[ ŞEMÎ, 2024-04-20 ]   [ BIKE MALPERA DESTPÊKÊ ]   [ BÊXE NÊV BIJAREYAN ]   [ KONTAKT ]   [ INFO ]   [ LÊGERÎN & ARŞÎV ]  
DESTPÊK
Nûçe
Nivîsar
Kulturmagazîn
Hevpeyvîn
Kolumnîst
Ewrokurd
E-Pirtûk
Lîteratûr
Ziman
Muzîk
Foto
Lînk
E-POSTEYA TE
  Nav (Username)  
   
  Þîfre (Password)  
   
   
     
   »E-posteyeka nû
 bo xwe qeyd bike
 
REKLAM


KOLUMNÎST 
Gelo doza opozîsyonê ne hêjayî civîneka lihevhatina niştimanî ye?
KURDISTAN, 10/7 2007 — Kirîza opozîsyona niştimanî ya Sûrî parçebûnên di holê de destnîşan dike. Ev parçebûnên ko ne tenê di nêrîn û helwestên siyasî de rû didin lê digihin hindek xalên ko destnîşankirina wan weke derbaskirina xêzên sor tê hijmartin, weke peydekirin û çesipandina heyetên li derveyî çarçoveya niştimanî ya giştî. Berî ko "hasil bigihe Mûsil" û da ko opozîsyon rola xwe, di proseya guherîna demokratîk de bilîze, pêwîst e em hemû stûbariya xwe ya dîrokî hilgirin û bibin alîkar di çarserkirina kirîza navborî de, û hay ji bive û rikeberiyên wê yên eşkere û veşartî hebin. Di vir de ez pêwîst dibînim çend rastiyan di vê qonaxa nazik de bînim zimên. Ev rastiyên ko piraniya mezin ji opozîsyona Sûrî di warê propoganda û ragihandinê de lê ne di pratîkê de li serê lihev dikin:

Rastiya yekemîn: Pirrengiya civaka Sûrî ye. Ev diyardeya ko divê bikeve çarçoveya bihêzkirina berjewendiya niştimanî ya giştî de. Lêkolînkirina realîta miletê Sûriyê ji aliyên civakî û netewî û çandî û olî û mezhebî têr nake, ji vê wêdetir divê erk û mafên hemû beşan werin destnîşankirin. Her weha, helwestên tengbîn û şovonîst, ji hindek şepolên netewî û olî û mezhebî yên serdest ko ji aliyê rêjîmên despotîk ve têne bi kar anîn, werin bipaşxistin.

Rastiya diwemîn: Ji sedemên serekî yên têkçûna hikûmetên Sûrî ji berî 60 salî û heta niha, di warê pêkanîna projeya niştimanî û erkên siyasî û aborî û civakî û çesipandina yekîtiya niştimanî vedigere inkarkirina rastiya pirrengî û babetane ya Sûriyê wekû dewlet û milet. Her weha, nivîsandina dîroka welêt û sîstemên perwerdê û destûr û yasa li gor helwestên şovenî û hestên netewî yên tundrew ne li gor xwendina zanistî û babetane.
Şaşîtiya here mezin ewe ko rêjîm û hikûmetan xwestin ko bi darê zorê û di riya planên kirêt de nêrîn û helwestên xwe biçespînin. Di encamê de, serjimara awarte (1962) û zinara erebî, hatine holê. Di hindek demên taybet de, hikûmetê ‘elewî binpê kirin, piştre wan jî heyfa xwe di demên din de rakirin. Helbet yekîtiya niştimanî û dûrketina pêkhateyên civaka Sûriyê ji hevudû, ji encama tiştên li jor gotî, bû.

