[ ÎNÊ, 2024-03-29 ]   [ BIKE MALPERA DESTPÊKÊ ]   [ BÊXE NÊV BIJAREYAN ]   [ KONTAKT ]   [ INFO ]   [ LÊGERÎN & ARŞÎV ]  
DESTPÊK
Nûçe
Nivîsar
Kulturmagazîn
Hevpeyvîn
Kolumnîst
Ewrokurd
E-Pirtûk
Lîteratûr
Ziman
Muzîk
Foto
Lînk
E-POSTEYA TE
  Nav (Username)  
   
  Þîfre (Password)  
   
   
     
   »E-posteyeka nû
 bo xwe qeyd bike
 
REKLAM


KOLUMNÎST 
Buhayê serkeftin û têkçûnê di kirîza tirk û kurdan de
KURDISTAN, 6/11 2007 — Daxuyaniya vê dawiyê ya serokê hikûmeta Tirkiyê derbarê amadehiya welatê wî ko buhayê pêkanîna êrîşeke leşkerî dijî xaka Îraqê bi hinceta lidûvçûna çekdarên PKK-ê bide, bala ravekaran kişand.

Ji ber ew dizane ko operasyona derveyî sînor eger pêk were dê gelek encamên wê hebin ko bigihîjin xalên stratejîk yên ko asoyên pêşeroja Komara Tirkiyê destnîşan dikin di bin saya yekem desthilata partiyeke Îslamî ko di riya hilbijartinan de herdû desthelatên yasayî û tenfîzî bidest xistibe.

Ji milekî de, bezandina sînorên navneteweyî yên Tirkiyê-Îraqê ji aliyê artêşa tirk ve binpê kirineke ji serweriya dewleteke endama civaka navneteweyî, û dê bibe sedem ko Tirkiyê rûbirû bimîne bi hêzên firenetewe re bi serkêşiya DYE-yê hevalbenda Tirkiyê di hevpeymana NATO-yê de. Hêzên firenetewe berpirs in di ber parastina aramî û seqamgîriya Îraqê li gor biriyarên NY û civaka nêvdewletî bi vîna gelê Îraqê û damûdezgehên wî yên lêgal û yasayî.

Ji milê din ve, eger operasiyon pêkhat dê weke derketina Tirkiyê ji acendayên NATO-yê sebaretî siyaseta rojavayê di rojhilata nêvê de, were dîtin. Nemaze ciyên “germ” wekî Îraq û Lubnan û Filistîn, di nav de amadekariyên destnîşankirina serokê Lubnanê û lidarxistina kongirê payizê yê navnetewî derbarê Filistînê. Her weha, dê bibe astengek di pêşiya pilanên şerê li dijî teror û tundrewî û tehdîta atomî, di nav de şerê li dijî herdû rêjîmên Îran û Sûriyê û hevalbendên wan, ev şerê ko her diçe nêzîk dibe. Operasiyon, dê peywendiyên Tirkiyê û Ewropayê têk bibe û wê dûrî endamtiya YE-ê bike.

Xaleke din a giring ew e ko guman dê bikeve nava kurdên ko dengên xwe di hilbijartinên dawî de dane AKP-ê ji ber sozên wê derbarê çareserkirina pirsgirêka kurd li Tirkiyê û pêşxistina rewşa aborî û nehiştina yasayên awarte û peydakirina aramî û tenahiyê di navçeya kurdî de li wira.

Tevlî ko birêz Erdogan dizane dê buhayê operasiyoneke derveyî sînor çi be li ser nav û çarenûsa partiya wî, lêbelê li gor ravekirina wî û daneberheva ziyan û sûdeyan ser berjewendiyên welatê wî û li gor prensîp û bîr û baweriyên wî ew dide xuyakirin ko ew amade ye ko buhayê heyî bide!.

Li aliyê din, danûsitendina serokatiya PKK-ê bi kêşeya berxudan û hevsenga serkeftin û têkçûnê û danasandina wan li gor buha û encaman, hêjî ne diyar û zelal e wek ko tê xwestin.

