SWÊD, 28/7 2013 — Di mîtolojîya grekî de, mîta Orfeus gellek navdar e. Di seranserê dîroka ewropî ya hunerî de şopên vê mîtê hene. Serborîyên Orfeus di her demê de û di hemî şaxên hunerî (weko lîrik, musîk, wênesazî û wêje) de hatine honandin û ji hunermendan re, bûne kanîyên îlhamê.
Li gor vê mîtê, Orfeus, lawê Apollon (Xwedayê huner û ronkayê) û Kalliope (mus, an jî perîyeke hunerê ye). Bi eslê xwe ji Thrakîyê ye. Bi xanima xweşik û çeleng Eurîdîkê re zewicî ye, stranbêj e û li lîrê dixe. Lê bê guman ne yekî hayela ye. Dema ko stran digotin û li lîra xwe dixist, ava çeman disekinî û çeman lê guhdarî dikirin, ajalên berî, kedî dibûn. Dengê lîra Orfeus gerdûn aram dikir, rehm dixist dilê Xweda û Xwedawendan ew qanih dikirin û destûr didan ko mirî ji nû de zindî bibin, ji Hadesê vegerin ser ruwê erdê. Li Tartaros dolabê ko Îksîyon li ser girêdayî û li ser agirê dojehê digerîya, tenê dema dengê lîra Orfeus dihat radiwestîya.
Lîra Orfeus geh navê xwe li asîman kolaye û daye komestêrkan, geh jî di ferhengê de cih girtiye weke bêjeya lîrik (di maneya helbestê de) jê veketiye. Gotina ”musik” bi xwe jî digihêje vê mîtê. Lewra ko ev bêje koka xwe ji her neh navên musên ilm û hunerên digre û yek ji van perîyan jî deya Orfeus, Kalliepo (perîya helbesta destanî) bi xwe ye.
Di heqîqetê de, mîta Orfeus di derbarê hunerê û hêjayên wê de ye. Ji xwe mebesta min jî ew e ko li ser vê mijarê hûr bibim:
Feylesofê elmanî Arthur Schopenhauer (1788-1860), hebûna mirovî bi xwestekan ve girê dida. Bê guman digot: hemû daxwazên mirovan ji hewcedarîyan vêdikevin. Lê, dawîn li daxwazên mirov nayên, dema ko yek têr dibe, dehên din di dorê de ne, mirov xwe ji vê rewşê nikane azad bike.
Schopenhauer ev rewşa mirov dişiband işkenceyekê ko di mîtolojîya grekî de Îksîyon mehkûm bû bû: Îksîyon di dema xwe de, keyê eşîreke grekî ya kevn, Lapithan, bû. Îksîyon keça Deioneus Dia ji xwe re dixwaze û ji bavê wê re soza qelenekî baş û gellek dîyariyan, dide. Lê demekê şûnde, li ser vê soza xwe nasekine tiştekî nade xezûrê xwe, bi wê jî namîne, wî digre û davêje nav êtûnek komirê û wî dişewitîne. Ji ber van gunehkarîyên wî ve, hemû xelk û keyên derdorê jê diqerin, wî mehkûm dikin. Paşê, dilê Zeus pê dişewite wî digre, tîne Olîmpus li ser sifreya Xwedayan dike mêvan. Lê demekê şûnde Îksîyon, li Olîmpusê jî dest bi tolazîyan dike, dilê xwe li xanima Zeus Hera yê xirab dike. Dema ko civanekî dide Herayê, Zeus pê dihese û feqekê li ber datîne. Li şûna Hera ewrekî (nepos) di şiklê wê de dişîne civanê wî. Îksîyon diçe cihê vî ewrî û ji vê yekbûna wan Kentaur (mexlûqatên mîtolojîk ên nîvhesp û nîvmirov) çêdibin. Dûvre, Zeus lê tê xezebê ji ber vî guneh û nankorîya wî, fermanê dide Hermes ko Îksîyon li ser dolabekê girê bide û li ser agirê dojeha herî dijwar, Tartaros, bi cih bike, da ta abadin li wir bişewite. Lewra ko Îksîyon ji ambrosayê (vexwarina Xwedayan) vexwaribû, nemir bû bû.
Tenê wexta ko Orfeus dadikeve Hadesê û li lîra xwe dixe ev dolap disekine. Li gorî Schopenhauer jî incex mirov di asteke din de dikanîbû xwe ji qeydên xwestekan azad bike. Ew jî ew bêhnka ko mirov li musîkê guhdarî dike. Ji ber vê yekê jî Schopenhauer di hîyerarşîya hunerên xweşik de pêla herî bilind dida musîkê.
