STOCKHOLM, 24/1 2006 — Di çarê hezîrana 1992yan de yekem parlamentoya hilbijartî ya gelê kurd li Başurê Kurdistanê piştî hilbijartina giştî ya di 19ê gulana 1992yan de hatibû pêkanîn, civîna xwe ya yekem çêkir.
Di 21ê çileya paşîn ya 2006an de jî li parlamentoya Herêma Federal ya Kurdistana Başûr de bi beşdarîya birêz Celal Talabanî, bi sifeta sekreterê giştî yê YNKyê û birêz Mesûd Barzanî bi sifetê serokê PDK-I peymana yekgirtina ”herdu hikumetên" Kurdistana Başûr hate îmzekirin. Li gora nûçeyên çapemeniya kurd, her weha di vê peymanê de sefîrê DYE Zalmay Xelîlzad jî mîna şahid îmze avêtîye.
Ji meha hezîran a 1992yan heta îro nêzî 14 sal derbas bûn. Ev 14 sal pêvajoya derbasîya ji dewleta ”De facto” (fîîlî) bo avabûna dewleta ”De Jour” (hiqûqî) bû.
Di vê pêvajoyê de gelek bûyer qewimîn. Ev pêvajo hem bi qewimandinên sîyasî yên li Kurdistanê û hem jî di Rojhilata navîn û dinyayê de bi gelek xisûsîyetên xwe ve xwediya taybetmendiyan e û her kes û alîyên eleqeder di vê pêvajoyê de dîtin û helwêstên xwe li ser vê pêvajoyê anîne ziman û gihandine raya giştî.
Tê bîra min ko hîn ji destpêka yekem civîna Parlamentoya Kurdistanê, ko ez bi xwe jî di 4ê hezîrana 1992yan de li Hewlêrê li wê civînê mîna mêvan (yek ji endamên komîsyona çavdêr ya Federasyona Komeleyê Kurdistanê li Swêdê - û serokê wê demê yê FKKSyê) beşdar bûm, heta îro bi gelek minasebetan, hem bi nivîsandî hem jî bi devkî min anîbû ziman ko heta destkeftên li Kurdistana Başûr meşruîyeteke hiqûqî ya neteweyî (Iraqî) û navneteweyî bi dest nexin, divê kurd her dem hişyar bin û van destkeftan mîna destkeftên zexm û bicîhbûyî nebînin û xwe sist nekin. Ango, van deskeftan mîna tiştên tabîî û ebedî nebînin, eksê wê ji bo parastinê garantîkirin û zeximkirina wan xebata xwe bidomîn.
Ez gelekî kêfxweş im ko va ye ev yek di dema ko ez hîn li jîyanê me pêk hat û ez dikarim nuha li ser dewleta federal ya ”de jour” ya kurdan li başûrê welatê me hest û dîtinên xwe yên li ser vê pêvajoyê û li ser paşerojê binivîsînim.
Bêguman pirsa Kerkûkê û deverên li derveyî desthilata federal ya kurdan hîn çareser nebûye û ji bo çareserîya wan pirsan plan hatine danîn. Ev pirs derveyî vê nivîsarê de ne.
Lê rastî ew e ko deverên ko di 13 nîsana 2003yan de li jêr desthilata kurdan de bûn îro êdî bi awayekî resmî û bi garantîya hiqûqa navneteweyî dewleteke federal ya kurdan e.
Ev dewleta ”de jour” (hiqûqî) bila li hemû endamên neteweya kurd pîroz be, li kurdên li her derê cîhanê û kurdên welatparêz yên ji hemû bîr û bawerîyan re!
Belê, bi qenaeta min, ne bi hilbijaritinên li tevahîya Iraqê ya di 15ê çileya pêşîn a 2005an lê, bi îmzeya birêz Mesûd Barzanî bi sifetê serokê PDKyê û birêz Celal Talabanî bi sifetê sekreterê giştî yê YNKyê, qasî ko min ji TVyê temaşe kir, di 21ê çileya paşîn a 2006an de, êdî dewleta fîîlî ya federal ya kurdan li Kurdistana Başûr bû dewletek hiqûqî ya federal ya kurdan li Kurdistana Başûr.
Di vê pêvajoya ko li jor hat binavkirin de tecrubeyên gelek giring hene ko divê li ser bên rawestandin ji bo ko ji tevgera rizgarîya neteweyî ya kurdan li perçeyên din yên Kurdistanê re bibin alîkar. Ne bi tenê ji bo vê yekê lê her weha ji bo ko em bizanibin ji pêvajoyeke çawa derbas bûne da ko bikaribin paşerojê de xeletîyên berê dûbare nekin jî ev yek pêwîst e.
Êdî Kurdistana Başûr ketîye pêvajoyeke nû. Loma jî erk û berpirsîyarîyên her welatparêzekî Kurdistanê di pêvajoya ko li pêşîya civata kurd e hatîye guherandin. Pêwîstî bi nirxandin û derbirîna awireke giştî ya li ser van pirsan heye. Bêguman ev tişt ji hidûda yek nivîsarê zêdetir e, lê her nivîsarek jî dê bibe perçeyek ji nirxandina giştî û perçeyek ji hewildana peydakirina hevbeşîyên neteweyî yên ko civata kurdan bike civateke demokratîk, wekhev û pêşketî ko kurd lê azad, bextewar, şad, wekhev û mureffeh bijîn. Kurd layiqê van tiştan in lê ev tişt ji ber xwe ava nabin û nayên bidestxistin.
