[ ÎNÊ, 2024-03-29 ]   [ BIKE MALPERA DESTPÊKÊ ]   [ BÊXE NÊV BIJAREYAN ]   [ KONTAKT ]   [ INFO ]   [ LÊGERÎN & ARŞÎV ]  
DESTPÊK
Nûçe
Nivîsar
Kulturmagazîn
Hevpeyvîn
Kolumnîst
Ewrokurd
E-Pirtûk
Lîteratûr
Ziman
Muzîk
Foto
Lînk
E-POSTEYA TE
  Nav (Username)  
   
  Þîfre (Password)  
   
   
     
   »E-posteyeka nû
 bo xwe qeyd bike
 
REKLAM


KOLUMNÎST 
Partiyên îslamî û şerê ne di dema xwe de
HEWLÊR, 14/7 2008 — Pirsgirêka partiyên îslamî yên Kurdistanê ne ew e ko desthilata kurdî desthilateke ilmanî (sekûler) ye, pirsgirêka wan ew e ko ev desthilat ne desthilateke ilmanî ye û di wê navê de tiştek e. Ger ew desthilat ilmanî bûya, wê demê bêguman bo partiyên îslamî, rûbirûbûn karekî asantir dibû. Civakeke paşvero û hîçnezan wek civaka kurdî, yan rojhilat-navîneke niqumî paşveroyiyê bûyî û ji destê grupên kevneperest û radîkal perîşan bûyî, bo geşekirin û bihêzbûna van hemû grupên îslamî yên tundrew li Kurdistanê baştirîn zemîn saz kiriye.

Di rewşeke weha de, şerfirotin bi desthilatake lawaz weku desthilata kurdî ger bi eşkere pênaseya ilmanîbûna xwe yekalî kiribûya, wê demê encama wê "bi nerînên partiyên îslamî" dibû weku şerê navbêna canliberekî dirinde (wehş) û nêçîra wî.

Heta îro partiyên kurdî ji partiyên îslamî baştir bi dînî ve girêdayî ne. Parastineke rasteqîne ya dînê wan parastiye neku parastineke bi awayekî formalîte. Ger partiyên îslamî dîn ji xwe re kiribin rêbaz û pêbazik (kevirê ko mirov pêlê dike û xwe diqevêze) bo gihiştina kursiyê desthilatê, wê çaxê partiyên kurdî ji aliyê girêdayîbûna xwe ya rasteqîne, yan ji aliyê kêm ve bo liberçavgirtina baweriya rêjeya herî zêde ya civakê û liberçavgirtina dab û nerît û kultura giştî, bi dînî re dane û standine. Wek mînak: Beşekî zêde ji endamên serkirdayetiya partiyên kurdî ji malbatên ayinî yên naskirî yên Kursdistanê hatine. Mînakeke din, ew alimên dînî yên ko di nav rêzên partiyên kurdî de tên dîtin dilsoztirîn alimên dînî ne di vê civakê de.

Bûye cihê nîgeraniya rewşenbîran ko di van salên dawî de partiyên kurdî çend pêngav zêdetir ber bi ayinê ve vegeriyane û bêhtir ji caran rêz li alimên dînî digirin çi mela û çi malbatên şêxan, di demekê de ko sedema pir ya pirsgirêkên mezin weku jinkujî û kêmbûna azadiyên civakî, vedigere ser bi desthilatbûna kultura ayînî û alimên dînî. Ev vegerandina desthilata kurdî ber bi ayînî ve di vê qonaxê de ger ji bo wê be guherankarî di kultura civaka kurdî de bi xişkê bên encam dan û deng jê neyê, yan ji bo wê be, kevir ji bin piyê partiyên îslamî ji derve hander û piştqayim bi paşverubûna kultura civakê, bê kişandin, evna leyistikek e bi agahbûna desthilata kurdî nîşan dide di xwendina rewşa herêmê û dinyayê jî de.

