[ ÎNÊ, 2024-03-29 ]   [ BIKE MALPERA DESTPÊKÊ ]   [ BÊXE NÊV BIJAREYAN ]   [ KONTAKT ]   [ INFO ]   [ LÊGERÎN & ARŞÎV ]  
DESTPÊK
Nûçe
Nivîsar
Kulturmagazîn
Hevpeyvîn
Kolumnîst
Ewrokurd
E-Pirtûk
Lîteratûr
Ziman
Muzîk
Foto
Lînk
E-POSTEYA TE
  Nav (Username)  
   
  Þîfre (Password)  
   
   
     
   »E-posteyeka nû
 bo xwe qeyd bike
 
REKLAM


KOLUMNÎST 
Monsieur Atîk Adin
STOCKHOLM, 7/11 2007 — Sal 1979 e. Em xort in û mîna bizotên agirî nin; li ser tu sêlan naedilin. Kes nikare bibêje ko pozika sola te/we xwar e. Em ne yek, ne dudu, ne sisê nin; em bi dehan, bi sedan, bi hezaran in. Navê me, ”telebe” ye.

Em xortên xwendevanên lîseyê nin. Ne qerewat di hustuyê me de heye û ne jî qatên kincan li me heye, ne defter û kitêbên me hene û ne jî çente û qelem û jêbirên me. Ne em dikevin dersan û ne jî li mamosteyên edebiyat, fizîk û zimannasiyê guhdarî dikin. Ne em li dengê zengilên bangkirina dersê guhdarî dikin û ne jî li 40 deqîqeyên wê; kîjan gava ko cixarekişandina me bê, kîjan gava ko divê em derkevin derve da hevalekî/ê bibînin ko belavokekê jê werbigirin, yan jî haziriya eylemekê bikin, bêyî ko li tu qaîde û rêbazan guhdarî bikin, em derdikevin derveyî sinifê; derveyî nîzamê û derveyî dibistanê.

Her yek ji me parkeyekî eskerî li me ye, devançeyeke Belçîka, yeke Map, yeke Çek, yeke Astra yan jî Lazyapisî di ber me de ye. Ba li qerpalên me dixe û bi bilindbûna qoziya parkeyên me re, qabzeyên devançeyên me xuya dibin, ew qutfekê dixe nuhdirê yên li hemberî me. Porên me alablûs, riya me (heger hebe) qusandî, cînîkên me berdayî nin. Em ji binecîhên welatê bavûkalan halanan di karker û gundiyên Angola, Mozambîk, Nîkaragua û Kubayê de hindidin û marşên enternasyonalî bi heman zimanî dilorînin.
Avartî popolo, ala rîskosa.
Bange rîskosa, bange rîskosa.
Bange rîskosa la tiryon fera.
Bange rîskosa la tiryon fera.
Evî van komînîzm û evî berta/ya marşa partiya kominîst ya Îtalyayê di nav dev û diranên me de mîna benîştê Binxetê ye.

Di wan demên ko agir ji devên me diherin, xwîna me ketiye çavên me û girêza şoreş û sosyalîzmê bi ser devên me ketiye de, di wê dema ko êdî di ronkahiya rojê de meytên lawên bavan li ser cadeyan dirêj dibin û li ser wan dibe pingîniya mêşan, di wê dema ko êdî lorîna Mahmûdê Hesê û Failê Kufragî ji guhên zarokan dikeve û di bîra xortên kurdan de dibe bîranîn û nostaljî; di wê dema ko haya hin jîr û zanayan nuh ji Hawara bedirxaniyan çê dibe, herfên elîfbêya kurdiyê mîna formuleke matematîkê ye, di wê dema ko qalkirina zimanê kurdî neteweperestiya ”paşverû” ye… Rrojekê Tîrêj derket. Tîrêjeke ko her tîrêjeke wê bi herfeke efsûnî xemilandî... Tîrêjeke ko helbestên Rojen Barnas, Arjen Arî (O. Dara) û yên Berken Berehî di rûpelên xwe de neqişandî ye; Tîrêjeke ko bi naznavê Felîtê Qoto, M. Şefîq û Ferîdûn Salar ji me re çîrokan vedibêje û bi serpêhatî û ferhengoke zêrînî marîfet û detayên zimanî vediçire û bi dengên çûvîniya kemanjenekî, bi pesbûyina lorandina kalemêrekî ji me re dûrikan dilorîne… Lê ka mêrên ko karibe wan bixîne?

