[ PÊNCŞEM, 2024-03-28 ]   [ BIKE MALPERA DESTPÊKÊ ]   [ BÊXE NÊV BIJAREYAN ]   [ KONTAKT ]   [ INFO ]   [ LÊGERÎN & ARŞÎV ]  
DESTPÊK
Nûçe
Nivîsar
Kulturmagazîn
Hevpeyvîn
Kolumnîst
Ewrokurd
E-Pirtûk
Lîteratûr
Ziman
Muzîk
Foto
Lînk
E-POSTEYA TE
  Nav (Username)  
   
  Þîfre (Password)  
   
   
     
   »E-posteyeka nû
 bo xwe qeyd bike
 
REKLAM


KOLUMNÎST 
Navê kitêba Ehmedê Xanî »Memozîn« e û ne »Mem û Zîn« e
STOCKHOLM, 8/9 2008 — Mîrê kirmanciya modern mîr Celadet Alî Bedir-Xan ji bo Ehmedê Xanî dibêje ew ne tenê pêxember e, lê belê ew xudankitêb e jî. Pêxemberê ola kurdan ya nijadî û neteweyî, û xudanê kitêba »Memozînê«.

Ev pesnekê payebilind e û kurd »Memozînê« wekî qur’aneka kurdewariyê datînin ber serê xwe û heta hinek kurd û oryentalîst dibêjin fikra dewleta neteweyî û neteweperestiyê berî ko li Ewropayê belav bibe li nik Ehmedê Xanî pir vekirî hebû.

Jiyan û eserên Ehmedê Xanî

Di heqê çêbûna Ehmedê Xanî de qenaeteka hevbeş heye ko ew sala 1061-ê hicrî (1650–51-ê mîladî) hatiye dinyayê ji ber Ehmedê Xanî bi xwe di »Memozînê« de dinivîsîne:

Lewra ko dema ji xeybê fek bû
Tarîx hezar û şêst û yek bû

Îsal gihişte çill û çaran
Wî pêşrewê gunahikaran

Ji beyta didoyê diyar dibe ko Ehmedê Xanî »Memozîn« di 44-saliya xwe de xelas kiriye ko dibe 1105-ê hicrî û mîladiya wê jî dibe 1693–94. Ehmedê Xanî kengê miriye ne diyar e û heta niho ti belgeyên piştrast ji bo tarîxa mirina wî nînin. Lê belê Elaedîn Secadî di kitêba xwe »Mêjûy edebî kurdî« de dinivîsîne ko Ehmedê Xanî sala 1118-ê hicrî miriye û ew jî dibe 1706–07-ê mîladî.

Ehmedê Xanî behsa roj û meha çêbûna xwe nekiriye û herwiha behsa roj û meha temamkirina nivîsandina »Memozînê« jî nekiriye. Vêca gava ko mirov sala 1061-ê hicrî vediguhore bo mîladî bersiv dibe 1650 û gava ko mirov sala 1105-ê hicrî jî vediguhore bo mîladî bersiv dibe 1693. Hinek kes dibêjin ji ber ko ji sala 1061-ê hicrî tenê hefteyek dikeve ber sala 1650-yê mîladî hingê baştir e ko mirov bihesibîne ko Ehmedê Xanî sala 1651-ê mîladî hatiye dinyayê. Bi baweriya min ev hesabekê şaş e û mimkin e ko Ehmedê Xanî di hefteya yekê ya 1061-ê hicrî de çêbûbe û ew jî dikeve hemberî 1650-yê mîladî. Ji ber hindê jî pêwist nake ko em behsa rojan û hefteyan bikin û divêt em tenê xwe bispêrin salan û hingê jî sala çêbûna Ehmedê Xanî bi mîladî dibe 1650, sala temamkirina nivîsandina »Memozînê« dibe 1693 û sala mirina wî jî dibe 1706. Ji bo zelalkirina ferqa di nêvbera salên hicrî û mîladî de ez dê şeş tarîxan li vê derê binivîsînim da xwendevan baştir problemê fêm bikin.