Ger weha be, ne xwiya ye çavgirtînka navbêna desthilatê û partiyên îslamî, heta çend temen didome û heta çend jî weku rêgir û asteng di pêşiya ber bi pêşveçûna bizava demokrasîyê de dimîne! Di wê demê de xwîna çend jinên din jî dikeve kupik! Çend azadiyên din ji nav tên birin û araste ya (hedef) bizava rewşenbîrî ya Kurdistanê jî heta çend salên din bi melayên mizgeftê tê sipartin! Herweha nayê zanîn jî, di jêr henceta îmzekirin û tehdîdên xwînavî de, desthilata kurdî gelo pêngaveke din ya xatira bo wan diavêje yan na! Metirsî di wê de ye azadiya raderbirînê di saniyeke rêzgirtinê de bibe gora parastina pîroziyan.

Ayinparêziya bi vî rengî ko di vê demê de mela û partiyên îslamî di pişt wan re daxwaz dikin, ji hemî astengeke din mezintir e li pêşiya azadiya raderbirînê, ji ber ko herdem dikare bi navê parastina pîroziyan rê li ber her bîr û bawerekê bê girtin û devê her kesekî bigire ko bixwaze çarçoveya kultureke mode bişkêne; Ji ber ko alimên dînî rê didin xwe devê xwe di hemî tiştî werdin: Her ji nivîsandina dîrokê, lêkolînên civaknasî, şirovekirina wêje-huner û behskirina mafê mirov bigre heta digihije axaftina li ser zanistên rût weku fizîk, kîmya û biyolojî, ko qet peywendiyeke wan bi ayinê ve tune. Ew dikarin bi riya sepandina bingehê "rêzgirtin li pîroziyan", rê li hemî pêşketin û nûxwaziyekê bigirin di her çi warekî de be.

Divê bê zanîn yê ko daxwaze parastina pîroziyan bike, dixwaze ko rê bidine wî di vê enîşkê ve bi kêfa xwe azadiya bîrkirina dinyayê, fikirîn û famkirinê di pirsgirêkên civakî û dîtina çareseriyan de serkut bike. Ew kes dixwaze bi navê ayinê mêjiyê xelkê qifil bike û wan gêj bike ta ko bedena wan bibe sêlim bo gehiştina desthilatê. Ji aliyê wî ve, behskirina melayekî ger gelekî cahil jî be, yan navanîna serkirdeyekî partiyên îslamî ger hemî dinya jî kiribe bi qesabxane, sivikkirin e (henek pêkirine) bi Xwedê û pêxember.

Loma, lihevcivandina azadiya raderbirînê û rêzgirtina pîroziyan di yek çarçovê de, lihevcivandina dû dijberê hevûdû ji nav bere û bêguman azadiyek e ko di dawiyê de dixusire. Partiyên kurdî yan rewşenbîrên kurd, bi lihevcivandina van dû dijberan û parastina herdûkan di yek wextî de, bixwazin û nexwazin xizmeta îslami ên siyasî dikin. Ji ber ko evna wate, rexsandina derfetê bo wan ta ji serkutkirina azadiya raderbirîn û handana xelkê paşveru dijî rewşenbîran û bi kafir û jidînderketî binavkirina wan, destvekirîtir dibin. Rastî ew e, azadiya raderbirîn û rêzgirtin li pîroziyan ne dû weznên hevkêş in heta bixin dû tayê yek teraziyê.

Partiyên îslamî baştir ji partiyên kurdewarî bi vê rastiyê dizanin ne ji ber ko baştir ji dinyayê fam dikin, na, ji ber ko hîç pirsgirêkeke wan tune, bê xem rûniştine û ji bo xwe xeyalan dihunin bo bigihijin armanca xwe. Ne westiyayî ye û qet saniyeke wextê xwe bi belaş nedaye bo avakirina welat yan çareserkirina pirsgirêkan. Ji wê dema ko hezar û yek pirsgirêkên siyasî û civakî û aborî destê partiyên xwemalî girtiye, her ji pirsgirêkên giştî yên çarenîvîssaz bigre heta digihije hûrkariyên jiyana rojane ya xelkê, ha di wê demê de partiyên îslamî li firsetê digerin şert û merca bidin qebûl kirin.

