[ PÊNCŞEM, 2024-04-25 ]   [ BIKE MALPERA DESTPÊKÊ ]   [ BÊXE NÊV BIJAREYAN ]   [ KONTAKT ]   [ INFO ]   [ LÊGERÎN & ARŞÎV ]  
DESTPÊK
Nûçe
Nivîsar
Kulturmagazîn
Hevpeyvîn
Kolumnîst
Ewrokurd
E-Pirtûk
Lîteratûr
Ziman
Muzîk
Foto
Lînk
E-POSTEYA TE
  Nav (Username)  
   
  Þîfre (Password)  
   
   
     
   »E-posteyeka nû
 bo xwe qeyd bike
 
REKLAM


KOLUMNÎST 
Sedemên nakokiyê di nava opozisyona Sûriyê de 2/4
KURDISTAN, 1/3 2008 — Di beşê yekê ê vê lêkolînê de, min nêrînên xwe di derbarê hindek pirsên nakokiyên di nav refên opozisyonê de - eger rast be em wê wa bi nav bikin - anîn zimên.

Herweha, min hinek pirs û pirsgirêkên bingehînî ên nakokiyê ko dikevin naveroka projeya niştimanî de, destnîşan kirin, wekî: (danasandina Sûriyê weke gel û welat-pirrengiya netewî û mezhebî û oldarî ya Sûriyê-mikurhatina bi erk û mafan û pabendiyên destûrî û yasayî-cidahiya şêwaz û alavên pêkanîna guherînê ên aştiyane û cemawerî yan ên piştgiriya derveyî ya herêmî û navnetewî yan herdû bihev re - cidahiya di derbarê pêvajoya siyasî û xwezaya rêjîmê û bingeha wê ya civakî û nûnertiya wê ya çînayetî û rola wê ya niştimanî û reflakisyonên siyaseta wê ya netewî û herêmî – cidahiya eşkere û belû girêdayî xwendina rewşa siyasî û rêzbûna hêzan li ser herdû astên herêmî (felestîn-libnan-iraq-îran-tirkiyê - rewşa erebî bi giştî) û navneteweyî (amerîka-ewropa piştî qonaxa cenga sar).

Dîsa, min anîbû ziman ko hêj hindek kes di nav me de hene ko dîktatorê jinavçûyî Sedam Husênî wekî şehîd û mêrxasekî netewayetiyê bi nav dikin! Digel kesên ko bi hizr û siyaseta xwe piştgiriya kudetaya tevgera Hemasê li dijî desthilatdariya lêgal dikin, û terorê wekî berxudaneke rewa li iraqê li qelem didin, û li djatiya Hesen Nesrullahî ji demokrasî û serxwebûna libnanê re wekî karekî dij emperyalîzm û ziyonîzmê dinirxînin, û tirkiyê germ dikin ko sînorên iraqê derbas bike di riya herêma kurdistanê de û xaka wê dagîr bike tenê ji bo zererê bigihînin milletê kurd.

Herwisa, nakokî û dijberiyeke mezin heye di warê dîtina alternatîvî de: Sûriyayeke nû ya demokrat û pirreng û sekûlar û azad yan jî sûriyayeke totalîter û tundrew?

Ji xwe nakokiya here mezin û eşkere di derbarê pirsgirêka kurd û mafên netew û etnîkan li sûriyê de, tê xuyanîkirin. Ev yeka di bernameyên hemû hêzên opozisyona sûriyê de diyar e. Di gel pirsa rol û sûdeya komên islama siyasî di opozisyonê de li gor bingeha tecrûbe û ezmûnên pratîk li hawirdorê. Bi giştî ew komik li dijî proseya guherîna demokratîk radiwestin û piştgiriya hevbendiya herdû rêjîmên Îran û sûriyê dikin).

Bê guman, ev pirs hemû li bendî guftûgo û gengeşeyên kûr û dûr in ji aliyê tevahiya elît û bijarteyên siyasî û rewşenbîrî ên guherînxwaz û demokratîk.