Rastiya Sêyemîn: Di qonaxa niha de, hemû aliyên opozisyona niştimanî û tevahiya milletê Sûriyê li hemberî ezmûneke dijwar in. Ji aliyekî ve, eger tiştê heyî hate pijirandin dê weke berdewamiya rêbaza rêjîmên lipeyhev di warê hizr û çand û gotara siyasî de be, bi gotineke din, nemana sedem û egerên hebûna opozisyoneke wisa. Ji aliyê din ve, nepijirandina tiştê heyî bi gotin û kirin, pêwîst e bi xwendineke rastiyane û danûsitendineke babetane dûr ji hemû corên tundrewiya olî û sekûlar û helwestên şovonîst. Di baweriya min de, di destpêkê de, divê rastiya pirrengiya miletê Sûriyê bête diyarkirin. Sûriyê ji piraniya ereb û neteweya diwemîn kurd û neteweyên weke kildan û aşûr û ermen û tirkmenan pêktê. Islam ola serekî ye û xiristiyanî jî heye.

Erka here serekî û pêwîst ew e ko mafên neteweya kurd di bernameyên opozisyonê de werine misoger kirin, di nav de mafê destnîşankirin çarenûsê di çarçoveya Sûriyeya yekgirtî de di gel rêzgirtina li mafên neteweyên dinê, û mafên ol û mezheban. Di vir de pêwîst e helwesta ji tayfeya elewî bête serastkirin û rêz li dîroka wan û xebat û qurbaniyên wan weke tevahiya pêkhateyên Sûriyê were girtin. Rêjîma sitemkar kesî ji bikaranîn û zordestiya xwe bêpar nake, çi elewî, ereb, kurd, sinne, şî‘a, ismaîlî û file û htd bin.

Rastiya Çaremîn: Opozîsyona niştimanî nûhatiye ji ber serdestiya despotîzmê û ji dabûnerîtên demokrasiyê bêpar e. Her weha, opozîsyon li hundir û derve ji gelek girûp û rêxistinên ko di hindek kêşeyan de cida ne, pêktê. Ev cidahiyên ko carina bive dixuyin weke nêrîna ji rêjîmê (çaksazî anjî guhernadina wê), nêrîna ji pirsgirêka kurdî û bendên destûra nuh ya Sûriyê û xwezaya rêjîmê û htd!

Di karê siyasî yê demokratîk de, cidahiya helwest û nêrînan rewa ye, lê tiştê bive ewe berzbûna hindek helwestên mezhebî di nav refên opozîsyonê de, di şûna girêdana niştimaniya giştî de. Ev jî vedigere qelsiya bernameyên siyasî yên pêkhateyên opozîsyonê nexasime Eniya Felata Niştimanî li Sûriyê ko ez endam im tê de, û nezelaliya nêrîna ji hindek pirsgirêkên Sûriyê yên here giring, tevî binpêkirina daxwaz û hêviyên neteweyên ji bilî ereb. Diyar e ko ev hemû girêdana niştimanî qels û lawaz dikin. Her weha, komikên îslama siyasî ya tundrew rola here mezin di warê gurkirina biveyê û lawazkirina yekîtiya opozisyonê de dilîzin.

Rastiya Pêncemîn: Lidijderketina takekesane û bikom, hizrî û çandî û siyasî mafekî rewa û pîroz e. Her welatiyekî Sûriyê, netewe, ol û mezheba wî çi dibe bila bibe, dikare baweriyên xwe bi serbestî nîşan bide. Rêxistinên opozisyonê ji herkesî re divê vekirî bin, û nebin alavên belavkirina fitneyên netewî û olî û mezhebî. Eger ko guman-li gor ko hindek nivîskar û ronakbîrên Sûrî tînin zimên di dîroka hindek kesên ko tevlî nav refên opozîsyonê bûne de hebe, pêwîst e rê li pêşiya wan kesan were vekirin û dadweriya Sûriya nuh biryara xwe eger ko pêwîst be di derheqê wan de bibire. Divê kesên ko ji nav refên zordestan tevlî nav refên millet dibin, xwe ji rabirdû rizgar bikin û li gor raya piraniyê weke hevpişk di serkirdayetiya demkoratîk de, tev bigerin.

