[ ŞEMÎ, 2024-04-20 ]   [ BIKE MALPERA DESTPÊKÊ ]   [ BÊXE NÊV BIJAREYAN ]   [ KONTAKT ]   [ INFO ]   [ LÊGERÎN & ARŞÎV ]  
DESTPÊK
Nûçe
Nivîsar
Kulturmagazîn
Hevpeyvîn
Kolumnîst
Ewrokurd
E-Pirtûk
Lîteratûr
Ziman
Muzîk
Foto
Lînk
E-POSTEYA TE
  Nav (Username)  
   
  Þîfre (Password)  
   
   
     
   »E-posteyeka nû
 bo xwe qeyd bike
 
REKLAM


KOLUMNÎST 
Petrola Kurdistanê – ji bextreşiyê bo xweşiyê
"Demeke dirêj Kurd bi agirê petrolê şewitîn, gelo ew dê niha di nav pêlên ava xwe de, bifetisin?" Nêçîrvan Barzanî

KURDISTAN, 12/12/ 2007 — Ev gotina serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê bû di çarçoveya axaftina wî di kongira "Mistefa Barzanî – Gera li nasnamê" de ya ko li paytexta Amerîkayê, Washington ê di orta meha nîsana 2000an de hatibû li darxistin, bi amadebûna gellek siyasetmedar û akadîmsiyen û rojnameger û nûnerên navendên lêkolînî û rêxistinên civaka sivîl.

Li gor têgihîştina me, wî bi vê gotina xwe hewil dida ko li paytexta dewleta here mezin ya cîhanê bi bîra herkesî bîne ko xêrûberên Kurdistanê yên binerd û sererd, nemaze petrola wê xwediya kualîteya baş û yedeka mezin, herdem bûne asteng di pêşiya rizgariya gelê Kurd de.

Ji dema ko petrol hate dîtin û kete bazarê de, di destpêka sedsala 19an de, dema ko li seranserê Kurdistanê şoreş û raperîn û bizavên siyasî dihatine kirinê ji bo bidestxistina serbestî û serxwebûna gelê Kurd, lê bi tevahî têkçûn û negihîştin armancên xwe.

Berevajî vê çendê, gelên din yên navçê ji xwe re dewlet ava kirin ji ber dijderketina hêzên kolonyal wek îngilîz û fransîz û rûsan yên ko bi gelemperî serdestiya çavkaniyên petrolê û riyên veguhastinê yên bejî û deryayî û asîmanî dikirin li seranserê navçê eger em nebêjin cîhanê bi giştî.

Di heman demê de, van dewletan (yên kolonyal) stratejiyên xwe li gor lihevhatina berjewendiyên wan bi tiwêjên ko wan bi xwe ew kirine serdest di welatên ko Kurdistan li ser wan hate dabeşkirin, didanîn. Ev yeka li ser hîsab û berjewendiya milletê Kurd bû ê ko ji nişkêva guhezî bo–kêmneteweyekê-di wan welatan de nexasime piştî bêhna "zêrê reş" ji wan hat.

Ji aliyekî din ve jî, bi derbasbûna demê re, piştî ko komên leşkerî û dîktator û hêzên îdeolojîk yên faşîst û şovonîst û totalîter ketin îqtîdara rêjîmên welatên ko Kurdistan dabeşkirine di riya derbeyên leşkerî, û ji ber fanatîkên neteweçî û hîzbî û tayfegerî nemaze li Îraqê û piştî pirbûna petrolê û bilindbûna nirxan, petro-dolar bû alaveke bihêz ji bo kirîna çekên komkuj, di nav de yên kîmewî ji bo şewitandina Kurdistanê (Helebçe).

Dîsanê, rêzdar Nêçîrvan Barzanî dixwest ko careke din cîhanê bi berpirsiyariya wê a siyasî û sincî agahdar bike eger ko Kurd vê carê bikevin ber nîrê pirbûna avê di Kurdistanê de, di warê kartêkirina nêgatîv ser xebata wan a adilane ji bo azadiyê wek ko berê ketin ber "laneta"petrolê, bi taybetî piştî ko pirsgirêk kete warê siyasetê û peymanên siyasî û ewlekarî û aborî de ko zererê digihînin dozên gelê Kurd û çarenûsa wan di welatên navçeyê de.