Tevî dirustkirina herdû hêzên Eniya Felata Niştimanî li Sûriyê û Danezana Şamê, di baweriya min de eger ko hemî pirsgirêk nekevin ber gengeşên berfireh de û nîgaş li ser wan neyê kirin dê pir zehmet be ko bernameyekî yekgirtî ava bibe û li ser alterantîvê niştimanî ji rêjîma dêspotîk re were lihevkirin, li gor prensîba guherîna demokratîka çaverêkirî.

Pirsa diyaloga bi rêjîmê re:

Di van rojên dawî de, nemaze piştî girtina piraniya endamên "Danezana Şamê" gellek gengeşe li ser rûpelên malperên nêtê hate kirin. Pirsa herî balkêş ew bû diyaloga bi rêjîmê re. Divê ko ev pirsa hanê bi têrûteselî were nîgaşkirin û sererastkirin, nexasime ko gellek tevlîhevî peyde bûye û nema baş tê famkirin ji aliyê gellek kesan de, ez jî di nav de.

-*-

Di destpêkê de, divê ko ronakbîrên opozisyonê agahdar bin ji "xefika" ko teorîstên desthilata serdest li pêşiya wan vedidin, bi mebesta xafilkirina welatiyê sûrî ê bê hêz û sitembar, dema vê pirsê dikin:Tu li dijî vekirina diyalogê bi rêjîmê re ye? Helbet bersiv dê wisa be: Ma kî li dijî diyalogê heye!

Lê belê pirs ne rast û xapînok e. Berovajî vê çendê, gereke pirs wiha bê kirin: Erê rêjîma dêspotîk tu amade ye diyalogê bi nûnerên opozisyona niştimanî re, evên ko vîna piraniya gel derdibirin dest pê bikî? Tu amade ye ko ev diyalog bi şefafiyet û li gor prensîbên diyalogê û di riyên meslekên siyasî û hukûmî û li pêşiya alavên medyayê were kirin? Pirseke din jî heye: Kî diyalogê bi kê re dike? ji bo kîjan armancê?di bin kîjan şert û mercan de? û jib o çi?.

-*-

Diyar e ko eger rêjîm demokratîk be yasayan datîne ji bo birêxistina karê siyasî û berfireh kirina azadiyên giştî, û rê dide ko opozisyon bernameyên xwe pêşkêş bike û rexneya desthilatê bike û di parlementoyê de hîsabê pê re bike, di riya alavên medyayê ên fermî û hizbî de.

Lê mixabin rêjîma welatê me ya dêspotîk û opozisyona wê jî ji vê yekê bê par in. Rêjîm li opozisyonê mikur nayê û wê der-yasa qebûl dike, û wekî xayin û dostê derve dihejmêre. Opozisyon jî ji ber ko xurista dîktatorîzmê baş nas kiriye nema hizr dike ko rêjîmê çak bike di riya diyalog û rexna azad nemaze paş ko rîjêm bûye komeke çeteyên mewdanî-leşkerî – ewlekarî - malbatî. Wisa, ji dêvla bikaranîna diyalogê - eva pejirandî li ser astê siyasî - em dibînin ko tiştin din wekî îxanetkirina hevûdû û gefxwarin û destgîrkirin û nepijrandina ê din ê dijber diqewimin.

Lê belê, opozisyon dê dev ji qada cengê bernede û wê cenga guherînê birêve bibe ji bona rizgarkirina gel û welat di bin silogana ji holê rakirina rêjîma dêspotîk û dîtina alterantîvê niştimanî ê demokratîk.

-*-

Dûrbûna rêjîmên desthilatdar nemaze ji dema kudetaya baesê a leşkerî di serê salên şêstî ji çerxê bûrî ji vekirina diyalogê bi opozisyona welatparêz re tê wateya dûrketina ji piraniya gelê sûriyê û belavbûna dêspotîzmê li welêt.

