[ PÊNCŞEM, 2024-03-28 ]   [ BIKE MALPERA DESTPÊKÊ ]   [ BÊXE NÊV BIJAREYAN ]   [ KONTAKT ]   [ INFO ]   [ LÊGERÎN & ARŞÎV ]  
DESTPÊK
Nûçe
Nivîsar
Kulturmagazîn
Hevpeyvîn
Kolumnîst
Ewrokurd
E-Pirtûk
Lîteratûr
Ziman
Muzîk
Foto
Lînk
E-POSTEYA TE
  Nav (Username)  
   
  Þîfre (Password)  
   
   
     
   »E-posteyeka nû
 bo xwe qeyd bike
 
REKLAM


KOLUMNÎST 
fjrigjwwe9r1TabArticles:ArticleHeadline
Eniyeka hevbeş, ji bo dijminekî hevbeş
SELAHEDÎN, 23/7 2005 — Te dê çi bikira eger ko ew zarokê gulberojfirişê teroristan li termînala Hewlêrê girt û li serşoya xwe ya xwînê ser jê kir û laşeyê wî perçeperçe kir û her perçeyek li kuncekê Hewlêrê avêt, kurê te, yan jî birayê te bûya?!

Te dê çi bikira eger ko kurikê ji bextreşiya xwe tesadif destê xwe ji otomobîlekê re rakir û piştî hin seetan wî jî dîsa xwe li serşoya wê banda terorist dît û piştî ko qebûl nekir yeko yeko swarî wî bibin, ew jî bi heman awayî hate serjêkirin û parçeparçekirin û her perçeyeka wî li aliyekî bajêr avêtin, kurê te, yan jî birayê te bûya?!

Te dê çi bikira eger ko yek ji wan keçikên bi niyaza evînê ketin tora wê banda bi nav Şêx Zana û bi xafilî fîlm li ser wan çîkirin, keça te, yan jî xweha te bûya?!

Te dê çi bikira eger ko ew nîv laşe û ser û dest û lingên her yek li cihekî Hewlêrê hatin dîtin, yên kurê te, keça te, yan jî xweha te bûna?! Bi tinê gavekê vê pirsê ji xwe bike û bizanibe ka tu dê çewa bersiv bidî?!

Lê te dê çi bikira eger ko bi rastî jî tu xwediyê yek ji van qurbaniyan bûya û bi vî cergê şewitî te hinek bidîtana, yan jî bibîztana ko gelek bi sadeyî li ser ekrana televizyonê, yan jî li vê derê û dera han dibêjin ya ko di derbarê vê bandê de hatiye gotin û nîşandan, tev jî derew û xapên sînemayê ne û bi kompûterê hatine çêkirin?!

Belê, dikaribû her yek ji wan qurabaniyan kurê te, keça te, bavê te, diya te, xweh, yan jî birayê te bûna. Eşkerebûn û girtina vê bandê jî nayê maneya ko êdî dinya bûye Şama şerêf û êdî ti Şêx Zanayên din nîne. Lewra hertim ew eger heye ko dema kurê te, keça te, xweha te, birayê te, yan jî tu bi xwe ji malê derdikevî, êdî ev derketina te ya dawî be û careka din nevegerî malê û dê û bav û zarok û malbata te careka din bi te şa nebin û tenê perçeyeka goştê te jî nebînin. Ev egerek e û di roja îro de ti mirovên aqildar vê yekê di pişt guhê xwe re nahavêjin.

Teror li Kurdistanê ko ji ber gelek faktûrên cida bêtir yan jî kêmtirî deh salan e hêlîna xwe di nava vî welatî û vê civakê de ava dike û rewşa van salan wisa kiriye ko bi hêminî û hêdî hêdî geş bibe, dike ko berahiyên wê yên tirsinak dest pê dikin û dîsa ji ber gelek faktûrên cida dixwaze çi qasî jê bê bi hêz û tirsinak û bi sehm xwe derxe holê û bi awayê xwe yê herî tund serê xwe rake. Derdek e weke kirmê daran e, ji hundir dikviyê û di zikê civakê de karê xwe yê tirsinak dike û çi qasî jê bê dê hundirê wê hilweşîne.

