[ ŞEMÎ, 2024-04-20 ]   [ BIKE MALPERA DESTPÊKÊ ]   [ BÊXE NÊV BIJAREYAN ]   [ KONTAKT ]   [ INFO ]   [ LÊGERÎN & ARŞÎV ]  
DESTPÊK
Nûçe
Nivîsar
Kulturmagazîn
Hevpeyvîn
Kolumnîst
Ewrokurd
E-Pirtûk
Lîteratûr
Ziman
Muzîk
Foto
Lînk
E-POSTEYA TE
  Nav (Username)  
   
  Þîfre (Password)  
   
   
     
   »E-posteyeka nû
 bo xwe qeyd bike
 
REKLAM


KOLUMNÎST 
Werin em ala Selahedîn hildin!
KURDISTAN, 28/1 2008 — Dîsa, ala Îraqê a çaverêkirî ko diviyabû ligel sirûda neteweyî û hemû şopên rêjîma dîktator li gor destûrê bihatana guhêrandin, kete rojevê û bû ciyê nakokiyê di navbera hêzên siyasî ên Îraqê de.

Mijara alê - tevî bona salekî perlemantoya Bexda biryarek li ser da - wexteke dirêj sitend û ne li berjewendiya niştimaniya bilind e. Pêwîst e di zûtirîn demê de bê çareser kirin da ko nebe asteng di riya sazkirina kongireya parlementerên ereb li Hewlêrê, paytexa herêma Kurdistanê di reşemeha bê de.

Çareserkirina vê pirsgirêkê tê pejirandin ne tenê ji aliyê hikûmeta Îraqê ve, lê herweha ji yalê serokatiya siyasî ya kurdî û serokatiya herêm û hikûmeta wê ve jî.

Hikûmeta Iraqê wê weke gavekê ber bi tevlîbûna bi derdora erebî re dibîne. Hikûmeta herêmê jî bi mebesta bihêzkirina diyalogê bi gelê ereb yê dost re li ser asta fermî û millî, tevli ko bestina kongireya navborî li Hewlêra paytext derfetek e da ko nûnerên parlementoyên ereb rastiyên realîteya herêma Kurdistana Îraqê a federe ji nêzîk ve bibînin.

Her wisa, da ko pêşveçûna aborî û civakî di bin siya seqamgîrî û aramiyê de bibînin, digel pêşveçûna di warê mafên mirovan û azadiyên giştî û hevjiyana di navbera netewe û ol û mezheban de, an ko Encumena Niştimaniya Kurdistanê (parlemento) û struktûra wê û ezmûna wê û rola wê di civakê de baştir binasin.

Pirsgirêkên girêdayî rewş û doxa Kurdistanê di pêşî de, gellek pirsgirêk heta niho bê çareserî mane. Di vir de em dikarin hinekan destnîşan bikin, nemaze xala 140 ya girêdayî normalîzekirina rewşa Kerkûkê û navçên din ên erebkirî. Û xalên girêdayî yasaya petrolê û ala nû û pasaporta ko dibê – digel zimanê ingilîzî – bi zimanê kurdî û erebî be, û herweha pereyên nû û yên dinê.

Guman tê de nîne ko ev bêçareserîmayîn vedigere hikûmeta navendî ya Îraqê. Sedemên wê jî ne teknîkî yan mewdanî yan ewlekarî ne, lê belê siyasî ne, û ew jî di nêrîna me de eve ne:

Yekem: Pêgirêdana gellek hêzên siyasî ên Îraqê bi mîrata dîktatoriyeta jinavçûyî re. Ev hêzên ko Îraqa nû a demokratîk û piralî û federe napejirînin. Herwisa, li dijî destûra nû radiwestin, û naxwazin zulm û sitema ko di dema dîktatorîzma têkçûyî de hatiye serê piraniya milletên Îraqê nemaze li bakur û başûrê welêt ji holê rabikin.

Duyem: Hêzên şovonîst û nijadperest dibin asteng di pêşiya vegerandina mafan li xwediyên wan ji kurd û tirkmen û kildan û asûrî û ta ereban jî. Ew rê nadin ko ala Îraqê biguhere û berdewam in di gurkirina nakokî û dubendiyan, bi taybetî li dijî gelê kurd xwediyê mafên rewa û adîlane...

