[ ŞEMÎ, 2024-04-20 ]   [ BIKE MALPERA DESTPÊKÊ ]   [ BÊXE NÊV BIJAREYAN ]   [ KONTAKT ]   [ INFO ]   [ LÊGERÎN & ARŞÎV ]  
DESTPÊK
Nûçe
Nivîsar
Kulturmagazîn
Hevpeyvîn
Kolumnîst
Ewrokurd
E-Pirtûk
Lîteratûr
Ziman
Muzîk
Foto
Lînk
E-POSTEYA TE
  Nav (Username)  
   
  Þîfre (Password)  
   
   
     
   »E-posteyeka nû
 bo xwe qeyd bike
 
REKLAM


KOLUMNÎST 
Ak Partiyê kanala kurdî TRT-6 vekir û teslîmî zihniyeta MHP-ê kir
STENBOL, 19/10 2010 — Berî du salan piştî şêwreka berfireh hikûmeta Ak Partiyê kanala kurdî TRT-6 vekir û di destpêkê de hêviyeka wisa da ko dê TRT-6-ê wekî kanaleka “public service” ji bo xizmeta hemwelatiyên Tirkiyeyê yên kurd bi kar bîne û neke kanaleka propagandaya dewletê û tirkçîtiyê. Lê belê koordînatorê TRT-6-ê yê niho Fethullah Kirşan wekî Bekçi Murtazayekî kanalê bi rê ve dibe û TRT-6 kiriye organeka propagandaya dewletê û tirkçîtiyê. Sedam Hisên bi vê metodê li Iraqê bi ser neket, em bibînin ka Tirkiye dê çi xêrê jê bibîne.

TRT-6 bi program û profîla xwe ya îro bûye kanaleka programên “şahiyê” ko bi “hinermendên” derecesê têt bi rê ve birin. Amadekar û pêşkêşvanên wan programan ne kultura kurdî nas dikin, ne zimanê kurdî dizanin û ne jî hinerekê binecih yê orjînal dizanin. Programên “şahiyê” jî pêwistî bi edîtoriyeka baş, lêkolînên temam û agahdariyên mifabar heye. Armanca programên şahiyê di kanalên “public service” de ne tenê “kêfxweşkirina” temaşevanan lê belê agahdarkirina temaşevanan ji pêzanînên nû ye. Ji programên TRT-6-ê yên şahiyê nezanîn û vulgarîte dibare.

Ji bilî programên şahiyê TRT-6 programên ko civaka tirkan, kultura tirkan û dewleta tirkan bi zimanê kurdî li kurdan dide nasandin diweşîne. Bo nimûne programek heye bi navê “Navdarên me” ko behsa navdarên tirkan dike. Ma qey hemî kanalên TRT-ê yên tirkî bi tirkî ne bes in ko propagandaya tirkan bikin û divêt TRT-6 jî bibe arîkara wan.

Mirov dikare fêm bike ka çima TRT-ya erebî tirkan û kultura tirkan li ereban yanî li miletekê ko li welatên dî dijît dide nas kirin. Armanca TRT-ya erebî ew e ko Tirkiyeyê li wan welatan bide nas kirin. Lê belê ti caran çênabe ko armanca TRT-6-ê ew be ko Tirkiyeyê û tirkçîtiyê li kurdan bide nas kirin ji ber kurd hemwelatiyên vê dewletê ne û bi zimanê tirkî têra xwe Tirkiyeyê nas dikin.

Nimûneyeka dî: Ji bo zarokan programeka bi navê ”Bafiroka gerok” heye. Di wê programê de piraniya caran bajarên tirkan tên ziyaret kirin û danasandin. Ew program ji zarokên kurdan re behsa bajarên nenas û cihên nenas dike. Di wê programê de bajarên kurdan, lehîstokên kurdan, têkiliyên xwezayê û insanan yên herêma kurdan û kultura kurdî nayêt nasandin. Yanî TRT-6 wan zarokên kurd ko li dibistanan bi tirkî baş nayên asîmîle kirin ji aliyê kulturî ve bi zimanê kurdî lê belê bi unsurên kultura tirkî asîmîle dike.

