[ PÊNCŞEM, 2024-03-28 ]   [ BIKE MALPERA DESTPÊKÊ ]   [ BÊXE NÊV BIJAREYAN ]   [ KONTAKT ]   [ INFO ]   [ LÊGERÎN & ARŞÎV ]  
DESTPÊK
Nûçe
Nivîsar
Kulturmagazîn
Hevpeyvîn
Kolumnîst
Ewrokurd
E-Pirtûk
Lîteratûr
Ziman
Muzîk
Foto
Lînk
E-POSTEYA TE
  Nav (Username)  
   
  Þîfre (Password)  
   
   
     
   »E-posteyeka nû
 bo xwe qeyd bike
 
REKLAM


KOLUMNÎST 
Bîhna dêyan tê ji xaltiyan
STOCKHOLM, 9/7 2007 — Her gava ko mirov ji çarçiyê ber bi jor ve hildikişiya, ew li ser qoziya xênî rûniştî bû û bi meraq li wan kesên ko di kuçeyê re dibihurîn temaşe dikir. Kitana wê ya sipî-boz, hibriya wê ya tipikên sor li ser erdê reş û pişta wê ya li ser kitanê, tavilê bala mirovî dikişand. Pişta xwe ji bona mirina mêrê xwe nedabû ser kitanê, lê li ser wefata birayê xwe ko ew berî bi du salan miribû ew yeka hanê kiribû û wê reş jî girêdabû. Gava ji dûr ve bi mirovî re dipeyivî, şewqeke bi qasî şimamokekê di nav lêvên wê yên pembe re ji diranên wê yên zêrînî difûriya.

Ew bi seetan mîna kevokeke sipî li ser qûmaxê xênî rûdinişt û li rêyeke dûr dinêrî. Qopika pişta wê ya ji ber ko di zaroktiya xwe de di hespî werbûbû, ew hîna bêtir xwînşêrîn nîşan dida. Gava radibû ser xwe, pêşî permek dida xwe û qopika xwe rast dikir, şikiriya xwe dianî û dawa xwe dawdişand û bi gavên hêdîka dimeşiya.

Di serê êvaran de, gava ko pîrekên meheleyê derdiketin ber deriyan û mîna marên ji bin axê derketî xwe dida ber beroşkên tava destpêka biharê, wê jî ji ser qoziya xaniyê xwe bi wan re dikir qebeqeb. Ew zû bi zû danediket nav pîrekan. Ew kirina wê ji bona hin kesan wek pozbilindiyekê dihat, lê wê xwe bi wê yekê diawiqand ko ew li ser wê qoziyê bimaya, wextî serê kurê wê di kuçeya jêrîn re xuya bibûya. Yan jî wextî zarokekî bi tirageke şîn a mîqa ber bi wê ve baz bidaya û bigotaya, “Xaltîkê, mizgîna min li te, waye kurê te ji eskeriyê hat.”. Wê gavê, wê dê xwe ji ser qûmaxê xênî bera xwarê bidaya û bi du dengan bilîrandaya. Wê dê destê xwe biavêtaya bêrîka kirasê xwe yê binî û deh baxnota şîn dirêjî xwediyê mizgînê bikiraya. Ew ê di dirêncekan de bigindiriyaya û serberjêr bibûya.

Bi qerepereya wê re dê qîz û bûk û jinebiyên taxê vehewiyana. Wê yê ji pêncî gavî de himbiza xwe vekiraya û ber bi kurê xwe ve bipekiyaya. Wê yê pêxîla xwe vekiraya û bigotaya, ”Şabaş ji Xwedê re, şabaş.”. Wê yê serê kurê xwe teva kepê eskerî têxistaya pêxîla xwe û devê xwe têxistaya rûyê wî yê kurrkirî. Ew ê gah bigiriyaya û gah jî bilîrandaya. Wê yê carekê serê wî ji nav pêxîla xwe bilind bikiraya, rûyê wî bidaya hemberî rûyê xwe, bi çavên xwe yên şilopeyî li çavên wî yên zelûlbûyî temaşe bikiraya û careke dinê serê wî di nav herdu lepên xwe de biguvaştaya û çar caran li ser hev ew maçî bikiraya. Hemû mehele dê li pişt wê bisekiniyaya da ji eskerê wê re bigotaya ko tu bi xêr hatî.

