[ SÊŞEM, 2024-04-23 ]   [ BIKE MALPERA DESTPÊKÊ ]   [ BÊXE NÊV BIJAREYAN ]   [ KONTAKT ]   [ INFO ]   [ LÊGERÎN & ARŞÎV ]  
DESTPÊK
Nûçe
Nivîsar
Kulturmagazîn
Hevpeyvîn
Kolumnîst
Ewrokurd
E-Pirtûk
Lîteratûr
Ziman
Muzîk
Foto
Lînk
E-POSTEYA TE
  Nav (Username)  
   
  Þîfre (Password)  
   
   
     
   »E-posteyeka nû
 bo xwe qeyd bike
 
REKLAM


KOLUMNÎST 
Ruhên birîndar, nivîskar, roman û novel
STOCKHOLM, 7/1 2007 — Min di nivîsara berê de bi kurtî gotibû ko edebîyat ji lihevanîn û hunandina guhdarî kirin, dîtin, bihîstin, fikir, bîranîn û hestên mirovê bêjer pêk dihê ko tarîxa edebîyatê çi bêje bi qasî tarîxa ziman kevin e. Cewhera edebîyatê di ziman de veşartî ye, ziman, kevirên ziman, gotin formê didin edebîyatê. Hebûna gelek ziman, hebûna kulturên cuda, hebûna sewiyeyên cuda yên civakî, aborî, çandî û sîyasî bi xwe re him pirrengîya edebîyatê him jî edebîyatên mîletên cuda afirandîye. Arkeolog, antropolog, civaknas û yên bi karê edebîyatê ve mijûl bûne bi me didin nasîn ko bi hezar salan e, destan, çîrok, serpêhatî têne û hatine nivisîn; bêşik berê nivisînê ev tişt bi devkî cardin bi hezar salan hatine vegotin. Ji xwe mirov nikare sînorekî ji bo destpêka destan, şiîr, mitolojî û çîrokên gelêrî dayne.

Lê ji bo hin babetên edebîyatê, ji bo novel û romanê karê me hêsantir e ji ber ko mirov kare destpêkekê dayne ko ev jî ji çend sed salan nabihure. Çîrokên hezar û şevekê ko niha ji berhevokeke ji sed û heftê çîrokan pêk tê wek bingehê an jî destpêka roman û novela modern têne hesibandin; lê digel vê yekê jî ji ber hevbeşîya bêjerên çîrokan û form û naveroka wan ew nakevin nav beşê novel û romanê. Herçî roman û novel in, mirov ji bo destpêka wan kare heta sedsala sêzdehan dakeve; lê li ser vê yekê lihevkirinek tune be jî romana Cervantesê Îspanî ya Don Quiojte wek destpêka romana modern tê qebûlkirin. Ev roman jî çarsed sal berê hatîye nivisîn. Herçî novela modern e, temenê wê ji romanê jî kurttir e ko dusedsalîya xwe tije dike.

Mirov bi giştî û taybetî nivîskar berhemê civat û kultura xwe ye, bi bûna xwe re pêrgî zimanekî tê û bi wî zimanî dunyayê nas dike, xwe nas dike. Nivîskarekî rûs an jî yekî almanî berhemê civata rûs û almanan e, berhemê zimanê rûsî û almanî ne; ko bi nivîskarîya xwe bêşik ziman û edebîyata rûs û almanan dewlemend dikin. Ev xisûsîyet ji bo hemî nivîskaran hevbeş e; ji lewre nivîskar bi berhemên xwe ve mîlî ne, di vê çarçoveyê de edebîyateke navneteweyî nîne; her yek ji wan bi ziman û kultureke cuda vî karî dikin. Îro kes ji ber nemîlîbûna xwe bi zimanekî ne mîlî nanivîse. Çend nimûneyên îdealîst ko bi esperanto an jî zimanên weha afirandî tiştan dikin hebin jî bêmane ne, ji ber ko îrasyonel in. Her nivîskar berî hertiştî ji bo civata xwe, bi zimanê ko ew pê mezin bûye, pê dunya nasîye dinivîse. Ji ber ko ew bi wî zimanî, derûdora xwe, civata xwe, kultur û zanîna xwe herî baş kare îfade bike. Bêşik edebîyatên mîlî, fikir û rengên ko di zimanên cuda de hene, bi rêya berhemên nivîskaran ji hev kelk werdigirin, bi saya wergerê hevdu dewlemend, xurt û temam dikin.

