[ PÊNCŞEM, 2024-03-28 ]   [ BIKE MALPERA DESTPÊKÊ ]   [ BÊXE NÊV BIJAREYAN ]   [ KONTAKT ]   [ INFO ]   [ LÊGERÎN & ARŞÎV ]  
DESTPÊK
Nûçe
Nivîsar
Kulturmagazîn
Hevpeyvîn
Kolumnîst
Ewrokurd
E-Pirtûk
Lîteratûr
Ziman
Muzîk
Foto
Lînk
E-POSTEYA TE
  Nav (Username)  
   
  Þîfre (Password)  
   
   
     
   »E-posteyeka nû
 bo xwe qeyd bike
 
REKLAM


KOLUMNÎST 
Eydiya we bimbarek be!
STOCKHOLM, 12/10 2007 — Kulîçikên ko ji roja berê de dihatin lêxistin, di teşteke sifir de bi rûhevîrkê dihatin nixwimandin û heta bi roja dinê, yanî heta bi sibeha eydiyê mirovî nikarîbû derê wê vekiraya. Heger rûhevîrk ji ser kulîçikan bihata hilanîn dê sêhra wan xera bibûya ko bîhna kuncî, darçîn û cahteriyê jê dihatin. Yekî/ê ji me mizurî bikiraya û qoziyek ji kulorekê bişikendaya jî dêya me dida xatirê “roja mahrûm” û em efû dikirin. Bêsebiriya zaroktiyê bû, ne tiştekî din; ji xwe roja dinê hemû yên me bûn.

Wê êvarê xelk diçûn ser gorra miriyên xwe û li nav mezelan şekir û pereyên hûr belav dikirin. Fatîhe û yasîn ji wan re dixwendin... Em bi lotik bûn, li ser zikên miriyan, li dû şekiran ji ber kêfa sibeha dinê.

Ji êvar de dêya me hine li destên me dikir û bi paçikan humikên me girêdidan. Heta ko me soza şiyarbûna ji wî seriyî ve ji dêya xwe distend, em bi awayekî bextewarî diketin nav nivînan, lê divyabû em li paçên destên xwe miqate bûna ko ew venebûna û hineya li destên me bi lêhêfê nehataya dayin. Gelek caran heta bi destê sibehê jî, herdu destên mirovî li derve diman. Ma raketin li kê hebû!

Gelek caran berî ko dêya me bang li me bike, em bi dengê xwedina selaya meleyî re bi xwe dihisiyan. (Dengê mele Ehmedî hîna jî di gunên min de ye. Dengê her meleyî xweş e, lê yê wî tiştekî din bû.) Bavê me destmêj digirt û cilên nuh li xwe dikirin, bîhna esansê bi xwe werdikir û bi rûkenî berê xwe dida mizgeftê.

Me jî bi qelaştina çavên xwe re, hineya li destên xwe dişûşt û li wan nexşên xwaromaro dinerîn ko dêya me bi îtinayeke mezin li kefa destên me çêkiribûn. Bi bandana meleyî re, tirşik û birinc li ser kuçikan dikeliyan, bîhna goştê sorkirî bi ser mehelyê diket. Hîna dinya zelal dibû-nedibû me cilên rengo mengo ko ji me re hatibû kirîn li xwe dikirin, porê xwe şeh dikir û li dora sinîka şekiran diçûn û dihatin. Her cara ko paşê dêya min diket me, me bi hev re êrîşî tasikên şekiran dikir. Tasikek ji bona zarokan bû û yek jî ji bona mezinan bû. Me hemûyan jî zanîbû ko şekirên xweş di tasika mezinan de ye. Heta ko teqeteqa gopalê xalê Şemsoyî dihat û dêya min xar dibir tebaxçeya şekir û kolanyayê, ew dû re lê hay dibû ko me tasik vala kiriye û bêyî ew dengê xwe bike, diçû ji nav kulînê torbeyek şekirê zilaman derdixist û bera tasikê dida û dida ber xalê Şemsoyî.

