[ ÎNÊ, 2024-04-19 ]   [ BIKE MALPERA DESTPÊKÊ ]   [ BÊXE NÊV BIJAREYAN ]   [ KONTAKT ]   [ INFO ]   [ LÊGERÎN & ARŞÎV ]  
DESTPÊK
Nûçe
Nivîsar
Kulturmagazîn
Hevpeyvîn
Kolumnîst
Ewrokurd
E-Pirtûk
Lîteratûr
Ziman
Muzîk
Foto
Lînk
E-POSTEYA TE
  Nav (Username)  
   
  Þîfre (Password)  
   
   
     
   »E-posteyeka nû
 bo xwe qeyd bike
 
REKLAM


KOLUMNÎST 
[analîz] Çima bêhna Abdullah Ocalanî ji teksta bangewaziya Kendal Nezanî têt
STOCKHOLM, 29/4 2008 — Di nivîsara xwe ya berê de min ji bo teksta bangewaziyê ya Enstîtuya Kurdî ya Parîsê got “ji teksta Kendal Nezanî bêhna rêberê PKK-ê Abdullah Ocalanî têt”. Di vê analîzê de ez dê lêbixebitim îsbat bikim ko çarçeweya siyasî ya wê bangewaziyê ya rêberê PKK-ê Abdullah Ocalanî ye. Bixwînin û ecêbgirtî bibin.

Herçend navê enstîtuya ko Kendal Nezan serokê wê ye Enstîtuya Kurdî ya Parîsê be jî teksta bangewaziyê berê bi tirkî hatiye nivîsandin û paşê ji tirkî hatiye wergerandin bo zimanê kurdî. Di teksta orjînal ya tirkî de ko enstîtuyê dixwest belav bike de behsa rewşa rêberê PKK-ê Abdullah Ocalanî jî hebû.

Zimanê tekstê û termînolojiya wê yekcar ya apociyan bû û mohra Abdullah Ocalanî bi aşkerayî li ser xuya dikir. Paşê zimanê tekstê piçekê hat “serast” kirin û ew paragrafa ko behsa Abdullah Ocalanî dikir jê hat derxistin da bêhna Abdullah Ocalanî wisa bi awayekê beloq ji tekstê neyêt.

Di versiyona teksta orjînal ya bi zimanê tirkî de wiha behsa Abdullah Ocalanî dihat kirin.

— Cezaevlerinde tutuklu bulunan Kürt lider ve kadrolarına yasalar çerçevesinde yaklaşılmamakta, insani ihtiyaçları bile karşılanmamakta ve gerekli tedavileri yapılmamaktadır.

Yanî:

— Helwêsta li hemberî rêber [yanî Abdullah Ocalan] û kadroyên kurd yên di zîndanan de ne di çarçeweya qanûnan de ye, pêwistiyên wan yên insanî jî nayên eda kirin û tedawiya wan ya pêwist nayêt kirin. [ji teksta orjînal ya Enstîtuya Kurdî ya Parîsê]

Hinekan xwest xêrekê li Kendal Nezanî û Enstîtuya Kurdî ya Parîsê bikin û lewra ev paragraf ji tekstê avêt û zimanê tekstê yê mîlîtan nerm kir û ji aliyê îmlayê ve jî serast kir. Lê belê çarçeweya siyasî û fikrî ya PKK-ê û Abdullah Ocalanî di tekstê de ma û em niho li wê temaşa bikin.

Partiya Karkerên Kurdistanê û medyaya wê, rêberê PKK-ê Abdullah Ocalanî wekî “rêberê gelê kurd” bi nav dikin û ev bi zanîn têt kirin. Berê apociyan ji rêberê xwe re digot “serokê neteweyî” û paşê dest ji bêjeya “neteweyî” berdan û niho bêjeya “gel” bi kar tînin. Li gor Abdullah Ocalanî li Tirkiyeya siyasî ya îro tenê yek netewe heye û ew jî “miletê tirk” e. “Gelê kurd” û “gelên” dî ko li Tirkiyeyê dijîn beşek ji “miletê tirk (Turk Milleti)” in û lewra apocî bêjeya “miletê kurd” yan “neteweya kurd” bi kar naînin û di şûna wê de bêjeya “gelê kurd” wekî parçeyek ji “miletê tirk” bi kar tînin.