Ev pesnê hunerê û bi taybetî jî ê musîkê, em li ba feylesofên şerqê jî dibînin. Mesnevî ya Mewlana Celaleddînê Rûmî mînakek herî baş e. Her hijdeh beytên pêşin tenê pesnê neyê didin. Ev pesin di seranserê Mesnevîyê de cih bi cih jî dom dikin. Hemû musik û semaya Mewlewî reyeke hunerî ye ji bo ko mirov derbasî asteke din bibe, bi gotineke modern, bigihêje ekstasê. Weko ko di mînaka Schopenhauer de li vir jî em dibînin ko tenê huner dikane mirov ji qeydên xwestekan û ezitîya wî/wê dûr bixe. Amûrên musîkî (înstrument) ji destpêkê ve di ayinan de, di hemû kulturan de hatine bikaranîn.
Wexta ko Mewlana Celaleddînê Rûmî dibêje:
»Dengê vê neyê agir e,
ne hewa ye; li ba kê ko ev agir tunebe, bila tune bibe»
Ji ya rûhanî wêdetir rastîyekê din jî destnîşan dike. An jî em dikanin wê bi babetekî din şirove bikin. Bêguman mebesta me li vir, ne ew e ko em felsefeya Rûmî bi tevayî şirove bikin. Lewra, ev heyîna “agirî” famkirin û hebandina hunerî ye. Ew reya, ko derbasî asta bilind dibe, nêzî wê işqa mezin dibe, bi xwe ye. Agir bingehê heyînê ye, lewra ko ew huner e.
Dîroka hunerê bi ya şaristanîyê dest pê dike. Hemû tecrûbeyên mirovan bi vê reyê derbasî nifşên nû bûne û ev pêvajo wusan domandiye ta ko civakên modern (bajar) ava bûne û wê çaxê jî hunerê jî şekil guhertiye. Çîrok û efsaneyên gelan, fena destana Gilgamêş û stranên Homerosî li ba sumeran û Yewnanistana kevn hatine nivisandin. Çîrok û mît fena trajedya hatine pêşkêşkirin.
Li Yewnanistana kevn ko pitir şopa xwe li ser vê dîrokê hiştiye, em dibînin ko huner ne tenê ji bo wensa mirovan hatiye bikaranîn. Lewra, di guhertina civakê de jî roleke girîng girtiye. Komedîyên Arîstofanesî (445-385) tev rexnegir bûn, geh tinazên xwe bi siyasetmedaran û geh jî bi bawermendan dikir. Retorîk, di hemî xwendegehan de derseke bingehîn bû ye.
Dîrok destnîşan dike ko ew civak an şaristanîyên ko ala hunerê alî kirine, jiya ne, pêşketine û li dunyaya mayî bandor kirine. Berovajî vê winda bûne, têk çûne...
Di encamê de ji bo me kurdan, him weko civak û him jî weko takekes gelo çi maneya hunerê heye? Em çawa bergirtîya wê dikin? Em çawan vê xezîneyê serf dikin? Bi bîrewerîyekê ez dê hewl bidim, bersiva van çend pirsan, bidim.
Ew havîn baş tê bîra min,çaxê bênderan bû. Belbî jî, min salên zaroktîyê derbas kiribûn, lê hêj ez diçûm dibistana serateyî. Li Ewropa ko mirov hijdeh salên xwe tijî dike weko zarok nayê hesêp, lê ji bo me kurdan û civaka me ez sînor di dehan de datînim. Lewra min wê havînê incex deh tijî kiribûn. Dîsan jî hisên zaroktîyê bi min re xurt bûn û ez li cencera rehmetîyê Elîkê Nebî siwar dibûm, min li dû gayekî pîr û zexel, pûşê wî hûr dikir. Wê rojê stranbêjek hatibû gund Reşîto. Xelkê jê re digot Reşîtê mitirb. Min ew ji çend dawetên berê ên derdorê nas kiribû û guhdarî kiribû. Di gotin û ribaba wî de ahengek bêhempa hebû (qe nebe min wusa hîs dikir). Erbabê hunerê xwe bû.
Dema çavên min bi Reşîto, li ser kerekî bi xurcik, ribaba wî pêçayî li milan, ket, min dev jî cencera rehmetîyê Elîkê Nebî berda û li dû wî çûm.