Her eydî berî herkesî xalê Şemso serfeteha mala me dikir û me zanîbû ko ew ê her yekî/ê ji me bîstûpênc quruşekî zer bide me. Lê çavên me ji wî bêtir li rêya mêvanên ”yaxlî” bûn. Ji ber ko bi hatina bavê min ya ji camiyê re, zilamên meheleyê li mala me vedihewiyan û nanê eydiyê dihate xwarin. Me êdî zanîbû bê kîjan cîran û merivên me dê çi qas pere bidin me. Gava ew kesên ”yaxlî” dihatim eydiya me, em ji malê nediçûn derekê, heta ko ew rabûnaya. Car hebûn ko rabûna wan ew qasî dirêj dajot û hevalên me yek diçû û yek dihat bang li me dikirin da em herin li eydiyê bigerin û şekiran bidin hevdu. Me newêrîbû paşê xwe bidaya mêvanan. Me li ba xwe digot ko hat û ew rabin û em ji wê nêçîra hanê bimînin. A rastî, em ne li wir bûna jî wan eydiyaniya me dida dêya me, lê dêya me û wîcdanê xwe bû ko ji me re bigotaya, yan negotaya.

Piştî çend mêvanên yaxlî ko dihatin û me geşta xwe hiltanî û pê ve, em mal bi mal digeriyan û yê di nav me de herî bi cesaret, ew gotine hanê, “eydiya we bimbarek be, malê” digot. Wan jî bi awayekî devliken vedigerand û digot, “Wey ya we jî bimbarek beeee, hûn gelek eydî bibîniiin” û yekî/ê ji wan bazdida tebaxa şekir û cixareyan. Çawa be roja eydiyê cixare jî serbest bû ko mirov (heger mirov zarok jî bûya) rahiştayê. Wê gavê jî li kêm malan cixareyên boçiksor hebûn. Ji xwe ne yên boçiksor bûne, me jî ranedihiştê. Tew Marlboro, ew vê dawiyê derket û hew li ser tebaxçeya mala H. Mehmedê Emînoyî hebû ko ew zengînê bajêr bû. Em xisûsû ji bona cixareyên Marlboro ji wî serî diçûn heta bi mala wan a ko di ser Kaniya Gûzê re bû da em seyda Marlboroyekê bikin.

Gelek eydiyan xalanên min roja duduyan ji Diyarbekirê dihatin eydiyaniya me. Ew jî gelekî yaxlî bûn, lê car hebûn ko êvara eydiyê dihatin ser mezelî û bêyî ko hilkişin nav bajêr û bên mala me, bi şûn de vedigeriyan. A wê gavê, tu çêr nediman ko min di dilê xwe de ji xalanên xwe re dikirin.

Heta bi piştî nîvrojê, me tu mal nedihiştin û ji xwarina şekiran me nikarîbû nanê eydiyê jî bixwaraya. Her ko dibû eydî serê mirovî diêşiya. Helbet me nizanîbû ko ew ji ber pirxwarina şekiran û kişandina cixareyê ye.

Em refek zarok bi hev diketin û bêrîkên me tije şekirên di nav zêrikan de, cixareya me di nav tiliyên me de û şingeşinga pereyên hûr ji bêrîkên me dihatin. Teqîna patpatkan bû. Me beşekî mezin ji pereyên xwe bi derbikên patpatkan û lêsiwarbûna dolabê dida. Dolabeke darînî bû û heyşt hespikên wê hebûn. Zîrqezîrqa wê bû û em li ser pişta hespikên darînî dibûn siwarekî ko ji rengê Cuno (Cuneyt Arkin). Bi rastî jî ji me hebû ko em dikin bifirin û dinyayê fetih bikin.

***

Nexwe ew kultura hanê hîna jî heye ko zoarok pere û şekiran berev bike…

Sala pêşî ko zarokên me hatin û eydiya pêşî bû li vira (Swêd) derbas dikirin. Serê sibeha eydiyê bû û min haziriya xwe dikir ko ez herim karî. Min bala xwe dayê ko zarokên min jî xwe hazir dikin û herkê kîsikek xistine destê xwe da herin li cîranan bigerin. Gava min ji wan pirsî bê ew dikin çi bikin, wan bi awayekî şaşmayî ji min re got, “Ma tu nizanî ko îroj eydî ye?”