Îro her ferdekê vê Kurdistanê di metirsiya rastîne ya terorê de ye û ti kes nikare garantî bike ko yek ji kesên te yên herî nêzîk, kesekî ko qed ti carî tu gumanê lê nakî, destê wî bi terorê re niye û beşdarî testên wek yên serşoya Şêx Zana nabe. Egerek e û kes nikare haşayiyê lê bike û eger (îhtîmal) jî dikare di gavekê de ko ti kesî hesaba wê nekiribe bibe rastî. Ango gelek piştrast her kesekê vê civakê dijminekê wî yê nepenî yê hevbeş heye ko ew jî teror e.

Di rewşeka weha de ji bo berbirûbûna vî dijminê hevbeş, helbet eniyeka hevbeş ya berbirûbûnê jî gerek e. Eniyeka wisa ko her kes tê de xwebexş be û bi hemû şiyarî û amadeyî ji bo dijminê xwe di boseyê de be. Eger ko welê nebe û bi hemû bawerî vê rastiyê qebûl neke û li ser bingeha vê rastiyê jî çeperê li teroristan negire, hingê bê wir de – wê de divê li bendê bimîne ko rojekê ji rojan yek ji wan qurbaniyên bi destê bandên wek yên Şêx Zana diçin, kurê wî, keça wî, xweh, bav, bira, dost, cîran, yan jî her lêzimekê wî be.

Li ber roniya rastiya ko heye gotina kurdiya pêşiyan ya seqet ya ko dibêje (kumê xwe bigire da ba nebe) êdî li vî welatî cihê wê nîne û her kesekî vê civakê divê xwe serest bike ka vî welatî wek welatê xwe qebûl dike û amade ye biparêze, yan jî heta gava ko desê terorê digihîje wî û ji holê radike, her dê di pişt guhê xwe re bavêje û xwe bi xem nake? Bûyer û serpêhatiyan gelek rona diyar kir ko di nêvbera bêdengiyê û dengbilinkirinê de mewdayekê ji bo leyiztinê tine ye û teror jî leyistokan nizane, yan divê tu wê ji holê rakî, yan jî divê qebûl bikî ko ew te ji holê rake, şerek e, bêalîtiyê qebûl nake.

Belê, îro berbirûbûna terorê yek ji erkên herî sade yên her welatiyekî ye û her xemsariyeka tê de bête kirin, dikare karesateka mezin li vî welatî çêke û tevî ziyanên canî û malî, herweha dê hemû stûn û bingeh û behayên civakî jî bialozîne û serûbin bike.

Ji bilî erka kesan ya ji bo berbirûbûna terorê, herweha çendîn erkên din yên pir girîng jî hene ko dikevin stoyê desthilatê de û ji bilî pêkanîna wan ti riyên din li ber wê nîne, ew jî amadekirina programeka nû ya xwendinê bi hizr û felsefeka nû ko bingehên wê yên sereke demokrasî, mafên mirovan, lêbuhrîn, evîna mirovan û gel û welat be. Dadweriya civakî bi awakî têr û fereh bi cih bike. Bêkariyê nehêle û rêjeyeka sentenetê garantî bike. Dezgeh û tedbîrên ewlekariyê di hemû sewiyan de bihêztir bike û bi vî awayî civak û desthilat bi hev re eniyeka hevbeşa li dijî terorîzmê vekin û hertim li dijî wê di çeperê de bin.

-----------------------------------
Nivîskar: SAMÎ ERGOŞÎ
Weşandin: 2005-07-23
Xwendin: 9447
 

KOLUMNÊN BERÊ   
Kurdistan.. kultura sersalê (2006-01-01)
Gelê şiyar (2005-12-20)
Başûr, çadira kurdan (2005-12-06)
Li Amedê, kurdîniya bi tirkî (2005-11-24)
Dewleta şîîyan, piştre ya kurdan (2005-11-13)
Barzanî dilşa ye (2005-11-07)
Kurd, hevpeymanên yekê yên Emerîkayê (2005-10-30)
Zilmeka din li kurdan (2005-10-23)
Rêwîtiya herî dirêj (2005-10-16)
Barzan.. rûgeha kurdan (2005-10-10)
Ereb ketin xefka xwe (2005-10-02)
Tirs, av û av çû (2005-09-25)
Kurdistan.. pêşveçûna aborî û siyasî (2005-09-18)
Şoreşa Îlonê.. vejandina şiyariya neteweyî (2005-09-11)
RONÎ, pencereyek ji bo bakûrê Kurdistanê (2005-09-06)
Dewleta başûrê Kurdistanê ava bû (2005-08-30)
Destûra Îraqê û mejiyên girtî (2005-08-23)
Stratejiya neteweyî (2005-08-17)
fjrigjwwe9r1TabArticles:ArticleHeadline
Heftiya çarenûsê (2005-08-07)
fjrigjwwe9r0TabArticles:ArticleHeadline
Kansera başûrê Kurdistanê
(2005-07-31)
NERÎNGEH
 
