[ ÎNÊ, 2024-03-29 ]   [ BIKE MALPERA DESTPÊKÊ ]   [ BÊXE NÊV BIJAREYAN ]   [ KONTAKT ]   [ INFO ]   [ LÊGERÎN & ARŞÎV ]  
DESTPÊK
Nûçe
Nivîsar
Kulturmagazîn
Hevpeyvîn
Kolumnîst
Ewrokurd
E-Pirtûk
Lîteratûr
Ziman
Muzîk
Foto
Lînk
E-POSTEYA TE
  Nav (Username)  
   
  Þîfre (Password)  
   
   
     
   »E-posteyeka nû
 bo xwe qeyd bike
 
REKLAM


KOLUMNÎST 

ciproxin 750

ciproxin posologia
Rejîma Tirkiyeyê û federasyon
SWÊD, 15/8 2006 — Kurd neteweya herî mezin e ko bê dewlet e. Welatê kurdan Kurdistan ji aliyê dewletên xerîb ve hatiye dagîr kirin û li bakurê Kurdistanê kurd ji mafên xwe yên neteweyî bêpar in. Ev rewş encama peymana Lozanê ye û “pirsgirêka kurdî” bêpariya wan mafan e.

Wateya navê “Tirkiye” ji bo mirovê kurd ne pîroz e. Her çiqas kurd di bêdengiya tirsa xwe de bikenin jî, rastiya jiyanê xwe empozeyê her mirovî dike – bila be tenê di xewnê de. Jibîrkirin ne mimkin e ji ber ko dem tuneye û rastî herdem serek e. Ew kurdê ko li Stenbolê hatiye dinê û xwe tirk dizane jî, demek ji deman dê bixwaze bav û kalanên xwe nas bike û bala xwe bide herêma Kurdistanê. Ji ber ko kurdayetî di laş de ye. Heta kurdek sax hebe kurdayetî dê hebe.

Kurdistan. Tirkiye.

Li Tirkiyeyê federasyon mimkin e?

Ermeni û asûrî ji vê pirsê re dibêjin çi? Mafên wan jî hene li Kurdistanê an li Tirkiyeyê. Ez behsa wan ”mafên” ko peymana Lozanê dide ”kêmneteweyên olî” nakim. Peymana Lozanê betal e.

Lê çi asûrî çi ermenî mafên wan li ser erdên Kurdistanê hene ko ji ber karakterê antî-azadîxwaz a rejîma Tirkiyeyê nikaribûne wan mafan bi rêk û pêk bi kar bînin. Wek nimûne, gelek malên asûrî hene ko ji ber şerê PKKyê û dewleta tirk zerarên mezin dîtine. Mafê wan malan hene ko vegerin gundên xwe û ji zerarên madî û manewî dîtine tazmînatê bistînin. Malên kurdan her wisa. Pirsgirêkên koçerên ko ji deşt û zozanên xwe bûn û mecbûr man ko bikevin bajêrên Kurdistanê an Tirkiyeyê, hêjayê balkişandinek taybetî ye. Koçerî, kêleka her tiştî, rûmetiyek medeniyeta kurdî ye. Belkî bo marksîstekî kurd an kemalîstekî tirk tiştek dî be lê bo min mirovê ”prîmîtîv” ew e ko çavê xwe berdaye ser mal û namûsa yekê dî. Êca bo min ”mal” ne sermaye û ”uretim iliskileri” ye; ”namûs” jî ne pêsîr û etekê keç an jina kurd e.

Kurdistana azad e mal û namûs. Êca em ji kesî çêtir nînin lê ji kesî kêmtir jî nînin. Kêmasiyek hebe jî ew ”kêmasî” ji dervayê realîteya civatên kolonî nikarin werin şirove kirin. Pirsgirêka azadiya (bidestxistina mafên neteweyî) kurdan malê dinyayê ye û şeref û namûsa dinyayê girêdayê şeklê çareserkirina wê pirsgirêkê ye.