Helbesta Rojen Barnasî di nav dev û diranên me de bûye dûrik û meqam ko dibêje, ”Ez mendalekî çar salî me, mamo! Ez, mendalekî çar salî… Li kolaneke Mehabada xopan mame…”.

Ê ko ji me re bi serastî xwendibû, mamosteyê dersa firansî, bi gotineke dinê, Atîk Adin bû.

Atîk Adin merivekî ko kêm caran ken bi ber wecê wî diket. Ew her tim cidî bû. Gava ko diket sinifê, digot, “bonjour” û li dû wê jî dest pê dikir, “levez vous û asseyez vous!”. Belkî jî heta ko me lîse qedand ji bilî, “comment allez vous?” û “je mappel...” nizanim çi, em tiştekî din fêr nebûn.
Hûn bi rastî bixwazin, ew ji terefê telebeyan ve nedihat hezkirin û hin caran me henekê xwe jî pê dikir. Îlhes jî me bela xwe bi riya wî dabû. Riya wî, mîna ko mirov gubre li ber xistibe; wî sibehê kur dikir, lê heta dibû nîvroj, mîna roja berê dibû. Mirov karîbû sond bixwaraya ko wî qet wê rojê riya xwe kur nekiriye. Her tim çakêtekî reş, qerewateke sor yan jî reş û gomlegekî sipî lê bû. Qerewata wî jî sirf bi hêla çepê de xwar dibû. Wî tu carî porê xwe şeh nedikir û cênîkên xwe xwar jêdikir.

Lê hawayekî wî yê baş hebû ko wî tu carî zor nedida me da em beşdarî dersa wî ya zimanê firansî bibin. Wî em azad dikirin (belkî jî ji ciwanmêriya xwe weha dikir, lê ji xwe wî em azad nekirana jî em ji dersê derdiketin û me li ser merseleyên îdeolojîk û polîtîk minaqaşe dikir) û kes ji me mecbûrî guhdarîkirina desa xwe nedikir.

Rojekê ez teva hejmara pêşî ya Tîrêjê hatim sinifê û bi tesadufî jî dersa Atîkî bû. Piştî ko min libek ji Tîrêjê danî ser maseya wî, min got, “bonjour monsieur” û ez çûm li cîhê xwe rûniştim. Wî jî tebeşîra di destê xwe de danî ber texteyî û bala xwe da berga kovarê. Midetekê weha lê nêrî û dû re rûpelên wê bi ser hev de qulipandin. Wê gavê ew helbesta Rojen Barnasî bi ber çavên wî ketibû û wî ji me re bi deng xwendibû. Em hemû jî weha matmayî mabûn û gelekan ji telebeyan heta bi wê rojê jî nizanîbû ko Atîk kurd e û ji nevçeya Şemirxê ye.

Ji wê rojê û pê ve, mamoste Atîk li ber dilê me şêrîntir bû, me li hemberî wî hurmeteke mezintir nîşan da. Ew jî êdî mîna me bi çar çavan li bende derketina Tîrêjê dima. Heta bi sê hejmarên Tîrêjê jî bi wî awayî dewam kir, lê piştî ko Tîrêj nema bi ser me de hat, wî dîsa bi tempoya xwe ya berê got, “bonjour/bonsoir monsieur û madame”.

Lê ez heta bi hiha jî nizanim bê ew çawa fêrî wê kurdiya paqij bûbû ko bikare ji me re bixwîne.
Ez niha jî meraqê dikim bê Atîk xoce vê gavê li kê derê ye û bi çi mijûl e.

-----------------------------------
Nivîskar: ENWER KARAHAN enwerkarahan@hotmail.com
Weşandin: 2007-11-07
Xwendin: 5161
 

KOLUMNÊN BERÊ   
A min jî heta bi vira: Vê gavê bi xatirê we (2009-11-16)
Heqareta li gora kurdekî PKKyî — Mahmûd Guden (2009-10-24)
Nesrîn (2009-09-05)
Serê min çi qasî dişibe yê bavê min (2009-06-21)
Ber bi konferansa Diyarbekirê ve û helwêsta "Birayên me" (2009-05-29)
Bi hurmeteke bêdengî, keko (2009-05-15)
Helîm Yûsivî şaş fahm kiriye (2009-04-29)
Pêşî konferansa dawî (2009-04-22)
Ez çûm mala Aylîn xanimê (2009-03-30)
Teyrê xerîb (2009-02-18)
Tu di çavên min de bûbûyî çiyayek (2009-02-03)
Du şoreşgerên serxweş (2009-01-22)
Alî Fikrî Işik daweya çi dike? (2009-01-17)
Rojîn (2009-01-16)
TRTya kurdî, yên li gel û yên li dij (2008-12-27)
Xeyda ji min xeyidî ye (2008-12-17)
Min ricaya te bi cîh anî, ezbenî (2008-11-20)
Romaneke mûhteşem: Hêlîna qertelan (2008-11-05)
Kurd1 dê dest bi weşanê bike, yan na? (2008-11-01)
Meram (2008-10-22)
NERÎNGEH
 