Rastiya Şeşmîn: Di nav refên opozîsyonê de nûnerên tevahiya pêkhateyên niştimanî Sûrî nîn in. Valahiyeke tirsnak di vî warî de heye. Dîsa, eşkere ye ko aliyekî opozîsyonê bi tena xwe nikare çakzasî û guherînê pêkbîne, ne jî erkên avakirina Sûriya nuha çavrêkirî , bicihbîne. Di dema ko rêjîm di dijwartitîn rewşên xwe yên siyasî de dibûre, û nêzîkî dawiya xwe dibe û milletê Sûriyê li benda rizgarî û felatê de ye, bêhêvî di micidî û hebûna opozisyonê de rû dide!

Rastiya Heftemîn: Bi rastî û eşkerayî dibêjim ko em di pêkhateya kurdiya nitşimanî de-girûp, takekes, hizbî û serbixwe girêdayî heyetên opozisyonê û negirêdayî dê alîkar bin, li gor xurista tevgera me ya demokratîk û sekûlar û rola wê di xurtkirina refên opozisyonê di warê girêdana civîneke giştî de helbet di bin saya rewşên cih û demê ji aliyê hijmar û nehênî û eşkerayiyê ve. Em dikarin vî karî mîna mûbadereya kurdî ya civîna hevnasîn û lihevhatin û hevahengiyê di navbera tevahiya alî û takekes û navnîşanên opozîsyona niştimanî li hundir û derve, binav bikin. Armanc ji civîna gotî bicihanîna hevpeymaneke niştimanî û bernameyeke siyasiya hevebş û formeke rêxistiniya reel e.

Daxuyandina van rastiyan nexaisme mûbadereya navhatî û belavkirina wê di alavên ragihandinê de, ji dêvla şandina wê di riya nameyan de ji hêzên pêwendîdar re, hewildaneke berbi firehkirina maweya guftûgoya bi şefafiyet û dewlemendkirina wê ji aliyê siyasetmedar û ronakbîr û nivîskarên ji tevahiya tiwêjeyên miletê Sûriyê.

-----------------------------------
Nivîskar: SELAH BEDREDÎN
Weşandin: 2007-07-10
Xwendin: 5445
 

KOLUMNÊN BERÊ   
Şiroveya şoven ya mafê çarenivîsê (2011-01-29)
Krîza dewletên totalîter di serdema nû de (2011-01-15)
Mafê çarenûsê bi dîtina kurdan (2010-12-24)
Gelo dê ereb ji tecrûbeya Başûrê Sûdanê sûdê werbigrin (2010-11-19)
Sûriye û Tirkiye xwe li dijî kurdan rêk dixin (2010-10-25)
Şertê avakirina dewleta hevdem: mafê çarenûsê (2010-10-06)
Aliyê hizrî di rêbaza Mistefa Barzanî de (2010-08-22)
Hewesên serberdayî yên kovara Livînê û têkdana dîroka kurdan (2010-08-13)
Di nakokiya Tirkiye û Îsrailê de kanî Filistîn (2010-06-18)
Parastina ezmûna herêma Kurdistana Iraqê (2010-05-26)
Banga Nêçîrvan Barzanî bo reformê (2010-04-23)
Rewşa tevger û bizavên gelên Îranê çawa ye (2009-08-06)
Petrola Kurdistanê di bin xizmeta Îraqa federe ya nuh de (2009-06-25)
Ewlewiyet ji rawestandina despotîzmê re ye (2009-05-31)
Çi di navbera Sûriyeyê û Tirkiyeyê de heye (2009-05-16)
Serdana Mehmûd Ebbasî (Ebu Mazin) ya Kurdistanê (2009-04-28)
Newroza îsal – çend têbînî û pêşniyar (2009-04-19)
Dadgehên serdemê rêzê li mafê çarenûsê digirin (2009-03-25)
Herêma Kurdistanê – hinek gavên giring û di cih de (2009-02-25)
Cengên veguhêz yên Rojhilata-nêvê (2009-02-09)
NERÎNGEH
 