Li hemberî gotina wan ez piçekî mahçûp mam û min ji wan re got ko swêdî eydiya me pîroz nakin, ya baş hûn herin mala apo filan kes û bêvan kes. Min navên kurdên meheleyê ji wan re jimartin û min eydiyana wan da wan û ez çûm.

Gava ez êvarî hatim malê, ew bi hawayekî hustuxwarî li ser qotixên xwe rûniştibûn. Min ji wan pirsî bê tu şekir dane hev, yan na? Wan bi serê bêvilê bersiv da.

Ew roj e û ev roj e ko ew nema li eydiyê û şekiran digerin.

Ew jî mîna me di bîra xwe de wan rojên berê dijîn û her sibeha eydiyê em bi hev re (heger em neçûbin kar û ew jî neçûbin dibistanê; heger ko eydî li rojeke tahtîlê rast were) qala şekir, pere û xwarina eydiyê dikin. Em qal dikin bê ew kesên ji hev xeyidî bûn, di rojên eydiyê de çawa diçûn malên hevdu û tiştên berê ji bîra dikirin. Ew kesên dema xwe û em jî kesên dema xwe bi bîr tînin ko wan roja eydiyê çima pere didan me.

Ez herî pir jî bêriya xwendina dengê selaya mele Ehmedî dikim ko di her sibeha eydiyê de di guhên min de dinale. Lê yê wan, ez nizanim…

Not: Bi vê minasebetê ez sersaxiyê ji malbata Mihemed Uzunê gorbihuşt re dixwazim û hêvî dikim ko Xweda sebir û deyaxê bide wan.

-----------------------------------
Nivîskar: ENWER KARAHAN enwerkarahan@hotmail.com
Weşandin: 2007-10-12
Xwendin: 4582
 

KOLUMNÊN BERÊ   
A min jî heta bi vira: Vê gavê bi xatirê we (2009-11-16)
Heqareta li gora kurdekî PKKyî — Mahmûd Guden (2009-10-24)
Nesrîn (2009-09-05)
Serê min çi qasî dişibe yê bavê min (2009-06-21)
Ber bi konferansa Diyarbekirê ve û helwêsta "Birayên me" (2009-05-29)
Bi hurmeteke bêdengî, keko (2009-05-15)
Helîm Yûsivî şaş fahm kiriye (2009-04-29)
Pêşî konferansa dawî (2009-04-22)
Ez çûm mala Aylîn xanimê (2009-03-30)
Teyrê xerîb (2009-02-18)
Tu di çavên min de bûbûyî çiyayek (2009-02-03)
Du şoreşgerên serxweş (2009-01-22)
Alî Fikrî Işik daweya çi dike? (2009-01-17)
Rojîn (2009-01-16)
TRTya kurdî, yên li gel û yên li dij (2008-12-27)
Xeyda ji min xeyidî ye (2008-12-17)
Min ricaya te bi cîh anî, ezbenî (2008-11-20)
Romaneke mûhteşem: Hêlîna qertelan (2008-11-05)
Kurd1 dê dest bi weşanê bike, yan na? (2008-11-01)
Meram (2008-10-22)
NERÎNGEH
 
