[ PÊNCŞEM, 2024-04-18 ]   [ BIKE MALPERA DESTPÊKÊ ]   [ BÊXE NÊV BIJAREYAN ]   [ KONTAKT ]   [ INFO ]   [ LÊGERÎN & ARŞÎV ]  
DESTPÊK
Nûçe
Nivîsar
Kulturmagazîn
Hevpeyvîn
Kolumnîst
Ewrokurd
E-Pirtûk
Lîteratûr
Ziman
Muzîk
Foto
Lînk
E-POSTEYA TE
  Nav (Username)  
   
  Þîfre (Password)  
   
   
     
   »E-posteyeka nû
 bo xwe qeyd bike
 
REKLAM


KOLUMNÎST 
Di bin serokatiya Newzad Hirorî de pêşeroja Kitêbxaneya Kurdî
STOCKHOLM, 6/6 2007 — Min di derbarê Kitêbxaneya Kurdî de di sala 2005an de nivîsek nivîsîbû. Di wê nivîsê de hin agahdarî û nirxandineke piçûk jî hebûn. Ji bona ko ew tişt dubare nebin, ez ê wê nivîsê jî ji bona kesên ko nexwendine, di dawiya vê nivîsê de li jêr biweşînim.

Kitêbxaneya Kurdî vê gavê wek esereke Nedîm Dagdevîrenê rehmetî (wî di 2yê adara 2007an de rehmet kir) li girava Skeppsholmena Stockholmê di xizmeta kurdan de ye. Ev serê deh salan e ko ev dezgehê kurdan yê hêja bi awayên cuda xizmetê ji ziman, edebiyat û kultura kurdî re dike.

Weke tê zanîn li dû wefata Nedîmî, vê gavê kek Newzad Hirorî bûye midûrê Kitêbxaneya Kurdî. Berî her tiştî bila ev karê wî li ser xêrê be û ez di dema pêş de jî hêviya serkeftinê di karûbarên wî de dikim.

Gelek kes kek Newzadî ji nêzîk de nas nakin. Ji ber vê nenaskirinê jî bi hin kurdan re teredudek heye ko ew nikaribe ji heq vî karî derkeve. Yan jî belkî gotina ”jiheqdeneketinê” ne di cîh de be, belbî tê fikirandin ko ew dê nikaribe bi qasî Nedîmê rehmetî vî karî bi rê ve bibe.

Ez kek Newzadî ji nêzîk de nas dikim. Ez û ew zêdeyî du salan bi hev re xebitî ne. Ez îdea nakim ko hin tiştên Nedîmî dikirin ew dê bikare bike, lê ez îdea dikim û pê bawerim ko ew ê di demeke nêzîk de karûbarên Kitêbxaneyê baştir bi pêş de bive. Gelek xusûsiyet û awantajên Newzadî hene ko karê midûriya Kitêbxaneyê bi awayekî serkeftî bi rê ve bibe. Ya pêşî, kek Newzad ne xerîbê vî karî ye, ew berê jî di karê Kitêbxaneyê de xebitîye û gelek karên Kitêbxaneyê wî bi xwe kirine. Ya duduyan, ew bi gelek zimanan dizane (erebî, swêdî, îngilîzî, du zaravayên kurdî…) û di heman demê de ew zimannas e. Ew edebiyata kurdî ji nêzîk ve taqîb dike û dostê kitêban û nivîsê ye. Ew bi xwe behdînî ye û pireya di navbera devok û zaravayên kurdiyê de ye û her weha ew ji bona kurmancîaxêfan şanseke mezin e. Ya sisiyan, ew ji karê teknîkê û kompîturê baş fahm dike… Bi rastî jî gelek xusûsiyetên kek Newzadî hene ko ez bibêjim û belkî yek jî ji wan bala we nekişîne, lê dibe ya herî pir we eleqeder bike ew be ku; berî her tiştî ew mirovekî durist û jîr e; xwediyê gotina xwe ye, di karê xwe de biserketî û bi dîsîplîn e. Bila hûn misterîh bin ko ew ê bi îtinayeke mezin li hêjayiyên we miqate be. Ez bi wê yekê bawer im ko ew ê li pêşniyarên we jî guhdarî bike û qîmetê bide fikrên we.