Ger partiyên îslamî yên kurdî welatparêz bûna, nakokiyên xwe yên digel desthilatê, hildigirtin heta wextekî din, wate heta wê dema ko pirsgirêkên çarenivîssaz yekalî dibûn; Wate heta wê dema ezmûna Kurdistanê ji metirsiyê derbas dibû. Êdî wê demê mafê wan bû bi bestikê bigirin û li ser çi tiştî xwestibana sergêjiya jê re çêkin. Ew ezmûna tejî serwerî ya beşek ji partiyên çep yê dinyayê bû ko dema welatên wan pêrgî tehdîdên derve dibû, wan xebatên xwe yên çînayetî radiwestand. Şoreşa Kurdistanê jî di dema şerê ereb û cihuyan de sala 1967, şerê xwe digel artêşa Îraqê ragirt. Lê belê partiyên îslamî yên kurdî, tên di germ û guriya pirsgirêka Kerkûkê de desthilata kurdî tengav dikin û daxwaza rêpêdana serkutkirina azadiya bîr û baweriyê lê dikin da ko rolê rewşenbîran di piştîvaniya ezmûna heyî de nemîne. Partiyeke ko pênaseyeke wê ya niştimanperwerî hebe di vê rewşê de bi awayekî weha xefka li ber desthilata xwemalî nadeyne.

Bi kurtî û bi rindî, partiyên îslamî yên kurdî gelekî bilez in bo desthilata xwemalî, êdî di vê navê de qet wext bi ser nebe û xwe yekalî bike, yan ilmanî be yan selefî! Dizanin jî encam ew e bi aliyê ilmanî de dişkê. Êdî wê demê "bi baweriya wan" şerkirin bi wan re asan dibe. Ev jî bêguman ne helwêstekî mêrane ye di vê rewşa niha ya Kurdistanê de, vêca çawa çaverêya helwêsta mêrane ji wan bê kirin!

Baş e kî dibêje yekalîbûna desthilata kurdî bi ser ilmaniyetê de, erd rast dibe bo şerê ji bo kursiyê û dê hesanîtir desthilat bêt girtin! Dibe ko ev nirxandineke zarokane û bê kûrbûn bê! Ilmaniyet, ne siyaset û kultureka li dijî ayin û alimên dînî ye heta sûd ji wan bê wergirtin bo şerê li ser kursiyê desthilatê. Ilmaniyet ne binpêkirina wan tişta ye jî ko wek pîroz tên bi nav kirin. Bi kurtî û di yek risteyê de, ilmaniyet dûrxistina melayê mizgeftê ye ji destêwerdana karûbarê dewletê; Dûrxistine ji binpêkirina yasayê di bin sîbera slogana ayinparêzîyê de ye. Lê belê di heman demê de ilmaniyet baştirîn rewşa rêzgirtinê li alimên dînî dixulqîne û wan dibe wî ciyê ko layîqî wan e. Di sîstema ilmanî de sûdmendên herî mezin jî ayin û pîroziyên ayinî bi xwe ne, ji ber ko ji leyistikpêkirin û bikaranîna bo armancên nerewa rizgar dibin.

-----------------------------------
Nivîskar: BEDRAN EHMED badranhabeeb@yahoo.com
Weşandin: 2008-07-14
Xwendin: 10487
 

KOLUMNÊN BERÊ   
Kurtiyek ji tarîxa kurdan û Kurdistanê – III (2012-05-20)
Niyeta dîktator Nûrî Malikî xirab e (2012-04-22)
Kurtiyek ji tarîxa kurdan û Kurdistanê – II (2012-02-07)
Kurteyek ji tarîxa kurdan û Kurdistanê – I – (2012-01-07)
Mala zimanê wêran – zimanê yekgirtî 1 (2011-08-26)
Ax ji derdê kurdan (2011-05-30)
Bi minasebeta kuştina Usame Bin Ladin (2011-05-08)
Dîmenên qerfbar yên opozîsyona Kurdistanê (2011-04-14)
Xewna dêrîn û dîrokî ji bo Kerkûkê (2011-03-26)
Guhartin erê – şidet na (2011-03-02)
Kerkûk bo Kurdistanê – VI (2011-02-06)
Kerkûk bo Kurdistanê – IV (2011-01-09)
Divêt kurd di nav xwe de entegre bibin (2011-01-02)
Bêkesiya zimanê kurdî (2010-12-02)
Wêneyeke Iraqa paşerojê (2010-11-21)
Kerkûk ji bo Kurdistanê – II (2010-11-04)
Kerkûk ji bo Kurdistanê – I (2010-10-24)
Nêçîrvan Barzanî – dewletek bo kurdan û kurdek bo dewletê (2010-09-08)
Rewşenbîrê di hêla berevajî de (2008-07-22)
Heger bêhnekê rexnekirin be divêt bêhnekê jî teqdîrkirin be (2008-06-13)
NERÎNGEH
 
