[ ÎNÊ, 2024-03-29 ]   [ BIKE MALPERA DESTPÊKÊ ]   [ BÊXE NÊV BIJAREYAN ]   [ KONTAKT ]   [ INFO ]   [ LÊGERÎN & ARŞÎV ]  
DESTPÊK
Nûçe
Nivîsar
Kulturmagazîn
Hevpeyvîn
Kolumnîst
Ewrokurd
E-Pirtûk
Lîteratûr
Ziman
Muzîk
Foto
Lînk
E-POSTEYA TE
  Nav (Username)  
   
  Þîfre (Password)  
   
   
     
   »E-posteyeka nû
 bo xwe qeyd bike
 
REKLAM


KOLUMNÎST 
Kîjan “ewlekariya neteweyî û niştimanî” – ya rejîm û desthilatan yan ya gel û miletan?
KURDISTAN, 11/5 2008 — Diyar e ko gotina “ewlekariya neteweyî” ya ko ji dema cenga cîhanî ya duyemîn ve tê bikar anîn di belavokên navendên çandî û gotarên hêzên siyasî di rojavayê de bi giştî û di DYA- yê de bi taybetî hêjî ciyê guftûgokirin û danûsitendinê ye. Guftûgo tê kirin li ser pênasandina gotina “ewlekariya neteweyî” û şîrovekirina taybetmendiyên wê ji aliyê nûnerên tavilê çînên civakî û ronakbîrên tevgerên niştimanî û demokratxwez û berdevkên rêjîmên serdest li seranserê cîhanê, di nav de rêjîm û tevgerên devera rojhilata nêvê.

Bêguman, pirsgirêka zimanî jî rola xwe di vî warî de lîst. Wergerandina gotina “nation” ji koka wê a latînî ser bi zimanên dinê ve nemaze zimanê erebî tevlîheviya şîrovekirina gotinê zêde kir di warê tevlîkirina herdû gotinên “neteweyî” û “niştimanî” yên ji hev nêzîk û ji hev dûr di heman demê de di bernameyên hêzên siyasî ên serdest û hêzên opozisyonê de.

Rehendê neteweyî tê bikar anîn tenê li ser lawên yek netewê û yek ummetê bi hemî taybetmendiyên wê yên dîrokî ên hevbeş wekî “ewlekariya neteweyî ya erebî” û “ewlekariya neteweyî ya emerîkî” (ji ber ko Emerîka neteweke li gor pênasîna wê ya fermî), lê belê girêdana niştimanî bêtirî gelekî û netewekê û çandekê û carina jî dewletekê bi xwe digire di çarçoveya cogirafîka destnîşankirî de wekî“ewlekariya ewropayî” û “ewlekariya niştimaniya îraqî” yan “ewlekariya sûrî….îranî…htd.

Bikaranîna têrma “ewlekariyê” li gorî ko di jêderên zanistî ên cîhanî de hatiye vedigere dawiya cenga cîhanî ya duyemîn. Wê demê şepolek derket holê ko dixwest ewlekariyê pêk bîne û cengê nehêle. Di encam de teoriyên bergirî û balansê derketin holê. Pişt re di sala 1974-an de Encûmena ewlekariya neteweyî ya Emerîkayê hate damezirandinê. Ji hingê ve bikaranîna têrma “ewlekariyê” berbelav bû bi hemî astên xwe ve li gorî rewş û doxên lokal û herêmî û nêvdewletî.

Di vî biyavî de, gellek nêrîn û helwêstên cuda-cuda di derbarê têrma “ewlekariya niştimanî yan neteweyî” de hene. Ya here giring ewlekariyê dibîne wekî hemî tevger û livên ko civak di riya wan de hewil dide tenahî û aramiyê pêk bîne bi taybet di riya pêşveçûn û geşepêdanê de: pêşveçûna aborî û civakî û siyasî di bin siya seqamgîrî û tenahiyê de. Her weha ev teore dibîne ko ewlekariya rasteqîne ya dewletê vedigere bo zanîna wê ya kûr derbarê jêderên ko gefan li tavilê hêz û berevaniya wê dixun, ev yek jî dibe sedem ko dewlet derfetê bide wan hêzan bi mebesta bicî anîna geşepêdaneke micid di hemî waran de, nemaze misogerkirina jiyaneke aram û bi rûmet ji bo gelê xwe ko bikaribe wisa bipêşve biçe û serbikeve.

