HELSÎNKÎ, 3/8 2012 — Gelek caran di medyaya kurdî de nûçeyên zîq û beloq li ser derçûna kitêbên hin nivîskaran belav dibin û pesnê wan pirr tê dan. Lê dema mirov kitêbên wan digire û dixwîne, dibîne ko ne ji ber sebebên bilindiya asta wan ya hunerî lê belkî ji ber navdariya wan kesan yan jî têkiliyên wan yên bi nûçenivîsan re wisa methê wan hatiye kirin.
Ew mixabiniyek e. Lê mixabiniyeke hê ji wê mezintir jî heye: gelek kitêbên hêja bi kurdî derdikevin lê di bêdengiyê de dimînin. Ne medya behsa wan dike, ne reklamên wan tên kirin û ne jî tên nirxandin. Pirraniya xwendevanên kurdî ti car hay ji wan nabe.
Yek ji nivîskarên hêja û berhemên wan yên bihagiran ko di tarîtiyê de mane û haya xwendevanên kurd jê nîne jî, nivîskar Diyar Bohtî û romana wî ya şaheser ”Gul bişkivîn” e. Di vê kitêba 500 rûpelî de nivîskar hewleke cidî û bi pirranî biserketî jî daye ko hemû çerxa jiyana kurdewarî û baweriyên gelêrî heta ko mimkin be bi zimanekî zengîn yê kurmancî raberî xwendevanên xwe bike.
Lehengê serekî yê romanê li destpêkê Xurşoyê bab e lê paşî nivîskar wî dimirîne û hêdî-hêdî kurê wî Xemgîn wek lehengê serekî cih digire. Nivîskar çandinê û karên din yên gundewarî bi Xurşo dide kirin û zilm û neheqiya axa li ser gundiyan bi rêya wî vedibêje. Piştî mirina Xurşo, dor tê Xemgînê zarok û nivîskar jiyana zarokan, lîstikên wan, xeyal û tirsên wan bi alîkariya wî bi xwendevanan dide nasîn.
Piştî ko Xemgîn hinekî mezin dibe, nivîskar wî dişîne bajarên tirkan û li wê derê jî rewşa rebenên wek wî tê de radixe ber çavên me. Paşî Xemgîn li Kurdistanê vedigere û romannivîs wî geh dike mêvanê aşvanekî, geh yê darbirrekî, geh dibe ba bijîşk, geh li gel qaçaxçiyan digerîne, yan karê rezvanî û cotkariyê pê dide kirin. Armanca nivîskar bi van ew e ko di navbera bûyerên trajîk û dilsoj re nivîskar derfet û delîvan bibîne daku behsa jiyan û sirişta gundan bike û pê re jî ferhengeke dewlemend ya bêje û biwêjên kurmancî bi kar tîne. Loma ”Gul bişkivîn” gencîneyek e bo nasîna jiyan, edet, bawerî zimanê kurdan û gundiyan. Lê ew ji aliyê edebî ve jî gelek bilind e ji ber ko nivîskar hem rê dide mîzahê û hem jî xeyalkirina wî xurt e.
Mijar paletî, pîrikî yan axatî be, hem nivîskar wê baş nas dike û hem jî bi hostetî behsa wan dike. Karên jinan yên navmalî, koşka axa yan karê keleşan be yan jî gotgotikên civata jinan bin, nivîskar wan bi serpêhatiyên balkêş re pêşkêş dike û bûyerên mîzahî jî ji bîr nake.
Berevajî hin nivîskarên îdealîst, Bohtî ne tenê behsa edetên baş yên kurdan dike lê herwiha mêraniya zirtok, qeyd û bendên di navbera jin û mêran de avakirî, tabûyên pûç û gelek kêmasiyên me yên kembax jî dide rûyê me.
Nivîskar li dawiya kitêba xwe ferhengokek jî bi cih kiriye. Tê de bi pirranî peyvên soranî, yên ko wî di romanê de bi kar anîne, hatine ravekirin. Lê di rastiyê de xwendevanên niha yên edebiyata kurmancî zêdetir hewceyî şirovekirina peyvên jiyana gundewarî ne.
Zimanê ko nivîskar bi kar aniye pirr rewan û xweş e. Ji her hevokê diyar e ko nivîskar bi kurdî fikiriye û ew bi kurdî nivîsiye. Tesîra zimanê tirkî yan qet li ser nîne yan jî wisa kêm e ko mirov dike bibêje ko nivîskar ne ji Bakur e.
Lê li hin cihan zimanê diyalogên gundiyan li zimanê wan yê rojane qet nayê. Bo nimûne nivîskar van peyvan di devê gundiyên nexwendewar de dicû: ”amade, pêwîst, firîşte…” Lê em hemû baş dizanin ko kurmancên gundî wan peyvan bi kar naînin û li cihê wan dibêjin ”hazir, hewce, milyaket…”
Tevî ko ”Gul bişkivîn” roman e jî, lê tê de gelek helbest jî cih digirin. Ew bi pirranî xweş in lê gelek caran tenê dubarekirina heman tiştên pexşanî ne ko berî kêlîkekê hatine vegotin. Lê bi taybetî li dawiyê baş e ko ew hatine bikaranîn û nivîskar li şûna ko bi xwe rewşê vebêje, rê daye qehremanê kitêba xwe Xemgînî. Herwiha li dawiyê roman dibe pesn-nameyeke siyasî jî lê ew jî bi gelemperî bi awayekî edebî tê pêşkêşkirin.
Pirraniya xwendevanan ê rewşa dawiya romanê wek ko nivîskar bi çavên lehengê xwe raberî me dike nebînin. Lê bo ko mirov zewqê ji xwendinê bigire, ne hewce ye ko mirov bi nivîskar re hevbîr be.
Diyar Bohtî: Gul bişkivîn, roman, 498 rûpel, Weşanên Mezopotamya, Almanya 2006
***
Li ser vê stûnê (kolumn) Husein Muhammed pirtûkên kevn û nû yên kurdî dinasîne û dinirxîne. Ji nivîskar û weşangêran tê hêvîkirin ko berhemên xwe bo nasandin û nirxandinê bigihînin wî. Hûn dikarin navnîşana wî ya malê bi rêya posteya elektronîkî (email) jê bixwazin: husein.muhammed@gmail.com |