[ ÎNÊ, 2024-03-29 ]   [ BIKE MALPERA DESTPÊKÊ ]   [ BÊXE NÊV BIJAREYAN ]   [ KONTAKT ]   [ INFO ]   [ LÊGERÎN & ARŞÎV ]  
DESTPÊK
Nûçe
Nivîsar
Kulturmagazîn
Hevpeyvîn
Kolumnîst
Ewrokurd
E-Pirtûk
Lîteratûr
Ziman
Muzîk
Foto
Lînk
E-POSTEYA TE
  Nav (Username)  
   
  Þîfre (Password)  
   
   
     
   »E-posteyeka nû
 bo xwe qeyd bike
 
REKLAM


KOLUMNÎST 
Rêberê PKK-ê Abdullah Ocalanî dînamêt êxist binê esasê ”konferansa kurdistanî” de
STOCKHOLM, 9/7 2011 — Ev nêzîkî du salan e ko behsa ”konferanseka neteweyî” yan jî ”konferanseka kurdistanî” têt kirin û her aktorekê siyasî yê Kurdistanê li gor xwe mîsyonekê dide wê konferansê. Kîjan aktor niyeta xwe çawa aşkera dike ne mihim e lê belê mijara esasî ya wê konferansê PKK û nehiştina şerê çekdarî yê PKK-ê ye. Rêberê PKK-ê Abdullah Ocalanî van rojan dînamêtek êxist binê esasê wê konferansê de û hêdî ti sebebê pêkanîna wê nemaye.

Desthilata başûrê Kurdistanê bi organîzekirina ”konferansa kurdistanî” ko divêt li Hewlêrê çêbe dixwaze li kurdên parçeyan dî û nemaze li PKK-ê û kurdên bakur bide fêm kirin ko doza miletê kurd hêdî pêwistî bi şerê çekdarî û gerîlayên PKK-ê yên li başûrê Kurdistanê nîne û kurdên bakur bi rêya rêxistinên xwe yên sivîl û legal dikarin têkoşîna xwe berdewam bikin û bigihîn mafên xwe yên kulturî û ta dereceyekê mafên siyasî jî.

Lê belê PKK û nemaze rêberê wê Abdullah Ocalan dixwazin ”konferansa kurdistanî”, ko desthilata başûrê Kurdistanê ya ji aliyê nêvneteweyî ve meşrûiyeta wê heye organîze dike, wekî mertalekê bo xwe bi kar bînin da di qada nêvneteweyî de ji xwe re dergehekê vekin û ji mohra ”terorîzmê” xelas bibin. Heger ew jî nebe rêberê PKK-ê bi rêya wê konferansê dixwaze gumaneka nêvneteweyî bêxe ser desthilata başûrê Kurdistanê û tuhmeta piştgiriya ”terorîzma PKK-ê” bi başûr ve bizeliqîne. Di herdu haletan de jî rêberê PKK-ê qezenc dike û kurdên başûr dixusirin.

Rêberê PKK-ê Abdullah Ocalanî roja çarşemê ji eboqatên xwe re behsa mîsyona ”konferansa neteweyî” kir û ji kurdên başûr xwest ko dest ji parlamentoya Kurdistanê ya meşrû berdin, dest ji hêzên bergiriya Kurdistanê û nemaze hêzên pêşmergeyên Kurdistanê berdin û hemî îmkanên xwe bînin û bêxin bin kontrola ”parlamentoyeka xeyalî” de ko divêt ew jî di kontrola PKK-ê de be.

Li gor rêberê PKK-ê Abdullah Ocalanî divêt konferans karekê wiha bike:

— Divêt di konferansa neteweyî de û di bunyeya wê de parlamentoyek bêt ava kirin. Ahmet Turk û Şerafettin Elçi dikarin vê xebatê bi rê ve bibin. Ez silaman li herduyan jî dikim. Wekî ko min berê jî gotî, konferans dikare xebatê li ser prensîba şerî û aştiyê û li ser prensîb û pêşniyarên dî bike. Yek ji xususiyetên herî giring ko konferansa neteweyî divêt pêk bîne avakirina parlamentoyê ye. Jixwe KNK heye lê belê ev parlamentoya ko divêt nû bêt ava kirin dikare wekî reorganîzekirina KNK-ê be. Heta dikare modela rêxistina filistîniyan PLO-yê ji xwe re bike nimûne û parlamentoyeka wisa ava bike. Dê bibe wekî mecliseka daîmî. Tişta didoyê ya herî giring ko divêt konferansa neteweyî bike ew e ko organeka birêvebir ya wê parlamentoyê hebe. Heta mirov dikare ji wê re bibêje kabîneya sîwan jî. Bi vî awayî organeka birêvebir ya parlamentoyê jî çêdibe.