Wisa diyar dibe ko giştîkirina ewlekariyê û misogerkirina riyên ewlekarî û seqamgîrî û jiyana bi rûmet ya civakê ji bona hemû hevwelatiyan ko bikaribe nasnameya wan ya takekesane û mafên wan ên neteweyî û çandî misoger bike, her weha hestên wan ên girêdana bi welêt ve dabîn bike. Lê çi welat? Welatê ko jiyana takekes û civatê misoger bike, û hemû sedem û şert û mercên çespandina yekîtiya niştimanî û hevjiyan û wekhevî û dadmendiya civakî biparêze, wekî motîvekê ji bona parastina welêt û berevanîkirina sînorên wî.

Di bin siya rewş û barûdoxên niho li welatên rojhilata nêvê, evên ko bi piranî ji aliyê hindek rêjîmên dijgelî têne birêvebirin-ko tepeserî û despotismê bikartînin û azadiyan binpê dikin li dijî dijberên nijadî û siyasî, û bi vê yekê parçebûnê kûr dikin di navbera rêjîm û desthilatdariyê ji aliyekî ve û ji aliyê din ve jî gel bi hemî çînên civakî û tiwêje û pêkhateyên û hêzên wî ên welatparêz û tevgerên wî ên siyasî ên opozisyonê (dijber).

Ev nakokî û parçebûna ne tenê di warê gotara siyasî û çandî û bername û proje û alternatîv û nakokiya ser desthilatdariyê, lê belê her weha di warê bijartinên stratejîk û çarenûsî, di nav de cudahî û nakokiya pênasekirina têrma “ewlekariya neteweyî û niştimanî”. Li vir ev pirs tête holê: ji mafê kê ye ko pîvan û sînor û destnîşankirina rehendên wê bike? Sazî û dezgehên rêjîmên serdest yanê hêzên gelên bindest û sitembar??

Ezmûna me ya niştimanî li sûriyê tekez dike ko valahiyeke kûr çêbûye, roj bi roj mezintir û kûrtir dibe di navbera rêbaza rêjîma dêspotîka serdest û gelê sûriyê bi hemî pêkhate û tiwêjeyên wî ve. Tiştekî ko herdû aliyan bigihîne hev nîn e. Rêjîma dûr ji jîngeha xwe ya erebî û ya girêdayî bi projeya îranî ve, hebûna û berdewamiya xwe wekî xala here giring ya “ewlekariya neteweyî” dibîne. Her weha, dijberên xwe ji hêz û gurûp û pêkhatên opozisyona welatparêz wekî xayin û dijminên ewlekariya neteweyî dihjmêre!

Piraniya hêzên opozisyonê bi temamî biriyara xwe danîne û projeya xwe ya niştimnî ya demokratîk wekî alternatîvekê ji rêjîma dêspotîk re danîne di riya pêkanîna proseya guhêrandina demokratîk ya aştiyane de.

Di rewşek wisa de, nepijirandina pêşniyarên rêjîmê û gotara wê ya siyasî di warê pênasekirina ewlekariya netewî û niştimanî de dibe tiştekî normal û asayî. Nemaze hewldanên rêjîmê di warê şîrovekirina niho û paşeroja welêt û srtuktûra dewleta heyî û destûr û sloganên wê tanî sînorên wê ên nêvdewletî ên ko rêjîmê ew badilhewa dane ji lîwaya iskenderon bigire tanî Colana dagîrkirî. Her weha guman têde nîn e ko hêzên opozisyona niştimanî dê yasa û qanunên rêjîma dêspotîk ko li gorî pîvan û mentalîte û rêbaza tek partiya totalîter û serokê tekane û sîstêma ewlekarî ko destdirêjiyê dike di jiyana taybet ya welatiyên sûriyê de-nepijirînin.

Di vî warî de, dibe ko hindek kesên dudil di nav refên opozisyonê de hene ko hêjî bawer dikin ko heye rêjîm çak bibe û hêviyan bi serokê gênc ve girêdidin! Ev kesane didin xuyanîkirin ko hindek pirs û xalên hevbeş bi rêjîmê re hene, di nav de helwêsta rêjîmê ji pirsgirêka kurdî. Bêyî ti belgeyekê ji bilî lîstika bikaranîna nav û pêgeha opozisyonê di dema guftûgokirina nehênî bi alavên rêjîma serdest re!

