deqawdeq “lezge”ya erebî ye. Bi min ecêb e di ragihandina Kurdistanê de dibêjin “lezge”, ereb bi xwe jî bi kar nahênin ji ber ko “lezge” bi awayê axaftina “ a’mî” ye ne ko zimanê standardê erebî.

Pêşgirê ra: Pêşgir û paşgir ewe e ko wateyeke nû bo peyvan çêdike. Peyvsaziya di zimanê kurdî de bi rêya bikaranîna pêşgir û paşgirê rû dide. Pêşgirê “ra” peyvên nû çêdike wek: bûn rabûn, kirdin rakirdin, guşîn raguşîn, jenîn rajenîn, xistin raxistin, spardin raspardin û hwd..

Heye ko “raşkawî” yek ji wana be û ji “ra+şikan” ve hatibe bo wateya “ saraha” ya erebî, lê ne wiha ye û destkariya nezanan e. “Raşkan” di kurdî de tiştekî din e. Ebdull Pêşew di helbesteka xwe de dibêje “şew raşka”, dibêje “ şew raşka dergaketim lê bikewe” yanê “ raşkan” dirêjbûn e û tenê jî bo şevê ye. Bi çi awayî digel “saraha” têkilî nîne.

Peyveke ji vê kirêttir “radestkirdinewe” ye ko bi vî awayî tê ravekirin: “ra+dest+kirdin+ewe”. Ev peyv çi nîqaş naxwaze, çewt e. Di vir de pêşgirê “ra” çûye ser nav ko “dest” e. Pêşgir tenê diçe ser rader (mesder), koka rader û lêker.

Raşkawî û radestkirdinewe, bi destê nezanan hatine çêkirin. Xobedestewedan yanê “teslîmbûn”, danewedest yanê “teslîmkirin”, qet pêwîstî bi radestbûn û radestkirinê nake. Bo “saraha” yê jî em dikarin bêjin “kiraweyî (vekirî)”, “be kiraweyî gotim”, “kirawane gotî”. “Raşkawî”, qet wateya pêwîst nagihîne. Gelo ji ji peyva “rakşawî” nehatibe? Ji ber ko mirov di rakşawî (paldan) de baştir û vekirîtir diaxive. Ez wiha dizanim ko raşkawî, radestkirdinewe û binûse, lawên Kurdistana Rojhilatê anîne.

Hindek car li mirov ecêb tê, yên ko peyvên kurdî danîne, çi jîriyek bi kar neanîne, heya bigire jîriya zarokekî jî.

Yek ji wan peyvan “nanewaxane” ye. Nanewa wek “Destewa, aştewa, pêşewa” peyvek e ji naw+paşgirê “ewe” çê bûye. Nanewa kesê ko nan dipêje ye, yanê “nanewaxane” cihê nankirinê nîne, cihê çêkirina zilamê nanewa ye. Bigotana “nanxane” dê baştir bûya.

Ez peyva “nanpêjî” bi kar tînim ko di kurmanciya jorîn de heye. “Nanpêj” jî nanewa ye. Ev bo xatirê ziman yekgirtiyê ye an na berê “nandîn” hebû. Nandîn û kadîn, ya yekê cihê nan û şîvlênanê bû. Yê din cihê ko tê de ka dihat komkirin bû. Bila “Nanpêjî” bo “Mexbez” be û nandîn jî bo Metbaxa malan. Melewange jî her weha ye, bi maneya cihê kesek e ne ko cihê melevaniyê. Diviya bêjin “Melewanige”.

Hindek pevy bûne navê dam û dezgehên mîrî, ji wana asayîş. Asayîş farsî ye divê bi kurdî “tenahî” be ko peyveke resen e.Tenahî yanê “istiqrar” li navçeya Badînan bi kar tînin û bo vê armancê gelekî hêja ye. Li Hewlêrê jî berê dihat bikaranîn, piştî ko ji derve an ji kar dihatin, digotin “min xwe tenya kiriye” , yanê “cilkê minê male li ber min e, cilkê rakişan û paldayînê”, ko ev jî her “ istiqrar” e. “Parêzga” û “parêzga” jî çewt in.

