[ PÊNCŞEM, 2024-03-28 ]   [ BIKE MALPERA DESTPÊKÊ ]   [ BÊXE NÊV BIJAREYAN ]   [ KONTAKT ]   [ INFO ]   [ LÊGERÎN & ARŞÎV ]  
DESTPÊK
Nûçe
Nivîsar
Kulturmagazîn
Hevpeyvîn
Kolumnîst
Ewrokurd
E-Pirtûk
Lîteratûr
Ziman
Muzîk
Foto
Lînk
E-POSTEYA TE
  Nav (Username)  
   
  Þîfre (Password)  
   
   
     
   »E-posteyeka nû
 bo xwe qeyd bike
 
REKLAM


KOLUMNÎST 
Kerkûk bo Kurdistanê – IV
HEWLÊR, 9/1 2011 — Di salên heştêyê de dema em ji Bexdayê vedigeriyan ko em digihîştin Hemrînê hestên xirbetiyê nediman weku em bigihijine mal. Em pê dihesiyan ko avûhewa û sirûşt hate guhartin û ji wir de Kurdistan dest pê dike.

Hemrîn zincîreyeke çiyayî ye û 100 kîlometreyan dikeve başûrê Kerkûkê. Sînorên Kurdistanê jî ew e û ji wir de gund û jiyana kurdewarî dest pê dike. Şofêrên kurd yên li ser xeta Bexdayê kar dikirin, ko digihîştin wê herêmê û fersend bi dest wan diket qoçên keviran çê dikirin wek nîşaneyên sînorî. Ew şofêr wêrek bûn û jiyana xwe dixistin ber metirsiyê di demekê de ko rejîma Sedam di lûtkeya hêza xwe de bû.

Di wan rojan de, xebata ji bo Kerkûkê giştî bû, û kêşeya Kerkûkê kêşeya her kesî bû. Her welatiyekî kurd ji ber pirsa Kerkûkê ve xwe berpirs didît û her çî derfet hebû ji bo wê kar dikir. Di van rojên me de gelek hizir û hest hatin guhartin, gelek Kerkûkiyan spasiya xwe derbirîn ji ber nivîsên min yên li ser Kerkûkê, û dema ew dibêjin ko ji ber bajarê me ve dixebitî, ez qet wiha nafikirim ko ez xêra xwe li ser Kerkûkê binivîsim.

Kerkûk xema min e û divê xema her kesî be. Gotina herî xweş jî li ser wî bajarî min bihîstî ya Mam Celal dema ko piştî serhildanê got, “Heta ko em dest ji Kerkûkê berdin, kurdên parçeyên din dest jê bernadin.” Ev dirust e, divê Kerkûk doza hemû kurdan be, û di wê demê de dirûşmeyek hebû ciwan ew digot, “yan Hemrîn yan mirin.”

Lê niha Kerkûk ne kêşeya kesekî ye, berî çend salan hejmarên kovara dezgeha me hemû nehatin firotan ne wek hejmarên berî wê, û dema me li sedemê pirsî gotin ji ber ko berga kovara taybet bû bi Kerkûkê. Rewşenbîr û welatiyên asayî û heta kerkûkiyan jî û digel wan Mam Celal doza Kerkûkê ji kesekî tenê re hiştin ko ew jî serok Mesûd Barzanî ye. Bêguman Barzanî bi vê berpirsiyê serbilind e, û ew kesê dawiyê ye ko dest ji Kerkûkê berde, lê dema bi hûrdekarî li pirsê dinêrim ez dibînim ko em bi şaşî jê ve nêzîk dibin. Sebaret Kerkûkê, divêt berpirsyarî giştî be ne yekkesî be. Divêt berpirsyarî civakî be ne tenê siyasî.

Di sala 1971-ê sîstema Iraqê plangeriyek ji bo kuştina Îdrîs Barzanî danî (yek ji kurên jêhatî yê Mela Mistefa Barzanî), lê hat û plan bi ser neketin. Di sala 1973ê çend melayan û bi rênmayên Baas, beşdariya plangeriyekê kirin ko vê carê Barzanî bi xwe armanc bû, her wê carê jî bi ser neket. Pêşmergeyan got: “Ev dawî ye, rêya aştiyê bi Baas re nema” û ji Barzanî xwestin dest bi şer bikin, Barzanî got: “Ez dizanim ko em bi wan re nagihijin ti encaman, û şer dê dest pê bike, lê ez naxwazim şer ji bo min be yan ji bo kurê min, lê bila ji bo dozeke giştî wek Kerkûkê be.”

