[ PÊNCŞEM, 2024-04-25 ]   [ BIKE MALPERA DESTPÊKÊ ]   [ BÊXE NÊV BIJAREYAN ]   [ KONTAKT ]   [ INFO ]   [ LÊGERÎN & ARŞÎV ]  
DESTPÊK
Nûçe
Nivîsar
Kulturmagazîn
Hevpeyvîn
Kolumnîst
Ewrokurd
E-Pirtûk
Lîteratûr
Ziman
Muzîk
Foto
Lînk
E-POSTEYA TE
  Nav (Username)  
   
  Þîfre (Password)  
   
   
     
   »E-posteyeka nû
 bo xwe qeyd bike
 
REKLAM


KOLUMNÎST 
Çargurçik
STOCKHOLM, 8/5 2007 — Kuro ma ez venexwim dê kî vexwe? Ka, ka… Ka qedeheke din jî bide min û qet ji min nepirse, bê ez çima vedixwim. Ne bipirse û ne jî benda min keve îşev! Ev şeva min naşibe tu şevên min ên dinê. Ez dê îşev bi te re sohbetê jî nekim. Na, na… Qet sewal neke! Ez îşev ne li ser hemdê xwe me.

Na kuro, na! Ez li ber tiştekî nakevim, xelk ê bibêjin ko jinikê ew qewirand. Ew ji malê derxist. Bera wî da… De were xwe nekuje, loo. Bê em ketin çi dewranan. Bê ez çi bûm qeşmerê qeşmeran. Lawo ez ê ya derbekê li xwe xim, yan jî li hinekan. Kes dizane ko jin mêran ji malê biqewirîne, lawo! Ez ê di kok û asasê vî welatî… Ez bûme hêsîr, lawo… Ez bûme nêriyê xesandî, kuro. Lawo ma kes dizane ko ez Eshed im… Eshedê çargurçik. Hiiih! Min di orta gurçikên xwe n… Gurçik li ko mane, hal li ko maye. Kes dizane ko xelk û alem hemû li min heyirîbûn, ji xelkê re hisret bû ko ez silavekê bidim wan, hemû qîz û bûkan ez bi tiliyan rê hevdu didam û ez aniha bûme yekî jimalêqewirandî. Lawo dest min nede û tiştekî ji min sewal neke, haa… Ka, ka… Ka qedeheke din jî ji min re dagire û bi min re nepeyive… Ka balo cixareya min vêxê.

Erê kuro ma min çi şaşî kir! Ma min gunehkarî kir ko ez piştî sîsaliya xwe zewicîm! Ma çima tune bûn!? Xelkê qîzên xwe li ber min digerandin. Min destê xwe daniya ser qîza kê ji min re nedigot, na. Ne ji bona ko ez li Ewrûpayê bûm, haa! Ez ji mala xwe de jî têr bûm û eyb e ko mirov bibêje, lê ez ne ji cîhekî kêm im jî. Elhemdilah, em xwedî eşîr û nifûs in jî. Na, na; lawo, bi serê te min ew nedîtibû. Rismê wê ji min re şandibûn û dêya min pir pesnê wê dabû. Her çi qasî xelkê ji min re got ko ne li gora te ye, ne li hunkufî te ye jî; min guh kesî neda û min li ba xwe digot ko êdî ew dewra berê derbas bû. Ma çi ferq dike, em hemû însan wek hev in; çi esil, çi hal. Lê xuya ye ko ez şaş bûm. Hewante negotine ko her teyr bi refê xwe re difire… Na kuro, feqîreke dere hanê bû. Ji sibehê û hetanî êvarê li hejik û rêsiyan bû. Wê ew kaş û birek hemû di bin lingê xwe de vedikirin. Wê rojekê jî bajar nedîtibûn. Dema ko ew nuh hat, serê wê nixumandî, kiras û derpiyên dirêj li xwe dikirin. Ew quraanxwendî bû, heta Quraana xwe jî teva qewlikê wê anîbû. Roja ko hat û em çûn balafirgehê pêşiya wê, ji ber qewlikê ko di hustuyê wê de, ez heta demakê bûbûm mijara henekên hevalan.