Aşkiraye ko piraniya hêzên opozisyona welatparêza siyasî ya redîkal, tevî ronakbîr û xebatkarên wê li hev dikin ser pirsgirêkên çarenûsî ên ko bingeha sûriyaya nû datînin di çarçoveya têrma nû ya “ewlekariya niştimanî” de wekî destpêkeke pêwîst ji bona zelal kirina têrma ewlekariyê di derdora erebî û cîhanî de, ko li gor dîtina me vedigere van bingehan:

1. Ewlekariyeke niştimanî ko bibe sembola sûriyaya nû a pirreng a demokrat bi nasnameya wê a niştimanî û serweriya wê ser tevahiya axa welêt û welatiyên wê, tev li destûreke modêrn ko bibe zaminê aramî û tenahiyê û mafên pêkhatên welêt ên netewî û çandî û civakî biparêze, û berevaniya samanên welêt bike ji hemû xeterî û rikeberiyan ji ko dibin bila bibin.

2. Ewlekariyeke niştimanî ko bibe nûnera dewleta azadiyên giştî û wekhevî û dadmendiyê. Dewleta ko têde binpêkirina ji ber sedemên neteweyî û oldarî û mezhebî ji holê rabe. Dewleta ko têde rehên terorê û tundûtûjiyê werine rakirin, û çavkaniyên wê ên mewdanî û îdeolojîk werine zuhakirin.

3. Ewlekariyeke niştimanî ko bibe motîva avakirina yekîtiya niştimanî, û her weha bibe motîva peydakirina çareseriyeke dadmend ji pirsgirêka kurdî re ko li gorî hêvî û daxwazên milletê Kurd ên rewa be, di çarçoveya sûriyayeke demokrat ya yekgirtî û firepartî û di bin siya destûreke lihevkirî, têde mafên hemûyan werine parastin, û dîsa bibe sedemê avakirina pirên dostanî û rêzgirtinê di navbera herdû gelên kurd û ereb di navçê de.

4. Ewlekariyeke niştimanî ko rola sûriyê ya pêşeng û erênî di komela dewletên erebî û karê erebî ê hevbeş û hevkarî û dûrketina nêgatîv ji karûbarên navxweyî yên dewletên erebî, wekî niho tê kirin derbarê birayan li lubnanê û iraqê û filistînê.

5. Ewlekariyeke niştimanî di çarçoveya peywendiyên herêmî û nêvdewletî ên yeksan de dûr ji tevlîbûna di hevbendiyên dijî seqamgîrî û tenahiyê wekî ko niho tê kirinê bi rêjîma îranê û komên islamî ên tundrew re.

Xetera here mezin niho ew e dema ko hinek kesên ko binav di nav refên opozisyonê de ne meyldariya rêjîma dêspotîk dikin, di derbarê têrma “yekîtiya niştimanî” ya li gor dîtin û fêmkirina rêjîma dêspotîk, eva ko kurdan li sûriyê binpê dike û wan ji hemû mafên wan ên rewa bêpar dike û hewil dide wan tune bike. Gelo, ev kesên ko milê rêjîmê digirin li dijî gelê kurd li Sûriyê, di heman demê de ne li dijî azadî û rizgariya Sûriyê ne? Gelo ew kes hêjane rûmeta endambûna opozisyona welatparêz hilgirin? Di dawî de, gelo ew kes layiq in ko ji aliyê siyasî û exlaqî ve beşdariyê di prosesa guherîna demokratîk de bikin?

-----------------------------------
Nivîskar: SELAH BEDREDÎN
Weşandin: 2008-05-11
Xwendin: 6607
 

KOLUMNÊN BERÊ   
Şiroveya şoven ya mafê çarenivîsê (2011-01-29)
Krîza dewletên totalîter di serdema nû de (2011-01-15)
Mafê çarenûsê bi dîtina kurdan (2010-12-24)
Gelo dê ereb ji tecrûbeya Başûrê Sûdanê sûdê werbigrin (2010-11-19)
Sûriye û Tirkiye xwe li dijî kurdan rêk dixin (2010-10-25)
Şertê avakirina dewleta hevdem: mafê çarenûsê (2010-10-06)
Aliyê hizrî di rêbaza Mistefa Barzanî de (2010-08-22)
Hewesên serberdayî yên kovara Livînê û têkdana dîroka kurdan (2010-08-13)
Di nakokiya Tirkiye û Îsrailê de kanî Filistîn (2010-06-18)
Parastina ezmûna herêma Kurdistana Iraqê (2010-05-26)
Banga Nêçîrvan Barzanî bo reformê (2010-04-23)
Rewşa tevger û bizavên gelên Îranê çawa ye (2009-08-06)
Petrola Kurdistanê di bin xizmeta Îraqa federe ya nuh de (2009-06-25)
Ewlewiyet ji rawestandina despotîzmê re ye (2009-05-31)
Çi di navbera Sûriyeyê û Tirkiyeyê de heye (2009-05-16)
Serdana Mehmûd Ebbasî (Ebu Mazin) ya Kurdistanê (2009-04-28)
Newroza îsal – çend têbînî û pêşniyar (2009-04-19)
Dadgehên serdemê rêzê li mafê çarenûsê digirin (2009-03-25)
Herêma Kurdistanê – hinek gavên giring û di cih de (2009-02-25)
Cengên veguhêz yên Rojhilata-nêvê (2009-02-09)
NERÎNGEH
 