Diyar bû di wê demê de ko Baas Kerkûkê nade û nahêle vegere ser Kurdistanê û wan ji bo destpêkirina şer dem dijmart. Di gotûbêjên piştî serhildana sala 1991ê, di navbera nûnerên Bereya Kurdistanî û hikûmeta Iraqê de ko Tariq Ezîz û wê demê Cîgirê Sedam bû ji nûnerên kurd re got, “Kerkûk çû û hûn nikarin çi tiştî ji bo wê bikin, tenê hûn dikarin bi ser de bigirîn dema hûn ji Bexdayê vedigerin.”

Di sala 1974-ê de şer di navbera hikûmeta Iraqê û kurdan de dest pê kir û rêkeftina 1970-yê pûç bû. Û çîroka piştî wê her kes dizane, karesata têkçûna şoreşê û koça dawîn ya serkirdeyê wê û bêlayen salên heştêyî, hemû ji ber nedestberdariya kurdan ji Kerkûkê re hatin. kurd ji sertaserê Kurdistana Iraqê tevlî şoreşê bûn ji bo vegera Kerkûkê her wiha turkman û xrîstiyan jî, hemûyan jî dizanî ko Kerkûk sedem e. Kerkûk wê demê doz û xemeke giştî bû, divê niha jî wiha be yan jî, dê li ber bê biçe. Divê em kar bikin ko Kerkûkê bikin berpirsiyeke giştî ne tenê berpirsiya serokatiyê. Ez dizanim ko xewn û xeyala serok Barzanî û gireya wî vegera Kerkûkê ye, lê aşkere ye ko xewneke giştî bi kesekî tenê pêk nahê.

Ji mînakan li ser Kerkûkê: Sala 1985-ê min li Bexdayê xortek ji Kerkûkê nas kir, destgirtiya wî ji Hewlêrê bû, ew bi xwe gulfiroş bû û her 2 hefteyan carekê dihat Kerkûkê ji bo gulan ji dikana xwe re bikire. Piştî demekê ji min re hewal da ko ew û destgirtiya xwe ji hev bûn, çima? Divê keç kutika xwe ya nasnameyê ji Hewlêrê veguhêze bo Kerkûkê ev jî di wan rojan de ji kurdekî re neçar bû heta ko sedem hevsergîrî be. Plana Baas kurdan ji Kerkûkê der bike ne lê zêde bike. Wî xortî destgirtiya xwe berda, ez mat mam “Kerkûk ji berdila wî buhatir e” û ta niha duristî û têkoşîna wî xortî ji bîra min naçe. Min xwest mijarê tevdim lê wî rê neda, diyar bû wî êdî dest ji yara xwe berda bû.

Kurdan di dîroka xwe ya nû û kevin de tiştek nekiriye, her bextê wan bindestî û her binkeftin ta radeyekê ko mirov bi têkçûnê hîs dike. Niha ko ev gel ketiye rêya jiyana nûdemî, divê gavan bi paş ve nekişe û dîroka xwe ya nûjen ava bike. Eger Kerkûkê ne girîng be û nefta wê jî bê qîmet be, lê divê ew xwîna ko ji bo wê hatiye rijandin li ber lingan neçe û her wiha ev temenê ko ji bo wê winda bû.

Xweseriyeke kurdan ew e ko bi lez dikelin û bi lez sar dibin, ev xûyeke êlane û eşîrtiyê ye ko pêşiya xwe tenê bi dûriyeke kurt dibîne. Gelek caran ez mixabinî dibêjim bîreweriya gelan nexşeya li ser kevirî ye bi hîç şêweyekê napişife, lê bîreweriya gelê min wek nexşeya li ser avê ko hîn bi serî nebûye ji nav diçe.

-----------------------------------
Nivîskar: BEDRAN EHMED badranhabeeb@yahoo.com
Weşandin: 2011-01-09
Xwendin: 11020
 

