[ PÊNCŞEM, 2024-04-25 ]   [ BIKE MALPERA DESTPÊKÊ ]   [ BÊXE NÊV BIJAREYAN ]   [ KONTAKT ]   [ INFO ]   [ LÊGERÎN & ARŞÎV ]  
DESTPÊK
Nûçe
Nivîsar
Kulturmagazîn
Hevpeyvîn
Kolumnîst
Ewrokurd
E-Pirtûk
Lîteratûr
Ziman
Muzîk
Foto
Lînk
E-POSTEYA TE
  Nav (Username)  
   
  Þîfre (Password)  
   
   
     
   »E-posteyeka nû
 bo xwe qeyd bike
 
REKLAM


KOLUMNÎST 
Rijêma Beşarî û dirêjkirina demê
KURDISTAN, 21/9 2008 — Bi aşkerayî hate xuya kirin di gotûbêjên dualî yên di navbera Sûriyê û Fransayê de ko firansizan behsa pirsgirêka mafên mirovan li Sûriyê û azadiyên demokratîk li hundirê Sûriyê kiribû, digel ko wan lîstên bi navên girtiyên siyasî yên sûrî û lubnanî ji hikûmeta Sûriyeyê re pêşkêş kiribûn.

Di heman çarçoveyê de, fransizan ji sûriyan xwestibû ko ew rewşa endamên Danezana Şamê û girtiyên nêrînê û girtiyên tevgera netewî ya demokratîk ya kurd li Sûriyê şîrove bikin. Her weha, wan hin têbînî li ser şêweya girtinê ko ne li gor ti yasa û qanûnan e digel nebaşiyên yasaya awarte û yasayên urfî ko li Sûriyê tê bikar anîn, pêşkêşî rijêma Şamê kiribûn. Tê zanîn jî ko fransizan rijêm şiyar kiribû derbarê dûrketina ji kirina kiriyarên tundiyê li hember kesatî û hêzên opozisyona aştiyane li hundir û derve, û nemaze li Lubnanê (Fransa weke welatê dayik ji Lubnanê re tê hesibandin).

Di dawiya van gotûbêjan de, şandeya firansizan pêşniyareke sûriyan derbarê derxistina encamnameyek hevbeş ko ji aliyê cîgirê serokê rijêmê Faruq El-Şerî ve hatibû amade kirin nepijirandibû, lê di şûna vê yekê de xwestibû ko preskonferanseke aşkere were li darxistin. Eve jî hin têbînî û dîtinên min in li ser gotûbêjan û xalên ko di preskonferansê de hatine minaqeşe kirin.

Sûriye: Serokê firansiz Nicolas Sarkozy helwêsta welatê xwe aşkere kir der barê hemû pirsgirêkên di rojevê de berovajî serokê rijêma Sûriyê Beşar Esedî. Evê ko tevlihev bû bû û ji pirsên peyamnêran direviya û dixwest di demeke kurt û zû de preskonferansê bi dawî bîne. Ji aliyê xwe de, firansiz pabend bûn bi prensîbên mafên mirovan li Sûriyê û pêwîstiya azadkirina karê siyasî yê aştiyane û serbest berdana girtiyên siyasî. Li hember vê çendê, sûriyan xwe kerr dikir û xwe dûr ji mijarê digirtin û ji pirsên peyamnêran re bersiv nedidan!

Lubnan: Firansizan - di şekl de - baweriya xwe bi bicîanîna rijêma Sûriyê bi sozên xwe piştî hevdîtina Parîsê anîn, nemaze hilbijartina serokê Lubnanê û avakirina hikûmeta yekîtiya niştimanî û qebûlkirina peywendiyên dîplomatîk di navbera herdû welatan de -Sûriyê û Lubnanê - digel aşkerekirina çarenivîsa hin girtiyên lubnanî di zindanên rijêma Sûriyê de.

Lê belê di naverokê de, ev bawerî wekî şermezariyekê ji livîna rijêma Şamê re bû û mikurhatinek bû bi desttêwerdana wê di karûbarên hundirîn yên dewleta Lubnanê de. Balkêş bû ko serokê mihvan Beşarî wekî şagirtekî seretayî ezmûn dikir û li gor liv û tevgera wî pile didanê! Ev yeka bi xwe şermezariyek mezin bû, û encama despotîzm û dûrketina rijêma wî ji gel bû.