Di bangewaziya Enstîtuya Kurdî ya Parîsê ya ko li xelkê belav dibe de wiha behsa “miletê kurd” têt kirin.

— Nasnameya gelê kurd ê ko ji destpêka avakirina Komara Tirkiyê û bi vir de nêzîkî ji çaran yekê nifûsa wê pêk tîne tune hatiye hesibandin, zimanê wî hatiye qedexe kirin û bikaranîna wî weke cirm hatiye hesibandin, çanda wî hatiye înkar kirin û ew hîn jî ji gellek mafên din ên mirovî bêpar hatiye hiştin.

Yanî li gor vê binavkirinê li bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê miletek ko navê wî kurd be nîne û tenê miletê tirk heye û kurd jî wekî grupeka insanan yan jî wekî “gelekî” parçeyek ji miletê tirk in.

Enstîtuya Kurdî ya Parîsê û şirîka wê PKK piştî ko dest ji hebûna “miletê kurd” li bakurê Kurdistanê berdidin divêt ew dest ji hebûna welatê kurdan Kurdistanê jî berdin û lewra di bangewaziya xwe de dibêjin:

— Em Kurd in û dixwazin bi vê nasnameya xwe bên nas kirin, li ser axa bav û kalên xwe bi rûmet û nasnameya xwe weke Kurd bijîn.

Baş e, ma navê axa bav û kalên Kendal Nezanî û Abdullah Ocalanî çi ye? Heger ne Kurdistan be divêt Tirkiye be. Di teksta bangewaziyê de welatê Kendal Nezan, Abdullah Ocalanî û kurdên bakur wekî Tirkiye hatiye qebûl kirin û lewra wiha hatiye nivîsandin:

— Ji aliyekî ve hê jî realîteya kurdî li Tirkiyeyê nayê qebûl kirin û ji aliyê din ve jî ev realîte weke pirsa terorê tê dîtin.

Di taliya bangewaziyê de behsa “herêma kurdî” wekî devereka “welatê Tirkiyeyê” heye û dibêje:

— Helbet Kurd jî ji alîkariya madî ya Yekîtiya Ewrûpî ya ko her sal bi sedan milyon dolaran didin Filistînê memnûn in. Lê, divê her ev Ewrûpa, ji bo ji nû ve avadankirina herêma kurdî ya welatê namzed Turkiye jî, ko ji alî aborî ve hatiye îhmal kirin û bi paşde hiştin, bi taybetî jî ji bo jinûveavakirina 3400 gund û bajarokên ko di salên 1990-î de ji alî dewletê ve bi behaneya ewlekariyê bi zorê hatine valakirin û wêrankirin jî alîkariyê bike.

Ev jî termînolojiya PKK-ê û rêberê wê Abdullah Ocalanî ye. Li gor vê binavkirinê li Tirkiyeya siyasî ya îro herêmeka cografî ko navê wê Kurdistan be nîne û bakurê Kurdistanê jî wekî herêmeka “welatê Tirkiyeyê” hatiye hesibandin.

Li gor qanûna esasî ya Iraqê navê başûrê Kurdistanê wekî “herêma Kurdistanê” ya Iraqê derbas dibe û ne wekî “herêma kurdî” ya Iraqê.

Li herêma Anatolyaya-nêvê ya nêzîkî Enqereyê deverên ko kurd lê dijîn hene (wekî Kulu û Cihanbeylî) û mirov dikare ji wan cihan re bibêje “herêma kurdî” ji ber wekî cografya ew dever Tirkiye ye lê belê kurd lê dijîn.

Xudanên teksta bangewaziyê hemî bakurê Kurdistanê wekî parçeyeka ji welatê Tirkiyeyê dihesibînin û navê bakurê Kurdistanê jî dikin “herêma kurdî” û bi zanîn naxwazin bibêjin “herêma Kurdistanê” ya Tirkiyeyê. Ev jî diyardeyeka siyaseta Abdullah Ocalanî ye ko derbasî teksta Kendal Nezanî û Enstîtuya Kurdî ya Parîsê bûye.