KOLUMNÊN BERÊ   
Kurtiyek ji tarîxa kurdan û Kurdistanê – III (2012-05-20)
Niyeta dîktator Nûrî Malikî xirab e (2012-04-22)
Kurtiyek ji tarîxa kurdan û Kurdistanê – II (2012-02-07)
Kurteyek ji tarîxa kurdan û Kurdistanê – I – (2012-01-07)
Mala zimanê wêran – zimanê yekgirtî 1 (2011-08-26)
Ax ji derdê kurdan (2011-05-30)
Bi minasebeta kuştina Usame Bin Ladin (2011-05-08)
Dîmenên qerfbar yên opozîsyona Kurdistanê (2011-04-14)
Xewna dêrîn û dîrokî ji bo Kerkûkê (2011-03-26)
Guhartin erê – şidet na (2011-03-02)
Kerkûk bo Kurdistanê – VI (2011-02-06)
Divêt kurd di nav xwe de entegre bibin (2011-01-02)
Bêkesiya zimanê kurdî (2010-12-02)
Wêneyeke Iraqa paşerojê (2010-11-21)
Kerkûk ji bo Kurdistanê – II (2010-11-04)
Kerkûk ji bo Kurdistanê – I (2010-10-24)
Nêçîrvan Barzanî – dewletek bo kurdan û kurdek bo dewletê (2010-09-08)
Rewşenbîrê di hêla berevajî de (2008-07-22)
Partiyên îslamî û şerê ne di dema xwe de (2008-07-14)
Heger bêhnekê rexnekirin be divêt bêhnekê jî teqdîrkirin be (2008-06-13)
NERÎNGEH
 
