[ PÊNCŞEM, 2024-03-28 ]   [ BIKE MALPERA DESTPÊKÊ ]   [ BÊXE NÊV BIJAREYAN ]   [ KONTAKT ]   [ INFO ]   [ LÊGERÎN & ARŞÎV ]  
DESTPÊK
Nûçe
Nivîsar
Kulturmagazîn
Hevpeyvîn
Kolumnîst
Ewrokurd
E-Pirtûk
Lîteratûr
Ziman
Muzîk
Foto
Lînk
E-POSTEYA TE
  Nav (Username)  
   
  Þîfre (Password)  
   
   
     
   »E-posteyeka nû
 bo xwe qeyd bike
 
REKLAM


KOLUMNÎST 
Werger, ziman û edebîyat
STOCKHOLM, 18/2 2007 — Berî ko li ser wergerê binivîsim, dixwazim bala we bikişînim ser nuqteyekê: Carinan minaqeşe li ser zimanên xurt û lawaz çêdibe. Berî her tiştî divê vê yekê dest nîşan bikim ko tu zimanek ji zimanên din ji hêla gramer û avahîyê de ne xurttir e. Mirov gelek caran li vir û li wir dixwîne an jî pêrgî axaftinan tê ko dibêjin filan ziman qels e, bêvan ziman xurt e, bi filan zimanî mirov nikare vî an jî wî karî bike. Heke kesên ko ji ber nezanîya xwe weha dibêjin em bidin alîyekê, bêguman yên din pirî caran ji ber sebebên sîyasî û îdeolojîk weha dinivîsin, dibêjin. Ji lewre wan nîyet ew e ko bi vî awayî rê li ber zimanên din bigirin û serdestîya zimanê xwe bidomînin.

Bêşik her ziman xwedî strûktûreke têkûz e û di cîh û warên hewce de axêferên wî zimanî li gorî pêwistîyên civakî, xurustî û yên mayî bi awayekî serfiraz, bê çu serêşîyan bi kar anîne û bi kar dihînin. Li vir tenê tiştekî dimîne ko divê mirov bêtirs dîyar bike ko ew jî ji hêla gotinan de dibe ko hin ziman ji yên din dewlemendtir bin. Wek min dest nîşan kir ew jî ji rewşa civakî û hewceyîyên civatê bi xwe dertê. Ango gava civat ji bo karûbarên xwe hewce dibîne wan gotinan an li gorî avahî û mantiqa zimanê xwe diafirîne, çêdike, an jî rêyeke din dide ber xwe ko ew jî ji zimanên din gotin wergirtin e. Lê herçî meseleya afirandin, çêkirin, an jî wergirtina gotinan ya ji zimanên din e, divê li gorî qaîdeyên ziman be; ango çê nabe û ne dirist e ko herkes bi serê xwe hima dilê wî çawa xwest wan gotinan bi kar bîne û biêxe nav zimanî. Bêguman isûla vê xebatê pirî caran bi rêya dezgehên zanistî têne dîyar kirin ko ew jî teqabulê akademîyên ziman û dezgehên wek wan dike.

Vêca ji bilî van tiştên me gotî xebateke din heye ko di roja me de ji bo hemî zimanan zerûrî ye û rêya herî qenc û têkûz e ko mirov bide ser û hewl bide da ko him civat û çandên din binase, him jî bêjerên zimanên cuda, bi xwendevanên zimanê nuh bide nasîn da ko ji vê yekê kelk werbigirin û jê bêpar nemînin. Belê, ev xebata din wek wergerê tê nasîn.

Wek hemî kar û xebatên din, di karê wergerê de jî, zanîn û lêhûrbûn hewce ye. Heke em hew li ser wergera edebî rawestin, bêşik kesên ko bi xebateke welê ve mijûl in divê serê xwe bi edebîyat, ziman û karê wergerê re biêşînin. Di destpêkê de qelsî, çewtî û kêmasî hebin jî, gava mirov bi disiplîn û baldarî li ser bisekine û ji bo têkûzîya xebata xwe cehd bike bêguman peyder pey pirsgirêk dihêne çareserkirin û kêmasî û qelsî roj bi roj kêmtir dibin û mirov digihîje mexseda xwe.