Her weha, ji ber dîtina hertiştê girêdayî part û rêxistinên welatparêz, angu mûxalîfên wê ji xebatkar û çalakvanan di xaneya ewlekariya netewî û belavkirina dosiyayê wan ser alavên ewlekariyê ên naskirî bi karê îşkence û lêpirsîn ê. Ev yeka ji nizm dîtina wê ji opozisyon û dijberan re tê - evên ko nikarin dibistaneke seretayî birêve bibin! - û jimartina wan wekî tawanbar ne wek welatperwerên xwedî prensîb û projeyên rizgarkirina welat û pêşketina wî.

Balkêş e ko dadgeha ewlekariya dewletê a bilind û dadgehên leşkerî ko bi piranî ji bo dadgehkirina dijminên welêt û terorîst û faşîst û nijadperestan tê lidarxistin, niha tenê maye ji bona dadgeh kirina siyasetmedar û dijberan, evên ko êş û hêviyên gelê sûriyê derdibirin. Eynî ev rewşa ya zindan û girtîgehên welêt e jî. Tiştê seyr ewe ko rêjîma ko wisa danûsitendinê bi opozisyona welatê xwe re dike, di eynî demê de inqîlabiyên xezzayê û alîgirên tayfegeriya siyasiya çekdar ên li dijî lêgaletiyê li libnanê û terorîstên iraqê wekî opozisyonên birûmet li qelem dide û piştgiriya wan bi pere û çek û mêr û parastinê dike.

-*-

Dema ko em xurista xwe ya siyasî û civakî û çandî – ne ya ewlekarî - ya karê xwe ê welatparêzî di opozisyonê de diçesipînin û em dijberê xwe ne alavên ewlekariyê lêbelê hikûmet û parta serdest dibînin, ev nayê wê wateyê ko em endamên alavên ewlekariyê wekî mirov nabînin, ji ber ko bivê nevê ew jî hemwelatî ne û hinek ji wan ji bêtirî nîvê endamên hikûmetê û sê çarên seroketiya welatî û tevahiya efserên pasevanên komarî zîrektirin.

Belû ye ko rêjîmên tek-partî ên totalîter - di nav de rêjîma Sûriyê - rêbazeke nû dane meşandin. Rêbaza wan tevlîheviyek ji tepeseriya rojhilatî û asiyayî digel berhemên nû ên rojavayê di warê teknolojî û teknîkên îşkenca derûnî (pisîkolojîk) û fîzîkî ji dema navîna çerxê bûrî ve ko li ser kavilên rêjîmên burciwaziya welatparêz hatine damezirandin di dema qonaxa serxwebûnê de di birêvebirî û hukmdariyê de.

Vê yekê hîşt ko dewlet û civak bibine para alavên ewlekariyê, di riya sîstemeke hevgirtî ji serî heta binî tenê di hundir de û ne li dijî îsrail yan emperiyalîzmê ji dema ko serokê berê Hafiz Esed got ko şer dê piştî pêkanîna balansa stratejîk pêk were!? bi dijmin re, û ev yeka xiste pratîkê de dema ko hevbendî bi israiliyan re kir li dijî tevgera welatparêza libnanê bi seroketiya şehîd Kemal Canpolat û berxudana felestînî û nûnera wa ya lêgal rêxistina rizgarîxweziya felestînê.