Sêyem: Gurûpên tayfegeriya siyasî ên şîîe milê şovonîstan ji bermayên rêjîma gorbigor digirin. Eva yeka di gellek pirsan de hate xuya kirin nemaze pirsgirêka alê û binecihkirina xalên destûra nû û proseya siyasî.

Mixabin ko karê van hêzên statokuperest tenê bûye geşkirina nakokiyên mezhebî û nijadperestî!.

Çarem: Kiryarên ne di rê de ji aliyê hindek hêzên taybet di hêzên firenetewe de, nemaze di biwarên leşkerî û ewlekariyê de. Semed, nezaniya wan bi hevsengiya iraqî û netewe û etnîk û ol û mezhebên wê ye. Digel, nehêniyên mîrata şovonîst û kilamet û kuştarên rêjîma jinavçûyî derheqê gelên îraqê.

Herwisa, bêçarehiştina pirsgirêkên neteweyan bi taybet pirsgirêka kurdî ya ko bi rêveçûn û naverok û taybetmendiyên xwe cida ye ji ezmûn û tecrûbeyên rojavaya kapîtalîst di warê çareserkirina pirsgirêka netewî de.

Lênihêrîneke kurt li bîranînên hakimê sivîl ê emerîkî li iraqê dema salên piştî rûxandina rêjîma Sedamî, rêzdar Bremer danûsitendina çewt û ne kûr bi kêşeya Îraqê re tekeze dike.

Pêncem: Gellek navend û derdorên rewşenbîrî û zanistî ên berfireh li Kurdistanê, lomê dixin ser aliyê kurdî jî. Gilî li karê alavên ragihandinê ên fermî û hizbî û hikûmî ên herêmê dikin. Li gor wan, ragihandina herêm kêmaniyê dike di warê parastina dozê gel û nekariye heta niho li gor mêkanîzmek zanistî ya hûrbîn û dukûmensel karûbarên xwe birêve bibe. Pirsa here giring ko kêmasî têde têkirin diyaloga siyasî û çandî ya kurdî-erebî ye. Ev pirs hêjayî lêkolandinê ye, nemaze ji yalê seroketiya siyasiya Kurdistanê ve.

Guftûgoya li ser reng û wateyên alaya Îraqê, ez vegerandime beriya 30 salan. Hê li bîra min e dema ko serokê felestînî yê koçkirî Yasir Erefatî di gotarekê de di boneyeke felestînî-kurdî ya hevbeş de di destpêka salên 80yan ji çerxê bûrî, li ciyekî ser çiyayê Şof ê Lubnanê, gava ko behsa peywendiyên erebî-kurdî û riyên çareserkirina pirsgirêka kurdî dikir, bi amadebûna nunerên tevgera niştimaniya lubnanê û hêzên berxudana felestînî û nunerên mesleka dîplomasî ji dewletên sosyalîstên berê li Beyrûtê.

Yasir Erefatî dewa peydakirina çareseriyeke adîlane ji doza gelê kurd ko nişteciyên resen in yên nawçê kir, û got ko ji bo em kirîza xwe derbas bikin divê em hemû bi hev re "alaya Selahedînî bilind kin".

Gotina birêz Erefat sembolîk bû. Radeya bihêzbûna peywendiyên di navbera herdû gelan de dide xuyakirin. Her wisa, yek ji nîşanên vê dostaniyê alaya eyûbiyan e ya zer û silogana wan ya wêneyê heloyekî li ser ko piraniya welatên ereban ên ko di bin siya eyûbiyan de bûn beriya zêdetir ji 800 salan ew hildidan, ji ber ko eyûbiyan meyildariya neteweyek taybet nedikirin lêbelê sembola hevpişkî û hevkariyê bûn di navbera gelên nawçê de li dijî êrîşên derveyî.

