STOCKHOLM, 18/01 2006 – Rehmetî Celadet Bedirxanî tîpa î ji bo dengê [î] yê di peyiva dîn de û tîpa i ji bo dengê [i] yê di peyiva din de di alfabeya xwe de danîne. Ya rast, ev herdu deng fonem in; anku, wateya peyivê bi lêkguhortina wan têt guhortin. Bo nimûne, wateyên peyivên bîr û bir-an ji ber cihêbûna dengên [î] û [i]-yan ne wekhev in. Celadet Bedirxanî bi nîşankirina van herdu foneman jîrtî kiriye û em ji wan teşqeleyên ko ji ber nebûna nîşanên cida ji bo van foneman bi serê lêkolînvan û nivîskarên bi alfabeya soranî dinivîsîn tên rizgar kirine.
Fonembûna van herdu dengan bi tenê di hundirê peyivê de diyar dibe. Ev deng ne di destpêk ne jî di dawiya peyivê de nikarin bi xwelihevguhortinê wateya peyivê biguhorin. Bo nimûne, însan û insan xwediyên heman wateyê ne. Ji xwe, peyivên kurmancî, ji bilî daçekên wek bi û ji, bi dengê [i] naqedin. Bi gotineka dî, dengê [î] di destpêk, hundir û dawiya peyivan de xuya dibe, lê dengê [i], ji derveyî hinek bêjeyan, bi tenê di hundirê peyivan de dihewe.
Dengê [î] yê dawiya peyivan dengekê guhorbar e. Kvalîteya wî dixeyire gava dengê [y] li pey wî têt. Bo nimûne, [î]-ya bêjeya xanî bi zêdekirina dengê [y] di bêjeya xanîyê de dibe [i] (yan dengekê nêzîkî wî). Sedema vê guhorînê ew e ko [î] li gor [y]-yê digunce. Gava mirov dengê [î] derdixe, ziman (ezman) nêzî panîka (esmanê) devî dibe û tête pêş. Bi derxistina dengê [y], nava zimanî nêzî panîka devî dibe û piçek paşve diçe. Dema [î] û [y] li dû hev tên, ziman her ji destpêka bilêvkirina [î]-yê paşve vedigere û xwe ji bo bilêvkirina [y]-yê berhev dike. Paşdevegerîna zimanî weha dike ko dengê [î] yê berî [y]-yê bibe [i]. Pîvanên akustîk – pêlên dengî – diyar dikin ko frekvensa [î]-ya berî [y]-yê bi qasî nîva frekvensa [î]-yên dî ye û bi qeder frekvensa dengê [i] ye.
Guhê mirovî bi guhortina han dihise, ji lewre Celadet Bedirxanî ne î lê i berî y nivîsandiye. Wî herweha rastiya ko kvalîteya [î]-yê nahêt guhortin heger navbirek di navbera wê û [y]-yê de hebe diyar kiriye; bo nimûne, »ev derzî ya min e« li hember »ev derziya min e«.
Hinek nivîskar dibêjin ko divêt mirov [î]-ya berî [y]-yê bi tîpa î binivîse û bi dengê [i] bixwîne. Bi vê metodê, mirov koka peyivên ko bi [î]-yê diqedin diparêze. Bes ev metod rê li ber hinek şaşiyên nepêwîst vedike. Mirov dibîne ko forma lêkerê ya dema borî ya nêzîk, wek biriye ji lêkera birinê, bi î-yê, wek birîye, têt nivîsîn. Dîsa, hinek i, wek ya peyiva siyaset, ji ber tesîra zimanê tirkî yan jî bê sebeb wek î di hinek nivîsan de xuya dibin.
Şaşiyên han nahên kirin heger mirov xwe bispêre wê faktaya ko dengê [î] qet li pêşiya [y] nahêt bihîstin û hemî caran dengê [i] şûna wî digire. Bi vî awayî, tîpa î bi yekcarî berî tîpa y nahêt nivîsîn. Tîpa ko cihê wê digire i ye. Lê, gava î û y di du peyivên cida de bin, wek »ev derzî ya min e«, î nabe i. Bila kokparêz ji ber vê qaîdeyê dilteng nebin çunkî cotpeyivên wek heft û hevde, parastin û parêz û bi wan û pê jî nimûne ne ji diyarkirina guhorîna dengan di nivîsandinê de. Bila em jî wek Celadet Bedirxanî bikin û »derziya« xwe wek ya wî bihêlin. |