Di vî warî de, nakokiya herêmî ser ava Dîcle û Firatê ko ji kaniyên Kurdistanê dertên û di navçeyên Kurdan de derbas dibin, ji dema Cenga Sar û heta niho bi aşkirayî dixuye, tevî ko car bi car "sar" dibe jî.

Piştî heft sal û nîvan ser axaftina rêzdar serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê, û çar salan di ser rûxandina dîktatoriyeta totalîter de, destûra Îraqa nû bi pejirandina hemû pêkhateyên Îraqê û referanduma piraniya Îraqiyan hate çesipandin. Li gor destûra nû û li gor bendên herdû destûrên fêdêral û herêmî û bi parên çesipandî di navbera herdû aliyan de, weberhênana samanên welatî û derxistin û veguhastina petrolê ji mafê herêmaye - eger pêk werin û rêvebiriya wan were birêxistinê - di nav de Herêma Kurdistanê a federe ko bi vîna gelê Kurd û di riya parlementoya hilbijartî de hatiye avakirinê.

Mebesta min li vir ne tiştê hatiye berhemhênan beriya rizgarkirina Îraqê ji dîktatorîzmê û derçûna destûrê, lê belê peymanên bi kompanî û dezgehên peywendîdar re ji dema çesipandina yasaya petrolê û gazê li navend û herêmê.

Belê! Piştî van tiştan hemûyan dengin bilind dibin ko li ser mewdana gel û xêrûbêrên welêt digirîn û firmêskan dibarînin!

Lê, di rastiyê de ew ne tenê dixwazin ko gelê Kurdistanê ji samanên wî yên xwezayî bêpar bihêlin, lê belê dest deyinin ser tevahiya dahatiyên herêmê di nav de petrol, û wan bikarbînin li dijî gelê Kurd! Ew dixwazim hevpişkiya samanan bi berovajî pêkbînin li gor prensîpa: Petrola ereban ji ereban re ye, petrola Kurdan jî ji ereban re ye!

Belkî rasthatinek dîrokî be heman kesê ko li Washington ê azara gelê Kurd ji ber petrol û ava wî bibîra gelên cîhanê xist - dîsa niha bi bîra dijberan bixe ku: "Peymanên me bi kompaniyayên navneteweyî yên derxistin û veguhastina petrolê re, mafekî destûrî ye û li berjewendiya hemî gelê Îraqê ye, û em tekez dikin ser belavkirina dahatiyên petrolê li ser tevahiya navçeyên Îraqê, li gor rêjeya nişteciyên her navçeyekê".

Wisa, petrola Herêma Kurdistana Îraqê cara yekê di dîroka welatî de dê bibe jêderê hevpişkiyeke adilane ya samana niştimanî li gor bendên destûrê. Her weha, dê di hêminiyê de be di bin siya peymanên eşkere û belgekirî bi kompanî û saziyên navneteweyî re di bin çavdêriya welatên wan û dewleta Îraqê û Hikûmeta Herêma Kurdistanê û rêxistinên navneteweyî yên pêwendîdar bi karûbarên petrol û gazê.

Bi gotineke din, dê ev samana niştimanî ji talan û diziyê rizgar bibe, ne wekî dema rêjîma tepeser û totalîter a ko qezenc û dahatiyên petrolê bi milyarên dolaran li ser navê endamên malbata serdest tomar dikirin, û li ser alîgirên xwe belav dikirin bi armancên siyasî-weke bûyera şermezara-koponên petrolê-ku anî meydanê lîsteyên bi navê sûdwergiran piştî têkçûn û rûxandina dîktatorîzmê.

Diyar e ko dengên mûxalîf ji aliyê gurûpên siyasî yên di desthilatdariyê anjî ji derveyî wê, hember peymanên di navbera Hikûmeta Herêma Kurdistanê û kompaniyayên cîhanî de, şirovekirinên destûrî derbas dikin derbarê yetkiyên hikûmeta navend û hikûmetên herêmî û lêgaletiya peymanan anjî derlêgaletiya wan tevlî hev dikin (eger wa bû, dadgeha destûrî dikare bi hêsanî pirsan çareser bike…).

Belê, ew qestebende van xalan derbas dikin ji ber ko pirsa bingehîn ne eve, lê belê qebûlkirin anjî retkirina Îraqa nû ye bi destûr û yasa û peyman û proseya wê ya siyasî û demokratîk û pêvajoya wê a nuh piştî têkçûna desthilatdariya totalîtera gorbigor û peydabûna alternatîvên nû bi naverok û formên xwe.