Vêca heger kurd ne milet bin û wekî “gel” parçeyek ji miletê tirk bin û heger bakurê Kurdistanê jî ne welatê kurdan be û wekî “herêma kurdî” parçeyeka “welatê Tirkiyeyê” be hingê di destê Kendal Nezanî û Abdullah Ocalanî de ji bo kurdan “hemwelatîbûna Tirkiyeyê” dimîne û lewra di bangewaziyê ew wekî “hemwelatî” hinek daxwazan dikin û dibêjin:

— Destûra nû ya ko tê amadekirin divê ko hevwelatiyê li ser bingehê nijadtarif meke, dev ji înkara gelê kurd berde û hebûna gelê kurd li Tirkiyeyê nas bike û mafên hevwelatiyên [Tirkiyeyê yên] Kurd ên weke bikaranîna zimanê xwe di her asta perwerde û xwendina resmî û qada giştî de, bi avakirin û bikaranîna medya, komele, sazî û partiyan pêşxistina çanda xwe û bi serbestî îfadekirina daxwazên xwe yên siyasî [di çarçeweya hemwelatîbûna Tirkiyeyê de] û parastina van mafan temîn bike.

Kendal Nezan û Abdullah Ocalan ji bo ko sedaqeta xwe bi “miletê tirk” ko wekî miletê xwe dihesibînin û sedaqeta xwe bi “welatê tirkan” ko wekî welatê xwe dihesibînin re diyar bikin garantiyekê jî di vê gazînameyê de didin tirkan ko ew minaqeşeyê li ser tixûbên siyasî yên Tirkiyeya îro nakin û dibêjin:

— Ev daxwaz ne li dijî sînorên heyî ne, ew mafên mirovî yên bingehî in, ko her welatekî demokratîk ji hevwelatiyên xwe re nas dike.

Ez bi xwe wekî şexs niho jî bawer nakim ko Kendal Nezanî ev teskt nivîsîbe. Qenaeta min ew e ko PKK-ê yan DTP-ê tekst nivîsîbe û dabe Enstîtuya Kurdî ya Parîsê. Yan jî kesekê pro-PKK ko nêzîkî Kendal Nezanî ye ew tekst li gor siyaseta Abdullah Ocalanî nivîsiye.

Reşo Zîlanê hevkarê Enstîtuya Kurdî ya Parîsê di bersiva nûçeyekê de berî çend rojan ji Nefelê re got:

— Kendal Nezan welatparêzekî kurd yê jidil e.

Welatparêzekê kurd yê jidil berî her tiştî divêt welatek hebe ko biparêze. Di teksta bangewaziyê de welatekê kurdan ko bêt parastin nemaye û welat welatê tirkan Tirkiye ye. Welatparêzekê kurd yê jidil berî her tiştî divêt miletek hebe ko aîdî wî miletî be. Di teksta bangewaziyê de miletê kurd ko mirov aîdî wî be nemaye û milet miletê tirk e û kurd jî wekî “gel” parçeyek ji wî miletê tirk e.

Ti problemên min yên şexsî bi Kendal Nezanî û Reşo Zîlanî re nînin. Meseleya nasname, welat û miletê mirovî divêt di ser hemî berjewendiyan re be û heger roj hat divêt mirov dilê dostên wekî Kendal Nezanî û Reşo Zîlanî jî ji bo welat û miletê xwe bihêle.

Lewra ez teksta bangewaziyê careka dî digel vê analîzê belav dikim û kî îmza dike û kî nake bi dilê xwe ye.

***

Gaziya çareseriya aştiyane ya pirsa kurdî li Tirkiyê

Em kesên ko li jêr îmzeya wan heye îtîraf dikin ko, em Kurd in û dixwazin bi vê nasnameya xwe bên nas kirin, li ser axa bav û kalên xwe bi rûmet û nasnameya xwe weke Kurd bijîn, zimanê xwe û çanda xwe bi serbestî îfade bikin.

Nasnameya gelê kurd ê ko ji destpêka avakirina Komara Tirkiyê û bi vir de nêzîkî ji çaran yekê nifûsa wê pêk tîne tune hatiye hesibandin, zimanê wî hatiye qedexe kirin û bikaranîna wî weke cirm hatiye hesibandin, çanda wî hatiye înkar kirin û ew hîn jî ji gellek mafên din ên mirovî bêpar hatiye hiştin.