[kitêb] Sun Zî: Hunera şer (2016-04-21)
Ismail Beşikçi ji kurdan re li ser ermeniyan semînerek da (2013-09-28)
Kurdistan berî serxwebûna siyasî ”serxwebûna petrolê” û ekonomîk îlan dike (2012-05-21)
Tewanga navdêrên zimanê kurdî (2009-02-08)
Umît Firat dibêje navnîşana çareserîya pirsa kurd ne PKK ye (2008-11-11)
Hêro Talebanî: Min nedixwest Mam Celal bibe serokkomarê Iraqê [foto] (2007-05-10)
Alfabeya kurdî-latînî ji bo zimanê kurdî ji alfabeya kurdî-erebî minasibtir e (2005-11-02)
fjrigjwwe9r0TabArticles:ArticleHeadline
vv9v8v09fq:TabArticles:4;8;12;14;17;19;21;22;23;24;28;29;30;31;32;40;41;43;44;46;48;49;51;52;53;54;55;56;58;60;62;63;64;65;66;67;69;71;72;74;75;76;77;78;79;80;81;82;84;85;86;90;91;92;94;95;96;97;98;100;102;103;104;105;106;107;109;110;111;112;113;114;115;116;117;118;119;120;121;122;123;124;125;126;127;128;129;130;131;132;133;134;136;137;138;139;140;141;142;143;144;145;146;147;149;150;151;152;153;155;157;158;159;160;163;164;165;166;167;168;169;170;171;172;173;174;175;176;178;179;180;181;182;183;184;185;186;187;188;189;190;191;192;193;194;195;196;197;198;199;200;202;203;204;205;206;207;208;209;210;211;212;213;214;215;216;217;218;219;221;222;223;224;225;226;227;228;229;230;231;232;233;234;235;236;237;238;239;240;241;242;243;244;245;246;247;248;249;250;251;253;254;255;256;257;258;259;260;261;262;263;264;265;266;267;268;269;270;271;272;273;274;275;276;277;278;279;280;281;282;283;284;285;286;287;288;289;290;291;293;294;295;296;297;298;301;302;303;304;305;306;307;308;309;310;311;312;313;314;315;316;317;318;319;320;321;322;323;324;325;326;327;328;329;330;331;332;333;334;335;336;337;338;339;340;341;342;343;344;345;346;347;348;349;350;351;352;353;354;355;356;357;358;359;360;361;362;363;364;365;366;367;368;369;370;371;372;373;374;375;376;377;378;379;380;381;382;383;384;385;386;387;388;389;391;392;393;394;395;396;398;399;400;401;402;403;404;405;406;407;408;409;410;411;412;413;414;415;416;417;418;419;420;421;422;423;424;425;426;427;428;429;430;431;432;433;434;435;436;437;438;439;440;441;442;443;444;445;446;447;448;449;450;451;452;453;454;455;457;458;459;460;461;462;463;464;465;466;467;468;469;470;471;472;473;474;475;476;477;478;479;480;481;482;483;484;485;486;487;488;489;491;492;493;494;495;496;497;498;499;500;501;502;503;504;505;506;507;508;509;510;511;512;513;514;515;516;517;518;519;520;521;522;523;524;525;526;527;528;529;530;531;532;533;534;535;536;537;538;539;540;541;542;543;544;545;546;547;548;549;550;552;553;554;555;556;557;558;559;560;561;562;563;564;565;566;567;568;569;570;571;572;573;574;575;576;577;578;579;580;581;582;583;584;585;586;587;588;589;590;591;592;593;594;595;596;597;598;599;600;601;602;603;604;605;606;607;608;609;610;611;612;614;615;616;617;618;619;620;621;622;623;624;625;626;627;628;629;630;631;632;633;634;635;636;637;638;639;640;641;642;643;644;645;646;647;648;649;650;651;652;653;654;655;656;657;658;659;660;661;662;663;664;665;666;667;668;669;670;671;672;673;674;675;676;677;678;679;680;681;682;683;684;685;686;687;688;689;690;691;692;693;694;695;696;697;698;699;700;701;702;703;704;705;706;707;708;709;710;711;712;713;714;715;716;717;718;719;721;722;723;724;725;726;727;728;729;730;731;732;733;734;735;736;738;740;741;742;743;744;745;746;747;748;749;750;751;752;753;755;756;757;758;759;760;761;762;763;764;765;766;767;768;769;770;771;773;775;776;777;778;779;780;781;782;783;784;785;786;787;788;789;790;791;792;793;794;795;796;798;799;800;801;802;803;804;805;806;807;808;809;810;811;812;813;814;815;816;817;818;819;820;821;822;823;824;825;826;827;828;829;830;831;832;833;834;835;836;837;838;839;840;841;842;843;844;845;846;847;848;849;850;851;852;853;854;855;856;857;858;859;860;861;862;863;864;865;866;867;868;869;870;871;872;873;874;875;876;877;878;879;880;881;882;883;884;885;886;887;888;889;890;891;892;893;894;895;896;897;898;899;900;901;902;903;904;905;906;907;908;909;910;911;912;913;914;915;916;917;918;919;920;921;922;923;924;925;926;927;928;929;930;931;932;933;934;935;936;937;938;939;940;941;942;943;944;945;946;947;948;949;950;951;952;953;954;955;956;957;958;959;960;961;962;963;964;965;966;967;968;969;970;971;972;973;974;975;976;977;978;979;980;981;982;983;984;985;986;987;988;989;990;991;992;993;994;995;996;997;998;999;1000;1001;1002;1003;1004;1005;1006;1007;1009;1010;1011;1012;1013;1014;1015;1016;1017;1018;1019;1020;1021;1022;1023;1024;1025;1026;1027;1028;1029;1030;1031;1032;1033;1034;1035;1036;1037;1038;1039;1040;1041;1042;1043;1044;1045;1046;1047;1048;1049;1050;1051;1052;