Kurd wekî neteweyekî nayên nas kirin. Li gor qanûna esasî ya dewleta tirk kurd tune ne. Nabêje ”kurd tune ne” lê dibêje ”herkes tirk e”. Ango kurd tune ne. Serokdewletên tirkan dibêjin ko ew ”realîteya kurdan dinasin” (Recognise? Acknowledge? Accept?) lê ev ”nasandin” dê çawa bibe kes nîqaj nake.

Ev çi nasandin e ko 20 mîlyon kurd li Tirkiyeyê bê maf in?!

Her wisa milletên dî jî, tê de asûrî û ermenî, ji wan mafan bêpar in.

Rast e: gelek kurd li dervayê Kurdistanê, li bajarên wekî Stenbol an Mêrsînê dijîn, lê ev yek nayê wê wateyê ko ”kurd û tirk wek neynok û goşt bûne yek”. Bala xwe bidinê, kurd eger sor be, di nav hidûdên Tirkiyeyê de Kurdistana ko em zanin sorê soran e. Bala we li ser, ew sorîtî li bajarên wekî Sîwas û Mêrsîn jî berdewam dike; ango çavkanîya kurdayetiyê coxrafyaya Kurdistanê ye. Mirovê kurd e xwediyê mafan. Ew maf in ko kurd jê bêpar e. Ev e sebeb ko îro ”pirsgirêka kurdî” heye.

Li Stenbolê kurd hene. Kurdên li bajarên dî jî wekî karker hene. Herî talî jî ne ecêb e ko li her bajarek tirkan sedî sed malbatek kurd heye. Ev yek normal e û mafê wê malbata kurd li Yozgatê heye ko bo zarokên xwe hefteyê çend seet bi zimanê kurdî ders bistînin. Dewleta sosyal, dewleta azadiyan ev e.

Li Tirkiyeyek azad de Kurdistan heye. Li Tirkiyeyek azad de kurd xwediyê mafên xwe yên neteweyî ne û ev maf li ser xaka Kurdistanê tenê dikarin bikevin jiyanê. Ango kurd li Kurdistanê li ser pirsgirêkên jiyana xwe xwedîgotin in, desthilatdar in. Ev yek wisa ye.

Kî ye asteng?

Artêş?

Kemalîzm?

Her çi be jî, rejîma Tirkiyeyê divê were guhertin.

Ne wek Iraqê be jî, bi awayek divê ev dewlet ji kokê biguhere û mafê kurdan teslîmê kurdan bike.

Ev yek dikare çawa bibe?

Beriya her tiştî, ji mirov û civata kurd re aştî divê, şerr xeynê zirarê tiştek dê nede kurdan. Ji bo wî, PKK divê dev ji şerr berde. Bi hêsanî gerîllayên PKKyê dikarin xwe teslîmê hikûmeta kurd bikin û heta demekî li Kurdistana başûr jiyana xwe bidomînin. Her wisa nabe ko dewleta amerîkî tenê wekî ”pirsgirêka terorîzmê” li meselê binêre lê divê ”pirsgirêka kurdî a li Tirkiyeyê” bi giştî bide ber çavan. Ev yek nayê kirin û kêmasî ye.

Lê kurd jî dikarin û divê para xwe bikin. Partiya DTP divê îradeyek xwe ya azad derxîne holê. Îro DTP ne xwediyê îradeyeke azad e. Ev yek tesîrê li perspektîf û xebatên wê partiya mezin dike. Zirar dîsa ya kurdan e ji ber ko ew potansiyel xerc dibe. Tu kurd divê vê yekê qebûl neke.

”Grûba xebatê” nikare tu rêxistinan ava bike ko bikaribe îddîaya temsîlîya kurdên bakûr bike. Çi DTP çi kesek dî jî nikare wê îddîayê bike. Berya ”temsîlîyê”, divê îradeya gelê kurdê bakûr eşkere bibe û ev yek jî demek dûr û dirêj dixwaze.