Ew ê di pêşiya wan de bireviyaya û nifteya xwe ji ber pişta xwe derxistaya. Hîna serê qerebalixiyê negîhaştaya dirênceka yekê, wê yê nifte li deriyî bixistaya. Wê yê xar bibiraya sobeya berêdagirtî û rahiştaya şûşeya gazê. Wê yê firrek bera ser êzingên mazî bidaya û darikê niftika xwe li qiraxa wê bixistaya. Vêketina darikî dê qelp bikiraya. Wê yê di ber xwe de bigotaya, ”Gû tê de be, înşaleh! Ma çi bûye ko ew vênakeve?!” û darikê xwe dîsa bi kerbîn li qoziya niftikê bixistaya. Niftika wê ya nermijî, piştî cara çaran dê pifînî pê biketaya û alewiya agirî dê ji nav êzingên mazî xwe li lûleya sobeyê bigirtaya. Çavekî wê dê li agirê sobeyê û yê din jî li eskerê wê û li mêvanên ko bera dû wan dabûn bûya. Agirê wê dê ji ber xezeba bayî bitefiyaya û wê yê du caran li ser hev pif bikiraya sobeyê. Bi qandî nîv bîhnê wê yê li dengê pifa xwe guhdarî bikiraya. Ji nişka ve guriyeke bi qandî biskê bûkeke çarrokî dê di çaviya devê sobeyê re bibezikiya ser çavê wê. Wê yê bi kufiriyeke şêrîn bigotaya ko gûyê kûçikê min tê de be, înşaleh û xwe li ser qûna xwe bizîvirandaya da berê xwe bidaya mêvanan.

Tiketika sobeyê dê tev li dengên qerepereya pîrekên meheleyê bibûya. Wê yê baz bidaya devê deriyî û dîsa vegeriyaya hundir. Tebatî dê nehataya wê û wê yê bi çengulê min bigirtaya û bigotaya, ”Xaltîka te bi qurbana serê te be ko tu dê bang li Remoyê qesab bikî! Bila bê vî golikî ser jê bike.”. Min ê yeka wê nekiraya dudu û ez ê bi rev biçûmaya ber deriyê xalê Remo. Li vegerê, wê yê bêrîka min ji dexleya qumêdîna xwe tije bihîv bikiraya û çend baxnotên ko di kefa destê xwe de gufaştibûn bi zorê bera bêrîka min bidana. Yek ji wan baxnotan dê biketaya xwarê û min ê bi lez bera dû wê bidaya, ew ê li cîhekî biherî biçikiyaya û çirûsîna serê Atatirkî dê bidaya çavên min ên nûtikî.

Golikê zerîn dê bi lotik bihataya ber deriyî. Haya wî yê ji bayê felekê tune bûya. Ji wî hebû ko Sitîzibêde dikira ka û ceh bidaya wî. Kêfa wî dê li cîh bûya û bi teleb bûya. Wî yê weke hercar bi delalî lêv-lapûrên xwe dêrêjî kefa destê Sitîzibêdeyê bikirina, lê eceleya Sitîzibêdeyê hebû, bi pişta destê xwe yê rastê li lêvûlapûrên wî bixistaya û baz bidaya hundir. Golikê zerîn dê firnik bikutana û cara dawiyê li dû wê binêriya. Heta ko Sitîzibêdeyê çaya mêvanan hazir bikiriya, xwîna golikê zerîn dê li eniya kurê wê keşmûşk bigirtana jî.

Fatreşka golikî dê para min bûya...

Her ko ez di ber deriyê wê re dibihurim, ez muxdarekî li wê qoziya qumaxa xaniyê wê dinerim; ji min heye ko wextî qopika wê di bin kitana sipî re bilind bibe û mîna kevokeke sipî bi ber çavên min keve.

Êdî çavlêketina bihîvan ji çirûsandina eynika qumêdîna wê tûşek e, tevzîyeke ramûsanên li ser rûyên zarokekî ne ko diricifin.

Bîha bayê xerbî di serê êvara her biharê de min ber bi fatîhexwedineke zaroktiyê ve dibe. Di herdu kulmên min de bayekî henûniyê digewime û li ser rûyê min dibe bayê duaya êvarê ko dengê milayketan di guhên min de dipilpilîne, ”Bîhna dêyan tê ji xaltiyan".