[kitêb] Sun Zî: Hunera şer (2016-04-21)
Ismail Beşikçi ji kurdan re li ser ermeniyan semînerek da (2013-09-28)
Kurdistan berî serxwebûna siyasî ”serxwebûna petrolê” û ekonomîk îlan dike (2012-05-21)
Tewanga navdêrên zimanê kurdî (2009-02-08)
Umît Firat dibêje navnîşana çareserîya pirsa kurd ne PKK ye (2008-11-11)
Hêro Talebanî: Min nedixwest Mam Celal bibe serokkomarê Iraqê [foto] (2007-05-10)
Alfabeya kurdî-latînî ji bo zimanê kurdî ji alfabeya kurdî-erebî minasibtir e (2005-11-02)
fjrigjwwe9r0TabArticles:ArticleHeadline
vv9v8v09fq:TabArticles:4;8;12;14;17;19;21;22;23;24;28;29;30;31;32;40;41;43;44;46;48;49;51;52;53;54;55;56;58;60;62;63;64;65;66;67;69;71;72;74;75;76;77;78;79;80;81;82;84;85;86;90;91;92;94;95;96;97;98;100;102;103;104;105;106;107;109;110;111;112;113;114;115;116;117;118;119;120;121;122;123;124;125;126;127;128;129;130;131;132;133;134;136;137;138;139;140;141;142;143;144;145;146;147;149;150;151;152;153;155;157;158;159;160;163;164;165;166;167;168;169;170;171;172;173;174;175;176;178;179;180;181;182;183;184;185;186;187;188;189;190;191;192;193;194;195;196;197;198;199;200;202;203;204;205;206;207;208;209;210;211;212;213;214;215;216;217;218;219;221;222;223;224;225;226;227;228;229;230;231;232;233;234;235;236;237;238;239;240;241;242;243;244;245;246;247;248;249;250;251;253;254;255;256;257;258;259;260;261;262;263;264;265;266;267;268;269;270;271;272;273;274;275;276;277;278;279;280;281;282;283;284;285;286;287;288;289;290;291;293;294;295;296;297;298;301;302;303;304;305;306;307;308;309;310;311;312;313;314;315;316;317;318;319;320;321;322;323;324;325;326;327;328;329;330;331;332;333;334;335;336;337;338;339;340;341;342;343;344;345;346;347;348;349;350;351;352;353;354;355;356;357;358;359;360;361;362;363;364;365;366;367;368;369;370;371;372;373;374;375;376;377;378;379;380;381;382;383;384;385;386;387;388;389;391;392;393;394;395;396;398;399;400;401;402;403;404;405;406;407;408;409;410;411;412;413;414;415;416;417;418;419;420;421;422;423;424;425;426;427;428;429;430;431;432;433;434;435;436;437;438;439;440;441;442;443;444;445;446;447;448;449;450;451;452;453;454;455;457;458;459;460;461;462;463;464;465;466;467;468;469;470;471;472;473;474;475;476;477;478;479;480;481;482;483;484;485;486;487;488;489;491;492;493;494;495;496;497;498;499;500;501;502;503;504;505;506;507;508;509;510;511;512;513;514;515;516;517;518;519;520;521;522;523;524;525;526;527;528;529;530;531;532;533;534;535;536;537;538;539;540;541;542;543;544;545;546;547;548;549;550;552;553;554;555;556;557;558;559;560;561;562;563;564;565;566;567;568;569;570;571;572;573;574;575;576;577;578;579;580;581;582;583;584;585;586;587;588;589;590;591;592;593;594;595;596;597;598;599;600;601;602;603;604;605;606;607;608;609;610;611;612;614;615;616;617;618;619;620;621;622;623;624;625;626;627;628;629;630;631;632;633;634;635;636;637;638;639;640;641;642;643;644;645;646;647;648;649;650;651;652;653;654;655;656;657;658;659;660;661;662;663;664;665;666;667;668;669;670;671;672;673;674;675;676;677;678;679;680;681;682;683;684;