[kitêb] Sun Zî: Hunera şer (2016-04-21)
Ismail Beşikçi ji kurdan re li ser ermeniyan semînerek da (2013-09-28)
Kurdistan berî serxwebûna siyasî ”serxwebûna petrolê” û ekonomîk îlan dike (2012-05-21)
Tewanga navdêrên zimanê kurdî (2009-02-08)
Umît Firat dibêje navnîşana çareserîya pirsa kurd ne PKK ye (2008-11-11)
Hêro Talebanî: Min nedixwest Mam Celal bibe serokkomarê Iraqê [foto] (2007-05-10)
Alfabeya kurdî-latînî ji bo zimanê kurdî ji alfabeya kurdî-erebî minasibtir e (2005-11-02)
fjrigjwwe9r0TabArticles:ArticleHeadline
vv9v8v09fq:TabArticles:4;8;12;14;17;19;21;22;23;24;28;29;30;31;32;40;41;43;44;46;48;49;51;52;53;54;55;56;58;60;62;63;64;65;66;67;69;71;72;74;75;76;77;78;79;80;81;82;84;85;86;90;91;92;94;95;96;97;98;100;102;103;104;105;106;107;109;110;111;112;113;114;115;116;117;118;119;120;121;122;123;124;125;126;127;128;129;130;131;132;133;134;136;137;138;139;140;141;142;143;144;145;146;147;149;150;151;152;153;155;157;158;159;160;163;164;165;166;167;168;169;170;171;172;173;174;175;176;178;179;180;181;182;183;184;185;186;187;188;189;190;191;192;193;194;195;196;197;198;199;200;202;203;204;205;206;207;208;209;210;211;212;213;214;215;216;217;218;219;221;222;223;224;225;226;227;228;229;230;231;232;233;234;235;236;237;238;239;240;241;242;243;244;245;246;247;248;249;250;251;253;254;255;256;257;258;259;260;261;262;263;264;265;266;267;268;269;270;271;272;273;274;275;276;277;278;279;280;281;282;283;284;285;286;287;288;289;290;291;293;294;295;296;297;298;301;302;303;304;305;306;307;308;309;310;311;312;313;314;315;316;317;318;319;320;321;322;323;324;325;326;327;328;329;330;331;332;333;334;335;336;337;338;339;340;341;342;343;344;345;346;347;348;349;350;351;352;353;354;355;356;357;358;359;360;361;362;363;364;365;366;367;368;369;370;371;372;373;374;375;376;377;378;379;380;381;382;383;384;385;386;387;388;389;391;392;393;394;395;396;398;399;400;401;402;403;404;405;406;407;408;409;410;411;412;413;414;415;416;417;418;419;420;421;422;423;424;425;426;427;428;429;430;431;432;433;434;435;436;437;438;439;440;441;442;443;444;445;446;447;448;449;450;451;452;453;454;455;457;458;459;460;461;462;463;464;465;466;467;468;469;470;471;472;473;474;475;476;477;478;479;480;481;482;483;484;485;486;487;488;489;491;492;493;494;495;496;497;498;499;500;501;502;503;504;505;506;507;508;509;510;511;512;513;514;515;516;517;518;519;520;521;522;523;524;525;526;527;528;529;530;531;532;533;534;535;536;537;538;539;540;541;542;543;544;545;546;547;548;549;550;552;553;554;555;556;557;558;559;560;561;562;563;564;565;566;567;568;569;570;571;572;573;574;575;576;577;578;579;580;581;582;583;584;585;586;587;588;589;590;591;592;593;594;595;596;597;598;599;600;601;602;603;604;605;606;607;608;609;610;611;612;614;615;616;617;618;619;620;621;622;623;624;625;626;627;628;629;630;631;632;633;634;635;636;637;638;639;640;641;642;643;644;645;646;647;648;649;650;651;652;653;654;655;656;657;658;659;660;661;662;663;664;665;666;667;668;669;670;671;672;673;674;675;676;677;678;679;680;681;682;683;684;