Abdullah Ocalanê ”xizmetkarê” malxala xwe tirkan bi vê jî têr nabe û dixwaze hêzên pêşmergeyên Kurdistanê jî bêxe bin kontrola xwe de û dibêje:

— Tişta sêyê û herî giring ko divêt konferansa neteweyî bike ew e ko hêzên çekdar koordîne bike. Hêzên çekdar yên Barzanî yan jî hêzên çekdar yên Federasyona Kurdî ya Iraqê û hêzên dî yên çekdar divêt bên koordîne kirin. Divêt nûnerê KCK-ê jî di konferansa neteweyî de beşdar bibe û divêt KCK bi nûnerên xwe xwe temsîl bike.

Rêberê PKK-ê di heman hevdîtina roja çarşemê de bi rêya aboqatên xwe behsa lihevkirina xwe û dewleta Tirkiyeyê jî dike û ji hevalên xwe yên PKK-ê re dibêje hêdî ti hikmê gotinên wî yên berê di heqê 15-ê tîrmehê de jî nemaye û ji BDP-ê re jî dibêje belaya xwe ji Hatip Dicle û parlamenterên xwe yên li hebsê veke û here û li meclisa Tirkiyeyê sondê bixwe.

Abdullah Ocalan dibêje ”lihevkirina wî û dewletê” ne li ser esasê ti protokolên îmzakirî ye û tenê soz û ehdên devkî ne. Lê belê Abdullah Ocalan bi wan soz û ehdan razî ye û bi îhtimaleka pir mezin soza herî mezin ko tirkan daye wî ew e ko qedrekî ji heta niho zêdetir bidin şexsê wî û belkî ji Îmraliyê derxin ”hebsa malê” û azad bikin.

Li hemberî wan soz û ehdan jî Abdullah Ocalan ji kurdên bakur dixwaze ko rêxistinên xwe yên serbixwe têkbidin û şûna partiyên kurdî yan kurdistanî ”partiyên sîwan” yên ”tirkiyeyî” ko rola çepên tirkan tê de zêde be ava bikin. Herwiha Abdullah Ocalan ji kurdên bakur dixwaze ko bakurê Kurdistanê wekî herêmeka siyasî ya yekgirtî nehesibînin û wê bikin heft herêmên îdarî yên cida da kurd ji aliyê siyasî ve ji hev dûr kevin û nekarin li Tirkiyeyê bibin xudanê quwetekê.

Di ser van xizmetan hemiyan re rêberê PKK-ê Abdullah Ocalan dixwaze xizmeteka hêj mezintir bo tirkan bike û ji kurdan re dibêje dest ji fikra miletbûnê û nemaze dest ji fikra ko kurd miletekê ji tirkan cida ye berdin û bibin mirîdên fikra ”neteweya demokratîk”. Ev musteleheka wisa ye ko di lîteratura siyasî de nîne û pratîk maneya wê ew e ko divêt kurd nebêjin ko ew miletekê ji tirkan cida ne û xwe bi navê demokrasiyê wekî beşekê ji miletê tirk bihesibînin.

Bi heman mantiqê Abdullah Ocalan ji kurdên başûr re jî dibêje bibin beşek ji ”neteweya demokratîk” ya Iraqê yanî bibin beşek ji milet û ummeya erebî û dest ji dewleteka federal ya Kurdistanê li başûr jî berdin.

Di nêv PKK-ê de berpirsê ko herî zêde nêzîkî başûrê Kurdistanê xuya dike serokê konseya birêvebir yê KCK-ê Murat Karayilan e. Murat Karayilanî jî bi rêya rojnamevanê Milliyetê Hasan Cemalî got dewleta Tirkiyeyê xwestiye ko diyalogê bi PKK-ya Qendîlê re dane û wî qebûl nekiriye û ji dewletê xwestiye ko li Îmraliyê bi Abdullah Ocalanî re li hev bike.