Nivîskarên herî serketî bi tecrûbeya xwe dibêjin, divê mirov bi ruh û can binivîse. Tiştên ko dinivîse, mijara li ber destê mirov, wê û dîmenên li bîr û hişê mirov, zanîn û fikira der heqê wan de gotin bi gotin wek hosteyê dîwaran, mirov avahîya xwe dayne, bixemilîne û bikemilîne. Avahîya ko bi gotinan tê danîn êdî dimîne li ser hêginî, zanîn, zewq, çêj, hest, fikir, kultura mirovê bêjer û mijara bi xwe ko bersîva nivisê bi xwe, di nav xwe de dinimîne. Mebest û modela novel û romanê, formê dide berhemê ko nivîskar pêgirê awayê hunandinê dimîne; ji ber xwe ve lihevnayne; ew li gorî armanca xwe materyalên xwe ji nû ve sererast dike, cîhê wan diguhere, şikil dide wan; di asasê xwe de tiştekî zêde nû nabêje, lê formê li gorî mexseda xwe dide wan. Encam jî dibe berhemeke edebî. Wek ko nivîskarê swêdî Lo-Johansson dibêje; ne nivîskarê romantîk ji ber xwe ve lihevtîne, ne jî yê realîst timî sadiqê rastîyê dimîne. Herdu jî fikir û heyîya dunyaya derve, li gorî hunera xwe ji nû ve dixin qalibeke pêdivî.

Gava mirov bi dil û can, bi hemî taqet û ruhê xwe, bi awayekî baldar û lêhûrbûyî li ser bisekine, wê gavê mirov li dîmenên zelal, rengîn û li gorî rewşê li yên xemilandî digere; ev jî tê wê maneyê ko di bîr û hişê mirov de ew dîmen wextekî bi cîh bûne, hatine neqişandin; vêca mirov bi lêgerîn û bîranîna wan bi hêsanî dikare dîmenê bi zimanekî edebî li gor hewce û mijara xwe li ber çavan raxe. Nexwe ji bo nivisê bi vî an wî şiklî jîndarîyek, lêhûrbûnek, lêgerîn û agahdarîyeke berfireh hewce ye; te divê jê re serpêhatî, bîranîn, jîyana duhî, agahdarî û zanîn an tiştekî din bêjin.

Helbet nivisîn lêgerîn e; behskirina mijarê ye, di destpêkê de mimkin e mijarek di hişê mirov de hebe lê di prosesa nivisînê de naveroka mijarê peyder pey şikil digire, bi xwîn û goşt dibe. Ango di destpîkê de an jî berê wê hertişt di serê mirov de têkûz û hazir nîne. Pirî caran bi nivisî re êdî karekterên afirandî jîyana xwe dijîn û dibin hakimê berhemê ko nivîskar nema kare bi dilê xwe berê meseleyê an jî bûyeran biguhere, ji ber ko lihevanîn û naverok û forma edebî ya li ber dest, bêjerî mecbûrî hin xisûsîyetan dike ko ew xwe pêgirê qaîdeyên edebî dibîne û karê xwe dike..

Pirî caran mirov li zaroktîya xwe vedigere.Ew dem ji bo mirov destpêka nasîna dunyayê bi hemî awayan e; derûdor, malbat, cîran, civat, kolan, deng, reng, ziman û hemî tiştên heyî û yên abstrak di wê demê de li mejîyê mirov bi cîh dibin ko bi bîranîn, xewn û ligerînan mirov kare timî serî lê bide û wê demê bi bîr bîne; bi zanîn û hêginîya xwe, bi agahîyên li ber destê xwe wan xurt bike û jê kelk werbigire da ko ji bo mebesta xwe bi awayekî bi rêkûpêk bi kar bîne.