[kitêb] Sun Zî: Hunera şer (2016-04-21)
Ismail Beşikçi ji kurdan re li ser ermeniyan semînerek da (2013-09-28)
Kurdistan berî serxwebûna siyasî ”serxwebûna petrolê” û ekonomîk îlan dike (2012-05-21)
Tewanga navdêrên zimanê kurdî (2009-02-08)
Umît Firat dibêje navnîşana çareserîya pirsa kurd ne PKK ye (2008-11-11)
Hêro Talebanî: Min nedixwest Mam Celal bibe serokkomarê Iraqê [foto] (2007-05-10)
Alfabeya kurdî-latînî ji bo zimanê kurdî ji alfabeya kurdî-erebî minasibtir e (2005-11-02)
fjrigjwwe9r0TabArticles:ArticleHeadline
vv9v8v09fq:TabArticles:4;8;12;14;17;19;21;22;23;24;28;29;30;31;32;40;41;43;44;46;48;49;51;52;53;54;55;56;58;60;62;63;64;65;66;67;69;71;72;74;75;76;77;78;79;80;81;82;84;85;86;90;91;92;94;95;96;97;98;100;102;103;104;105;106;107;109;110;111;112;113;114;115;116;117;118;119;120;121;122;123;124;125;126;127;128;129;130;131;132;133;134;136;137;138;139;140;141;142;143;144;145;146;147;149;150;151;152;153;155;157;158;159;160;163;164;165;166;167;168;169;170;171;172;173;174;175;176;178;179;180;181;182;183;184;185;186;187;188;189;190;191;192;193;194;195;196;197;198;199;200;202;203;204;205;206;207;208;209;210;211;212;213;214;215;216;217;218;219;221;222;223;224;225;226;227;228;229;230;231;232;233;234;235;236;237;238;239;240;241;242;243;244;245;246;247;248;249;250;251;253;254;255;256;257;258;259;260;261;262;263;264;265;266;267;268;269;270;271;272;273;274;275;276;277;278;279;280;281;282;283;284;285;286;287;288;289;290;291;293;294;295;296;297;298;301;302;303;304;305;306;307;308;309;310;311;312;313;314;315;316;317;318;319;320;321;322;323;324;325;326;327;328;329;330;331;332;333;334;335;336;337;338;339;340;341;342;343;344;345;346;347;348;349;350;351;352;353;354;355;356;357;358;359;360;361;362;363;364;365;366;367;368;369;370;371;372;373;374;375;376;377;378;379;380;381;382;383;384;385;386;387;388;389;391;392;393;394;395;396;398;399;400;401;402;403;404;405;406;407;408;409;410;411;412;413;414;415;416;417;418;419;420;421;422;423;424;425;426;427;428;429;430;431;432;433;434;435;436;437;438;439;440;441;442;443;444;445;446;447;448;449;450;451;452;453;454;455;457;458;459;460;461;462;463;464;465;466;467;468;469;470;471;472;473;474;475;476;477;478;479;480;481;482;483;484;485;486;487;488;489;491;492;493;494;495;496;497;498;499;500;501;502;503;504;505;506;507;508;509;510;511;512;513;514;515;516;517;518;519;520;521;522;523;524;525;526;527;528;529;530;531;532;533;534;535;536;537;538;539;540;541;542;543;544;545;546;547;548;549;550;552;553;554;555;556;557;558;559;560;561;562;563;564;565;566;567;568;569;570;571;572;573;574;575;576;577;578;579;580;581;582;583;584;585;586;587;588;589;590;591;592;593;594;595;596;597;598;599;600;601;602;603;604;605;606;607;608;609;610;611;612;614;615;616;617;618;619;620;621;622;623;624;625;626;627;628;629;630;631;632;633;634;635;636;637;638;639;640;641;642;643;644;645;646;647;648;649;650;651;652;653;654;655;656;657;658;659;660;661;662;663;664;665;666;667;668;669;670;671;672;673;674;675;676;677;678;679;680;681;682;683;684;