STENBOL, 24/4 2012 — Piştî serdana Washingotonê û çend welatên Ewropayê serokê Kurdistanê Mesûd Barzanî li Tirkiyeyê jî di asta herî bilind de hat pêşwazî kirin. Dezgehên ragihandinê yên tirkan hêj di heqê başûrê Kurdistanê de xwediyê hindek klîşeyên jiberkirî ne. Ji ber vê jî bi riya medyaya tirkan mirov ti caran nikare di heqê Kurdistanê de rastiyê bizane an jî hindek agahiyên serast wergire.
Medyaya tirkan herwekî ko Mesûd Barzanî ji bo dosya an jî mijara PKK-ê û Tariq Haşimî hatibe Tirkiyeyê nûçeyên xwe pêşkêş kir. Ji ber ko hevdîtin ji dezgehên ragihandinê re girtî bûn zehmet e ko mirov bêje ka çiqasê PKK bû mijara van hevdîtinên Mesûd Barzanî yên li Tirkiyeyê. Tariq Haşimî ez bawer dikim ko bûbe kenarnotek jî. Lê – helwesta dewleta tirkan li aliyekê – mijara PKKê jî ji her alî ve ji bo kurdan ne tiştek normal e û sergêjiyeke mezin e bo başûrê Kurdistanê jî.
Mesûd Barzanî di preskonferansa li Enqereyê de kakilê serdana xwe ya Emerîkayê weha anî ziman: “Iraq di krîzeke siyasî ya giran de ye û Sûriye jî li ber guhortîneka cidî ye. Me xwest em nêrîna Emerîkayê ya di vî warî de bizanin lewma ez çûm Emerîkayê. Emerîka li Iraqê piştgiriya rejîmeka federal û demokratîk dike û girêdayî sozên xwe yên bo kurdan e, ev jî wekî kurd bo me bes e.”
Mirov dikare bêje ajandaya esasî ya Mesûd Barzanî ya hevdîtinên li Tikiyeyê jî di çarçeweya rewşa Iraqê û Sûriyeyê de bû.
Herwekî li Washingtonê li Stenbol û Enqereyê jî pişta Mesûd Barzanî rast bû û cihê ko pê lê dikir saxlem bû, ji ber ko “tezên kurdan” digel “heqîqeta xwezayî” û adeletê hemaheng in. Di perspektîfa parametreyên berjewendiyên navneteweyî yên stratejîk de jî Hewlêr di pozîsyona paytextê herî stratejîk de ye.
Di tezên kurdan de dijmînî û dijminkariya ti kesî û ti aliyan nîne, ji her aliyan daxwaza hiqûq û edaletê tê kirin. Edalet û hiqûq pîvanên unîversel in. Di pencereya global de jî ev heqîqeta kurdan hêj baştir derdikeve ser kefê. Kurd ne li dûv mentalîteyeka îdeolojîk an jî ya dînî ne ko digel dinyaya rojava bikevin dijberî û rikeberiyê, çavê wan ne li xespa heq û hiqûqê kesê ye jî. Ji bo cîranên wekî Tirkiye, Sûriye û Îranê ko doza kurdan di stûyê wan de heye, rîya diyalog û aştiyê diparêzin.
Malikîyê serokwezîrê Iraqa niha, ne tenê pêgiriyê li destûrê nake û mafê kurdan asteng dike, di heman demê de dixwaze yêkcar erebên sinnî jî ji mafê desthilatê bêpar bike. Kurd li dijî vê derdikevin. Lê kurd ne sinnîyan ne jî şiîyan li dijî yektir bi kar naînin. Siyaseteke xudanexlaq û xudanprensîp dimeşînin. Îran welatekê herêmê ye ko xwedana ajandeyeka veşartî û çêkirina çekên nuklerî ye.
Serweriya Hewlêrê, Îranê wekî welatekê cîranê xwe dibînê û pêgiriyê di hiqûqa cîraniyê dike, lê li himberî siyaseta rejîma Îranê ya êrişkar û çêkirina çekên nukleerî digel biryarên Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yêkbûyî cih digire.
Kurd li himnberî her rejîmeka dîktator derdikevin, li dijî rejîma Beşar Esed in. Mesûd Barzanî li Washingtonê got: “Ne tenê xwîna ko li Sûriye dirije, lê belê ew rejîm berpirsiyara ji % 80-yê xwîna ko ji ber terorê li Iraqê hatiye rijandin e jî.”
Mesûd Barzanî peywendiyên xwe yên digel Tirkiyeyê jî li ser bingehê başkirin û pêşxistina mafê kurdan li bakur pêk tîne. Tirk jî êdî hem di mijara Kerkûkê de hem jî di mijara serxwebûna Kurdistanê de her ko diçe nêzikî “tezên kurdan” dibin. Di vê mijarê de êdî xetên sor ji ajandeya siyaseta Tirkiyeyê ya digel başurê Kurdistanê rabûne.