Baş e, di vê xebatê de tiştên ko divê mirov hay jê hebe çi ne? Bêguman berî hertiştî ji bo karê wergerê bi kêmasî divê mirov du zimanan zanibe. Bêminaqeşe dîyar e ko mirov zimanê ko jê werdigerîne baş zanibe lê zimanê din ango yê armancê divê mirov baştir zanibe; ji lewre mirov ne bi zimanê nivîskar, lê bi zimanekî din ko zimanê xwendevanên nuh e, tê ber destan. Û di vê çarçoveyê de divê xwendevanên wergerê pêrgî zimanekî xweş, herikbar û fambar bên. Vêca ji bo zimanekî bi van xisûsîyetan xemilandî, bêguman hewcedarîya wergêrên serketî dest nîşan dike.

Dê pir û pir baştirbûna ko insanan karîba bi zimanê nivîskaran berhemên wan bixwenda, lê em hemî dizanin ko bi sedan ziman hene û ev daxwazeke ne realist û rasyonel e; ji lewre me bivê nevê heke em bixwazin ji edebîyatên mîletên din, çandên din kelk werbigirin û binasin bi tenê rêyek dimîne ew jî rêya ceribandî û serketî ya wergerê ye.

Di karê wergera edebî de zanîna zimanan bi tena serê xwe têr nake ko mirov di xebata xwe de serfiraz be. Bi qenaeta min herwisa divê mirov ji edebîyatê hez bike û xwedî “ruhekî” edebî be. Ev tenê jî têr nake, herwisa divê mirov serê xwe bi kultura berhemê, ango civat an jî kesên ko mijara berhemê ne, biêşîne. Bi gotineke din heke mirov karibe, divê mirov rewşa ruhî ya nivîskar, islûba nivisîna wî, teknîka wî ji bîr neke û bi dest biêxe.

Digel van xisûsîyetan divê xaleke din bête dîyar kirin ko di xebata wergerê de mirov ji hêla adet û çandî de pêgirê naveroka berhemê be û bi kêfa dilê xwe pê neleyîze û neguhere. Ji bilî vê xalê di hêla ziman de divê wergêr xwedî serbestî be da ko karibe ji bo xwendevanên zimanê nuh, berhemeke xweş û zimanekî herikbar peyde bike.

Herî qenc ew e ko wergêr ji zimanê nivîskar wergerîne; lê çi mixabin ko ev yeka timî dest nade. Ji hêla din de jimarek li ber destê me tune be jî em baş zanin ko gelek berhem ji zimanê diduyan têne wergerandin. Wek nimûne berî sed salî Çîrokên Hezar û Şevekê li Kahîreyê hatine berhevkirin, amadekirin û bi erebî hatine çapkirin. Lê piştî wergera wan ya li Frensayê li dunyayê belav bûne û çi bêje hemîyan ji frensî wergerandine. Min beşek ji wan ji swêdî wergerandin kurdî. Swêdîyan jî ji frensî wergerandibû. Ji sedî heftê û çar prosent (%74) berhemên ko ji bo swêdî têne wergerîn ji ingîlîzî ne. Ango berhemên ko bi zimanên cuda dihêne nivîsîn, ewil îngîlîzîya wan dertê, piştre swêdîya wan dihête wergerîn.

Wek min li jor got, werger derîyê zimanên din, kultur û edebîyatên din vedike. Bi saya wergerê cemawerekî zêdejimar kare berhemên nivîskarên xerîb bixwîne, tehma edebîyatên cuda bistîne, form û teknîkên cuda nas bike.

Herçî ji bo zimanê kurdî ye ev tişt wesiteyeke zêrîn e, bi wergera berhemên edebî ve zimanê kurdî di demeke kurt de kare bigihîje radeyeke baş ko nivîskarên kurd karin jê kelk werbigirin. Wek tê zanîn ji bilî ko edebîyat li dibistanan beşek ji perwerdeyê be, bi giştî berê xwe dide ferdan û xwendina wan ya berhemê. Mirov kitêbeke edebî dikire û bi tena serê xwe dixwîne, vêca ev tişt ji alî sedhezaran ve tê kirin. Bi xwendina kitêban re ji bilî tehma edebî, bêguman zimanê mirov dewlemedtir dibe, hînbûnek çêdibe, hezkirina ziman çêdibe; bi zimanekî edebî fikirîn hêsantir dibe. Him zimanê xwendevan xurt dibe him jî bi karê wergerê re zimanê wergerê vedije û ruhekî nuh, ruhekî pirreng werdigire, bi saya wergerê kêmasîyên xwe çareser dike, ji xwe re rûbarine nuh peyde dike.