Pêşniyara min ji bo kurdên bakur ”partiyek legal li ser siyasetek meşrû” ye. Partî partiya kurdan e, mafên neteweya kurd bo xwe esas digre lê realîteya dewleta tirk jî dide ber çavan: mafê neteweya kurd a çarenûsî heye lê halê hazir federasyonek di navbera kurd û ”tirkan” de çareya herî maqûl e. Ev yek ne hidûdên dewleta tirk înkar dike, ne jî Kurdistanê. Lê ev çareserî ji kokê de guhertina rejîma dewleta tirk ferz dike.

Çawa rejîm dikare were guhertin?

Dewleta Tirkiye bi xwe li hember du rêyan e. Rêya rojavayê, ango endametiya Yekitiya Ewrûpayê û ya rojhilatê û hewildanên îttifaqên bi Rûs û Çînê re. Çîn ji wan re dibêje ”bela xwe ji me vekin” û Rûs jî di halê xwe de ne. Li başûr Kurdistanek ava dibe û dewleta tirk hin jî êrîş û şerr wekî alternatîf dide pêş. Eşkere ye ko dîsa leşker û artêşa tirk har bûne û wekî kûçikan dihewitin.

Amerîka jî êdî nikare çav ji vê yekê re bigre. Hikûmeta federe a Kurdistanê divê hin zelaltir û tûjtir hebûna xwe wekî dewlet biparêze û rojek berya rojê projeyek taybet hem bo gerîllayên PKKyê hem jî pirgirêka kurd a li Tirkiyeyê amade bike, bi alîkarî û hevkariya Amerîka, Yekitiya Ewrûpa û Yekitiya Neteweyan. Tirk ne xwedî wî mafî ne ko kurdan û destkeftinên wan tehdît bikin.

Yekitiya Ewrûpayê bo vê yekê dibêje çi? Eger tirk bikevin Kurdistana başûr, dê helwêsta wan çi be? Heta nuha bi çi awayî tirk îqaz kirine?

Yekitiya Ewrûpayê dikare ji bo çareseriya ”pirsgirêka kurdî” rolek hin bêtir bileyze û peymana Lozanê ji nû ve têke nîqaşê û ji kurdan jî beşdarî, alîkarî û hemparî bixwaze. Bo vê yekê îmkanan (komîte, konferans, mase, lêkolîn ûwd) amade bike.

Dinya bi giştî divê bo dewletek kurd xwe amade bike.

Kurdên li Swêdê divê ji hikûmet û dewleta Swêd serkêşiya vî tiştê bixwazin. Bo vê yekê xwe bi tev bidin.

Li seranserê dinyê her wisa.

Parastina dewlet û hikûmeta Kurdistana federe ya di bin serokatiya hêja Mesûd Berzanî û mam Celal Telebanî de erkê sereke ye li hember kurdan û azadîxwazên hemû cîhanê.

Kurdên Tirkiyê divê xwe di nav partiyek siyasî de bicivînin, berya dest bi projeyên mezintir wekî kongre û tiştên wa bikin. DTP û partiya birêz Şerafettîn Elçî û her wisa însiyatîfên din û hemû partiyên legal û îlegal, rewşenbîr û mirovên serbixwe, her kesê kurd û kurdîxwaz divê xwe di nav partiyek legal a kurdan de rêxistin bikin.

Bi ya min dema Îmralî ji duh ve derbas bûye.