Serok Sarkozy got ko wî bi Beşarî re babeta dadgeha nêvdewletî ya taybet bi tawana destkuştina serokê hikûmeta Lubnanê yê berê Refîq Herîrî giftûgo kir, bi ser de jî behsa mafên mirovan û hin mijarên dinê hate kirin.

Tiştê Beşarî got der barê rewşa lawaz ya Lubnanê û bûyerên şarê Trablusê û tundrewiya selefî bi çavdêriya hin dewletan - bê ko wan binav bike! - , ev gotin tenê berdewamiya liva tayfegerî ya bed bû û nîşanek bû derbarê peydekirina arîşeyan - eger bixwaze - li dijî gelê Lubnanê û civaka navnetewî. Di heman çarçoveyê de, pozbilindiya wî ko – Xwedê giravî - wî berê serokê Lubnanê rêzdar Mişêl Silêmanî daye gotûbêjên yekser bi Îsrailê re li ser şopa Sûriyê, dida xuya kirin!

Paradoksek aşkera hate xuya kirin dema ko mîrzayê Qeterê ê ko seredana Erebistana Siûdiyê kir û li wir got ko wî serokê Îranê venexwendiye da komcivîna welatên kendavê amade bibe berovajî daxuyaniyê Beşarî derket! Mîrzayê Qeterê xwest ko rewşa Lubnanê piştî peymana Dohayê (paytexta Qeterê) baştir bibe. Ev yeka kêmasî û şermezariyek mezin bû nisbetê mêvandarê komcivîna çarqolî!

Îran: Razîbûna serokê fransiz bi hin dewletên nerm yên erebî wekî Misr û Erebistana Siûdî tê wateya şaşderxistina liv û tevgera rijêma Sûriyê û hevbendiya wê bi rijêma Îranê re û siyaseta wê der barê Lubnan û Filistîn û Iraqê. Bi aşkerayî Sarkozy got ko bernameyê atomî yê Îranê nayê pejirandin û siyaseta wê ya êrîşker û arîşeçêker û ya li dijî aştiyê der barê navçeya kendavê û Lubnanê û Iraqê ya şaş û xelet e. Ev yek bû barekî nû û giran li ser pişta şagirtê dibistana seretayî û dostê rijêma Îranê ko di demek pêş de - yan dê mamoste aciz bibe! - Tehranê qanih bike ko helwêstên xwe yên niho biguhore berî ko "hasil bigihe Mûsil" û Îsrail êrîşî Îranê bike!

Îsrail: Mijara aştiya di navbera Sûriyê û Îsrailê de ya sereke bû di vê komcivîna çarqolî de. Eve jî hewleke ko rijêma Sûriyê dûrî ya Îranê bikeve. Gotin û sloganên rijêma Sûriyê hemû derew derketin û hate xuya kirin bê çiqasî ew dibeze berbi aştiyê bi Îsrailê re, û amade ye ko hemû şert û mercên wê binecih bike, di nav de şeş xalên ne aşkerakirî yên li bal hikûmeta tirkî ya navçîtiyê dik.e Vê yekê hîşt ko lîderê lubnanî rêzdar Welîd Canpolat zengilê tirsê lê bide ji ber ko armanca rijêma Şamê ji sazkirina aştiyê bi dewleta cihû re dûrtir e.

Diyar bû ko rûyê karbidestên Sûriyê sor û şîn dibe li pêşiya alavên ragehandin û medyayê. Cudahiyeke aşkere di nav bera gotarên herdû serokan de hebû.

Gotara serokê fransiz ko ji cîhaneke şefaf û zelal hatiye û raya sazî û dezgehên demokratîk û raya gitşî ya Fransayê û Ewropayê derdibire - tevî hin têbîniyên me li ser acendaya wî.

Li aliyê dinê jî gotara serokê rijêmeke totalîter û tek-partî û xwediya desthilata alavên ewlekariyê û asayişan û hukm û yasayên awarte. Rijêmeke derewkar ko rastiyan ji gelê xwe û cîhanê vedişêre. Rijêmeke ko ji serî heta binî ketiye nav pêlên gendelî û talankirinê. Rijêmeke ko kiriyarên terorê li gelek welatan birêve dibe.