Xuya ye wateya wan ji erebî hatina wergirtin: “Muhefeze, mufafiz.” Parêzga (parêzgeh) ji “parêz+ga” pêk hatiye. “ga” paştirê cih e wek derga, rêga, cêga. Ew “a” ya “ga” zêdetir dengê farsî ye, kurd dikşînin û dikin “derge, rêge, rêbazge, cêge, dêge, hwd…”. Lê arîşe her ew nîne. Ne xem e bila “ge” nebe û “ga” be, arîşe di “parêz” ê de ye. Parêz yanê pena (rex-tenişt) yan pesar, folklore dibêje: “Mangeşew xoş e mang (hevy) li perêzê”. Perêz li vir parêz e, yanê heyv di peneyê de be û piçek tarîk be ta ew digel yara xwe bigihin hev. Yan dibêje “Ez diçim parêzê yare” yanê ez bi dizî diçim ba wê.

Dûreperêz “kesê ko xwe ji xelk dûr digire” ye. “Parêz” wateyeke din jî heye, kesek nexweş be xwe ji hindek tiştan “diparêze” . Îdyomeke kurdî bo misilmanekî ko xwedê gelekî bitirse dibêje, “le awî şew parêz deka” yanê armanc ew e ko ava şev piçek fênik û xweş e, zilam hewqas misilman e wê xweşiyê jî naxwaze.

Em niha werin ser armanca xwe, li gor gelek nimûneyên ko me li jor da, “parêzga yan “parêzge” yanê “pesarge, sipêr, kemîn” , yan cihê ko mirov bo êrîşbirina ser armancekê, xwe tê de vedişêre û ev jî digel armanca “muhafeze” nagunce û herdu peyv bi qasî erd û asman ji hev dûr in. Parêzgar ji wê jî xiratir e, paşgirê “ gar” bo pirjimar e wek: şewgar, rojgar, yadgar û kirdgar. Herçend peyv ji binî ve çewt e lê diviya bigota parêzger wek zêrînger.

Em bixwazin ji “parastin yan paraztinê” pevy çê bikin bo ew armanca jor, emê her biçin ser guherîna “parêz”. Kurmanciya jorîn parêzvan û parêzvanî bi kar tine ko zêde hêjatir nînin ji parêzgar û parêzga. Danîna peyvan bo “muhafaza, muhafiz, qeza, qaymamaqam, nahiye, midîr nahiye” karê henekê nîne ko milê peyveke bigre û pêşgir yan paşgirekî pê ve bike. Ne merce jî ji zimanên din wergerîne, divê peyveke kurdane be û wateya armanca mirov bide.

Peyveke din a ko ji hemûyan çewtir e “perwerde” ye. Paşgirê “de” wek di “kirde, birde, perwerde” de heye, peyva xwe kiriye bi navê berkir “isim meful”. Perwerde kesekî terbiye wergirtibe (bi erebî muterebî) ye ko ev jî berevajiya armanca pêwîst e. Dezgeha “terbiye” bo terbîyedanê ye ne ko cihê kesên ko hatine terbîyekirin. Peyv bi vî rengî pêk hatiye: per+wer+de. Ka em bizanin wateya wan çiye? “Per” yanê qelew yan geşekirî. Elaedîn Secadî “mere (mîh) pereke” bo mîha qelew bi kar aniye. Husên Huznî “pera” bi wateya xizmet bi kar aniye.

“Pere” sitandin jî her ji wir hatiye, yanê qelewbûn yan geşekirin. Wateyê awayê bikaranîna Cedawî û Huznî yek tişt e, “xizmeta wan kiriye yan qelew bûye” heman wate ye. Berê “perwer” navê jinane bûye di kurdewarî de, “xatûn Perwer” di edebiyata zargotina kurdî de pir radibore. Niha Perwer navê zilaman e, di kurdiya Kevin de kek Perwer nebûye. “Perwer” tê wateya, xwedîkirî, tenduristiya xweş, pêgihiştî yan qelew.