Yanî piştî vê ”lihevkirina” Abdullah Ocalanî û dewletê hêdî pêwistî bi Murat Karayilanî nemaye û pêwistiya Tirkiyeyê bi arîkarî û nêvbeynçîtiya desthilata başûrê Kurdistanê jî nemaye.

Rêberê PKK-ê Abdullah Ocalan jî xwe dispêre wê ”lihevkirina” xwe û dewleta tirkan û bi zanîn dînemêtan diêxe binê esasê ”konferansa kurdistanî” û ji kurdên başûr dixwaze ko parlamentoya xwe û hêzên xwe yên çekdar bînin û bêxin bin kontrola dezgeheka ko PKK û Ocalan biryarê li ser didin.

Netîceya ko mirov ji vê helwêsta Abdullah Ocalanî û tirkan derdixe ev e:

1. Kurdên başûr ti caran ne mimkin e ko parlamentoya xwe û hêzên xwe yên çekdar bikin qurbana fantaziyên rêberê PKK-ê ko tenê xizmetkariya dewleta tirkan dike. Îhtimala lawazbûna têkiliyên başûrê Kurdistanê û Tirkiyeyê heye.

2. Kurdên başûr ne hewce ye ko zêde qîmetî û pûteyê bidin PKK-ya li Qendîlê. Murat Karayilanî bi dehcarî îsbat kiriye ko ew hîç e û îradeya wî di destê Abdullah Ocalanî û Îmraliyê de ye.

3. Heger siyasetmedarên wekî Şerafettin Elçi û Ahmet Turk jî nekarin îsbat bikin ko ew û BDP bi hev re bi serê xwe dikarin siyaseteka maqûl bi rê ve bibin û guhê xwe nedin Abdullah Ocalanî, kurdên başûr jî divêt ti qîmetî nede gotinên wan. Ocalan dixwaze wan wekî ”hespên truwayê” di ”konferanseka neteweyî” de li hemberî kurdên başûr bi kar bîne.

4. Hewce nake ko kurdên başûr ”konferanseka kurdistanî” çêkin û bi îhtimaleka pir mezin çênakin jî.

-----------------------------------
Nivîskar: ARIF ZÊREVAN zerevan@nefel.com
Weşandin: 2011-07-09
Xwendin: 13964
 

KOLUMNÊN BERÊ   
Kurdistaneka serbixwe û [ne]cida (2016-10-02)
Şingal garantora Kobanê ye (2015-11-22)
Bakurê Kurdistanê li rêberekê wekî Mesûd Barzanî digere (2015-08-18)
Erdogan bi arîkariya PKK-ê rê li ber HDP-ê digire (2015-08-04)
Divêt HDP xwedîtiyê li dengên miletê kurd bike – firseteka nû ji bo başûrê Kurdistanê (2015-06-20)
Kurdistaneka wekî Îsraîlê belakir ava dibe (2014-09-06)
Bîst esker bûn 2 000 esker û PKK bi ser ket (2014-05-10)
BDP-ê li bakurê Kurdistanê çaryeka dengan jî negirtiye (2014-04-03)
Barzanî Kurdistan anî Diyarbekirê (2013-11-19)
Heger PKK guhê xwe bide Mesûd Barzanî naxusire (2013-09-11)
Abdullah Ocalan bi MIT-ê destpê kir û dixwaze bi MIT-ê xelas jî bike (2013-01-20)
Ji bo Kurdistaneka serbixwe Tirkiye jî qane bû (2012-04-21)
Başûrê Kurdistanê bi piştgiriya Kurdistana Sûriyeyê xizmeteka mezin ji bo bakur dike (2011-12-22)
Erdogan bakur safî neke Barzanî başûr safî nake (2011-11-02)
Bi tesfiyekirina ekîba "kurdên Barzanî” Erdogan bi xwe dê bibe malê tarîxê (2011-04-17)
Goraneka dîktatoryen mixalefeteka demokratîk nake (2011-03-05)
Partî bi hemahengiya Mesrûr Barzanî û Nêçîrvan Barzanî dikare xurt bibe (2010-12-29)
Ak Partiyê kanala kurdî TRT-6 vekir û teslîmî zihniyeta MHP-ê kir (2010-10-19)
Li gor Ocalanî dewlet li kurdan heram e û li xelkên dî helal e (2010-08-16)
Tirkiye kanaleka zazakî vedike û klasîkên kurdî çap dike (2010-04-19)
NERÎNGEH
 