Ji aliyê bikaranîna zimanê kurdî ve TRT-6 bûye xirbexaneyeka ko heroj tê de serûçavên zimanê kurdî têt birîndar kirin û şkênandin. Tu dibêjî qey birêvebirên vê kanalê sond xwarine ko kurdî di çavê kurdan de pîs bikin. Di piraniya programên xwe de TRT-6 kurdên ko kurdî nizanin yan tirkî diaxivin dike mêvan û gelek caran tew dest ji zimanê kurdî berdidin û hema bi tirkî sohbeta xwe dewam dikin bêyî ko wan sohbetan tercimeyî kurdî jî bikin.

Îstisna qaîdeyê xirab nake û lewra du-sê kesên ko ji derûdora Nûbiharê ne û bi kurdiyeka baş programên xwe pêşkêş dikin jî di nêv bêkalîtetiya weşana TRT-6-ê de winda dibe û kesê ha ji wan nîne.

Di birêvebirina hemî dezgeh û karan de hêmana insanî pir giring e û ji % 100-ê mesûliyetê li ser milê birêvebirên wan dezgehan e. Heger birêvebir nezan û entrîkacî bin dezgeh bi xwe jî nikarin karekê baş bikin û ya ko hatiye serê TRT-6-ê jî ev e.

Di destpêka avakirina TRT-6-ê de kurdekê ko dewlet baş nas dikir û civaka kurdan û kultura kurdî jî baş nas dikir bûbû koordînatorê TRT-6-ê. Sinan Ilhan hem bi tecribeya xwe ya li wezareta derve û hem jî bi têkiliyên xwe yên germ yên digel civaka kurdî vîzyoneka berfireh hebû û karekê jidil dikir. Wî dixwest çawa ko kanalên tirkî yên TRT-ê xizmeta ziman û kultura tirkî dikin wisa jî TRT-6 xizmeta ziman û kultura kurdî bike bêyî ko bibe propagandîstê dewletê û tirkçîtiyê.

Her ji çi sebebî be gerînendeyê giştî yê TRT-ê Ibrahim Şahinî ew ji kar derxist û mirovekê ji aliyê kurdan ve qet nenas Fethullah Kirşan kir koordînatorê TRT-6-ê. Bi hatina Fethullah Kirşanî re sîmayê TRT-6-ê hat guhortin û tirkçîtî tê de xurt bû zimanê tirkî di hemî programan de zêde bû.

Hinek kes îdia dikin ko Fethullah Kirşan bi piştgiriya cemaeta Fethullah Gulenî hatiye serê TRT-6-ê lê belê li gor ko ez dizanim herçend wî di mektebên cemaetê de xwendibe jî ew ne mirovkê wisa ye ko cemaet jê hez bike. Mamostayê Fethullah Kirşanî yê di nêv cemaetê de ji min re got Fethullah Kirşan qet ne zelamê wî meqamî bû û deh salên dî jî bi kêrî wezîfeyeka wisa nedihat.

Berpirsekê bilind yê TRT-ê jî ji min re got Fethullah Kirşan ne bi meziyetên xwe yên meslekî lê belê ji ber ko hevalê zarokîtiyê yê wezîrê maliyeyê Mehmet Şimşekî ye gerînendeyê giştî yê TRT-ê Ibrahim Şahinî bêyî ko Mehmet Şimşekî jê xwestibe ew ”kiyak” li hevalê wî kiriye da têkiliyên xwe digel Mehmet Şimşekî xweş bike.

Min bi xwe jî çend caran Fethullah Kirşan dîtiye û întibaya ko li ser min maye ev e: Mirovekê wisa ye ko pozîtîv diaxive û negatîv biryaran dide. Heroj gotina xwe diguhore û herçend xwe wekî dîndar jî bide nas kirin di durûtiyê, entrîkacîtiyê û derewan de qet qusûrekê nabîne.

Ji aliyê meslekî ve jî qet haya wî jê nîne ka kanaleka ”public service” divêt weşaneka çawa bike. Ji bo wî hebe û nebe divêt di TRT-6-ê de hinek programên şahiyê yên kalîtekêm hebin û hinek jî programên dînî û sporê.