Kitêbxaneya Kurdî hata bi niha gelek karên baş kirine û helbet gelek karên ko divê bên kirin hene. Teva hemû xizmetên xwe, hin tiştên ko heta bi niha nehetine kirin jî hene. Di dema pêş de ev bar dikeve ser milê kek Newzadî ko ew wan bike. Ez ê bi çend nuxteyan pêşniyarên xwe rêz bikim:

1- Berî hertiştî ew kêmaniya nivîskarekî/e kurd ko divê di îdareya weqfa Kitêbxaneyê de hebe/hebûya, bê safî kirin. Ji ber ko di destûra weqfa Kitêbxaneyê de hatiye nivîsîn ko divê nivîskarekî/e kurd -di heman demê de endamê/a Yekîtiya Nivîskarên Swêdê be- di îdareyê de cîh bigre, lê ji avabûna Kitêbxaneyê heta bi niha jî ev yeka hanê pêk nehetiye. Ev jî kêmaniyeke mezin e û belbî ev sedema sereke ye ko nivîskarên kurd bi xurtî dostaniya Kitêbxaneyê nakin. Yan divê ew madeya hanê ji destûrê derkeve, yan jî divê ew mesele safî bibe.
Ji bona vê sedemê jî ez bawer dikim ko divê ew bi nivîskarên kurd re civînekê li dar bixe û him fikrên wan û him jî li pêşniyarên wan yên ji bona pêşerojê guhdarî bike.

2- Kitêbxaneya Kurdî di nav gelek çalekiyên xwe yên din de, ji bo nivîskarên kurd ko bi zimanên biyanî dinivîsînin civîn û danasîna kitêbên wan çêdike/çêdikir. Lê ew yeka hanê ji bona nivîskarên kurd ko bi zimanê xwe dinivîsin, nedihat/nayê kirin. Divê Kitêbxane vê durûmetiyê ji orteyê rake; ew qîmet û rûmeta ko dide wan kesan û kitêbên wan, divê bide nivîskarên kurd ko bi kurdî dinivîsin.

3- Ew kitêbên ko heta niha hatine dijîtalîzekirin divê ji bona xwendevanên kurdî li ser înternetê bên belavkirin.

4- Kitêbxaneya Kurdî dikare li lokala xwe şevên edebiyatê (helbest, çîrok, ziman û hwd…) li dar bixe.

5- Kitêbxane dikare bultenekê derbixe. (ev dikare li ser netê jî be)

6- Ji ber rol û giringiya Kitêbxaneyê, divê Kitêbxane ji salê carekê -bi navê xwe yan jî bi navên cuda- xelatekê bide. Navê vê xelatê, xisûsiyet û organîzekirina wê dê çawa be, ew bi xwe biryarê dide.

Tiştên ko vê gavê ez pêşniyar bikim, ev in.

Rastiyek heye ko gelek kurdan berê xwe ji Kitêbxaneyê guherî ye. Divê Kitêbxane hewil bide ko dostanî û piştgiriya hemû kurdan werbigire. Ji bo vê yekî jî divê bi kategoriyên cuda yên civata kurdên Swêdê re têkilî bên danîn. Ev bar jî li ser milê kek Newzadî û xebatkarên Kitêbxaneyê dikeve.

Kitêbxaneya Kurdî dezgehekî kurdan yê giring e. Gelek tiştên ko divê Kitêbxane bikin hene, lê wazîfeya kurdan jî ew e ko bi xurtî piştgiriya vî dezgehî bikin û lêbixwedî derkevin.


***

Kitêbxaneya Kurdî

Kurdên ko li Swêdê dijîn –bi piranî- haya wan ji Kitêbxaneya Kurdî heye, lê ji bona kurdên ko ne li Swêdê ne, ez dixwazim bi çend gotinan qala vî dezgehê kurdî bikim.

Swêd welatekî weha ye ko ji hêla rêxistinên demokratîk yên sivîl û nemaze jî dezgehên kulturî ve îmkanên mezin dide civatê. Ev îmkanên hanê ne bi tenê swêdî jê îstifade dikin, herweha hemû gûrûpên biyanî jî jê îstifade dikin. Gava swêdî zanibin bi rastî jî mirov dixwaze tiştekî ko di xizmeta civatê de ye (nemaze jî meseleyên kulturî) tu carî “na”bûn li ba wan tune ye; bila projeyeke maqûl be, bes e. Kitêbxaneya Kurdî jî encama projeke bi vî rengî ye ko ew ji tefê Nedîm Dagdevîranî ve hatibû hazir kirin ko ew vê gavê midûrê Kitêbxaneyê ye.

