[ ÎNÊ, 2024-03-29 ]   [ BIKE MALPERA DESTPÊKÊ ]   [ BÊXE NÊV BIJAREYAN ]   [ KONTAKT ]   [ INFO ]   [ LÊGERÎN & ARŞÎV ]  
DESTPÊK
Nûçe
Nivîsar
Kulturmagazîn
Hevpeyvîn
Kolumnîst
Ewrokurd
E-Pirtûk
Lîteratûr
Ziman
Muzîk
Foto
Lînk
E-POSTEYA TE
  Nav (Username)  
   
  Þîfre (Password)  
   
   
     
   »E-posteyeka nû
 bo xwe qeyd bike
 
REKLAM


KOLUMNÎST 
Sedemên nakokiyê di nava opozisyona Sûriyê de 1/4
KURDISTAN, 11/2 2008 — Diviya bû ko kampaniyaya destgirtina hindek endamên Danezana Şamê biba motîvê girtina helwesteke berpirsiyar, û kifşkirina rastiya bûyerê ji cemaweran re. Herwisa, biba egera danîna xêzên giştî ji erkên niho û paşerojê re, sebaretî lidûvçûna pirsgirêka girtinê li hundir û derve bi hevkariya hêzên opozisyonê ên din û saziyên mafên mirovan û civaka nêvdewletî.

Lê mixabin ko ev yeka nehate bicîkirin. Hinek hêzan ew ji bo berjewendiyên xwe ên taybet - li dijî hêzên din - bikar anîn û hewil dan ko Danezanê ji holê rakin!

Ji pêşî de, Eniya Felatê - ko ez endamê wê me - bi rengekî babetane danûsitendin bi Danezana Şamê re kir. Bi gotineke din, ew wekî gurûpek ji şepol û tiwêje û kesayetiyan pêkhatî ko armanca wan ya sereke ne guhêrandina rejîmê, lê belê çakkirina wê bû, dihesiband. Di heman çarçoveyê de, helwesta alavên ewlekariya Sûriyê ji rêbaza Danezanê û nêrînên wê ên siyasî û hin endamên wê nemaze nunerên şepola rastgir ya tevgera kurdî, evên naskirî bi nêzîkahiya xwe ji rêjîmê-ne yeka tund bû. Ji bilî hin endamên wê ên xebatkar wekî Riyad Turk, Riyad Sêf, Elî Ebdella û Ekrem Bunnî ko cihê rêz û qedirbilindiyê ne. Li gora van agahiyan, me-wek Eniya Felata Niştimanî li Sûriyê-nêzîkahî û danûsitendin bi Danezanê re dikir û ta niho dostaniya min bi wan kesên navborî re hêj berdewam e.

Bûyera Danezana Şamê hîşt ko opozisyona welatparêza Sûryê li xwe vegere û xalên lawaziyê da kifşkirinê. Di destpêkê de, divê opozisyon were pênase kirin. Opozisyona Sûryê li derve û li hundir heye, û ji tavilê çînên civakê û pêkhatên netewî û oldarî û mezhebî pêktê wekî Eniya Felata Niştimanî, Danezana Şamê (Îlan Dîmeşq) gurûpa Rifeet Esed, Parta Çaksaziyê, Emîndariya Beyrûtê ya Danezana Şamê.

Evan hêzane hewil dan ko refên xwe bi ser hev de bînin û bername û acendeyan bişopînin bi mebesta pêkanîna çaksazî û guherînê. Divê bê gotin ko piraniya van hêzan ne ewqas kevin û xwedî tecrûbe ne. Berevajî vê çendê ew di qonaxa xweavakirinê de ne. Li gel wan, hinek navgînên ragihandinê ên bi hêz hene ko karê xwe bi başî birêve dibin, tev li saziyên mafên mirovan ên sûryê.

