SELAHEDÎN, 7/11 2005 – Ednan Hisên, rojnamevanê rojnameya erebî El.Şerq El.Ewset ya li Londonê derdikeve, di despêka hevpeyvîneka xwe ya bi serokê Kurdistanê Mesûd Barzanî re ko di hejmara îro de hatiye weşandin dibêje: “Di heyama bîst salên derbasbûyî de çi qasî ko bi Barzanî re hevpeyvîn çê dibûn, min welê fêm dikir ko ew aborê di nîşandana dilşabûnê de dike, lê belê nîsana derbasbûyî li Kurdistanê û vê carê jî li Londonê min dît ko ew gelek dilşa û dev bi ken e”.
Yê rojnamevan vê dîtina xwe di dilê xwe de nahêle û di despêka hevpeyvînê de yekser ji serokê Kurdistanê sedema vê dilşabûna wî dipirse. Serok Barzanî jî di bersivê de dibêje: “Sedem belkî ew pêşketinên erênî ne yên heyama van du salên dawî hem di pirsa Îraqê de bi giştî û hem jî di pirsa Kurdistanê de çê bûne, bi taybetî naskirina mezina navneteweyî ya ji bo pirsa kurd. Rewşa me ya hundirî ya siyasî û aborî jî baş pêş ve diçe. Niha hêvî û baweriya me bi paşerojeka baştir ji Îraqê re bêtir e, ev hemû bi hev re min dilşa dikin”.
Dilşabûna serokê Kurdistanê, dilşabûna hemû gelê Kurdistanê ye ko piştî karwanekê dûr û dirêjê tekoşînê niha dawiyê li qonaxeka pir dijwar û giran tîne û ber bi qonaxeka nû ve diçe. Mafê gelê kurd heye şa be ko qonaxeka pir bi qurbanî û zehmetî diqetîne û dikeve qonaxa nû ya avakirina dewletê ko xewna her kurdekî ye. Şabûna serokê Kurdistanê ya avêtina gava yekê ya wê ber bi wê qonaxê ve ye ko hemû kurd li hemû beşên Kurdistanê li bendê ne, ew jî avakirina dewleta Kurdistanê ye.
Weke ko serokê Kurdistanê gelek caran gotiye û dibêje avakirina dewletê mafekê rewa yê gelê kurd e û dewleta Kurdistanê jî dê bête avakirin, lê belê dem û şertên ji bo avabûna wê hê jî nehatine. Ne şertên herêmî, ne jî yên navneteweyî niha ji bo vê yekê ne baş in, lê belê kengê dema wê hat, emê qed dereng nehêlin û dewleta xwe ya serbixwe rabigihînin.
Serokê Kurdistanê careka din di vê hevpeyvê de jî dîsa vekirî li ser vê meselê radiweste û dibêje: “ Divê tirs nemîne, hem tirsa kurdan ko eger behsa serxwebûnê bikin dê berbirûyî lêpirsînê û cezayê bibin, hem jî aliyên din, ew jî divê netirsin dema ko kurd daxwaza mafê çarenûsê û serxwebûnê dikin. Ev daxwaz ne tawan e, lê belê emê di vê qonaxê de emê serxwebûnê nekin diruşma xwe.
Ev daxuyaniyên weha vekrî yên serokê Kurdistanê li dor serxwebûnê û avakirina dewletê, piştî hevdîtina wî bi ya bi serokê Emerîka George Bush û serokwezîrê Brîtanya Tony Blair tên, lewra jî dikare gelek sîgnalên girîng tê de bêne xwendin. Ev dilşabûna serokê Kurdistanê û daxuyaniyên wî yên piştî seredan û hevdîtinên wî yên fermî, ne tiştek weha normal û sade ye. Helbet li pişt vê dilşabûnê nepeniyên mezin hene.
Eger ko em dîsa li destûra Îraqê vegerin, emê bibînin desthilatên pir mezin yên herêmên federal hene ko heta niha başûrê Kurdistanê bi tinê herêmeka federal e. Ev desthilat tevî ko wek destûr yên herêmeka federal in, lê belê di koka xwe de gelek ji desthilatên dewletê nêzîk in û awayê birêvebirina karûbarên başûrê Kurdistanê jî bêtirî her tiştî ji dewletê nêzîk e.
Bi van desthilatan û bi taybetî jî bi îmakanên aborî yên dane Kurdisanê di vana çend salan de dikare hemû bingehên dewleteka bi hêz bêne danîn û mesela dewletê bi tinê dimîne ragihandina wê. Başûrê Kurdistanê tam dikare wisa bike û di nava çend salên pêşhatî de hemû van bingehan ava bike, ko her tişt jî di cihê xwe de rûnişt, dewleta xwe bide ragihandin.
Destûr dibêje bi tinê garantiya ko Îraq yekpar bimîne ew e ko tev alî pêgîrî destûrê bin, ev jî karekî pir zehmet e û yê ko bi hûrî li rewşa Îraqê û bûyerên wê binêre, zehmetiya vê yekê baş fêm dike. Her kû diçe nêvbera şîî û sunniyan dûrtir dibe û bi her awayî li dijî daxwazên hev derdikevin. Hemû sîgnal welê nîşan didin ko piştî hilbijartinên 15.12.2005-ê şîî dê herêma xwe ya federal ava bikin, ew dixwazin Bexda jî di nav vê herêmê de be, helbet sunnî jî dê qed vê yekê qebûl nekin.
Mezinbûna nakokiyên şîî û sunniyan tê maneya ko dê qed ne mimkin be bikaribin pêgîrî destûrê bin. Ev yek jî rê li ber dewletbûna kurdan xweştir û nêzîktir dike û hingê parvebûna Îraqê jî ko li cem ereban sûç û tawaneka pir mezin e, dikeve milê ereban bi xwe. Her tiştê ko îro li Îraqê çê bide xuya dike ko eger Îraq parçe bibe, kurd na, ereb dê wê parçe bikin. Helbet eger ko karekî weha jî bikin, dê bibe cara yekemîn di dîrokê de ko karekî baş ji kurdan re bikin. Bawer dikim her kurdekê ko vê yekê jî fêm dike, dê her şa be.
|