[ PÊNCŞEM, 2024-03-28 ]   [ BIKE MALPERA DESTPÊKÊ ]   [ BÊXE NÊV BIJAREYAN ]   [ KONTAKT ]   [ INFO ]   [ LÊGERÎN & ARŞÎV ]  
DESTPÊK
Nûçe
Nivîsar
Kulturmagazîn
Hevpeyvîn
Kolumnîst
Ewrokurd
E-Pirtûk
Lîteratûr
Ziman
Muzîk
Foto
Lînk
E-POSTEYA TE
  Nav (Username)  
   
  Þîfre (Password)  
   
   
     
   »E-posteyeka nû
 bo xwe qeyd bike
 
REKLAM


KOLUMNÎST 
Ez çûm mala Aylîn xanimê
STENBÛL, 30/3 2009 — Duhî hilbijartinên belediyeyê hebûn. Rêyên Stnbûlê kêm caran weha vala dibin. Ez û Elî Fikrî Işik li ser rêyên şayikî, bi erebeya wî dişûrikin. Ne eleqeya min û ne jî ya wî bi raydayinê re heye. Kêfa me herduyan jî ji wê sakîniya trafîka Stenbûlê re tê û berê me li hêla Bogazê ye.

Duhî êvarî, yanî di roja şemiya ko daxilî roja yekşemê dibû de, seetek bi pêş de diçû û qewlê min û Eliyî jî ji bo seet dehê roja yekşemê hebû. Di derengê şevê de ez li wê guherîna seetê hey bûm. Min nexwest ko ez Eliyî di wê seeta dereng de aciz bikim û telefonî wî bikim û jê bipirsim bê em ê li gora seeta nuh, yan li gora ya berê hevdu bivînin. Min MSNa xwe vekir û piştî bistikekê min dît ko Elî Fikrî mîna kewê ko bê ser kemînê, online bû. Min ji firsendê îstifade kir û derhal jê re peyameke kin şand û got, ”Ezbenî, ma em ê sibehê li gora seeta nuh, yan li gora seeta kevin hevdu bibînin?”… Hûn dikarin bifikirin ko ev çi qasî pirseke bêmane ye, lê ji bo ez meseleyê baş misoger bikim, ez xwe li wê kawikiyê datînim û weke ez texmîn dikim, bersiva wî tê, ”Keko, ji niha de seeta xwe seetekê bi pêş de bide û li gora seeta xwe were ciyê randevûya xwe.”

Ez serê sibehê mîna cutekî li ser piyan im. Ji xwe rêyek, yan jî karek li ber min hebe, ne mimkun e ko ez roja dinê di xewê de bimînim. Ez hêdîka xwe hazir dikim û derdikevim. Ne dêya min û ne jî birayê min ê ko ez mêvanî wî me, li min hay dibin. Ez li taştêyê jî nafikirim, ji ber ko Eliyî berê ji min re gotiye ko em ê li mala Aylîn xanimê taştêyê bixwin.

Sikakên Stenbûlê ew qasî bêdeng in, ez di wê kêliyê de ferq nakim ko ez li Stenbûlê me. Belkî jî ji ber zûşiyarbûna wê sibehê be ez piçekî tewşomewşo me. Ez li qoziya apartmanê difitilim û texsiya pêşî ya zer ko ez dibînim, ez bi tiliya xwe ya girdikê îşaretekê didimê û wê disekinînim. Ez di qoltixa dawiyê de pan dibim û ji şifêrî re dibêjim ko min bavêje Merterê.

Ez li nêviyê rêyê me ko Elî telefonî min dike û bi dengê ”Eloooo” yê re, ew dengê wî yê dawidî ji telefona min tê û dibêje, ”Tu şiyar bûyî, keko?”. Ez bi awayekî ko ji şerekî biserkeftî derketibim, dibêjim, ”Ez vê gavê di erebeyê de me û têm ser rêyê ko tu dê min ji wê derê werbigirî, keko…”
Ez ferq dikim ko ew hîna jî li malê ye û bi rêyê neketiye. Ew gotinê dirêj nake û dibêje ko ew jî wê gavê tê. Mesafeya Beylikduzî û Merterê, di wê sehaliya trafîkê de ne zêdeyî bîst deqîqeyî ye.

