SWÊD, 19/8 2013 — Sala 1963-yê Martin Luther King li ber deryayeka mezin ya mirovan sekînî û behsa xewneka xwe kir. Xewna wî ew bû ko nijadperestî nemîne, bila êdî zarokên wî ji ber reng û sîmayên xwe tawanbar nebin. King bi dengekî jixwebawer ko şînî û hêvî tê de tevlihev bû dubare kir û got “I have a dream”, ”xewneka min heye”. Wê hingê ne tenê hestên miletê emerîkî, lê belê hestên mirovan li seranserê cîhanê hejand.
Serokê Emerîkayê yê berê Bill Clinton dibêje hingê ew gencekî bîstsalî bû, têt bîra wî ka çawa di bin tesîra gotinên Martin Luther King de kelegirî bû. Clinton dibêje ko xutbeya Martin Luther King xurttirîn, karîgertirîn xutbe bû ko wî di jiyana xwe hemiyê de guhdarî kiriye.
Nijadperestî têkçû. King dîroka reşên Emerîkayê guhert û piştî zilma koletiyê wekhevî pêk hat. Îro Obama serokê Emerîkayê ye.
Heger mirov berê xwe bide dîrokê dê bibîne ko tesîra xutbeyên siyasî wisa kûr e ko carinan qedera miletan diguhere. Çawa gotin dikarin hewqasê tesîrê li hest û dsîplîna mirovan bikin. Gelo bi rastî ew tesîr ya gotinê bi xwe ye an jî tesîra kesayetiya mirovê ko wê gotinê dibêje ye, an sedemên dî jî hene.
Gotineka grêkiyan heye, dibêje “biaxive da ko em te nas bikim”. Gotin bingeha komunîkasyonê ye, mirov bi rêya gotinê raman, bîr û baweriyên xwe parve dike. Heger gotin ji bo her kesî giring be, ew ji bo kesên siyasî hêj giringtir e ji ber sermayeyê mirovên siyasî gotin e.
Ji kevin de kesên siyasî xutbeyên xwe bi baldarî amade dikin, carinan dinivîsînin û carinan jî li hemberî xelkê disekinin û zanîn û entelektueliya xwe li gorî cih û rewşê diyar dikin. Li gorî lêkolînên psîkolojîk, tirsa herî pir ko di nav mirovan de belav e, piştî tirsa mirinê, axaftina li hemberî xelkê ye. Lewra awayê axaftinê, deng û livandina bedenê jî kesayetiya mirovê siyasî nîşan dide, çiqasê ew kesayetî xurt be hewqasê jî tesîra gotina wî xurttir e.
Di heman sala 1963-yê de, John Fitzgerald Kennedy li Berlînê bû, hingê krîza dîwarê Berlînê aktuel bû. Berlînî hêvîşkestî bûn û li wî dîwarî weke qedereka ko dê ticarî neyêt guhertin dinêrîn. Kennedy ji xelkê Berlînê re got:
— Berî duhezar salan li Ewropayê, serbilindahiyeka mezin bû ko mirov bigota ”ez romanî me”. Lê belê îro ez dê bibêjim ko ”ez berlînî me”. Hemî mirovên azad li her derê dinyayê îro berlînî ne, ez jî mirovekî azad im û bi serbilindayî ji we re dibêjim, ji min re rûmet e ko ez jî yek ji xelkê Berlînê bim.
Gotinên Kennedy weke lehîyeke serhildanê xwe avêt xwîn û damarên berlîniyan, sih salan piştî hingê berlîniyan bi destên xwe ew dîwar herifand, berlînî azad bûn, Berlîn dîsa bû yek.
Siyasiyê jêhatî gotinên xwe baş dipîve, dizane kengê û li kû çi bibêje. Dema pêwîst be bi komekeke kurt xwe ji helwêstên sosret xilas dike. Di vî warî de Charles de Gaulle navdar e.
General û siyasetmedarê fransî Charles de Gaulle sala 1958-ê li Cezayirê bû, hingê Cezayir bindesta Fransayê bû. Daxwaza nasyonalîstên fransî ji Charles de Gaulle ew bû ko Fransa qet ji Cezayirê dernekeve. Lê ji ber berxwedana cezayiriyan ya dijwar Charles de Gaulle gihiştibû baweriyekê ko Fransa êdî nikare li Cezayirê bimîne. Wî niyeta xwe lê anî bû ko Fransa ji Cezayirê vekişe, lê belê ji ber tirsa nasyonalîstan wî newêriya niyeta xwe eşekere bike. Charles de Gaulle serê xwe ji milet re hejand û got ”min ji we fêm kir” û paşê bêhneke dirêj bêdeng ma, hingê kesî nezanî ka wî ji kê çi fêm kir, lê belê her kesî dilê xwe xweş kir ko Charles de Gaulle jê fêm kir.