[kitêb] Sun Zî: Hunera şer (2016-04-21)
Ismail Beşikçi ji kurdan re li ser ermeniyan semînerek da (2013-09-28)
Kurdistan berî serxwebûna siyasî ”serxwebûna petrolê” û ekonomîk îlan dike (2012-05-21)
Tewanga navdêrên zimanê kurdî (2009-02-08)
Umît Firat dibêje navnîşana çareserîya pirsa kurd ne PKK ye (2008-11-11)
Hêro Talebanî: Min nedixwest Mam Celal bibe serokkomarê Iraqê [foto] (2007-05-10)
Alfabeya kurdî-latînî ji bo zimanê kurdî ji alfabeya kurdî-erebî minasibtir e (2005-11-02)
fjrigjwwe9r0TabArticles:ArticleHeadline
vv9v8v09fq:TabArticles:4;8;12;14;17;19;21;22;23;24;28;29;30;31;32;40;41;43;44;46;48;49;51;52;53;54;55;56;58;60;62;63;64;65;66;67;69;71;72;74;75;76;77;78;79;80;81;82;84;85;86;90;91;92;94;95;96;97;98;100;102;103;104;105;106;107;109;110;111;112;113;114;115;116;117;118;119;120;121;122;123;124;125;126;127;128;129;130;131;132;133;134;136;137;138;139;140;141;142;143;144;145;146;147;149;150;151;152;153;155;157;158;159;160;163;164;165;166;167;168;169;170;171;172;173;174;175;176;178;179;180;181;182;183;184;185;186;187;188;189;190;191;192;193;194;195;196;197;198;199;200;202;203;204;205;206;207;208;209;210;211;212;213;214;215;216;217;218;219;221;222;223;224;225;226;227;228;229;230;231;232;233;234;235;236;237;238;239;240;241;242;243;244;245;246;247;248;249;250;251;253;254;255;256;257;258;259;260;261;262;263;264;265;266;267;268;269;270;271;272;273;274;275;276;277;278;279;280;281;282;283;284;285;286;287;288;289;290;291;293;294;295;296;297;298;301;302;303;304;305;306;307;308;309;310;311;312;313;314;315;316;317;318;319;320;321;322;323;324;325;326;327;328;329;330;331;332;333;334;335;336;337;338;339;340;341;342;343;344;345;346;347;348;349;350;351;352;353;354;355;356;357;358;359;360;361;362;363;364;365;366;367;368;369;370;371;372;373;374;375;376;377;378;379;380;381;382;383;384;385;386;387;388;389;391;392;393;394;395;396;398;399;400;401;402;403;404;405;406;407;408;409;410;411;412;413;414;415;416;417;418;419;420;421;422;423;424;425;426;427;428;429;430;431;432;433;434;435;436;437;438;439;440;441;442;443;444;445;446;447;448;449;450;451;452;453;454;455;457;458;459;460;461;462;463;464;465;466;467;468;469;470;471;472;473;474;475;476;477;478;479;480;481;482;483;484;485;486;487;488;489;491;492;493;494;495;496;497;498;499;500;501;502;503;504;505;506;507;508;509;510;511;512;513;514;515;516;517;518;519;520;521;522;523;524;525;526;527;528;529;530;531;532;533;534;535;536;537;538;539;540;541;542;543;544;545;546;547;548;549;550;552;553;554;555;556;557;558;559;560;561;562;563;564;565;566;567;568;569;570;571;572;573;574;575;576;577;578;579;580;581;582;583;584;585;586;587;588;589;590;591;592;593;594;595;596;597;598;599;600;601;602;603;604;605;606;607;608;609;610;611;612;614;615;616;617;618;619;620;621;622;623;624;625;626;627;628;629;630;631;632;633;634;635;636;637;638;639;640;641;642;643;644;645;646;647;648;649;650;651;652;653;654;655;656;657;658;659;660;661;662;663;664;665;666;667;668;669;670;671;672;673;674;675;676;677;678;679;680;681;682;683;684;