[kitêb] Sun Zî: Hunera şer (2016-04-21)
Ismail Beşikçi ji kurdan re li ser ermeniyan semînerek da (2013-09-28)
Kurdistan berî serxwebûna siyasî ”serxwebûna petrolê” û ekonomîk îlan dike (2012-05-21)
Tewanga navdêrên zimanê kurdî (2009-02-08)
Umît Firat dibêje navnîşana çareserîya pirsa kurd ne PKK ye (2008-11-11)
Hêro Talebanî: Min nedixwest Mam Celal bibe serokkomarê Iraqê [foto] (2007-05-10)
Alfabeya kurdî-latînî ji bo zimanê kurdî ji alfabeya kurdî-erebî minasibtir e (2005-11-02)
fjrigjwwe9r0TabArticles:ArticleHeadline
vv9v8v09fq:TabArticles:4;8;12;14;17;19;21;22;23;24;28;29;30;31;32;40;41;43;44;46;48;49;51;52;53;54;55;56;58;60;62;63;64;65;66;67;69;71;72;74;75;76;77;78;79;80;81;82;84;85;86;90;91;92;94;95;96;97;98;100;102;103;104;105;106;107;109;110;111;112;113;114;115;116;117;118;119;120;121;122;123;124;125;126;127;128;129;130;131;132;133;134;136;137;138;139;140;141;142;143;144;145;146;147;149;150;151;152;153;155;157;158;159;160;163;164;165;166;167;168;169;170;171;172;173;174;175;176;178;179;180;181;182;183;184;185;186;187;188;189;190;191;192;193;194;195;196;197;198;199;200;202;203;204;205;206;207;208;209;210;211;212;213;214;215;216;217;218;219;221;222;223;224;225;226;227;228;229;230;231;232;233;234;235;236;237;238;239;240;241;242;243;244;245;246;247;248;249;250;251;253;254;255;256;257;258;259;260;261;262;263;264;265;266;267;268;269;270;271;272;273;274;275;276;277;278;279;280;281;282;283;284;285;286;287;288;289;290;291;293;294;295;296;297;298;301;302;303;304;305;306;307;308;309;310;311;312;313;314;315;316;317;318;319;320;321;322;323;324;325;326;327;328;329;330;331;332;333;334;335;336;337;338;339;340;341;342;343;344;345;346;347;348;349;350;351;352;353;354;355;356;357;358;359;360;361;362;363;364;365;366;367;368;369;370;371;372;373;374;375;376;377;378;379;380;381;382;383;384;385;386;387;388;389;391;392;393;394;395;396;398;399;400;401;402;403;404;405;406;407;408;409;410;411;412;413;414;415;416;417;418;419;420;421;422;423;424;425;426;427;428;429;430;431;432;433;434;435;436;437;438;439;440;441;442;443;444;445;446;447;448;449;450;451;452;453;454;455;457;458;459;460;461;462;463;464;465;466;467;468;469;470;471;472;473;474;475;476;477;478;479;480;481;482;483;484;485;486;487;488;489;491;492;493;494;495;496;497;498;499;500;501;502;503;504;505;506;507;508;509;510;511;512;513;514;515;516;517;518;519;520;521;522;523;524;525;526;527;528;529;530;531;532;533;534;535;536;537;538;539;540;541;542;543;544;545;546;547;548;549;550;552;553;554;555;556;557;558;559;560;561;562;563;564;565;566;567;568;569;570;571;572;573;574;575;576;577;578;579;580;581;582;583;584;585;586;587;588;589;590;591;592;593;594;595;596;597;598;599;600;601;602;603;604;605;606;607;608;609;610;611;612;614;615;616;617;618;619;620;621;622;623;624;625;626;627;628;629;630;631;632;633;634;635;636;637;638;639;640;641;642;643;644;645;646;647;648;649;650;651;652;653;654;655;656;657;658;659;660;661;662;663;664;665;666;667;668;669;670;671;672;673;674;675;676;677;678;679;680;681;682;683;684;