STOCKHOLM, 3/6 2014 — Heyva borî du rojnamevan Peter Finn û Petra Couvée zêdetirî sedûsih belge ji salên pêncî û şêstê yê dema şerê sar yê di navbera Emerîkayê û Sovyeta berê de berhev kir, û di rojnameya Washington Postê de belav kir.
Ji belgeyan diyar dibe ka çawa îstixbaratan berhemên edebî di şer û dubendiyên xwe yên siyasî de bi kar anîne. Ji nêv hemî nimûneyên di belgeyan de, ya herî balkêş ew e dema ko behsa romana nivîskar û helbesvanê rûs Boris Pasternak (1890 – 1960) ”Doctor Zhivago” dibe.
Ji ber rexneyên Boris Pasternak yên li desthilatdariya Sovyeta berê, ti weşaxaneyan newêriya romana wî çap bike. Gefên girtin û kuştinê jî lê zêde bûn, Pasternak ti rêyên dî li ber xwe nedît. Wî romana xwe bi alîkariya nas û dostan, bi nehênî rêkir Îtalyayê. Romana Boris Pasternak ”Doctor Zhivago” li Îtalyayê hat wergerandin bo zimanê îtalî. Wergera romanê bi îtalî berî nisxeya orjînal ya bi zimanê rûsî çap bû û di sala 1957-ê de belav bû.
Hêj ti kesî romana Pasternak li Rûsyayê nexwendibû, propagandayeke xirab li dijî romanê destpê kir û Boris Pasternak bi xiyanet û dijminatiya welatê xwe tewanbar bû. Radîkalên çep ji wisa zêdetir çûn, wan daxwaz kir ko mafê hevwelatiyê ji Pasternak bêt standin, ji Rûsyayê bêt avêtin u ticarî lê venegere.
Li gorî belgeyên Peter Finn û Petra Couvée, romana Pasternak bi tesadifî ketiye destê ajanekî îstxbarata Brîtanyayê, ew jî digel nameyekê nisxeyekê ji hevalbendên xwe yên emerîkî re rêdike û dibêje: "Ez vê diyariya biqîmet ji we re rêdikim, bawer im dê gelekî bikêrî we were."
Dema emerîkiyan bihîst ko radîkalên çep li Rûsyayê ji romana Pasternak ditirsin wan biryar da ko bi hemî metodan û bêyî ko qet haya Boris Pasternak jî jê çebe, bi hezaran nisxeyên romana wî bi zimanê rûsî ji dizî ve derbasî Rûsyayê û welatên Rojhelata-Ewropayê bikin.
Bêguman Boris Pasternak romana xwe ne ji bo xatirê çavên emerîkiyan nivîsandibû. Ew bi xwe jî çep bû û gelekî ji welatê xwe hez dikir. Pasternak di dema Stalîn de mezin bû, bûyerên girtin û kuştinê li cem wî reaksiyoneka dijwar li hemberî îdeolojiyên hişk çêkir.
Pasternak, romana xwe piştî şerê cîhanî yê didoyê nivîsand. Sovyeta berê di şerî de bi ser ket, û hingê girtin û kontrola nivîskaran hinekê kêm bû û pêleke sivik ya azadiya ramanê li Rûsyayê peyda bû. Pasrternak hêvî dikir ko ew rewş dewam bike, şidet nemîne, asoyên demokrasî û azadiyê berferehtir bibin, lê mixabin wê kêfxweşiyê dom nekir û hêviyên Pasternak dîsa şikestin.
Bûyerên romana ”Doctor Zhivago” di dawiya sedsala nozdehê de berî şerê cîhanê yê yekê destpê dike, paşê jiyan di dema şerî de û heta ko şoreşa bolşevîkan bi ser dikeve dewam dike. Lehengê Pasternak doktorekî helbestvan e û ji felsefeyê jî hez dike, ango Pasternak bi awayekî neyekser beşeke mezin ji kesayetî û jiyana xwe jî di reng û jiyana lehengê xwe de şêwe dike.