[kitêb] Sun Zî: Hunera şer (2016-04-21)
Ismail Beşikçi ji kurdan re li ser ermeniyan semînerek da (2013-09-28)
Kurdistan berî serxwebûna siyasî ”serxwebûna petrolê” û ekonomîk îlan dike (2012-05-21)
Tewanga navdêrên zimanê kurdî (2009-02-08)
Umît Firat dibêje navnîşana çareserîya pirsa kurd ne PKK ye (2008-11-11)
Hêro Talebanî: Min nedixwest Mam Celal bibe serokkomarê Iraqê [foto] (2007-05-10)
Alfabeya kurdî-latînî ji bo zimanê kurdî ji alfabeya kurdî-erebî minasibtir e (2005-11-02)
fjrigjwwe9r0TabArticles:ArticleHeadline
vv9v8v09fq:TabArticles:4;8;12;14;17;19;21;22;23;24;28;29;30;31;32;40;41;43;44;46;48;49;51;52;53;54;55;56;58;60;62;63;64;65;66;67;69;71;72;74;75;76;77;78;79;80;81;82;84;85;86;90;91;92;94;95;96;97;98;100;102;103;104;105;106;107;109;110;111;112;113;114;115;116;117;118;119;120;121;122;123;124;125;126;127;128;129;130;131;132;133;134;136;137;138;139;140;141;142;143;144;145;146;147;149;150;151;152;153;155;157;158;159;160;163;164;165;166;167;168;169;170;171;172;173;174;175;176;178;179;180;181;182;183;184;185;186;187;188;189;190;191;192;193;194;195;196;197;198;199;200;202;203;204;205;206;207;208;209;210;211;212;213;214;215;216;217;218;219;221;222;223;224;225;226;227;228;229;230;231;232;233;234;235;236;237;238;239;240;241;242;243;244;245;246;247;248;249;250;251;253;254;255;256;257;258;259;260;261;262;263;264;265;266;267;268;269;270;271;272;273;274;275;276;277;278;279;280;281;282;283;284;285;286;287;288;289;290;291;293;294;295;296;297;298;301;302;303;304;305;306;307;308;309;310;311;312;313;314;315;316;317;318;319;320;321;322;323;324;325;326;327;328;329;330;331;332;333;334;335;336;337;338;339;340;341;342;343;344;345;346;347;348;349;350;351;352;353;354;355;356;357;358;359;360;361;362;363;364;365;366;367;368;369;370;371;372;373;374;375;376;377;378;379;380;381;382;383;384;385;386;387;388;389;391;392;393;394;395;396;398;399;400;401;402;403;404;405;406;407;408;409;410;411;412;413;414;415;416;417;418;419;420;421;422;423;424;425;426;427;428;429;430;431;432;433;434;435;436;437;438;439;440;441;442;443;444;445;446;447;448;449;450;451;452;453;454;455;457;458;459;460;461;462;463;464;465;466;467;468;469;470;471;472;473;474;475;476;477;478;479;480;481;482;483;484;485;486;487;488;489;491;492;493;494;495;496;497;498;499;500;501;502;503;504;505;506;507;508;509;510;511;512;513;514;515;516;517;518;519;520;521;522;523;524;525;526;527;528;529;530;531;532;533;534;535;536;537;538;539;540;541;542;543;544;545;546;547;548;549;550;552;553;554;555;556;557;558;559;560;561;562;563;564;565;566;567;568;569;570;571;572;573;574;575;576;577;578;579;580;581;582;583;584;585;586;587;588;589;590;591;592;593;594;595;596;597;598;599;600;601;602;603;604;605;606;607;608;609;610;611;612;614;615;616;617;618;619;620;621;622;623;624;625;626;627;628;629;630;631;632;633;634;635;636;637;638;639;640;641;642;643;644;645;646;647;648;649;650;651;652;653;654;655;656;657;658;659;660;661;662;663;664;665;666;667;668;669;670;671;672;673;674;675;676;677;678;679;680;681;682;683;684;