-*-

Piraniya part û endamên tevgera welatparêza sûriyê rastî ezmûna tehl bi alavên ewlekariyê re hatine. Ti kes ji ziyan û zererên dubendî û parçebûn û jihevbelabûnê ne felitî. Lê ji bo me endamên tevgera kurdî dîsa para şêr ya me bû. Hînde ko alavên ewlekariya leşkerî di dema bîst salan de dikaribû tevgerê perçe perçe bike. Wê ji du şepolên siyasî di çarçewa du rêxistinên hizbî(çep û rast) bike bîst gurûpên jihev cuda û li dijî hev. Ji vê wêdetir, dikaribû gurûpên rastgir bi rengin taybet û li gor mêkanîzmên taybet bi birêvebiriya mekteba ewlekariya navendî re girê bide, ev mekteba ko berpirsiyariya dosiyaya kurdî dikir. Vêce, vanên dawî – rastgiran - destpê kirin bi piropagandaya ji rêjîmê re di derdorên kurdî de, tev li bicîanîna erka jiveqetandina tevgera kurdî ji opozisyona welatparêz û zerergihandina wê wekî ko di ezmûna–Danezana Şamê de-ya nû de hat kirin.

Ev pirsa hanê - pirsa rola rastgirên kurd di dûrkirina kurdan (tevgera kurdî) ji hêzên opozisyona welatparêz bi hewceyî lêkolîn û ravekirinê ye.

-----------------------------------
Nivîskar: SELAH BEDREDÎN
Weşandin: 2008-03-01
Xwendin: 6137
 

KOLUMNÊN BERÊ   
Şiroveya şoven ya mafê çarenivîsê (2011-01-29)
Krîza dewletên totalîter di serdema nû de (2011-01-15)
Mafê çarenûsê bi dîtina kurdan (2010-12-24)
Gelo dê ereb ji tecrûbeya Başûrê Sûdanê sûdê werbigrin (2010-11-19)
Sûriye û Tirkiye xwe li dijî kurdan rêk dixin (2010-10-25)
Şertê avakirina dewleta hevdem: mafê çarenûsê (2010-10-06)
Aliyê hizrî di rêbaza Mistefa Barzanî de (2010-08-22)
Hewesên serberdayî yên kovara Livînê û têkdana dîroka kurdan (2010-08-13)
Di nakokiya Tirkiye û Îsrailê de kanî Filistîn (2010-06-18)
Parastina ezmûna herêma Kurdistana Iraqê (2010-05-26)
Banga Nêçîrvan Barzanî bo reformê (2010-04-23)
Rewşa tevger û bizavên gelên Îranê çawa ye (2009-08-06)
Petrola Kurdistanê di bin xizmeta Îraqa federe ya nuh de (2009-06-25)
Ewlewiyet ji rawestandina despotîzmê re ye (2009-05-31)
Çi di navbera Sûriyeyê û Tirkiyeyê de heye (2009-05-16)
Serdana Mehmûd Ebbasî (Ebu Mazin) ya Kurdistanê (2009-04-28)
Newroza îsal – çend têbînî û pêşniyar (2009-04-19)
Dadgehên serdemê rêzê li mafê çarenûsê digirin (2009-03-25)
Herêma Kurdistanê – hinek gavên giring û di cih de (2009-02-25)
Cengên veguhêz yên Rojhilata-nêvê (2009-02-09)
NERÎNGEH
 