Di pêvajoya 14 salan de bi qenaeta min hin xalên giring hene ko divê mirov destnîşan bike û ji bona ko jê ders bên girtin, ew xal divê bên nirxandin û minaqeşekirin. Ewên giring li gora min ev xal in:
1. Vê pêvajoyê bi her awayî dîyar kirîye ko dema hêzên sîyasî yên neteweya kurd li ser stratejîyeke neteweyî li hev nekin û hêzên xwe nekin yek, tu destkeft nayên bi dest xistin. Ango, ”yekîtîya sîyasî ya neteweyî kilîta azadî û rizgarîyê ye”.
2. Vê pêvajoyê dîyar kirîye ku, em kurd her çend neteweyek bindest ya ji hemû mafên xwe yên mirovî bêpar hatibin hiştin jî, tevgera neteweyî ji hêz û rêxistinên ko bîr û bawerîyên wan cuda nin pêk tê û divê ev yek mîna rastiyeke bingehîn bê dîtin û qebûlkirin.
3. Vê pêvajoyê dîyar kirîye ko, em dema sîyasetê dikin ne bi tenê ji bo berjewendîyê neteweyî û civakî lê her weha ji bo desthilata sîyasî ya li welatê xwe têdikoşin û vê desthilatê bi tenê di mercên lihevhatinê de dikarin bi hev re par bikin.
4. Vê pêvajoyê dîyar kirîye ko civata me kurdan jî mîna hemî civatên din yên cîhanê ji dîtin û berjewendîyên cuda pêk tê û sîyaset jî divê li gora vê rastîyê bê nirxandin û birêvebirin.
5. Vê pêvajoyê dîyar kirîye ko em kurd bi tevahî ne ”melayîket” in ne jî ”hov” in.
6. Vê pêvajoyê dîyar kirîye ko konjunktura cîhanê çiqas li gora berjewendîyên me be jî eger em ne bi hêz bin nikarin wê konjunktura sîyasî ya di berjewendîya me de ye li gora berjewendîyên xwe bi kar bînin.
7. Vê pêvajoyê dîyar kirîye ko kurd di warê xweîdarekirinê de ji tu neteweyek din kêmtir nînin û dema bibin xwedî îmkan dikarin bi xwe, xwe îdare bikin.
8. Vê pêvajoyê dîyar kirîye ko bidestxistina desthilatê wezîfe û berpirsîyarîyên hêzên sîyasî kêmtir nake, eksê wê, hîn zêdetir û dijwartir dike. Loma jî her tevgereke sîyasî ya ko doza desthilata neteweyî-sîyasî ya kurdî dike divê amade be ko wê desthilatê li gora hêjahîyên bingehîn yên tevgera azadî û rizgarî ya neteweyî ya kurdan pêk bîne û bi rê ve bibe.
9. Vê pêvajoyê dîyar kirîye ko dewlet û miletên din ”ne evîndarên çavên me yên reş” in. Bi tenê dema berjewendîyên wan yên bi me re lihevkirî bin em dikarin bibin ”mitefiqên” wan û bi van îtifaqan jî dikarin mafên xwe bi dest bixin.
10. Vê pêvajoyê dîyar kirîye ko tevgera neteweyî û demokratîk ya kurdan tevgera pêkanîna hiqûqa mirovahî û navneteweyî ye û ji bo biserketina vê yekê jî pêwîst e ko berîya her tiştî kurd bi xwe xwediyê hiqûqa xwe bin û serdestîya hiqûqê di hemû peywendî û xebatên neteweyî de ji bona xwe bikin bingeh û rêber.
11. Vê pêvajoyê dîyar kirîye ko biserketina tevgera neteweyî û avakirin û berdewamîya îradeya yekgirtî ya sîyasî ya neteweyî nikare li ser bingeha romantîzma neteweyî pêk bê. Ev yek bi tenê li ser bingeha sîyaseteke neteweyî ya ko bi aqil û zanyarîyê ve hatibe honandin, dikare pêk pê û bigihîje armancên xwe.
Her yek ji van xalên ko ez bi xwe ji vê pêvajoya 14 salan hîn bûme û min li gora qenaet û zanîna xwe ji vê pêvajoyê mîna netîceyên girin derxistîye, hêjayî lêhûrbûneke gelek fireh in. Ew jî, guman jê re tuneye ko ji alîyê pisporên di van waran de bê kirin. Pêwîst e jî bê kirin.
Bi îmzekirina peymana yekgirtina herdu ”hikumetên” Kurdistana Başûr pêvajoyek nû dest pê kir. Qenaetên xwe yên li ser xisûsîyet, vatinî û berpirsîyariyên vê pêvajoyê jî tevî nirxandina naveroka vê peymanê ez dê di nivîsa xwe ya pêş de binivîsim. |