Helbet, pêvajoya nuh hevpişkiya rasteqîne di navbera tevahiya beşên welat û pêkhateyên wê yên netewî û olî û mezhebî û siyasî û çandî de di warên desthilatdarî û samanê de, pêktîne. Ev hevpişkiya ko bi xêra qurbaniyên mezin û dehên salan ji têkoşîna gelên Îraqê pêkhatiye, û yek ji encamên sîstêma cîhanî a nû ye di bin saya pêşveçûna mirovane û rêzgirtina mafên gel û mirovan berbi avakirina civakên adilane derbarê bindest û netew û ol û mezheb û koman.

Ev dijberiyên niha derbarê kedên Hikûmeta Herêma Kurdistanê di warê bihêzkirina aboriya niştimanî û berjewendiya giştî beşeke ji rêbaza lidijderketinê sebaretî her pêşveçûnekê di Îraqa paş dîktatorîzmê, ko ji aliyê hêz û gurûpên naskirî ve tê meşandin. Diyar e ko ew hêz û gurûpane hewil didin Îraqê berbi paşve vegerînin û ji bo bicî anîna vê mebestê ew şêwazên der destûr û yasayan bikar tînin, di nav de piştgirtina terorê û geşkirina nakokiyên olî û neteweyî û mezhebî. Her weha, ew hevkariyê bi hêzên herêmî yên li dijî pêşketin û aramiya Îraqê û yekîtiya xaka wê re dikin, nemaze rêxistina tundrew ya el-Qayide.

Li milê din, ne veşartî ye ko salên dawî ji encama kaos û nemana ewlekarî û birêvebiriyê di navenda Îraqê û parêzgehên başûr û nêvê de, gellek tiwêjeyên sûdwergir nemaze mafiyayên petrolê, anîne holê.

Hinde ko petrol tê dizîn û firotin di bazarên reş de di riya ava Besrayê de û riyên bejayî yên sînorên Îraqê bi Îranê û Sûriyê re. Ji ber vê çendê, nabe em li benda rizamendiya wan hêzan bimînin, lê divê em çaverêyên rûbirûbûneke hovane bin niha û di pêşerojê de bi wan û nûnerên berjewendiyên wan di partî û rêvebirî û dezgehan de ko li dijî her berjewendiyeke giştî radiwestin, di nav de kedên Hikûmeta Herêma Kurdistanê di warê rizgarkirin û çesipandin û giştîkirin û normalîzekirina dahatî û xêrûbêrên aboriya niştimanî yên binerd û sererd û di pêşiya hemûyan de, ya petrolê.

-----------------------------------
Nivîskar: SELAH BEDREDÎN
Weşandin: 2007-12-12
Xwendin: 5265
 

KOLUMNÊN BERÊ   
Şiroveya şoven ya mafê çarenivîsê (2011-01-29)
Krîza dewletên totalîter di serdema nû de (2011-01-15)
Mafê çarenûsê bi dîtina kurdan (2010-12-24)
Gelo dê ereb ji tecrûbeya Başûrê Sûdanê sûdê werbigrin (2010-11-19)
Sûriye û Tirkiye xwe li dijî kurdan rêk dixin (2010-10-25)
Şertê avakirina dewleta hevdem: mafê çarenûsê (2010-10-06)
Aliyê hizrî di rêbaza Mistefa Barzanî de (2010-08-22)
Hewesên serberdayî yên kovara Livînê û têkdana dîroka kurdan (2010-08-13)
Di nakokiya Tirkiye û Îsrailê de kanî Filistîn (2010-06-18)
Parastina ezmûna herêma Kurdistana Iraqê (2010-05-26)
Banga Nêçîrvan Barzanî bo reformê (2010-04-23)
Rewşa tevger û bizavên gelên Îranê çawa ye (2009-08-06)
Petrola Kurdistanê di bin xizmeta Îraqa federe ya nuh de (2009-06-25)
Ewlewiyet ji rawestandina despotîzmê re ye (2009-05-31)
Çi di navbera Sûriyeyê û Tirkiyeyê de heye (2009-05-16)
Serdana Mehmûd Ebbasî (Ebu Mazin) ya Kurdistanê (2009-04-28)
Newroza îsal – çend têbînî û pêşniyar (2009-04-19)
Dadgehên serdemê rêzê li mafê çarenûsê digirin (2009-03-25)
Herêma Kurdistanê – hinek gavên giring û di cih de (2009-02-25)
Cengên veguhêz yên Rojhilata-nêvê (2009-02-09)
NERÎNGEH
 