Destnîşankirina dozên nakokiyê:

Hemû hêz li ser silogana “guherîna demokratîk” li hev dikin. Lê bi du şêwazan, ya yekem guhêrandina rejîmê bi yekcarê di riya vîna gel û şêwazên xebata aştiyane, bi alîkariya siyasî ji derve. Rêbaza duyem, hewil dide rêjîmê ne ko biguherîne lê çak bike, û hêzên siyasî û civakî û aborî ên ji derveyî rêjîmê bike hevpişkê desthilatê. Bê guman cudahî di navbera herdû şêwazan de heye, lê girêdayî pirsên din bi giştî xalên wekehev pir in. Digel nakokiya di navbera hêzên opozisyonê de, di nava her hêzekê bi xwe de jî nakokî heye. Nakokî dikeve warê pênasekirina sûryê wekî gel û welat, û hebûna netewên din digel netewa ereb wekî kurd û aşûrî û ermen û tirkmen û çerkez, herwisa ol û mezheb wekî fille û êzîdî û alewî digel ola îslamê û mezhebê sunnî.

Xaleke din ya cidahî û nakokiyê çê dibe ji şêwazên guherînê û alavên wê ên aştiyane. Guherîn divê ko di riya isyana sivîl û mangirtin û girêvan de pêk were yan di riya piştgirtina derveyî – herêmî û nêvdewletî – yan bi herdû şêweyan bi hev re?

Herweha, cudahiya derbarê qonaxa siyasî a ko sûryê têde derbas dibe, û cidahiya nêrînan derheqa xwezaya rêjîmê û bingeha wê a civakî û çînayetî û rola wê a niştimanî û reflaksiyona siyaseta wê ya netewî û herêmî.

Digel nakokiyên tund derbarê ravekirina rewşa siyasî li ser asta herêmî (Felestîn, Libnan, Iraq, Îran, Tirkiyê û rewşa erebî bi giştî) û li ser asta nêvdewletî(amerîka-ewropa piştî qonaxa cenga sar) hinek ji nav me – opozisyon – hene ko dîktatorê jinavçûyî Sedam Husênî bi şehîd û lehengê netewî li qelem didin!! Hinekên din piştgiriya kudetaya tevgera Hemasê li ser desthilatdariya lêgal dikin, û terorê wekî berxudaneke rewa li Iraqê dibînin, û serhişkiya Hesen Nesrullahî û dijatiya wî ji demokrasebûn û serxwebûna Libnanê re weke berxudana li dijî emperyalîst û siyonîstan dinirxînin, û hinek hene tirkiyê gur dikin ko Iraqê di riya herêma Kurdistanê de dagîr bike tenê ji bo zererê bigihînin gelê kurd!.

Ji vê wêdetir, dubendiyên kûr hene li dora alternatîvên çavrêkirî: Sûriyeke nû demokratîk pirreng û sekûlar yan Sûriyeke totalîter û tundrew?! Ji xwe nakokiya here mezin ya opozisyona Sûriyê di warê pirsgirêka kurdî û mafên netew û etnîkan de rû dide. Tu hêza opozisyonê tu bêje xwediya bernameyek hevgirtî be sebaretî pirsgirêka gelê kurd wekû gelekî resen ko li ser xaka bavbapîrên xwe dijî tuneye. Pirsa din jî ko nakokiyê peyda dike rol û mifaha gurûpên îslama siyasî di nav refên opozisyonê, ji ber wek ko hatiye tecrûbekirin ew bi piranî li dijî prosesa guherîna demokratîk in û li milê peymana tehran-şamê ne.

Yek ji pirsgirêkan jî peywendiya di navbera piranî û kêmaniyê de ye, nemaze karê bereyan di opozisyonê de.

Bi rastî, min nedixwest di vê dema nazik de bi kesekî re pevkevim, lê "av di golan de bimîne, genî dibe"!. Ew jî gotareke tevlîhev ya Heysem Menae û hevpişkên wî, evê ko ji dema lingên xwe li balafirxaneya Şamê danîn û destê xwe xiste nav destê sitemkaran de, dûrî refên opozisyonê ket.

Ka em binerin wî camêrî çi di gotara xwe de aniye zimên:

— Aliyê civakî bi ser ê siyasî xistiye di gotara xwe de, û giringî li gor pêdiviyên qonaxê ji guherîna demokratîka siyasî re ye. Ev yeka me vedigerîne destpêka salên 70-î ji sedsala buhurî dema ko şer di navbera rêjîma Hafîz Esed û gelê Sûriyê de li dar bû. Hingê derdorên parta komûnistê sûryê û baskên partên neteweperest û Nasirî* (Cemal Ebdelnasir) pişta rejîma “pêşverû” dikirin bi hinceta ko ew bi biveya derveyî re rûbirû ye – emperiyalîzm –! Ev partên ko êdî dûrî refên gel ketin û ketine nav hembêza rêjîmê de heta niha.