685;686;687;688;689;690;691;692;693;694;695;696;697;698;699;700;701;702;703;704;705;706;707;708;709;710;711;712;713;714;715;716;717;718;719;721;722;723;724;725;726;727;728;729;730;731;732;733;734;735;736;738;740;741;742;743;744;745;746;747;748;749;750;751;752;753;755;756;757;758;759;760;761;762;763;764;765;766;767;768;769;770;771;773;775;776;777;778;779;780;781;782;783;784;785;786;787;788;789;790;791;792;793;794;795;796;798;799;800;801;802;803;804;805;806;807;808;809;810;811;812;813;814;815;816;817;818;819;820;821;822;823;824;825;826;827;828;829;830;831;832;833;834;835;836;837;838;839;840;841;842;843;844;845;846;847;848;849;850;851;852;853;854;855;856;857;858;859;860;861;862;863;864;865;866;867;868;869;870;871;872;873;874;875;876;877;878;879;880;881;882;883;884;885;886;887;888;889;890;891;892;893;894;895;896;897;898;899;900;901;902;903;904;905;906;907;908;909;910;911;912;913;914;915;916;917;918;919;920;921;922;923;924;925;926;927;928;929;930;931;932;933;934;935;936;937;938;939;940;941;942;943;944;945;946;947;948;949;950;951;952;953;954;955;956;957;958;959;960;961;962;963;964;965;966;967;968;969;970;971;972;973;974;975;976;977;978;979;980;981;982;983;984;985;986;987;988;989;990;991;992;993;994;995;996;997;998;999;1000;1001;1002;1003;1004;1005;1006;1007;1009;1010;1011;1012;1013;1014;1015;1016;1017;1018;1019;1020;1021;1022;1023;1024;1025;1026;1027;1028;1029;1030;1031;1032;1033;1034;1035;1036;1037;1038;1039;1040;1041;1042;1043;1044;1045;1046;1047;1048;1049;1050;1051;1052;1053;1054;1055;1056;1057;1058;1059;1060;1061;1062;1063;1064;1065;1066;1067;1068;1069;1070;1071;1072;1073;1074;1075;1076;1077;1078;1079;1080;1081;1082;1083;1084;1085;1086;1087;1088;1089;1090;1091;1092;1093;1094;1095;1096;1097;1098;1099;1100;1101;1102;1103;1104;1105;1106;1107;1108;1109;1110;1111;1112;1113;1114;1115;1116;1117;1118;1119;1120;1121;1122;1123;1124;1125;1126;1127;1128;1129;1130;1131;1132;1133;1134;1135;1136;1137;1138;1139;1140;1141;1142;1143;1144;1145;1146;1147;1148;1149;1150;1151;1152;1153;1154;1155;1156;1157;1158;1159;1160;1161;1162;1163;1164;1165;1166;1167;1168;1169;1170;1171;1172;1173;1174;1175;1176;1177;1178;1179;1180;1181;1182;1183;1184;1185;1186;1187;1188;1189;1190;1191;1192;1193;1194;1195;1196;1197;1198;1199;1200;1201;1202;1203;1204;1205;1206;1207;1209;1210;1211;1212;1213;1214;1215;1216;1217;1218;1219;1220;1221;1222;1223;1224;1225;1226;1227;1228;1229;1230;1231;1232;1233;1234;1235;1236;1237;1238;1239;1240;1241;1242;1243;1244;1245;1246;1247;1248;1249;1250;1251;1252;1253;1254;1255;1256;1257;1258;1259;1260;1261;1262;1263;1264;1265;1266;1267;1268;1269;1270;1271;1272;1273;1274;1275;1276;1277;1278;1279;1280;1281;1282;1283;1284;1285;1286;1287;1288;1289;1290;1291;1292;1293;1294;1295;1296;1297;1298;1299;1300;1301;1302;1303;1304;1305;1306;1307;1308;1309;1310;1311;1312;1313;1314;1315;1316;1317;1318;1319;1320;1321;1322;1323;1324;1325;1326;1327;1328;1329;1330;1331;1332;1333;1334;1335;1336;1337;1338;1339;1340;1341;1342;1343;1344;1345;1346;1347;1348;1349;1350;1351;1