Ji vê wêdetir, rêzgirtina alaya eyûbiyan mikur hatineke bi qenciya bapîrên kurdan û wefadariyeke ji dîroka hevbeş re di navbera herdû gelên dost de, her weha bangewaziyeke bo gelê ereb ko rastiyên dîrokê baştir bibîne û rewatiya mafê kurdan di destnîşankirina çarenûsa xwe de bipijirîne wekî nişteciyên nawçê ên resen ko bav û kalên wan roleke serekî di yekkirina gelan de di demên berê de lîstine.

Rewşa Îraqê a nuha, û girêdayî wê pirsgirêka peywendiyên çarenûssaz ên erebî-kurdî pêdiviye bi ala ko Bavê Ammar (Yasir Erefat) basê dikir, anku alaya Selahedînê ko di navbera herdû milletan û hemû gelên Îraqê de yekîtiyê ava bike. Alaya ko hevgirtinê di navbeyna netewan de peyda bike, û olan ji hev nêzîk bike û pirên dostaniyê di navbera mezheban de ava bike. Alaya ko heta hetayê rastiya nemana dîktatorîzmê biçesipîne, û bibe nîşana avabûna iraqa nû a pirreng û federe.

Ev Îraqa ko bi alîkariya lawên wê, bi hevpişkî û hevkariya di navbera wan de di warê desthilatdarî û samanê de dikare birêve biçe û bipêş bikeve.

Ji vê yekê tê zanîn ko mijara alaya Îraqê a çaverêkirî yek ji rikeberiyên serekî ye li pêşiya gelê Îraqê û hêzên wî ên siyasî.

Her weha, çareserkirina vê pirsgirêkê girîng e bo niho û paşeroja Îraqê û nifşên wê, û çarenûsa komara wê a nûjen-nuxuriya proseya guherîna demokratîka nimûneyî li Rojhilata-nêvê destnîşan dike.

-----------------------------------
Nivîskar: SELAH BEDREDÎN
Weşandin: 2008-01-28
Xwendin: 5380
 

KOLUMNÊN BERÊ   
Şiroveya şoven ya mafê çarenivîsê (2011-01-29)
Krîza dewletên totalîter di serdema nû de (2011-01-15)
Mafê çarenûsê bi dîtina kurdan (2010-12-24)
Gelo dê ereb ji tecrûbeya Başûrê Sûdanê sûdê werbigrin (2010-11-19)
Sûriye û Tirkiye xwe li dijî kurdan rêk dixin (2010-10-25)
Şertê avakirina dewleta hevdem: mafê çarenûsê (2010-10-06)
Aliyê hizrî di rêbaza Mistefa Barzanî de (2010-08-22)
Hewesên serberdayî yên kovara Livînê û têkdana dîroka kurdan (2010-08-13)
Di nakokiya Tirkiye û Îsrailê de kanî Filistîn (2010-06-18)
Parastina ezmûna herêma Kurdistana Iraqê (2010-05-26)
Banga Nêçîrvan Barzanî bo reformê (2010-04-23)
Rewşa tevger û bizavên gelên Îranê çawa ye (2009-08-06)
Petrola Kurdistanê di bin xizmeta Îraqa federe ya nuh de (2009-06-25)
Ewlewiyet ji rawestandina despotîzmê re ye (2009-05-31)
Çi di navbera Sûriyeyê û Tirkiyeyê de heye (2009-05-16)
Serdana Mehmûd Ebbasî (Ebu Mazin) ya Kurdistanê (2009-04-28)
Newroza îsal – çend têbînî û pêşniyar (2009-04-19)
Dadgehên serdemê rêzê li mafê çarenûsê digirin (2009-03-25)
Herêma Kurdistanê – hinek gavên giring û di cih de (2009-02-25)
Cengên veguhêz yên Rojhilata-nêvê (2009-02-09)
NERÎNGEH
 