— Seyr e ko xwediyên gotarê li dijî "vebûna hema hema ser bazarê" piştî guherînê ne. Gelo bazara Sûryê aniha li ser bingeha sosyalîzmê û bi çavdêriya çîna karkir li gora dad û yeksaniyê birêve diçe ta ko alterantîv neyê pejirandinê? Gelo lîbêralîzm li dijî demokrasiyê ye? Gelo têkoşerê niştîmanperwer û mêrxas Riyad Sêf ne demokrat e, ev kesê ko heta niha jiyana xwe terxanî azadî û serbestiya gel û welatê xwe kiriye û niha nexweş e û rêjîma dêspotîk rê nade ko biçe derve ji bo xwe derman bike?

— Gotarvan desthilata Sûryê wekî ”desthilata serdest” bi nav dikin. Di şûna vê yekê de pêwîst e ew wê bi aşkere bi nav bikin wekî – rejîma dîktator û dêspotîk –. Belkî tevlîhevkirina van têrman e ko hîşt hinek ji wan li balafirxaneya Şamê bi germî werine pêşwazîkirinê!!.

— Xwesipartina vegotina Kewakibî** derbarê dîtina alternatîvan berî pêkanîna guherînê ne di wext û cihê xwe de hatiye. Peydakirina alternatîvan ne mûmkin e li Iraq û Sûryê û ev yeka ji herkesê ko hukmdariya parta beesê dinase diyar û belû ye.

— Di nav de girtiyên danezana şamê, gellek kes û hêz têne tawanbarkirin bi hevkariya derve û peywendiya bi serok boş û birêvebiriya amerîkayê re. Ji ber ko rêjîma dêspotîk ew gellekî li dijî muxalîfên xwe bikaraniye, bazara vê hincetê kesad e!. Ez bi aşkere û rasterast dibêjim ko ji hemû deman bêtir gelê sûryê niha bi hewceyî piştgiriya derve ye, ji kî dibe bila bibe di nav de birêvebiriya serok boşî, eva ko piştgiriya xwe ji bo gelê sûryê û tevgera wî ya opozisyonê da xuyakirin. Me got piştgiriya derve ji ko tê bila bê, û li vira ez nabêjim ji bilî îsrail, ji ber ko ew aniha piştgiriya rejîma Sûryê dike û bûye asteng di pêşiya piştgirtina civaka navnetewî ji prosesa guherînê li sûryê. Berî rojekê, wezareta derve ya dewleta israilê navê rejîma Sûrî ji lîsta rêjîmên ji rê derketî, derxist!.

Tiştê ko mirov heyirî dihêle ewe ko gotarvanan ne ji dûr û ne ji nêzîk ve basa ewropayê-ciyê ko nivîserê gotarê lê bi rehetî dijî- nekirîne. Ne jî behsa helwestên wê ên şermezar ji doz û pirsgirên gelê sûryê, wekî beşekî serekî ji stratejiya rojavayî.

Êrîşbirina xwediyê gotarê nameyê ser hêzên 14-ê adarê ên Libnanê, parastina tawanên rejîma Sûryê ye, û piştgirtineke ji tayfegeriya siyasî re û alîgirên rêjîma Sûryê li libnanê, herwisa wekî nepjirandina dadgeha navnetewî a taybet bi tawanên rêjîmê li libnanê tê dîtin.

Êrîşbirina ser tevgera kurdî jî vedigere du sedeman: Yek jê ji ber ko tevgera kurdî li aliyê opozisyonê ye û li dijî rêjîma dêspotîk, û yê din jî ji ber ko tevgera kurdî xwediyê gotarê şermezar kir dema ko ew ji şamê vegeriya û xwest hin pilana derbas bike û zererê bigihîne tevgera kurdî, nemaze dema ko hin civîn li hanovera almaniyayê û li firansayê pêkanîn, lê qet biserneket.