Dem e ko kurd bi însiyatifên xwe yên demokratîk û bi îradeya xwe ya azad siyasetê bikin. Pirsgirêk gelek in û kar zehmet e. Meydan ji gelekan re vala maye û bixwazî nexwazî talûkeyên siyaseta Tirkiye û Kurdistana bakur heye. Ji ber vê yekê ye ko Kurdistan divê ji artêş û leşkeran vala bibe. Dema gerîllayên PKKyê çekên xwe teslîmê hikûmeta Kurdistanê kirin, Tirkiye û ordiya xwe jî dikare bakûrê Kurdistanê ji leşkerên xwe vala bike. Qet nebe divê ordiya tirk vekişin garnîzonên xwe. Hikûmeta Kurdistana federe divê vê yekê ji dewleta tirk û ya Amerîkayê daxwaz bike.

Yekitiya Ewrûpayê jî divê aktîftir beşdarê vê pirsgirêkê bibe û têkiliyên xwe bi Kurdistana federe re bi awayekî fermî damezrîne.

Siyaseta fermî ya dewleta tirk û îdeolojiya wê ya kemalîst a paşverû nikare bibe bingeya tu tiştî. Paşeroja tirkên îro tarî ye. Ew jî vê yekê dizanin lê exlaqê kevn zû wenda nabin.

Xwezila Dewleta Federe a Kurdistanê di wê rewşê da bûya ko dersek dîrokî bidaya dewlet û ordiya tirk.

Lê mixabin xwanê ye ko ne wisa ye.

Hêja Mesûd Berzanî qasî nûçeyên înternetê dibêjin, îcaze daye dewleta tirk ko bikevin Kurdistanê. Gelo hedef û îstiqametên leşkerî hatine tespît kirin? Gelê kurd ên bêgune dê tu zerar nebînin? Gelo dewleta kurd bi xwe dê tu zerar nebîne?

Hêvîdar im ko ew nûçe çewt e û Mesûd Berzanî tiştek wisa di serê xwe de derbas nekiribe. Hêvîdar im ew nûçe tenê yek ji wan nûçeyên şerrê psîkolojîk yê dewleta tirk be.

Mijara PKKyê dûr û dirêj ê najo. Ango hebûna dewleta federe a Kurdistanê ne di bin tu talûkeyê de ye. Pirsgirêka Kerkûkê li gor qanûna esasî dê were çareser kirin û Kerkûk dê bikeve nav hidûdên Kurdistana federe a Iraqê. Kurdên başûr hem di awayên hiqûqî ya pirsgirêkê, hem jî di siyaseta xwe ya li darxistina vegera kurdên ko ji Kerkûkê hatibûn dûrxistinê de, rast in. Êdî Iraqek federe heye û ev Iraq dibe nimûne bo dewletên der û dor jî.

Ordiya tirk divê biryar bide ko Kurdistan heye.

Ev yek mimkin e?

Belê. Dema ordiya tirk xwe biçûk kir û destê xwe ji siyasetê vekişand, ew çax dê mimkin be.

Berpirsyariya kurdan di vir de du (2) tişt in: yek, nebe sebeb ko ordiya tirk ji xwe re mazeretan peyde bike û dido, stratejiyek Tirkiyeyî ango federatîf bo xwe hilbijêre.

Ji xwe mijar hewqas tevlêhev e ko dema siyaseta rast a sivîl û demokratîk dest pê bike, dê eşkere bibe ko slogan û tiştên dî pere nakin.

Belê, divê mafê kurdekî hebe ko li meydana Diyarbekir biqîre ”bijî Kurdistan”, bêyî ko wekî Seîdê Nûrsî (Kurdî) xwe di timarxaneyê de bivîne. Kurdistana azad wisa xweş e ko ew xortê kurd şûşeyek şerab di destê wî de û kêf dike: Bijî Kurdistan. An Bijî Tirkiye (ev jî gotina xortek tirk e ko wekî yê kurd ji welatê xwe hiz dike. Lê gelo tirkek xwedî aqil dikare ji dil û can bêje ”bijî Tirkiye”, bêyî ko ji xwe şerm bike? Kudera vê Tirkiyeyê bijî?).

