[ ÎNÊ, 2024-03-29 ]   [ BIKE MALPERA DESTPÊKÊ ]   [ BÊXE NÊV BIJAREYAN ]   [ KONTAKT ]   [ INFO ]   [ LÊGERÎN & ARŞÎV ]  
DESTPÊK
Nûçe
Nivîsar
Kulturmagazîn
Hevpeyvîn
Kolumnîst
Ewrokurd
E-Pirtûk
Lîteratûr
Ziman
Muzîk
Foto
Lînk
E-POSTEYA TE
  Nav (Username)  
   
  Þîfre (Password)  
   
   
     
   »E-posteyeka nû
 bo xwe qeyd bike
 
REKLAM


KOLUMNÎST 
Konferansa pêncê tebaxê û tecribeya çepê kurd 2/2
KURDISTAN, 25/8 2008 — Bi giştî û weke prensîb têrma (têgeha) çep tê wateya şerê çînayetî û dadweriya civakî, lê belê di tecrûbeya me de hin taybetmendî û cudahî hebûn: ronakbîr û xwendevan ên ji çînên civatê yên cihê-cihê digel cotkar û gundnişîn û kasibkarên bajaran ko bi du agiran dihatine şewitandin; agirê desthilatê anku tepeseriya netewî û agirê civata wan bi xwe, tevî nav refên me bibûn.

Van hemuyan bi hev re erkê rizgarkirina tevgera netewî ya kurdî û jinûve avakirina wê dane ser milê xwe. Wana ev erk li gor teoriya (bîrdoziya) zanistî û tecrûbeya tevgera şoreşgêra cîhanî û tecrûbeyên gelên navçê bicî anî.

Çepê neteweparêzê kurd projeyekî pêşkeftî li ser pirsgirêka kurdî anî holê hemberî projeya desthilata dîktatorîka şovonîst di warê çawaniya çareserkirina herdû arîşeyên niştimanî û netewî de.

Her weha çepê kurd li hemberî plana Zinnara (kembera) Erebî derket, û gelek kiriyar pêk anîn ko hin ji wan heta niho nehênî mane, û hinên din jî me wê demê pêk anîn wekî gurkirina cotkarên kurd û bûyerên berxudana ko li gundên Elî Fero û Girê Pirê…û cihine din pêkhatin, û şehîd û girtî û birîndarên wan bûyeran.

Digel vê çendê, çepê kurd rabû bi belavkirina belavokan li seranserê navçeya Cizîrê – ev şêwazekî nû bû wê gavê - û pîlana nijadperest ya zinarê li ser hemû astên niştimanî û herêmî û erebî û cîhanî aşkere û riswa kir.

Çepê kurd dikarîbû di demeke kurt de analîzeka reel bide rewşa sûriyê û di nav de ya kurdên sûriyeyê. Seroketiyê jî şiya ko bernameyên cihê-cihê derbarê avakirina hevbendiyan û karê hevbeş di meydana netewî ya kurdî û niştimanî ya sûrî û ya kurdistanî de jî formalîze bike, û xwesteka pêk anîna guherîna demokratîk li welêt di kongireyê xwe yê sêyemîn de ko di sala 1973-an de li Qamişloyê hate girêdan, tespît bike.

Di heman çarçoveyê de, me lêkolînên zanistî li ser wateya çepgiriyê û pirsên netewe û kêmneteweyan belav kirin, digel serastkirina peywendiyên netewî nemaze bi şoreşa Îlonê re û bi taybet bi dîtina serokê wê yê nemir Mele Mistefa Barzanî re di buhara sala 1967-an de dema şandeke me - bi seroketiya nivîskarî - hevdîtin di gel de çêkir.