Xwediyê gotar-nameyê tembînameya niştimanî li ser kesên din dike wekî bikaranîna terora hizrî, ko xwedê giravî kes niştimanperwer tunye ye ji wan pêve!! Di vê çarçoveyê de, ew êrîşî endamê serkirde ê Eniya Felata Niştimanî rêzdar Ebdilhelîm Xedam dikin, ê ko rêjîma dêspotîk bi cî hîşt û derbasî nav refê gelê sûryê bû-û herweha rêzdar Riyad Turk jî didin ber êrîşan.

Bêguman, rexne anjî êrîşbirina ser opozisyonê di vê qonaxê de rejîmê rehet dike. Koçkirina saziyên mafên mirovan ên welêt berbi asoyên din ve rev û dûrbûne ji jêderê baya gur. (Ji du salan ve ye ko me beşdarî di çalakiyên danezana şamê de nekiriye) gelo temenê danezanê çend sal e? Û hun kengî bûne endamên wê? Gelo we jî koç kir wek piştgirtinekê ji kesê ko ji ber sedemên siyasî aşkere koçkirine?...

Çi dibe bila bibe, opozisyona welatparêza Sûryê bi hewceyî lixwevegerînê û xwerexnekirinê ye, bi mebesta pêkanîna yekîtiyê, ew jî bi van gavên hanê: formkirina peymaneke niştimanî. Peymaneke siyasî civakî derbarê prensîbên serekî ên stratejî, û pêkanîna bernameyê siyasî, û avakirina çarçoveyeke rêxistinî ko hemû yan piraniya pêkhatên siyasî û netewî û çandî û civakî ên welêt, bi xwe ve bigire.

* Cemal Ebdulnasir: Şoreşa sosyalîst sala 1952 li Misrê li dijî qiral Faruq pêkanî.

** Ebdulrehman Kewakibî (1854-1902): ronakbîr û zanayekî erebî mezin e. Di pirtûkên xwe de pirsa despotîsmê bi dûrûdirêjî şîrove dike û dixe bin ronahiyê de.

-----------------------------------
Nivîskar: SELAH BEDREDÎN
Weşandin: 2008-02-11
Xwendin: 5241
 

KOLUMNÊN BERÊ   
Şiroveya şoven ya mafê çarenivîsê (2011-01-29)
Krîza dewletên totalîter di serdema nû de (2011-01-15)
Mafê çarenûsê bi dîtina kurdan (2010-12-24)
Gelo dê ereb ji tecrûbeya Başûrê Sûdanê sûdê werbigrin (2010-11-19)
Sûriye û Tirkiye xwe li dijî kurdan rêk dixin (2010-10-25)
Şertê avakirina dewleta hevdem: mafê çarenûsê (2010-10-06)
Aliyê hizrî di rêbaza Mistefa Barzanî de (2010-08-22)
Hewesên serberdayî yên kovara Livînê û têkdana dîroka kurdan (2010-08-13)
Di nakokiya Tirkiye û Îsrailê de kanî Filistîn (2010-06-18)
Parastina ezmûna herêma Kurdistana Iraqê (2010-05-26)
Banga Nêçîrvan Barzanî bo reformê (2010-04-23)
Rewşa tevger û bizavên gelên Îranê çawa ye (2009-08-06)
Petrola Kurdistanê di bin xizmeta Îraqa federe ya nuh de (2009-06-25)
Ewlewiyet ji rawestandina despotîzmê re ye (2009-05-31)
Çi di navbera Sûriyeyê û Tirkiyeyê de heye (2009-05-16)
Serdana Mehmûd Ebbasî (Ebu Mazin) ya Kurdistanê (2009-04-28)
Newroza îsal – çend têbînî û pêşniyar (2009-04-19)
Dadgehên serdemê rêzê li mafê çarenûsê digirin (2009-03-25)
Herêma Kurdistanê – hinek gavên giring û di cih de (2009-02-25)
Cengên veguhêz yên Rojhilata-nêvê (2009-02-09)
NERÎNGEH
 