685;686;687;688;689;690;691;692;693;694;695;696;697;698;699;700;701;702;703;704;705;706;707;708;709;710;711;712;713;714;715;716;717;718;719;721;722;723;724;725;726;727;728;729;730;731;732;733;734;735;736;738;740;741;742;743;744;745;746;747;748;749;750;751;752;753;755;756;757;758;759;760;761;762;763;764;765;766;767;768;769;770;771;773;775;776;777;778;779;780;781;782;783;784;785;786;787;788;789;790;791;792;793;794;795;796;798;799;800;801;802;803;804;805;806;807;808;809;810;811;812;813;814;815;816;817;818;819;820;821;822;823;824;825;826;827;828;829;830;831;832;833;834;835;836;837;838;839;840;841;842;843;844;845;846;847;848;849;850;851;852;853;854;855;856;857;858;859;860;861;862;863;864;865;866;867;868;869;870;871;872;873;874;875;876;877;878;879;880;881;882;883;884;885;886;887;888;889;890;891;892;893;894;895;896;897;898;899;900;901;902;903;904;905;906;907;908;909;910;911;912;913;914;915;916;917;918;919;920;921;922;923;924;925;926;927;928;929;930;931;932;933;934;935;936;937;938;939;940;941;942;943;944;945;946;947;948;949;950;951;952;953;954;955;956;957;958;959;960;961;962;963;964;965;966;967;968;969;970;971;972;973;974;975;976;977;978;979;980;981;982;983;984;985;986;987;988;989;990;991;992;993;994;995;996;997;998;999;1000;1001;1002;1003;1004;1005;1006;1007;1009;1010;1011;1012;1013;1014;1015;1016;1017;1018;1019;1020;1021;1022;1023;1024;1025;1026;1027;1028;1029;1030;1031;1032;1033;1034;1035;1036;1037;1038;1039;1040;1041;1042;1043;1044;1045;1046;1047;1048;1049;1050;1051;1052;1053;1054;1055;1056;1057;1058;1059;1060;1061;1062;1063;1064;1065;1066;1067;1068;1069;1070;1071;1072;1073;1074;1075;1076;1077;1078;1079;1080;1081;1082;1083;1084;1085;1086;1087;1088;1089;1090;1091;1092;1093;1094;1095;1096;1097;1098;1099;1100;1101;1102;1103;1104;1105;1106;1107;1108;1109;1110;1111;1112;1113;1114;1115;1116;1117;1118;1119;1120;1121;1122;1123;1124;1125;1126;1127;1128;1129;1130;1131;1132;1133;1134;1135;1136;1137;1138;1139;1140;1141;1142;1143;1144;1145;1146;1147;1148;1149;1150;1151;1152;1153;1154;1155;1156;1157;1158;1159;1160;1161;1162;1163;1164;1165;1166;1167;1168;1169;1170;1171;1172;1173;1174;1175;1176;1177;1178;1179;1180;1181;1182;1183;1184;1185;1186;1187;1188;1189;1190;1191;1192;1193;1194;1195;1196;1197;1198;1199;1200;1201;1202;1203;1204;1205;1206;1207;1209;1210;1211;1212;1213;1214;1215;1216;1217;1218;1219;1220;1221;1222;1223;1224;1225;1226;1227;1228;1229;1230;1231;1232;1233;1234;1235;1236;1237;1238;1239;1240;1241;1242;1243;1244;1245;1246;1247;1248;1249;1250;1251;1252;1253;1254;1255;1256;1257;1258;1259;1260;1261;1262;1263;1264;1265;1266;1267;1268;1269;1270;1271;1272;1273;1274;1275;1276;1277;1278;1279;1280;1281;1282;1283;1284;1285;1286;1287;1288;1289;1290;1291;1292;1293;1294;1295;1296;1297;1298;1299;1300;1301;1302;1303;1304;1305;1306;1307;1308;1309;1310;1311;1312;1313;1314;1315;1316;1317;1318;1319;1320;1321;1322;1323;1324;1325;1326;1327;1328;1329;1330;1331;1332;1333;1334;1335;1336;1337;1338;1339;1340;1341;1342;1343;1344;1345;1346;1347;1348;1349;1350;1351;1