De ma ez ji ko dizanim, bavê mino… Ma ez ji ko dizanim, haaa… Meha wê neqediya, şarpeya li ser serê xwe avêt, şeş mehên wê neqediyan xwe serserqot kir û porê xwe sor kir, sala wê neqediya daweya wekheviya jin û mêran kir, du salên wê neqediyan hesabê pereyan bi min re dît û sê salên wê neqediyan birayê xwe anî vir. Tew jinikê ji min nepirsî jî bê ez wî bînim yan na. Ma hew birayekî xwe bitenê? Wê di sala çaran de, du birayên xwe, xwehek û pismamekî xwe û di serê kulan re, dêya xwe jî anî vira! Wê ez wek zarokekî bi kar anîm, hetanî îşê xwe bi min qedand. Wê her ko yek ji wan dianî, ji min re digot ko li wan deveran wextî esker mesker rojekê derbekê li wan bixe. Halbikî tu eleqeya wan bi sîyaset mîyasetê jî tune bû, haa. Wê her digot ko esker ji bona te bela xwe di wan dide. Ew herroj duroj digrin ser mala me û li te dipirsin. Wextî feqîra dêya min bibizde… Hiiiii, feqîra dêya te, haaa! Kerê kerê! Te puşê xwe bi min çêrand. Te ez rezîl û riswa kirim. Ma ez ê çawa li rûyê xelkê binêrim, lawooo? Ka kuro, ka! Ka qedeheke din jî bide min, ma ez venexwim, dê kî vexwe? Hela ji xwe re li birûska wî binêrin, lo! Tu dibêjî qey ez zarok im ko ew ji min re dibêje, “Xwe neqehirîne, bîhna xwe fireh bike!”

Heqê min e, çi jî bê serê min heqê min e. Ma kê ji min re got ko ez van gend û gûyên merivên wê li vir vehewînim? Ma ne ji min bûya, heta bi sed bavên wan jî rabûna wan ê kuçeyên Ewrûpayê bidîtana? Giştik gundî mindî bûn, haya wan ji ko ji sîyasetê, ji ko ji bajaran hebû. De tu bala xwe bidiyê, tu sond bixwî ko ji bav û kalên xwe de li van deveran mezin bûne. Jinên wan xwe heta bi ser berzika xwe tahzî dikin û herkê texsiyeke sonmodel di bin wan de ye û ji sibehê hetanî êvarê li van kuçena wek dêlikan digerin. De te bala xwe daye wan qebraxên mêrên wan, te bala xwe dayê?! Ew rojekê jî serê xwe nakin koşa wan û tiştekî ji wan re nabêjin… Nabêjin kuro, ma dê ji bona çi bibêjin? Ne fedî maye û ne jî ar… Wey tifîîî! Tifîî, haa!

De were xwe nekuje, kuro! Ma ez ji bona çi hatim di van kuçena re derketim? Min her tiştên xwe li hêlekê danîn û ez ketim tora van kenîfeyan, looo. Hele tu bala xwe bidê, loo. Çavê wê lê ye ko ew bibe mêrê min û ez jî bibim jina wê, kuroo. Erê lawo, weleh min fahm kiriye û ez dizanim bê wekhevî çi ye, lê vêya ji adetê derxistiye, bira. Kuro, xwezî wekhevî bûya. Em ne wekhev in jî, lawo. Ew ji min mezintir e. Ma ew ji min re çi dike? Ne firaxan dişo, ne kincan dişo, ne paçikan dişo, ma çi dike? Şîvçêkirin e, ji xwe ew jî ji çend rojan carekê çê nabe. Gah li mala vî birayî ye, gah li mala wê xwehê ye. De îcar çi ye? Qey wê zarokek aniye û ez nikarim bînim. Na kuro, tu nemaye wê jî ji min re bibêje. Ez bi serê te dikim ko wê gelek caran di nav henekan re gotiye ko divê tu jî carekê bizê. De henek, haa. Xwezî zanîbûya henek jî bikirana. Erê kuro tu dikenî, hela ji xwe re li sara devê wî, hela ji xwe re li bêvila wî ya çeqelî binere.

Na lawo, weleh na, haaa! Ma ez ê çawa lê bixim? Ma ez dikarim gûyekî weha belav bikim? Ew ê derhal cabê bide polîsan. Ma hedê min e ko ez sîleyekê lê bixim… Em dibêjin Xwedo Yarebî bila ew li me nexe, îcar bê tu jî dibêjî çi, haaa! Ma ez ji ko dizanim, wê agir xistibû dawa xwe, bira! Tu tiştek ji tiştekî nedît, îcar ji min re digot ko tu çima di hundir de cixareyê vedixwî? De hela ji xwe re li gosirmetan binêre, lo! Kes dizane ko mirov tiştên weha ji hevdu re bibêje? Na lawo, na ha! Wê got çi, min wek wê kir. Ji xwe şaşiya min jî di wir de ye. Heta, ew bi hin jinên din re çû di Kuba û Vîyetnamê re derketin. Ji ber ko ez ji çendeyekî carekê bi hin hevalan re şevder dimam, wê ew jî kir mesele û wê jî çend jinbîh pêde kirin û ji heftê carekê dihere li liqunte miqunteyan digere. Ma wê çi got û wek wê nebû, bira?