Tiştê ko gelê Sûriyê bi hêrs kir û aciz kir, beza serokê rijêmê-berovajî hemû slogan û diruşmên neteweyî ko hildida - berbi sazkirina aştiyê bi Îsrailê re. Bi ser de jî, parsekirina alîkariyê ji dewletên rojavayê nemaze DYA-yê û xwestina çareserkirina rewşa aborî ya ne baş li Sûriyê.

Dibe ko rojava bi ser keve di warê bicîkirina tektîka xwe ya siyasî û çakkirina rijêma Sûrî, ne guhorandina wê wek ko gelê Sûriyê dixwaze û wek ko wezîrê derve yê Emerîkayê Colin Pawell got piştî seredana wî ya yekemîn bo Sûriyê di qonaxa yekem ya seroketiya serok Bushî de.

Dîsa, dibe ko rojava bi ser keve di warê dûrxistina Sûriyê ji Îranê û girêdana Şamê bi Til Avîvê re di riya otostrada Mezzê yanê jî di riya qesra serokomariyê de.

Lê belê, divêt rojava baş bizanibe ko rijêm ne yasayî ye û nikare vîn û arzûyên piraniya gelê Sûriyê temsîl bike. Bi gotineke dinê, çiqasî rijêm xwe kêm bike jî li pêşiya rojava û îsrailê dê milletê sûriyê bêtir jê bi hêrs û aciz bibe.

Tiştê ko milletê Sûriyê dixwaze pêkanîna aştiya navxweyî ye di hundirê Sûriyeyê de. Ev yeka jî di riya pêkanîna guhorîna demokratîk û anîna hikûmetekê ji aliyê gel ve û di riya hilbijartinên azad de, pêk têt. Hikûmeteke ko hemû pêkhateyên Sûriyê yên netewî û civakî û siyasî û çandî têde cî bigirin. Lê belê, piştî serbest berdana girtiyan û yên hatine revandin, û bidawî anîna rewşa awarte û zagonên urfî û normalîzekirina rewşa hundirîn, di nav de avakirina perlemaneke hilbijartî û hikûmeteke koalisyonê di bin siya destûrê Sûriyê ya nû de.

Ya rast ew e ko gelê Sûriyê tîne zimên, û piştî çareserkirina rewşa hundir wê pirsgirêkên siyaseta dervey di astên wê yên erebî û herêmî û nêvdewletî de werine minaqeşe kirin. Armanc jî jê ew e ko Sûriyê û gelê wê roleke layiq û aştîparêz di navçeyê de bilîzin, di çarçoveya welatekî dadmend û di bin serdestiya yasa û qanûnê de.

-----------------------------------
Nivîskar: SELAH BEDREDÎN kurdarab2004@yahoo.com
Weşandin: 2008-09-21
Xwendin: 7331
 

KOLUMNÊN BERÊ   
Şiroveya şoven ya mafê çarenivîsê (2011-01-29)
Krîza dewletên totalîter di serdema nû de (2011-01-15)
Mafê çarenûsê bi dîtina kurdan (2010-12-24)
Gelo dê ereb ji tecrûbeya Başûrê Sûdanê sûdê werbigrin (2010-11-19)
Sûriye û Tirkiye xwe li dijî kurdan rêk dixin (2010-10-25)
Şertê avakirina dewleta hevdem: mafê çarenûsê (2010-10-06)
Aliyê hizrî di rêbaza Mistefa Barzanî de (2010-08-22)
Hewesên serberdayî yên kovara Livînê û têkdana dîroka kurdan (2010-08-13)
Di nakokiya Tirkiye û Îsrailê de kanî Filistîn (2010-06-18)
Parastina ezmûna herêma Kurdistana Iraqê (2010-05-26)
Banga Nêçîrvan Barzanî bo reformê (2010-04-23)
Rewşa tevger û bizavên gelên Îranê çawa ye (2009-08-06)
Petrola Kurdistanê di bin xizmeta Îraqa federe ya nuh de (2009-06-25)
Ewlewiyet ji rawestandina despotîzmê re ye (2009-05-31)
Çi di navbera Sûriyeyê û Tirkiyeyê de heye (2009-05-16)
Serdana Mehmûd Ebbasî (Ebu Mazin) ya Kurdistanê (2009-04-28)
Newroza îsal – çend têbînî û pêşniyar (2009-04-19)
Dadgehên serdemê rêzê li mafê çarenûsê digirin (2009-03-25)
Herêma Kurdistanê – hinek gavên giring û di cih de (2009-02-25)
Cengên veguhêz yên Rojhilata-nêvê (2009-02-09)
NERÎNGEH
 
