STOCKHOLM, 14/11 2005 – Kesekî bi navê Erdal Ronahiyî babetê »pêşkît û parkît«-ê di sîteya azad Wiki Booksê de weşandiye. Wî li gor zanîna xwe hejmareka pêşpirtik û paşpirtikan rêz kiriye û nimûne li ser wan dane. Yek ji paşpirtikên wî »-ber« e. Wî li gor nezanîna xwe peyivên ko bi alîkariya lêkerên »birîn« û »birin«-ê li jêr beşê 23-yê, »-ber«-ê, tevlihev kirine. Niyaza min ne ew e ez wan peyivan li pey eslê lêkera wan vavêr bikim, lê ez dê wan bêjeyan yên ko bi alîkariya koka lêkera »birin«-ê hatine çê kirin li vê derê rêz bikim. Bêjeyên weha di lîsteya Ronahiyî de ev in: birêvebir, fermanbir, namebir, pêşbir, rêbir, gotinbir, xeberbir, rêvebir.
Xuya ye ko bêjeyên han ji peyivekê yan bêtir li gel koka dema borî ya lêkera »birin«-ê, ko »bir« e, hatine saz kirin. Bi îhtimaleka mezin, Ronahi bi xwe ne sazkerê van peyivan e. Wî jî, wek gelekan ji me, ew bêje di nivîsên çapkirî û dijîtal de dîtine û di databasa xwe de qeyd kirine.
Tiştê seqet di van bêjeyan de peyivsaziya wan e. Qaîdeya avakirina bêjeyan ji koka dema borî ya lêkerê ji qaîdeya sazkirina wan ji koka dema niho ya lêkerê cuda ye. Gava mirov peyivê ji koka lêkerê ya dema borî çê dike, mirov paşpirtika »-î«-yê lê zêde dike. Vêca, peyiva nûçêkirî rewşa subjektê diyar dike gava ew ji lêkereka netransitîv (têneper) hatibe dariştin û rewşa objektê xuya dike heger eslê wê lêkereka transitîv (têper) be. Bo nimûne,
»çûyî« ji »çûn«-ê (ez çûm – ez çûyî me)
»girtî« ji »girtin«-ê (min ew girt – ew girtî ye)
Lê, qaîdeya avakirina bêjeyan ji koka dema niho ya lêkerê ne wesa ye. Ji bo sazkirina peyivan, mirov peyivekê dixe pêşiya koka lêkerê û çi paşpirtikan li gel wê bi kar naîne. Divê lêker jî lêkereka tranisitîv be. Bo nimûne,
girtin --> -gir: rêgir, avgir, dilgir, paşgir
kuştin --> -kuj: mirovkuj, mêşkuj
xwandin --> -xwîn: quranxwîn
gotin --> -bêj: çîrokbêj, stiranbêj, dengbêj
firotin --> -firoş: gulfiroş, xwefiroş
dîtin --> -bîn: reşbîn, geşbîn
Herçend lêkera »birin«-ê transitîv e û koka wê ya dema niho »b« ye, peyivên bi alîkariya wê çêbûyî bi vê kokê bi dawî nahên; anku, peyivên wek »rêb«, »dilb« û hwd nînin. Koka vê lêkerê di peyivsazkirinê de dibe »ber«. Koka han bermayiya forma kevin ya lêkera »birin«-ê ye. Melayê Cizîrî dibêje:
Ney bestê tilsimê me bi sed xane (bi)berit
Qadir heye ’arif bikerit teqrîrê?
Vokala /e/ heta niho jî di devoka Behdînan de heye. Bo nimûne,
– Ez dê te beme bajêrî
Herweha, »ber« di hinek devokên soranî jî de têt bi kar anîn.
– Etwanî em canteye le gell xot (bi)berî?
Vêca, peyivên ko bi alîkariya koka dema niho ya lêkera »birin«-ê ava dibin bi »ber«-ê, ne »bir«-ê diqedin. Lewre, divê bêjeyên lîsteya Ronahiyî bi vî awayî bin: birêveber, fermanber, nameber, pêşber, rêber, gotinber, xeberber, rêveber. Kurmanc jî weha dibêjin.
Ne bi tenê koka »birin«-ê wesa ye. Ev halê lêkera »kirin«-ê ye jî.
kirin --> k --> -ker: karker, malker, hîleker, talanker
Wek lêkera »birin«-ê, »er«-a ko li ser koka dema niho ya lêkera »kirin«-ê zêde dibe ji forma kevin ya vê lêkerê maye. Di rêza duyê ya malika qesîdeya Cizirî de ya ko li jorê hatiye nivîsîn, forma »bikerit« di şûna »bikit« yan »bike« hatiye bi kar anîn. Koka dema niho ya lêkera »kirin«-ê hem di zazakî hem jî di hewramiyê de »ker« e. Li Behdînan, koka vê lêkerê »ke« ye. Herçend Ronahi lomeyê ji Mûrad Ciwanî dike çunkî ew di şûna parkîta »ker«-ê de parkîta »kir«-ê bi kar tîne. ew bi xwe jî xwe şaş dike dema dibêje: »ev parkît … bi hezar salan e wek ”kar" tê bikaranîn û di nav gel de rûniştî ye«. Li aliyê dî, baweriya wî bi Reşo Zîlanî têt ko gotinên wek »karkir« û »şuxulkir« di wateya »bikêrhatî« de bi kar tîne û dibêje: »[T]ermînolojiya Reşo Zîlan rast û durist« e.
Bes, rastiya wan peyivan yên ko bi alîkariya koka dema niho ya lêkera »kirin« û lêkera »birin«-ê pêk tên ew e ko ew peyiv bi »ker« û »ber«-ê, ne bi »kir« û »bir«-ê, bi dawî tên. Piştî vê şiroveyê, kî »şikber« û »gumanker« e?
---------------------------
Têbînî
– Lîsteya Erdal Ronahiyî li vê derê ye:
http://ku.wikibooks.org/wiki/P%C3%AA%C5%9Fk%C3%AEt_%C3%BB_Park%C3%AEt:_2._Park%C3%AEt
– Malika qesîdeya »Mizgîn ji me ra bêt« ya Melayê Cizîrî ji Dîwana Melayê Cizîrî ye. Ew dîwan ji berhevkirina Tehsîn Doskî ye û ji weşanên 2005-ê yên Spîrêzê li Dihokê ne.
– Dîroka lêkera »kirin«-ê di ferhenga Michael L. Chyetî Kurdish-English Dictionary: Ferhenga Kurmancî-Inglîzî ya sala 2003-ê de ye.
– Lêkerên »dan« û »xwarin«-ê jî dişibin »birin« û »kirin«-ê, lê bila ew ji bo şirovekirineka cida bimînin.
|