Heta ko ez teva çenteyê li milê xwe çend caran diherin wî seriyî û vedigerin vî seriyî, ez dibînim ko erebeya Eliyî ya rengkalî li ber min disekine. Bi sekina erebeya wî re, ez ferq dikim ko erebeyeke din jî ko marqeya wê Audi ye, li dû wî disekine. Çavekî min li Eliyî ye û yek li erebeya li dû wî …

Ez li tenşta Eliyî siwar dibim û em bi ser rêyê dikevin. Kêfa Eliyî li cîh e. Gotinekê ji wê hêlê û yekê ji vê hêlê tîne û çilapekan davêje min. Piştî kêliyekê bêdengiyek di hundirê erebeyê de çêdibe. Gava wî ferq kir ko ew hewaya hanê dike sar bibe, dengê melodiyeke bi vingeving derdixe. Ez jî guhê xwe didim ser melodiya bi himehim û dixwazim fahm bikim bê ew dixwaze dûrika kîjan dengbêjî bibêje. Û gava ez lê hay dibim ko ew dûrika Tahsîn Tehayî dinihurîne, ez jî bi wî re dest pê dikim û em herdu jî wê dûrikê nîvqurmiçî dikin. Ne ez zanim serrast bibêjim û ne jî ew.

Hew min dît ko em li pala giyarekî ne ko ”Bogaz Koprusi”ya Stenbûlê bi me re dikeve hîza û îstiqametê. Ew çawa hatin û ew çawa derket pêşberî me, ez fahm nakim. Bi wî dîmenî re miferihiyek bi me herduyan re jî çêdibe û Elî cixareyeke Kent ji pakêta xwe dikişîne û çirtîniyê ji hesteyê xwe tîne. Ez di ber xwe de ji Eliyî re dibêjim ko em çîçekekê ji Aylîn xanimê re bistînin dê baş be. Ew seriyê xwe bi maneya ”temam”ê dihejîne.

Em hemû dikanên çîçekfiroşan li bin guhên hevdu dixin, lê mixabin ko yek jî ne vekirî ye. Elî li ber deriyê dikaneke beqaliyê ya vekirî disekine û derbasî hundir dibe. Ez di erebeyê de rûniştî me. Gava ko ew derdikeve, di torbeyekî nalyonî de sê-çar pakêtên cixareyan û şerabeke qawanan bi ber çavên min dikeve. Wexta em li ber deriyê Aylîn xanimê disekinin, darên di baxçeyê wê de bi me re dimizicin. Di nav çaviyên yenîdunya û jaleyan de, çavên min li dareke hijîrê digere. Ez nizanim bê ji ber çi ye, lê bi min weha tê ko divê dareke hijîrê di wî baxçeyî de hebe. Elî pê li bişkoka zengilî dike û bi ”cirrrtîniyekê” deriyê otomatîk vedibe. Em çawa derbasî hundir dibin, dengekî lerzokî ji pişt deriyê hundir tê û herdu çavên wê di nav ufola porê wê yê berdayî re diçûrisin. Mîna du morîkên şîbirîkî. Ji min heye ko ji çend salan û vir de ye ez vê Xanimê nas dikim. Ew me bi germahî derbasî hundir dike û ji deqeya pêşî de hewayeke samîmî li ser maseya wê ya taştêya hazir dansê dike.

Ew derhal me keremî ser maseyê dike û çend celebên penêrî li pişt hev rêz bûne ko mîna diranên çiyayekî xuya dikin, zeytûnên reş yê terbiyekirî, rîçalên dirîreşkan, salam û sosîsên di rêzê de destên xwe di ser milên hevdu de derbaskirî ye û çayeke Rîzeyê bi rûgeşiya wê re bixêrhatin li me dike.