Em tev dikarin rojek wisa bivînin ko hem sînorên kurd û ermeniyan eşkere û li ser hevkirî ye, hem jî tirk û laz di nav xwe de li ser tiştek li hev û du kirine. Em dikarin rastê azadiyên wisa bibin ko ewrûpî bi xwe jê dikarin dersan bistînin. Bi rastî jî eger tirk kurdan qebûl bikin û Kurdistan bi nasnameya xwe hebe û bijî, wekî cenabê Şerafettîn Elçî jî got, kurd û tirk dikarin gelek xweş bi hev û du re bijîn an serkêşiya tiştek wisa bikin ko azadî bişiriqe ji Mezopotamyayê û ji Anadolê. Çi laz li Tirkiyeyê, çi belûçî li Îranê tev de dikarin azadiya xwe bi dest bixin. Ev jî tenê bi federasyonan mimkin e.

Erdê her kesê eşkere ye. Tenê tirk hene bê erd û wetan. Ev yek rastî ye. Lê nasnameya tirkayetiyê êdî li cem milyonan bûye nasnameya sereke. Helbet gelek kurd jî di nav wan milyonan de ne lê di baweriya min de ”kurdên tirk” jî xwedî taybetiyên xwe hene ko wan ji laz û çerkezan cuda dike. Îro ”pirgirêka kurd” pirsgirêka herî sereke a dewleta tirk e. Ne wekî bêkarî an enflasyon, lê tiştek wisa ye ev ”pirsgirêka kurdî” ko hebûn û tunebûna dewleta tirk eleqeder dike. Bo wî, bila kes ji kesekî netirse, bila herkes bijî kes nemre, werin bêjin ”federasyon” û bawerî bi paşerojê bînin.

Xebatên kûr û giran li ber me teva hene - çi kurd çi tirk çi YE çi YA çi NY.

-----------------------------------
Nivîskar: Rojda Çelîker
Weşandin: 2006-08-15
Xwendin: 9926
 

KOLUMNÊN BERÊ   
Psîkolojiya Yekîtiyê, Qralê Kurdistanê û Şîretên Dawî (2008-01-03)
Yekîtiya Bakûr, parastina Başûr û deklarasyona PKKê (2007-12-03)
Dawiya barbariyek û serxwebûna başûrê Kurdistanê (2007-10-26)
Dema ko Evren jî ”xayîn” be (2007-03-03)
Banga niviskar û rewşenbîrên kurd çima kêm e û ez çi lê zêde dikim? (2006-09-17)
Kurd tima ne... bijîn kurd! (2006-05-06)
Êsîrên jibîrkirinê (2006-04-07)
Dem e ko Ocalan here (2006-04-02)
Ziman, Heval û Bêdengî (2006-03-21)
”Mêr” kî ne, jin çi dikin? (2006-03-07)
”Realîteya tirkan” û rastîya me (2006-03-02)
NERÎNGEH
 