Reakisyon û helwestên li ser biriyara leşkerî a hikûmeta Tirkiyê piştî ko 14 leşkerên tirk li ser destê çekdarên PKK-ê hatin kuştin tevlîhev bûn: berpirsekî PKK-ê dide xuyakirin ko hêzên PKK-ê dê derbasî nava Tirkiyê bibin, tiştê ko weke niyaza xwekişandina wan ji Kurdistana Îraqê tê fehmkirin, angu pirs dê di hundir de çareser bibe û behane ji destê Tirkiyê were kişandin. Berpirsekî din derdikeve û helwesta li jor gotî tune dike û helwesta xwe a radîkal û naskirî û dem sere buhurî eşkere dike, ev helwesta ko gelek netebatiyê dixe nav piraniya hêzên siyasî di tevgera rizgarîxweziya neteweyiya Kurdistanê de li her cih û warekî, ewjî ji ber van sedemane:

Yekem: Ji heman çavkaniya neteweyî ko gotara PKK-ê xwe dispêrê de, diviya bû ew hincet û behaneyan pêşkêşî aliyekî din nekin ji bo hilweşandina destkeftiyên gelê Kurdistana Îraqê. Ezmûna Kurdistana Îraqê serkeftineke bo hemû kurdan û piştgiriyeke ji tevgera wan re û garantiyeke ji pêşeroja wan re. Li gor prensîpên neteweyî, pêwîst e em hemû wê biparêzin û ji şer û kîna dijminan dûr bigirin. Bipêşxistin û bihêzkirina forma federe wekî ezmûneke demukratîk û nimûneyî ne li dijî berjewendiyên kurdan e li ko dibin bila bibin.

Diwem: Divê ko PKK-ê ko gelêriya wê di nav derdorên siyasî û rewşenbîrî yên kurdî li Tirkiyê de kêm bûye û nema wekî berê tê pejirandin ji ber pirsgirêkên rewşa serokê wê yê zindankirî û desttêwerdana wî di birêvebirina siyaseta PKK-ê de ji girtîgeha xwe û li ber çavê wirdyanên xwe, tevlî şiyanên bikaranîna wî di nakokiya hêzên tirkî yên serdest de û berdewamiya kontrolkirina şepolên nêzîkî PKK-ê ko riya xebata sivîl dimeşînin di riya rêxistinên civaka sivîl yên yasayî de ji dêvla tundî û şerê çekdarî ve. Her wisa, bikar ne anîna serokatiya PKKê ji rexne û xwe-rexnekirina rabirdûyê xwe ê ko gellek şaşîtî û çewtî bi xwe dîtin.

Ji ber van xalan em dibêjin ko divê PKK-ê hetahetayê dev ji wê rêbazê berde a ko zerer û ziyanê dighîne ne tenê pêşeroja kurdên Tirkiyê lê dibe asteng di riya pêşveçûna tevgera kurdî li Îraq û Sûriyê û Îranê jî. Carina PKK-ê bi rêjîmên wan welatan re alîkariyê li dijî gelê kurd dike û carina rêxistinên hevbend ava dike da ko bikevin şûna tevgera siyasî a resen û carina jî-wek ko niha dibe-bi pêşkêşkirina behaneyan ji şovînîst û desthelatdarên dewletên cînarên Kurdistana Îraqê re bi mebesta tunekirina ezmûna wê a nûciwan di riya kiriyar û operasyonên ko di medyaya xwe de bikartînin û mezin dikin wek ko niha li ser herdû aliyên sînorên Tirkiyê û Îranê yên hevbeş bi Herêma Kurdistanê a federe re, rû dide.

Sêyemîn: Eger ko serokê hikûmeta Tirkiyayê bi hêza hilbijartin û piraniya lêgal û rikeberiya bi eskeran re amade ye ko buhayê misogerkirina berjewendiyên welatê xwe û doza ko baweriyê pê tîne bide-tevî ko ez wê dozê ne rewa dibînim ji ber ko ew li dijî mafên rewa yên gelê Kurd li Tirkiyê û navçê radiweste-gelo çima serokatiya PKK-ê ko xudsna dozeke rewa ye ne made ye ko buhayekî bide hema careke tenê be jî anjî qurbaniyê bide di çarçoveya yek malbatê de û bi tiştê giring û taybet ji bo xatirê tiştê giringtir û giştî li berjewendiya doza kurdî li Tirkiyê û ezmûna Kurdistana Îraqê û Îraqa federe û proseya siyasî û lihevhatina niştimanî û guherîna demukratîk li Îraqê?