Şeva bihurî, ji ber haziriyên konferansa me ya ko ew ê di 5ê nîsanê de bê lidarxistin, ez li ser nivîsa axaftina xwe xebitîbûm û piçekî bêxew mabûm. Her cara ko Aylîn xanim dipeyivî, ez di du qat û sê qatî ji haletê xwe yê normal bêtir guhdariya mirovekê dikim. Ji ber ko ez naxwazim ez ji ber wê betilandina xwe bêminsebetiyekê bikim û gotinên wê fahm nekim, yan jî piştguh bikim. Ji ber ko di gava pêşî de ez fahm dikim bê ew miroveke çi qasî jîr û hisyar e. Teva ko ew bi kurdî nizane jî û kêm berhemên kurdî xwendine jî di hilmekê de qala berhemên Mehmet Uzun, Jan Dost, Helîm Yûsiv û Hesenê Metê dike û li gora xwe şîroveyên xwe rêz dike. Ew rexne, pesin, endîşe û kêfxweşiyên xwe mîna şovalyeyeke li ser pişta kumêtekî rêz dike. Bi çend gotinên pêşiyê be jî ez fêhmê wê yê edebiyatê, nazelîniya wê ya li hember tevn, lihevanîn û estetîka hunera nivîsê fahmm dikim. Rast e ko ez berê wê ji nivîsên wê nas dikim, lê gava ez wan destnîşankirinên hin xisûsiyetên wê yên di derbarê edebiyateke bedew de dibînim, ez hîna bêtir di derbarê mesûliyeta wê de guhdîkî tevdigerim.

Karên ko em ê ji bo amadekariya roja konferansê bikin ko ew ê li Unîversîteya Bîlgiyê bê lidarxistin û bi îhtimala em ê bi qandî 7-8 seetan bixebitin, em di hundirê sê seetan de hal dikin û berî rabûnê, ew ji me re çayeke dinê hazir dike. Ez du çayan li ser hevdu vedixim. Ez bawer nakim ko min di emrê xwe de çayeke ew qasî bi ekil vexwaribe û ez wê yeka hanê ji Aylîn xanimê re jî dibêjim. Wê xwest ko ez yeka din jî vexwim, lê min xwest ew tahma hanê di devê min de bimîne û min tu yên dinê venexwarin.

Ji niha de ew di heyecana roja konferansê de ye, ya rastî ne ew tenê, em hemû jî ketinin bin wê bandorê. Lê ez bawer nakim ko heta bi roja konferansê tahma wê çayê, ya şeraba qavanan û germahiya mala Aylînê û xweşsohbeta wê ji bîra min derkeve. Haa, min dikira ji bîra bikiraya; pisîkeke wê ya reş jî hebû ko zêde ji min hez nekir.

-----------------------------------
Nivîskar: ENWER KARAHAN enwerkarahan@hotmail.com
Weşandin: 2009-03-30
Xwendin: 11362
 

KOLUMNÊN BERÊ   
A min jî heta bi vira: Vê gavê bi xatirê we (2009-11-16)
Heqareta li gora kurdekî PKKyî — Mahmûd Guden (2009-10-24)
Nesrîn (2009-09-05)
Serê min çi qasî dişibe yê bavê min (2009-06-21)
Ber bi konferansa Diyarbekirê ve û helwêsta "Birayên me" (2009-05-29)
Bi hurmeteke bêdengî, keko (2009-05-15)
Helîm Yûsivî şaş fahm kiriye (2009-04-29)
Pêşî konferansa dawî (2009-04-22)
Teyrê xerîb (2009-02-18)
Tu di çavên min de bûbûyî çiyayek (2009-02-03)
Du şoreşgerên serxweş (2009-01-22)
Alî Fikrî Işik daweya çi dike? (2009-01-17)
Rojîn (2009-01-16)
TRTya kurdî, yên li gel û yên li dij (2008-12-27)
Xeyda ji min xeyidî ye (2008-12-17)
Min ricaya te bi cîh anî, ezbenî (2008-11-20)
Romaneke mûhteşem: Hêlîna qertelan (2008-11-05)
Kurd1 dê dest bi weşanê bike, yan na? (2008-11-01)
Meram (2008-10-22)
”Xadim”a Seleh Bulutî (2008-10-10)
NERÎNGEH
 