[kitêb] Sun Zî: Hunera şer (2016-04-21)
Ismail Beşikçi ji kurdan re li ser ermeniyan semînerek da (2013-09-28)
Kurdistan berî serxwebûna siyasî ”serxwebûna petrolê” û ekonomîk îlan dike (2012-05-21)
Tewanga navdêrên zimanê kurdî (2009-02-08)
Umît Firat dibêje navnîşana çareserîya pirsa kurd ne PKK ye (2008-11-11)
Hêro Talebanî: Min nedixwest Mam Celal bibe serokkomarê Iraqê [foto] (2007-05-10)
Alfabeya kurdî-latînî ji bo zimanê kurdî ji alfabeya kurdî-erebî minasibtir e (2005-11-02)
fjrigjwwe9r0TabArticles:ArticleHeadline
vv9v8v09fq:TabArticles:4;8;12;14;17;19;21;22;23;24;28;29;30;31;32;40;41;43;44;46;48;49;51;52;53;54;55;56;58;60;62;63;64;65;66;67;69;71;72;74;75;76;77;78;79;80;81;82;84;85;86;90;91;92;94;95;96;97;98;100;102;103;104;105;106;107;109;110;111;112;113;114;115;116;117;118;119;120;121;122;123;124;125;126;127;128;129;130;131;132;133;134;136;137;138;139;140;141;142;143;144;145;146;147;149;150;151;152;153;155;157;158;159;160;163;164;165;166;167;168;169;170;171;172;173;174;175;176;178;179;180;181;182;183;184;185;186;187;188;189;190;191;192;193;194;195;196;197;198;199;200;202;203;204;205;206;207;208;209;210;211;212;213;214;215;216;217;218;219;221;222;223;224;225;226;227;228;229;230;231;232;233;234;235;236;237;238;239;240;241;242;243;244;245;246;247;248;249;250;251;253;254;255;256;257;258;259;260;261;262;263;264;265;266;267;268;269;270;271;272;273;274;275;276;277;278;279;280;281;282;283;284;285;286;287;288;289;290;291;293;294;295;296;297;298;301;302;303;304;305;306;307;308;309;310;311;312;313;314;315;316;317;318;319;320;321;322;323;324;325;326;327;328;329;330;331;332;333;334;335;336;337;338;339;340;341;342;343;344;345;346;347;348;349;350;351;352;353;354;355;356;357;358;359;360;361;362;363;364;365;366;367;368;369;370;371;372;373;374;375;376;377;378;379;380;381;382;383;384;385;386;387;388;389;391;392;393;394;395;396;398;399;400;401;402;403;404;405;406;407;408;409;410;411;412;413;414;415;416;417;418;419;420;421;422;423;424;425;426;427;428;429;430;431;432;433;434;435;436;437;438;439;440;441;442;443;444;445;446;447;448;449;450;451;452;453;454;455;457;458;459;460;461;462;463;464;465;466;467;468;469;470;471;472;473;474;475;476;477;478;479;480;481;482;483;484;485;486;487;488;489;491;492;493;494;495;496;497;498;499;500;501;502;503;504;505;506;507;508;509;510;511;512;513;514;515;516;517;518;519;520;521;522;523;524;525;526;527;528;529;530;531;532;533;534;535;536;537;538;539;540;541;542;543;544;545;546;547;548;549;550;552;553;554;555;556;557;558;559;560;561;562;563;564;565;566;567;568;569;570;571;572;573;574;575;576;577;578;579;580;581;582;583;584;585;586;587;588;589;590;591;592;593;594;595;596;597;598;599;600;601;602;603;604;605;606;607;608;609;610;611;612;614;615;616;617;618;619;620;621;622;623;624;625;626;627;628;629;630;631;632;633;634;635;636;637;638;639;640;641;642;643;644;645;646;647;648;649;650;651;652;653;654;655;656;657;658;659;660;661;662;663;664;665;666;667;668;669;670;671;672;673;674;675;676;677;678;679;680;681;682;683;684;