I. Sala çêbûna Ehmedê Xanî

hicrî — mîladî
1/1 1061 — 24/12 1650
30/12 1061 — 14/12 1651

II. Sala temamkirina nivîsandina »Memozînê«

hicrî — mîladî
1/1 1105 — 2/9 1693
30/12 1105 — 22/8 1694

III. Sala mirina Ehmedê Xanî

hicrî — mîladî
1/1 1118 — 14/4 1706
30/12 1118 — 4/4 1707

Ehmedê Xanî, her cardî li gor piraniya serkaniyan, ji devera Hekariyan e û xelkê eşîra xaniyan e. Ji ber nisbeta xwe ya bi eşîra xaniyan ve nasnavê xwe kiriye »Xanî«. Hinek kes dibêjin navê gundê wî jî »Xan« bûye û jê re dibêjin »Xana sê gundan«. Di zimanê kurdî de navên hemî eşîran bi parkîta »an«-ê xelas dibin û ji ber hindê heger rayeka bêjeyê »xan« jî be navê eşîrê »xaniyan« e. Bo nimûne ji mirovekê bi ser eşîra »botan«, »behdînan«, »zêbariyan« û »barzaniyan« ve mirov dibêje »botî«, »behdînî«, »zêbarî« û »barzanî«. Vêca heger Ehmedê Xanî ji eşîra xaniyan be yan jî ji devera Xaniyan (cihê ko eşîr lê dijît) be, di herdu rewşan de jî divêt paşnavê wî bibe Xanî ko nisbeta wî bi eşîrê yan bi cihê eşîrê ve diyar dike.

Ehmedê Xanî li bajarê Cizîrê jiyaye û wî jî wekî melayên dema xwe û melayên piştî xwe di berhemên xwe yên nivîskî de – îstisna ne tê de – devoka Botan bi kar aniye. Mele Mehmûdê Bayezîdî jî herçend serhedî bû di tekstên xwe de devoka Botan bi kar aniye ji ber zimanê kurdî yê edebî bi wê devokê dihat nivîsandin.

Çar berhemên naskirî yên Ehmedê Xanî hene: 1) Memozîn, 2) Nûbihara biçûkan, 3) Eqîda îmanê û 4) Eqîdeya îslamê. Ji bilî van herçar berheman bi rêya Mele Mehmûdê Bayezîdî û Alexander Jabayî dor 25 helbestên Ehmedê Xanî hene ko li S:t Petersburgê, li Rûsyayê, hatine parastin. Celadet Alî Bedir-Xan di »Hawarê« de dinivîsîne ko kitêbeka Ehmedê Xanî ya li ser coxrafyayê jî heye lê belê wî ew nedîtiye.

Navê kitêba Ehmedê Xanî »Memozîn« e

Heta niho piraniya kurdan, ez bi xwe jî di nêv de, navê kitêba Ehmedê Xanî xelet dinivîsînin. Celadet Alî Bedir-Xanî sala 1942-yê di »Hawarê« de (hjm. 45) behsa navê kitêba Ehmedê Xanî kiriye û nivîsandiye ko navê wê »Memozîn« e, û ne »Mem û Zîn« e:

»Ji esera Xanî re Memozîn dibêjin. Ev gotin ji du bêjeyan bihevketî ye. Mem û Zîn; navên qehremanên çîrokê. Lê melayên kurdan ew xistine şikilê Memozîn û îro jê re ji »Mem û Zîn« bêtir »Memozîn« tête gotin.«