[kitêb] Sun Zî: Hunera şer (2016-04-21)
Ismail Beşikçi ji kurdan re li ser ermeniyan semînerek da (2013-09-28)
Kurdistan berî serxwebûna siyasî ”serxwebûna petrolê” û ekonomîk îlan dike (2012-05-21)
Tewanga navdêrên zimanê kurdî (2009-02-08)
Umît Firat dibêje navnîşana çareserîya pirsa kurd ne PKK ye (2008-11-11)
Hêro Talebanî: Min nedixwest Mam Celal bibe serokkomarê Iraqê [foto] (2007-05-10)
Alfabeya kurdî-latînî ji bo zimanê kurdî ji alfabeya kurdî-erebî minasibtir e (2005-11-02)
fjrigjwwe9r0TabArticles:ArticleHeadline
vv9v8v09fq:TabArticles:4;8;12;14;17;19;21;22;23;24;28;29;30;31;32;40;41;43;44;46;48;49;51;52;53;54;55;56;58;60;62;63;64;65;66;67;69;71;72;74;75;76;77;78;79;80;81;82;84;85;86;90;91;92;94;95;96;97;98;100;102;103;104;105;106;107;109;110;111;112;113;114;115;116;117;118;119;120;121;122;123;124;125;126;127;128;129;130;131;132;133;134;136;137;138;139;140;141;142;143;144;145;146;147;149;150;151;152;153;155;157;158;159;160;163;164;165;166;167;168;169;170;171;172;173;174;175;176;178;179;180;181;182;183;184;185;186;187;188;189;190;191;192;193;194;195;196;197;198;199;200;202;203;204;205;206;207;208;209;210;211;212;213;214;215;216;217;218;219;221;222;223;224;225;226;227;228;229;230;231;232;233;234;235;236;237;238;239;240;241;242;243;244;245;246;247;248;249;250;251;253;254;255;256;257;258;259;260;261;262;263;264;265;266;267;268;269;270;271;272;273;274;275;276;277;278;279;280;281;282;283;284;285;286;287;288;289;290;291;293;294;295;296;297;298;301;302;303;304;305;306;307;308;309;310;311;312;313;314;315;316;317;318;319;320;321;322;323;324;325;326;327;328;329;330;331;332;333;334;335;336;337;338;339;340;341;342;343;344;345;346;347;348;349;350;351;352;353;354;355;356;357;358;359;360;361;362;363;364;365;366;367;368;369;370;371;372;373;374;375;376;377;378;379;380;381;382;383;384;385;386;387;388;389;391;392;393;394;395;396;398;399;400;401;402;403;404;405;406;407;408;409;410;411;412;413;414;415;416;417;418;419;420;421;422;423;424;425;426;427;428;429;430;431;432;433;434;435;436;437;438;439;440;441;442;443;444;445;446;447;448;449;450;451;452;453;454;455;457;458;459;460;461;462;463;464;465;466;467;468;469;470;471;472;473;474;475;476;477;478;479;480;481;482;483;484;485;486;487;488;489;491;492;493;494;495;496;497;498;499;500;501;502;503;504;505;506;507;508;509;510;511;512;513;514;515;516;517;518;519;520;521;522;523;524;525;526;527;528;529;530;531;532;533;534;535;536;537;538;539;540;541;542;543;544;545;546;547;548;549;550;552;553;554;555;556;557;558;559;560;561;562;563;564;565;566;567;568;569;570;571;572;573;574;575;576;577;578;579;580;581;582;583;584;585;586;587;588;589;590;591;592;593;594;595;596;597;598;599;600;601;602;603;604;605;606;607;608;609;610;611;612;614;615;616;617;618;619;620;621;622;623;624;625;626;627;628;629;630;631;632;633;634;635;636;637;638;639;640;641;642;643;644;645;646;647;648;649;650;651;652;653;654;655;656;657;658;659;660;661;662;663;664;665;666;667;668;669;670;671;672;673;674;675;676;677;678;679;680;681;682;683;684;