685;686;687;688;689;690;691;692;693;694;695;696;697;698;699;700;701;702;703;704;705;706;707;708;709;710;711;712;713;714;715;716;717;718;719;721;722;723;724;725;726;727;728;729;730;731;732;733;734;735;736;738;740;741;742;743;744;745;746;747;748;749;750;751;752;753;755;756;757;758;759;760;761;762;763;764;765;766;767;768;769;770;771;773;775;776;777;778;779;780;781;782;783;784;785;786;787;788;789;790;791;792;793;794;795;796;798;799;800;801;802;803;804;805;806;807;808;809;810;811;812;813;814;815;816;817;818;819;820;821;822;823;824;825;826;827;828;829;830;831;832;833;834;835;836;837;838;839;840;841;842;843;844;845;846;847;848;849;850;851;852;853;854;855;856;857;858;859;860;861;862;863;864;865;866;867;868;869;870;871;872;873;874;875;876;877;878;879;880;881;882;883;884;885;886;887;888;889;890;891;892;893;894;895;896;897;898;899;900;901;902;903;904;905;906;907;908;909;910;911;912;913;914;915;916;917;918;919;920;921;922;923;924;925;926;927;928;929;930;931;932;933;934;935;936;937;938;939;940;941;942;943;944;945;946;947;948;949;950;951;952;953;954;955;956;957;958;959;960;961;962;963;964;965;966;967;968;969;970;971;972;973;974;975;976;977;978;979;980;981;982;983;984;985;986;987;988;989;990;991;992;993;994;995;996;997;998;999;1000;1001;1002;1003;1004;1005;1006;1007;1009;1010;1011;1012;1013;1014;1015;1016;1017;1018;1019;1020;1021;1022;1023;1024;1025;1026;1027;1028;1029;1030;1031;1032;1033;1034;1035;1036;1037;1038;1039;1040;1041;1042;1043;1044;1045;1046;1047;1048;1049;1050;1051;1052;1053;1054;1055;1056;1057;1058;1059;1060;1061;1062;1063;1064;1065;1066;1067;1068;1069;1070;1071;1072;1073;1074;1075;1076;1077;1078;1079;1080;1081;1082;1083;1084;1085;1086;1087;1088;1089;1090;1091;1092;1093;1094;1095;1096;1097;1098;1099;1100;1101;1102;1103;1104;1105;1106;1107;1108;1109;1110;1111;1112;1113;1114;1115;1116;1117;1118;1119;1120;1121;1122;1123;1124;1125;1126;1127;1128;1129;1130;1131;1132;1133;1134;1135;1136;1137;1138;1139;1140;1141;1142;1143;1144;1145;1146;1147;1148;1149;1150;1151;1152;1153;1154;1155;1156;1157;1158;1159;1160;1161;1162;1163;1164;1165;1166;1167;1168;1169;1170;1171;1172;1173;1174;1175;1176;1177;1178;1179;1180;1181;1182;1183;1184;1185;1186;1187;1188;1189;1190;1191;1192;1193;1194;1195;1196;1197;1198;1199;1200;1201;1202;1203;1204;1205;1206;1207;1209;1210;1211;1212;1213;1214;1215;1216;1217;1218;1219;1220;1221;1222;1223;1224;1225;1226;1227;1228;1229;1230;1231;1232;1233;1234;1235;1236;1237;1238;1239;1240;1241;1242;1243;1244;1245;1246;1247;1248;1249;1250;1251;1252;1253;1254;1255;1256;1257;1258;1259;1260;1261;1262;1263;1264;1265;1266;1267;1268;1269;1270;1271;1272;1273;1274;1275;1276;1277;1278;1279;1280;1281;1282;1283;1284;1285;1286;1287;1288;1289;1290;1291;1292;1293;1294;1295;1296;1297;1298;1299;1300;1301;1302;1303;1304;1305;1306;1307;1308;1309;1310;1311;1312;1313;1314;1315;1316;1317;1318;1319;1320;1321;1322;1323;1324;1325;1326;1327;1328;1329;1330;1331;1332;1333;1334;1335;1336;1337;1338;1339;1340;1341;1342;1343;1344;1345;1346;1347;1348;1349;1350;1351;1