Perwer wek me got ji “per+wer” hatiye. “Wer” paşgir e bo xwedîtiyê, wek pêwer “giyanliberek pê hebe”, deswer “destê wî hebe”, bextewer “bexta wî hebe”, hestewer “hestê wî hebe”. Têbînî: peyva “pêwer” di xwendina kurdî de bo “miqiyes” bi kar tînin ko çewt e.Tu li “pê+wer” binêre, karê pîvan di vir de nîne, “pê” paşgirek wergirtiye ko paşgir jî bê wate ye. Em bên ser “perwerde” ko me got çewt e û wateya wê berevajiya armanê ye. Ka em çi bikin baş e bo terbiye? Bi ya min “perwerî” baş e, yanê terbiyedan.

Wezareta perwerî “wezaret el terbiye”, peryar: murabî. Bo pirsa “pêwer” jî ko çewt e û wek me gotî bo “miqiyes” a erebî nabe, divê em vegerin ser kêşan û pîvan. Di axavtina kurdî de “kêşane” bo “ma’yar” û “pêwane” bo “miqiyes” dibêjin.

Zimanê kurdî di zimanê farsî de dixiniqînin, kî wiha dike? Wî tiştî jî, her nezan dikin. Di van salên dawîn de bi sedan heye bigire hezaran peyvên wek: mêzgird, salroj, roşinfikir, zîndan, sed der sed, eşkence, berbad yan dariştin li gor pîvana zimanê farsî, wek: hawsergêrî, xudî xoy, heta diwayî. Ka em vana bikin kurdî. Mêzgird: mêzger “ ger yanê pêç (zivirîn-fetilîn), gerî dîlan: pêça şahiyî, gerek çay bo me bîne.”

Mêzger bi erebî tawila mutedîre ye. Salroj: “salweger” kurdiya petî (resen) ye di kurmanciya jorîn û jêrîn de heye, cotyarek ji hevsêyê (cîran) xwe re dibêje: “ezê du bar genim bidime te, salvegerekî din bide min yan du salvegerên din”. Ez dibêjim “salvegera dezgeha me ye”. Zîndan: girtîge. “Bendîxane” jî ji mêj ve heye.

Em li şûna sed binivîsin set baştir e û kurdîtir e. “Setî set kurtîtir e” Eşkence, farsî ye, kurd dibêjin “darkarî”, Hacî Qadir gotiye, “Nazanim karkarî çiye ‘aybî? Her kelamê heq e niye ‘eybî”. “Berbad” bi kurdî berba ye. Hawser di şî’rê kevin a kurdî de “Hemser” bûye ko farsî ye. Hawser xweş û kurdane ye. Paşgirê “bend” jê re zêdetir dibe û wateya girêdanê, bestinê dide, “hawserbendî”. Kurdan berê gotine “zawabendî”. Folklor: “ Ez ji te re li quntara Sehendî bêm ba dayîka te bi zawabendî”. Sed heyv û mixabin , şivanên berê di peyvsaziyê de ji pisporekî zanistgeha Kurdistan û Kora Zanyariyê şarezatir bûn.

Tikaye li vê xinqandina kurdî di farsî de binêrin ko min di nava kevanê de kurdiya wan nivîsandiye:

Erziş (sûd, kelk), Amadebaşî (xosazdan), Ayinde (dahatû), Bexş (çake), Pexş (bilawkrdinewe, weşandin), Pexşname (bilavok), Penahende (penaber), Poziş (lêbûrdin), Deramed (dahat), Ruxsar (rû, rûmet, dêm(dev) ), Rênmayî (rênwênî(ji rênumandinê), Saziş (koldan (tawîz)), Serzenşit (gileyî, binaşit, gazin, sikala), Sermayeguzarî (desmayegêrî), Şayiste (şayen, hêja), Komekbexş (yarmetîder, arîkar), Kenargîr (lapergir, dûreperêz), Guzarşit (derbirîn), Friyaguzarî (behanaçûn-bihawarçûn), Le miyaneyi (le katî, le nêwanî), Miyanro (nêwangir, nêwanro), Miyangîrî (nêwangrî, nawendgirî), Nimayş (niwandin-numandin), Nimayinde (nwêner), Nawzed (nawbirdin), Hoşdarî (uryadarî, agedarî), êdî bikşîne heta ko diweste.