Bi wergerê re di rewşên cuda de ziman vebêjerîya xwe diceribîne, hewl dide ko naverok û formeke xurttir ji xwe re biafirîne. Gotinên ko di jîyana rojane de an jî di rewşên cuda de zêde xuya nabin, bikaranîna wan ya di berhemên edebî de, wan bi xwendevanan dide nasîn, tîne bîra wan, vedijîne û pê hebûna xwe qewîtir dike.

Di dawäya vê nivîsarê de dixwazim xaleke din dest nîşan bikim. Divê êdî em kurd jî wek hemî xelkên din ji bo zimanê mîletê kurd hesas bin û ji bo aheng, xweşî û herka wî bixebitin; em jî wek herkesî pêgirê qaîdeyên zimanê xwe bin, li zimanekî baş î edebî û standart bigerin ko di radeyeke berz de be. Divê em gotinên fambar ko bi giştî têne naskirin bi kar bînin, hewl bidin ko xwe ji tengasîya devokan û zimanê dever û herêman rizgar bikin. Zimanê wergerê, zimanê standart e, zimanê siberojê ye, divê em vê yekê ji bîr nekin. Gava mirov werdigerîne an jî bi gotineke din, berhema ko dihête wergerîn bi zimanê ko em rojane bi kar dihînin ve, ne sînorkirî ye; ber û bergeha berhemê li gorî xwesteka nivîskar ya mijar, model, jîngeh û naverokê ye. Ji lewre mirov mecbûr e ko li gorî zimanê nivîskar wergerîne û heta ji destê mirov tê bi zimanê nuh berhemê di pileya hewce de dayne û qalîteya wê biparêze.

-----------------------------------
Nivîskar: SERDAR ROŞAN
Weşandin: 2007-02-18
Xwendin: 5292
 

KOLUMNÊN BERÊ   
Bi xatirê we û agahdarîyeke kurt! (2009-10-05)
Ava feratê diçe (2009-09-30)
Gelo nivîskarên edebî sêrbaz in? (2009-09-18)
Me hişekî hevbeş divê! (2009-08-26)
Gelo kurd dê bibin bilûrvanên tirkan, an ...!? (2009-08-01)
Em dest ji dewleta Medan an dest ji efsaneya Dehaq berdin!? (2009-07-06)
Forma roman û novelê (2009-06-23)
Bêdengkirina sîlehan û çareserîya pirsgirêka miletê kurd (2009-03-27)
Fîrdewsî, Dehaq, efsane û realîte (2009-03-12)
Spas bavo – spas Elîyê Mele Tahîr (2009-03-09)
Siwarê hespê xelkê timî peyar e! (2009-02-22)
Dilê kurdan nîne ko bibin milet û newrozê di roja wê de pîroz bikin! (2009-02-16)
Her tişt ji bo mêran! – suneta keçan! (2009-01-03)
TRT-ya kurdî dê bibe rêveker ji bo hestên neteweyî (2008-12-28)
TRT û kanala kurdî (2008-12-23)
Heftê horî û pirjinîya simbêlboqan (2008-12-06)
Jîyan bê te tehl e! (2008-11-23)
Xeyala reşikan pêk hat, dora me ye! (2008-11-06)
Gelo civat bi darê zorê dibin milet!? (2008-08-21)
Kevnehukumranên dewleta tirkan bêçare ne! (2008-07-20)
NERÎNGEH
 