Di qonaxa pêş de, me hewl da peywendiyan di gel tevgera çep a kurd li herdû parçeyên kurdistanê yên Tirkiyê û Îranê bihêz bikin. Wê demê, me peywendiyên xwe xurtkirin bi tevgera netewî ya kurd ya çep ya nûciwan re li Tirkiyê bi seroketiya Dr. Şivanî. Evê ko hingî li deverên rizgarkirî yên şoreşa Îlonê cî girtibû û ew der kiribû bingeha xebata xwe ya siyasî û civakî (di warê doxtoriyê de). Dr. Şivanî hingê kevirê pêşîn yê Partiya Karkerên Kurdistana Tirkiyê danî ko xebatker Omer Çetîn bû yekemîn sekretêrê wê.
Peywendî bi seroketiya Partiya Demoqrata Kurdistana Îranê re jî hatine danîn ya ko li heman deveran cî girtibû, û bi taybet bi sekretêrê wê rehmetiyê Ehmed Tewfîqî re.

Aliyekî dî jî vebûna me li ser revendên kurd di navçeyê de bû, nemaze li lubnanê û urdunê û pêşkêşkirina piştgiriya çandî ya pêwîst ji bona avakirina sazî û dezgehên wekî Kombenda Kawa bo Çanda Kurdî û Komeleya çandî-civakî ya kurdî li Beyrûtê û Komeleya Selaheddînî bo qenciyê li ummanê û bihzêkirina hişmendiya netewî ya demokratîk di nav refên revendên kurd li herdû welatên navborî de.

Dema ez carina li deqên kongir û konfirans û civînên komîteya me ya navendî û polîtbîroya me û komcivînên me yên dulaî û yên din jî li hundir û li lubnan û Ewropayê vedigerim, ji dema konigrê tebaxê û heta sala 2002-an, anku li dirêjahiya zêdetirî 30-î salan (arşîvê me hemû li nik min parastî ye) min bi dehan biriyar û wesiyetname dîtin di derbarê nûkirina şêweyên xebatê li hundir wekî (xwepêşandanên aştiyane û mîtîng û mangirtin û rêpîvanên jinan li navçên kurdnişîn û bajarên sereke wekî Şam û Heleb û bi taybet di boneyên dîrokî yên girêdayî herdû dozên netewî û niştimanî weke cejina Newrozê û ya serxwebûna sûriyeyê û damezirandina partiya me û konfiransê tebaxê…htd).

Her di wê lêvegerê de çavên min bi deqên ceza û lomekirinê ji kesên ko karên xwe bicî nekirine û biriyarên partiyê binecih nekirine diket, nemaze endamên komîteya navendî û berpirsên navçeyan û Cizîrê-ciyê pêkanîna zinnara erebî û serjimêra awarte ya sala 1960-ê. Bi gotineke din, arîşeya me ne di helwesta me ya siyasî û şêweyên xebata me de bû, lê belê di karakterê serkirdayetî yê navxweyî de bû. Her eve bû sedemê surprîzên ji nişkave ko wê demê qewimîn! Her çawa be jî rêz û hurmeta min ji kesên ko hatine girtin û surgûnkirin û îşkencekirin re heye.

Bê guman, divê munaqeşe û lêvegerîn hêj bêtir di van waran de were kirin. Bi taybet, li ser cudabûna bi nav û deng di laşê tevgera çep de, eva ko nivîsîngeha dosiyeya kurdî ya ser bi alavên ewlekariya sûriyêyê jê re li çepikan xist, ev alavên ko armanca wan ne tenê tunekirina çepê neteweparêz bû, lê belê tunekirin û parçekirina tevahiya tevgera kurdî bû û peydakirina hin seroketiyên hevbend di nav laşê tevgerê de, ko heye em carekê-eger pêwîst kir ji bona berjewendiya tevgera me-hin tiştan di vî warî de aşkere bikin.

Xêzên Sor

Desthilatê çar pirs weke derbaskirina xêzên sor û tehdîtkirina ewlekariya wê xwe ya netewî dihesibandin: pabendûba şepola çep bi mafên netewî yên gelê rojavayê kurdistanê re yê ko li ser xaka xwe ya dîrokî dijî di çarçoveya misogerkirina mafê neteweyan di destnîşankirina çarenûsa xwe de.