Gava nivîskar roman, novel an jî çîrokekî dinivîse, gelo çi qasî xwe bi xwe dinivîse; çîrokbêj çi qasî wek çîroknivîsa swêdî Lîndgren dibêje “ji bo zaroka li dilê xwe dinivîse”, novelnivîs çi qasî ji ruh û canê xwe ji xwîna xwe, xwe tevî novelê dike; yê romannivîs hakeza çi qasî ji zanîn, kultur, hest û kûrahîya ruhê xwe tevî romanê dike?

Tiştên ko tên nivisîn parçeyek ji wî ne an ji derve, ji jor lê dinihêre û dîmenê vedibêje?

Niviskarî, nivisîn bi giştî encam û berhema xebateke dûr û dirêj e, bi lêfikirîn, lêgerîn, zanîn, meraq, tecrûbe, jîyan û bîranînan bi tenê pêk nayê, ji bo vegotinê divê di dil û mejîyê mirov de him hêginîyeke tebiî him jî taqet û disîplîneke têkûz hebe. Hêginîya tebiî heke ji bo mirov xelateke xurustî be, bi tena serê xwe têrî nake; divê mirov bi xwe jî ji bo vê yekê, wek hemî tiştên din hewl bide, bixebite, xweydanê bide, lê hûr bibe, bixwîne, biqîre, bikeve, rabe û bigihîje encamekî.

Wek hemî kar û mijûlîyên din di vê xebatê de jî problem dertên û çareserkirina probleman ne welê hêsan e, lê ji ber ko mexseda me bi taybetî nivîskar bi giştî rewşenbîrên kurd in divê wacibîyên wan ji kesên civatê yên din cuda bin, her rewşenbîrek xwedîyê zanîn û kultureke têgihîştî ye ko dikare bi hewldan û xebata xwe ya şexsî gelek pirsgirêkan çareser bike ko yek ji wan jî hînbûn û bikaranîna zimanê kurdî ye; ne ko em her yek li bendî yên din rawestin an jî bixwazin hew temaşe bikin lê bi xwe beşdarî qîrîna ber bi asîman nebin.*

Bêguman heqê kesî nîne li kesekî din zordarî bike da ko ya xwe li ser wî ferz bike; lê gava mirov dest avêt pênûsê û bi karê rewşenbîrîyê rabû û encama keda mirovî, fikir û zanîna mirov derket pêş civatê êdî mirov bixwaze an nexwaze xwedî berpirsiyarîyê ye.

Me got edebîyat ziman e; roman, novel, şiîr û çîrok tev bi gotinên ziman têne avakirin, dewlemendîya ziman, rojane bikaranîna wî, perwerde, xwendin, nivisîn, fikirîn, lêfikirîn hemî ji bo prosesa edebî ya nivisînê zerûrî ne. Helbet gava mirov dinivîse li ber destê mirov kitêbxaneyeke dewlemend, her cûre kitêb hebin, ev rewşeke îdeal e; lê gava tune bin berî herkesî ev karê kesên rewşenbîr e ko pê rabin, li gor qaîdeyên ziman gotinên hewce biafirînin, ruhê ziman vejînin da ko gotin bi gotin avên cuda, rûbarên cuda li çemekî bigihînin hev da ko pêlên deryaya ziman pê rabin.