685;686;687;688;689;690;691;692;693;694;695;696;697;698;699;700;701;702;703;704;705;706;707;708;709;710;711;712;713;714;715;716;717;718;719;721;722;723;724;725;726;727;728;729;730;731;732;733;734;735;736;738;740;741;742;743;744;745;746;747;748;749;750;751;752;753;755;756;757;758;759;760;761;762;763;764;765;766;767;768;769;770;771;773;775;776;777;778;779;780;781;782;783;784;785;786;787;788;789;790;791;792;793;794;795;796;798;799;800;801;802;803;804;805;806;807;808;809;810;811;812;813;814;815;816;817;818;819;820;821;822;823;824;825;826;827;828;829;830;831;832;833;834;835;836;837;838;839;840;841;842;843;844;845;846;847;848;849;850;851;852;853;854;855;856;857;858;859;860;861;862;863;864;865;866;867;868;869;870;871;872;873;874;875;876;877;878;879;880;881;882;883;884;885;886;887;888;889;890;891;892;893;894;895;896;897;898;899;900;901;902;903;904;905;906;907;908;909;910;911;912;913;914;915;916;917;918;919;920;921;922;923;924;925;926;927;928;929;930;931;932;933;934;935;936;937;938;939;940;941;942;943;944;945;946;947;948;949;950;951;952;953;954;955;956;957;958;959;960;961;962;963;964;965;966;967;968;969;970;971;972;973;974;975;976;977;978;979;980;981;982;983;984;985;986;987;988;989;990;991;992;993;994;995;996;997;998;999;1000;1001;1002;1003;1004;1005;1006;1007;1009;1010;1011;1012;1013;1014;1015;1016;1017;1018;1019;1020;1021;1022;1023;1024;1025;1026;1027;1028;1029;1030;1031;1032;1033;1034;1035;1036;1037;1038;1039;1040;1041;1042;1043;1044;1045;1046;1047;1048;1049;1050;1051;1052;1053;1054;1055;1056;1057;1058;1059;1060;1061;1062;1063;1064;1065;1066;1067;1068;1069;1070;1071;1072;1073;1074;1075;1076;1077;1078;1079;1080;1081;1082;1083;1084;1085;1086;1087;1088;1089;1090;1091;1092;1093;1094;1095;1096;1097;1098;1099;1100;1101;1102;1103;1104;1105;1106;1107;1108;1109;1110;1111;1112;1113;1114;1115;1116;1117;1118;1119;1120;1121;1122;1123;1124;1125;1126;1127;1128;1129;1130;1131;1132;1133;1134;1135;1136;1137;1138;1139;1140;1141;1142;1143;1144;1145;1146;1147;1148;1149;1150;1151;1152;1153;1154;1155;1156;1157;1158;1159;1160;1161;1162;1163;1164;1165;1166;1167;1168;1169;1170;1171;1172;1173;1174;1175;1176;1177;1178;1179;1180;1181;1182;1183;1184;1185;1186;1187;1188;1189;1190;1191;1192;1193;1194;1195;1196;1197;1198;1199;1200;1201;1202;1203;1204;1205;1206;1207;1209;1210;1211;1212;1213;1214;1215;1216;1217;1218;1219;1220;1221;1222;1223;1224;1225;1226;1227;1228;1229;1230;1231;1232;1233;1234;1235;1236;1237;1238;1239;1240;1241;1242;1243;1244;1245;1246;1247;1248;1249;1250;1251;1252;1253;1254;1255;1256;1257;1258;1259;1260;1261;1262;1263;1264;1265;1266;1267;1268;1269;1270;1271;1272;1273;1274;1275;1276;1277;1278;1279;1280;1281;1282;1283;1284;1285;1286;1287;1288;1289;1290;1291;1292;1293;1294;1295;1296;1297;1298;1299;1300;1301;1302;1303;1304;1305;1306;1307;1308;1309;1310;1311;1312;1313;1314;1315;1316;1317;1318;1319;1320;1321;1322;1323;1324;1325;1326;1327;1328;1329;1330;1331;1332;1333;1334;1335;1336;1337;1338;1339;1340;1341;1342;1343;1344;1345;1346;1347;1348;1349;1350;1351;1