Dîsa, pabendbûna me bi çareseriya niştimaniya demokratîk re di riya hevgirtina bi opozisyona erebî sûrî re û avakirina balansekê di navbera herdû aliyên niştimanî û netewî de, û derencama vê yekê li ser destpêkirina danûsitendinê bi tevgera netewî ya kurdistanî re nemaze bi şoreşa Îlonê û serokê wê yê nemir Mele Mistefa Barzanî re.

Her weha, avakirina pirên dostanî û hevkariyê bi hêzên rizgarîxwezên ereb re li dervey sûriyê nemaze hêzên Filistînî û Lubnanî. Eve jî bû derbaskirina yekemîn di warê peydekirina piştgiriya erebî ji tevgera kurdî li sûriyê re.

Van hokaran hîşt ko nakokiya siyasî di tevgera kurdî de bibe nakokiyek fikrî û çandî û meydanî di navbera şepola çep û desthilatdariyê de. Lê di vê nakokiyê de, rastgirên kurd bûne alîkarên deshilatê ji salên 70-yan ji sedsala buhurî ve û ji hingê ve wan destpêkir bi belavkirina gotegotan (rumors) li dijî çepgiran.

Gelek belge û dukûmen hene ko vê gotina me piştrast dikin, anku xebata desthilatê bi alîkariya rastgirên kurd li dijî çepên kurd bi armanca tunekirin û ji holê rakirina şepola çepa neteweparêz di nav tevgera kurdî de.

Di pratîkê de jî ev yeka hate xuyakirin. Alîgir û endamên şepola çep ketin ber îşkencekirinê û girtinê û dûrxistina ji mafên wan yên sivîl û bê nasnamekirin û dûrxistina ji wezîfeyan. Heta ko serokomariyê nivîsîngehek taybet bi dosiyeya kurdî avakir bi çavdêriya mulazîmê yekem Lîwa Mihemmed Mensûre.

Xwe-rexnekirin

Di dema ko em behsa serkeftin û destkeftiyên partiya tebaxê dikin, divêt em jibîr nekin ko vê partiyê nikaribû gelek armancên xwe binecih bike.

Seroketiya partiyê erk û pabendiyên xwe yên netewî û niştimanî di gelek qonax û boneyan de bicî nekirin ji ber sedemên cihê-cihê yên zatî û dijwariya rewşê bi giştî nemaze rewşa ewlekariyê. Her weha seroketiyê–ez jî di nav de- nikaribû yekîtiya partiyê biparêze di demeke ko ew bihêz bûbû û di nav refên cemawerên kurdên sûriyeyê de berbelav bûbû û şaxên xwe kûr berdabûn.

Di vir de, divê em bi kêmasiya xwe mikur werin ko me nikaribû -Hevbendiya Demokrata Kurdî- bihêztir bikin û biparêzin. Ev hevbendiya ko li Beyrûtê hate îlankirin piştî danûsitendinê di navbera sekretêrê Partiya Demokrata Kurdî li Sûriyê, rehmetiyê Kemal Ehmed û emîndarê giştî yê Partiya Hevgirtina Gelê Kurd li Sûriyê, Selah Bedreddînî de. Ji bilî kêmasiya me, rola nêgatîva rastgiran jî di têkbirina Hevbendî-iyê de hebû.

Jinûve pênasekirina çepê netewî

Gelek guherîn û bûyer di cîhanê de niha qewimîne. Natura tevgerên rizgarîxwez li seranserê cîhanê niha hatiye guhertin. Ev yeka li ser tevgera me jî rast tê. Bi taybet piştî qewimîna rabûna adara 2004-ê ya pîroz, û derketina hin têrm û konsêptên nû nemaze paş destpêkirina şerê cîhanî li dijî afata terorê.

Niha û berê jî cudahî di warê pênasekirin û şîrovekirina konsêpta çepê netewî yê demokratîk de hebû: Beriya rabûna adara pîroz jî çepê netewî wekî paşmayên rêbaza konfiransa tebaxê ji rêxistin û kom û tiwêje û takekesan dihate dîtin, lê piştî Rabûn-ê ev dîtina hate guhertin.