[kitêb] Sun Zî: Hunera şer (2016-04-21)
Ismail Beşikçi ji kurdan re li ser ermeniyan semînerek da (2013-09-28)
Kurdistan berî serxwebûna siyasî ”serxwebûna petrolê” û ekonomîk îlan dike (2012-05-21)
Tewanga navdêrên zimanê kurdî (2009-02-08)
Umît Firat dibêje navnîşana çareserîya pirsa kurd ne PKK ye (2008-11-11)
Hêro Talebanî: Min nedixwest Mam Celal bibe serokkomarê Iraqê [foto] (2007-05-10)
Alfabeya kurdî-latînî ji bo zimanê kurdî ji alfabeya kurdî-erebî minasibtir e (2005-11-02)
fjrigjwwe9r0TabArticles:ArticleHeadline
vv9v8v09fq:TabArticles:4;8;12;14;17;19;21;22;23;24;28;29;30;31;32;40;41;43;44;46;48;49;51;52;53;54;55;56;58;60;62;63;64;65;66;67;69;71;72;74;75;76;77;78;79;80;81;82;84;85;86;90;91;92;94;95;96;97;98;100;102;103;104;105;106;107;109;110;111;112;113;114;115;116;117;118;119;120;121;122;123;124;125;126;127;128;129;130;131;132;133;134;136;137;138;139;140;141;142;143;144;145;146;147;149;150;151;152;153;155;157;158;159;160;163;164;165;166;167;168;169;170;171;172;173;174;175;176;178;179;180;181;182;183;184;185;186;187;188;189;190;191;192;193;194;195;196;197;198;199;200;202;203;204;205;206;207;208;209;210;211;212;213;214;215;216;217;218;219;221;222;223;224;225;226;227;228;229;230;231;232;233;234;235;236;237;238;239;240;241;242;243;244;245;246;247;248;249;250;251;253;254;255;256;257;258;259;260;261;262;263;264;265;266;267;268;269;270;271;272;273;274;275;276;277;278;279;280;281;282;283;284;285;286;287;288;289;290;291;293;294;295;296;297;298;301;302;303;304;305;306;307;308;309;310;311;312;313;314;315;316;317;318;319;320;321;322;323;324;325;326;327;328;329;330;331;332;333;334;335;336;337;338;339;340;341;342;343;344;345;346;347;348;349;350;351;352;353;354;355;356;357;358;359;360;361;362;363;364;365;366;367;368;369;370;371;372;373;374;375;376;377;378;379;380;381;382;383;384;385;386;387;388;389;391;392;393;394;395;396;398;399;400;401;402;403;404;405;406;407;408;409;410;411;412;413;414;415;416;417;418;419;420;421;422;423;424;425;426;427;428;429;430;431;432;433;434;435;436;437;438;439;440;441;442;443;444;445;446;447;448;449;450;451;452;453;454;455;457;458;459;460;461;462;463;464;465;466;467;468;469;470;471;472;473;474;475;476;477;478;479;480;481;482;483;484;485;486;487;488;489;491;492;493;494;495;496;497;498;499;500;501;502;503;504;505;506;507;508;509;510;511;512;513;514;515;516;517;518;519;520;521;522;523;524;525;526;527;528;529;530;531;532;533;534;535;536;537;538;539;540;541;542;543;544;545;546;547;548;549;550;552;553;554;555;556;557;558;559;560;561;562;563;564;565;566;567;568;569;570;571;572;573;574;575;576;577;578;579;580;581;582;583;584;585;586;587;588;589;590;591;592;593;594;595;596;597;598;599;600;601;602;603;604;605;606;607;608;609;610;611;612;614;615;616;617;618;619;620;621;622;623;624;625;626;627;628;629;630;631;632;633;634;635;636;637;638;639;640;641;642;643;644;645;646;647;648;649;650;651;652;653;654;655;656;657;658;659;660;661;662;663;664;665;666;667;668;669;670;671;672;673;674;675;676;677;678;679;680;681;682;683;684;