Ka lawo, ka, ha! Ma ez venexwim, dê kî vexwe? Hey min di axa vî welatî … Erê kuro, hey ne sûcê vî welatî bûya, hey wan ew qasî heq nedabûya jinan, ma wê yê ji ko weha bikira? Erê, em bibêjin min ew nedîtibû, ma Ahmedî jî ya xwe nedîtibû? Ma Sebrî, Rifet, Celadetî jî jinên xwe nedîtibûn? Tew Celadet û ya xwe bi ser hevdu de har û dîhn bûbûn. Wan hevdu revandibû. Wextî mêr li ser bihatana kuştin. Ahmed û ya xwe rêhevalên hevdu bûn û bi salan di rêxistinekê de bi hev re kar kiribû. Êêêê, çi bû? Çima hevdu berda? Na kuro, ne hew meseleya çavvebûnê ye, ew çav li derûdora xwe dikevin. Yek ji yekê fêr dibe. Çi ye? Cîranên me li Bodrûmê, li Marmarîsê xanî kirîne. Êêêê, ez çi bikim? Yê wan ew tacir in, ew dikarin bikirin, yê me çi? Ma em ji bona pereyan hatin van deveran? Ma heger pere bû, pereyên me li welêt pir bûn, malê me pir bû. Me karîbû xanî jî bikiriya, vîla û pîzaxane jî bikiriyana. De ka tu yê bi kê bidî fahm kirin. De tu yê xweliyê li serê kê bikî, looo!

Na kuro, na! Ez li ber tiştekî nakevim, xelk ê bibêjin ko ew ji malê qewirandiye. Kesên li van deran dizanin mesele çi ye, lê ahlên me yên li welêt dê çawa min efû bikin. Ma ew ê nebêjin “Hey xweliya gundan li serî bûyo! Ma qey isma zilamtiyê li ba te nemaye? Ma qey tu nikarî xwe bi qurbana kûçikan kî û guleyekê di eniyê xîne?” De îcar ne tu tiştek, gule, haa. Ew dibêjin qey wek wan deveran e, hema guleyekê di eniyê xîne, loo… Kuro hey gule dest min biketa, min ê di eniya xwe kiraya û xwe ji vê dinyayê pak bikira. Ma min dê çima xwe bikira qatilê vê bêesilê. Erê kuro, eynî vê bêesilê, haa. Ma xelk ê hewante gotiye, “Esil derewan nake!” bi Quraana ko te xwendiye, heger yeka esilzade bûya dê weha nekiraya. Na, na! Ev xebera te ye, ya Rifetî dotmama wî bû û mêrik ji malmezinan e jî, lê dîsa jî li hev nekir. Ey de ez çi bikim, haa? Ez xweliyê li serê kê bikim, bavê minoo?

Ka, de ka; qedeheke din jî bide min, haaa! Ma ez venexwim, dê kî vexwe!?

Îlona 2002an

Têbinî: Ev çîroka hanê di kitêba min a ko navê wê "Duaya êvarê" ye de hatiye weşandin, lê ji ber ko van rojan "çargurçikî" aktul e, ez careke din wê belav dikim.

-----------------------------------
Nivîskar: ENWER KARAHAN
Weşandin: 2007-05-08
Xwendin: 4562
 

KOLUMNÊN BERÊ   
A min jî heta bi vira: Vê gavê bi xatirê we (2009-11-16)
Heqareta li gora kurdekî PKKyî — Mahmûd Guden (2009-10-24)
Nesrîn (2009-09-05)
Serê min çi qasî dişibe yê bavê min (2009-06-21)
Ber bi konferansa Diyarbekirê ve û helwêsta "Birayên me" (2009-05-29)
Bi hurmeteke bêdengî, keko (2009-05-15)
Helîm Yûsivî şaş fahm kiriye (2009-04-29)
Pêşî konferansa dawî (2009-04-22)
Ez çûm mala Aylîn xanimê (2009-03-30)
Teyrê xerîb (2009-02-18)
Tu di çavên min de bûbûyî çiyayek (2009-02-03)
Du şoreşgerên serxweş (2009-01-22)
Alî Fikrî Işik daweya çi dike? (2009-01-17)
Rojîn (2009-01-16)
TRTya kurdî, yên li gel û yên li dij (2008-12-27)
Xeyda ji min xeyidî ye (2008-12-17)
Min ricaya te bi cîh anî, ezbenî (2008-11-20)
Romaneke mûhteşem: Hêlîna qertelan (2008-11-05)
Kurd1 dê dest bi weşanê bike, yan na? (2008-11-01)
Meram (2008-10-22)
NERÎNGEH
 