Nemaze paş ko gelek kes li dijî prensîbên tebaxê derketin û ew bi nirxekî here erzan firoştin, û ji pişt ve, bi xedarî berên rimên xwe dane pişta dostên xwe yên kevin! û xwe avêtin hembêza nivîsîngeha dosiyaya kurdî û hinekên din jî bi hêsanî-paş wê ked û xebata bê westan ya ko me rêtî li malên xwe rûniştin û nema îşê xwe ji tiştekî anîn!

Lê ji demekê ve ye nifşekî nû nêzîk ji rêbaza tebaxê di nav de ronakbîrên jin û mêr û gênc û xebatkarên mandînenas xwedî prensîb û fikrên pêşkeftî xwe dide pêş. Li ser asta hizrî jî beşa here mezin û girîng ya fikr û bîr û armancên rêbaza tebaxê ciyê xwe di hiş û wijdanên nifşê kurd yê nûhatî de digire.

Her çawa be jî, hêj hindek pirsgirêk bê çareserî mane û li benda çareseriya xwe ne. Divê ev pirsgirêk hemû jî bêne çareserkirin û şepola çep jî rola sereke çareserkirina wan de bilîze li ser asta sûriyê û tevahiya kurdistanê jî.

Di vî warî de, min beriya çend salekî projeyek pêşkêşkiribû bi sernavê: “Tevgera Niştimanperwera Kurd li Sûriyeyê” û min pêşniyarên xwe pêşî li ser xwe cî bi cî kirin dema min bi vîn û îradeya xwe, xwe ji seroketiya partiya xwe kişand û rê li ber nifşên nû vekir. Ji ber mezinbûna pirsgirêka seroketiyê di nav tevgera me de (serok û sekretêr û endamên polîtbîroyan ko hejmara wan digihîje 120-an! Tê gotin ko ev hejmara meyşûm digihîje sêyeka tevahiya hejmara endamên partiyên kurdî li seranserê welêt!!). Projeya me bi mebesta avakirina tevgera netewî ya yekgirtî bû, lê belê weke têt zanîn heta vê deqê jî hêj me bersiv ji kesî nebihîstiye li ser wê projeyê.

Li ser riya pêşengan

Divêt li vir em rol û qurbaniyên hemû kesên ko beşdarî di amadekirin û sazkirina konfiransa tebaxê de kirin bibîr bînin. Ev konfiransê ko li gundê min yê xoştevî Cima`yê li mala rehmetiyê Haciyê Botî de hate lidarxistin. Gelek guftûgo û nîgaş çêbûn di navbera kadroyên pêşkeftî û endamên partiyê de li hemû navçeyan heta bi Apo Osman Sebrî û hevalên wî re yên ko girtî bûn di zîndana Qele ya Heleb ê de havîna sala 1964-an, û van guftûgoyan zêdyî salekê ji beriya sazkirina konfiransê pêncê tebaxê yê sala 1965-an dom kirin.

Dora 30 kesan di konfiransê de amade bûn, divê yek ji wan jî neyê jibîr kirin lê li vir ez van navan tînim ziman: rehmetiyê Mihemmedê Neyo û rehmetiyê Şemo û Hîlal Xelef û Nûriyê Hacî û Mihemmedê Botî. Ev kesên wefadar û bi şeref ko bi mehan û salan û di wan rewşên dijwar û zehmet de û nemaze dijatiya rastgiran li ber xwe dan û konfirans bi serkeftî lidarxistin.

Ez bi rêz û hurmet mêrxasî û çelengiya van hevalên welatparêz yên dilsoz bibîr tînim: rehmetiyê Ehmed Seîdê Erebo û Oskê Zaxuranî û Ne`meto û Seîdê Barûdo.

Her li vir pêwîst e em rêza pêşengên ko bersiva bangewaziyên avakerên partiya tebaxê–Partiya Demokrata Kurd a Çep-kirin û piştre tevî nav refên wê bûn bigirin, nemaze rehmetiyê Apo Osman Sebrî emîndarê seroketiya katî ya partiya me û mamoste Mihemmedê Mela Ehmed û helbestvanê koçkirî Cegerxwînî.