685;686;687;688;689;690;691;692;693;694;695;696;697;698;699;700;701;702;703;704;705;706;707;708;709;710;711;712;713;714;715;716;717;718;719;721;722;723;724;725;726;727;728;729;730;731;732;733;734;735;736;738;740;741;742;743;744;745;746;747;748;749;750;751;752;753;755;756;757;758;759;760;761;762;763;764;765;766;767;768;769;770;771;773;775;776;777;778;779;780;781;782;783;784;785;786;787;788;789;790;791;792;793;794;795;796;798;799;800;801;802;803;804;805;806;807;808;809;810;811;812;813;814;815;816;817;818;819;820;821;822;823;824;825;826;827;828;829;830;831;832;833;834;835;836;837;838;839;840;841;842;843;844;845;846;847;848;849;850;851;852;853;854;855;856;857;858;859;860;861;862;863;864;865;866;867;868;869;870;871;872;873;874;875;876;877;878;879;880;881;882;883;884;885;886;887;888;889;890;891;892;893;894;895;896;897;898;899;900;901;902;903;904;905;906;907;908;909;910;911;912;913;914;915;916;917;918;919;920;921;922;923;924;925;926;927;928;929;930;931;932;933;934;935;936;937;938;939;940;941;942;943;944;945;946;947;948;949;950;951;952;953;954;955;956;957;958;959;960;961;962;963;964;965;966;967;968;969;970;971;972;973;974;975;976;977;978;979;980;981;982;983;984;985;986;987;988;989;990;991;992;993;994;995;996;997;998;999;1000;1001;1002;1003;1004;1005;1006;1007;1009;1010;1011;1012;1013;1014;1015;1016;1017;1018;1019;1020;1021;1022;1023;1024;1025;1026;1027;1028;1029;1030;1031;1032;1033;1034;1035;1036;1037;1038;1039;1040;1041;1042;1043;1044;1045;1046;1047;1048;1049;1050;1051;1052;1053;1054;1055;1056;1057;1058;1059;1060;1061;1062;1063;1064;1065;1066;1067;1068;1069;1070;1071;1072;1073;1074;1075;1076;1077;1078;1079;1080;1081;1082;1083;1084;1085;1086;1087;1088;1089;1090;1091;1092;1093;1094;1095;1096;1097;1098;1099;1100;1101;1102;1103;1104;1105;1106;1107;1108;1109;1110;1111;1112;1113;1114;1115;1116;1117;1118;1119;1120;1121;1122;1123;1124;1125;1126;1127;1128;1129;1130;1131;1132;1133;1134;1135;1136;1137;1138;1139;1140;1141;1142;1143;1144;1145;1146;1147;1148;1149;1150;1151;1152;1153;1154;1155;1156;1157;1158;1159;1160;1161;1162;1163;1164;1165;1166;1167;1168;1169;1170;1171;1172;1173;1174;1175;1176;1177;1178;1179;1180;1181;1182;1183;1184;1185;1186;1187;1188;1189;1190;1191;1192;1193;1194;1195;1196;1197;1198;1199;1200;1201;1202;1203;1204;1205;1206;1207;1209;1210;1211;1212;1213;1214;1215;1216;1217;1218;1219;1220;1221;1222;1223;1224;1225;1226;1227;1228;1229;1230;1231;1232;1233;1234;1235;1236;1237;1238;1239;1240;1241;1242;1243;1244;1245;1246;1247;1248;1249;1250;1251;1252;1253;1254;1255;1256;1257;1258;1259;1260;1261;1262;1263;1264;1265;1266;1267;1268;1269;1270;1271;1272;1273;1274;1275;1276;1277;1278;1279;1280;1281;1282;1283;1284;1285;1286;1287;1288;1289;1290;1291;1292;1293;1294;1295;1296;1297;1298;1299;1300;1301;1302;1303;1304;1305;1306;1307;1308;1309;1310;1311;1312;1313;1314;1315;1316;1317;1318;1319;1320;1321;1322;1323;1324;1325;1326;1327;1328;1329;1330;1331;1332;1333;1334;1335;1336;1337;1338;1339;1340;1341;1342;1343;1344;1345;1346;1347;1348;1349;1350;1351;1