Helbet him kurdan û him jî grûpên ji miletên dinê ev ciwanmêriya swêdiyan gelek caran îstismar kirine. Ji ber vê îstismariyê jî swêdiyan tedbîr wergirtine û nema wek berê alîkariya hin tiştan dikin. Weke tê zanîn, berê bi dehan kovar û rojnameyên bi kurdî derdiketin, bi dehan komele û dezgehên kurdan hebûn; lê vê gavê hejmareke pir hindik maye. Kovar û rojnameyên kurdî, hema hema tune ne.

Kitêbxaneya Kurdî yek ji van dezgehan e ko bi alîkariya dewleta Swêdê hetiye vekirin û îroj jî bi piştgiriya wê fînansmana xwe bi rê ve dibe. Wezarete Kulturê her sal ko butçeya xwe ya salane plan dike, li dora milyonekûdused (1 200. 000) hezar kronî ji bona mesrefên Kitêbxaneyê vediqetîne. Herweha belediyeya Stockholmê jî alîkariya kirêya wê dike. Ev meserefên hanê ji bona kirrîna kitêban, meaşê karkiran û mesrefên ji bona çalekiyên Kitêbxaneyê ne.

Ez bawer dikim ko bi vê sîstemê, yanî bi sîstema kitibxaneyê (ji xêndî başûrê Kurdistanê) kurd cara pêşî dibin xwedî îmkaneke weha ko cîhekî wan yê parastina kitêb, kovar û dokumentasiyoneke xwedî arşîv heye. Hin dezgehên ko di nava xwe de xwedî kitêbxaneya xwe ya xweser in, hene; lê ew bi gelek tiştên din ve jî mijîl dibin. Qada xebata wan ne bi tenê karê kitêbxaneyê ye. Nimûneya vêya ya herî ber bi çav Enstîtuya Kurdî ya Parîsê ye. Karê Kitêbxaneya Kurdî yê sereke arşîvkirina belge, kaset, kitêb, rojname û hwd. yên bi kurdî û li ser kurdan in û wan pêşkêşî xizmeta kurdan bike.

Li Kitêbxaneya Kurdî vê gavê li dora şeş (6000) hezar kitêbên qeydkirî hene ko ew bi kurdî ne (bi hemû zaravayan) û li ser kurdan in. Bi gelek zimanan kitêbên ko li ser kurdan hatine nivîsîn, li Kitêbxaneyê henin. Li dora 35 zimanan li ser kurdan kitêb (hin ji vana yek yan jî du lib tenê ne) hene. Herî pir jî bi zimanê tirkî, erebî, farizî û îngîlîzî nin. Herweha li dora (2000) du hezar kaset û CD yên muzîka kurdî (çend fîlm jî hene) ko hatine qeyd kirin û arşîvkirin hene. Bi sedan kovar, rojname, broşur û belgeyên arşîvkirî hene ko kurd bixwazin karin jê îstifade bikin. Gelek ji van kitêban du nusheyên wan (yan jî zêdeyî duduyan) hene. Ew kitêbên ko du nusheyên wan hebin, mirov dikare ji bona sê hefteyan bi emanetî bibe mala xwe û ji xwe re bixwîne. Heger ji kitêbekê zêdeyî nusheyekê tune be, mirov dikare wê li Kitêbxaneyê bixwîne û heger bixwaze, dikare hin beşên wê kopî jî bike.

Kitêbxaneya Kurdî li ser giravekê ye ko navê wê Skeppsholmen e. Ev girav, giraveke ko ji gelek muzexane û dezgehên kulturî pêk tê. Orta giravê û merkeza bajêr, bi meşê 15 - 20 deqîqe ye û bi erebeyê jî çar - pênc deqîqe ye. Ev girav, giraveke weha ye ko roj hene bi sedan însan wê û dezgehên wê zîyaret dikin. Helbet bi piranî swêdî ne ko diherin li muzexane û dezgehên xwe digerin. Yek liban jî kurd hene ko diherin zîyareta Kitêbxaneyê.