Sebeba vê xeletiya berbilav ew e ko di çîrokên piraniya miletan de, ko ji navê du kesan pêk tên, navê berhemê û yê herdu qehremanên sereke yên berhemê wekî êk têne nivîsandin. Bo nimûne »Ferhad û Þîrîn«, »Leyla û Mecnûn« û hwd. Ez bawer dikim her bi vê mantiqê piraniya kurdan jî navê kitêba Ehmedê Xanî wekî »Mem û Zîn« dinivîsînin. Rastiya wê ew e ko »Mem« û »Zîn« du qehremanên çîroka »Memê Alan« in û di heman demê de du qehremanên kitêba Ehmedê Xanî »Memozînê« ne. Navê çîroka folklorîk jî »Memê Alan« e û ne »Mem û Zîn« e. Wekî ko Celadet Alî Bedir-Xan jî dibêje hemî melayên kurdan navê kitêba Ehmedê Xanî bi awayê »Memozîn« bi lêv dikin û çawa Ehmedê Xanî ji çîroka folklorîk ya kurdî berhemeka xweser afirandiye wisa jî navekê xweser ji bo berhema xwe afirandiye ko »Memozîn« e.

Têbînî: Ev nivîsar ji pêşgotina transkrîpsiyona nû ya »Memozînê« ko min 10-ê kanûna-paşiyê sala 2004-ê nivîsiye hatiye girtin.

-----------------------------------
Nivîskar: ARIF ZÊREVAN zerevan@nefel.com
Weşandin: 2008-09-08
Xwendin: 7972
 

KOLUMNÊN BERÊ   
Kurdistaneka serbixwe û [ne]cida (2016-10-02)
Şingal garantora Kobanê ye (2015-11-22)
Bakurê Kurdistanê li rêberekê wekî Mesûd Barzanî digere (2015-08-18)
Erdogan bi arîkariya PKK-ê rê li ber HDP-ê digire (2015-08-04)
Divêt HDP xwedîtiyê li dengên miletê kurd bike – firseteka nû ji bo başûrê Kurdistanê (2015-06-20)
Kurdistaneka wekî Îsraîlê belakir ava dibe (2014-09-06)
Bîst esker bûn 2 000 esker û PKK bi ser ket (2014-05-10)
BDP-ê li bakurê Kurdistanê çaryeka dengan jî negirtiye (2014-04-03)
Barzanî Kurdistan anî Diyarbekirê (2013-11-19)
Heger PKK guhê xwe bide Mesûd Barzanî naxusire (2013-09-11)
Abdullah Ocalan bi MIT-ê destpê kir û dixwaze bi MIT-ê xelas jî bike (2013-01-20)
Ji bo Kurdistaneka serbixwe Tirkiye jî qane bû (2012-04-21)
Başûrê Kurdistanê bi piştgiriya Kurdistana Sûriyeyê xizmeteka mezin ji bo bakur dike (2011-12-22)
Erdogan bakur safî neke Barzanî başûr safî nake (2011-11-02)
Rêberê PKK-ê Abdullah Ocalanî dînamêt êxist binê esasê ”konferansa kurdistanî” de (2011-07-09)
Bi tesfiyekirina ekîba "kurdên Barzanî” Erdogan bi xwe dê bibe malê tarîxê (2011-04-17)
Goraneka dîktatoryen mixalefeteka demokratîk nake (2011-03-05)
Partî bi hemahengiya Mesrûr Barzanî û Nêçîrvan Barzanî dikare xurt bibe (2010-12-29)
Ak Partiyê kanala kurdî TRT-6 vekir û teslîmî zihniyeta MHP-ê kir (2010-10-19)
Li gor Ocalanî dewlet li kurdan heram e û li xelkên dî helal e (2010-08-16)
NERÎNGEH
 