[kitêb] Sun Zî: Hunera şer (2016-04-21)
Ismail Beşikçi ji kurdan re li ser ermeniyan semînerek da (2013-09-28)
Kurdistan berî serxwebûna siyasî ”serxwebûna petrolê” û ekonomîk îlan dike (2012-05-21)
Tewanga navdêrên zimanê kurdî (2009-02-08)
Umît Firat dibêje navnîşana çareserîya pirsa kurd ne PKK ye (2008-11-11)
Hêro Talebanî: Min nedixwest Mam Celal bibe serokkomarê Iraqê [foto] (2007-05-10)
Alfabeya kurdî-latînî ji bo zimanê kurdî ji alfabeya kurdî-erebî minasibtir e (2005-11-02)
fjrigjwwe9r0TabArticles:ArticleHeadline
vv9v8v09fq:TabArticles:4;8;12;14;17;19;21;22;23;24;28;29;30;31;32;40;41;43;44;46;48;49;51;52;53;54;55;56;58;60;62;63;64;65;66;67;69;71;72;74;75;76;77;78;79;80;81;82;84;85;86;90;91;92;94;95;96;97;98;100;102;103;104;105;106;107;109;110;111;112;113;114;115;116;117;118;119;120;121;122;123;124;125;126;127;128;129;130;131;132;133;134;136;137;138;139;140;141;142;143;144;145;146;147;149;150;151;152;153;155;157;158;159;160;163;164;165;166;167;168;169;170;171;172;173;174;175;176;178;179;180;181;182;183;184;185;186;187;188;189;190;191;192;193;194;195;196;197;198;199;200;202;203;204;205;206;207;208;209;210;211;212;213;214;215;216;217;218;219;221;222;223;224;225;226;227;228;229;230;231;232;233;234;235;236;237;238;239;240;241;242;243;244;245;246;247;248;249;250;251;253;254;255;256;257;258;259;260;261;262;263;264;265;266;267;268;269;270;271;272;273;274;275;276;277;278;279;280;281;282;283;284;285;286;287;288;289;290;291;293;294;295;296;297;298;301;302;303;304;305;306;307;308;309;310;311;312;313;314;315;316;317;318;319;320;321;322;323;324;325;326;327;328;329;330;331;332;333;334;335;336;337;338;339;340;341;342;343;344;345;346;347;348;349;350;351;352;353;354;355;356;357;358;359;360;361;362;363;364;365;366;367;368;369;370;371;372;373;374;375;376;377;378;379;380;381;382;383;384;385;386;387;388;389;391;392;393;394;395;396;398;399;400;401;402;403;404;405;406;407;408;409;410;411;412;413;414;415;416;417;418;419;420;421;422;423;424;425;426;427;428;429;430;431;432;433;434;435;436;437;438;439;440;441;442;443;444;445;446;447;448;449;450;451;452;453;454;455;457;458;459;460;461;462;463;464;465;466;467;468;469;470;471;472;473;474;475;476;477;478;479;480;481;482;483;484;485;486;487;488;489;491;492;493;494;495;496;497;498;499;500;501;502;503;504;505;506;507;508;509;510;511;512;513;514;515;516;517;518;519;520;521;522;523;524;525;526;527;528;529;530;531;532;533;534;535;536;537;538;539;540;541;542;543;544;545;546;547;548;549;550;552;553;554;555;556;557;558;559;560;561;562;563;564;565;566;567;568;569;570;571;572;573;574;575;576;577;578;579;580;581;582;583;584;585;586;587;588;589;590;591;592;593;594;595;596;597;598;599;600;601;602;603;604;605;606;607;608;609;610;611;612;614;615;616;617;618;619;620;621;622;623;624;625;626;627;628;629;630;631;632;633;634;635;636;637;638;639;640;641;642;643;644;645;646;647;648;649;650;651;652;653;654;655;656;657;658;659;660;661;662;663;664;665;666;667;668;669;670;671;672;673;674;675;676;677;678;679;680;681;682;683;684;