352;1353;1354;1355;1356;1357;1358;1359;1360;1361;1362;1363;1364;1365;1366;1367;1368;1369;1370;1371;1372;1373;1374;1375;1376;1377;1378;1379;1380;1381;1382;1383;1384;1385;1386;1387;1388;1389;1390;1391;1392;1393;1394;1395;1396;1400;1401;1402;1403;1404;1405;1406;1407;1408;1409;1411;1412;1413;1414;1415;1416;1417;1418;1419;1420;1421;1422;1423;1424;1425;1426;1427;1428;1429;1430;1431;1432;1433;1434;1435;1436;1437;1438;1439;1440;1441;1442;1443;1444;1445;1446;1447;1448;1449;1450;1451;1452;1453;1454;1455;1456;1457;1458;1459;1460;1461;1462;1463;1464;1465;1466;1467;1468;1469;1470;1471;1472;1473;1474;1475;1476;1477;1478;1479;1480;1481;1482;1484;1485;1486;1487;1488;1489;1490;1491;1492;1493;1494;1495;1496;1497;1498;1499;1500;1502;1503;1504;1505;1506;1507;1508;1510;1511;1512;1513;1514;1515;1516;1517;1518;1519;1520;1521;1522;1523;1524;1525;1526;1527;1528;1529;1530;1531;1532;1533;1534;1535;1536;1537;1538;1539;1540;1541;1542;1543;1544;1545;1546;1547;1548;1549;1550;1551;1552;1553;1555;1556;1557;1558;1559;1560;1561;1562;1563;1564;1565;1566;1567;1568;1569;1570;1571;1572;1573;1574;1575;1576;1577;1578;1579;1580;1581;1582;1583;1584;1585;1586;1587;1588;1589;1590;1591;1592;1593;1594;1596;1597;1598;1599;1600;1601;1602;1605;1606;1607;1608;1609;1610;1611;1612;1613;1614;1615;1616;1617;1618;1619;1620;1621;1622;1623;1624;1625;1627;1628;1629;1630;1631;1632;1633;1634;1635;1636;1637;1638;1639;1640;1641;1642;1643;1644;1645;1646;1647;1648;1649;1650;1651;1652;1653;1654;1655;1656;1657;1658;1659;1660;1661;1662;1663;1664;1665;1666;1667;1668;1669;1670;1671;1672;1673;1674;1675;1676;1677;1678;1679;1680;1681;1682;1683;1684;1685;1686;1687;1688;1689;1690;1691;1692;1693;1694;1695;1696;1697;1698;1699;1700;1701;1702;1703;1704;1705;1706;1707;1708;1709;1710;1711;1712;1713;1714;1715;1716;1717;1718;1719;1720;1721;1722;1723;1724;1725;1726;1727;1728;1729;1730;1731;1732;1733;1734;1735;1736;1737;1738;1739;1740;1741;1742;1743;1744;1745;1746;1747;1748;1749;1750;1751;1752;1753;1754;1755;1756;1757;1758;1759;1760;1761;1762;1763;1764;1765;1766;1767;1768;1769;1770;1771;1772;1773;1774;1775;1776;1777;1778;1779;1780;1781;1782;1783;1784;1785;1786;1787;1788;1789;1790;1791;1792;1793;1794;1795;1796;1797;1798;1799;1800;1801;1802;1803;1804;1805;1806;1807;1808;1809;1810;1811;1812;1813;1814;1815;1816;1817;1818;1819;1820;1821;1822;1823;1824;1825;1826;1827;1828;1829;1830;1831;1832;1833;1834;1835;1836;1837;1838;1839;1840;1841;1842;1843;1844;1845;1846;1847;1848;1849;1850;1851;1852;1853;1854;1855;1856;1857;1858;1859;1860;1861;1862;1863;1864;1865;1866;1867;1868;1869;1870;187Ferqa di nêvbera »ko«, »ku« û »kû« de (2005-05-19)
fjrigjwwe9r0TabArticles:ArticleHeadline
Xewna Mesûd Barzanî ji başûrê Kurdistanê mezintir e (2005-02-07)
 
REKLAM


KOLUMNÎST
Şebabê Egît nabe Şeroyê Biro û ez jî nabim ”heval”
Tolstoy û xelata Nobelê
Kurdistaneka serbixwe û [ne]cida
Heşt rojên şerê xendekê – I
Em û felsefe
Hilbijartinên Kurdistanê ez şok kirim
© 1997–2024 www.nefel.com  |  E-poste: info@nefel.com  |  Powered by Medesoft.org