685;686;687;688;689;690;691;692;693;694;695;696;697;698;699;700;701;702;703;704;705;706;707;708;709;710;711;712;713;714;715;716;717;718;719;721;722;723;724;725;726;727;728;729;730;731;732;733;734;735;736;738;740;741;742;743;744;745;746;747;748;749;750;751;752;753;755;756;757;758;759;760;761;762;763;764;765;766;767;768;769;770;771;773;775;776;777;778;779;780;781;782;783;784;785;786;787;788;789;790;791;792;793;794;795;796;798;799;800;801;802;803;804;805;806;807;808;809;810;811;812;813;814;815;816;817;818;819;820;821;822;823;824;825;826;827;828;829;830;831;832;833;834;835;836;837;838;839;840;841;842;843;844;845;846;847;848;849;850;851;852;853;854;855;856;857;858;859;860;861;862;863;864;865;866;867;868;869;870;871;872;873;874;875;876;877;878;879;880;881;882;883;884;885;886;887;888;889;890;891;892;893;894;895;896;897;898;899;900;901;902;903;904;905;906;907;908;909;910;911;912;913;914;915;916;917;918;919;920;921;922;923;924;925;926;927;928;929;930;931;932;933;934;935;936;937;938;939;940;941;942;943;944;945;946;947;948;949;950;951;952;953;954;955;956;957;958;959;960;961;962;963;964;965;966;967;968;969;970;971;972;973;974;975;976;977;978;979;980;981;982;983;984;985;986;987;988;989;990;991;992;993;994;995;996;997;998;999;1000;1001;1002;1003;1004;1005;1006;1007;1009;1010;1011;1012;1013;1014;1015;1016;1017;1018;1019;1020;1021;1022;1023;1024;1025;1026;1027;1028;1029;1030;1031;1032;1033;1034;1035;1036;1037;1038;1039;1040;1041;1042;1043;1044;1045;1046;1047;1048;1049;1050;1051;1052;1053;1054;1055;1056;1057;1058;1059;1060;1061;1062;1063;1064;1065;1066;1067;1068;1069;1070;1071;1072;1073;1074;1075;1076;1077;1078;1079;1080;1081;1082;1083;1084;1085;1086;1087;1088;1089;1090;1091;1092;1093;1094;1095;1096;1097;1098;1099;1100;1101;1102;1103;1104;1105;1106;1107;1108;1109;1110;1111;1112;1113;1114;1115;1116;1117;1118;1119;1120;1121;1122;1123;1124;1125;1126;1127;1128;1129;1130;1131;1132;1133;1134;1135;1136;1137;1138;1139;1140;1141;1142;1143;1144;1145;1146;1147;1148;1149;1150;1151;1152;1153;1154;1155;1156;1157;1158;1159;1160;1161;1162;1163;1164;1165;1166;1167;1168;1169;1170;1171;1172;1173;1174;1175;1176;1177;1178;1179;1180;1181;1182;1183;1184;1185;1186;1187;1188;1189;1190;1191;1192;1193;1194;1195;1196;1197;1198;1199;1200;1201;1202;1203;1204;1205;1206;1207;1209;1210;1211;1212;1213;1214;1215;1216;1217;1218;1219;1220;1221;1222;1223;1224;1225;1226;1227;1228;1229;1230;1231;1232;1233;1234;1235;1236;1237;1238;1239;1240;1241;1242;1243;1244;1245;1246;1247;1248;1249;1250;1251;1252;1253;1254;1255;1256;1257;1258;1259;1260;1261;1262;1263;1264;1265;1266;1267;1268;1269;1270;1271;1272;1273;1274;1275;1276;1277;1278;1279;1280;1281;1282;1283;1284;1285;1286;1287;1288;1289;1290;1291;1292;1293;1294;1295;1296;1297;1298;1299;1300;1301;1302;1303;1304;1305;1306;1307;1308;1309;1310;1311;1312;1313;1314;1315;1316;1317;1318;1319;1320;1321;1322;1323;1324;1325;1326;1327;1328;1329;1330;1331;1332;1333;1334;1335;1336;1337;1338;1339;1340;1341;1342;1343;1344;1345;1346;1347;1348;1349;1350;1351;1