Kitêbxaneya Kurdî di bin navê weqfekê de hatiye damezirandin ko ew ji rêxistinên cûda pêk tê. Herweha encumeneke wê ya şêwirdariyê heye ko ji gelek kurdologan pêk tê ko ew li welatên cûda dijîn. Li gel van jî komeleyeke dostên Kitêbxaneyê heye.

Kitêbxane li binya Muzaxaneya Moderna û li kêleka Navenda Centrûma gel ya Kulturî ye. Ew li perê avê ye û cîhê wê gelekî xweş e. Keştiyên gelek artîst û navdarên swêdî cîranê wê ne ko ew wek mal bi kar tînin.

Helbet di serê her kurdî de gotina ”kitêbxaneyê” ne zelal e. Ji ber ko ez bi xwe jî sê salan lê xebitîme, ez hin tiştan dizanim. Gelek caran hin kesan telefon dikirin û li firotina kitêban dipirsîn. Hin kesan dixwest ko kitêbên xwe li wir dînin (ev nivîskar in jî) ko Kitêbxane ji wan re bifiroşe. Hin kesan daxwaza çapkirina berhemên xwe li Kitêbxaneyê dikir. Hin caran jî hin kesan ji xwe re kitêbek hildibijart û dixwest ko fiyeta wê zanibin da bikire.

Ji hêla din ve, bi dehan kurd hene ko alîkariya Kitêbxaneyê kirine. Hin kesan kitêbxaneyên xwe yên şexsî û arşîvên xwe diyarî Kitêbxaneyê kirine. Ji Kurdistanê û gelek deverên dinê, bi sedan kitêb ji bona Kitêbxaneyê hatine diyarîkirin. Gelek jî hatine kirîn.

Hin kurd jî hene ko gelek tiştên bi qîmet ko li piyaseyê pêde nabin, li ba wan hene lê naxwazin bidin Kitêbxaneyê. Hin kurd hene, ji roja ko Kitêbxane ava bûye (1997) û heta bi niha jî lingê wan bi wir nebûye. Bi kinayî, qasî ko dostên Kitêbxaneyê hene, ew qas kes jî hene ko berê xwe jê guherîne, ji serî de jî nivîskarên kurd.

Baş e, ev cîhê ko ew qasî xweş e û îmkanên wê yên mezin hene, kurd çi qasî jê îstifade dikin? Ev pirs bi serê xwe mijara minaqaşeyeke din e û gelek sedemên wê jî hene. Ez ji van sedeman hinan zanim û hinan jî nizanim. Ji xwe armanca vê nivîsê ne ew e ko ez minaqaşeyeke weha vekim. Bi tenê, ez dixwazim bête zanin ko li Stockholmê Kitêbxaneya Kurdî heye û gelek îmkanên wê hene ko lêkolîner, nivîskar û rojnamevan, xwendevan û hwd. karin jê îstifade bikin.


Meha 10an sala 2005an

-----------------------------------
Nivîskar: ENWER KARAHAN
Weşandin: 2007-06-05
Xwendin: 4782
 

KOLUMNÊN BERÊ   
A min jî heta bi vira: Vê gavê bi xatirê we (2009-11-16)
Heqareta li gora kurdekî PKKyî — Mahmûd Guden (2009-10-24)
Nesrîn (2009-09-05)
Serê min çi qasî dişibe yê bavê min (2009-06-21)
Ber bi konferansa Diyarbekirê ve û helwêsta "Birayên me" (2009-05-29)
Bi hurmeteke bêdengî, keko (2009-05-15)
Helîm Yûsivî şaş fahm kiriye (2009-04-29)
Pêşî konferansa dawî (2009-04-22)
Ez çûm mala Aylîn xanimê (2009-03-30)
Teyrê xerîb (2009-02-18)
Tu di çavên min de bûbûyî çiyayek (2009-02-03)
Du şoreşgerên serxweş (2009-01-22)
Alî Fikrî Işik daweya çi dike? (2009-01-17)
Rojîn (2009-01-16)
TRTya kurdî, yên li gel û yên li dij (2008-12-27)
Xeyda ji min xeyidî ye (2008-12-17)
Min ricaya te bi cîh anî, ezbenî (2008-11-20)
Romaneke mûhteşem: Hêlîna qertelan (2008-11-05)
Kurd1 dê dest bi weşanê bike, yan na? (2008-11-01)
Meram (2008-10-22)
NERÎNGEH
 