Di şertên îro de bijartina bi kurdî nivisîn helwesteke sîyasî ye ko ji ber asteng û zordarîya li ser zimanê kurdan e. Lê bifikirin ko zimanek ev zêdeyî heftê salî ye qedexe ye. Digel bijartina bi nivisîna bi kurdî her di eynî demê de divê mirov destnîşan bike ko rewşenbîrên kurd berhemên civata xwe ne; ew di nav vê civatê de bûne, di destpêkê de bi vî zimanî fikirîne, axifîne, dunya bi hemî alîyên wê ve, bi vî zimanî nas kirine. Lê piştî midetekê ew dunyaya xweş, rengîn, ew dîmenên bi xeyal û fantazîyan tije, ew şevên bi çîrokan mişt tev ji wan hatine stendin; dest bi dibistanê kirine, heft salî pêrgî zimanekî hatine ko çû tişt jê fam nekirne; di heft salîya xwe de, ji nû ve bûne wek zarokên li dergûşan. Ew dunyaya ko bi zimanê bav û kalên xwe di xeyalên xwe de xemilandibûn, hatîye parçe parçe kirin; tu qîmet jê re nemaye. Wek salmezinekî gava niha lêdifikirim, tu gotin nayê bîra min ko bidim zanîn ka çi zordarî û bêwijdanîyeke mezin li hember wan zarokan hatîye kirin û tê kirin. Ew zarok bi firê ketibûn lê ji nû ve baskên wan hatine qusandin, perikandin; lorî û satranên dayîkan, çîrokên pîrikên wan tev li wan hatine û têne herimandin!

Dewama vê tekstê di kolumna bêt de belav dibe.

-----------------------------------
Nivîskar: SERDAR ROŞAN
Weşandin: 2007-01-07
Xwendin: 4992
 

KOLUMNÊN BERÊ   
Bi xatirê we û agahdarîyeke kurt! (2009-10-05)
Ava feratê diçe (2009-09-30)
Gelo nivîskarên edebî sêrbaz in? (2009-09-18)
Me hişekî hevbeş divê! (2009-08-26)
Gelo kurd dê bibin bilûrvanên tirkan, an ...!? (2009-08-01)
Em dest ji dewleta Medan an dest ji efsaneya Dehaq berdin!? (2009-07-06)
Forma roman û novelê (2009-06-23)
Bêdengkirina sîlehan û çareserîya pirsgirêka miletê kurd (2009-03-27)
Fîrdewsî, Dehaq, efsane û realîte (2009-03-12)
Spas bavo – spas Elîyê Mele Tahîr (2009-03-09)
Siwarê hespê xelkê timî peyar e! (2009-02-22)
Dilê kurdan nîne ko bibin milet û newrozê di roja wê de pîroz bikin! (2009-02-16)
Her tişt ji bo mêran! – suneta keçan! (2009-01-03)
TRT-ya kurdî dê bibe rêveker ji bo hestên neteweyî (2008-12-28)
TRT û kanala kurdî (2008-12-23)
Heftê horî û pirjinîya simbêlboqan (2008-12-06)
Jîyan bê te tehl e! (2008-11-23)
Xeyala reşikan pêk hat, dora me ye! (2008-11-06)
Gelo civat bi darê zorê dibin milet!? (2008-08-21)
Kevnehukumranên dewleta tirkan bêçare ne! (2008-07-20)
NERÎNGEH
 