[kitêb] Sun Zî: Hunera şer (2016-04-21)
Ismail Beşikçi ji kurdan re li ser ermeniyan semînerek da (2013-09-28)
Kurdistan berî serxwebûna siyasî ”serxwebûna petrolê” û ekonomîk îlan dike (2012-05-21)
Tewanga navdêrên zimanê kurdî (2009-02-08)
Umît Firat dibêje navnîşana çareserîya pirsa kurd ne PKK ye (2008-11-11)
Hêro Talebanî: Min nedixwest Mam Celal bibe serokkomarê Iraqê [foto] (2007-05-10)
Alfabeya kurdî-latînî ji bo zimanê kurdî ji alfabeya kurdî-erebî minasibtir e (2005-11-02)
fjrigjwwe9r0TabArticles:ArticleHeadline
vv9v8v09fq:TabArticles:4;8;12;14;17;19;21;22;23;24;28;29;30;31;32;40;41;43;44;46;48;49;51;52;53;54;55;56;58;60;62;63;64;65;66;67;69;71;72;74;75;76;77;78;79;80;81;82;84;85;86;90;91;92;94;95;96;97;98;100;102;103;104;105;106;107;109;110;111;112;113;114;115;116;117;118;119;120;121;122;123;124;125;126;127;128;129;130;131;132;133;134;136;137;138;139;140;141;142;143;144;145;146;147;149;150;151;152;153;155;157;158;159;160;163;164;165;166;167;168;169;170;171;172;173;174;175;176;178;179;180;181;182;183;184;185;186;187;188;189;190;191;192;193;194;195;196;197;198;199;200;202;203;204;205;206;207;208;209;210;211;212;213;214;215;216;217;218;219;221;222;223;224;225;226;227;228;229;230;231;232;233;234;235;236;237;238;239;240;241;242;243;244;245;246;247;248;249;250;251;253;254;255;256;257;258;259;260;261;262;263;264;265;266;267;268;269;270;271;272;273;274;275;276;277;278;279;280;281;282;283;284;285;286;287;288;289;290;291;293;294;295;296;297;298;301;302;303;304;305;306;307;308;309;310;311;312;313;314;315;316;317;318;319;320;321;322;323;324;325;326;327;328;329;330;331;332;333;334;335;336;337;338;339;340;341;342;343;344;345;346;347;348;349;350;351;352;353;354;355;356;357;358;359;360;361;362;363;364;365;366;367;368;369;370;371;372;373;374;375;376;377;378;379;380;381;382;383;384;385;386;387;388;389;391;392;393;394;395;396;398;399;400;401;402;403;404;405;406;407;408;409;410;411;412;413;414;415;416;417;418;419;420;421;422;423;424;425;426;427;428;429;430;431;432;433;434;435;436;437;438;439;440;441;442;443;444;445;446;447;448;449;450;451;452;453;454;455;457;458;459;460;461;462;463;464;465;466;467;468;469;470;471;472;473;474;475;476;477;478;479;480;481;482;483;484;485;486;487;488;489;491;492;493;494;495;496;497;498;499;500;501;502;503;504;505;506;507;508;509;510;511;512;513;514;515;516;517;518;519;520;521;522;523;524;525;526;527;528;529;530;531;532;533;534;535;536;537;538;539;540;541;542;543;544;545;546;547;548;549;550;552;553;554;555;556;557;558;559;560;561;562;563;564;565;566;567;568;569;570;571;572;573;574;575;576;577;578;579;580;581;582;583;584;585;586;587;588;589;590;591;592;593;594;595;596;597;598;599;600;601;602;603;604;605;606;607;608;609;610;611;612;614;615;616;617;618;619;620;621;622;623;624;625;626;627;628;629;630;631;632;633;634;635;636;637;638;639;640;641;642;643;644;645;646;647;648;649;650;651;652;653;654;655;656;657;658;659;660;661;662;663;664;665;666;667;668;669;670;671;672;673;674;675;676;677;678;679;680;681;682;683;684;