685;686;687;688;689;690;691;692;693;694;695;696;697;698;699;700;701;702;703;704;705;706;707;708;709;710;711;712;713;714;715;716;717;718;719;721;722;723;724;725;726;727;728;729;730;731;732;733;734;735;736;738;740;741;742;743;744;745;746;747;748;749;750;751;752;753;755;756;757;758;759;760;761;762;763;764;765;766;767;768;769;770;771;773;775;776;777;778;779;780;781;782;783;784;785;786;787;788;789;790;791;792;793;794;795;796;798;799;800;801;802;803;804;805;806;807;808;809;810;811;812;813;814;815;816;817;818;819;820;821;822;823;824;825;826;827;828;829;830;831;832;833;834;835;836;837;838;839;840;841;842;843;844;845;846;847;848;849;850;851;852;853;854;855;856;857;858;859;860;861;862;863;864;865;866;867;868;869;870;871;872;873;874;875;876;877;878;879;880;881;882;883;884;885;886;887;888;889;890;891;892;893;894;895;896;897;898;899;900;901;902;903;904;905;906;907;908;909;910;911;912;913;914;915;916;917;918;919;920;921;922;923;924;925;926;927;928;929;930;931;932;933;934;935;936;937;938;939;940;941;942;943;944;945;946;947;948;949;950;951;952;953;954;955;956;957;958;959;960;961;962;963;964;965;966;967;968;969;970;971;972;973;974;975;976;977;978;979;980;981;982;983;984;985;986;987;988;989;990;991;992;993;994;995;996;997;998;999;1000;1001;1002;1003;1004;1005;1006;1007;1009;1010;1011;1012;1013;1014;1015;1016;1017;1018;1019;1020;1021;1022;1023;1024;1025;1026;1027;1028;1029;1030;1031;1032;1033;1034;1035;1036;1037;1038;1039;1040;1041;1042;1043;1044;1045;1046;1047;1048;1049;1050;1051;1052;1053;1054;1055;1056;1057;1058;1059;1060;1061;1062;1063;1064;1065;1066;1067;1068;1069;1070;1071;1072;1073;1074;1075;1076;1077;1078;1079;1080;1081;1082;1083;1084;1085;1086;1087;1088;1089;1090;1091;1092;1093;1094;1095;1096;1097;1098;1099;1100;1101;1102;1103;1104;1105;1106;1107;1108;1109;1110;1111;1112;1113;1114;1115;1116;1117;1118;1119;1120;1121;1122;1123;1124;1125;1126;1127;1128;1129;1130;1131;1132;1133;1134;1135;1136;1137;1138;1139;1140;1141;1142;1143;1144;1145;1146;1147;1148;1149;1150;1151;1152;1153;1154;1155;1156;1157;1158;1159;1160;1161;1162;1163;1164;1165;1166;1167;1168;1169;1170;1171;1172;1173;1174;1175;1176;1177;1178;1179;1180;1181;1182;1183;1184;1185;1186;1187;1188;1189;1190;1191;1192;1193;1194;1195;1196;1197;1198;1199;1200;1201;1202;1203;1204;1205;1206;1207;1209;1210;1211;1212;1213;1214;1215;1216;1217;1218;1219;1220;1221;1222;1223;1224;1225;1226;1227;1228;1229;1230;1231;1232;1233;1234;1235;1236;1237;1238;1239;1240;1241;1242;1243;1244;1245;1246;1247;1248;1249;1250;1251;1252;1253;1254;1255;1256;1257;1258;1259;1260;1261;1262;1263;1264;1265;1266;1267;1268;1269;1270;1271;1272;1273;1274;1275;1276;1277;1278;1279;1280;1281;1282;1283;1284;1285;1286;1287;1288;1289;1290;1291;1292;1293;1294;1295;1296;1297;1298;1299;1300;1301;1302;1303;1304;1305;1306;1307;1308;1309;1310;1311;1312;1313;1314;1315;1316;1317;1318;1319;1320;1321;1322;1323;1324;1325;1326;1327;1328;1329;1330;1331;1332;1333;1334;1335;1336;1337;1338;1339;1340;1341;1342;1343;1344;1345;1346;1347;1348;1349;1350;1351;1