[kitêb] Sun Zî: Hunera şer (2016-04-21)
Ismail Beşikçi ji kurdan re li ser ermeniyan semînerek da (2013-09-28)
Kurdistan berî serxwebûna siyasî ”serxwebûna petrolê” û ekonomîk îlan dike (2012-05-21)
Tewanga navdêrên zimanê kurdî (2009-02-08)
Umît Firat dibêje navnîşana çareserîya pirsa kurd ne PKK ye (2008-11-11)
Hêro Talebanî: Min nedixwest Mam Celal bibe serokkomarê Iraqê [foto] (2007-05-10)
Alfabeya kurdî-latînî ji bo zimanê kurdî ji alfabeya kurdî-erebî minasibtir e (2005-11-02)
fjrigjwwe9r0TabArticles:ArticleHeadline
vv9v8v09fq:TabArticles:4;8;12;14;17;19;21;22;23;24;28;29;30;31;32;40;41;43;44;46;48;49;51;52;53;54;55;56;58;60;62;63;64;65;66;67;69;71;72;74;75;76;77;78;79;80;81;82;84;85;86;90;91;92;94;95;96;97;98;100;102;103;104;105;106;107;109;110;111;112;113;114;115;116;117;118;119;120;121;122;123;124;125;126;127;128;129;130;131;132;133;134;136;137;138;139;140;141;142;143;144;145;146;147;149;150;151;152;153;155;157;158;159;160;163;164;165;166;167;168;169;170;171;172;173;174;175;176;178;179;180;181;182;183;184;185;186;187;188;189;190;191;192;193;194;195;196;197;198;199;200;202;203;204;205;206;207;208;209;210;211;212;213;214;215;216;217;218;219;221;222;223;224;225;226;227;228;229;230;231;232;233;234;235;236;237;238;239;240;241;242;243;244;245;246;247;248;249;250;251;253;254;255;256;257;258;259;260;261;262;263;264;265;266;267;268;269;270;271;272;273;274;275;276;277;278;279;280;281;282;283;284;285;286;287;288;289;290;291;293;294;295;296;297;298;301;302;303;304;305;306;307;308;309;310;311;312;313;314;315;316;317;318;319;320;321;322;323;324;325;326;327;328;329;330;331;332;333;334;335;336;337;338;339;340;341;342;343;344;345;346;347;348;349;350;351;352;353;354;355;356;357;358;359;360;361;362;363;364;365;366;367;368;369;370;371;372;373;374;375;376;377;378;379;380;381;382;383;384;385;386;387;388;389;391;392;393;394;395;396;398;399;400;401;402;403;404;405;406;407;408;409;410;411;412;413;414;415;416;417;418;419;420;421;422;423;424;425;426;427;428;429;430;431;432;433;434;435;436;437;438;439;440;441;442;443;444;445;446;447;448;449;450;451;452;453;454;455;457;458;459;460;461;462;463;464;465;466;467;468;469;470;471;472;473;474;475;476;477;478;479;480;481;482;483;484;485;486;487;488;489;491;492;493;494;495;496;497;498;499;500;501;502;503;504;505;506;507;508;509;510;511;512;513;514;515;516;517;518;519;520;521;522;523;524;525;526;527;528;529;530;531;532;533;534;535;536;537;538;539;540;541;542;543;544;545;546;547;548;549;550;552;553;554;555;556;557;558;559;560;561;562;563;564;565;566;567;568;569;570;571;572;573;574;575;576;577;578;579;580;581;582;583;584;585;586;587;588;589;590;591;592;593;594;595;596;597;598;599;600;601;602;603;604;605;606;607;608;609;610;611;612;614;615;616;617;618;619;620;621;622;623;624;625;626;627;628;629;630;631;632;633;634;635;636;637;638;639;640;641;642;643;644;645;646;647;648;649;650;651;652;653;654;655;656;657;658;659;660;661;662;663;664;665;666;667;668;669;670;671;672;673;674;675;676;677;678;679;680;681;682;683;684;