HELSÎNKÎ, 14/4 2012 — Romana Helîm Yûsiv ya bi navê ”Gava ko masî tî dibin” wek dastan û epîkeke bihagiran dest pê dike. Ew xwendevanên xwe dibe war û welatekî ko mirovên wî roj bi roj zêdetir lal dibin û ji hêz û şiyana peyivînê bêpar dimînin. Li aliyekî ji her derê bo vê êşa nedîtî li daw û dermanekî bergerîn heye. Li hêla din jî civat di nav nezaniyê de xwe dispêre galegot û baweriyên bêbingeh.
Di navberê de jî mijara herî balkêş lehengê romanê, kesê bi navê yan bernavê Masî û herwiha seyê wî Bozo ne. Ne kes bi rastî dizane ka ew ji kû hatine, bi çi mijûl in û ber bi kû ve ne. Lê ev rê li ber xelkê nagire ko bi sedan teoriyên komplowarî bi dû wan ve bikin. Masî li aliyekî wek rebenekî yan dînekî tê hesibandin û li aliyekî din jî wek kesekî tirsnak û xeter lê tê nerîn.
Ev rewşa tevlihev û sergêjker xwendavan baş bi romanê ve girê didin û wî bendewarî vebûna deriyên raz û nehîniyan dihêlin. Bi taybetî dema diyar dibe ko Masî bi şev û roj hem li derve û nexasma jî di kitêbên ko li ser hev wek gidîşan nijinandine de li tiştekî digere. Loma xwendevan dike ko hema rûne û romanê heta dawiyê bixwîne.
Wek qalib bi taybetî roman bala xwendevanên xwe dikişîne: bêjer ne nivîskar yan leheng bi xwe ye. Li şûna wan, nivîskar geh vegotinê dide destê deriyê mala Masî, geh nivişta wî, geh marê di bin xaniyê wî ve, geh şûtika li navtenga wî û hwd.
Taliyê tiştê ko Masî di tarîtî û tenêtiya şevên dûr û dirêj de ji kitêbên tozgirtî lê digere, li kuçe û kolanên bajarê xwe dibîne. Ew keçeke bi navê Berfîn e ko ji Bakurê Kurdistanê (”serxetê”) bo daweta birayê xwe hatiye Başûr-Rojavayê Kurdistanê (”binxetê”).
Lê Berfîn zû ji dest wî diçe. Keçik li ser rêya çiyayan e ko bibe gerîlayeke çekdar. Piştî ko Masî vê peyamê bi rêya çekdarekî birîndarbûyî ji wê dibihîze, ew jî xwe digihîne çekdaran û dixwaze wisa bigihe yara xwe.
Xwendevan heta vê derê roman bi mereqdariyeke mezin xwendiye û li bendê ye piştî destpêkirina maceraya li çiyayên Kurdistanê êdî naverok û entensîteya romanê hê jî berztir bibe. Lê na û bi mixabiniyeke mezin na!
Ji vê derê pê ve bi zêdeyî sed rûpelan roman behsa serpêhatiyên Masî û hevalên wî yên çekdar dike. Mixabin vegotin tenê nûçevanî van rojnivîskî ye: çekdar bi dehan deveran vediguhêzin anku ji cihekî diçin yê din û hê jî zêdetir caran rû bi rûyî êrişên artêşa leşkeran dibin û carinan bi xwe jî êrişî wan dikin. Ne carekê û du caran û deh caran nivîskar dinivîse ko dîsa leşkeran bi ”kobrayan” erişî wan kiriye û ”qazan” li wan barandine.