Min carekê jê re got wezîrê derve yê Tirkiyeyê Ahmet Davutogluyî serdana Kurdistana Iraqê kir û got vîzyona wî û serokê Kurdistanê Mesûd Barzanî ji bo Rojhilata-nêvê yek e û ew dê bi hev re problemên vê herêmê çareser bikin. Têkiliyên ticarî û kulturî yên Kurdistanê û Tirkiyeyê pêş dikevin û divêt TRT-6 programeka taybet ji bo xurtkirina têkiliyên herdu aliyan çêke. Fethullah Kirşanî got wezareta derve naxwaze ko TRT-6 programeka bi wî awayî çêke. Min ji berpirsên wezareta derve pirsî û wan got Fethullah Kirşan rast nabêje û ew bi xwe naxwaze programeka wisa çêke vêca dixe stoyê wezaerta derve. Di TRT-6-ê de berê programeka bi navê ”Keskesor” hebû ko carinan hinek kes ji Kurdistana Iraqê dikirin mêvanên programê. Fethullah Kirşanî ew program jî ji weşanê rakir.

Careka dî min jê re got li Tirkiyeyê 20 milyon kurd hene û Tirkiye berendama Yekîtiya Ewropayê ye. Heger Tirkiye bibe endama Yekîtiya Ewropayê hingê 20 milyon kurd jî dibin hemwelatiyên Yekîtiya Ewropayê. Ev projeyeka stratejîk ya Tirkiyeyê û roleka mezin li ser qedera kurdan dilehîze. Min gotê divêt TRT-6 ji Brûkselê programeka heftane li ser mizakereyên endametiya Tirkiyeyê û danûstandinên digel Yekîtiya Ewropayê bi kurdî çêke da 20 milyon hemwelatiyên kurd ji vê prosesê agahdar bin. Bersiva Fethullah Kirşanî ew bû ko ev ji kurdan re ”lûks” e û Tirkiye jî naxwaze bibe endama Yekîtiya Ewropayê.

Çend projeyên dî yên bi vî awayî min pê re axaftin û her carê bersiveka ji ya berê xirabtir dida û ez gehiştim qenaetekê ko ew zelam kurdan wekî xwe nezan û kêm dibîne û naxwaze ko kurd hempayê tirkan bin û wekî tirkan li vî welatî xudangotin û xudanvîzyon bin.

Demekî min bi xwe jî programeka bi navê Ewroname ji TRT-6-ê re çêdikir û me her hefte kurdekê/a ko li Ewropayê di karê xwe de bi ser ketibe dikir mêvan û mijareka xweser pê re minaqeşe dikir. Program pir dihat temaşe kirin û dema ko Fethullah Kirşan hat ser serê TRT-6-ê wî yekser xwest programê ji weşanê rake. Hêceta wî ew bû ko çima di programê de ”şahî” yanî ”xwehilavêtin” nîne yan jî çima em kurdên ko di destê ewropiyan de rezîl û perîşan bûne dernaxin.

TRT-6 kanaleka dewletê ye û bi zikat û baca kurdan û tirkan têt fînanse kirin û ne bi reklaman û ticaretê. Lewra jî divêt TRT-6 wekî kanaleka ”public service” ne li pey programên şahiyê yên kalîtekêm tenê be û programên kulturî yên kûr û giran ko kanalên dî çênakin jî amade bike û biweşîne.

Min ji hinek karmendên TRT-6-ê pirsî ka aya Fethullah Kirşan bi xwe vê kanalê bi vî awayî bi rêve dibe yan hinekan ew mecbûr kiriye ko kanalê vulgarîze û bêtam bike. Qenaeta piraniya hevkarên TRT-6-ê ew e ko Fethullah Kirşan vê meslekê nizane, civaka kurdan nas nake, mirovekê bêvîzyon e, tirsonek e û ji tirsa kursiya xwe kanal jî bi xwe re rezîl kiriye.

Di komîsyona biryardana li ser projeyên ko diçin ber destê TRT-6-ê de nijadperstên tirk yên kevneulkucu jî hene û dema ko ew û koordînatorekê wekî Fethullah Kirşanî bigihin hev weşaneka dewletçî û tirkçî ji destê wan derdikeve.