Rewşa rêxistinî û siyasî ya pêkhateyên tevgera rizgarîxweziya neteweyî a Kurdistanê li rojhilata nêvê û rêveçûna wê berebi tevlîbûna bi tevgera niştimaniya demukratîk re her yek li welatê xwe-çi wek opozisyon anjî hevbend-tevî parastina pabendiyên wê yên neteweyî û newekheviya wê bi ezmûnên tevgerên neteweyî yên dîtir re ko di serkirdayetiyên neteweyî yên navendî de têne çarçevkirin û rê li pêşiya liva wan vedikin di çarçoveya prensîpa biriyara serbixwe li gor berjewendiyên neteweyî yên bilind, ev yeka ko maf dide serokatiya siyasî li Herêma Kurdistana Îraqê a federe ko li gor berjewendiyên gelê xwe tev bigere û ezmûna xwe biparêze û aramî û ewlekariyê li hundir û bi cînaran re biparêze, angu mafê wê heye di veqetandina siyasî di navbera kêşeyên xwe yên taybet û erkên xwe yên niştimanî Îraqî re ji aliyekî ve û di navbera bûyerên rojane yên girêdayî pirsa kurdî ko hêj nehatiye çareserkirin di welatên cînar de, nemaze pirsgirêka PKK-ê di hundir û bi Tirkiyayê re, ta ko bikaribe rê li pêşiya rikeberiyan bigire û kêşeyan bi desthilatên welatên cînar re çareser bike di riya diyaloga aştiyane û hevkarî û alîkariya hevpişk û hevbendên xwe di hikûmeta Îraqî de di riya kanalên dêplomatîk bi paytexta federe Bexdayê re.

-----------------------------------
Nivîskar: SELAH BEDREDÎN
Weşandin: 2007-11-06
Xwendin: 7081
 

KOLUMNÊN BERÊ   
Şiroveya şoven ya mafê çarenivîsê (2011-01-29)
Krîza dewletên totalîter di serdema nû de (2011-01-15)
Mafê çarenûsê bi dîtina kurdan (2010-12-24)
Gelo dê ereb ji tecrûbeya Başûrê Sûdanê sûdê werbigrin (2010-11-19)
Sûriye û Tirkiye xwe li dijî kurdan rêk dixin (2010-10-25)
Şertê avakirina dewleta hevdem: mafê çarenûsê (2010-10-06)
Aliyê hizrî di rêbaza Mistefa Barzanî de (2010-08-22)
Hewesên serberdayî yên kovara Livînê û têkdana dîroka kurdan (2010-08-13)
Di nakokiya Tirkiye û Îsrailê de kanî Filistîn (2010-06-18)
Parastina ezmûna herêma Kurdistana Iraqê (2010-05-26)
Banga Nêçîrvan Barzanî bo reformê (2010-04-23)
Rewşa tevger û bizavên gelên Îranê çawa ye (2009-08-06)
Petrola Kurdistanê di bin xizmeta Îraqa federe ya nuh de (2009-06-25)
Ewlewiyet ji rawestandina despotîzmê re ye (2009-05-31)
Çi di navbera Sûriyeyê û Tirkiyeyê de heye (2009-05-16)
Serdana Mehmûd Ebbasî (Ebu Mazin) ya Kurdistanê (2009-04-28)
Newroza îsal – çend têbînî û pêşniyar (2009-04-19)
Dadgehên serdemê rêzê li mafê çarenûsê digirin (2009-03-25)
Herêma Kurdistanê – hinek gavên giring û di cih de (2009-02-25)
Cengên veguhêz yên Rojhilata-nêvê (2009-02-09)
NERÎNGEH
 