[kitêb] Sun Zî: Hunera şer (2016-04-21)
Ismail Beşikçi ji kurdan re li ser ermeniyan semînerek da (2013-09-28)
Kurdistan berî serxwebûna siyasî ”serxwebûna petrolê” û ekonomîk îlan dike (2012-05-21)
Tewanga navdêrên zimanê kurdî (2009-02-08)
Umît Firat dibêje navnîşana çareserîya pirsa kurd ne PKK ye (2008-11-11)
Hêro Talebanî: Min nedixwest Mam Celal bibe serokkomarê Iraqê [foto] (2007-05-10)
Alfabeya kurdî-latînî ji bo zimanê kurdî ji alfabeya kurdî-erebî minasibtir e (2005-11-02)
fjrigjwwe9r0TabArticles:ArticleHeadline
vv9v8v09fq:TabArticles:4;8;12;14;17;19;21;22;23;24;28;29;30;31;32;40;41;43;44;46;48;49;51;52;53;54;55;56;58;60;62;63;64;65;66;67;69;71;72;74;75;76;77;78;79;80;81;82;84;85;86;90;91;92;94;95;96;97;98;100;102;103;104;105;106;107;109;110;111;112;113;114;115;116;117;118;119;120;121;122;123;124;125;126;127;128;129;130;131;132;133;134;136;137;138;139;140;141;142;143;144;145;146;147;149;150;151;152;153;155;157;158;159;160;163;164;165;166;167;168;169;170;171;172;173;174;175;176;178;179;180;181;182;183;184;185;186;187;188;189;190;191;192;193;194;195;196;197;198;199;200;202;203;204;205;206;207;208;209;210;211;212;213;214;215;216;217;218;219;221;222;223;224;225;226;227;228;229;230;231;232;233;234;235;236;237;238;239;240;241;242;243;244;245;246;247;248;249;250;251;253;254;255;256;257;258;259;260;261;262;263;264;265;266;267;268;269;270;271;272;273;274;275;276;277;278;279;280;281;282;283;284;285;286;287;288;289;290;291;293;294;295;296;297;298;301;302;303;304;305;306;307;308;309;310;311;312;313;314;315;316;317;318;319;320;321;322;323;324;325;326;327;328;329;330;331;332;333;334;335;336;337;338;339;340;341;342;343;344;345;346;347;348;349;350;351;352;353;354;355;356;357;358;359;360;361;362;363;364;365;366;367;368;369;370;371;372;373;374;375;376;377;378;379;380;381;382;383;384;385;386;387;388;389;391;392;393;394;395;396;398;399;400;401;402;403;404;405;406;407;408;409;410;411;412;413;414;415;416;417;418;419;420;421;422;423;424;425;426;427;428;429;430;431;432;433;434;435;436;437;438;439;440;441;442;443;444;445;446;447;448;449;450;451;452;453;454;455;457;458;459;460;461;462;463;464;465;466;467;468;469;470;471;472;473;474;475;476;477;478;479;480;481;482;483;484;485;486;487;488;489;491;492;493;494;495;496;497;498;499;500;501;502;503;504;505;506;507;508;509;510;511;512;513;514;515;516;517;518;519;520;521;522;523;524;525;526;527;528;529;530;531;532;533;534;535;536;537;538;539;540;541;542;543;544;545;546;547;548;549;550;552;553;554;555;556;557;558;559;560;561;562;563;564;565;566;567;568;569;570;571;572;573;574;575;576;577;578;579;580;581;582;583;584;585;586;587;588;589;590;591;592;593;594;595;596;597;598;599;600;601;602;603;604;605;606;607;608;609;610;611;612;614;615;616;617;618;619;620;621;622;623;624;625;626;627;628;629;630;631;632;633;634;635;636;637;638;639;640;641;642;643;644;645;646;647;648;649;650;651;652;653;654;655;656;657;658;659;660;661;662;663;664;665;666;667;668;669;670;671;672;673;674;675;676;677;678;679;680;681;682;683;684;