685;686;687;688;689;690;691;692;693;694;695;696;697;698;699;700;701;702;703;704;705;706;707;708;709;710;711;712;713;714;715;716;717;718;719;721;722;723;724;725;726;727;728;729;730;731;732;733;734;735;736;738;740;741;742;743;744;745;746;747;748;749;750;751;752;753;755;756;757;758;759;760;761;762;763;764;765;766;767;768;769;770;771;773;775;776;777;778;779;780;781;782;783;784;785;786;787;788;789;790;791;792;793;794;795;796;798;799;800;801;802;803;804;805;806;807;808;809;810;811;812;813;814;815;816;817;818;819;820;821;822;823;824;825;826;827;828;829;830;831;832;833;834;835;836;837;838;839;840;841;842;843;844;845;846;847;848;849;850;851;852;853;854;855;856;857;858;859;860;861;862;863;864;865;866;867;868;869;870;871;872;873;874;875;876;877;878;879;880;881;882;883;884;885;886;887;888;889;890;891;892;893;894;895;896;897;898;899;900;901;902;903;904;905;906;907;908;909;910;911;912;913;914;915;916;917;918;919;920;921;922;923;924;925;926;927;928;929;930;931;932;933;934;935;936;937;938;939;940;941;942;943;944;945;946;947;948;949;950;951;952;953;954;955;956;957;958;959;960;961;962;963;964;965;966;967;968;969;970;971;972;973;974;975;976;977;978;979;980;981;982;983;984;985;986;987;988;989;990;991;992;993;994;995;996;997;998;999;1000;1001;1002;1003;1004;1005;1006;1007;1009;1010;1011;1012;1013;1014;1015;1016;1017;1018;1019;1020;1021;1022;1023;1024;1025;1026;1027;1028;1029;1030;1031;1032;1033;1034;1035;1036;1037;1038;1039;1040;1041;1042;1043;1044;1045;1046;1047;1048;1049;1050;1051;1052;1053;1054;1055;1056;1057;1058;1059;1060;1061;1062;1063;1064;1065;1066;1067;1068;1069;1070;1071;1072;1073;1074;1075;1076;1077;1078;1079;1080;1081;1082;1083;1084;1085;1086;1087;1088;1089;1090;1091;1092;1093;1094;1095;1096;1097;1098;1099;1100;1101;1102;1103;1104;1105;1106;1107;1108;1109;1110;1111;1112;1113;1114;1115;1116;1117;1118;1119;1120;1121;1122;1123;1124;1125;1126;1127;1128;1129;1130;1131;1132;1133;1134;1135;1136;1137;1138;1139;1140;1141;1142;1143;1144;1145;1146;1147;1148;1149;1150;1151;1152;1153;1154;1155;1156;1157;1158;1159;1160;1161;1162;1163;1164;1165;1166;1167;1168;1169;1170;1171;1172;1173;1174;1175;1176;1177;1178;1179;1180;1181;1182;1183;1184;1185;1186;1187;1188;1189;1190;1191;1192;1193;1194;1195;1196;1197;1198;1199;1200;1201;1202;1203;1204;1205;1206;1207;1209;1210;1211;1212;1213;1214;1215;1216;1217;1218;1219;1220;1221;1222;1223;1224;1225;1226;1227;1228;1229;1230;1231;1232;1233;1234;1235;1236;1237;1238;1239;1240;1241;1242;1243;1244;1245;1246;1247;1248;1249;1250;1251;1252;1253;1254;1255;1256;1257;1258;1259;1260;1261;1262;1263;1264;1265;1266;1267;1268;1269;1270;1271;1272;1273;1274;1275;1276;1277;1278;1279;1280;1281;1282;1283;1284;1285;1286;1287;1288;1289;1290;1291;1292;1293;1294;1295;1296;1297;1298;1299;1300;1301;1302;1303;1304;1305;1306;1307;1308;1309;1310;1311;1312;1313;1314;1315;1316;1317;1318;1319;1320;1321;1322;1323;1324;1325;1326;1327;1328;1329;1330;1331;1332;1333;1334;1335;1336;1337;1338;1339;1340;1341;1342;1343;1344;1345;1346;1347;1348;1349;1350;1351;1