Li şûna ko em bêjin “xoy (xwe) le xoy da” baştir e bêjin “xoy bo xoy”, yan li şûna “xudî kabra(zilam)” bêjin “kabra xoy”. Kurdan berê wiha digot. “Beş be halî xom” kurdane nîne, bêje “yek bi barî xom”, gundiyên Hewlêrê wiha dibêjin, reng e li cihên din jî wiha bêjin.

Peyva “sermaya” û “desmaye” li jor derbas bûn, ka em yekalî bikin. Sermaye farsî ye bila di zimanê axaftinê ya rojane ya me de jî hebe. Kurdî desmaye ye, desmaye “rasmal” e. Desmayegêr bi erebî “mustesmir” e, desmayegêrî “îstismar” e.

Em niha jî li ser peyva maye rawestin. Dibêjin: kurdî bo me bûye “maye” ya şanaziyê, “bûwe be maye “ yanê bûye hoy (sedem).

Mayekî û watayekî bo “madî û manewî” baş in û tên bikaranîn jî. Ragihandina kurdên bakur dibêjin “makî û mînakî” ko çewtiyek tê de ye. Mînak û mînakî baş in bo “mîsal û mîsalî” lê makî çewt e.Mak di kurdî de yanê dayîk yan tiştê bingehîn, bo nimûne “zak û mak”, “zak” yanê kar û berxê ko nû zaye, “mak” diya wan e. Mak bo cihê ko roj jê hilte jî tê gotin. Folklor dibêje: “roj hilatiye le makê day le sîng û xenawkê”, mak bi erebî “ esîl ” diviya bogotana: mayekî û mînakî.

-----------------------------------
Nivîskar: BEDRAN EHMED badranhabeeb@yahoo.com
Weşandin: 2011-08-26
Xwendin: 9803
 

KOLUMNÊN BERÊ   
Kurtiyek ji tarîxa kurdan û Kurdistanê – III (2012-05-20)
Niyeta dîktator Nûrî Malikî xirab e (2012-04-22)
Kurtiyek ji tarîxa kurdan û Kurdistanê – II (2012-02-07)
Kurteyek ji tarîxa kurdan û Kurdistanê – I – (2012-01-07)
Ax ji derdê kurdan (2011-05-30)
Bi minasebeta kuştina Usame Bin Ladin (2011-05-08)
Dîmenên qerfbar yên opozîsyona Kurdistanê (2011-04-14)
Xewna dêrîn û dîrokî ji bo Kerkûkê (2011-03-26)
Guhartin erê – şidet na (2011-03-02)
Kerkûk bo Kurdistanê – VI (2011-02-06)
Kerkûk bo Kurdistanê – IV (2011-01-09)
Divêt kurd di nav xwe de entegre bibin (2011-01-02)
Bêkesiya zimanê kurdî (2010-12-02)
Wêneyeke Iraqa paşerojê (2010-11-21)
Kerkûk ji bo Kurdistanê – II (2010-11-04)
Kerkûk ji bo Kurdistanê – I (2010-10-24)
Nêçîrvan Barzanî – dewletek bo kurdan û kurdek bo dewletê (2010-09-08)
Rewşenbîrê di hêla berevajî de (2008-07-22)
Partiyên îslamî û şerê ne di dema xwe de (2008-07-14)
Heger bêhnekê rexnekirin be divêt bêhnekê jî teqdîrkirin be (2008-06-13)
NERÎNGEH
 