685;686;687;688;689;690;691;692;693;694;695;696;697;698;699;700;701;702;703;704;705;706;707;708;709;710;711;712;713;714;715;716;717;718;719;721;722;723;724;725;726;727;728;729;730;731;732;733;734;735;736;738;740;741;742;743;744;745;746;747;748;749;750;751;752;753;755;756;757;758;759;760;761;762;763;764;765;766;767;768;769;770;771;773;775;776;777;778;779;780;781;782;783;784;785;786;787;788;789;790;791;792;793;794;795;796;798;799;800;801;802;803;804;805;806;807;808;809;810;811;812;813;814;815;816;817;818;819;820;821;822;823;824;825;826;827;828;829;830;831;832;833;834;835;836;837;838;839;840;841;842;843;844;845;846;847;848;849;850;851;852;853;854;855;856;857;858;859;860;861;862;863;864;865;866;867;868;869;870;871;872;873;874;875;876;877;878;879;880;881;882;883;884;885;886;887;888;889;890;891;892;893;894;895;896;897;898;899;900;901;902;903;904;905;906;907;908;909;910;911;912;913;914;915;916;917;918;919;920;921;922;923;924;925;926;927;928;929;930;931;932;933;934;935;936;937;938;939;940;941;942;943;944;945;946;947;948;949;950;951;952;953;954;955;956;957;958;959;960;961;962;963;964;965;966;967;968;969;970;971;972;973;974;975;976;977;978;979;980;981;982;983;984;985;986;987;988;989;990;991;992;993;994;995;996;997;998;999;1000;1001;1002;1003;1004;1005;1006;1007;1009;1010;1011;1012;1013;1014;1015;1016;1017;1018;1019;1020;1021;1022;1023;1024;1025;1026;1027;1028;1029;1030;1031;1032;1033;1034;1035;1036;1037;1038;1039;1040;1041;1042;1043;1044;1045;1046;1047;1048;1049;1050;1051;1052;1053;1054;1055;1056;1057;1058;1059;1060;1061;1062;1063;1064;1065;1066;1067;1068;1069;1070;1071;1072;1073;1074;1075;1076;1077;1078;1079;1080;1081;1082;1083;1084;1085;1086;1087;1088;1089;1090;1091;1092;1093;1094;1095;1096;1097;1098;1099;1100;1101;1102;1103;1104;1105;1106;1107;1108;1109;1110;1111;1112;1113;1114;1115;1116;1117;1118;1119;1120;1121;1122;1123;1124;1125;1126;1127;1128;1129;1130;1131;1132;1133;1134;1135;1136;1137;1138;1139;1140;1141;1142;1143;1144;1145;1146;1147;1148;1149;1150;1151;1152;1153;1154;1155;1156;1157;1158;1159;1160;1161;1162;1163;1164;1165;1166;1167;1168;1169;1170;1171;1172;1173;1174;1175;1176;1177;1178;1179;1180;1181;1182;1183;1184;1185;1186;1187;1188;1189;1190;1191;1192;1193;1194;1195;1196;1197;1198;1199;1200;1201;1202;1203;1204;1205;1206;1207;1209;1210;1211;1212;1213;1214;1215;1216;1217;1218;1219;1220;1221;1222;1223;1224;1225;1226;1227;1228;1229;1230;1231;1232;1233;1234;1235;1236;1237;1238;1239;1240;1241;1242;1243;1244;1245;1246;1247;1248;1249;1250;1251;1252;1253;1254;1255;1256;1257;1258;1259;1260;1261;1262;1263;1264;1265;1266;1267;1268;1269;1270;1271;1272;1273;1274;1275;1276;1277;1278;1279;1280;1281;1282;1283;1284;1285;1286;1287;1288;1289;1290;1291;1292;1293;1294;1295;1296;1297;1298;1299;1300;1301;1302;1303;1304;1305;1306;1307;1308;1309;1310;1311;1312;1313;1314;1315;1316;1317;1318;1319;1320;1321;1322;1323;1324;1325;1326;1327;1328;1329;1330;1331;1332;1333;1334;1335;1336;1337;1338;1339;1340;1341;1342;1343;1344;1345;1346;1347;1348;1349;1350;1351;1