Di derbarê Apo Osman de jî wî ji ber xwe de dev ji me berda-tevî ko me ev daxwazê wî retkir jî-li gor pîvanên rêxistinî û di konfiranseke ko bêtirî 40 kesan têde amade bibûn ji ber hin sedemên kesayetî, û wî rêz û hurmet li bal hemû rêhevalên xwe hîşt bêyî ko em bikaribin hêviya xwe pêk bênin di kartêkirina dîrokî de, û di riya çarçoveya yek rêxistinê de, û di riya dezgehek serkirdayetiya yekgirtî de di navbeyna konsêpt û tecrûbeyên du nifşan de: nifşê pêşengan û yê gêncan.

Lê tevî guherîna kes û nifşan, partiya konfiransa tebaxê ya girêdayî fikr û çand û helwêsteke siyasî û bernameyekî taybet û bi parêzvaniya gelê rojavayê kurdistanê her berdewam bû di riya têkoşan û xebatê de.

Şiyan hêjî heye-wek ko dîrok me fêr dike - çi rêbaza siyasî dibe bila bibe dikare têkçûnên xwe derbas bike û xwe jinûve ava bike û yekîtiya xwe vegerîne û biparêze nemaze ko şert û mercên pêwîst yên subjektîv û objekîtv peyde bibin….ev hêvî û daxwaza ko camawer û welatparêzên kurd ji mêj ve ye li bendê ne...

-----------------------------------
Nivîskar: SELAH BEDREDÎN kurdarab2004@yahoo.com
Weşandin: 2008-08-25
Xwendin: 7244
 

KOLUMNÊN BERÊ   
Şiroveya şoven ya mafê çarenivîsê (2011-01-29)
Krîza dewletên totalîter di serdema nû de (2011-01-15)
Mafê çarenûsê bi dîtina kurdan (2010-12-24)
Gelo dê ereb ji tecrûbeya Başûrê Sûdanê sûdê werbigrin (2010-11-19)
Sûriye û Tirkiye xwe li dijî kurdan rêk dixin (2010-10-25)
Şertê avakirina dewleta hevdem: mafê çarenûsê (2010-10-06)
Aliyê hizrî di rêbaza Mistefa Barzanî de (2010-08-22)
Hewesên serberdayî yên kovara Livînê û têkdana dîroka kurdan (2010-08-13)
Di nakokiya Tirkiye û Îsrailê de kanî Filistîn (2010-06-18)
Parastina ezmûna herêma Kurdistana Iraqê (2010-05-26)
Banga Nêçîrvan Barzanî bo reformê (2010-04-23)
Rewşa tevger û bizavên gelên Îranê çawa ye (2009-08-06)
Petrola Kurdistanê di bin xizmeta Îraqa federe ya nuh de (2009-06-25)
Ewlewiyet ji rawestandina despotîzmê re ye (2009-05-31)
Çi di navbera Sûriyeyê û Tirkiyeyê de heye (2009-05-16)
Serdana Mehmûd Ebbasî (Ebu Mazin) ya Kurdistanê (2009-04-28)
Newroza îsal – çend têbînî û pêşniyar (2009-04-19)
Dadgehên serdemê rêzê li mafê çarenûsê digirin (2009-03-25)
Herêma Kurdistanê – hinek gavên giring û di cih de (2009-02-25)
Cengên veguhêz yên Rojhilata-nêvê (2009-02-09)
NERÎNGEH
 