685;686;687;688;689;690;691;692;693;694;695;696;697;698;699;700;701;702;703;704;705;706;707;708;709;710;711;712;713;714;715;716;717;718;719;721;722;723;724;725;726;727;728;729;730;731;732;733;734;735;736;738;740;741;742;743;744;745;746;747;748;749;750;751;752;753;755;756;757;758;759;760;761;762;763;764;765;766;767;768;769;770;771;773;775;776;777;778;779;780;781;782;783;784;785;786;787;788;789;790;791;792;793;794;795;796;798;799;800;801;802;803;804;805;806;807;808;809;810;811;812;813;814;815;816;817;818;819;820;821;822;823;824;825;826;827;828;829;830;831;832;833;834;835;836;837;838;839;840;841;842;843;844;845;846;847;848;849;850;851;852;853;854;855;856;857;858;859;860;861;862;863;864;865;866;867;868;869;870;871;872;873;874;875;876;877;878;879;880;881;882;883;884;885;886;887;888;889;890;891;892;893;894;895;896;897;898;899;900;901;902;903;904;905;906;907;908;909;910;911;912;913;914;915;916;917;918;919;920;921;922;923;924;925;926;927;928;929;930;931;932;933;934;935;936;937;938;939;940;941;942;943;944;945;946;947;948;949;950;951;952;953;954;955;956;957;958;959;960;961;962;963;964;965;966;967;968;969;970;971;972;973;974;975;976;977;978;979;980;981;982;983;984;985;986;987;988;989;990;991;992;993;994;995;996;997;998;999;1000;1001;1002;1003;1004;1005;1006;1007;1009;1010;1011;1012;1013;1014;1015;1016;1017;1018;1019;1020;1021;1022;1023;1024;1025;1026;1027;1028;1029;1030;1031;1032;1033;1034;1035;1036;1037;1038;1039;1040;1041;1042;1043;1044;1045;1046;1047;1048;1049;1050;1051;1052;1053;1054;1055;1056;1057;1058;1059;1060;1061;1062;1063;1064;1065;1066;1067;1068;1069;1070;1071;1072;1073;1074;1075;1076;1077;1078;1079;1080;1081;1082;1083;1084;1085;1086;1087;1088;1089;1090;1091;1092;1093;1094;1095;1096;1097;1098;1099;1100;1101;1102;1103;1104;1105;1106;1107;1108;1109;1110;1111;1112;1113;1114;1115;1116;1117;1118;1119;1120;1121;1122;1123;1124;1125;1126;1127;1128;1129;1130;1131;1132;1133;1134;1135;1136;1137;1138;1139;1140;1141;1142;1143;1144;1145;1146;1147;1148;1149;1150;1151;1152;1153;1154;1155;1156;1157;1158;1159;1160;1161;1162;1163;1164;1165;1166;1167;1168;1169;1170;1171;1172;1173;1174;1175;1176;1177;1178;1179;1180;1181;1182;1183;1184;1185;1186;1187;1188;1189;1190;1191;1192;1193;1194;1195;1196;1197;1198;1199;1200;1201;1202;1203;1204;1205;1206;1207;1209;1210;1211;1212;1213;1214;1215;1216;1217;1218;1219;1220;1221;1222;1223;1224;1225;1226;1227;1228;1229;1230;1231;1232;1233;1234;1235;1236;1237;1238;1239;1240;1241;1242;1243;1244;1245;1246;1247;1248;1249;1250;1251;1252;1253;1254;1255;1256;1257;1258;1259;1260;1261;1262;1263;1264;1265;1266;1267;1268;1269;1270;1271;1272;1273;1274;1275;1276;1277;1278;1279;1280;1281;1282;1283;1284;1285;1286;1287;1288;1289;1290;1291;1292;1293;1294;1295;1296;1297;1298;1299;1300;1301;1302;1303;1304;1305;1306;1307;1308;1309;1310;1311;1312;1313;1314;1315;1316;1317;1318;1319;1320;1321;1322;1323;1324;1325;1326;1327;1328;1329;1330;1331;1332;1333;1334;1335;1336;1337;1338;1339;1340;1341;1342;1343;1344;1345;1346;1347;1348;1349;1350;1351;1