[kitêb] Sun Zî: Hunera şer (2016-04-21)
Ismail Beşikçi ji kurdan re li ser ermeniyan semînerek da (2013-09-28)
Kurdistan berî serxwebûna siyasî ”serxwebûna petrolê” û ekonomîk îlan dike (2012-05-21)
Tewanga navdêrên zimanê kurdî (2009-02-08)
Umît Firat dibêje navnîşana çareserîya pirsa kurd ne PKK ye (2008-11-11)
Hêro Talebanî: Min nedixwest Mam Celal bibe serokkomarê Iraqê [foto] (2007-05-10)
Alfabeya kurdî-latînî ji bo zimanê kurdî ji alfabeya kurdî-erebî minasibtir e (2005-11-02)
fjrigjwwe9r0TabArticles:ArticleHeadline
vv9v8v09fq:TabArticles:4;8;12;14;17;19;21;22;23;24;28;29;30;31;32;40;41;43;44;46;48;49;51;52;53;54;55;56;58;60;62;63;64;65;66;67;69;71;72;74;75;76;77;78;79;80;81;82;84;85;86;90;91;92;94;95;96;97;98;100;102;103;104;105;106;107;109;110;111;112;113;114;115;116;117;118;119;120;121;122;123;124;125;126;127;128;129;130;131;132;133;134;136;137;138;139;140;141;142;143;144;145;146;147;149;150;151;152;153;155;157;158;159;160;163;164;165;166;167;168;169;170;171;172;173;174;175;176;178;179;180;181;182;183;184;185;186;187;188;189;190;191;192;193;194;195;196;197;198;199;200;202;203;204;205;206;207;208;209;210;211;212;213;214;215;216;217;218;219;221;222;223;224;225;226;227;228;229;230;231;232;233;234;235;236;237;238;239;240;241;242;243;244;245;246;247;248;249;250;251;253;254;255;256;257;258;259;260;261;262;263;264;265;266;267;268;269;270;271;272;273;274;275;276;277;278;279;280;281;282;283;284;285;286;287;288;289;290;291;293;294;295;296;297;298;301;302;303;304;305;306;307;308;309;310;311;312;313;314;315;316;317;318;319;320;321;322;323;324;325;326;327;328;329;330;331;332;333;334;335;336;337;338;339;340;341;342;343;344;345;346;347;348;349;350;351;352;353;354;355;356;357;358;359;360;361;362;363;364;365;366;367;368;369;370;371;372;373;374;375;376;377;378;379;380;381;382;383;384;385;386;387;388;389;391;392;393;394;395;396;398;399;400;401;402;403;404;405;406;407;408;409;410;411;412;413;414;415;416;417;418;419;420;421;422;423;424;425;426;427;428;429;430;431;432;433;434;435;436;437;438;439;440;441;442;443;444;445;446;447;448;449;450;451;452;453;454;455;457;458;459;460;461;462;463;464;465;466;467;468;469;470;471;472;473;474;475;476;477;478;479;480;481;482;483;484;485;486;487;488;489;491;492;493;494;495;496;497;498;499;500;501;502;503;504;505;506;507;508;509;510;511;512;513;514;515;516;517;518;519;520;521;522;523;524;525;526;527;528;529;530;531;532;533;534;535;536;537;538;539;540;541;542;543;544;545;546;547;548;549;550;552;553;554;555;556;557;558;559;560;561;562;563;564;565;566;567;568;569;570;571;572;573;574;575;576;577;578;579;580;581;582;583;584;585;586;587;588;589;590;591;592;593;594;595;596;597;598;599;600;601;602;603;604;605;606;607;608;609;610;611;612;614;615;616;617;618;619;620;621;622;623;624;625;626;627;628;629;630;631;632;633;634;635;636;637;638;639;640;641;642;643;644;645;646;647;648;649;650;651;652;653;654;655;656;657;658;659;660;661;662;663;664;665;666;667;668;669;670;671;672;673;674;675;676;677;678;679;680;681;682;683;684;