Li gund apekî min hebû ko nuha dunya guhertîye (rehma Xwedê li wî û hemû mirîyên haziran be), mirovekî xwedî zewq û vîzyoner bû. Nizanim çima mirovên wusan gellek caran hinekî jî xeyalperest dibin. Ev apê min î gorbuhuşt jî wusan bû. Xwe weko axayê eşîrê nîşan dida, lê mixabin kesî pênc qirûş jî di axatiya wî de ne dida. Hemû apanên min î din û bavê min jî di nav de, ew fena mirovekî bêpirsyar û beradayî nîşan didan. Lê hemû havînan jî gund li ber stranên gramafona wî diket xewê û kesî ji vê gazinc ne dikir. Bawerim cara pêşin ji gramafona vî apê min, gundê me dengê stranên Rewanê û Yerevanê bihistiye. Lewra, ko kîjan dengbêj an mitirbek bihata gund li mala wî mêvan bû. Di gel hindikmaldarîya xwe dîsan jî hertim derîyê wî ji van hunermendan re vekirî bû, ew dihewandin. Wê rojê Reşîto jî li mala wî mêvan bû. Bêguman hemû zarokên gund jî...
Wê êvarê Reşîto heta derengê şevê li ber şewqa du lempeyan li ribabê xist û bawerim repertoara xwe hemî vala kir. Min bi zewq û baldarîyek ji sedî sed lê guhdarî kir. Deng û livên wî î dema ko strana Kalo digot, hê jî li ber çavên min zîndî ne. Bawer nakim ko ez tu caran wusan weko wê carê hestdar bûme.
Sibehî dema ko ez ji xewê rabûbûm, min çavên xwe li Reşîto gerandibûn û ew li ser bênderan peyda kiribû. Hinekî bi nawbên min nêrewanî lê kiribû û hemî livên wî bi çar çavan dawerivandibûn. Li ser gellek bênderên apanên min geriya û hat ser ya me jî, lê wî xurcikên ser pişta kerê xwe, ne tijî, ceh û genim lê nêvî jî nekirin û ji gund çû. Bi dû ko tibabekî ji gund bi dûr ket, min dît ko ribaba xwe derxist, lê da, dest bi stranekê kir. Mixabin, ew stran nuha nayê bîra min.
Bê şik, ez dixwazim vê bîrewerîyê bi pirsên jorîn û mijara me ve girê bidim. Li gor temenê min belbî nêzî çil sal e di ser vê bîrewerîyê re bihurîye. Gelo îro wê Reşîto bikanibe li gundê me xurcika xwe tijî ceh û genim bike? Bê mibalaxe ez dibêm, NA! Siyaseta kurd û ta cihekî ronakbîr jî gellek caran behsa netewebûyin û şiûreke milî î kurd dikin, lê mixabin xurcika Reşîto ji bîr dikin. Naverok û kakilê netewebûyin û şiûreke milî hemî di wê xurcikê de ne.
Ger em kurdbûyinê weko zanavekê pêşkêş bikin, em dê pêşin ji zimanê kurdî dest pê bikin. Ziman, gotin, stran û nivisandin e. Di wênesazî û karên destan de jî em dê behsa motîfên kurdî bikin. Evana hemî huner in. Kurdbûyin jî bi xwe hunerek e, hunerê gotin, guhdarîkirin, nivisandin, xwendin û temaşekirinê ye. Zimanê kurdî xezîneya me ye, lê hayê me ji zengîniya me tune ye, em nikanin bibin serfkarê vî zimanî û radibin ji Xwedê, fena key Mîdas dueya zêrî dikin.
Lê demek hebû ko ala hunerî di nav kurdan de alî bû. Di vê serdemê de, xurcika Reşîto ne ji ceh û genîm û ne jî vala, lê ji zîv û zêr tijî bû. Ev serdema zêrîn ya mîrên kurd bû. Di vê serdemê de ên nola Melayê Cizêrî û Feqehê Teyran peyda bûne. Mîr Celadet di Hawarê (hejmar 33) de wexta ko herdu şahiran dide nasîn bi du mîtan dest pê dike »Dibêjin ko Mela li Westaniyê, li ber şetê Cizîrê, li ser kuçekî rûdinişt û şihrên xwe dinivisandin. Ji cizba wî kuç welê dişincirî ko piştî ko mela jê radibû jin diçûn wî kuçî û nanên xwe pê ve didan û dipijandin.» Di ya Feqehe Teyran de jî çîroka wî û Keşe heye û bê çawan Feqeh bi zimanê teyran dizanî, xezîneyekê derdixe holê, tê behskirin. (ji ber ko ev çîrok parîyekî dirêj e ez wê neqlî vir nakim, ên ko bixwaze dikane li Hawarê, hejmar 33 1941 binere).
Bêguman ev hemî nimûne û nîşaneyên şaristanîyeke bilind û xurt in. Ger ko îro jî xwedîyê wê hebe ê dîsan ala wê di nav netewên dunyayê de alî be. |