[kitêb] Sun Zî: Hunera şer (2016-04-21)
Ismail Beşikçi ji kurdan re li ser ermeniyan semînerek da (2013-09-28)
Kurdistan berî serxwebûna siyasî ”serxwebûna petrolê” û ekonomîk îlan dike (2012-05-21)
Tewanga navdêrên zimanê kurdî (2009-02-08)
Umît Firat dibêje navnîşana çareserîya pirsa kurd ne PKK ye (2008-11-11)
Hêro Talebanî: Min nedixwest Mam Celal bibe serokkomarê Iraqê [foto] (2007-05-10)
Alfabeya kurdî-latînî ji bo zimanê kurdî ji alfabeya kurdî-erebî minasibtir e (2005-11-02)
fjrigjwwe9r0TabArticles:ArticleHeadline
vv9v8v09fq:TabArticles:4;8;12;14;17;19;21;22;23;24;28;29;30;31;32;40;41;43;44;46;48;49;51;52;53;54;55;56;58;60;62;63;64;65;66;67;69;71;72;74;75;76;77;78;79;80;81;82;84;85;86;90;91;92;94;95;96;97;98;100;102;103;104;105;106;107;109;110;111;112;113;114;115;116;117;118;119;120;121;122;123;124;125;126;127;128;129;130;131;132;133;134;136;137;138;139;140;141;142;143;144;145;146;147;149;150;151;152;153;155;157;158;159;160;163;164;165;166;167;168;169;170;171;172;173;174;175;176;178;179;180;181;182;183;184;185;186;187;188;189;190;191;192;193;194;195;196;197;198;199;200;202;203;204;205;206;207;208;209;210;211;212;213;214;215;216;217;218;219;221;222;223;224;225;226;227;228;229;230;231;232;233;234;235;236;237;238;239;240;241;242;243;244;245;246;247;248;249;250;251;253;254;255;256;257;258;259;260;261;262;263;264;265;266;267;268;269;270;271;272;273;274;275;276;277;278;279;280;281;282;283;284;285;286;287;288;289;290;291;293;294;295;296;297;298;301;302;303;304;305;306;307;308;309;310;311;312;313;314;315;316;317;318;319;320;321;322;323;324;325;326;327;328;329;330;331;332;333;334;335;336;337;338;339;340;341;342;343;344;345;346;347;348;349;350;351;352;353;354;355;356;357;358;359;360;361;362;363;364;365;366;367;368;369;370;371;372;373;374;375;376;377;378;379;380;381;382;383;384;385;386;387;388;389;391;392;393;394;395;396;398;399;400;401;402;403;404;405;406;407;408;409;410;411;412;413;414;415;416;417;418;419;420;421;422;423;424;425;426;427;428;429;430;431;432;433;434;435;436;437;438;439;440;441;442;443;444;445;446;447;448;449;450;451;452;453;454;455;457;458;459;460;461;462;463;464;465;466;467;468;469;470;471;472;473;474;475;476;477;478;479;480;481;482;483;484;485;486;487;488;489;491;492;493;494;495;496;497;498;499;500;501;502;503;504;505;506;507;508;509;510;511;512;513;514;515;516;517;518;519;520;521;522;523;524;525;526;527;528;529;530;531;532;533;534;535;536;537;538;539;540;541;542;543;544;545;546;547;548;549;550;552;553;554;555;556;557;558;559;560;561;562;563;564;565;566;567;568;569;570;571;572;573;574;575;576;577;578;579;580;581;582;583;584;585;586;587;588;589;590;591;592;593;594;595;596;597;598;599;600;601;602;603;604;605;606;607;608;609;610;611;612;614;615;616;617;618;619;620;621;622;623;624;625;626;627;628;629;630;631;632;633;634;635;636;637;638;639;640;641;642;643;644;645;646;647;648;649;650;651;652;653;654;655;656;657;658;659;660;661;662;663;664;665;666;667;668;669;670;671;672;673;674;675;676;677;678;679;680;681;682;683;684;