685;686;687;688;689;690;691;692;693;694;695;696;697;698;699;700;701;702;703;704;705;706;707;708;709;710;711;712;713;714;715;716;717;718;719;721;722;723;724;725;726;727;728;729;730;731;732;733;734;735;736;738;740;741;742;743;744;745;746;747;748;749;750;751;752;753;755;756;757;758;759;760;761;762;763;764;765;766;767;768;769;770;771;773;775;776;777;778;779;780;781;782;783;784;785;786;787;788;789;790;791;792;793;794;795;796;798;799;800;801;802;803;804;805;806;807;808;809;810;811;812;813;814;815;816;817;818;819;820;821;822;823;824;825;826;827;828;829;830;831;832;833;834;835;836;837;838;839;840;841;842;843;844;845;846;847;848;849;850;851;852;853;854;855;856;857;858;859;860;861;862;863;864;865;866;867;868;869;870;871;872;873;874;875;876;877;878;879;880;881;882;883;884;885;886;887;888;889;890;891;892;893;894;895;896;897;898;899;900;901;902;903;904;905;906;907;908;909;910;911;912;913;914;915;916;917;918;919;920;921;922;923;924;925;926;927;928;929;930;931;932;933;934;935;936;937;938;939;940;941;942;943;944;945;946;947;948;949;950;951;952;953;954;955;956;957;958;959;960;961;962;963;964;965;966;967;968;969;970;971;972;973;974;975;976;977;978;979;980;981;982;983;984;985;986;987;988;989;990;991;992;993;994;995;996;997;998;999;1000;1001;1002;1003;1004;1005;1006;1007;1009;1010;1011;1012;1013;1014;1015;1016;1017;1018;1019;1020;1021;1022;1023;1024;1025;1026;1027;1028;1029;1030;1031;1032;1033;1034;1035;1036;1037;1038;1039;1040;1041;1042;1043;1044;1045;1046;1047;1048;1049;1050;1051;1052;1053;1054;1055;1056;1057;1058;1059;1060;1061;1062;1063;1064;1065;1066;1067;1068;1069;1070;1071;1072;1073;1074;1075;1076;1077;1078;1079;1080;1081;1082;1083;1084;1085;1086;1087;1088;1089;1090;1091;1092;1093;1094;1095;1096;1097;1098;1099;1100;1101;1102;1103;1104;1105;1106;1107;1108;1109;1110;1111;1112;1113;1114;1115;1116;1117;1118;1119;1120;1121;1122;1123;1124;1125;1126;1127;1128;1129;1130;1131;1132;1133;1134;1135;1136;1137;1138;1139;1140;1141;1142;1143;1144;1145;1146;1147;1148;1149;1150;1151;1152;1153;1154;1155;1156;1157;1158;1159;1160;1161;1162;1163;1164;1165;1166;1167;1168;1169;1170;1171;1172;1173;1174;1175;1176;1177;1178;1179;1180;1181;1182;1183;1184;1185;1186;1187;1188;1189;1190;1191;1192;1193;1194;1195;1196;1197;1198;1199;1200;1201;1202;1203;1204;1205;1206;1207;1209;1210;1211;1212;1213;1214;1215;1216;1217;1218;1219;1220;1221;1222;1223;1224;1225;1226;1227;1228;1229;1230;1231;1232;1233;1234;1235;1236;1237;1238;1239;1240;1241;1242;1243;1244;1245;1246;1247;1248;1249;1250;1251;1252;1253;1254;1255;1256;1257;1258;1259;1260;1261;1262;1263;1264;1265;1266;1267;1268;1269;1270;1271;1272;1273;1274;1275;1276;1277;1278;1279;1280;1281;1282;1283;1284;1285;1286;1287;1288;1289;1290;1291;1292;1293;1294;1295;1296;1297;1298;1299;1300;1301;1302;1303;1304;1305;1306;1307;1308;1309;1310;1311;1312;1313;1314;1315;1316;1317;1318;1319;1320;1321;1322;1323;1324;1325;1326;1327;1328;1329;1330;1331;1332;1333;1334;1335;1336;1337;1338;1339;1340;1341;1342;1343;1344;1345;1346;1347;1348;1349;1350;1351;1