Ak Partiyê wekî karteka herî mezin ya ”rêlibervekirinê” TRT-6 ava kir û heta niho jî pê pesnê xwe û siyaseta xwe dide. Yan Ak Partiyê ha ji birêvebirina kanalê nîne û tenê li fonksiyona hebûna wê difikire yan jî bi rastî Ak Partiyê bekçî murtazayekê wekî Fethullah Kirşanî bi zanîn daniye serê TRT-6-ê û teslîmî zihniyeta MHP-ê kiriye.

Berpirsekê dî yê TRT-ê berî referandumê ji min re got Fethullah Kirşan û berpirsên TRT-6-ê hesabê xwe li ser hikûmeteka piştî Ak Patiyê dikin û weşana TRT-6-ê jî li gor wê dîzayn dikin da heger Ak Partî li ser desthilatê nemîne jî ew li ser kursiyên xwe bimînin.

Di wexta xwe de, di dema dîktatorê berê yê Iraqê Sedam Hisênî de li Bexdayê kanaleka televîzyonê ko heroj pesnê Sedam Hisênî dida û digot ”Sedam zêr e” hebû û propagandaya dewletê dikir. Kurdan ti caran guhê xwe neda wê kanalê û ew kanal hertim marjînal bû.

TRT-6 jî bi vê weşana xwe û bi vê perspektîva tirkçî û dewletçî dê nekare bi ser keve û kurd dê xêrê jê nebînin û ez bawer nakim ko tirk jî xêrê jê bibînin. Tirkiye ne mecbûr e rêya Sedam Hisênî hilbijêre û TRT-6-ê bike organa propagandeya tirkçîtiyê û dewletê.

-----------------------------------
Nivîskar: ARIF ZÊREVAN zerevan@nefel.com
Weşandin: 2010-10-19
Xwendin: 14939
 

KOLUMNÊN BERÊ   
Kurdistaneka serbixwe û [ne]cida (2016-10-02)
Şingal garantora Kobanê ye (2015-11-22)
Bakurê Kurdistanê li rêberekê wekî Mesûd Barzanî digere (2015-08-18)
Erdogan bi arîkariya PKK-ê rê li ber HDP-ê digire (2015-08-04)
Divêt HDP xwedîtiyê li dengên miletê kurd bike – firseteka nû ji bo başûrê Kurdistanê (2015-06-20)
Kurdistaneka wekî Îsraîlê belakir ava dibe (2014-09-06)
Bîst esker bûn 2 000 esker û PKK bi ser ket (2014-05-10)
BDP-ê li bakurê Kurdistanê çaryeka dengan jî negirtiye (2014-04-03)
Barzanî Kurdistan anî Diyarbekirê (2013-11-19)
Heger PKK guhê xwe bide Mesûd Barzanî naxusire (2013-09-11)
Abdullah Ocalan bi MIT-ê destpê kir û dixwaze bi MIT-ê xelas jî bike (2013-01-20)
Ji bo Kurdistaneka serbixwe Tirkiye jî qane bû (2012-04-21)
Başûrê Kurdistanê bi piştgiriya Kurdistana Sûriyeyê xizmeteka mezin ji bo bakur dike (2011-12-22)
Erdogan bakur safî neke Barzanî başûr safî nake (2011-11-02)
Rêberê PKK-ê Abdullah Ocalanî dînamêt êxist binê esasê ”konferansa kurdistanî” de (2011-07-09)
Bi tesfiyekirina ekîba "kurdên Barzanî” Erdogan bi xwe dê bibe malê tarîxê (2011-04-17)
Goraneka dîktatoryen mixalefeteka demokratîk nake (2011-03-05)
Partî bi hemahengiya Mesrûr Barzanî û Nêçîrvan Barzanî dikare xurt bibe (2010-12-29)
Li gor Ocalanî dewlet li kurdan heram e û li xelkên dî helal e (2010-08-16)
Tirkiye kanaleka zazakî vedike û klasîkên kurdî çap dike (2010-04-19)
NERÎNGEH
 