685;686;687;688;689;690;691;692;693;694;695;696;697;698;699;700;701;702;703;704;705;706;707;708;709;710;711;712;713;714;715;716;717;718;719;721;722;723;724;725;726;727;728;729;730;731;732;733;734;735;736;738;740;741;742;743;744;745;746;747;748;749;750;751;752;753;755;756;757;758;759;760;761;762;763;764;765;766;767;768;769;770;771;773;775;776;777;778;779;780;781;782;783;784;785;786;787;788;789;790;791;792;793;794;795;796;798;799;800;801;802;803;804;805;806;807;808;809;810;811;812;813;814;815;816;817;818;819;820;821;822;823;824;825;826;827;828;829;830;831;832;833;834;835;836;837;838;839;840;841;842;843;844;845;846;847;848;849;850;851;852;853;854;855;856;857;858;859;860;861;862;863;864;865;866;867;868;869;870;871;872;873;874;875;876;877;878;879;880;881;882;883;884;885;886;887;888;889;890;891;892;893;894;895;896;897;898;899;900;901;902;903;904;905;906;907;908;909;910;911;912;913;914;915;916;917;918;919;920;921;922;923;924;925;926;927;928;929;930;931;932;933;934;935;936;937;938;939;940;941;942;943;944;945;946;947;948;949;950;951;952;953;954;955;956;957;958;959;960;961;962;963;964;965;966;967;968;969;970;971;972;973;974;975;976;977;978;979;980;981;982;983;984;985;986;987;988;989;990;991;992;993;994;995;996;997;998;999;1000;1001;1002;1003;1004;1005;1006;1007;1009;1010;1011;1012;1013;1014;1015;1016;1017;1018;1019;1020;1021;1022;1023;1024;1025;1026;1027;1028;1029;1030;1031;1032;1033;1034;1035;1036;1037;1038;1039;1040;1041;1042;1043;1044;1045;1046;1047;1048;1049;1050;1051;1052;1053;1054;1055;1056;1057;1058;1059;1060;1061;1062;1063;1064;1065;1066;1067;1068;1069;1070;1071;1072;1073;1074;1075;1076;1077;1078;1079;1080;1081;1082;1083;1084;1085;1086;1087;1088;1089;1090;1091;1092;1093;1094;1095;1096;1097;1098;1099;1100;1101;1102;1103;1104;1105;1106;1107;1108;1109;1110;1111;1112;1113;1114;1115;1116;1117;1118;1119;1120;1121;1122;1123;1124;1125;1126;1127;1128;1129;1130;1131;1132;1133;1134;1135;1136;1137;1138;1139;1140;1141;1142;1143;1144;1145;1146;1147;1148;1149;1150;1151;1152;1153;1154;1155;1156;1157;1158;1159;1160;1161;1162;1163;1164;1165;1166;1167;1168;1169;1170;1171;1172;1173;1174;1175;1176;1177;1178;1179;1180;1181;1182;1183;1184;1185;1186;1187;1188;1189;1190;1191;1192;1193;1194;1195;1196;1197;1198;1199;1200;1201;1202;1203;1204;1205;1206;1207;1209;1210;1211;1212;1213;1214;1215;1216;1217;1218;1219;1220;1221;1222;1223;1224;1225;1226;1227;1228;1229;1230;1231;1232;1233;1234;1235;1236;1237;1238;1239;1240;1241;1242;1243;1244;1245;1246;1247;1248;1249;1250;1251;1252;1253;1254;1255;1256;1257;1258;1259;1260;1261;1262;1263;1264;1265;1266;1267;1268;1269;1270;1271;1272;1273;1274;1275;1276;1277;1278;1279;1280;1281;1282;1283;1284;1285;1286;1287;1288;1289;1290;1291;1292;1293;1294;1295;1296;1297;1298;1299;1300;1301;1302;1303;1304;1305;1306;1307;1308;1309;1310;1311;1312;1313;1314;1315;1316;1317;1318;1319;1320;1321;1322;1323;1324;1325;1326;1327;1328;1329;1330;1331;1332;1333;1334;1335;1336;1337;1338;1339;1340;1341;1342;1343;1344;1345;1346;1347;1348;1349;1350;1351;1