[kitêb] Sun Zî: Hunera şer (2016-04-21)
Ismail Beşikçi ji kurdan re li ser ermeniyan semînerek da (2013-09-28)
Kurdistan berî serxwebûna siyasî ”serxwebûna petrolê” û ekonomîk îlan dike (2012-05-21)
Tewanga navdêrên zimanê kurdî (2009-02-08)
Umît Firat dibêje navnîşana çareserîya pirsa kurd ne PKK ye (2008-11-11)
Hêro Talebanî: Min nedixwest Mam Celal bibe serokkomarê Iraqê [foto] (2007-05-10)
Alfabeya kurdî-latînî ji bo zimanê kurdî ji alfabeya kurdî-erebî minasibtir e (2005-11-02)
fjrigjwwe9r0TabArticles:ArticleHeadline
vv9v8v09fq:TabArticles:4;8;12;14;17;19;21;22;23;24;28;29;30;31;32;40;41;43;44;46;48;49;51;52;53;54;55;56;58;60;62;63;64;65;66;67;69;71;72;74;75;76;77;78;79;80;81;82;84;85;86;90;91;92;94;95;96;97;98;100;102;103;104;105;106;107;109;110;111;112;113;114;115;116;117;118;119;120;121;122;123;124;125;126;127;128;129;130;131;132;133;134;136;137;138;139;140;141;142;143;144;145;146;147;149;150;151;152;153;155;157;158;159;160;163;164;165;166;167;168;169;170;171;172;173;174;175;176;178;179;180;181;182;183;184;185;186;187;188;189;190;191;192;193;194;195;196;197;198;199;200;202;203;204;205;206;207;208;209;210;211;212;213;214;215;216;217;218;219;221;222;223;224;225;226;227;228;229;230;231;232;233;234;235;236;237;238;239;240;241;242;243;244;245;246;247;248;249;250;251;253;254;255;256;257;258;259;260;261;262;263;264;265;266;267;268;269;270;271;272;273;274;275;276;277;278;279;280;281;282;283;284;285;286;287;288;289;290;291;293;294;295;296;297;298;301;302;303;304;305;306;307;308;309;310;311;312;313;314;315;316;317;318;319;320;321;322;323;324;325;326;327;328;329;330;331;332;333;334;335;336;337;338;339;340;341;342;343;344;345;346;347;348;349;350;351;352;353;354;355;356;357;358;359;360;361;362;363;364;365;366;367;368;369;370;371;372;373;374;375;376;377;378;379;380;381;382;383;384;385;386;387;388;389;391;392;393;394;395;396;398;399;400;401;402;403;404;405;406;407;408;409;410;411;412;413;414;415;416;417;418;419;420;421;422;423;424;425;426;427;428;429;430;431;432;433;434;435;436;437;438;439;440;441;442;443;444;445;446;447;448;449;450;451;452;453;454;455;457;458;459;460;461;462;463;464;465;466;467;468;469;470;471;472;473;474;475;476;477;478;479;480;481;482;483;484;485;486;487;488;489;491;492;493;494;495;496;497;498;499;500;501;502;503;504;505;506;507;508;509;510;511;512;513;514;515;516;517;518;519;520;521;522;523;524;525;526;527;528;529;530;531;532;533;534;535;536;537;538;539;540;541;542;543;544;545;546;547;548;549;550;552;553;554;555;556;557;558;559;560;561;562;563;564;565;566;567;568;569;570;571;572;573;574;575;576;577;578;579;580;581;582;583;584;585;586;587;588;589;590;591;592;593;594;595;596;597;598;599;600;601;602;603;604;605;606;607;608;609;610;611;612;614;615;616;617;618;619;620;621;622;623;624;625;626;627;628;629;630;631;632;633;634;635;636;637;638;639;640;641;642;643;644;645;646;647;648;649;650;651;652;653;654;655;656;657;658;659;660;661;662;663;664;665;666;667;668;669;670;671;672;673;674;675;676;677;678;679;680;681;682;683;684;