Îro li Tirkiye ya ko namzeda beşdarbûna civata demokratîk a Yekîtiya Ewrûpî ye, ji sedî bêtir kanalên televîzyonê û bi sedan radyo li seranserê welêt weşanê dikin. Li dor sed û sîh saziyên perwerde û fêrkirinê hene ko di asta zanîngeh û xwendegehên bilind de ne hene. Lê, ne kanaleke televîzyonê ya legal heye ko bi zimanê kurdî weşanê bike heye, ne jî kanaleke radyoyê yan dibistaneke seretayî û navendî yan jî saziyeke bilind heye ko bi zimanê kurdî xizmeta perwerdeyê bide.

Daxwaza saziyên wiha weke sûc tê qebûl kirin, parlamenter û şaredarên ko bi dengên gel hatine hilbijartin jî bi vê tawanê tên darizandin.

Ji aliyekî ve hê jî realîteya kurdî li Tirkiyeyê nayê qebûl kirin û ji aliyê din ve jî ev realîte weke pirsa terorê tê dîtin. Ji bo çareseriya pirsê bi operasyonên eskerî yên li derveyî sînor li çareyê tê gerdandin ; ev yek jî, têkiliyên Kurd û Tirkan hê bêtir xirab dike, balansên herêmî û îstîqrara Birêveberiya Kurdistana Îraqê bi awayekî cidî tehdîd dike.

Birêveberên dewletê yên Komara Tirkiyeyê têvî van kirinên bê insaf carinan jî behsa biratiya Kurd û Tirkan dikin. Lê, ji biratiyê têgihîştina me kurdan ko yek ji gelên herî kevnar ên li ser vê axa ko ji medeniyetan re bûye dergûş, ji biratiyê ne ev e.

Em, bi cîran û birayên xwe re dixwazin wek hev bin, xwediyê heman mafan bin. Şer û şidet weke ko nikare bibe qedera tu civatê, ne çarenivîsa me ye û divê nebe jî. Em qedereke wiha red dikin. Îro tevî hin kêmasiyên xwe jî Bireveberiya Kurdistana Îraqê, bi nasîna mafên hindikahiyên dînî û çandî îsbat dike ko li Rojhilata Navîn jî xwediyên bermayên çandî yên cihê dikarin di nav aştî û wekheviyê de, bi hev re weke bira bijîn.

Êdî divê ev pêvajoya serkutkirin-serîhildan-sertkutkirin a ko ji dused salî û bi vir de domdike bi dawî bê û dengê çekan bê birrîn. Divê ji pirsa kurdî re, ya ko tu çareseriyeke wê ya eskerî nîne re, li ser bingeha daxwazên hevbeş ên herî kêm ên gelê me yên li jêr çareseriyeke aştiyane bê dîtin.

Destûra nû ya ko tê amadekirin divê ko hevwelatiyê li ser bingehê nijadtarif meke, dev ji înkara gelê kurd berde û hebûna gelê kurd li Tirkiyeyê nas bike û mafên hevwelatiyên Kurd ên weke bikaranîna zimanê xwe di her asta perwerde û xwendina resmî û qada giştî de, bi avakirin û bikaranîna medya, komele, sazî û partiyan pêşxistina çanda xwe û bi serbestî îfadekirina daxwazên xwe yên siyasî û parastina van mafan temîn bike.

Li ser vê bingehê avakirina aştî û ewlehiyê, ji bo ko deftera şidet û şerê çekdarî bi awayekî giştî bê girtin, divê bê îstisna efûyeke siyasî ya giştî bê derxistin û PKK li gor prosedureke diyarkirî çekên xwe dayne. Her wiha divê sîstema parêzgerên (korucu) gundan jî bê hilweşandin.

Ev daxwaz ne li dijî sînorên heyî ne, ew mafên mirovî yên bingehî in, ko her welatekî demokratîk ji hevwelatiyên xwe re nas dike. Divê ne daxwaza van mafan, berevajiya wê nasnekirina wan mafan weke sûc bê hesibandin.