[kitêb] Sun Zî: Hunera şer (2016-04-21)
Ismail Beşikçi ji kurdan re li ser ermeniyan semînerek da (2013-09-28)
Kurdistan berî serxwebûna siyasî ”serxwebûna petrolê” û ekonomîk îlan dike (2012-05-21)
Tewanga navdêrên zimanê kurdî (2009-02-08)
Umît Firat dibêje navnîşana çareserîya pirsa kurd ne PKK ye (2008-11-11)
Hêro Talebanî: Min nedixwest Mam Celal bibe serokkomarê Iraqê [foto] (2007-05-10)
Alfabeya kurdî-latînî ji bo zimanê kurdî ji alfabeya kurdî-erebî minasibtir e (2005-11-02)
fjrigjwwe9r0TabArticles:ArticleHeadline
vv9v8v09fq:TabArticles:4;8;12;14;17;19;21;22;23;24;28;29;30;31;32;40;41;43;44;46;48;49;51;52;53;54;55;56;58;60;62;63;64;65;66;67;69;71;72;74;75;76;77;78;79;80;81;82;84;85;86;90;91;92;94;95;96;97;98;100;102;103;104;105;106;107;109;110;111;112;113;114;115;116;117;118;119;120;121;122;123;124;125;126;127;128;129;130;131;132;133;134;136;137;138;139;140;141;142;143;144;145;146;147;149;150;151;152;153;155;157;158;159;160;163;164;165;166;167;168;169;170;171;172;173;174;175;176;178;179;180;181;182;183;184;185;186;187;188;189;190;191;192;193;194;195;196;197;198;199;200;202;203;204;205;206;207;208;209;210;211;212;213;214;215;216;217;218;219;221;222;223;224;225;226;227;228;229;230;231;232;233;234;235;236;237;238;239;240;241;242;243;244;245;246;247;248;249;250;251;253;254;255;256;257;258;259;260;261;262;263;264;265;266;267;268;269;270;271;272;273;274;275;276;277;278;279;280;281;282;283;284;285;286;287;288;289;290;291;293;294;295;296;297;298;301;302;303;304;305;306;307;308;309;310;311;312;313;314;315;316;317;318;319;320;321;322;323;324;325;326;327;328;329;330;331;332;333;334;335;336;337;338;339;340;341;342;343;344;345;346;347;348;349;350;351;352;353;354;355;356;357;358;359;360;361;362;363;364;365;366;367;368;369;370;371;372;373;374;375;376;377;378;379;380;381;382;383;384;385;386;387;388;389;391;392;393;394;395;396;398;399;400;401;402;403;404;405;406;407;408;409;410;411;412;413;414;415;416;417;418;419;420;421;422;423;424;425;426;427;428;429;430;431;432;433;434;435;436;437;438;439;440;441;442;443;444;445;446;447;448;449;450;451;452;453;454;455;457;458;459;460;461;462;463;464;465;466;467;468;469;470;471;472;473;474;475;476;477;478;479;480;481;482;483;484;485;486;487;488;489;491;492;493;494;495;496;497;498;499;500;501;502;503;504;505;506;507;508;509;510;511;512;513;514;515;516;517;518;519;520;521;522;523;524;525;526;527;528;529;530;531;532;533;534;535;536;537;538;539;540;541;542;543;544;545;546;547;548;549;550;552;553;554;555;556;557;558;559;560;561;562;563;564;565;566;567;568;569;570;571;572;573;574;575;576;577;578;579;580;581;582;583;584;585;586;587;588;589;590;591;592;593;594;595;596;597;598;599;600;601;602;603;604;605;606;607;608;609;610;611;612;614;615;616;617;618;619;620;621;622;623;624;625;626;627;628;629;630;631;632;633;634;635;636;637;638;639;640;641;642;643;644;645;646;647;648;649;650;651;652;653;654;655;656;657;658;659;660;661;662;663;664;665;666;667;668;669;670;671;672;673;674;675;676;677;678;679;680;681;682;683;684;