685;686;687;688;689;690;691;692;693;694;695;696;697;698;699;700;701;702;703;704;705;706;707;708;709;710;711;712;713;714;715;716;717;718;719;721;722;723;724;725;726;727;728;729;730;731;732;733;734;735;736;738;740;741;742;743;744;745;746;747;748;749;750;751;752;753;755;756;757;758;759;760;761;762;763;764;765;766;767;768;769;770;771;773;775;776;777;778;779;780;781;782;783;784;785;786;787;788;789;790;791;792;793;794;795;796;798;799;800;801;802;803;804;805;806;807;808;809;810;811;812;813;814;815;816;817;818;819;820;821;822;823;824;825;826;827;828;829;830;831;832;833;834;835;836;837;838;839;840;841;842;843;844;845;846;847;848;849;850;851;852;853;854;855;856;857;858;859;860;861;862;863;864;865;866;867;868;869;870;871;872;873;874;875;876;877;878;879;880;881;882;883;884;885;886;887;888;889;890;891;892;893;894;895;896;897;898;899;900;901;902;903;904;905;906;907;908;909;910;911;912;913;914;915;916;917;918;919;920;921;922;923;924;925;926;927;928;929;930;931;932;933;934;935;936;937;938;939;940;941;942;943;944;945;946;947;948;949;950;951;952;953;954;955;956;957;958;959;960;961;962;963;964;965;966;967;968;969;970;971;972;973;974;975;976;977;978;979;980;981;982;983;984;985;986;987;988;989;990;991;992;993;994;995;996;997;998;999;1000;1001;1002;1003;1004;1005;1006;1007;1009;1010;1011;1012;1013;1014;1015;1016;1017;1018;1019;1020;1021;1022;1023;1024;1025;1026;1027;1028;1029;1030;1031;1032;1033;1034;1035;1036;1037;1038;1039;1040;1041;1042;1043;1044;1045;1046;1047;1048;1049;1050;1051;1052;1053;1054;1055;1056;1057;1058;1059;1060;1061;1062;1063;1064;1065;1066;1067;1068;1069;1070;1071;1072;1073;1074;1075;1076;1077;1078;1079;1080;1081;1082;1083;1084;1085;1086;1087;1088;1089;1090;1091;1092;1093;1094;1095;1096;1097;1098;1099;1100;1101;1102;1103;1104;1105;1106;1107;1108;1109;1110;1111;1112;1113;1114;1115;1116;1117;1118;1119;1120;1121;1122;1123;1124;1125;1126;1127;1128;1129;1130;1131;1132;1133;1134;1135;1136;1137;1138;1139;1140;1141;1142;1143;1144;1145;1146;1147;1148;1149;1150;1151;1152;1153;1154;1155;1156;1157;1158;1159;1160;1161;1162;1163;1164;1165;1166;1167;1168;1169;1170;1171;1172;1173;1174;1175;1176;1177;1178;1179;1180;1181;1182;1183;1184;1185;1186;1187;1188;1189;1190;1191;1192;1193;1194;1195;1196;1197;1198;1199;1200;1201;1202;1203;1204;1205;1206;1207;1209;1210;1211;1212;1213;1214;1215;1216;1217;1218;1219;1220;1221;1222;1223;1224;1225;1226;1227;1228;1229;1230;1231;1232;1233;1234;1235;1236;1237;1238;1239;1240;1241;1242;1243;1244;1245;1246;1247;1248;1249;1250;1251;1252;1253;1254;1255;1256;1257;1258;1259;1260;1261;1262;1263;1264;1265;1266;1267;1268;1269;1270;1271;1272;1273;1274;1275;1276;1277;1278;1279;1280;1281;1282;1283;1284;1285;1286;1287;1288;1289;1290;1291;1292;1293;1294;1295;1296;1297;1298;1299;1300;1301;1302;1303;1304;1305;1306;1307;1308;1309;1310;1311;1312;1313;1314;1315;1316;1317;1318;1319;1320;1321;1322;1323;1324;1325;1326;1327;1328;1329;1330;1331;1332;1333;1334;1335;1336;1337;1338;1339;1340;1341;1342;1343;1344;1345;1346;1347;1348;1349;1350;1351;1