[kitêb] Sun Zî: Hunera şer (2016-04-21)
Ismail Beşikçi ji kurdan re li ser ermeniyan semînerek da (2013-09-28)
Kurdistan berî serxwebûna siyasî ”serxwebûna petrolê” û ekonomîk îlan dike (2012-05-21)
Tewanga navdêrên zimanê kurdî (2009-02-08)
Umît Firat dibêje navnîşana çareserîya pirsa kurd ne PKK ye (2008-11-11)
Hêro Talebanî: Min nedixwest Mam Celal bibe serokkomarê Iraqê [foto] (2007-05-10)
Alfabeya kurdî-latînî ji bo zimanê kurdî ji alfabeya kurdî-erebî minasibtir e (2005-11-02)
fjrigjwwe9r0TabArticles:ArticleHeadline
vv9v8v09fq:TabArticles:4;8;12;14;17;19;21;22;23;24;28;29;30;31;32;40;41;43;44;46;48;49;51;52;53;54;55;56;58;60;62;63;64;65;66;67;69;71;72;74;75;76;77;78;79;80;81;82;84;85;86;90;91;92;94;95;96;97;98;100;102;103;104;105;106;107;109;110;111;112;113;114;115;116;117;118;119;120;121;122;123;124;125;126;127;128;129;130;131;132;133;134;136;137;138;139;140;141;142;143;144;145;146;147;149;150;151;152;153;155;157;158;159;160;163;164;165;166;167;168;169;170;171;172;173;174;175;176;178;179;180;181;182;183;184;185;186;187;188;189;190;191;192;193;194;195;196;197;198;199;200;202;203;204;205;206;207;208;209;210;211;212;213;214;215;216;217;218;219;221;222;223;224;225;226;227;228;229;230;231;232;233;234;235;236;237;238;239;240;241;242;243;244;245;246;247;248;249;250;251;253;254;255;256;257;258;259;260;261;262;263;264;265;266;267;268;269;270;271;272;273;274;275;276;277;278;279;280;281;282;283;284;285;286;287;288;289;290;291;293;294;295;296;297;298;301;302;303;304;305;306;307;308;309;310;311;312;313;314;315;316;317;318;319;320;321;322;323;324;325;326;327;328;329;330;331;332;333;334;335;336;337;338;339;340;341;342;343;344;345;346;347;348;349;350;351;352;353;354;355;356;357;358;359;360;361;362;363;364;365;366;367;368;369;370;371;372;373;374;375;376;377;378;379;380;381;382;383;384;385;386;387;388;389;391;392;393;394;395;396;398;399;400;401;402;403;404;405;406;407;408;409;410;411;412;413;414;415;416;417;418;419;420;421;422;423;424;425;426;427;428;429;430;431;432;433;434;435;436;437;438;439;440;441;442;443;444;445;446;447;448;449;450;451;452;453;454;455;457;458;459;460;461;462;463;464;465;466;467;468;469;470;471;472;473;474;475;476;477;478;479;480;481;482;483;484;485;486;487;488;489;491;492;493;494;495;496;497;498;499;500;501;502;503;504;505;506;507;508;509;510;511;512;513;514;515;516;517;518;519;520;521;522;523;524;525;526;527;528;529;530;531;532;533;534;535;536;537;538;539;540;541;542;543;544;545;546;547;548;549;550;552;553;554;555;556;557;558;559;560;561;562;563;564;565;566;567;568;569;570;571;572;573;574;575;576;577;578;579;580;581;582;583;584;585;586;587;588;589;590;591;592;593;594;595;596;597;598;599;600;601;602;603;604;605;606;607;608;609;610;611;612;614;615;616;617;618;619;620;621;622;623;624;625;626;627;628;629;630;631;632;633;634;635;636;637;638;639;640;641;642;643;644;645;646;647;648;649;650;651;652;653;654;655;656;657;658;659;660;661;662;663;664;665;666;667;668;669;670;671;672;673;674;675;676;677;678;679;680;681;682;683;684;