352;1353;1354;1355;1356;1357;1358;1359;1360;1361;1362;1363;1364;1365;1366;1367;1368;1369;1370;1371;1372;1373;1374;1375;1376;1377;1378;1379;1380;1381;1382;1383;1384;1385;1386;1387;1388;1389;1390;1391;1392;1393;1394;1395;1396;1400;1401;1402;1403;1404;1405;1406;1407;1408;1409;1411;1412;1413;1414;1415;1416;1417;1418;1419;1420;1421;1422;1423;1424;1425;1426;1427;1428;1429;1430;1431;1432;1433;1434;1435;1436;1437;1438;1439;1440;1441;1442;1443;1444;1445;1446;1447;1448;1449;1450;1451;1452;1453;1454;1455;1456;1457;1458;1459;1460;1461;1462;1463;1464;1465;1466;1467;1468;1469;1470;1471;1472;1473;1474;1475;1476;1477;1478;1479;1480;1481;1482;1484;1485;1486;1487;1488;1489;1490;1491;1492;1493;1494;1495;1496;1497;1498;1499;1500;1502;1503;1504;1505;1506;1507;1508;1510;1511;1512;1513;1514;1515;1516;1517;1518;1519;1520;1521;1522;1523;1524;1525;1526;1527;1528;1529;1530;1531;1532;1533;1534;1535;1536;1537;1538;1539;1540;1541;1542;1543;1544;1545;1546;1547;1548;1549;1550;1551;1552;1553;1555;1556;1557;1558;1559;1560;1561;1562;1563;1564;1565;1566;1567;1568;1569;1570;1571;1572;1573;1574;1575;1576;1577;1578;1579;1580;1581;1582;1583;1584;1585;1586;1587;1588;1589;1590;1591;1592;1593;1594;1596;1597;1598;1599;1600;1601;1602;1605;1606;1607;1608;1609;1610;1611;1612;1613;1614;1615;1616;1617;1618;1619;1620;1621;1622;1623;1624;1625;1627;1628;1629;1630;1631;1632;1633;1634;1635;1636;1637;1638;1639;1640;1641;1642;1643;1644;1645;1646;1647;1648;1649;1650;1651;1652;1653;1654;1655;1656;1657;1658;1659;1660;1661;1662;1663;1664;1665;1666;1667;1668;1669;1670;1671;1672;1673;1674;1675;1676;1677;1678;1679;1680;1681;1682;1683;1684;1685;1686;1687;1688;1689;1690;1691;1692;1693;1694;1695;1696;1697;1698;1699;1700;1701;1702;1703;1704;1705;1706;1707;1708;1709;1710;1711;1712;1713;1714;1715;1716;1717;1718;1719;1720;1721;1722;1723;1724;1725;1726;1727;1728;1729;1730;1731;1732;1733;1734;1735;1736;1737;1738;1739;1740;1741;1742;1743;1744;1745;1746;1747;1748;1749;1750;1751;1752;1753;1754;1755;1756;1757;1758;1759;1760;1761;1762;1763;1764;1765;1766;1767;1768;1769;1770;1771;1772;1773;1774;1775;1776;1777;1778;1779;1780;1781;1782;1783;1784;1785;1786;1787;1788;1789;1790;1791;1792;1793;1794;1795;1796;1797;1798;1799;1800;1801;1802;1803;1804;1805;1806;1807;1808;1809;1810;1811;1812;1813;1814;1815;1816;1817;1818;1819;1820;1821;1822;1823;1824;1825;1826;1827;1828;1829;1830;1831;1832;1833;1834;1835;1836;1837;1838;1839;1840;1841;1842;1843;1844;1845;1846;1847;1848;1849;1850;1851;1852;1853;1854;1855;1856;1857;1858;1859;1860;1861;1862;1863;1864;1865;1866;1867;1868;1869;1870;187Ferqa di nêvbera »ko«, »ku« û »kû« de (2005-05-19)
fjrigjwwe9r0TabArticles:ArticleHeadline
Xewna Mesûd Barzanî ji başûrê Kurdistanê mezintir e (2005-02-07)
 
REKLAM


KOLUMNÎST
Şebabê Egît nabe Şeroyê Biro û ez jî nabim ”heval”
Tolstoy û xelata Nobelê
Kurdistaneka serbixwe û [ne]cida
Heşt rojên şerê xendekê – I
Em û felsefe
Hilbijartinên Kurdistanê ez şok kirim
© 1997–2024 www.nefel.com  |  E-poste: info@nefel.com  |  Powered by Medesoft.org