685;686;687;688;689;690;691;692;693;694;695;696;697;698;699;700;701;702;703;704;705;706;707;708;709;710;711;712;713;714;715;716;717;718;719;721;722;723;724;725;726;727;728;729;730;731;732;733;734;735;736;738;740;741;742;743;744;745;746;747;748;749;750;751;752;753;755;756;757;758;759;760;761;762;763;764;765;766;767;768;769;770;771;773;775;776;777;778;779;780;781;782;783;784;785;786;787;788;789;790;791;792;793;794;795;796;798;799;800;801;802;803;804;805;806;807;808;809;810;811;812;813;814;815;816;817;818;819;820;821;822;823;824;825;826;827;828;829;830;831;832;833;834;835;836;837;838;839;840;841;842;843;844;845;846;847;848;849;850;851;852;853;854;855;856;857;858;859;860;861;862;863;864;865;866;867;868;869;870;871;872;873;874;875;876;877;878;879;880;881;882;883;884;885;886;887;888;889;890;891;892;893;894;895;896;897;898;899;900;901;902;903;904;905;906;907;908;909;910;911;912;913;914;915;916;917;918;919;920;921;922;923;924;925;926;927;928;929;930;931;932;933;934;935;936;937;938;939;940;941;942;943;944;945;946;947;948;949;950;951;952;953;954;955;956;957;958;959;960;961;962;963;964;965;966;967;968;969;970;971;972;973;974;975;976;977;978;979;980;981;982;983;984;985;986;987;988;989;990;991;992;993;994;995;996;997;998;999;1000;1001;1002;1003;1004;1005;1006;1007;1009;1010;1011;1012;1013;1014;1015;1016;1017;1018;1019;1020;1021;1022;1023;1024;1025;1026;1027;1028;1029;1030;1031;1032;1033;1034;1035;1036;1037;1038;1039;1040;1041;1042;1043;1044;1045;1046;1047;1048;1049;1050;1051;1052;1053;1054;1055;1056;1057;1058;1059;1060;1061;1062;1063;1064;1065;1066;1067;1068;1069;1070;1071;1072;1073;1074;1075;1076;1077;1078;1079;1080;1081;1082;1083;1084;1085;1086;1087;1088;1089;1090;1091;1092;1093;1094;1095;1096;1097;1098;1099;1100;1101;1102;1103;1104;1105;1106;1107;1108;1109;1110;1111;1112;1113;1114;1115;1116;1117;1118;1119;1120;1121;1122;1123;1124;1125;1126;1127;1128;1129;1130;1131;1132;1133;1134;1135;1136;1137;1138;1139;1140;1141;1142;1143;1144;1145;1146;1147;1148;1149;1150;1151;1152;1153;1154;1155;1156;1157;1158;1159;1160;1161;1162;1163;1164;1165;1166;1167;1168;1169;1170;1171;1172;1173;1174;1175;1176;1177;1178;1179;1180;1181;1182;1183;1184;1185;1186;1187;1188;1189;1190;1191;1192;1193;1194;1195;1196;1197;1198;1199;1200;1201;1202;1203;1204;1205;1206;1207;1209;1210;1211;1212;1213;1214;1215;1216;1217;1218;1219;1220;1221;1222;1223;1224;1225;1226;1227;1228;1229;1230;1231;1232;1233;1234;1235;1236;1237;1238;1239;1240;1241;1242;1243;1244;1245;1246;1247;1248;1249;1250;1251;1252;1253;1254;1255;1256;1257;1258;1259;1260;1261;1262;1263;1264;1265;1266;1267;1268;1269;1270;1271;1272;1273;1274;1275;1276;1277;1278;1279;1280;1281;1282;1283;1284;1285;1286;1287;1288;1289;1290;1291;1292;1293;1294;1295;1296;1297;1298;1299;1300;1301;1302;1303;1304;1305;1306;1307;1308;1309;1310;1311;1312;1313;1314;1315;1316;1317;1318;1319;1320;1321;1322;1323;1324;1325;1326;1327;1328;1329;1330;1331;1332;1333;1334;1335;1336;1337;1338;1339;1340;1341;1342;1343;1344;1345;1346;1347;1348;1349;1350;1351;1