[kitêb] Sun Zî: Hunera şer (2016-04-21)
Ismail Beşikçi ji kurdan re li ser ermeniyan semînerek da (2013-09-28)
Kurdistan berî serxwebûna siyasî ”serxwebûna petrolê” û ekonomîk îlan dike (2012-05-21)
Tewanga navdêrên zimanê kurdî (2009-02-08)
Umît Firat dibêje navnîşana çareserîya pirsa kurd ne PKK ye (2008-11-11)
Hêro Talebanî: Min nedixwest Mam Celal bibe serokkomarê Iraqê [foto] (2007-05-10)
Alfabeya kurdî-latînî ji bo zimanê kurdî ji alfabeya kurdî-erebî minasibtir e (2005-11-02)
fjrigjwwe9r0TabArticles:ArticleHeadline
vv9v8v09fq:TabArticles:4;8;12;14;17;19;21;22;23;24;28;29;30;31;32;40;41;43;44;46;48;49;51;52;53;54;55;56;58;60;62;63;64;65;66;67;69;71;72;74;75;76;77;78;79;80;81;82;84;85;86;90;91;92;94;95;96;97;98;100;102;103;104;105;106;107;109;110;111;112;113;114;115;116;117;118;119;120;121;122;123;124;125;126;127;128;129;130;131;132;133;134;136;137;138;139;140;141;142;143;144;145;146;147;149;150;151;152;153;155;157;158;159;160;163;164;165;166;167;168;169;170;171;172;173;174;175;176;178;179;180;181;182;183;184;185;186;187;188;189;190;191;192;193;194;195;196;197;198;199;200;202;203;204;205;206;207;208;209;210;211;212;213;214;215;216;217;218;219;221;222;223;224;225;226;227;228;229;230;231;232;233;234;235;236;237;238;239;240;241;242;243;244;245;246;247;248;249;250;251;253;254;255;256;257;258;259;260;261;262;263;264;265;266;267;268;269;270;271;272;273;274;275;276;277;278;279;280;281;282;283;284;285;286;287;288;289;290;291;293;294;295;296;297;298;301;302;303;304;305;306;307;308;309;310;311;312;313;314;315;316;317;318;319;320;321;322;323;324;325;326;327;328;329;330;331;332;333;334;335;336;337;338;339;340;341;342;343;344;345;346;347;348;349;350;351;352;353;354;355;356;357;358;359;360;361;362;363;364;365;366;367;368;369;370;371;372;373;374;375;376;377;378;379;380;381;382;383;384;385;386;387;388;389;391;392;393;394;395;396;398;399;400;401;402;403;404;405;406;407;408;409;410;411;412;413;414;415;416;417;418;419;420;421;422;423;424;425;426;427;428;429;430;431;432;433;434;435;436;437;438;439;440;441;442;443;444;445;446;447;448;449;450;451;452;453;454;455;457;458;459;460;461;462;463;464;465;466;467;468;469;470;471;472;473;474;475;476;477;478;479;480;481;482;483;484;485;486;487;488;489;491;492;493;494;495;496;497;498;499;500;501;502;503;504;505;506;507;508;509;510;511;512;513;514;515;516;517;518;519;520;521;522;523;524;525;526;527;528;529;530;531;532;533;534;535;536;537;538;539;540;541;542;543;544;545;546;547;548;549;550;552;553;554;555;556;557;558;559;560;561;562;563;564;565;566;567;568;569;570;571;572;573;574;575;576;577;578;579;580;581;582;583;584;585;586;587;588;589;590;591;592;593;594;595;596;597;598;599;600;601;602;603;604;605;606;607;608;609;610;611;612;614;615;616;617;618;619;620;621;622;623;624;625;626;627;628;629;630;631;632;633;634;635;636;637;638;639;640;641;642;643;644;645;646;647;648;649;650;651;652;653;654;655;656;657;658;659;660;661;662;663;664;665;666;667;668;669;670;671;672;673;674;675;676;677;678;679;680;681;682;683;684;