352;1353;1354;1355;1356;1357;1358;1359;1360;1361;1362;1363;1364;1365;1366;1367;1368;1369;1370;1371;1372;1373;1374;1375;1376;1377;1378;1379;1380;1381;1382;1383;1384;1385;1386;1387;1388;1389;1390;1391;1392;1393;1394;1395;1396;1400;1401;1402;1403;1404;1405;1406;1407;1408;1409;1411;1412;1413;1414;1415;1416;1417;1418;1419;1420;1421;1422;1423;1424;1425;1426;1427;1428;1429;1430;1431;1432;1433;1434;1435;1436;1437;1438;1439;1440;1441;1442;1443;1444;1445;1446;1447;1448;1449;1450;1451;1452;1453;1454;1455;1456;1457;1458;1459;1460;1461;1462;1463;1464;1465;1466;1467;1468;1469;1470;1471;1472;1473;1474;1475;1476;1477;1478;1479;1480;1481;1482;1484;1485;1486;1487;1488;1489;1490;1491;1492;1493;1494;1495;1496;1497;1498;1499;1500;1502;1503;1504;1505;1506;1507;1508;1510;1511;1512;1513;1514;1515;1516;1517;1518;1519;1520;1521;1522;1523;1524;1525;1526;1527;1528;1529;1530;1531;1532;1533;1534;1535;1536;1537;1538;1539;1540;1541;1542;1543;1544;1545;1546;1547;1548;1549;1550;1551;1552;1553;1555;1556;1557;1558;1559;1560;1561;1562;1563;1564;1565;1566;1567;1568;1569;1570;1571;1572;1573;1574;1575;1576;1577;1578;1579;1580;1581;1582;1583;1584;1585;1586;1587;1588;1589;1590;1591;1592;1593;1594;1596;1597;1598;1599;1600;1601;1602;1605;1606;1607;1608;1609;1610;1611;1612;1613;1614;1615;1616;1617;1618;1619;1620;1621;1622;1623;1624;1625;1627;1628;1629;1630;1631;1632;1633;1634;1635;1636;1637;1638;1639;1640;1641;1642;1643;1644;1645;1646;1647;1648;1649;1650;1651;1652;1653;1654;1655;1656;1657;1658;1659;1660;1661;1662;1663;1664;1665;1666;1667;1668;1669;1670;1671;1672;1673;1674;1675;1676;1677;1678;1679;1680;1681;1682;1683;1684;1685;1686;1687;1688;1689;1690;1691;1692;1693;1694;1695;1696;1697;1698;1699;1700;1701;1702;1703;1704;1705;1706;1707;1708;1709;1710;1711;1712;1713;1714;1715;1716;1717;1718;1719;1720;1721;1722;1723;1724;1725;1726;1727;1728;1729;1730;1731;1732;1733;1734;1735;1736;1737;1738;1739;1740;1741;1742;1743;1744;1745;1746;1747;1748;1749;1750;1751;1752;1753;1754;1755;1756;1757;1758;1759;1760;1761;1762;1763;1764;1765;1766;1767;1768;1769;1770;1771;1772;1773;1774;1775;1776;1777;1778;1779;1780;1781;1782;1783;1784;1785;1786;1787;1788;1789;1790;1791;1792;1793;1794;1795;1796;1797;1798;1799;1800;1801;1802;1803;1804;1805;1806;1807;1808;1809;1810;1811;1812;1813;1814;1815;1816;1817;1818;1819;1820;1821;1822;1823;1824;1825;1826;1827;1828;1829;1830;1831;1832;1833;1834;1835;1836;1837;1838;1839;1840;1841;1842;1843;1844;1845;1846;1847;1848;1849;1850;1851;1852;1853;1854;1855;1856;1857;1858;1859;1860;1861;1862;1863;1864;1865;1866;1867;1868;1869;1870;187Ferqa di nêvbera »ko«, »ku« û »kû« de (2005-05-19)
fjrigjwwe9r0TabArticles:ArticleHeadline
Xewna Mesûd Barzanî ji başûrê Kurdistanê mezintir e (2005-02-07)
 
REKLAM


KOLUMNÎST
Şebabê Egît nabe Şeroyê Biro û ez jî nabim ”heval”
Tolstoy û xelata Nobelê
Kurdistaneka serbixwe û [ne]cida
Heşt rojên şerê xendekê – I
Em û felsefe
Hilbijartinên Kurdistanê ez şok kirim
© 1997–2024 www.nefel.com  |  E-poste: info@nefel.com  |  Powered by Medesoft.org