352;1353;1354;1355;1356;1357;1358;1359;1360;1361;1362;1363;1364;1365;1366;1367;1368;1369;1370;1371;1372;1373;1374;1375;1376;1377;1378;1379;1380;1381;1382;1383;1384;1385;1386;1387;1388;1389;1390;1391;1392;1393;1394;1395;1396;1400;1401;1402;1403;1404;1405;1406;1407;1408;1409;1411;1412;1413;1414;1415;1416;1417;1418;1419;1420;1421;1422;1423;1424;1425;1426;1427;1428;1429;1430;1431;1432;1433;1434;1435;1436;1437;1438;1439;1440;1441;1442;1443;1444;1445;1446;1447;1448;1449;1450;1451;1452;1453;1454;1455;1456;1457;1458;1459;1460;1461;1462;1463;1464;1465;1466;1467;1468;1469;1470;1471;1472;1473;1474;1475;1476;1477;1478;1479;1480;1481;1482;1484;1485;1486;1487;1488;1489;1490;1491;1492;1493;1494;1495;1496;1497;1498;1499;1500;1502;1503;1504;1505;1506;1507;1508;1510;1511;1512;1513;1514;1515;1516;1517;1518;1519;1520;1521;1522;1523;1524;1525;1526;1527;1528;1529;1530;1531;1532;1533;1534;1535;1536;1537;1538;1539;1540;1541;1542;1543;1544;1545;1546;1547;1548;1549;1550;1551;1552;1553;1555;1556;1557;1558;1559;1560;1561;1562;1563;1564;1565;1566;1567;1568;1569;1570;1571;1572;1573;1574;1575;1576;1577;1578;1579;1580;1581;1582;1583;1584;1585;1586;1587;1588;1589;1590;1591;1592;1593;1594;1596;1597;1598;1599;1600;1601;1602;1605;1606;1607;1608;1609;1610;1611;1612;1613;1614;1615;1616;1617;1618;1619;1620;1621;1622;1623;1624;1625;1627;1628;1629;1630;1631;1632;1633;1634;1635;1636;1637;1638;1639;1640;1641;1642;1643;1644;1645;1646;1647;1648;1649;1650;1651;1652;1653;1654;1655;1656;1657;1658;1659;1660;1661;1662;1663;1664;1665;1666;1667;1668;1669;1670;1671;1672;1673;1674;1675;1676;1677;1678;1679;1680;1681;1682;1683;1684;1685;1686;1687;1688;1689;1690;1691;1692;1693;1694;1695;1696;1697;1698;1699;1700;1701;1702;1703;1704;1705;1706;1707;1708;1709;1710;1711;1712;1713;1714;1715;1716;1717;1718;1719;1720;1721;1722;1723;1724;1725;1726;1727;1728;1729;1730;1731;1732;1733;1734;1735;1736;1737;1738;1739;1740;1741;1742;1743;1744;1745;1746;1747;1748;1749;1750;1751;1752;1753;1754;1755;1756;1757;1758;1759;1760;1761;1762;1763;1764;1765;1766;1767;1768;1769;1770;1771;1772;1773;1774;1775;1776;1777;1778;1779;1780;1781;1782;1783;1784;1785;1786;1787;1788;1789;1790;1791;1792;1793;1794;1795;1796;1797;1798;1799;1800;1801;1802;1803;1804;1805;1806;1807;1808;1809;1810;1811;1812;1813;1814;1815;1816;1817;1818;1819;1820;1821;1822;1823;1824;1825;1826;1827;1828;1829;1830;1831;1832;1833;1834;1835;1836;1837;1838;1839;1840;1841;1842;1843;1844;1845;1846;1847;1848;1849;1850;1851;1852;1853;1854;1855;1856;1857;1858;1859;1860;1861;1862;1863;1864;1865;1866;1867;1868;1869;1870;187Ferqa di nêvbera »ko«, »ku« û »kû« de (2005-05-19)
fjrigjwwe9r0TabArticles:ArticleHeadline
Xewna Mesûd Barzanî ji başûrê Kurdistanê mezintir e (2005-02-07)
 
REKLAM


KOLUMNÎST
Şebabê Egît nabe Şeroyê Biro û ez jî nabim ”heval”
Tolstoy û xelata Nobelê
Kurdistaneka serbixwe û [ne]cida
Heşt rojên şerê xendekê – I
Em û felsefe
Hilbijartinên Kurdistanê ez şok kirim
© 1997–2024 www.nefel.com  |  E-poste: info@nefel.com  |  Powered by Medesoft.org