[kitêb] Sun Zî: Hunera şer (2016-04-21)
Ismail Beşikçi ji kurdan re li ser ermeniyan semînerek da (2013-09-28)
Kurdistan berî serxwebûna siyasî ”serxwebûna petrolê” û ekonomîk îlan dike (2012-05-21)
Tewanga navdêrên zimanê kurdî (2009-02-08)
Umît Firat dibêje navnîşana çareserîya pirsa kurd ne PKK ye (2008-11-11)
Hêro Talebanî: Min nedixwest Mam Celal bibe serokkomarê Iraqê [foto] (2007-05-10)
Alfabeya kurdî-latînî ji bo zimanê kurdî ji alfabeya kurdî-erebî minasibtir e (2005-11-02)
fjrigjwwe9r0TabArticles:ArticleHeadline
vv9v8v09fq:TabArticles:4;8;12;14;17;19;21;22;23;24;28;29;30;31;32;40;41;43;44;46;48;49;51;52;53;54;55;56;58;60;62;63;64;65;66;67;69;71;72;74;75;76;77;78;79;80;81;82;84;85;86;90;91;92;94;95;96;97;98;100;102;103;104;105;106;107;109;110;111;112;113;114;115;116;117;118;119;120;121;122;123;124;125;126;127;128;129;130;131;132;133;134;136;137;138;139;140;141;142;143;144;145;146;147;149;150;151;152;153;155;157;158;159;160;163;164;165;166;167;168;169;170;171;172;173;174;175;176;178;179;180;181;182;183;184;185;186;187;188;189;190;191;192;193;194;195;196;197;198;199;200;202;203;204;205;206;207;208;209;210;211;212;213;214;215;216;217;218;219;221;222;223;224;225;226;227;228;229;230;231;232;233;234;235;236;237;238;239;240;241;242;243;244;245;246;247;248;249;250;251;253;254;255;256;257;258;259;260;261;262;263;264;265;266;267;268;269;270;271;272;273;274;275;276;277;278;279;280;281;282;283;284;285;286;287;288;289;290;291;293;294;295;296;297;298;301;302;303;304;305;306;307;308;309;310;311;312;313;314;315;316;317;318;319;320;321;322;323;324;325;326;327;328;329;330;331;332;333;334;335;336;337;338;339;340;341;342;343;344;345;346;347;348;349;350;351;352;353;354;355;356;357;358;359;360;361;362;363;364;365;366;367;368;369;370;371;372;373;374;375;376;377;378;379;380;381;382;383;384;385;386;387;388;389;391;392;393;394;395;396;398;399;400;401;402;403;404;405;406;407;408;409;410;411;412;413;414;415;416;417;418;419;420;421;422;423;424;425;426;427;428;429;430;431;432;433;434;435;436;437;438;439;440;441;442;443;444;445;446;447;448;449;450;451;452;453;454;455;457;458;459;460;461;462;463;464;465;466;467;468;469;470;471;472;473;474;475;476;477;478;479;480;481;482;483;484;485;486;487;488;489;491;492;493;494;495;496;497;498;499;500;501;502;503;504;505;506;507;508;509;510;511;512;513;514;515;516;517;518;519;520;521;522;523;524;525;526;527;528;529;530;531;532;533;534;535;536;537;538;539;540;541;542;543;544;545;546;547;548;549;550;552;553;554;555;556;557;558;559;560;561;562;563;564;565;566;567;568;569;570;571;572;573;574;575;576;577;578;579;580;581;582;583;584;585;586;587;588;589;590;591;592;593;594;595;596;597;598;599;600;601;602;603;604;605;606;607;608;609;610;611;612;614;615;616;617;618;619;620;621;622;623;624;625;626;627;628;629;630;631;632;633;634;635;636;637;638;639;640;641;642;643;644;645;646;647;648;649;650;651;652;653;654;655;656;657;658;659;660;661;662;663;664;665;666;667;668;669;670;671;672;673;674;675;676;677;678;679;680;681;682;683;684;