685;686;687;688;689;690;691;692;693;694;695;696;697;698;699;700;701;702;703;704;705;706;707;708;709;710;711;712;713;714;715;716;717;718;719;721;722;723;724;725;726;727;728;729;730;731;732;733;734;735;736;738;740;741;742;743;744;745;746;747;748;749;750;751;752;753;755;756;757;758;759;760;761;762;763;764;765;766;767;768;769;770;771;773;775;776;777;778;779;780;781;782;783;784;785;786;787;788;789;790;791;792;793;794;795;796;798;799;800;801;802;803;804;805;806;807;808;809;810;811;812;813;814;815;816;817;818;819;820;821;822;823;824;825;826;827;828;829;830;831;832;833;834;835;836;837;838;839;840;841;842;843;844;845;846;847;848;849;850;851;852;853;854;855;856;857;858;859;860;861;862;863;864;865;866;867;868;869;870;871;872;873;874;875;876;877;878;879;880;881;882;883;884;885;886;887;888;889;890;891;892;893;894;895;896;897;898;899;900;901;902;903;904;905;906;907;908;909;910;911;912;913;914;915;916;917;918;919;920;921;922;923;924;925;926;927;928;929;930;931;932;933;934;935;936;937;938;939;940;941;942;943;944;945;946;947;948;949;950;951;952;953;954;955;956;957;958;959;960;961;962;963;964;965;966;967;968;969;970;971;972;973;974;975;976;977;978;979;980;981;982;983;984;985;986;987;988;989;990;991;992;993;994;995;996;997;998;999;1000;1001;1002;1003;1004;1005;1006;1007;1009;1010;1011;1012;1013;1014;1015;1016;1017;1018;1019;1020;1021;1022;1023;1024;1025;1026;1027;1028;1029;1030;1031;1032;1033;1034;1035;1036;1037;1038;1039;1040;1041;1042;1043;1044;1045;1046;1047;1048;1049;1050;1051;1052;1053;1054;1055;1056;1057;1058;1059;1060;1061;1062;1063;1064;1065;1066;1067;1068;1069;1070;1071;1072;1073;1074;1075;1076;1077;1078;1079;1080;1081;1082;1083;1084;1085;1086;1087;1088;1089;1090;1091;1092;1093;1094;1095;1096;1097;1098;1099;1100;1101;1102;1103;1104;1105;1106;1107;1108;1109;1110;1111;1112;1113;1114;1115;1116;1117;1118;1119;1120;1121;1122;1123;1124;1125;1126;1127;1128;1129;1130;1131;1132;1133;1134;1135;1136;1137;1138;1139;1140;1141;1142;1143;1144;1145;1146;1147;1148;1149;1150;1151;1152;1153;1154;1155;1156;1157;1158;1159;1160;1161;1162;1163;1164;1165;1166;1167;1168;1169;1170;1171;1172;1173;1174;1175;1176;1177;1178;1179;1180;1181;1182;1183;1184;1185;1186;1187;1188;1189;1190;1191;1192;1193;1194;1195;1196;1197;1198;1199;1200;1201;1202;1203;1204;1205;1206;1207;1209;1210;1211;1212;1213;1214;1215;1216;1217;1218;1219;1220;1221;1222;1223;1224;1225;1226;1227;1228;1229;1230;1231;1232;1233;1234;1235;1236;1237;1238;1239;1240;1241;1242;1243;1244;1245;1246;1247;1248;1249;1250;1251;1252;1253;1254;1255;1256;1257;1258;1259;1260;1261;1262;1263;1264;1265;1266;1267;1268;1269;1270;1271;1272;1273;1274;1275;1276;1277;1278;1279;1280;1281;1282;1283;1284;1285;1286;1287;1288;1289;1290;1291;1292;1293;1294;1295;1296;1297;1298;1299;1300;1301;1302;1303;1304;1305;1306;1307;1308;1309;1310;1311;1312;1313;1314;1315;1316;1317;1318;1319;1320;1321;1322;1323;1324;1325;1326;1327;1328;1329;1330;1331;1332;1333;1334;1335;1336;1337;1338;1339;1340;1341;1342;1343;1344;1345;1346;1347;1348;1349;1350;1351;1