-----------------------------------
Nivîskar: ENWER KARAHAN enwerkarahan@hotmail.com
Weşandin: 2007-07-09
Xwendin: 4114
 

KOLUMNÊN BERÊ   
A min jî heta bi vira: Vê gavê bi xatirê we (2009-11-16)
Heqareta li gora kurdekî PKKyî — Mahmûd Guden (2009-10-24)
Nesrîn (2009-09-05)
Serê min çi qasî dişibe yê bavê min (2009-06-21)
Ber bi konferansa Diyarbekirê ve û helwêsta "Birayên me" (2009-05-29)
Bi hurmeteke bêdengî, keko (2009-05-15)
Helîm Yûsivî şaş fahm kiriye (2009-04-29)
Pêşî konferansa dawî (2009-04-22)
Ez çûm mala Aylîn xanimê (2009-03-30)
Teyrê xerîb (2009-02-18)
Tu di çavên min de bûbûyî çiyayek (2009-02-03)
Du şoreşgerên serxweş (2009-01-22)
Alî Fikrî Işik daweya çi dike? (2009-01-17)
Rojîn (2009-01-16)
TRTya kurdî, yên li gel û yên li dij (2008-12-27)
Xeyda ji min xeyidî ye (2008-12-17)
Min ricaya te bi cîh anî, ezbenî (2008-11-20)
Romaneke mûhteşem: Hêlîna qertelan (2008-11-05)
Kurd1 dê dest bi weşanê bike, yan na? (2008-11-01)
Meram (2008-10-22)
NERÎNGEH
 