Li Kurdistanê mafê her dîn, mezheb, grub û neteweyan parastiye û di bin garantîyê de ye.
Başurê Kurdistanê ne tenê xwediya 45-50 milyar varîlên petrolê ye lê belê ji vê zêdetir gaza wê jî heye. Hewlêr ji aliyê perametreyên ava şêrîn, ji aliyê nêzîkbûna lîman an jî benderên stratejîk yên nêvneteweyî ve (Xezar, behra Reş, behra Spî û Xelîc) ji aliyê bazarê ve jî di Avrasya û Afrîqayê de paytextê hêrî stratejîk e. Ji aliyê parastina ewlekariya veguhostina borî û xetên enerjiya ji Asya û Kurdistanê bigihî bakurê Efrîqa û Ewropayê jî Kurdistan dikare û dê bibe xwedane roleke giring.
Ajandaya Mesûd Barzanî hem li Washingtonê û hem jî li Ewropa û Tirkiyeyê xalên global û herêmî yên di heqê îstiqrar û stabilîzekirina Sûriye û Iraqê de bûn. Helbet di vê stabîlîzekirinê de dê Hewlêr roleke sereke bilehîze. Bêyî serweriya Kurdistanê bi ti awayî êdî krîza Iraqê û rewşa Sûriyeyê nayê çareser kirin.
Anomaliya Qendîl û Imralî
PKK-Qendîl-Imrali ji bo “tezên kurdan” anomaliyek e, nenormaliyeka li dijî tezên kurdan e. Ji aliyê hêjayiyên dinyaya demokratîk ve jî weha ye: ji aliyê perspektîfa golabal ya berjewendiyên dinyayê û kurdan ve jî helwesta PKK-ê dijberî berjewendiyên neteweyî yên kurdan e.
Mesûd Barzanî, Yekîtiya Ewropayê, Emerîka û hemî dostên kurdan bang li PKK-ê dikin û dibêjin şer û tundûtijî ji herkesê zêdetir zererê dide kurdan û rê li ber pêşketina mafê kurdan digire, lê PKK-Qendîl-Imrali israrê li ser îzolekirina kurdan ya ji dinyayê dike.
Di 2001-ê de Abdullah Ocalan dixwaze hemî hêza PKK derxe derveyî sînorên Tikriyeyê, lê eskerên tirk nahêle û dibêjim “bila 500 kes bimînin bo me lazim in”. Herî dawiyê aboqatê Abdullah Ocalan, Irfan Dundar jî ev rastî anî ziman.
Hem di asta global hem di asta herêmî de bi giştî dikare derfetên gelek mezin bo siyaseteka sivîl û demokratîk ya kurdan vebe, PKK bi teqereqa çekan van derfetan dixetimîne, kêmanî ji bo bakur.
Lê ya xerîb ew e ko kurdên bakur vê rastiyê naxin ber pirsê û nabêjin gelo ev şer bo berjewendiyên kê tê meşandin?
Ji bo derfet û dîplomasiya siyaseta sivîl çûna heyeta BDP-ê ya bo Washingtonê dikare bibe fîtlîneyeke nû di siyaseta bakurê Kurdistanê de. Lewma hêvî dikim ko serdana heyeta BDP-ê ya bo Washingtonê herwekî peymana aştiyê ya ko sala 1998-ê li Washingtonê di nevbeyna Celal Talebanî û Mesûd Barzanî de hat îmze kirin, bibe wesîleya xêrê bo kurdan ko BDP û siyaseta sivîl ya kurdan bizane ti riyên çarseriyê ji Imralî-Qendilê dernakevin.
Ger li bakurê Kurdistanê jî kurd çekan ji ajandeya xwe derxin, dê derfetên siyaseta demokratîk fersendên nû û mezin bo kurdan çêkin ko kurd hêj baştir bikarin dengê xwe bigihînin dinyayê û li dinyayê jî dostên kurdan dê zêdetir bibin. Dê wê çaxê serweriya başûrê Kurdistanê jî bi her awayî hêj baştir bikare piştgriya destvehênanên mafê kurdan li bakur bike.
Ji bo tirkan jî çi yek Kurdistan an jî çar Kurdistan bin, çi serbixwe an jî digel Tirkiyeyê şirîk bin, hebûn û qebûla Kurdistanê dê ji sloganên faşil û faşîst yên wekî “Bextewarî ji wî re be yê ko bibêje ez tirk im” gelekê zêdetir bextewariyê bîne. Serokatiya Mesûd Barzanî jî ji bo kurdan şanseke dî yê mezin e. Ne tenê ji bu kurdan, dost û dijmin jî gotina Mesûd Barzanî wekî cihê cihê baweriyê qebûl dikin. Pêwîstiya dinyayê bi stabîlîzkirina Rojhilata-nêvê heye û ew jî bêyî kurdan nayê stabîlîze kirin. |