[kitêb] Sun Zî: Hunera şer (2016-04-21)
Ismail Beşikçi ji kurdan re li ser ermeniyan semînerek da (2013-09-28)
Kurdistan berî serxwebûna siyasî ”serxwebûna petrolê” û ekonomîk îlan dike (2012-05-21)
Tewanga navdêrên zimanê kurdî (2009-02-08)
Umît Firat dibêje navnîşana çareserîya pirsa kurd ne PKK ye (2008-11-11)
Hêro Talebanî: Min nedixwest Mam Celal bibe serokkomarê Iraqê [foto] (2007-05-10)
Alfabeya kurdî-latînî ji bo zimanê kurdî ji alfabeya kurdî-erebî minasibtir e (2005-11-02)
fjrigjwwe9r0TabArticles:ArticleHeadline
vv9v8v09fq:TabArticles:4;8;12;14;17;19;21;22;23;24;28;29;30;31;32;40;41;43;44;46;48;49;51;52;53;54;55;56;58;60;62;63;64;65;66;67;69;71;72;74;75;76;77;78;79;80;81;82;84;85;86;90;91;92;94;95;96;97;98;100;102;103;104;105;106;107;109;110;111;112;113;114;115;116;117;118;119;120;121;122;123;124;125;126;127;128;129;130;131;132;133;134;136;137;138;139;140;141;142;143;144;145;146;147;149;150;151;152;153;155;157;158;159;160;163;164;165;166;167;168;169;170;171;172;173;174;175;176;178;179;180;181;182;183;184;185;186;187;188;189;190;191;192;193;194;195;196;197;198;199;200;202;203;204;205;206;207;208;209;210;211;212;213;214;215;216;217;218;219;221;222;223;224;225;226;227;228;229;230;231;232;233;234;235;236;237;238;239;240;241;242;243;244;245;246;247;248;249;250;251;253;254;255;256;257;258;259;260;261;262;263;264;265;266;267;268;269;270;271;272;273;274;275;276;277;278;279;280;281;282;283;284;285;286;287;288;289;290;291;293;294;295;296;297;298;301;302;303;304;305;306;307;308;309;310;311;312;313;314;315;316;317;318;319;320;321;322;323;324;325;326;327;328;329;330;331;332;333;334;335;336;337;338;339;340;341;342;343;344;345;346;347;348;349;350;351;352;353;354;355;356;357;358;359;360;361;362;363;364;365;366;367;368;369;370;371;372;373;374;375;376;377;378;379;380;381;382;383;384;385;386;387;388;389;391;392;393;394;395;396;398;399;400;401;402;403;404;405;406;407;408;409;410;411;412;413;414;415;416;417;418;419;420;421;422;423;424;425;426;427;428;429;430;431;432;433;434;435;436;437;438;439;440;441;442;443;444;445;446;447;448;449;450;451;452;453;454;455;457;458;459;460;461;462;463;464;465;466;467;468;469;470;471;472;473;474;475;476;477;478;479;480;481;482;483;484;485;486;487;488;489;491;492;493;494;495;496;497;498;499;500;501;502;503;504;505;506;507;508;509;510;511;512;513;514;515;516;517;518;519;520;521;522;523;524;525;526;527;528;529;530;531;532;533;534;535;536;537;538;539;540;541;542;543;544;545;546;547;548;549;550;552;553;554;555;556;557;558;559;560;561;562;563;564;565;566;567;568;569;570;571;572;573;574;575;576;577;578;579;580;581;582;583;584;585;586;587;588;589;590;591;592;593;594;595;596;597;598;599;600;601;602;603;604;605;606;607;608;609;610;611;612;614;615;616;617;618;619;620;621;622;623;624;625;626;627;628;629;630;631;632;633;634;635;636;637;638;639;640;641;642;643;644;645;646;647;648;649;650;651;652;653;654;655;656;657;658;659;660;661;662;663;664;665;666;667;668;669;670;671;672;673;674;675;676;677;678;679;680;681;682;683;684;