[kitêb] Sun Zî: Hunera şer (2016-04-21)
Ismail Beşikçi ji kurdan re li ser ermeniyan semînerek da (2013-09-28)
Kurdistan berî serxwebûna siyasî ”serxwebûna petrolê” û ekonomîk îlan dike (2012-05-21)
Tewanga navdêrên zimanê kurdî (2009-02-08)
Umît Firat dibêje navnîşana çareserîya pirsa kurd ne PKK ye (2008-11-11)
Hêro Talebanî: Min nedixwest Mam Celal bibe serokkomarê Iraqê [foto] (2007-05-10)
Alfabeya kurdî-latînî ji bo zimanê kurdî ji alfabeya kurdî-erebî minasibtir e (2005-11-02)
fjrigjwwe9r0TabArticles:ArticleHeadline
vv9v8v09fq:TabArticles:4;8;12;14;17;19;21;22;23;24;28;29;30;31;32;40;41;43;44;46;48;49;51;52;53;54;55;56;58;60;62;63;64;65;66;67;69;71;72;74;75;76;77;78;79;80;81;82;84;85;86;90;91;92;94;95;96;97;98;100;102;103;104;105;106;107;109;110;111;112;113;114;115;116;117;118;119;120;121;122;123;124;125;126;127;128;129;130;131;132;133;134;136;137;138;139;140;141;142;143;144;145;146;147;149;150;151;152;153;155;157;158;159;160;163;164;165;166;167;168;169;170;171;172;173;174;175;176;178;179;180;181;182;183;184;185;186;187;188;189;190;191;192;193;194;195;196;197;198;199;200;202;203;204;205;206;207;208;209;210;211;212;213;214;215;216;217;218;219;221;222;223;224;225;226;227;228;229;230;231;232;233;234;235;236;237;238;239;240;241;242;243;244;245;246;247;248;249;250;251;253;254;255;256;257;258;259;260;261;262;263;264;265;266;267;268;269;270;271;272;273;274;275;276;277;278;279;280;281;282;283;284;285;286;287;288;289;290;291;293;294;295;296;297;298;301;302;303;304;305;306;307;308;309;310;311;312;313;314;315;316;317;318;319;320;321;322;323;324;325;326;327;328;329;330;331;332;333;334;335;336;337;338;339;340;341;342;343;344;345;346;347;348;349;350;351;352;353;354;355;356;357;358;359;360;361;362;363;364;365;366;367;368;369;370;371;372;373;374;375;376;377;378;379;380;381;382;383;384;385;386;387;388;389;391;392;393;394;395;396;398;399;400;401;402;403;404;405;406;407;408;409;410;411;412;413;414;415;416;417;418;419;420;421;422;423;424;425;426;427;428;429;430;431;432;433;434;435;436;437;438;439;440;441;442;443;444;445;446;447;448;449;450;451;452;453;454;455;457;458;459;460;461;462;463;464;465;466;467;468;469;470;471;472;473;474;475;476;477;478;479;480;481;482;483;484;485;486;487;488;489;491;492;493;494;495;496;497;498;499;500;501;502;503;504;505;506;507;508;509;510;511;512;513;514;515;516;517;518;519;520;521;522;523;524;525;526;527;528;529;530;531;532;533;534;535;536;537;538;539;540;541;542;543;544;545;546;547;548;549;550;552;553;554;555;556;557;558;559;560;561;562;563;564;565;566;567;568;569;570;571;572;573;574;575;576;577;578;579;580;581;582;583;584;585;586;587;588;589;590;591;592;593;594;595;596;597;598;599;600;601;602;603;604;605;606;607;608;609;610;611;612;614;615;616;617;618;619;620;621;622;623;624;625;626;627;628;629;630;631;632;633;634;635;636;637;638;639;640;641;642;643;644;645;646;647;648;649;650;651;652;653;654;655;656;657;658;659;660;661;662;663;664;665;666;667;668;669;670;671;672;673;674;675;676;677;678;679;680;681;682;683;684;