[kitêb] Sun Zî: Hunera şer (2016-04-21)
Ismail Beşikçi ji kurdan re li ser ermeniyan semînerek da (2013-09-28)
Kurdistan berî serxwebûna siyasî ”serxwebûna petrolê” û ekonomîk îlan dike (2012-05-21)
Tewanga navdêrên zimanê kurdî (2009-02-08)
Umît Firat dibêje navnîşana çareserîya pirsa kurd ne PKK ye (2008-11-11)
Hêro Talebanî: Min nedixwest Mam Celal bibe serokkomarê Iraqê [foto] (2007-05-10)
Alfabeya kurdî-latînî ji bo zimanê kurdî ji alfabeya kurdî-erebî minasibtir e (2005-11-02)
fjrigjwwe9r0TabArticles:ArticleHeadline
vv9v8v09fq:TabArticles:4;8;12;14;17;19;21;22;23;24;28;29;30;31;32;40;41;43;44;46;48;49;51;52;53;54;55;56;58;60;62;63;64;65;66;67;69;71;72;74;75;76;77;78;79;80;81;82;84;85;86;90;91;92;94;95;96;97;98;100;102;103;104;105;106;107;109;110;111;112;113;114;115;116;117;118;119;120;121;122;123;124;125;126;127;128;129;130;131;132;133;134;136;137;138;139;140;141;142;143;144;145;146;147;149;150;151;152;153;155;157;158;159;160;163;164;165;166;167;168;169;170;171;172;173;174;175;176;178;179;180;181;182;183;184;185;186;187;188;189;190;191;192;193;194;195;196;197;198;199;200;202;203;204;205;206;207;208;209;210;211;212;213;214;215;216;217;218;219;221;222;223;224;225;226;227;228;229;230;231;232;233;234;235;236;237;238;239;240;241;242;243;244;245;246;247;248;249;250;251;253;254;255;256;257;258;259;260;261;262;263;264;265;266;267;268;269;270;271;272;273;274;275;276;277;278;279;280;281;282;283;284;285;286;287;288;289;290;291;293;294;295;296;297;298;301;302;303;304;305;306;307;308;309;310;311;312;313;314;315;316;317;318;319;320;321;322;323;324;325;326;327;328;329;330;331;332;333;334;335;336;337;338;339;340;341;342;343;344;345;346;347;348;349;350;351;352;353;354;355;356;357;358;359;360;361;362;363;364;365;366;367;368;369;370;371;372;373;374;375;376;377;378;379;380;381;382;383;384;385;386;387;388;389;391;392;393;394;395;396;398;399;400;401;402;403;404;405;406;407;408;409;410;411;412;413;414;415;416;417;418;419;420;421;422;423;424;425;426;427;428;429;430;431;432;433;434;435;436;437;438;439;440;441;442;443;444;445;446;447;448;449;450;451;452;453;454;455;457;458;459;460;461;462;463;464;465;466;467;468;469;470;471;472;473;474;475;476;477;478;479;480;481;482;483;484;485;486;487;488;489;491;492;493;494;495;496;497;498;499;500;501;502;503;504;505;506;507;508;509;510;511;512;513;514;515;516;517;518;519;520;521;522;523;524;525;526;527;528;529;530;531;532;533;534;535;536;537;538;539;540;541;542;543;544;545;546;547;548;549;550;552;553;554;555;556;557;558;559;560;561;562;563;564;565;566;567;568;569;570;571;572;573;574;575;576;577;578;579;580;581;582;583;584;585;586;587;588;589;590;591;592;593;594;595;596;597;598;599;600;601;602;603;604;605;606;607;608;609;610;611;612;614;615;616;617;618;619;620;621;622;623;624;625;626;627;628;629;630;631;632;633;634;635;636;637;638;639;640;641;642;643;644;645;646;647;648;649;650;651;652;653;654;655;656;657;658;659;660;661;662;663;664;665;666;667;668;669;670;671;672;673;674;675;676;677;678;679;680;681;682;683;684;685;686;687;688;689;690;691;692;693;694;695;696;697;698;699;700;701;702;703;704;705;706;707;708;709;710;711;712;713;714;715;716;717;718;719;721;722;723;724;725;726;727;728;729;730;731;732;733;734;735;736;738;740;741;742;743;744;745;746;747;748;749;750;751;752;753;755;756;757;758;759;760;761;762;763;764;765;766;767;768;769;770;771;773;775;776;777;778;779;780;781;782;783;784;785;786;787;788;789;790;791;792;793;794;795;796;798;799;800;801;802;803;804;805;806;807;808;809;810;811;812;813;814;815;816;817;818;819;820;821;822;823;824;825;826;827;828;829;830;831;832;833;834;835;836;837;838;839;840;841;842;843;844;845;846;847;848;849;850;851;852;853;854;855;856;857;858;859;860;861;862;863;864;865;866;867;868;869;870;871;872;873;874;875;876;877;878;879;880;881;882;883;884;885;886;887;888;889;890;891;892;893;894;895;896;897;898;899;900;901;902;903;904;905;906;907;908;909;910;911;912;913;914;915;916;917;918;919;920;921;922;923;924;925;926;927;928;929;930;931;932;933;934;935;936;937;938;939;940;941;942;943;944;945;946;947;948;949;950;951;952;953;954;955;956;957;958;959;960;961;962;963;964;965;966;967;968;969;970;971;972;973;974;975;976;977;978;979;980;981;982;983;984;985;986;987;988;989;990;991;992;993;994;995;996;997;998;999;1000;1001;1002;1003;1004;1005;1006;1007;1009;1010;1011;1012;1013;1014;1015;1016;1017;1018;1019;1020;1021;1022;1023;1024;1025;1026;1027;1028;1029;1030;1031;1032;1033;1034;1035;1036;1037;1038;1039;1040;1041;1042;1043;1044;1045;1046;1047;1048;1049;1050;1051;1052;