Ji bo çareserkirina vê pirsê herçend ko hewildanên jidil û bikêrhatî yên demeke dirêj ên gellek ronakbîr, akademîsyen, nivîskar û mirovên ji pîşeyên cihê û xebatên înîsîyatîfan bê encam mabin jî, bêguman em wan teşebusan bi teqdîr û spasdarî pêşwazî dikin. Li gel van hewildanan, em ji welatên Ewrûpayê yên ko berpirsiyariya wan a dîrokî di drama mirovî ya gelê kurd ê ko bi dirêjiya sedsala XXan rûbirûyî neheqiyên mezin bûye de heye û herweha ji Amerikayê dixwazin ko piştgiriya şidet û înkarê nekin û ji bo alîkariyê di amadekirina bingeha vê pêvajoya çareseriya aştiyane de bikin, kesên weke Birêz Tony Blair, Marti Ahtisaari, Felipe González û Bernard Kouchner ko di çareserkirina pirsa Îrlanda, Bask, Katalan û Kosovayê de xwedî tecrûbe ne, weke navberkar tayin bikin.

Helbet Kurd jî ji alîkariya madî ya Yekîtiya Ewrûpî ya ko her sal bi sedan milyon dolaran didin Filistînê memnûn in. Lê, divê her ev Ewrûpa, ji bo ji nû ve avadankirina herêma kurdî ya welatê namzed Turkiye jî, ko ji alî aborî ve hatiye îhmal kirin û bi paşde hiştin, bi taybetî jî ji bo jinûveavakirina 3400 gund û bajarokên ko di salên 1990-î de ji alî dewletê ve bi behaneya ewlekariyê bi zorê hatine valakirin û wêrankirin jî alîkariyê bike ; navên orîjînal ên gund, bajar û herêmên coxrafî yên ko bi awayekî kêyfî hatine guhertin dîsa li wan bên vegerandin ; divê ji bo pêkanîna vegera ser mal û milkên xwe ya li dor sê milyon koçberên kurd ên ko ji warên xwe hatine kirin, amadekirina planeke pêşketina aborî jî ji xwe re weke erkeke wîjdanî bibîne.

Bi ya me pirsa kurdî êdî ne pirsa Tirkiyeyê bitenê ye, pirsa Rojhilata Navîn, pirsa Ewrûpa, pirsa mirovayetiyê ye. Bi vê bîr û baweriyê em bang li wîjdanê rayagiştî ya Tirkiyeyê, rayagiştî ya dinyayê dikin û ji bo çareseriyeke demokratîk a aştiyane di demeke kurt de em piştgiriya wan dixwazin.

-----------------------------------
Nivîskar: ARIF ZÊREVAN zerevan@nefel.com
Weşandin: 2008-04-29
Xwendin: 6270
 

KOLUMNÊN BERÊ   
Kurdistaneka serbixwe û [ne]cida (2016-10-02)
Şingal garantora Kobanê ye (2015-11-22)
Bakurê Kurdistanê li rêberekê wekî Mesûd Barzanî digere (2015-08-18)
Erdogan bi arîkariya PKK-ê rê li ber HDP-ê digire (2015-08-04)
Divêt HDP xwedîtiyê li dengên miletê kurd bike – firseteka nû ji bo başûrê Kurdistanê (2015-06-20)
Kurdistaneka wekî Îsraîlê belakir ava dibe (2014-09-06)
Bîst esker bûn 2 000 esker û PKK bi ser ket (2014-05-10)
BDP-ê li bakurê Kurdistanê çaryeka dengan jî negirtiye (2014-04-03)
Barzanî Kurdistan anî Diyarbekirê (2013-11-19)
Heger PKK guhê xwe bide Mesûd Barzanî naxusire (2013-09-11)
Abdullah Ocalan bi MIT-ê destpê kir û dixwaze bi MIT-ê xelas jî bike (2013-01-20)
Ji bo Kurdistaneka serbixwe Tirkiye jî qane bû (2012-04-21)
Başûrê Kurdistanê bi piştgiriya Kurdistana Sûriyeyê xizmeteka mezin ji bo bakur dike (2011-12-22)
Erdogan bakur safî neke Barzanî başûr safî nake (2011-11-02)
Rêberê PKK-ê Abdullah Ocalanî dînamêt êxist binê esasê ”konferansa kurdistanî” de (2011-07-09)
Bi tesfiyekirina ekîba "kurdên Barzanî” Erdogan bi xwe dê bibe malê tarîxê (2011-04-17)
Goraneka dîktatoryen mixalefeteka demokratîk nake (2011-03-05)
Partî bi hemahengiya Mesrûr Barzanî û Nêçîrvan Barzanî dikare xurt bibe (2010-12-29)
Ak Partiyê kanala kurdî TRT-6 vekir û teslîmî zihniyeta MHP-ê kir (2010-10-19)
Li gor Ocalanî dewlet li kurdan heram e û li xelkên dî helal e (2010-08-16)
NERÎNGEH
 