685;686;687;688;689;690;691;692;693;694;695;696;697;698;699;700;701;702;703;704;705;706;707;708;709;710;711;712;713;714;715;716;717;718;719;721;722;723;724;725;726;727;728;729;730;731;732;733;734;735;736;738;740;741;742;743;744;745;746;747;748;749;750;751;752;753;755;756;757;758;759;760;761;762;763;764;765;766;767;768;769;770;771;773;775;776;777;778;779;780;781;782;783;784;785;786;787;788;789;790;791;792;793;794;795;796;798;799;800;801;802;803;804;805;806;807;808;809;810;811;812;813;814;815;816;817;818;819;820;821;822;823;824;825;826;827;828;829;830;831;832;833;834;835;836;837;838;839;840;841;842;843;844;845;846;847;848;849;850;851;852;853;854;855;856;857;858;859;860;861;862;863;864;865;866;867;868;869;870;871;872;873;874;875;876;877;878;879;880;881;882;883;884;885;886;887;888;889;890;891;892;893;894;895;896;897;898;899;900;901;902;903;904;905;906;907;908;909;910;911;912;913;914;915;916;917;918;919;920;921;922;923;924;925;926;927;928;929;930;931;932;933;934;935;936;937;938;939;940;941;942;943;944;945;946;947;948;949;950;951;952;953;954;955;956;957;958;959;960;961;962;963;964;965;966;967;968;969;970;971;972;973;974;975;976;977;978;979;980;981;982;983;984;985;986;987;988;989;990;991;992;993;994;995;996;997;998;999;1000;1001;1002;1003;1004;1005;1006;1007;1009;1010;1011;1012;1013;1014;1015;1016;1017;1018;1019;1020;1021;1022;1023;1024;1025;1026;1027;1028;1029;1030;1031;1032;1033;1034;1035;1036;1037;1038;1039;1040;1041;1042;1043;1044;1045;1046;1047;1048;1049;1050;1051;1052;1053;1054;1055;1056;1057;1058;1059;1060;1061;1062;1063;1064;1065;1066;1067;1068;1069;1070;1071;1072;1073;1074;1075;1076;1077;1078;1079;1080;1081;1082;1083;1084;1085;1086;1087;1088;1089;1090;1091;1092;1093;1094;1095;1096;1097;1098;1099;1100;1101;1102;1103;1104;1105;1106;1107;1108;1109;1110;1111;1112;1113;1114;1115;1116;1117;1118;1119;1120;1121;1122;1123;1124;1125;1126;1127;1128;1129;1130;1131;1132;1133;1134;1135;1136;1137;1138;1139;1140;1141;1142;1143;1144;1145;1146;1147;1148;1149;1150;1151;1152;1153;1154;1155;1156;1157;1158;1159;1160;1161;1162;1163;1164;1165;1166;1167;1168;1169;1170;1171;1172;1173;1174;1175;1176;1177;1178;1179;1180;1181;1182;1183;1184;1185;1186;1187;1188;1189;1190;1191;1192;1193;1194;1195;1196;1197;1198;1199;1200;1201;1202;1203;1204;1205;1206;1207;1209;1210;1211;1212;1213;1214;1215;1216;1217;1218;1219;1220;1221;1222;1223;1224;1225;1226;1227;1228;1229;1230;1231;1232;1233;1234;1235;1236;1237;1238;1239;1240;1241;1242;1243;1244;1245;1246;1247;1248;1249;1250;1251;1252;1253;1254;1255;1256;1257;1258;1259;1260;1261;1262;1263;1264;1265;1266;1267;1268;1269;1270;1271;1272;1273;1274;1275;1276;1277;1278;1279;1280;1281;1282;1283;1284;1285;1286;1287;1288;1289;1290;1291;1292;1293;1294;1295;1296;1297;1298;1299;1300;1301;1302;1303;1304;1305;1306;1307;1308;1309;1310;1311;1312;1313;1314;1315;1316;1317;1318;1319;1320;1321;1322;1323;1324;1325;1326;1327;1328;1329;1330;1331;1332;1333;1334;1335;1336;1337;1338;1339;1340;1341;1342;1343;1344;1345;1346;1347;1348;1349;1350;1351;1