685;686;687;688;689;690;691;692;693;694;695;696;697;698;699;700;701;702;703;704;705;706;707;708;709;710;711;712;713;714;715;716;717;718;719;721;722;723;724;725;726;727;728;729;730;731;732;733;734;735;736;738;740;741;742;743;744;745;746;747;748;749;750;751;752;753;755;756;757;758;759;760;761;762;763;764;765;766;767;768;769;770;771;773;775;776;777;778;779;780;781;782;783;784;785;786;787;788;789;790;791;792;793;794;795;796;798;799;800;801;802;803;804;805;806;807;808;809;810;811;812;813;814;815;816;817;818;819;820;821;822;823;824;825;826;827;828;829;830;831;832;833;834;835;836;837;838;839;840;841;842;843;844;845;846;847;848;849;850;851;852;853;854;855;856;857;858;859;860;861;862;863;864;865;866;867;868;869;870;871;872;873;874;875;876;877;878;879;880;881;882;883;884;885;886;887;888;889;890;891;892;893;894;895;896;897;898;899;900;901;902;903;904;905;906;907;908;909;910;911;912;913;914;915;916;917;918;919;920;921;922;923;924;925;926;927;928;929;930;931;932;933;934;935;936;937;938;939;940;941;942;943;944;945;946;947;948;949;950;951;952;953;954;955;956;957;958;959;960;961;962;963;964;965;966;967;968;969;970;971;972;973;974;975;976;977;978;979;980;981;982;983;984;985;986;987;988;989;990;991;992;993;994;995;996;997;998;999;1000;1001;1002;1003;1004;1005;1006;1007;1009;1010;1011;1012;1013;1014;1015;1016;1017;1018;1019;1020;1021;1022;1023;1024;1025;1026;1027;1028;1029;1030;1031;1032;1033;1034;1035;1036;1037;1038;1039;1040;1041;1042;1043;1044;1045;1046;1047;1048;1049;1050;1051;1052;1053;1054;1055;1056;1057;1058;1059;1060;1061;1062;1063;1064;1065;1066;1067;1068;1069;1070;1071;1072;1073;1074;1075;1076;1077;1078;1079;1080;1081;1082;1083;1084;1085;1086;1087;1088;1089;1090;1091;1092;1093;1094;1095;1096;1097;1098;1099;1100;1101;1102;1103;1104;1105;1106;1107;1108;1109;1110;1111;1112;1113;1114;1115;1116;1117;1118;1119;1120;1121;1122;1123;1124;1125;1126;1127;1128;1129;1130;1131;1132;1133;1134;1135;1136;1137;1138;1139;1140;1141;1142;1143;1144;1145;1146;1147;1148;1149;1150;1151;1152;1153;1154;1155;1156;1157;1158;1159;1160;1161;1162;1163;1164;1165;1166;1167;1168;1169;1170;1171;1172;1173;1174;1175;1176;1177;1178;1179;1180;1181;1182;1183;1184;1185;1186;1187;1188;1189;1190;1191;1192;1193;1194;1195;1196;1197;1198;1199;1200;1201;1202;1203;1204;1205;1206;1207;1209;1210;1211;1212;1213;1214;1215;1216;1217;1218;1219;1220;1221;1222;1223;1224;1225;1226;1227;1228;1229;1230;1231;1232;1233;1234;1235;1236;1237;1238;1239;1240;1241;1242;1243;1244;1245;1246;1247;1248;1249;1250;1251;1252;1253;1254;1255;1256;1257;1258;1259;1260;1261;1262;1263;1264;1265;1266;1267;1268;1269;1270;1271;1272;1273;1274;1275;1276;1277;1278;1279;1280;1281;1282;1283;1284;1285;1286;1287;1288;1289;1290;1291;1292;1293;1294;1295;1296;1297;1298;1299;1300;1301;1302;1303;1304;1305;1306;1307;1308;1309;1310;1311;1312;1313;1314;1315;1316;1317;1318;1319;1320;1321;1322;1323;1324;1325;1326;1327;1328;1329;1330;1331;1332;1333;1334;1335;1336;1337;1338;1339;1340;1341;1342;1343;1344;1345;1346;1347;1348;1349;1350;1351;1