[kitêb] Sun Zî: Hunera şer (2016-04-21)
Ismail Beşikçi ji kurdan re li ser ermeniyan semînerek da (2013-09-28)
Kurdistan berî serxwebûna siyasî ”serxwebûna petrolê” û ekonomîk îlan dike (2012-05-21)
Tewanga navdêrên zimanê kurdî (2009-02-08)
Umît Firat dibêje navnîşana çareserîya pirsa kurd ne PKK ye (2008-11-11)
Hêro Talebanî: Min nedixwest Mam Celal bibe serokkomarê Iraqê [foto] (2007-05-10)
Alfabeya kurdî-latînî ji bo zimanê kurdî ji alfabeya kurdî-erebî minasibtir e (2005-11-02)
fjrigjwwe9r0TabArticles:ArticleHeadline
vv9v8v09fq:TabArticles:4;8;12;14;17;19;21;22;23;24;28;29;30;31;32;40;41;43;44;46;48;49;51;52;53;54;55;56;58;60;62;63;64;65;66;67;69;71;72;74;75;76;77;78;79;80;81;82;84;85;86;90;91;92;94;95;96;97;98;100;102;103;104;105;106;107;109;110;111;112;113;114;115;116;117;118;119;120;121;122;123;124;125;126;127;128;129;130;131;132;133;134;136;137;138;139;140;141;142;143;144;145;146;147;149;150;151;152;153;155;157;158;159;160;163;164;165;166;167;168;169;170;171;172;173;174;175;176;178;179;180;181;182;183;184;185;186;187;188;189;190;191;192;193;194;195;196;197;198;199;200;202;203;204;205;206;207;208;209;210;211;212;213;214;215;216;217;218;219;221;222;223;224;225;226;227;228;229;230;231;232;233;234;235;236;237;238;239;240;241;242;243;244;245;246;247;248;249;250;251;253;254;255;256;257;258;259;260;261;262;263;264;265;266;267;268;269;270;271;272;273;274;275;276;277;278;279;280;281;282;283;284;285;286;287;288;289;290;291;293;294;295;296;297;298;301;302;303;304;305;306;307;308;309;310;311;312;313;314;315;316;317;318;319;320;321;322;323;324;325;326;327;328;329;330;331;332;333;334;335;336;337;338;339;340;341;342;343;344;345;346;347;348;349;350;351;352;353;354;355;356;357;358;359;360;361;362;363;364;365;366;367;368;369;370;371;372;373;374;375;376;377;378;379;380;381;382;383;384;385;386;387;388;389;391;392;393;394;395;396;398;399;400;401;402;403;404;405;406;407;408;409;410;411;412;413;414;415;416;417;418;419;420;421;422;423;424;425;426;427;428;429;430;431;432;433;434;435;436;437;438;439;440;441;442;443;444;445;446;447;448;449;450;451;452;453;454;455;457;458;459;460;461;462;463;464;465;466;467;468;469;470;471;472;473;474;475;476;477;478;479;480;481;482;483;484;485;486;487;488;489;491;492;493;494;495;496;497;498;499;500;501;502;503;504;505;506;507;508;509;510;511;512;513;514;515;516;517;518;519;520;521;522;523;524;525;526;527;528;529;530;531;532;533;534;535;536;537;538;539;540;541;542;543;544;545;546;547;548;549;550;552;553;554;555;556;557;558;559;560;561;562;563;564;565;566;567;568;569;570;571;572;573;574;575;576;577;578;579;580;581;582;583;584;585;586;587;588;589;590;591;592;593;594;595;596;597;598;599;600;601;602;603;604;605;606;607;608;609;610;611;612;614;615;616;617;618;619;620;621;622;623;624;625;626;627;628;629;630;631;632;633;634;635;636;637;638;639;640;641;642;643;644;645;646;647;648;649;650;651;652;653;654;655;656;657;658;659;660;661;662;663;664;665;666;667;668;669;670;671;672;673;674;675;676;677;678;679;680;681;682;683;684;