685;686;687;688;689;690;691;692;693;694;695;696;697;698;699;700;701;702;703;704;705;706;707;708;709;710;711;712;713;714;715;716;717;718;719;721;722;723;724;725;726;727;728;729;730;731;732;733;734;735;736;738;740;741;742;743;744;745;746;747;748;749;750;751;752;753;755;756;757;758;759;760;761;762;763;764;765;766;767;768;769;770;771;773;775;776;777;778;779;780;781;782;783;784;785;786;787;788;789;790;791;792;793;794;795;796;798;799;800;801;802;803;804;805;806;807;808;809;810;811;812;813;814;815;816;817;818;819;820;821;822;823;824;825;826;827;828;829;830;831;832;833;834;835;836;837;838;839;840;841;842;843;844;845;846;847;848;849;850;851;852;853;854;855;856;857;858;859;860;861;862;863;864;865;866;867;868;869;870;871;872;873;874;875;876;877;878;879;880;881;882;883;884;885;886;887;888;889;890;891;892;893;894;895;896;897;898;899;900;901;902;903;904;905;906;907;908;909;910;911;912;913;914;915;916;917;918;919;920;921;922;923;924;925;926;927;928;929;930;931;932;933;934;935;936;937;938;939;940;941;942;943;944;945;946;947;948;949;950;951;952;953;954;955;956;957;958;959;960;961;962;963;964;965;966;967;968;969;970;971;972;973;974;975;976;977;978;979;980;981;982;983;984;985;986;987;988;989;990;991;992;993;994;995;996;997;998;999;1000;1001;1002;1003;1004;1005;1006;1007;1009;1010;1011;1012;1013;1014;1015;1016;1017;1018;1019;1020;1021;1022;1023;1024;1025;1026;1027;1028;1029;1030;1031;1032;1033;1034;1035;1036;1037;1038;1039;1040;1041;1042;1043;1044;1045;1046;1047;1048;1049;1050;1051;1052;1053;1054;1055;1056;1057;1058;1059;1060;1061;1062;1063;1064;1065;1066;1067;1068;1069;1070;1071;1072;1073;1074;1075;1076;1077;1078;1079;1080;1081;1082;1083;1084;1085;1086;1087;1088;1089;1090;1091;1092;1093;1094;1095;1096;1097;1098;1099;1100;1101;1102;1103;1104;1105;1106;1107;1108;1109;1110;1111;1112;1113;1114;1115;1116;1117;1118;1119;1120;1121;1122;1123;1124;1125;1126;1127;1128;1129;1130;1131;1132;1133;1134;1135;1136;1137;1138;1139;1140;1141;1142;1143;1144;1145;1146;1147;1148;1149;1150;1151;1152;1153;1154;1155;1156;1157;1158;1159;1160;1161;1162;1163;1164;1165;1166;1167;1168;1169;1170;1171;1172;1173;1174;1175;1176;1177;1178;1179;1180;1181;1182;1183;1184;1185;1186;1187;1188;1189;1190;1191;1192;1193;1194;1195;1196;1197;1198;1199;1200;1201;1202;1203;1204;1205;1206;1207;1209;1210;1211;1212;1213;1214;1215;1216;1217;1218;1219;1220;1221;1222;1223;1224;1225;1226;1227;1228;1229;1230;1231;1232;1233;1234;1235;1236;1237;1238;1239;1240;1241;1242;1243;1244;1245;1246;1247;1248;1249;1250;1251;1252;1253;1254;1255;1256;1257;1258;1259;1260;1261;1262;1263;1264;1265;1266;1267;1268;1269;1270;1271;1272;1273;1274;1275;1276;1277;1278;1279;1280;1281;1282;1283;1284;1285;1286;1287;1288;1289;1290;1291;1292;1293;1294;1295;1296;1297;1298;1299;1300;1301;1302;1303;1304;1305;1306;1307;1308;1309;1310;1311;1312;1313;1314;1315;1316;1317;1318;1319;1320;1321;1322;1323;1324;1325;1326;1327;1328;1329;1330;1331;1332;1333;1334;1335;1336;1337;1338;1339;1340;1341;1342;1343;1344;1345;1346;1347;1348;1349;1350;1351;1