352;1353;1354;1355;1356;1357;1358;1359;1360;1361;1362;1363;1364;1365;1366;1367;1368;1369;1370;1371;1372;1373;1374;1375;1376;1377;1378;1379;1380;1381;1382;1383;1384;1385;1386;1387;1388;1389;1390;1391;1392;1393;1394;1395;1396;1400;1401;1402;1403;1404;1405;1406;1407;1408;1409;1411;1412;1413;1414;1415;1416;1417;1418;1419;1420;1421;1422;1423;1424;1425;1426;1427;1428;1429;1430;1431;1432;1433;1434;1435;1436;1437;1438;1439;1440;1441;1442;1443;1444;1445;1446;1447;1448;1449;1450;1451;1452;1453;1454;1455;1456;1457;1458;1459;1460;1461;1462;1463;1464;1465;1466;1467;1468;1469;1470;1471;1472;1473;1474;1475;1476;1477;1478;1479;1480;1481;1482;1484;1485;1486;1487;1488;1489;1490;1491;1492;1493;1494;1495;1496;1497;1498;1499;1500;1502;1503;1504;1505;1506;1507;1508;1510;1511;1512;1513;1514;1515;1516;1517;1518;1519;1520;1521;1522;1523;1524;1525;1526;1527;1528;1529;1530;1531;1532;1533;1534;1535;1536;1537;1538;1539;1540;1541;1542;1543;1544;1545;1546;1547;1548;1549;1550;1551;1552;1553;1555;1556;1557;1558;1559;1560;1561;1562;1563;1564;1565;1566;1567;1568;1569;1570;1571;1572;1573;1574;1575;1576;1577;1578;1579;1580;1581;1582;1583;1584;1585;1586;1587;1588;1589;1590;1591;1592;1593;1594;1596;1597;1598;1599;1600;1601;1602;1605;1606;1607;1608;1609;1610;1611;1612;1613;1614;1615;1616;1617;1618;1619;1620;1621;1622;1623;1624;1625;1627;1628;1629;1630;1631;1632;1633;1634;1635;1636;1637;1638;1639;1640;1641;1642;1643;1644;1645;1646;1647;1648;1649;1650;1651;1652;1653;1654;1655;1656;1657;1658;1659;1660;1661;1662;1663;1664;1665;1666;1667;1668;1669;1670;1671;1672;1673;1674;1675;1676;1677;1678;1679;1680;1681;1682;1683;1684;1685;1686;1687;1688;1689;1690;1691;1692;1693;1694;1695;1696;1697;1698;1699;1700;1701;1702;1703;1704;1705;1706;1707;1708;1709;1710;1711;1712;1713;1714;1715;1716;1717;1718;1719;1720;1721;1722;1723;1724;1725;1726;1727;1728;1729;1730;1731;1732;1733;1734;1735;1736;1737;1738;1739;1740;1741;1742;1743;1744;1745;1746;1747;1748;1749;1750;1751;1752;1753;1754;1755;1756;1757;1758;1759;1760;1761;1762;1763;1764;1765;1766;1767;1768;1769;1770;1771;1772;1773;1774;1775;1776;1777;1778;1779;1780;1781;1782;1783;1784;1785;1786;1787;1788;1789;1790;1791;1792;1793;1794;1795;1796;1797;1798;1799;1800;1801;1802;1803;1804;1805;1806;1807;1808;1809;1810;1811;1812;1813;1814;1815;1816;1817;1818;1819;1820;1821;1822;1823;1824;1825;1826;1827;1828;1829;1830;1831;1832;1833;1834;1835;1836;1837;1838;1839;1840;1841;1842;1843;1844;1845;1846;1847;1848;1849;1850;1851;1852;1853;1854;1855;1856;1857;1858;1859;1860;1861;1862;1863;1864;1865;1866;1867;1868;1869;1870;187Ferqa di nêvbera »ko«, »ku« û »kû« de (2005-05-19)
fjrigjwwe9r0TabArticles:ArticleHeadline
Xewna Mesûd Barzanî ji başûrê Kurdistanê mezintir e (2005-02-07)
 
REKLAM


KOLUMNÎST
Şebabê Egît nabe Şeroyê Biro û ez jî nabim ”heval”
Tolstoy û xelata Nobelê
Kurdistaneka serbixwe û [ne]cida
Heşt rojên şerê xendekê – I
Em û felsefe
Hilbijartinên Kurdistanê ez şok kirim
© 1997–2024 www.nefel.com  |  E-poste: info@nefel.com  |  Powered by Medesoft.org