685;686;687;688;689;690;691;692;693;694;695;696;697;698;699;700;701;702;703;704;705;706;707;708;709;710;711;712;713;714;715;716;717;718;719;721;722;723;724;725;726;727;728;729;730;731;732;733;734;735;736;738;740;741;742;743;744;745;746;747;748;749;750;751;752;753;755;756;757;758;759;760;761;762;763;764;765;766;767;768;769;770;771;773;775;776;777;778;779;780;781;782;783;784;785;786;787;788;789;790;791;792;793;794;795;796;798;799;800;801;802;803;804;805;806;807;808;809;810;811;812;813;814;815;816;817;818;819;820;821;822;823;824;825;826;827;828;829;830;831;832;833;834;835;836;837;838;839;840;841;842;843;844;845;846;847;848;849;850;851;852;853;854;855;856;857;858;859;860;861;862;863;864;865;866;867;868;869;870;871;872;873;874;875;876;877;878;879;880;881;882;883;884;885;886;887;888;889;890;891;892;893;894;895;896;897;898;899;900;901;902;903;904;905;906;907;908;909;910;911;912;913;914;915;916;917;918;919;920;921;922;923;924;925;926;927;928;929;930;931;932;933;934;935;936;937;938;939;940;941;942;943;944;945;946;947;948;949;950;951;952;953;954;955;956;957;958;959;960;961;962;963;964;965;966;967;968;969;970;971;972;973;974;975;976;977;978;979;980;981;982;983;984;985;986;987;988;989;990;991;992;993;994;995;996;997;998;999;1000;1001;1002;1003;1004;1005;1006;1007;1009;1010;1011;1012;1013;1014;1015;1016;1017;1018;1019;1020;1021;1022;1023;1024;1025;1026;1027;1028;1029;1030;1031;1032;1033;1034;1035;1036;1037;1038;1039;1040;1041;1042;1043;1044;1045;1046;1047;1048;1049;1050;1051;1052;1053;1054;1055;1056;1057;1058;1059;1060;1061;1062;1063;1064;1065;1066;1067;1068;1069;1070;1071;1072;1073;1074;1075;1076;1077;1078;1079;1080;1081;1082;1083;1084;1085;1086;1087;1088;1089;1090;1091;1092;1093;1094;1095;1096;1097;1098;1099;1100;1101;1102;1103;1104;1105;1106;1107;1108;1109;1110;1111;1112;1113;1114;1115;1116;1117;1118;1119;1120;1121;1122;1123;1124;1125;1126;1127;1128;1129;1130;1131;1132;1133;1134;1135;1136;1137;1138;1139;1140;1141;1142;1143;1144;1145;1146;1147;1148;1149;1150;1151;1152;1153;1154;1155;1156;1157;1158;1159;1160;1161;1162;1163;1164;1165;1166;1167;1168;1169;1170;1171;1172;1173;1174;1175;1176;1177;1178;1179;1180;1181;1182;1183;1184;1185;1186;1187;1188;1189;1190;1191;1192;1193;1194;1195;1196;1197;1198;1199;1200;1201;1202;1203;1204;1205;1206;1207;1209;1210;1211;1212;1213;1214;1215;1216;1217;1218;1219;1220;1221;1222;1223;1224;1225;1226;1227;1228;1229;1230;1231;1232;1233;1234;1235;1236;1237;1238;1239;1240;1241;1242;1243;1244;1245;1246;1247;1248;1249;1250;1251;1252;1253;1254;1255;1256;1257;1258;1259;1260;1261;1262;1263;1264;1265;1266;1267;1268;1269;1270;1271;1272;1273;1274;1275;1276;1277;1278;1279;1280;1281;1282;1283;1284;1285;1286;1287;1288;1289;1290;1291;1292;1293;1294;1295;1296;1297;1298;1299;1300;1301;1302;1303;1304;1305;1306;1307;1308;1309;1310;1311;1312;1313;1314;1315;1316;1317;1318;1319;1320;1321;1322;1323;1324;1325;1326;1327;1328;1329;1330;1331;1332;1333;1334;1335;1336;1337;1338;1339;1340;1341;1342;1343;1344;1345;1346;1347;1348;1349;1350;1351;1