1053;1054;1055;1056;1057;1058;1059;1060;1061;1062;1063;1064;1065;1066;1067;1068;1069;1070;1071;1072;1073;1074;1075;1076;1077;1078;1079;1080;1081;1082;1083;1084;1085;1086;1087;1088;1089;1090;1091;1092;1093;1094;1095;1096;1097;1098;1099;1100;1101;1102;1103;1104;1105;1106;1107;1108;1109;1110;1111;1112;1113;1114;1115;1116;1117;1118;1119;1120;1121;1122;1123;1124;1125;1126;1127;1128;1129;1130;1131;1132;1133;1134;1135;1136;1137;1138;1139;1140;1141;1142;1143;1144;1145;1146;1147;1148;1149;1150;1151;1152;1153;1154;1155;1156;1157;1158;1159;1160;1161;1162;1163;1164;1165;1166;1167;1168;1169;1170;1171;1172;1173;1174;1175;1176;1177;1178;1179;1180;1181;1182;1183;1184;1185;1186;1187;1188;1189;1190;1191;1192;1193;1194;1195;1196;1197;1198;1199;1200;1201;1202;1203;1204;1205;1206;1207;1209;1210;1211;1212;1213;1214;1215;1216;1217;1218;1219;1220;1221;1222;1223;1224;1225;1226;1227;1228;1229;1230;1231;1232;1233;1234;1235;1236;1237;1238;1239;1240;1241;1242;1243;1244;1245;1246;1247;1248;1249;1250;1251;1252;1253;1254;1255;1256;1257;1258;1259;1260;1261;1262;1263;1264;1265;1266;1267;1268;1269;1270;1271;1272;1273;1274;1275;1276;1277;1278;1279;1280;1281;1282;1283;1284;1285;1286;1287;1288;1289;1290;1291;1292;1293;1294;1295;1296;1297;1298;1299;1300;1301;1302;1303;1304;1305;1306;1307;1308;1309;1310;1311;1312;1313;1314;1315;1316;1317;1318;1319;1320;1321;1322;1323;1324;1325;1326;1327;1328;1329;1330;1331;1332;1333;1334;1335;1336;1337;1338;1339;1340;1341;1342;1343;1344;1345;1346;1347;1348;1349;1350;1351;1352;1353;1354;1355;1356;1357;1358;1359;1360;1361;1362;1363;1364;1365;1366;1367;1368;1369;1370;1371;1372;1373;1374;1375;1376;1377;1378;1379;1380;1381;1382;1383;1384;1385;1386;1387;1388;1389;1390;1391;1392;1393;1394;1395;1396;1400;1401;1402;1403;1404;1405;1406;1407;1408;1409;1411;1412;1413;1414;1415;1416;1417;1418;1419;1420;1421;1422;1423;1424;1425;1426;1427;1428;1429;1430;1431;1432;1433;1434;1435;1436;1437;1438;1439;1440;1441;1442;1443;1444;1445;1446;1447;1448;1449;1450;1451;1452;1453;1454;1455;1456;1457;1458;1459;1460;1461;1462;1463;1464;1465;1466;1467;1468;1469;1470;1471;1472;1473;1474;1475;1476;1477;1478;1479;1480;1481;1482;1484;1485;1486;1487;1488;1489;1490;1491;1492;1493;1494;1495;1496;1497;1498;1499;1500;1502;1503;1504;1505;1506;1507;1508;1510;1511;1512;1513;1514;1515;1516;1517;1518;1519;1520;1521;1522;1523;1524;1525;1526;1527;1528;1529;1530;1531;1532;1533;1534;1535;1536;1537;1538;1539;1540;1541;1542;1543;1544;1545;1546;1547;1548;1549;1550;1551;1552;1553;1555;1556;1557;1558;1559;1560;1561;1562;1563;1564;1565;1566;1567;1568;1569;1570;1571;1572;1573;1574;1575;1576;1577;1578;1579;1580;1581;1582;1583;1584;1585;1586;1587;1588;1589;1590;1591;1592;1593;1594;1596;1597;1598;1599;1600;1601;1602;1605;1606;1607;1608;1609;1610;1611;1612;1613;1614;1615;1616;1617;1618;1619;1620;1621;1622;1623;1624;1625;1627;1628;1629;1630;1631;1632;1633;1634;1635;1636;1637;1638;1639;1640;1641;1642;1643;1644;1645;1646;1647;1648;1649;1650;1651;1652;1653;1654;1655;1656;1657;1658;1659;1660;1661;1662;1663;1664;1665;1666;1667;1668;1669;1670;1671;1672;1673;1674;1675;1676;1677;1678;1679;1680;1681;1682;1683;1684;1685;1686;1687;1688;1689;1690;1691;1692;1693;1694;1695;1696;1697;1698;1699;1700;1701;1702;1703;1704;1705;1706;1707;1708;1709;1710;1711;1712;1713;1714;1715;1716;1717;1718;1719;1720;1721;1722;1723;1724;1725;1726;1727;1728;1729;1730;1731;1732;1733;1734;1735;1736;1737;1738;1739;1740;1741;1742;1743;1744;1745;1746;1747;1748;1749;1750;1751;1752;1753;1754;1755;1756;1757;1758;1759;1760;1761;1762;1763;1764;1765;1766;1767;1768;1769;1770;1771;1772;1773;1774;1775;1776;1777;1778;1779;1780;1781;1782;1783;1784;1785;1786;1787;1788;1789;1790;1791;1792;1793;1794;1795;1796;1797;1798;1799;1800;1801;1802;1803;1804;1805;1806;1807;1808;1809;1810;1811;1812;1813;1814;1815;1816;1817;1818;1819;1820;1821;1822;1823;1824;1825;1826;1827;1828;1829;1830;1831;1832;1833;1834;1835;1836;1837;1838;1839;1840;1841;1842;1843;1844;1845;1846;1847;1848;1849;1850;1851;1852;1853;1854;1855;1856;1857;1858;1859;1860;1861;1862;1863;1864;1865;1866;1867;1868;1869;1870;187Ferqa di nêvbera »ko«, »ku« û »kû« de (2005-05-19)
fjrigjwwe9r0TabArticles:ArticleHeadline
Xewna Mesûd Barzanî ji başûrê Kurdistanê mezintir e (2005-02-07)
 
REKLAM


KOLUMNÎST
Şebabê Egît nabe Şeroyê Biro û ez jî nabim ”heval”
Tolstoy û xelata Nobelê
Kurdistaneka serbixwe û [ne]cida
Heşt rojên şerê xendekê – I
Em û felsefe
Hilbijartinên Kurdistanê ez şok kirim
© 1997–2024 www.nefel.com  |  E-poste: info@nefel.com  |  Powered by Medesoft.org