685;686;687;688;689;690;691;692;693;694;695;696;697;698;699;700;701;702;703;704;705;706;707;708;709;710;711;712;713;714;715;716;717;718;719;721;722;723;724;725;726;727;728;729;730;731;732;733;734;735;736;738;740;741;742;743;744;745;746;747;748;749;750;751;752;753;755;756;757;758;759;760;761;762;763;764;765;766;767;768;769;770;771;773;775;776;777;778;779;780;781;782;783;784;785;786;787;788;789;790;791;792;793;794;795;796;798;799;800;801;802;803;804;805;806;807;808;809;810;811;812;813;814;815;816;817;818;819;820;821;822;823;824;825;826;827;828;829;830;831;832;833;834;835;836;837;838;839;840;841;842;843;844;845;846;847;848;849;850;851;852;853;854;855;856;857;858;859;860;861;862;863;864;865;866;867;868;869;870;871;872;873;874;875;876;877;878;879;880;881;882;883;884;885;886;887;888;889;890;891;892;893;894;895;896;897;898;899;900;901;902;903;904;905;906;907;908;909;910;911;912;913;914;915;916;917;918;919;920;921;922;923;924;925;926;927;928;929;930;931;932;933;934;935;936;937;938;939;940;941;942;943;944;945;946;947;948;949;950;951;952;953;954;955;956;957;958;959;960;961;962;963;964;965;966;967;968;969;970;971;972;973;974;975;976;977;978;979;980;981;982;983;984;985;986;987;988;989;990;991;992;993;994;995;996;997;998;999;1000;1001;1002;1003;1004;1005;1006;1007;1009;1010;1011;1012;1013;1014;1015;1016;1017;1018;1019;1020;1021;1022;1023;1024;1025;1026;1027;1028;1029;1030;1031;1032;1033;1034;1035;1036;1037;1038;1039;1040;1041;1042;1043;1044;1045;1046;1047;1048;1049;1050;1051;1052;1053;1054;1055;1056;1057;1058;1059;1060;1061;1062;1063;1064;1065;1066;1067;1068;1069;1070;1071;1072;1073;1074;1075;1076;1077;1078;1079;1080;1081;1082;1083;1084;1085;1086;1087;1088;1089;1090;1091;1092;1093;1094;1095;1096;1097;1098;1099;1100;1101;1102;1103;1104;1105;1106;1107;1108;1109;1110;1111;1112;1113;1114;1115;1116;1117;1118;1119;1120;1121;1122;1123;1124;1125;1126;1127;1128;1129;1130;1131;1132;1133;1134;1135;1136;1137;1138;1139;1140;1141;1142;1143;1144;1145;1146;1147;1148;1149;1150;1151;1152;1153;1154;1155;1156;1157;1158;1159;1160;1161;1162;1163;1164;1165;1166;1167;1168;1169;1170;1171;1172;1173;1174;1175;1176;1177;1178;1179;1180;1181;1182;1183;1184;1185;1186;1187;1188;1189;1190;1191;1192;1193;1194;1195;1196;1197;1198;1199;1200;1201;1202;1203;1204;1205;1206;1207;1209;1210;1211;1212;1213;1214;1215;1216;1217;1218;1219;1220;1221;1222;1223;1224;1225;1226;1227;1228;1229;1230;1231;1232;1233;1234;1235;1236;1237;1238;1239;1240;1241;1242;1243;1244;1245;1246;1247;1248;1249;1250;1251;1252;1253;1254;1255;1256;1257;1258;1259;1260;1261;1262;1263;1264;1265;1266;1267;1268;1269;1270;1271;1272;1273;1274;1275;1276;1277;1278;1279;1280;1281;1282;1283;1284;1285;1286;1287;1288;1289;1290;1291;1292;1293;1294;1295;1296;1297;1298;1299;1300;1301;1302;1303;1304;1305;1306;1307;1308;1309;1310;1311;1312;1313;1314;1315;1316;1317;1318;1319;1320;1321;1322;1323;1324;1325;1326;1327;1328;1329;1330;1331;1332;1333;1334;1335;1336;1337;1338;1339;1340;1341;1342;1343;1344;1345;1346;1347;1348;1349;1350;1351;1