352;1353;1354;1355;1356;1357;1358;1359;1360;1361;1362;1363;1364;1365;1366;1367;1368;1369;1370;1371;1372;1373;1374;1375;1376;1377;1378;1379;1380;1381;1382;1383;1384;1385;1386;1387;1388;1389;1390;1391;1392;1393;1394;1395;1396;1400;1401;1402;1403;1404;1405;1406;1407;1408;1409;1411;1412;1413;1414;1415;1416;1417;1418;1419;1420;1421;1422;1423;1424;1425;1426;1427;1428;1429;1430;1431;1432;1433;1434;1435;1436;1437;1438;1439;1440;1441;1442;1443;1444;1445;1446;1447;1448;1449;1450;1451;1452;1453;1454;1455;1456;1457;1458;1459;1460;1461;1462;1463;1464;1465;1466;1467;1468;1469;1470;1471;1472;1473;1474;1475;1476;1477;1478;1479;1480;1481;1482;1484;1485;1486;1487;1488;1489;1490;1491;1492;1493;1494;1495;1496;1497;1498;1499;1500;1502;1503;1504;1505;1506;1507;1508;1510;1511;1512;1513;1514;1515;1516;1517;1518;1519;1520;1521;1522;1523;1524;1525;1526;1527;1528;1529;1530;1531;1532;1533;1534;1535;1536;1537;1538;1539;1540;1541;1542;1543;1544;1545;1546;1547;1548;1549;1550;1551;1552;1553;1555;1556;1557;1558;1559;1560;1561;1562;1563;1564;1565;1566;1567;1568;1569;1570;1571;1572;1573;1574;1575;1576;1577;1578;1579;1580;1581;1582;1583;1584;1585;1586;1587;1588;1589;1590;1591;1592;1593;1594;1596;1597;1598;1599;1600;1601;1602;1605;1606;1607;1608;1609;1610;1611;1612;1613;1614;1615;1616;1617;1618;1619;1620;1621;1622;1623;1624;1625;1627;1628;1629;1630;1631;1632;1633;1634;1635;1636;1637;1638;1639;1640;1641;1642;1643;1644;1645;1646;1647;1648;1649;1650;1651;1652;1653;1654;1655;1656;1657;1658;1659;1660;1661;1662;1663;1664;1665;1666;1667;1668;1669;1670;1671;1672;1673;1674;1675;1676;1677;1678;1679;1680;1681;1682;1683;1684;1685;1686;1687;1688;1689;1690;1691;1692;1693;1694;1695;1696;1697;1698;1699;1700;1701;1702;1703;1704;1705;1706;1707;1708;1709;1710;1711;1712;1713;1714;1715;1716;1717;1718;1719;1720;1721;1722;1723;1724;1725;1726;1727;1728;1729;1730;1731;1732;1733;1734;1735;1736;1737;1738;1739;1740;1741;1742;1743;1744;1745;1746;1747;1748;1749;1750;1751;1752;1753;1754;1755;1756;1757;1758;1759;1760;1761;1762;1763;1764;1765;1766;1767;1768;1769;1770;1771;1772;1773;1774;1775;1776;1777;1778;1779;1780;1781;1782;1783;1784;1785;1786;1787;1788;1789;1790;1791;1792;1793;1794;1795;1796;1797;1798;1799;1800;1801;1802;1803;1804;1805;1806;1807;1808;1809;1810;1811;1812;1813;1814;1815;1816;1817;1818;1819;1820;1821;1822;1823;1824;1825;1826;1827;1828;1829;1830;1831;1832;1833;1834;1835;1836;1837;1838;1839;1840;1841;1842;1843;1844;1845;1846;1847;1848;1849;1850;1851;1852;1853;1854;1855;1856;1857;1858;1859;1860;1861;1862;1863;1864;1865;1866;1867;1868;1869;1870;187Ferqa di nêvbera »ko«, »ku« û »kû« de (2005-05-19)
fjrigjwwe9r0TabArticles:ArticleHeadline
Xewna Mesûd Barzanî ji başûrê Kurdistanê mezintir e (2005-02-07)
 
REKLAM


KOLUMNÎST
Şebabê Egît nabe Şeroyê Biro û ez jî nabim ”heval”
Tolstoy û xelata Nobelê
Kurdistaneka serbixwe û [ne]cida
Heşt rojên şerê xendekê – I
Em û felsefe
Hilbijartinên Kurdistanê ez şok kirim
© 1997–2024 www.nefel.com  |  E-poste: info@nefel.com  |  Powered by Medesoft.org