685;686;687;688;689;690;691;692;693;694;695;696;697;698;699;700;701;702;703;704;705;706;707;708;709;710;711;712;713;714;715;716;717;718;719;721;722;723;724;725;726;727;728;729;730;731;732;733;734;735;736;738;740;741;742;743;744;745;746;747;748;749;750;751;752;753;755;756;757;758;759;760;761;762;763;764;765;766;767;768;769;770;771;773;775;776;777;778;779;780;781;782;783;784;785;786;787;788;789;790;791;792;793;794;795;796;798;799;800;801;802;803;804;805;806;807;808;809;810;811;812;813;814;815;816;817;818;819;820;821;822;823;824;825;826;827;828;829;830;831;832;833;834;835;836;837;838;839;840;841;842;843;844;845;846;847;848;849;850;851;852;853;854;855;856;857;858;859;860;861;862;863;864;865;866;867;868;869;870;871;872;873;874;875;876;877;878;879;880;881;882;883;884;885;886;887;888;889;890;891;892;893;894;895;896;897;898;899;900;901;902;903;904;905;906;907;908;909;910;911;912;913;914;915;916;917;918;919;920;921;922;923;924;925;926;927;928;929;930;931;932;933;934;935;936;937;938;939;940;941;942;943;944;945;946;947;948;949;950;951;952;953;954;955;956;957;958;959;960;961;962;963;964;965;966;967;968;969;970;971;972;973;974;975;976;977;978;979;980;981;982;983;984;985;986;987;988;989;990;991;992;993;994;995;996;997;998;999;1000;1001;1002;1003;1004;1005;1006;1007;1009;1010;1011;1012;1013;1014;1015;1016;1017;1018;1019;1020;1021;1022;1023;1024;1025;1026;1027;1028;1029;1030;1031;1032;1033;1034;1035;1036;1037;1038;1039;1040;1041;1042;1043;1044;1045;1046;1047;1048;1049;1050;1051;1052;1053;1054;1055;1056;1057;1058;1059;1060;1061;1062;1063;1064;1065;1066;1067;1068;1069;1070;1071;1072;1073;1074;1075;1076;1077;1078;1079;1080;1081;1082;1083;1084;1085;1086;1087;1088;1089;1090;1091;1092;1093;1094;1095;1096;1097;1098;1099;1100;1101;1102;1103;1104;1105;1106;1107;1108;1109;1110;1111;1112;1113;1114;1115;1116;1117;1118;1119;1120;1121;1122;1123;1124;1125;1126;1127;1128;1129;1130;1131;1132;1133;1134;1135;1136;1137;1138;1139;1140;1141;1142;1143;1144;1145;1146;1147;1148;1149;1150;1151;1152;1153;1154;1155;1156;1157;1158;1159;1160;1161;1162;1163;1164;1165;1166;1167;1168;1169;1170;1171;1172;1173;1174;1175;1176;1177;1178;1179;1180;1181;1182;1183;1184;1185;1186;1187;1188;1189;1190;1191;1192;1193;1194;1195;1196;1197;1198;1199;1200;1201;1202;1203;1204;1205;1206;1207;1209;1210;1211;1212;1213;1214;1215;1216;1217;1218;1219;1220;1221;1222;1223;1224;1225;1226;1227;1228;1229;1230;1231;1232;1233;1234;1235;1236;1237;1238;1239;1240;1241;1242;1243;1244;1245;1246;1247;1248;1249;1250;1251;1252;1253;1254;1255;1256;1257;1258;1259;1260;1261;1262;1263;1264;1265;1266;1267;1268;1269;1270;1271;1272;1273;1274;1275;1276;1277;1278;1279;1280;1281;1282;1283;1284;1285;1286;1287;1288;1289;1290;1291;1292;1293;1294;1295;1296;1297;1298;1299;1300;1301;1302;1303;1304;1305;1306;1307;1308;1309;1310;1311;1312;1313;1314;1315;1316;1317;1318;1319;1320;1321;1322;1323;1324;1325;1326;1327;1328;1329;1330;1331;1332;1333;1334;1335;1336;1337;1338;1339;1340;1341;1342;1343;1344;1345;1346;1347;1348;1349;1350;1351;1