[kitêb] Sun Zî: Hunera şer (2016-04-21)
Ismail Beşikçi ji kurdan re li ser ermeniyan semînerek da (2013-09-28)
Kurdistan berî serxwebûna siyasî ”serxwebûna petrolê” û ekonomîk îlan dike (2012-05-21)
Tewanga navdêrên zimanê kurdî (2009-02-08)
Umît Firat dibêje navnîşana çareserîya pirsa kurd ne PKK ye (2008-11-11)
Hêro Talebanî: Min nedixwest Mam Celal bibe serokkomarê Iraqê [foto] (2007-05-10)
Alfabeya kurdî-latînî ji bo zimanê kurdî ji alfabeya kurdî-erebî minasibtir e (2005-11-02)
fjrigjwwe9r0TabArticles:ArticleHeadline
vv9v8v09fq:TabArticles:4;8;12;14;17;19;21;22;23;24;28;29;30;31;32;40;41;43;44;46;48;49;51;52;53;54;55;56;58;60;62;63;64;65;66;67;69;71;72;74;75;76;77;78;79;80;81;82;84;85;86;90;91;92;94;95;96;97;98;100;102;103;104;105;106;107;109;110;111;112;113;114;115;116;117;118;119;120;121;122;123;124;125;126;127;128;129;130;131;132;133;134;136;137;138;139;140;141;142;143;144;145;146;147;149;150;151;152;153;155;157;158;159;160;163;164;165;166;167;168;169;170;171;172;173;174;175;176;178;179;180;181;182;183;184;185;186;187;188;189;190;191;192;193;194;195;196;197;198;199;200;202;203;204;205;206;207;208;209;210;211;212;213;214;215;216;217;218;219;221;222;223;224;225;226;227;228;229;230;231;232;233;234;235;236;237;238;239;240;241;242;243;244;245;246;247;248;249;250;251;253;254;255;256;257;258;259;260;261;262;263;264;265;266;267;268;269;270;271;272;273;274;275;276;277;278;279;280;281;282;283;284;285;286;287;288;289;290;291;293;294;295;296;297;298;301;302;303;304;305;306;307;308;309;310;311;312;313;314;315;316;317;318;319;320;321;322;323;324;325;326;327;328;329;330;331;332;333;334;335;336;337;338;339;340;341;342;343;344;345;346;347;348;349;350;351;352;353;354;355;356;357;358;359;360;361;362;363;364;365;366;367;368;369;370;371;372;373;374;375;376;377;378;379;380;381;382;383;384;385;386;387;388;389;391;392;393;394;395;396;398;399;400;401;402;403;404;405;406;407;408;409;410;411;412;413;414;415;416;417;418;419;420;421;422;423;424;425;426;427;428;429;430;431;432;433;434;435;436;437;438;439;440;441;442;443;444;445;446;447;448;449;450;451;452;453;454;455;457;458;459;460;461;462;463;464;465;466;467;468;469;470;471;472;473;474;475;476;477;478;479;480;481;482;483;484;485;486;487;488;489;491;492;493;494;495;496;497;498;499;500;501;502;503;504;505;506;507;508;509;510;511;512;513;514;515;516;517;518;519;520;521;522;523;524;525;526;527;528;529;530;531;532;533;534;535;536;537;538;539;540;541;542;543;544;545;546;547;548;549;550;552;553;554;555;556;557;558;559;560;561;562;563;564;565;566;567;568;569;570;571;572;573;574;575;576;577;578;579;580;581;582;583;584;585;586;587;588;589;590;591;592;593;594;595;596;597;598;599;600;601;602;603;604;605;606;607;608;609;610;611;612;614;615;616;617;618;619;620;621;622;623;624;625;626;627;628;629;630;631;632;633;634;635;636;637;638;639;640;641;642;643;644;645;646;647;648;649;650;651;652;653;654;655;656;657;658;659;660;661;662;663;664;665;666;667;668;669;670;671;672;673;674;675;676;677;678;679;680;681;682;683;684;