352;1353;1354;1355;1356;1357;1358;1359;1360;1361;1362;1363;1364;1365;1366;1367;1368;1369;1370;1371;1372;1373;1374;1375;1376;1377;1378;1379;1380;1381;1382;1383;1384;1385;1386;1387;1388;1389;1390;1391;1392;1393;1394;1395;1396;1400;1401;1402;1403;1404;1405;1406;1407;1408;1409;1411;1412;1413;1414;1415;1416;1417;1418;1419;1420;1421;1422;1423;1424;1425;1426;1427;1428;1429;1430;1431;1432;1433;1434;1435;1436;1437;1438;1439;1440;1441;1442;1443;1444;1445;1446;1447;1448;1449;1450;1451;1452;1453;1454;1455;1456;1457;1458;1459;1460;1461;1462;1463;1464;1465;1466;1467;1468;1469;1470;1471;1472;1473;1474;1475;1476;1477;1478;1479;1480;1481;1482;1484;1485;1486;1487;1488;1489;1490;1491;1492;1493;1494;1495;1496;1497;1498;1499;1500;1502;1503;1504;1505;1506;1507;1508;1510;1511;1512;1513;1514;1515;1516;1517;1518;1519;1520;1521;1522;1523;1524;1525;1526;1527;1528;1529;1530;1531;1532;1533;1534;1535;1536;1537;1538;1539;1540;1541;1542;1543;1544;1545;1546;1547;1548;1549;1550;1551;1552;1553;1555;1556;1557;1558;1559;1560;1561;1562;1563;1564;1565;1566;1567;1568;1569;1570;1571;1572;1573;1574;1575;1576;1577;1578;1579;1580;1581;1582;1583;1584;1585;1586;1587;1588;1589;1590;1591;1592;1593;1594;1596;1597;1598;1599;1600;1601;1602;1605;1606;1607;1608;1609;1610;1611;1612;1613;1614;1615;1616;1617;1618;1619;1620;1621;1622;1623;1624;1625;1627;1628;1629;1630;1631;1632;1633;1634;1635;1636;1637;1638;1639;1640;1641;1642;1643;1644;1645;1646;1647;1648;1649;1650;1651;1652;1653;1654;1655;1656;1657;1658;1659;1660;1661;1662;1663;1664;1665;1666;1667;1668;1669;1670;1671;1672;1673;1674;1675;1676;1677;1678;1679;1680;1681;1682;1683;1684;1685;1686;1687;1688;1689;1690;1691;1692;1693;1694;1695;1696;1697;1698;1699;1700;1701;1702;1703;1704;1705;1706;1707;1708;1709;1710;1711;1712;1713;1714;1715;1716;1717;1718;1719;1720;1721;1722;1723;1724;1725;1726;1727;1728;1729;1730;1731;1732;1733;1734;1735;1736;1737;1738;1739;1740;1741;1742;1743;1744;1745;1746;1747;1748;1749;1750;1751;1752;1753;1754;1755;1756;1757;1758;1759;1760;1761;1762;1763;1764;1765;1766;1767;1768;1769;1770;1771;1772;1773;1774;1775;1776;1777;1778;1779;1780;1781;1782;1783;1784;1785;1786;1787;1788;1789;1790;1791;1792;1793;1794;1795;1796;1797;1798;1799;1800;1801;1802;1803;1804;1805;1806;1807;1808;1809;1810;1811;1812;1813;1814;1815;1816;1817;1818;1819;1820;1821;1822;1823;1824;1825;1826;1827;1828;1829;1830;1831;1832;1833;1834;1835;1836;1837;1838;1839;1840;1841;1842;1843;1844;1845;1846;1847;1848;1849;1850;1851;1852;1853;1854;1855;1856;1857;1858;1859;1860;1861;1862;1863;1864;1865;1866;1867;1868;1869;1870;187Ferqa di nêvbera »ko«, »ku« û »kû« de (2005-05-19)
fjrigjwwe9r0TabArticles:ArticleHeadline
Xewna Mesûd Barzanî ji başûrê Kurdistanê mezintir e (2005-02-07)
 
REKLAM


KOLUMNÎST
Şebabê Egît nabe Şeroyê Biro û ez jî nabim ”heval”
Tolstoy û xelata Nobelê
Kurdistaneka serbixwe û [ne]cida
Heşt rojên şerê xendekê – I
Em û felsefe
Hilbijartinên Kurdistanê ez şok kirim
© 1997–2024 www.nefel.com  |  E-poste: info@nefel.com  |  Powered by Medesoft.org