352;1353;1354;1355;1356;1357;1358;1359;1360;1361;1362;1363;1364;1365;1366;1367;1368;1369;1370;1371;1372;1373;1374;1375;1376;1377;1378;1379;1380;1381;1382;1383;1384;1385;1386;1387;1388;1389;1390;1391;1392;1393;1394;1395;1396;1400;1401;1402;1403;1404;1405;1406;1407;1408;1409;1411;1412;1413;1414;1415;1416;1417;1418;1419;1420;1421;1422;1423;1424;1425;1426;1427;1428;1429;1430;1431;1432;1433;1434;1435;1436;1437;1438;1439;1440;1441;1442;1443;1444;1445;1446;1447;1448;1449;1450;1451;1452;1453;1454;1455;1456;1457;1458;1459;1460;1461;1462;1463;1464;1465;1466;1467;1468;1469;1470;1471;1472;1473;1474;1475;1476;1477;1478;1479;1480;1481;1482;1484;1485;1486;1487;1488;1489;1490;1491;1492;1493;1494;1495;1496;1497;1498;1499;1500;1502;1503;1504;1505;1506;1507;1508;1510;1511;1512;1513;1514;1515;1516;1517;1518;1519;1520;1521;1522;1523;1524;1525;1526;1527;1528;1529;1530;1531;1532;1533;1534;1535;1536;1537;1538;1539;1540;1541;1542;1543;1544;1545;1546;1547;1548;1549;1550;1551;1552;1553;1555;1556;1557;1558;1559;1560;1561;1562;1563;1564;1565;1566;1567;1568;1569;1570;1571;1572;1573;1574;1575;1576;1577;1578;1579;1580;1581;1582;1583;1584;1585;1586;1587;1588;1589;1590;1591;1592;1593;1594;1596;1597;1598;1599;1600;1601;1602;1605;1606;1607;1608;1609;1610;1611;1612;1613;1614;1615;1616;1617;1618;1619;1620;1621;1622;1623;1624;1625;1627;1628;1629;1630;1631;1632;1633;1634;1635;1636;1637;1638;1639;1640;1641;1642;1643;1644;1645;1646;1647;1648;1649;1650;1651;1652;1653;1654;1655;1656;1657;1658;1659;1660;1661;1662;1663;1664;1665;1666;1667;1668;1669;1670;1671;1672;1673;1674;1675;1676;1677;1678;1679;1680;1681;1682;1683;1684;1685;1686;1687;1688;1689;1690;1691;1692;1693;1694;1695;1696;1697;1698;1699;1700;1701;1702;1703;1704;1705;1706;1707;1708;1709;1710;1711;1712;1713;1714;1715;1716;1717;1718;1719;1720;1721;1722;1723;1724;1725;1726;1727;1728;1729;1730;1731;1732;1733;1734;1735;1736;1737;1738;1739;1740;1741;1742;1743;1744;1745;1746;1747;1748;1749;1750;1751;1752;1753;1754;1755;1756;1757;1758;1759;1760;1761;1762;1763;1764;1765;1766;1767;1768;1769;1770;1771;1772;1773;1774;1775;1776;1777;1778;1779;1780;1781;1782;1783;1784;1785;1786;1787;1788;1789;1790;1791;1792;1793;1794;1795;1796;1797;1798;1799;1800;1801;1802;1803;1804;1805;1806;1807;1808;1809;1810;1811;1812;1813;1814;1815;1816;1817;1818;1819;1820;1821;1822;1823;1824;1825;1826;1827;1828;1829;1830;1831;1832;1833;1834;1835;1836;1837;1838;1839;1840;1841;1842;1843;1844;1845;1846;1847;1848;1849;1850;1851;1852;1853;1854;1855;1856;1857;1858;1859;1860;1861;1862;1863;1864;1865;1866;1867;1868;1869;1870;187Ferqa di nêvbera »ko«, »ku« û »kû« de (2005-05-19)
fjrigjwwe9r0TabArticles:ArticleHeadline
Xewna Mesûd Barzanî ji başûrê Kurdistanê mezintir e (2005-02-07)
 
REKLAM


KOLUMNÎST
Şebabê Egît nabe Şeroyê Biro û ez jî nabim ”heval”
Tolstoy û xelata Nobelê
Kurdistaneka serbixwe û [ne]cida
Heşt rojên şerê xendekê – I
Em û felsefe
Hilbijartinên Kurdistanê ez şok kirim
© 1997–2024 www.nefel.com  |  E-poste: info@nefel.com  |  Powered by Medesoft.org