685;686;687;688;689;690;691;692;693;694;695;696;697;698;699;700;701;702;703;704;705;706;707;708;709;710;711;712;713;714;715;716;717;718;719;721;722;723;724;725;726;727;728;729;730;731;732;733;734;735;736;738;740;741;742;743;744;745;746;747;748;749;750;751;752;753;755;756;757;758;759;760;761;762;763;764;765;766;767;768;769;770;771;773;775;776;777;778;779;780;781;782;783;784;785;786;787;788;789;790;791;792;793;794;795;796;798;799;800;801;802;803;804;805;806;807;808;809;810;811;812;813;814;815;816;817;818;819;820;821;822;823;824;825;826;827;828;829;830;831;832;833;834;835;836;837;838;839;840;841;842;843;844;845;846;847;848;849;850;851;852;853;854;855;856;857;858;859;860;861;862;863;864;865;866;867;868;869;870;871;872;873;874;875;876;877;878;879;880;881;882;883;884;885;886;887;888;889;890;891;892;893;894;895;896;897;898;899;900;901;902;903;904;905;906;907;908;909;910;911;912;913;914;915;916;917;918;919;920;921;922;923;924;925;926;927;928;929;930;931;932;933;934;935;936;937;938;939;940;941;942;943;944;945;946;947;948;949;950;951;952;953;954;955;956;957;958;959;960;961;962;963;964;965;966;967;968;969;970;971;972;973;974;975;976;977;978;979;980;981;982;983;984;985;986;987;988;989;990;991;992;993;994;995;996;997;998;999;1000;1001;1002;1003;1004;1005;1006;1007;1009;1010;1011;1012;1013;1014;1015;1016;1017;1018;1019;1020;1021;1022;1023;1024;1025;1026;1027;1028;1029;1030;1031;1032;1033;1034;1035;1036;1037;1038;1039;1040;1041;1042;1043;1044;1045;1046;1047;1048;1049;1050;1051;1052;1053;1054;1055;1056;1057;1058;1059;1060;1061;1062;1063;1064;1065;1066;1067;1068;1069;1070;1071;1072;1073;1074;1075;1076;1077;1078;1079;1080;1081;1082;1083;1084;1085;1086;1087;1088;1089;1090;1091;1092;1093;1094;1095;1096;1097;1098;1099;1100;1101;1102;1103;1104;1105;1106;1107;1108;1109;1110;1111;1112;1113;1114;1115;1116;1117;1118;1119;1120;1121;1122;1123;1124;1125;1126;1127;1128;1129;1130;1131;1132;1133;1134;1135;1136;1137;1138;1139;1140;1141;1142;1143;1144;1145;1146;1147;1148;1149;1150;1151;1152;1153;1154;1155;1156;1157;1158;1159;1160;1161;1162;1163;1164;1165;1166;1167;1168;1169;1170;1171;1172;1173;1174;1175;1176;1177;1178;1179;1180;1181;1182;1183;1184;1185;1186;1187;1188;1189;1190;1191;1192;1193;1194;1195;1196;1197;1198;1199;1200;1201;1202;1203;1204;1205;1206;1207;1209;1210;1211;1212;1213;1214;1215;1216;1217;1218;1219;1220;1221;1222;1223;1224;1225;1226;1227;1228;1229;1230;1231;1232;1233;1234;1235;1236;1237;1238;1239;1240;1241;1242;1243;1244;1245;1246;1247;1248;1249;1250;1251;1252;1253;1254;1255;1256;1257;1258;1259;1260;1261;1262;1263;1264;1265;1266;1267;1268;1269;1270;1271;1272;1273;1274;1275;1276;1277;1278;1279;1280;1281;1282;1283;1284;1285;1286;1287;1288;1289;1290;1291;1292;1293;1294;1295;1296;1297;1298;1299;1300;1301;1302;1303;1304;1305;1306;1307;1308;1309;1310;1311;1312;1313;1314;1315;1316;1317;1318;1319;1320;1321;1322;1323;1324;1325;1326;1327;1328;1329;1330;1331;1332;1333;1334;1335;1336;1337;1338;1339;1340;1341;1342;1343;1344;1345;1346;1347;1348;1349;1350;1351;1