685;686;687;688;689;690;691;692;693;694;695;696;697;698;699;700;701;702;703;704;705;706;707;708;709;710;711;712;713;714;715;716;717;718;719;721;722;723;724;725;726;727;728;729;730;731;732;733;734;735;736;738;740;741;742;743;744;745;746;747;748;749;750;751;752;753;755;756;757;758;759;760;761;762;763;764;765;766;767;768;769;770;771;773;775;776;777;778;779;780;781;782;783;784;785;786;787;788;789;790;791;792;793;794;795;796;798;799;800;801;802;803;804;805;806;807;808;809;810;811;812;813;814;815;816;817;818;819;820;821;822;823;824;825;826;827;828;829;830;831;832;833;834;835;836;837;838;839;840;841;842;843;844;845;846;847;848;849;850;851;852;853;854;855;856;857;858;859;860;861;862;863;864;865;866;867;868;869;870;871;872;873;874;875;876;877;878;879;880;881;882;883;884;885;886;887;888;889;890;891;892;893;894;895;896;897;898;899;900;901;902;903;904;905;906;907;908;909;910;911;912;913;914;915;916;917;918;919;920;921;922;923;924;925;926;927;928;929;930;931;932;933;934;935;936;937;938;939;940;941;942;943;944;945;946;947;948;949;950;951;952;953;954;955;956;957;958;959;960;961;962;963;964;965;966;967;968;969;970;971;972;973;974;975;976;977;978;979;980;981;982;983;984;985;986;987;988;989;990;991;992;993;994;995;996;997;998;999;1000;1001;1002;1003;1004;1005;1006;1007;1009;1010;1011;1012;1013;1014;1015;1016;1017;1018;1019;1020;1021;1022;1023;1024;1025;1026;1027;1028;1029;1030;1031;1032;1033;1034;1035;1036;1037;1038;1039;1040;1041;1042;1043;1044;1045;1046;1047;1048;1049;1050;1051;1052;1053;1054;1055;1056;1057;1058;1059;1060;1061;1062;1063;1064;1065;1066;1067;1068;1069;1070;1071;1072;1073;1074;1075;1076;1077;1078;1079;1080;1081;1082;1083;1084;1085;1086;1087;1088;1089;1090;1091;1092;1093;1094;1095;1096;1097;1098;1099;1100;1101;1102;1103;1104;1105;1106;1107;1108;1109;1110;1111;1112;1113;1114;1115;1116;1117;1118;1119;1120;1121;1122;1123;1124;1125;1126;1127;1128;1129;1130;1131;1132;1133;1134;1135;1136;1137;1138;1139;1140;1141;1142;1143;1144;1145;1146;1147;1148;1149;1150;1151;1152;1153;1154;1155;1156;1157;1158;1159;1160;1161;1162;1163;1164;1165;1166;1167;1168;1169;1170;1171;1172;1173;1174;1175;1176;1177;1178;1179;1180;1181;1182;1183;1184;1185;1186;1187;1188;1189;1190;1191;1192;1193;1194;1195;1196;1197;1198;1199;1200;1201;1202;1203;1204;1205;1206;1207;1209;1210;1211;1212;1213;1214;1215;1216;1217;1218;1219;1220;1221;1222;1223;1224;1225;1226;1227;1228;1229;1230;1231;1232;1233;1234;1235;1236;1237;1238;1239;1240;1241;1242;1243;1244;1245;1246;1247;1248;1249;1250;1251;1252;1253;1254;1255;1256;1257;1258;1259;1260;1261;1262;1263;1264;1265;1266;1267;1268;1269;1270;1271;1272;1273;1274;1275;1276;1277;1278;1279;1280;1281;1282;1283;1284;1285;1286;1287;1288;1289;1290;1291;1292;1293;1294;1295;1296;1297;1298;1299;1300;1301;1302;1303;1304;1305;1306;1307;1308;1309;1310;1311;1312;1313;1314;1315;1316;1317;1318;1319;1320;1321;1322;1323;1324;1325;1326;1327;1328;1329;1330;1331;1332;1333;1334;1335;1336;1337;1338;1339;1340;1341;1342;1343;1344;1345;1346;1347;1348;1349;1350;1351;1