352;1353;1354;1355;1356;1357;1358;1359;1360;1361;1362;1363;1364;1365;1366;1367;1368;1369;1370;1371;1372;1373;1374;1375;1376;1377;1378;1379;1380;1381;1382;1383;1384;1385;1386;1387;1388;1389;1390;1391;1392;1393;1394;1395;1396;1400;1401;1402;1403;1404;1405;1406;1407;1408;1409;1411;1412;1413;1414;1415;1416;1417;1418;1419;1420;1421;1422;1423;1424;1425;1426;1427;1428;1429;1430;1431;1432;1433;1434;1435;1436;1437;1438;1439;1440;1441;1442;1443;1444;1445;1446;1447;1448;1449;1450;1451;1452;1453;1454;1455;1456;1457;1458;1459;1460;1461;1462;1463;1464;1465;1466;1467;1468;1469;1470;1471;1472;1473;1474;1475;1476;1477;1478;1479;1480;1481;1482;1484;1485;1486;1487;1488;1489;1490;1491;1492;1493;1494;1495;1496;1497;1498;1499;1500;1502;1503;1504;1505;1506;1507;1508;1510;1511;1512;1513;1514;1515;1516;1517;1518;1519;1520;1521;1522;1523;1524;1525;1526;1527;1528;1529;1530;1531;1532;1533;1534;1535;1536;1537;1538;1539;1540;1541;1542;1543;1544;1545;1546;1547;1548;1549;1550;1551;1552;1553;1555;1556;1557;1558;1559;1560;1561;1562;1563;1564;1565;1566;1567;1568;1569;1570;1571;1572;1573;1574;1575;1576;1577;1578;1579;1580;1581;1582;1583;1584;1585;1586;1587;1588;1589;1590;1591;1592;1593;1594;1596;1597;1598;1599;1600;1601;1602;1605;1606;1607;1608;1609;1610;1611;1612;1613;1614;1615;1616;1617;1618;1619;1620;1621;1622;1623;1624;1625;1627;1628;1629;1630;1631;1632;1633;1634;1635;1636;1637;1638;1639;1640;1641;1642;1643;1644;1645;1646;1647;1648;1649;1650;1651;1652;1653;1654;1655;1656;1657;1658;1659;1660;1661;1662;1663;1664;1665;1666;1667;1668;1669;1670;1671;1672;1673;1674;1675;1676;1677;1678;1679;1680;1681;1682;1683;1684;1685;1686;1687;1688;1689;1690;1691;1692;1693;1694;1695;1696;1697;1698;1699;1700;1701;1702;1703;1704;1705;1706;1707;1708;1709;1710;1711;1712;1713;1714;1715;1716;1717;1718;1719;1720;1721;1722;1723;1724;1725;1726;1727;1728;1729;1730;1731;1732;1733;1734;1735;1736;1737;1738;1739;1740;1741;1742;1743;1744;1745;1746;1747;1748;1749;1750;1751;1752;1753;1754;1755;1756;1757;1758;1759;1760;1761;1762;1763;1764;1765;1766;1767;1768;1769;1770;1771;1772;1773;1774;1775;1776;1777;1778;1779;1780;1781;1782;1783;1784;1785;1786;1787;1788;1789;1790;1791;1792;1793;1794;1795;1796;1797;1798;1799;1800;1801;1802;1803;1804;1805;1806;1807;1808;1809;1810;1811;1812;1813;1814;1815;1816;1817;1818;1819;1820;1821;1822;1823;1824;1825;1826;1827;1828;1829;1830;1831;1832;1833;1834;1835;1836;1837;1838;1839;1840;1841;1842;1843;1844;1845;1846;1847;1848;1849;1850;1851;1852;1853;1854;1855;1856;1857;1858;1859;1860;1861;1862;1863;1864;1865;1866;1867;1868;1869;1870;187Ferqa di nêvbera »ko«, »ku« û »kû« de (2005-05-19)
fjrigjwwe9r0TabArticles:ArticleHeadline
Xewna Mesûd Barzanî ji başûrê Kurdistanê mezintir e (2005-02-07)
 
REKLAM


KOLUMNÎST
Şebabê Egît nabe Şeroyê Biro û ez jî nabim ”heval”
Tolstoy û xelata Nobelê
Kurdistaneka serbixwe û [ne]cida
Heşt rojên şerê xendekê – I
Em û felsefe
Hilbijartinên Kurdistanê ez şok kirim
© 1997–2024 www.nefel.com  |  E-poste: info@nefel.com  |  Powered by Medesoft.org