352;1353;1354;1355;1356;1357;1358;1359;1360;1361;1362;1363;1364;1365;1366;1367;1368;1369;1370;1371;1372;1373;1374;1375;1376;1377;1378;1379;1380;1381;1382;1383;1384;1385;1386;1387;1388;1389;1390;1391;1392;1393;1394;1395;1396;1400;1401;1402;1403;1404;1405;1406;1407;1408;1409;1411;1412;1413;1414;1415;1416;1417;1418;1419;1420;1421;1422;1423;1424;1425;1426;1427;1428;1429;1430;1431;1432;1433;1434;1435;1436;1437;1438;1439;1440;1441;1442;1443;1444;1445;1446;1447;1448;1449;1450;1451;1452;1453;1454;1455;1456;1457;1458;1459;1460;1461;1462;1463;1464;1465;1466;1467;1468;1469;1470;1471;1472;1473;1474;1475;1476;1477;1478;1479;1480;1481;1482;1484;1485;1486;1487;1488;1489;1490;1491;1492;1493;1494;1495;1496;1497;1498;1499;1500;1502;1503;1504;1505;1506;1507;1508;1510;1511;1512;1513;1514;1515;1516;1517;1518;1519;1520;1521;1522;1523;1524;1525;1526;1527;1528;1529;1530;1531;1532;1533;1534;1535;1536;1537;1538;1539;1540;1541;1542;1543;1544;1545;1546;1547;1548;1549;1550;1551;1552;1553;1555;1556;1557;1558;1559;1560;1561;1562;1563;1564;1565;1566;1567;1568;1569;1570;1571;1572;1573;1574;1575;1576;1577;1578;1579;1580;1581;1582;1583;1584;1585;1586;1587;1588;1589;1590;1591;1592;1593;1594;1596;1597;1598;1599;1600;1601;1602;1605;1606;1607;1608;1609;1610;1611;1612;1613;1614;1615;1616;1617;1618;1619;1620;1621;1622;1623;1624;1625;1627;1628;1629;1630;1631;1632;1633;1634;1635;1636;1637;1638;1639;1640;1641;1642;1643;1644;1645;1646;1647;1648;1649;1650;1651;1652;1653;1654;1655;1656;1657;1658;1659;1660;1661;1662;1663;1664;1665;1666;1667;1668;1669;1670;1671;1672;1673;1674;1675;1676;1677;1678;1679;1680;1681;1682;1683;1684;1685;1686;1687;1688;1689;1690;1691;1692;1693;1694;1695;1696;1697;1698;1699;1700;1701;1702;1703;1704;1705;1706;1707;1708;1709;1710;1711;1712;1713;1714;1715;1716;1717;1718;1719;1720;1721;1722;1723;1724;1725;1726;1727;1728;1729;1730;1731;1732;1733;1734;1735;1736;1737;1738;1739;1740;1741;1742;1743;1744;1745;1746;1747;1748;1749;1750;1751;1752;1753;1754;1755;1756;1757;1758;1759;1760;1761;1762;1763;1764;1765;1766;1767;1768;1769;1770;1771;1772;1773;1774;1775;1776;1777;1778;1779;1780;1781;1782;1783;1784;1785;1786;1787;1788;1789;1790;1791;1792;1793;1794;1795;1796;1797;1798;1799;1800;1801;1802;1803;1804;1805;1806;1807;1808;1809;1810;1811;1812;1813;1814;1815;1816;1817;1818;1819;1820;1821;1822;1823;1824;1825;1826;1827;1828;1829;1830;1831;1832;1833;1834;1835;1836;1837;1838;1839;1840;1841;1842;1843;1844;1845;1846;1847;1848;1849;1850;1851;1852;1853;1854;1855;1856;1857;1858;1859;1860;1861;1862;1863;1864;1865;1866;1867;1868;1869;1870;187Ferqa di nêvbera »ko«, »ku« û »kû« de (2005-05-19)
fjrigjwwe9r0TabArticles:ArticleHeadline
Xewna Mesûd Barzanî ji başûrê Kurdistanê mezintir e (2005-02-07)
 
REKLAM


KOLUMNÎST
Şebabê Egît nabe Şeroyê Biro û ez jî nabim ”heval”
Tolstoy û xelata Nobelê
Kurdistaneka serbixwe û [ne]cida
Heşt rojên şerê xendekê – I
Em û felsefe
Hilbijartinên Kurdistanê ez şok kirim
© 1997–2024 www.nefel.com  |  E-poste: info@nefel.com  |  Powered by Medesoft.org