685;686;687;688;689;690;691;692;693;694;695;696;697;698;699;700;701;702;703;704;705;706;707;708;709;710;711;712;713;714;715;716;717;718;719;721;722;723;724;725;726;727;728;729;730;731;732;733;734;735;736;738;740;741;742;743;744;745;746;747;748;749;750;751;752;753;755;756;757;758;759;760;761;762;763;764;765;766;767;768;769;770;771;773;775;776;777;778;779;780;781;782;783;784;785;786;787;788;789;790;791;792;793;794;795;796;798;799;800;801;802;803;804;805;806;807;808;809;810;811;812;813;814;815;816;817;818;819;820;821;822;823;824;825;826;827;828;829;830;831;832;833;834;835;836;837;838;839;840;841;842;843;844;845;846;847;848;849;850;851;852;853;854;855;856;857;858;859;860;861;862;863;864;865;866;867;868;869;870;871;872;873;874;875;876;877;878;879;880;881;882;883;884;885;886;887;888;889;890;891;892;893;894;895;896;897;898;899;900;901;902;903;904;905;906;907;908;909;910;911;912;913;914;915;916;917;918;919;920;921;922;923;924;925;926;927;928;929;930;931;932;933;934;935;936;937;938;939;940;941;942;943;944;945;946;947;948;949;950;951;952;953;954;955;956;957;958;959;960;961;962;963;964;965;966;967;968;969;970;971;972;973;974;975;976;977;978;979;980;981;982;983;984;985;986;987;988;989;990;991;992;993;994;995;996;997;998;999;1000;1001;1002;1003;1004;1005;1006;1007;1009;1010;1011;1012;1013;1014;1015;1016;1017;1018;1019;1020;1021;1022;1023;1024;1025;1026;1027;1028;1029;1030;1031;1032;1033;1034;1035;1036;1037;1038;1039;1040;1041;1042;1043;1044;1045;1046;1047;1048;1049;1050;1051;1052;1053;1054;1055;1056;1057;1058;1059;1060;1061;1062;1063;1064;1065;1066;1067;1068;1069;1070;1071;1072;1073;1074;1075;1076;1077;1078;1079;1080;1081;1082;1083;1084;1085;1086;1087;1088;1089;1090;1091;1092;1093;1094;1095;1096;1097;1098;1099;1100;1101;1102;1103;1104;1105;1106;1107;1108;1109;1110;1111;1112;1113;1114;1115;1116;1117;1118;1119;1120;1121;1122;1123;1124;1125;1126;1127;1128;1129;1130;1131;1132;1133;1134;1135;1136;1137;1138;1139;1140;1141;1142;1143;1144;1145;1146;1147;1148;1149;1150;1151;1152;1153;1154;1155;1156;1157;1158;1159;1160;1161;1162;1163;1164;1165;1166;1167;1168;1169;1170;1171;1172;1173;1174;1175;1176;1177;1178;1179;1180;1181;1182;1183;1184;1185;1186;1187;1188;1189;1190;1191;1192;1193;1194;1195;1196;1197;1198;1199;1200;1201;1202;1203;1204;1205;1206;1207;1209;1210;1211;1212;1213;1214;1215;1216;1217;1218;1219;1220;1221;1222;1223;1224;1225;1226;1227;1228;1229;1230;1231;1232;1233;1234;1235;1236;1237;1238;1239;1240;1241;1242;1243;1244;1245;1246;1247;1248;1249;1250;1251;1252;1253;1254;1255;1256;1257;1258;1259;1260;1261;1262;1263;1264;1265;1266;1267;1268;1269;1270;1271;1272;1273;1274;1275;1276;1277;1278;1279;1280;1281;1282;1283;1284;1285;1286;1287;1288;1289;1290;1291;1292;1293;1294;1295;1296;1297;1298;1299;1300;1301;1302;1303;1304;1305;1306;1307;1308;1309;1310;1311;1312;1313;1314;1315;1316;1317;1318;1319;1320;1321;1322;1323;1324;1325;1326;1327;1328;1329;1330;1331;1332;1333;1334;1335;1336;1337;1338;1339;1340;1341;1342;1343;1344;1345;1346;1347;1348;1349;1350;1351;1