352;1353;1354;1355;1356;1357;1358;1359;1360;1361;1362;1363;1364;1365;1366;1367;1368;1369;1370;1371;1372;1373;1374;1375;1376;1377;1378;1379;1380;1381;1382;1383;1384;1385;1386;1387;1388;1389;1390;1391;1392;1393;1394;1395;1396;1400;1401;1402;1403;1404;1405;1406;1407;1408;1409;1411;1412;1413;1414;1415;1416;1417;1418;1419;1420;1421;1422;1423;1424;1425;1426;1427;1428;1429;1430;1431;1432;1433;1434;1435;1436;1437;1438;1439;1440;1441;1442;1443;1444;1445;1446;1447;1448;1449;1450;1451;1452;1453;1454;1455;1456;1457;1458;1459;1460;1461;1462;1463;1464;1465;1466;1467;1468;1469;1470;1471;1472;1473;1474;1475;1476;1477;1478;1479;1480;1481;1482;1484;1485;1486;1487;1488;1489;1490;1491;1492;1493;1494;1495;1496;1497;1498;1499;1500;1502;1503;1504;1505;1506;1507;1508;1510;1511;1512;1513;1514;1515;1516;1517;1518;1519;1520;1521;1522;1523;1524;1525;1526;1527;1528;1529;1530;1531;1532;1533;1534;1535;1536;1537;1538;1539;1540;1541;1542;1543;1544;1545;1546;1547;1548;1549;1550;1551;1552;1553;1555;1556;1557;1558;1559;1560;1561;1562;1563;1564;1565;1566;1567;1568;1569;1570;1571;1572;1573;1574;1575;1576;1577;1578;1579;1580;1581;1582;1583;1584;1585;1586;1587;1588;1589;1590;1591;1592;1593;1594;1596;1597;1598;1599;1600;1601;1602;1605;1606;1607;1608;1609;1610;1611;1612;1613;1614;1615;1616;1617;1618;1619;1620;1621;1622;1623;1624;1625;1627;1628;1629;1630;1631;1632;1633;1634;1635;1636;1637;1638;1639;1640;1641;1642;1643;1644;1645;1646;1647;1648;1649;1650;1651;1652;1653;1654;1655;1656;1657;1658;1659;1660;1661;1662;1663;1664;1665;1666;1667;1668;1669;1670;1671;1672;1673;1674;1675;1676;1677;1678;1679;1680;1681;1682;1683;1684;1685;1686;1687;1688;1689;1690;1691;1692;1693;1694;1695;1696;1697;1698;1699;1700;1701;1702;1703;1704;1705;1706;1707;1708;1709;1710;1711;1712;1713;1714;1715;1716;1717;1718;1719;1720;1721;1722;1723;1724;1725;1726;1727;1728;1729;1730;1731;1732;1733;1734;1735;1736;1737;1738;1739;1740;1741;1742;1743;1744;1745;1746;1747;1748;1749;1750;1751;1752;1753;1754;1755;1756;1757;1758;1759;1760;1761;1762;1763;1764;1765;1766;1767;1768;1769;1770;1771;1772;1773;1774;1775;1776;1777;1778;1779;1780;1781;1782;1783;1784;1785;1786;1787;1788;1789;1790;1791;1792;1793;1794;1795;1796;1797;1798;1799;1800;1801;1802;1803;1804;1805;1806;1807;1808;1809;1810;1811;1812;1813;1814;1815;1816;1817;1818;1819;1820;1821;1822;1823;1824;1825;1826;1827;1828;1829;1830;1831;1832;1833;1834;1835;1836;1837;1838;1839;1840;1841;1842;1843;1844;1845;1846;1847;1848;1849;1850;1851;1852;1853;1854;1855;1856;1857;1858;1859;1860;1861;1862;1863;1864;1865;1866;1867;1868;1869;1870;187Ferqa di nêvbera »ko«, »ku« û »kû« de (2005-05-19)
fjrigjwwe9r0TabArticles:ArticleHeadline
Xewna Mesûd Barzanî ji başûrê Kurdistanê mezintir e (2005-02-07)
 
REKLAM


KOLUMNÎST
Şebabê Egît nabe Şeroyê Biro û ez jî nabim ”heval”
Tolstoy û xelata Nobelê
Kurdistaneka serbixwe û [ne]cida
Heşt rojên şerê xendekê – I
Em û felsefe
Hilbijartinên Kurdistanê ez şok kirim
© 1997–2024 www.nefel.com  |  E-poste: info@nefel.com  |  Powered by Medesoft.org