352;1353;1354;1355;1356;1357;1358;1359;1360;1361;1362;1363;1364;1365;1366;1367;1368;1369;1370;1371;1372;1373;1374;1375;1376;1377;1378;1379;1380;1381;1382;1383;1384;1385;1386;1387;1388;1389;1390;1391;1392;1393;1394;1395;1396;1400;1401;1402;1403;1404;1405;1406;1407;1408;1409;1411;1412;1413;1414;1415;1416;1417;1418;1419;1420;1421;1422;1423;1424;1425;1426;1427;1428;1429;1430;1431;1432;1433;1434;1435;1436;1437;1438;1439;1440;1441;1442;1443;1444;1445;1446;1447;1448;1449;1450;1451;1452;1453;1454;1455;1456;1457;1458;1459;1460;1461;1462;1463;1464;1465;1466;1467;1468;1469;1470;1471;1472;1473;1474;1475;1476;1477;1478;1479;1480;1481;1482;1484;1485;1486;1487;1488;1489;1490;1491;1492;1493;1494;1495;1496;1497;1498;1499;1500;1502;1503;1504;1505;1506;1507;1508;1510;1511;1512;1513;1514;1515;1516;1517;1518;1519;1520;1521;1522;1523;1524;1525;1526;1527;1528;1529;1530;1531;1532;1533;1534;1535;1536;1537;1538;1539;1540;1541;1542;1543;1544;1545;1546;1547;1548;1549;1550;1551;1552;1553;1555;1556;1557;1558;1559;1560;1561;1562;1563;1564;1565;1566;1567;1568;1569;1570;1571;1572;1573;1574;1575;1576;1577;1578;1579;1580;1581;1582;1583;1584;1585;1586;1587;1588;1589;1590;1591;1592;1593;1594;1596;1597;1598;1599;1600;1601;1602;1605;1606;1607;1608;1609;1610;1611;1612;1613;1614;1615;1616;1617;1618;1619;1620;1621;1622;1623;1624;1625;1627;1628;1629;1630;1631;1632;1633;1634;1635;1636;1637;1638;1639;1640;1641;1642;1643;1644;1645;1646;1647;1648;1649;1650;1651;1652;1653;1654;1655;1656;1657;1658;1659;1660;1661;1662;1663;1664;1665;1666;1667;1668;1669;1670;1671;1672;1673;1674;1675;1676;1677;1678;1679;1680;1681;1682;1683;1684;1685;1686;1687;1688;1689;1690;1691;1692;1693;1694;1695;1696;1697;1698;1699;1700;1701;1702;1703;1704;1705;1706;1707;1708;1709;1710;1711;1712;1713;1714;1715;1716;1717;1718;1719;1720;1721;1722;1723;1724;1725;1726;1727;1728;1729;1730;1731;1732;1733;1734;1735;1736;1737;1738;1739;1740;1741;1742;1743;1744;1745;1746;1747;1748;1749;1750;1751;1752;1753;1754;1755;1756;1757;1758;1759;1760;1761;1762;1763;1764;1765;1766;1767;1768;1769;1770;1771;1772;1773;1774;1775;1776;1777;1778;1779;1780;1781;1782;1783;1784;1785;1786;1787;1788;1789;1790;1791;1792;1793;1794;1795;1796;1797;1798;1799;1800;1801;1802;1803;1804;1805;1806;1807;1808;1809;1810;1811;1812;1813;1814;1815;1816;1817;1818;1819;1820;1821;1822;1823;1824;1825;1826;1827;1828;1829;1830;1831;1832;1833;1834;1835;1836;1837;1838;1839;1840;1841;1842;1843;1844;1845;1846;1847;1848;1849;1850;1851;1852;1853;1854;1855;1856;1857;1858;1859;1860;1861;1862;1863;1864;1865;1866;1867;1868;1869;1870;187Ferqa di nêvbera »ko«, »ku« û »kû« de (2005-05-19)
fjrigjwwe9r0TabArticles:ArticleHeadline
Xewna Mesûd Barzanî ji başûrê Kurdistanê mezintir e (2005-02-07)
 
REKLAM


KOLUMNÎST
Şebabê Egît nabe Şeroyê Biro û ez jî nabim ”heval”
Tolstoy û xelata Nobelê
Kurdistaneka serbixwe û [ne]cida
Heşt rojên şerê xendekê – I
Em û felsefe
Hilbijartinên Kurdistanê ez şok kirim
© 1997–2024 www.nefel.com  |  E-poste: info@nefel.com  |  Powered by Medesoft.org