352;1353;1354;1355;1356;1357;1358;1359;1360;1361;1362;1363;1364;1365;1366;1367;1368;1369;1370;1371;1372;1373;1374;1375;1376;1377;1378;1379;1380;1381;1382;1383;1384;1385;1386;1387;1388;1389;1390;1391;1392;1393;1394;1395;1396;1400;1401;1402;1403;1404;1405;1406;1407;1408;1409;1411;1412;1413;1414;1415;1416;1417;1418;1419;1420;1421;1422;1423;1424;1425;1426;1427;1428;1429;1430;1431;1432;1433;1434;1435;1436;1437;1438;1439;1440;1441;1442;1443;1444;1445;1446;1447;1448;1449;1450;1451;1452;1453;1454;1455;1456;1457;1458;1459;1460;1461;1462;1463;1464;1465;1466;1467;1468;1469;1470;1471;1472;1473;1474;1475;1476;1477;1478;1479;1480;1481;1482;1484;1485;1486;1487;1488;1489;1490;1491;1492;1493;1494;1495;1496;1497;1498;1499;1500;1502;1503;1504;1505;1506;1507;1508;1510;1511;1512;1513;1514;1515;1516;1517;1518;1519;1520;1521;1522;1523;1524;1525;1526;1527;1528;1529;1530;1531;1532;1533;1534;1535;1536;1537;1538;1539;1540;1541;1542;1543;1544;1545;1546;1547;1548;1549;1550;1551;1552;1553;1555;1556;1557;1558;1559;1560;1561;1562;1563;1564;1565;1566;1567;1568;1569;1570;1571;1572;1573;1574;1575;1576;1577;1578;1579;1580;1581;1582;1583;1584;1585;1586;1587;1588;1589;1590;1591;1592;1593;1594;1596;1597;1598;1599;1600;1601;1602;1605;1606;1607;1608;1609;1610;1611;1612;1613;1614;1615;1616;1617;1618;1619;1620;1621;1622;1623;1624;1625;1627;1628;1629;1630;1631;1632;1633;1634;1635;1636;1637;1638;1639;1640;1641;1642;1643;1644;1645;1646;1647;1648;1649;1650;1651;1652;1653;1654;1655;1656;1657;1658;1659;1660;1661;1662;1663;1664;1665;1666;1667;1668;1669;1670;1671;1672;1673;1674;1675;1676;1677;1678;1679;1680;1681;1682;1683;1684;1685;1686;1687;1688;1689;1690;1691;1692;1693;1694;1695;1696;1697;1698;1699;1700;1701;1702;1703;1704;1705;1706;1707;1708;1709;1710;1711;1712;1713;1714;1715;1716;1717;1718;1719;1720;1721;1722;1723;1724;1725;1726;1727;1728;1729;1730;1731;1732;1733;1734;1735;1736;1737;1738;1739;1740;1741;1742;1743;1744;1745;1746;1747;1748;1749;1750;1751;1752;1753;1754;1755;1756;1757;1758;1759;1760;1761;1762;1763;1764;1765;1766;1767;1768;1769;1770;1771;1772;1773;1774;1775;1776;1777;1778;1779;1780;1781;1782;1783;1784;1785;1786;1787;1788;1789;1790;1791;1792;1793;1794;1795;1796;1797;1798;1799;1800;1801;1802;1803;1804;1805;1806;1807;1808;1809;1810;1811;1812;1813;1814;1815;1816;1817;1818;1819;1820;1821;1822;1823;1824;1825;1826;1827;1828;1829;1830;1831;1832;1833;1834;1835;1836;1837;1838;1839;1840;1841;1842;1843;1844;1845;1846;1847;1848;1849;1850;1851;1852;1853;1854;1855;1856;1857;1858;1859;1860;1861;1862;1863;1864;1865;1866;1867;1868;1869;1870;187Ferqa di nêvbera »ko«, »ku« û »kû« de (2005-05-19)
fjrigjwwe9r0TabArticles:ArticleHeadline
Xewna Mesûd Barzanî ji başûrê Kurdistanê mezintir e (2005-02-07)
 
REKLAM


KOLUMNÎST
Şebabê Egît nabe Şeroyê Biro û ez jî nabim ”heval”
Tolstoy û xelata Nobelê
Kurdistaneka serbixwe û [ne]cida
Heşt rojên şerê xendekê – I
Em û felsefe
Hilbijartinên Kurdistanê ez şok kirim
© 1997–2024 www.nefel.com  |  E-poste: info@nefel.com  |  Powered by Medesoft.org