352;1353;1354;1355;1356;1357;1358;1359;1360;1361;1362;1363;1364;1365;1366;1367;1368;1369;1370;1371;1372;1373;1374;1375;1376;1377;1378;1379;1380;1381;1382;1383;1384;1385;1386;1387;1388;1389;1390;1391;1392;1393;1394;1395;1396;1400;1401;1402;1403;1404;1405;1406;1407;1408;1409;1411;1412;1413;1414;1415;1416;1417;1418;1419;1420;1421;1422;1423;1424;1425;1426;1427;1428;1429;1430;1431;1432;1433;1434;1435;1436;1437;1438;1439;1440;1441;1442;1443;1444;1445;1446;1447;1448;1449;1450;1451;1452;1453;1454;1455;1456;1457;1458;1459;1460;1461;1462;1463;1464;1465;1466;1467;1468;1469;1470;1471;1472;1473;1474;1475;1476;1477;1478;1479;1480;1481;1482;1484;1485;1486;1487;1488;1489;1490;1491;1492;1493;1494;1495;1496;1497;1498;1499;1500;1502;1503;1504;1505;1506;1507;1508;1510;1511;1512;1513;1514;1515;1516;1517;1518;1519;1520;1521;1522;1523;1524;1525;1526;1527;1528;1529;1530;1531;1532;1533;1534;1535;1536;1537;1538;1539;1540;1541;1542;1543;1544;1545;1546;1547;1548;1549;1550;1551;1552;1553;1555;1556;1557;1558;1559;1560;1561;1562;1563;1564;1565;1566;1567;1568;1569;1570;1571;1572;1573;1574;1575;1576;1577;1578;1579;1580;1581;1582;1583;1584;1585;1586;1587;1588;1589;1590;1591;1592;1593;1594;1596;1597;1598;1599;1600;1601;1602;1605;1606;1607;1608;1609;1610;1611;1612;1613;1614;1615;1616;1617;1618;1619;1620;1621;1622;1623;1624;1625;1627;1628;1629;1630;1631;1632;1633;1634;1635;1636;1637;1638;1639;1640;1641;1642;1643;1644;1645;1646;1647;1648;1649;1650;1651;1652;1653;1654;1655;1656;1657;1658;1659;1660;1661;1662;1663;1664;1665;1666;1667;1668;1669;1670;1671;1672;1673;1674;1675;1676;1677;1678;1679;1680;1681;1682;1683;1684;1685;1686;1687;1688;1689;1690;1691;1692;1693;1694;1695;1696;1697;1698;1699;1700;1701;1702;1703;1704;1705;1706;1707;1708;1709;1710;1711;1712;1713;1714;1715;1716;1717;1718;1719;1720;1721;1722;1723;1724;1725;1726;1727;1728;1729;1730;1731;1732;1733;1734;1735;1736;1737;1738;1739;1740;1741;1742;1743;1744;1745;1746;1747;1748;1749;1750;1751;1752;1753;1754;1755;1756;1757;1758;1759;1760;1761;1762;1763;1764;1765;1766;1767;1768;1769;1770;1771;1772;1773;1774;1775;1776;1777;1778;1779;1780;1781;1782;1783;1784;1785;1786;1787;1788;1789;1790;1791;1792;1793;1794;1795;1796;1797;1798;1799;1800;1801;1802;1803;1804;1805;1806;1807;1808;1809;1810;1811;1812;1813;1814;1815;1816;1817;1818;1819;1820;1821;1822;1823;1824;1825;1826;1827;1828;1829;1830;1831;1832;1833;1834;1835;1836;1837;1838;1839;1840;1841;1842;1843;1844;1845;1846;1847;1848;1849;1850;1851;1852;1853;1854;1855;1856;1857;1858;1859;1860;1861;1862;1863;1864;1865;1866;1867;1868;1869;1870;187Ferqa di nêvbera »ko«, »ku« û »kû« de (2005-05-19)
fjrigjwwe9r0TabArticles:ArticleHeadline
Xewna Mesûd Barzanî ji başûrê Kurdistanê mezintir e (2005-02-07)
 
REKLAM


KOLUMNÎST
Şebabê Egît nabe Şeroyê Biro û ez jî nabim ”heval”
Tolstoy û xelata Nobelê
Kurdistaneka serbixwe û [ne]cida
Heşt rojên şerê xendekê – I
Em û felsefe
Hilbijartinên Kurdistanê ez şok kirim
© 1997–2024 www.nefel.com  |  E-poste: info@nefel.com  |  Powered by Medesoft.org