1053;1054;1055;1056;1057;1058;1059;1060;1061;1062;1063;1064;1065;1066;1067;1068;1069;1070;1071;1072;1073;1074;1075;1076;1077;1078;1079;1080;1081;1082;1083;1084;1085;1086;1087;1088;1089;1090;1091;1092;1093;1094;1095;1096;1097;1098;1099;1100;1101;1102;1103;1104;1105;1106;1107;1108;1109;1110;1111;1112;1113;1114;1115;1116;1117;1118;1119;1120;1121;1122;1123;1124;1125;1126;1127;1128;1129;1130;1131;1132;1133;1134;1135;1136;1137;1138;1139;1140;1141;1142;1143;1144;1145;1146;1147;1148;1149;1150;1151;1152;1153;1154;1155;1156;1157;1158;1159;1160;1161;1162;1163;1164;1165;1166;1167;1168;1169;1170;1171;1172;1173;1174;1175;1176;1177;1178;1179;1180;1181;1182;1183;1184;1185;1186;1187;1188;1189;1190;1191;1192;1193;1194;1195;1196;1197;1198;1199;1200;1201;1202;1203;1204;1205;1206;1207;1209;1210;1211;1212;1213;1214;1215;1216;1217;1218;1219;1220;1221;1222;1223;1224;1225;1226;1227;1228;1229;1230;1231;1232;1233;1234;1235;1236;1237;1238;1239;1240;1241;1242;1243;1244;1245;1246;1247;1248;1249;1250;1251;1252;1253;1254;1255;1256;1257;1258;1259;1260;1261;1262;1263;1264;1265;1266;1267;1268;1269;1270;1271;1272;1273;1274;1275;1276;1277;1278;1279;1280;1281;1282;1283;1284;1285;1286;1287;1288;1289;1290;1291;1292;1293;1294;1295;1296;1297;1298;1299;1300;1301;1302;1303;1304;1305;1306;1307;1308;1309;1310;1311;1312;1313;1314;1315;1316;1317;1318;1319;1320;1321;1322;1323;1324;1325;1326;1327;1328;1329;1330;1331;1332;1333;1334;1335;1336;1337;1338;1339;1340;1341;1342;1343;1344;1345;1346;1347;1348;1349;1350;1351;1352;1353;1354;1355;1356;1357;1358;1359;1360;1361;1362;1363;1364;1365;1366;1367;1368;1369;1370;1371;1372;1373;1374;1375;1376;1377;1378;1379;1380;1381;1382;1383;1384;1385;1386;1387;1388;1389;1390;1391;1392;1393;1394;1395;1396;1400;1401;1402;1403;1404;1405;1406;1407;1408;1409;1411;1412;1413;1414;1415;1416;1417;1418;1419;1420;1421;1422;1423;1424;1425;1426;1427;1428;1429;1430;1431;1432;1433;1434;1435;1436;1437;1438;1439;1440;1441;1442;1443;1444;1445;1446;1447;1448;1449;1450;1451;1452;1453;1454;1455;1456;1457;1458;1459;1460;1461;1462;1463;1464;1465;1466;1467;1468;1469;1470;1471;1472;1473;1474;1475;1476;1477;1478;1479;1480;1481;1482;1484;1485;1486;1487;1488;1489;1490;1491;1492;1493;1494;1495;1496;1497;1498;1499;1500;1502;1503;1504;1505;1506;1507;1508;1510;1511;1512;1513;1514;1515;1516;1517;1518;1519;1520;1521;1522;1523;1524;1525;1526;1527;1528;1529;1530;1531;1532;1533;1534;1535;1536;1537;1538;1539;1540;1541;1542;1543;1544;1545;1546;1547;1548;1549;1550;1551;1552;1553;1555;1556;1557;1558;1559;1560;1561;1562;1563;1564;1565;1566;1567;1568;1569;1570;1571;1572;1573;1574;1575;1576;1577;1578;1579;1580;1581;1582;1583;1584;1585;1586;1587;1588;1589;1590;1591;1592;1593;1594;1596;1597;1598;1599;1600;1601;1602;1605;1606;1607;1608;1609;1610;1611;1612;1613;1614;1615;1616;1617;1618;1619;1620;1621;1622;1623;1624;1625;1627;1628;1629;1630;1631;1632;1633;1634;1635;1636;1637;1638;1639;1640;1641;1642;1643;1644;1645;1646;1647;1648;1649;1650;1651;1652;1653;1654;1655;1656;1657;1658;1659;1660;1661;1662;1663;1664;1665;1666;1667;1668;1669;1670;1671;1672;1673;1674;1675;1676;1677;1678;1679;1680;1681;1682;1683;1684;1685;1686;1687;1688;1689;1690;1691;1692;1693;1694;1695;1696;1697;1698;1699;1700;1701;1702;1703;1704;1705;1706;1707;1708;1709;1710;1711;1712;1713;1714;1715;1716;1717;1718;1719;1720;1721;1722;1723;1724;1725;1726;1727;1728;1729;1730;1731;1732;1733;1734;1735;1736;1737;1738;1739;1740;1741;1742;1743;1744;1745;1746;1747;1748;1749;1750;1751;1752;1753;1754;1755;1756;1757;1758;1759;1760;1761;1762;1763;1764;1765;1766;1767;1768;1769;1770;1771;1772;1773;1774;1775;1776;1777;1778;1779;1780;1781;1782;1783;1784;1785;1786;1787;1788;1789;1790;1791;1792;1793;1794;1795;1796;1797;1798;1799;1800;1801;1802;1803;1804;1805;1806;1807;1808;1809;1810;1811;1812;1813;1814;1815;1816;1817;1818;1819;1820;1821;1822;1823;1824;1825;1826;1827;1828;1829;1830;1831;1832;1833;1834;1835;1836;1837;1838;1839;1840;1841;1842;1843;1844;1845;1846;1847;1848;1849;1850;1851;1852;1853;1854;1855;1856;1857;1858;1859;1860;1861;1862;1863;1864;1865;1866;1867;1868;1869;1870;187Ferqa di nêvbera »ko«, »ku« û »kû« de (2005-05-19)
fjrigjwwe9r0TabArticles:ArticleHeadline
Xewna Mesûd Barzanî ji başûrê Kurdistanê mezintir e (2005-02-07)
 
REKLAM


KOLUMNÎST
Şebabê Egît nabe Şeroyê Biro û ez jî nabim ”heval”
Tolstoy û xelata Nobelê
Kurdistaneka serbixwe û [ne]cida
Heşt rojên şerê xendekê – I
Em û felsefe
Hilbijartinên Kurdistanê ez şok kirim
© 1997–2024 www.nefel.com  |  E-poste: info@nefel.com  |  Powered by Medesoft.org