Fransa ji Cezayirê derket, nasyonalîstan hest kir ko Charles de Gaulle ew xapandin, sê caran lêxebitîn ko wî bikujin, her sê caran jî birîndar bû. Hezkiriyên Charles de Gaulle gelek bûn, belkî ruhê wî bi duaayên wan xilas bû.
Serokê Tunisê yê berê Bin Elî di xutbeya xwe ya dawiyê de wekî Charles de Gaulle ji miletê xwe re got ”min ji we fêm kir”. Bin Elî bû pêkenînkê xelkê, xelkê got rastiya wê ew bû ko Bin Elî bigota ”min qet ji we fêm nekir”. Îro Bin Elî firar e, lê belê De Gaulle bû sembolekî welatê xwe, navê wî li sedan dezgehên Fransayê hatiye kirin.
Karakterê mirovê siyasî di awayê xutbeyên wî de diyar dibe. Margaret Thatcher gelekî pratîk bû, kêm diaxivî, gotinên wê ji çend rêzan dirêjtir nedibûn. Fidel Castro gelekî ji xwe bawer bû, tiştek nedinivîsand, lê belê dikarî heft heta heşt saetan biaxive. Xutbeyên Ho Chi Minh ji siyasetê bêhtir felsefeyeke insanî bû.
Winston Churchill, siyasetmedarê ko xelata Nobelê di lîteraturê de wergirt, yek ji navdarên ko bi xwe xutbeyên xwe dinivîsand bû. Wî gelekî ji ziman û edebiyatê hez dikir û xutbeyên xwe bi stîleke edebî dinivîsand. Di şerê cihanê yê didoyê de dema Churchill zanî ko ew dê di şerî de têkbiçe, li hemberî miletê xwe sekinî û rastiya tehl ji wan re got: “Mixabin ez îro tenê dikarim soza jan û girî bidim we.”
Winston Churchill bi ruhê xwe yê sivik jî naskirî bû. Dema ko Churchill serokwezîrê Brîtanyayê bû problemek di navbera herdu partiyên mezin yên di parlamentoyê de li ser projeyekê derket, hinek digel bûn û hinek li dij bûn ka hikûmet wê projeyê qebûl bike yan ne. Hingê pêwîst bû ko Churchill nêrîna xwe di xutbeyekê de bibêje.
Churchill xutbeya xwe nivîsî, raya sekreterê xwe xwest, sekreterî wî got ko xutbe gelekî baş e lê belê wî nekarî jê fêm bike ka Churchill digel projeyê ye yan li dij e. Churchill beşişî û got jixwe armanc jî ew e.
Zimanê siyasiyên Ewropayê resmî ye, bi mantiq û argumanan baweriya milet qezenc dikin. Lê belê siyasiyên rojhelatê bi zimanê hestan diaxivin û di xutbeyên xwe de gotinên wekî ”xuşk û bira” bi kar tînin. Hestên nêzîkatiyê di navbera xwe û xelkê de çêdikin.
Siyasiyê nenaskirî bêhtir pêwîstî bi zimaneke karîger heye, lê dema ko bingehekî wî yê civakî yê berfereh çêdibe, êdî çi tişta ko ew bibêje dibe cihê rêz û baweriyê. Li rojhelatê civat hestbar e, bi hêsanî tesîr li hestên mirovan dibe.
Mamosteyê ”psîkolojya siyasî” li unîversîteya New Yorkê, D. Morton Deutsch behsa grêdana di navbera psîkolojî û siyasetê de dike. Psîkolog karakterên mirovê siyasî analîz dikin, bi texmînî dizanin ka dê çawa xebatê bikin û çi biryaran bidin. Mirovê siyasî ji bo tesîrê li milet bike zanîna xwe ya psîkolojîk bi kar tîne.
Berê kesên siyasî ji bo ko ji wan re nebe kêmasî karê nivîsandina xutbeyên xwe ji dizî ve dispartin kesên dî. Li Yûnanistana kevin telebeyên ziman û edebiyatê
bihayê nanê xwe ji nivîsandina xutbeyên kesên siyasî derdixist, lê belê îro rewş hatiye guhertin.
Xutbeya serokê Emerîkayê Barack Obama ya li Qahîreyê ko bi navê ”A new beginning” (despêkeke nû) ji bo baştirkirina têkiliyên di navbera Emerîkayê û cîhana îslamî de hat xwendin ji aliyê komîteyeke mezin ya ji siyasetmedar, psîkolog, sosyonom, dîrokvan û zimanzanan ve hat amade kirin. Barack Obama ji bo ko tesîrê li hestên misilmanan bike bi ayetên ji Quranê dest bi xutbeya xwe kir. |