352;1353;1354;1355;1356;1357;1358;1359;1360;1361;1362;1363;1364;1365;1366;1367;1368;1369;1370;1371;1372;1373;1374;1375;1376;1377;1378;1379;1380;1381;1382;1383;1384;1385;1386;1387;1388;1389;1390;1391;1392;1393;1394;1395;1396;1400;1401;1402;1403;1404;1405;1406;1407;1408;1409;1411;1412;1413;1414;1415;1416;1417;1418;1419;1420;1421;1422;1423;1424;1425;1426;1427;1428;1429;1430;1431;1432;1433;1434;1435;1436;1437;1438;1439;1440;1441;1442;1443;1444;1445;1446;1447;1448;1449;1450;1451;1452;1453;1454;1455;1456;1457;1458;1459;1460;1461;1462;1463;1464;1465;1466;1467;1468;1469;1470;1471;1472;1473;1474;1475;1476;1477;1478;1479;1480;1481;1482;1484;1485;1486;1487;1488;1489;1490;1491;1492;1493;1494;1495;1496;1497;1498;1499;1500;1502;1503;1504;1505;1506;1507;1508;1510;1511;1512;1513;1514;1515;1516;1517;1518;1519;1520;1521;1522;1523;1524;1525;1526;1527;1528;1529;1530;1531;1532;1533;1534;1535;1536;1537;1538;1539;1540;1541;1542;1543;1544;1545;1546;1547;1548;1549;1550;1551;1552;1553;1555;1556;1557;1558;1559;1560;1561;1562;1563;1564;1565;1566;1567;1568;1569;1570;1571;1572;1573;1574;1575;1576;1577;1578;1579;1580;1581;1582;1583;1584;1585;1586;1587;1588;1589;1590;1591;1592;1593;1594;1596;1597;1598;1599;1600;1601;1602;1605;1606;1607;1608;1609;1610;1611;1612;1613;1614;1615;1616;1617;1618;1619;1620;1621;1622;1623;1624;1625;1627;1628;1629;1630;1631;1632;1633;1634;1635;1636;1637;1638;1639;1640;1641;1642;1643;1644;1645;1646;1647;1648;1649;1650;1651;1652;1653;1654;1655;1656;1657;1658;1659;1660;1661;1662;1663;1664;1665;1666;1667;1668;1669;1670;1671;1672;1673;1674;1675;1676;1677;1678;1679;1680;1681;1682;1683;1684;1685;1686;1687;1688;1689;1690;1691;1692;1693;1694;1695;1696;1697;1698;1699;1700;1701;1702;1703;1704;1705;1706;1707;1708;1709;1710;1711;1712;1713;1714;1715;1716;1717;1718;1719;1720;1721;1722;1723;1724;1725;1726;1727;1728;1729;1730;1731;1732;1733;1734;1735;1736;1737;1738;1739;1740;1741;1742;1743;1744;1745;1746;1747;1748;1749;1750;1751;1752;1753;1754;1755;1756;1757;1758;1759;1760;1761;1762;1763;1764;1765;1766;1767;1768;1769;1770;1771;1772;1773;1774;1775;1776;1777;1778;1779;1780;1781;1782;1783;1784;1785;1786;1787;1788;1789;1790;1791;1792;1793;1794;1795;1796;1797;1798;1799;1800;1801;1802;1803;1804;1805;1806;1807;1808;1809;1810;1811;1812;1813;1814;1815;1816;1817;1818;1819;1820;1821;1822;1823;1824;1825;1826;1827;1828;1829;1830;1831;1832;1833;1834;1835;1836;1837;1838;1839;1840;1841;1842;1843;1844;1845;1846;1847;1848;1849;1850;1851;1852;1853;1854;1855;1856;1857;1858;1859;1860;1861;1862;1863;1864;1865;1866;1867;1868;1869;1870;187Ferqa di nêvbera »ko«, »ku« û »kû« de (2005-05-19)
fjrigjwwe9r0TabArticles:ArticleHeadline
Xewna Mesûd Barzanî ji başûrê Kurdistanê mezintir e (2005-02-07)
 
REKLAM


KOLUMNÎST
Şebabê Egît nabe Şeroyê Biro û ez jî nabim ”heval”
Tolstoy û xelata Nobelê
Kurdistaneka serbixwe û [ne]cida
Heşt rojên şerê xendekê – I
Em û felsefe
Hilbijartinên Kurdistanê ez şok kirim
© 1997–2024 www.nefel.com  |  E-poste: info@nefel.com  |  Powered by Medesoft.org