352;1353;1354;1355;1356;1357;1358;1359;1360;1361;1362;1363;1364;1365;1366;1367;1368;1369;1370;1371;1372;1373;1374;1375;1376;1377;1378;1379;1380;1381;1382;1383;1384;1385;1386;1387;1388;1389;1390;1391;1392;1393;1394;1395;1396;1400;1401;1402;1403;1404;1405;1406;1407;1408;1409;1411;1412;1413;1414;1415;1416;1417;1418;1419;1420;1421;1422;1423;1424;1425;1426;1427;1428;1429;1430;1431;1432;1433;1434;1435;1436;1437;1438;1439;1440;1441;1442;1443;1444;1445;1446;1447;1448;1449;1450;1451;1452;1453;1454;1455;1456;1457;1458;1459;1460;1461;1462;1463;1464;1465;1466;1467;1468;1469;1470;1471;1472;1473;1474;1475;1476;1477;1478;1479;1480;1481;1482;1484;1485;1486;1487;1488;1489;1490;1491;1492;1493;1494;1495;1496;1497;1498;1499;1500;1502;1503;1504;1505;1506;1507;1508;1510;1511;1512;1513;1514;1515;1516;1517;1518;1519;1520;1521;1522;1523;1524;1525;1526;1527;1528;1529;1530;1531;1532;1533;1534;1535;1536;1537;1538;1539;1540;1541;1542;1543;1544;1545;1546;1547;1548;1549;1550;1551;1552;1553;1555;1556;1557;1558;1559;1560;1561;1562;1563;1564;1565;1566;1567;1568;1569;1570;1571;1572;1573;1574;1575;1576;1577;1578;1579;1580;1581;1582;1583;1584;1585;1586;1587;1588;1589;1590;1591;1592;1593;1594;1596;1597;1598;1599;1600;1601;1602;1605;1606;1607;1608;1609;1610;1611;1612;1613;1614;1615;1616;1617;1618;1619;1620;1621;1622;1623;1624;1625;1627;1628;1629;1630;1631;1632;1633;1634;1635;1636;1637;1638;1639;1640;1641;1642;1643;1644;1645;1646;1647;1648;1649;1650;1651;1652;1653;1654;1655;1656;1657;1658;1659;1660;1661;1662;1663;1664;1665;1666;1667;1668;1669;1670;1671;1672;1673;1674;1675;1676;1677;1678;1679;1680;1681;1682;1683;1684;1685;1686;1687;1688;1689;1690;1691;1692;1693;1694;1695;1696;1697;1698;1699;1700;1701;1702;1703;1704;1705;1706;1707;1708;1709;1710;1711;1712;1713;1714;1715;1716;1717;1718;1719;1720;1721;1722;1723;1724;1725;1726;1727;1728;1729;1730;1731;1732;1733;1734;1735;1736;1737;1738;1739;1740;1741;1742;1743;1744;1745;1746;1747;1748;1749;1750;1751;1752;1753;1754;1755;1756;1757;1758;1759;1760;1761;1762;1763;1764;1765;1766;1767;1768;1769;1770;1771;1772;1773;1774;1775;1776;1777;1778;1779;1780;1781;1782;1783;1784;1785;1786;1787;1788;1789;1790;1791;1792;1793;1794;1795;1796;1797;1798;1799;1800;1801;1802;1803;1804;1805;1806;1807;1808;1809;1810;1811;1812;1813;1814;1815;1816;1817;1818;1819;1820;1821;1822;1823;1824;1825;1826;1827;1828;1829;1830;1831;1832;1833;1834;1835;1836;1837;1838;1839;1840;1841;1842;1843;1844;1845;1846;1847;1848;1849;1850;1851;1852;1853;1854;1855;1856;1857;1858;1859;1860;1861;1862;1863;1864;1865;1866;1867;1868;1869;1870;187Ferqa di nêvbera »ko«, »ku« û »kû« de (2005-05-19)
fjrigjwwe9r0TabArticles:ArticleHeadline
Xewna Mesûd Barzanî ji başûrê Kurdistanê mezintir e (2005-02-07)
 
REKLAM


KOLUMNÎST
Şebabê Egît nabe Şeroyê Biro û ez jî nabim ”heval”
Tolstoy û xelata Nobelê
Kurdistaneka serbixwe û [ne]cida
Heşt rojên şerê xendekê – I
Em û felsefe
Hilbijartinên Kurdistanê ez şok kirim
© 1997–2024 www.nefel.com  |  E-poste: info@nefel.com  |  Powered by Medesoft.org