352;1353;1354;1355;1356;1357;1358;1359;1360;1361;1362;1363;1364;1365;1366;1367;1368;1369;1370;1371;1372;1373;1374;1375;1376;1377;1378;1379;1380;1381;1382;1383;1384;1385;1386;1387;1388;1389;1390;1391;1392;1393;1394;1395;1396;1400;1401;1402;1403;1404;1405;1406;1407;1408;1409;1411;1412;1413;1414;1415;1416;1417;1418;1419;1420;1421;1422;1423;1424;1425;1426;1427;1428;1429;1430;1431;1432;1433;1434;1435;1436;1437;1438;1439;1440;1441;1442;1443;1444;1445;1446;1447;1448;1449;1450;1451;1452;1453;1454;1455;1456;1457;1458;1459;1460;1461;1462;1463;1464;1465;1466;1467;1468;1469;1470;1471;1472;1473;1474;1475;1476;1477;1478;1479;1480;1481;1482;1484;1485;1486;1487;1488;1489;1490;1491;1492;1493;1494;1495;1496;1497;1498;1499;1500;1502;1503;1504;1505;1506;1507;1508;1510;1511;1512;1513;1514;1515;1516;1517;1518;1519;1520;1521;1522;1523;1524;1525;1526;1527;1528;1529;1530;1531;1532;1533;1534;1535;1536;1537;1538;1539;1540;1541;1542;1543;1544;1545;1546;1547;1548;1549;1550;1551;1552;1553;1555;1556;1557;1558;1559;1560;1561;1562;1563;1564;1565;1566;1567;1568;1569;1570;1571;1572;1573;1574;1575;1576;1577;1578;1579;1580;1581;1582;1583;1584;1585;1586;1587;1588;1589;1590;1591;1592;1593;1594;1596;1597;1598;1599;1600;1601;1602;1605;1606;1607;1608;1609;1610;1611;1612;1613;1614;1615;1616;1617;1618;1619;1620;1621;1622;1623;1624;1625;1627;1628;1629;1630;1631;1632;1633;1634;1635;1636;1637;1638;1639;1640;1641;1642;1643;1644;1645;1646;1647;1648;1649;1650;1651;1652;1653;1654;1655;1656;1657;1658;1659;1660;1661;1662;1663;1664;1665;1666;1667;1668;1669;1670;1671;1672;1673;1674;1675;1676;1677;1678;1679;1680;1681;1682;1683;1684;1685;1686;1687;1688;1689;1690;1691;1692;1693;1694;1695;1696;1697;1698;1699;1700;1701;1702;1703;1704;1705;1706;1707;1708;1709;1710;1711;1712;1713;1714;1715;1716;1717;1718;1719;1720;1721;1722;1723;1724;1725;1726;1727;1728;1729;1730;1731;1732;1733;1734;1735;1736;1737;1738;1739;1740;1741;1742;1743;1744;1745;1746;1747;1748;1749;1750;1751;1752;1753;1754;1755;1756;1757;1758;1759;1760;1761;1762;1763;1764;1765;1766;1767;1768;1769;1770;1771;1772;1773;1774;1775;1776;1777;1778;1779;1780;1781;1782;1783;1784;1785;1786;1787;1788;1789;1790;1791;1792;1793;1794;1795;1796;1797;1798;1799;1800;1801;1802;1803;1804;1805;1806;1807;1808;1809;1810;1811;1812;1813;1814;1815;1816;1817;1818;1819;1820;1821;1822;1823;1824;1825;1826;1827;1828;1829;1830;1831;1832;1833;1834;1835;1836;1837;1838;1839;1840;1841;1842;1843;1844;1845;1846;1847;1848;1849;1850;1851;1852;1853;1854;1855;1856;1857;1858;1859;1860;1861;1862;1863;1864;1865;1866;1867;1868;1869;1870;187Ferqa di nêvbera »ko«, »ku« û »kû« de (2005-05-19)
fjrigjwwe9r0TabArticles:ArticleHeadline
Xewna Mesûd Barzanî ji başûrê Kurdistanê mezintir e (2005-02-07)
 
REKLAM


KOLUMNÎST
Şebabê Egît nabe Şeroyê Biro û ez jî nabim ”heval”
Tolstoy û xelata Nobelê
Kurdistaneka serbixwe û [ne]cida
Heşt rojên şerê xendekê – I
Em û felsefe
Hilbijartinên Kurdistanê ez şok kirim
© 1997–2024 www.nefel.com  |  E-poste: info@nefel.com  |  Powered by Medesoft.org