Pasternak bi honandineke edebî û hunerî ya pir spehî peryodeke giring ji dîroka Rûsyayê radixe ber çavan. Di nêva çîroka evîndariyê, şer û şoreşê de, Pasternak berê ronahiyê dide kûrahiya hestên însanî. Li hemberî kirêtiya şer û kuştinê spehîtahiya aştiyê, hezkirin û jiyanê jî heye û ka çawa ramanên mirovane ji qeyd û çeperên hemî îdeolojiyan bi gelekî berferehtir in.
Rexneyên Pasternak tenê li kêmasî û şaşîtiyên pratîk in û qet nêzîkî desthilat û sîstema dewleta Sovyeta berê nebûye, wisa jî radîkalan navê wî êxist lîsteya reş de, lê Stalîn bi xwe jî bû heyranê helbestên wî, lewra carekê emrê girtina wî rawestand û got “dest ji vî xewnperestê ko li ser baskên ewran dijî berdin”.
Emerîkaya ko îdîaya demokrasiyê dikir jî ne beheşta nivîskaran bû. Bi dehan pirtûk li Emerîkayê jî qedexe bûn, yek jê romana nivîskarê îrlandî James Joyce (1882–1941) ”Ulysses” e ko bû pirsgirêkek û bi salan li dadgehan ma. Brîtanyayê jî wekî her car piştgiriya hevalbenda xwe Emerîkayê kir. Romana James Joyce cara yekê sala 1922-ê li Parîsê belav bû, hejde salan piştî hingê Brîtanyayê dergehê xwe jê re vekir.
Kovara emerîkî ya edebî “The Little Review” li hemberî qedexekirina romanê biryar da ko beşên wê di hejmarên xwe de belav bike. Nivîskar û helbestvanê emerîkî Ezra Pound (1885–1972) dibêje, wî dizanî ko dê serêşeke mezin ji belavkirina romanê çêbibe lewra nameyek ji edîtor û birêvebira kovarê Margaret Andersonê re rêkir, jê xwest ko çapa romanê rawestîne. Lê belê Margaret Andersonê bi ya wî ne kir, hejmara kovarê digel beşa yekê ji romana ”Ulysses” çap bû.
Hingê xelk gelekî hêrs bûn, çepgiriya James Joyce bû sebeb ko helwêsteka hişk li dijî romana wî çêbe. Muhafezekarên lîberal hêj roman nexwendibûn, digotin bêhna şoreşa bolşevîkan jê têt. Siyasetmedar û nivîskarê lîberal Shane Leslie dibêje xwendina romana James Joyce wekî wê yekê ye ko mirov xwe bavêje bîreka ramanên komunîzmê.
Jiber romana James Joyce, şirketa postê qebûl nekir ko hejmara “The Little Review” belav bike. Biryara dadgehê derket, hemî nisxeyên kovarê berhev kirin û sotandin. Edîtor û karmedên kovarê jî bi belavkirina berhemeke “neexlaqî” tawanbar bûn.
Hinceta ko pê roman qedexe bû “hinek peyvên seksuel” bûn. Hingê advokat li dadgehê got heger mirov sedemên qedexekirina romana “Ulysses” bike pîvan hingê divêt ti pirtûkên William Shakespeare jî li piyaseyê nemînin.
Lê belê pîvanên siyasetê û lîtteraturê nabin yek, siyaset durû ye. Emerîkayê di heman dema ko pirtûka James Joyce qedexe dikir de ya Pasternak dida pêş.
Pasternak sala 1958-ê xelata Nobelê wergirt, lê belê desthilata Sovyeta berê rê nedayê. Pasternak di bin darê zorê de, bêdilê xwe, xelata Nobelê red kir.
Bêguman romana Pasternak, bi hemî pîvanan hêjayî xelata Nobelê ye, lê mirov gelekî li ber dikeve ko jiber sedemên siyasî romana wî dan pêş û çavên xwe ji mîrateya wî ya bihagiran di warê helbestê de girtin. Pasternak helbestvanekî qedirbilind e, ji bilî ko ew di warê wergerê de bûye medreseyeke serbixwe, wî bi ziman û stîla xwe ya taybet şoreşek di dîroka helbesta rûsî de çêkir.
Carekê ji Pasternak pirsîn ka mirovê baş kî ye, wî jî got mirovê baş ew e yê ko xwe ji gotina rastiyê nade alî. Pasternak wekî bîrûbaweriya xwe “rastgo” bû û bihayê wê yekê jî giran da. |