352;1353;1354;1355;1356;1357;1358;1359;1360;1361;1362;1363;1364;1365;1366;1367;1368;1369;1370;1371;1372;1373;1374;1375;1376;1377;1378;1379;1380;1381;1382;1383;1384;1385;1386;1387;1388;1389;1390;1391;1392;1393;1394;1395;1396;1400;1401;1402;1403;1404;1405;1406;1407;1408;1409;1411;1412;1413;1414;1415;1416;1417;1418;1419;1420;1421;1422;1423;1424;1425;1426;1427;1428;1429;1430;1431;1432;1433;1434;1435;1436;1437;1438;1439;1440;1441;1442;1443;1444;1445;1446;1447;1448;1449;1450;1451;1452;1453;1454;1455;1456;1457;1458;1459;1460;1461;1462;1463;1464;1465;1466;1467;1468;1469;1470;1471;1472;1473;1474;1475;1476;1477;1478;1479;1480;1481;1482;1484;1485;1486;1487;1488;1489;1490;1491;1492;1493;1494;1495;1496;1497;1498;1499;1500;1502;1503;1504;1505;1506;1507;1508;1510;1511;1512;1513;1514;1515;1516;1517;1518;1519;1520;1521;1522;1523;1524;1525;1526;1527;1528;1529;1530;1531;1532;1533;1534;1535;1536;1537;1538;1539;1540;1541;1542;1543;1544;1545;1546;1547;1548;1549;1550;1551;1552;1553;1555;1556;1557;1558;1559;1560;1561;1562;1563;1564;1565;1566;1567;1568;1569;1570;1571;1572;1573;1574;1575;1576;1577;1578;1579;1580;1581;1582;1583;1584;1585;1586;1587;1588;1589;1590;1591;1592;1593;1594;1596;1597;1598;1599;1600;1601;1602;1605;1606;1607;1608;1609;1610;1611;1612;1613;1614;1615;1616;1617;1618;1619;1620;1621;1622;1623;1624;1625;1627;1628;1629;1630;1631;1632;1633;1634;1635;1636;1637;1638;1639;1640;1641;1642;1643;1644;1645;1646;1647;1648;1649;1650;1651;1652;1653;1654;1655;1656;1657;1658;1659;1660;1661;1662;1663;1664;1665;1666;1667;1668;1669;1670;1671;1672;1673;1674;1675;1676;1677;1678;1679;1680;1681;1682;1683;1684;1685;1686;1687;1688;1689;1690;1691;1692;1693;1694;1695;1696;1697;1698;1699;1700;1701;1702;1703;1704;1705;1706;1707;1708;1709;1710;1711;1712;1713;1714;1715;1716;1717;1718;1719;1720;1721;1722;1723;1724;1725;1726;1727;1728;1729;1730;1731;1732;1733;1734;1735;1736;1737;1738;1739;1740;1741;1742;1743;1744;1745;1746;1747;1748;1749;1750;1751;1752;1753;1754;1755;1756;1757;1758;1759;1760;1761;1762;1763;1764;1765;1766;1767;1768;1769;1770;1771;1772;1773;1774;1775;1776;1777;1778;1779;1780;1781;1782;1783;1784;1785;1786;1787;1788;1789;1790;1791;1792;1793;1794;1795;1796;1797;1798;1799;1800;1801;1802;1803;1804;1805;1806;1807;1808;1809;1810;1811;1812;1813;1814;1815;1816;1817;1818;1819;1820;1821;1822;1823;1824;1825;1826;1827;1828;1829;1830;1831;1832;1833;1834;1835;1836;1837;1838;1839;1840;1841;1842;1843;1844;1845;1846;1847;1848;1849;1850;1851;1852;1853;1854;1855;1856;1857;1858;1859;1860;1861;1862;1863;1864;1865;1866;1867;1868;1869;1870;187Ferqa di nêvbera »ko«, »ku« û »kû« de (2005-05-19)
fjrigjwwe9r0TabArticles:ArticleHeadline
Xewna Mesûd Barzanî ji başûrê Kurdistanê mezintir e (2005-02-07)
 
REKLAM


KOLUMNÎST
Şebabê Egît nabe Şeroyê Biro û ez jî nabim ”heval”
Tolstoy û xelata Nobelê
Kurdistaneka serbixwe û [ne]cida
Heşt rojên şerê xendekê – I
Em û felsefe
Hilbijartinên Kurdistanê ez şok kirim
© 1997–2024 www.nefel.com  |  E-poste: info@nefel.com  |  Powered by Medesoft.org