352;1353;1354;1355;1356;1357;1358;1359;1360;1361;1362;1363;1364;1365;1366;1367;1368;1369;1370;1371;1372;1373;1374;1375;1376;1377;1378;1379;1380;1381;1382;1383;1384;1385;1386;1387;1388;1389;1390;1391;1392;1393;1394;1395;1396;1400;1401;1402;1403;1404;1405;1406;1407;1408;1409;1411;1412;1413;1414;1415;1416;1417;1418;1419;1420;1421;1422;1423;1424;1425;1426;1427;1428;1429;1430;1431;1432;1433;1434;1435;1436;1437;1438;1439;1440;1441;1442;1443;1444;1445;1446;1447;1448;1449;1450;1451;1452;1453;1454;1455;1456;1457;1458;1459;1460;1461;1462;1463;1464;1465;1466;1467;1468;1469;1470;1471;1472;1473;1474;1475;1476;1477;1478;1479;1480;1481;1482;1484;1485;1486;1487;1488;1489;1490;1491;1492;1493;1494;1495;1496;1497;1498;1499;1500;1502;1503;1504;1505;1506;1507;1508;1510;1511;1512;1513;1514;1515;1516;1517;1518;1519;1520;1521;1522;1523;1524;1525;1526;1527;1528;1529;1530;1531;1532;1533;1534;1535;1536;1537;1538;1539;1540;1541;1542;1543;1544;1545;1546;1547;1548;1549;1550;1551;1552;1553;1555;1556;1557;1558;1559;1560;1561;1562;1563;1564;1565;1566;1567;1568;1569;1570;1571;1572;1573;1574;1575;1576;1577;1578;1579;1580;1581;1582;1583;1584;1585;1586;1587;1588;1589;1590;1591;1592;1593;1594;1596;1597;1598;1599;1600;1601;1602;1605;1606;1607;1608;1609;1610;1611;1612;1613;1614;1615;1616;1617;1618;1619;1620;1621;1622;1623;1624;1625;1627;1628;1629;1630;1631;1632;1633;1634;1635;1636;1637;1638;1639;1640;1641;1642;1643;1644;1645;1646;1647;1648;1649;1650;1651;1652;1653;1654;1655;1656;1657;1658;1659;1660;1661;1662;1663;1664;1665;1666;1667;1668;1669;1670;1671;1672;1673;1674;1675;1676;1677;1678;1679;1680;1681;1682;1683;1684;1685;1686;1687;1688;1689;1690;1691;1692;1693;1694;1695;1696;1697;1698;1699;1700;1701;1702;1703;1704;1705;1706;1707;1708;1709;1710;1711;1712;1713;1714;1715;1716;1717;1718;1719;1720;1721;1722;1723;1724;1725;1726;1727;1728;1729;1730;1731;1732;1733;1734;1735;1736;1737;1738;1739;1740;1741;1742;1743;1744;1745;1746;1747;1748;1749;1750;1751;1752;1753;1754;1755;1756;1757;1758;1759;1760;1761;1762;1763;1764;1765;1766;1767;1768;1769;1770;1771;1772;1773;1774;1775;1776;1777;1778;1779;1780;1781;1782;1783;1784;1785;1786;1787;1788;1789;1790;1791;1792;1793;1794;1795;1796;1797;1798;1799;1800;1801;1802;1803;1804;1805;1806;1807;1808;1809;1810;1811;1812;1813;1814;1815;1816;1817;1818;1819;1820;1821;1822;1823;1824;1825;1826;1827;1828;1829;1830;1831;1832;1833;1834;1835;1836;1837;1838;1839;1840;1841;1842;1843;1844;1845;1846;1847;1848;1849;1850;1851;1852;1853;1854;1855;1856;1857;1858;1859;1860;1861;1862;1863;1864;1865;1866;1867;1868;1869;1870;187Ferqa di nêvbera »ko«, »ku« û »kû« de (2005-05-19)
fjrigjwwe9r0TabArticles:ArticleHeadline
Xewna Mesûd Barzanî ji başûrê Kurdistanê mezintir e (2005-02-07)
 
REKLAM


KOLUMNÎST
Şebabê Egît nabe Şeroyê Biro û ez jî nabim ”heval”
Tolstoy û xelata Nobelê
Kurdistaneka serbixwe û [ne]cida
Heşt rojên şerê xendekê – I
Em û felsefe
Hilbijartinên Kurdistanê ez şok kirim
© 1997–2024 www.nefel.com  |  E-poste: info@nefel.com  |  Powered by Medesoft.org