352;1353;1354;1355;1356;1357;1358;1359;1360;1361;1362;1363;1364;1365;1366;1367;1368;1369;1370;1371;1372;1373;1374;1375;1376;1377;1378;1379;1380;1381;1382;1383;1384;1385;1386;1387;1388;1389;1390;1391;1392;1393;1394;1395;1396;1400;1401;1402;1403;1404;1405;1406;1407;1408;1409;1411;1412;1413;1414;1415;1416;1417;1418;1419;1420;1421;1422;1423;1424;1425;1426;1427;1428;1429;1430;1431;1432;1433;1434;1435;1436;1437;1438;1439;1440;1441;1442;1443;1444;1445;1446;1447;1448;1449;1450;1451;1452;1453;1454;1455;1456;1457;1458;1459;1460;1461;1462;1463;1464;1465;1466;1467;1468;1469;1470;1471;1472;1473;1474;1475;1476;1477;1478;1479;1480;1481;1482;1484;1485;1486;1487;1488;1489;1490;1491;1492;1493;1494;1495;1496;1497;1498;1499;1500;1502;1503;1504;1505;1506;1507;1508;1510;1511;1512;1513;1514;1515;1516;1517;1518;1519;1520;1521;1522;1523;1524;1525;1526;1527;1528;1529;1530;1531;1532;1533;1534;1535;1536;1537;1538;1539;1540;1541;1542;1543;1544;1545;1546;1547;1548;1549;1550;1551;1552;1553;1555;1556;1557;1558;1559;1560;1561;1562;1563;1564;1565;1566;1567;1568;1569;1570;1571;1572;1573;1574;1575;1576;1577;1578;1579;1580;1581;1582;1583;1584;1585;1586;1587;1588;1589;1590;1591;1592;1593;1594;1596;1597;1598;1599;1600;1601;1602;1605;1606;1607;1608;1609;1610;1611;1612;1613;1614;1615;1616;1617;1618;1619;1620;1621;1622;1623;1624;1625;1627;1628;1629;1630;1631;1632;1633;1634;1635;1636;1637;1638;1639;1640;1641;1642;1643;1644;1645;1646;1647;1648;1649;1650;1651;1652;1653;1654;1655;1656;1657;1658;1659;1660;1661;1662;1663;1664;1665;1666;1667;1668;1669;1670;1671;1672;1673;1674;1675;1676;1677;1678;1679;1680;1681;1682;1683;1684;1685;1686;1687;1688;1689;1690;1691;1692;1693;1694;1695;1696;1697;1698;1699;1700;1701;1702;1703;1704;1705;1706;1707;1708;1709;1710;1711;1712;1713;1714;1715;1716;1717;1718;1719;1720;1721;1722;1723;1724;1725;1726;1727;1728;1729;1730;1731;1732;1733;1734;1735;1736;1737;1738;1739;1740;1741;1742;1743;1744;1745;1746;1747;1748;1749;1750;1751;1752;1753;1754;1755;1756;1757;1758;1759;1760;1761;1762;1763;1764;1765;1766;1767;1768;1769;1770;1771;1772;1773;1774;1775;1776;1777;1778;1779;1780;1781;1782;1783;1784;1785;1786;1787;1788;1789;1790;1791;1792;1793;1794;1795;1796;1797;1798;1799;1800;1801;1802;1803;1804;1805;1806;1807;1808;1809;1810;1811;1812;1813;1814;1815;1816;1817;1818;1819;1820;1821;1822;1823;1824;1825;1826;1827;1828;1829;1830;1831;1832;1833;1834;1835;1836;1837;1838;1839;1840;1841;1842;1843;1844;1845;1846;1847;1848;1849;1850;1851;1852;1853;1854;1855;1856;1857;1858;1859;1860;1861;1862;1863;1864;1865;1866;1867;1868;1869;1870;187Ferqa di nêvbera »ko«, »ku« û »kû« de (2005-05-19)
fjrigjwwe9r0TabArticles:ArticleHeadline
Xewna Mesûd Barzanî ji başûrê Kurdistanê mezintir e (2005-02-07)
 
REKLAM


KOLUMNÎST
Şebabê Egît nabe Şeroyê Biro û ez jî nabim ”heval”
Tolstoy û xelata Nobelê
Kurdistaneka serbixwe û [ne]cida
Heşt rojên şerê xendekê – I
Em û felsefe
Hilbijartinên Kurdistanê ez şok kirim
© 1997–2024 www.nefel.com  |  E-poste: info@nefel.com  |  Powered by Medesoft.org