352;1353;1354;1355;1356;1357;1358;1359;1360;1361;1362;1363;1364;1365;1366;1367;1368;1369;1370;1371;1372;1373;1374;1375;1376;1377;1378;1379;1380;1381;1382;1383;1384;1385;1386;1387;1388;1389;1390;1391;1392;1393;1394;1395;1396;1400;1401;1402;1403;1404;1405;1406;1407;1408;1409;1411;1412;1413;1414;1415;1416;1417;1418;1419;1420;1421;1422;1423;1424;1425;1426;1427;1428;1429;1430;1431;1432;1433;1434;1435;1436;1437;1438;1439;1440;1441;1442;1443;1444;1445;1446;1447;1448;1449;1450;1451;1452;1453;1454;1455;1456;1457;1458;1459;1460;1461;1462;1463;1464;1465;1466;1467;1468;1469;1470;1471;1472;1473;1474;1475;1476;1477;1478;1479;1480;1481;1482;1484;1485;1486;1487;1488;1489;1490;1491;1492;1493;1494;1495;1496;1497;1498;1499;1500;1502;1503;1504;1505;1506;1507;1508;1510;1511;1512;1513;1514;1515;1516;1517;1518;1519;1520;1521;1522;1523;1524;1525;1526;1527;1528;1529;1530;1531;1532;1533;1534;1535;1536;1537;1538;1539;1540;1541;1542;1543;1544;1545;1546;1547;1548;1549;1550;1551;1552;1553;1555;1556;1557;1558;1559;1560;1561;1562;1563;1564;1565;1566;1567;1568;1569;1570;1571;1572;1573;1574;1575;1576;1577;1578;1579;1580;1581;1582;1583;1584;1585;1586;1587;1588;1589;1590;1591;1592;1593;1594;1596;1597;1598;1599;1600;1601;1602;1605;1606;1607;1608;1609;1610;1611;1612;1613;1614;1615;1616;1617;1618;1619;1620;1621;1622;1623;1624;1625;1627;1628;1629;1630;1631;1632;1633;1634;1635;1636;1637;1638;1639;1640;1641;1642;1643;1644;1645;1646;1647;1648;1649;1650;1651;1652;1653;1654;1655;1656;1657;1658;1659;1660;1661;1662;1663;1664;1665;1666;1667;1668;1669;1670;1671;1672;1673;1674;1675;1676;1677;1678;1679;1680;1681;1682;1683;1684;1685;1686;1687;1688;1689;1690;1691;1692;1693;1694;1695;1696;1697;1698;1699;1700;1701;1702;1703;1704;1705;1706;1707;1708;1709;1710;1711;1712;1713;1714;1715;1716;1717;1718;1719;1720;1721;1722;1723;1724;1725;1726;1727;1728;1729;1730;1731;1732;1733;1734;1735;1736;1737;1738;1739;1740;1741;1742;1743;1744;1745;1746;1747;1748;1749;1750;1751;1752;1753;1754;1755;1756;1757;1758;1759;1760;1761;1762;1763;1764;1765;1766;1767;1768;1769;1770;1771;1772;1773;1774;1775;1776;1777;1778;1779;1780;1781;1782;1783;1784;1785;1786;1787;1788;1789;1790;1791;1792;1793;1794;1795;1796;1797;1798;1799;1800;1801;1802;1803;1804;1805;1806;1807;1808;1809;1810;1811;1812;1813;1814;1815;1816;1817;1818;1819;1820;1821;1822;1823;1824;1825;1826;1827;1828;1829;1830;1831;1832;1833;1834;1835;1836;1837;1838;1839;1840;1841;1842;1843;1844;1845;1846;1847;1848;1849;1850;1851;1852;1853;1854;1855;1856;1857;1858;1859;1860;1861;1862;1863;1864;1865;1866;1867;1868;1869;1870;187Ferqa di nêvbera »ko«, »ku« û »kû« de (2005-05-19)
fjrigjwwe9r0TabArticles:ArticleHeadline
Xewna Mesûd Barzanî ji başûrê Kurdistanê mezintir e (2005-02-07)
 
REKLAM


KOLUMNÎST
Şebabê Egît nabe Şeroyê Biro û ez jî nabim ”heval”
Tolstoy û xelata Nobelê
Kurdistaneka serbixwe û [ne]cida
Heşt rojên şerê xendekê – I
Em û felsefe
Hilbijartinên Kurdistanê ez şok kirim
© 1997–2024 www.nefel.com  |  E-poste: info@nefel.com  |  Powered by Medesoft.org