352;1353;1354;1355;1356;1357;1358;1359;1360;1361;1362;1363;1364;1365;1366;1367;1368;1369;1370;1371;1372;1373;1374;1375;1376;1377;1378;1379;1380;1381;1382;1383;1384;1385;1386;1387;1388;1389;1390;1391;1392;1393;1394;1395;1396;1400;1401;1402;1403;1404;1405;1406;1407;1408;1409;1411;1412;1413;1414;1415;1416;1417;1418;1419;1420;1421;1422;1423;1424;1425;1426;1427;1428;1429;1430;1431;1432;1433;1434;1435;1436;1437;1438;1439;1440;1441;1442;1443;1444;1445;1446;1447;1448;1449;1450;1451;1452;1453;1454;1455;1456;1457;1458;1459;1460;1461;1462;1463;1464;1465;1466;1467;1468;1469;1470;1471;1472;1473;1474;1475;1476;1477;1478;1479;1480;1481;1482;1484;1485;1486;1487;1488;1489;1490;1491;1492;1493;1494;1495;1496;1497;1498;1499;1500;1502;1503;1504;1505;1506;1507;1508;1510;1511;1512;1513;1514;1515;1516;1517;1518;1519;1520;1521;1522;1523;1524;1525;1526;1527;1528;1529;1530;1531;1532;1533;1534;1535;1536;1537;1538;1539;1540;1541;1542;1543;1544;1545;1546;1547;1548;1549;1550;1551;1552;1553;1555;1556;1557;1558;1559;1560;1561;1562;1563;1564;1565;1566;1567;1568;1569;1570;1571;1572;1573;1574;1575;1576;1577;1578;1579;1580;1581;1582;1583;1584;1585;1586;1587;1588;1589;1590;1591;1592;1593;1594;1596;1597;1598;1599;1600;1601;1602;1605;1606;1607;1608;1609;1610;1611;1612;1613;1614;1615;1616;1617;1618;1619;1620;1621;1622;1623;1624;1625;1627;1628;1629;1630;1631;1632;1633;1634;1635;1636;1637;1638;1639;1640;1641;1642;1643;1644;1645;1646;1647;1648;1649;1650;1651;1652;1653;1654;1655;1656;1657;1658;1659;1660;1661;1662;1663;1664;1665;1666;1667;1668;1669;1670;1671;1672;1673;1674;1675;1676;1677;1678;1679;1680;1681;1682;1683;1684;1685;1686;1687;1688;1689;1690;1691;1692;1693;1694;1695;1696;1697;1698;1699;1700;1701;1702;1703;1704;1705;1706;1707;1708;1709;1710;1711;1712;1713;1714;1715;1716;1717;1718;1719;1720;1721;1722;1723;1724;1725;1726;1727;1728;1729;1730;1731;1732;1733;1734;1735;1736;1737;1738;1739;1740;1741;1742;1743;1744;1745;1746;1747;1748;1749;1750;1751;1752;1753;1754;1755;1756;1757;1758;1759;1760;1761;1762;1763;1764;1765;1766;1767;1768;1769;1770;1771;1772;1773;1774;1775;1776;1777;1778;1779;1780;1781;1782;1783;1784;1785;1786;1787;1788;1789;1790;1791;1792;1793;1794;1795;1796;1797;1798;1799;1800;1801;1802;1803;1804;1805;1806;1807;1808;1809;1810;1811;1812;1813;1814;1815;1816;1817;1818;1819;1820;1821;1822;1823;1824;1825;1826;1827;1828;1829;1830;1831;1832;1833;1834;1835;1836;1837;1838;1839;1840;1841;1842;1843;1844;1845;1846;1847;1848;1849;1850;1851;1852;1853;1854;1855;1856;1857;1858;1859;1860;1861;1862;1863;1864;1865;1866;1867;1868;1869;1870;187Ferqa di nêvbera »ko«, »ku« û »kû« de (2005-05-19)
fjrigjwwe9r0TabArticles:ArticleHeadline
Xewna Mesûd Barzanî ji başûrê Kurdistanê mezintir e (2005-02-07)
 
REKLAM


KOLUMNÎST
Şebabê Egît nabe Şeroyê Biro û ez jî nabim ”heval”
Tolstoy û xelata Nobelê
Kurdistaneka serbixwe û [ne]cida
Heşt rojên şerê xendekê – I
Em û felsefe
Hilbijartinên Kurdistanê ez şok kirim
© 1997–2024 www.nefel.com  |  E-poste: info@nefel.com  |  Powered by Medesoft.org