352;1353;1354;1355;1356;1357;1358;1359;1360;1361;1362;1363;1364;1365;1366;1367;1368;1369;1370;1371;1372;1373;1374;1375;1376;1377;1378;1379;1380;1381;1382;1383;1384;1385;1386;1387;1388;1389;1390;1391;1392;1393;1394;1395;1396;1400;1401;1402;1403;1404;1405;1406;1407;1408;1409;1411;1412;1413;1414;1415;1416;1417;1418;1419;1420;1421;1422;1423;1424;1425;1426;1427;1428;1429;1430;1431;1432;1433;1434;1435;1436;1437;1438;1439;1440;1441;1442;1443;1444;1445;1446;1447;1448;1449;1450;1451;1452;1453;1454;1455;1456;1457;1458;1459;1460;1461;1462;1463;1464;1465;1466;1467;1468;1469;1470;1471;1472;1473;1474;1475;1476;1477;1478;1479;1480;1481;1482;1484;1485;1486;1487;1488;1489;1490;1491;1492;1493;1494;1495;1496;1497;1498;1499;1500;1502;1503;1504;1505;1506;1507;1508;1510;1511;1512;1513;1514;1515;1516;1517;1518;1519;1520;1521;1522;1523;1524;1525;1526;1527;1528;1529;1530;1531;1532;1533;1534;1535;1536;1537;1538;1539;1540;1541;1542;1543;1544;1545;1546;1547;1548;1549;1550;1551;1552;1553;1555;1556;1557;1558;1559;1560;1561;1562;1563;1564;1565;1566;1567;1568;1569;1570;1571;1572;1573;1574;1575;1576;1577;1578;1579;1580;1581;1582;1583;1584;1585;1586;1587;1588;1589;1590;1591;1592;1593;1594;1596;1597;1598;1599;1600;1601;1602;1605;1606;1607;1608;1609;1610;1611;1612;1613;1614;1615;1616;1617;1618;1619;1620;1621;1622;1623;1624;1625;1627;1628;1629;1630;1631;1632;1633;1634;1635;1636;1637;1638;1639;1640;1641;1642;1643;1644;1645;1646;1647;1648;1649;1650;1651;1652;1653;1654;1655;1656;1657;1658;1659;1660;1661;1662;1663;1664;1665;1666;1667;1668;1669;1670;1671;1672;1673;1674;1675;1676;1677;1678;1679;1680;1681;1682;1683;1684;1685;1686;1687;1688;1689;1690;1691;1692;1693;1694;1695;1696;1697;1698;1699;1700;1701;1702;1703;1704;1705;1706;1707;1708;1709;1710;1711;1712;1713;1714;1715;1716;1717;1718;1719;1720;1721;1722;1723;1724;1725;1726;1727;1728;1729;1730;1731;1732;1733;1734;1735;1736;1737;1738;1739;1740;1741;1742;1743;1744;1745;1746;1747;1748;1749;1750;1751;1752;1753;1754;1755;1756;1757;1758;1759;1760;1761;1762;1763;1764;1765;1766;1767;1768;1769;1770;1771;1772;1773;1774;1775;1776;1777;1778;1779;1780;1781;1782;1783;1784;1785;1786;1787;1788;1789;1790;1791;1792;1793;1794;1795;1796;1797;1798;1799;1800;1801;1802;1803;1804;1805;1806;1807;1808;1809;1810;1811;1812;1813;1814;1815;1816;1817;1818;1819;1820;1821;1822;1823;1824;1825;1826;1827;1828;1829;1830;1831;1832;1833;1834;1835;1836;1837;1838;1839;1840;1841;1842;1843;1844;1845;1846;1847;1848;1849;1850;1851;1852;1853;1854;1855;1856;1857;1858;1859;1860;1861;1862;1863;1864;1865;1866;1867;1868;1869;1870;187Ferqa di nêvbera »ko«, »ku« û »kû« de (2005-05-19)
fjrigjwwe9r0TabArticles:ArticleHeadline
Xewna Mesûd Barzanî ji başûrê Kurdistanê mezintir e (2005-02-07)
 
REKLAM


KOLUMNÎST
Şebabê Egît nabe Şeroyê Biro û ez jî nabim ”heval”
Tolstoy û xelata Nobelê
Kurdistaneka serbixwe û [ne]cida
Heşt rojên şerê xendekê – I
Em û felsefe
Hilbijartinên Kurdistanê ez şok kirim
© 1997–2024 www.nefel.com  |  E-poste: info@nefel.com  |  Powered by Medesoft.org