352;1353;1354;1355;1356;1357;1358;1359;1360;1361;1362;1363;1364;1365;1366;1367;1368;1369;1370;1371;1372;1373;1374;1375;1376;1377;1378;1379;1380;1381;1382;1383;1384;1385;1386;1387;1388;1389;1390;1391;1392;1393;1394;1395;1396;1400;1401;1402;1403;1404;1405;1406;1407;1408;1409;1411;1412;1413;1414;1415;1416;1417;1418;1419;1420;1421;1422;1423;1424;1425;1426;1427;1428;1429;1430;1431;1432;1433;1434;1435;1436;1437;1438;1439;1440;1441;1442;1443;1444;1445;1446;1447;1448;1449;1450;1451;1452;1453;1454;1455;1456;1457;1458;1459;1460;1461;1462;1463;1464;1465;1466;1467;1468;1469;1470;1471;1472;1473;1474;1475;1476;1477;1478;1479;1480;1481;1482;1484;1485;1486;1487;1488;1489;1490;1491;1492;1493;1494;1495;1496;1497;1498;1499;1500;1502;1503;1504;1505;1506;1507;1508;1510;1511;1512;1513;1514;1515;1516;1517;1518;1519;1520;1521;1522;1523;1524;1525;1526;1527;1528;1529;1530;1531;1532;1533;1534;1535;1536;1537;1538;1539;1540;1541;1542;1543;1544;1545;1546;1547;1548;1549;1550;1551;1552;1553;1555;1556;1557;1558;1559;1560;1561;1562;1563;1564;1565;1566;1567;1568;1569;1570;1571;1572;1573;1574;1575;1576;1577;1578;1579;1580;1581;1582;1583;1584;1585;1586;1587;1588;1589;1590;1591;1592;1593;1594;1596;1597;1598;1599;1600;1601;1602;1605;1606;1607;1608;1609;1610;1611;1612;1613;1614;1615;1616;1617;1618;1619;1620;1621;1622;1623;1624;1625;1627;1628;1629;1630;1631;1632;1633;1634;1635;1636;1637;1638;1639;1640;1641;1642;1643;1644;1645;1646;1647;1648;1649;1650;1651;1652;1653;1654;1655;1656;1657;1658;1659;1660;1661;1662;1663;1664;1665;1666;1667;1668;1669;1670;1671;1672;1673;1674;1675;1676;1677;1678;1679;1680;1681;1682;1683;1684;1685;1686;1687;1688;1689;1690;1691;1692;1693;1694;1695;1696;1697;1698;1699;1700;1701;1702;1703;1704;1705;1706;1707;1708;1709;1710;1711;1712;1713;1714;1715;1716;1717;1718;1719;1720;1721;1722;1723;1724;1725;1726;1727;1728;1729;1730;1731;1732;1733;1734;1735;1736;1737;1738;1739;1740;1741;1742;1743;1744;1745;1746;1747;1748;1749;1750;1751;1752;1753;1754;1755;1756;1757;1758;1759;1760;1761;1762;1763;1764;1765;1766;1767;1768;1769;1770;1771;1772;1773;1774;1775;1776;1777;1778;1779;1780;1781;1782;1783;1784;1785;1786;1787;1788;1789;1790;1791;1792;1793;1794;1795;1796;1797;1798;1799;1800;1801;1802;1803;1804;1805;1806;1807;1808;1809;1810;1811;1812;1813;1814;1815;1816;1817;1818;1819;1820;1821;1822;1823;1824;1825;1826;1827;1828;1829;1830;1831;1832;1833;1834;1835;1836;1837;1838;1839;1840;1841;1842;1843;1844;1845;1846;1847;1848;1849;1850;1851;1852;1853;1854;1855;1856;1857;1858;1859;1860;1861;1862;1863;1864;1865;1866;1867;1868;1869;1870;187Ferqa di nêvbera »ko«, »ku« û »kû« de (2005-05-19)
fjrigjwwe9r0TabArticles:ArticleHeadline
Xewna Mesûd Barzanî ji başûrê Kurdistanê mezintir e (2005-02-07)
 
REKLAM


KOLUMNÎST
Şebabê Egît nabe Şeroyê Biro û ez jî nabim ”heval”
Tolstoy û xelata Nobelê
Kurdistaneka serbixwe û [ne]cida
Heşt rojên şerê xendekê – I
Em û felsefe
Hilbijartinên Kurdistanê ez şok kirim
© 1997–2024 www.nefel.com  |  E-poste: info@nefel.com  |  Powered by Medesoft.org