Ev vegotin dibêjî ko yekser ji rojnivîska gerîlayekî hatine neqilkirin yan jî carinan dibêjî ko dubarekirina nûçeyên êvarî yên RojTV û televizyonên pêşrewên wê ne. Ne ko dibêjim ko ew ji rastiyê dûr in lê mixabin eger mirov li wêje û edebiyatê bigere, dê wê ji beşên ko behsa dema Masî ya li çiyayan dikin de - ko para pirtir ya ji hemû romanê ye - nebîne. Tenê dubare, dehbare û sedbare pevçûn û agirbaranan vedibêje. Ji bilî çend awarteyên kurt û kêm, ne kûr li jiyana çekdarekî, ne ramanên wan yên li ser jiyanê yan têkoşînê, ne têkiliyên dostane yan dijminane yên navbera takekesên çekdar disekine.
Çekdarên di romanê de herdem li ser rê ne. Gavekê sirpîsax û bîskeke din jî birîndar, seqet yan kuştî ne. Nivîskar bi devê çekdarekî birêveber dide gotin ko ew dixwazin şer bikin daku zarokên wan bi têkoşîn û encamên xebata wan serbest û serbilind bin, ne wek wan ji ber bêxîretiya babûkalên xwe benî û kole bin. Lê armanc û planên çekdaran qet ne diyar in. Bê navbirr ji derekê dilezin ya din lê ti tiştekî bifeyde nakin. Tek êrişên ko ew dikin, yek li ser kamerayên televizyonekê ye, ya din revandina pezên ”qoriciyan” (cehşan, alîgirên dewletê dijî çekdaran) û ya taliyê jî şelandina markêtekê ye!
Wek din karê wan xwe-dan-kuştin e. Nivîskar jî bi devê lehengên xwe vê malkembaxiyê wek rêya rizgariya Kurdistanê dibîne. Em kurd bi rastî jî bo xwe-dan-kuştinê gelek zîrek in: berevajî ko lehengên romanê - û bi devê wan nivîskarê wê - dibêjin, sebebên ko em bêwar û bêmaf mane ne ew e ko kurdan kêm xwe daye kuştin lê ew e ko em xwe bîlasebeb didin kuştinê: sî sal e ko Bakurê Kurdistanê bûye dûjeh û cehnem û ew agirê kembax li beşên din jî yên Kurdistanê belav bûye. Me berê xwe û lawên xwe yên jêhatî û nestêle daye mirinê û lê hê jî siyasetvanên me nizanin ne sî lê hema sê daxwazên xwe jî li ber dijminan rêz bikin.
Nivîskar - wek gelek kurdan - tîrên kerb û kîna xwe ji dijminan jî zêdetir berdidin kurdên ”qoricî” û ”xaîn”. Lê di rastiyê de ma çi alternatîv ji gundiyên kurd yên reben re maye? Ew di nav nal û bizmar re diperçiqin: yan dê bibin alîgirên çekdaran û bi destê dewletê werin kuştin yan jî bibin alîgirên dewletê û bi çekên çekdaran werin telaftin.
Serleheng Masî bo peydakirina Berfînê çûye çiya: ti sebebekî din nivîskar pêşkêş nake. Lê dîsa jî dibêjî qey hema wî Berfîn ji bîr kiriye: erê carinan tê bîrê lê ti hewldaneke jidil û ciddî bo vedîtina wê nade. Di ser re jî dizane yan jî li çiya jê haydar dibe ko hêza çekdar ti têkiliyên evîna cinsî - çi ”heram” bin û çi jî ”helal” - di navbera çekdarên xwe de qebûl nake. Nivîskar di ser vê û gelek pirsgirêk û neheqiyan re bi lez gavan diavêje û xwesansûrkirî xwe dispêre dîsa pevçûneke din ya navbera çekdar û leşkeran. Mixabin pevçûn hema bêje hemû wek hev in û ti balkêşiyeke wêjeyî di wan de nîne.
Nivîskar, Masî û hevalên wî geh dibe Bakur, geh Başûr û geh jî Başûr-Rojavayê Kurdistanê. Ew navê bi dehan deveran dide ko hin jê ji min bi xwe re jî nas in. Bi xwendevan wisa dixuye ko wî ev serpêhatî hema ji devê kesekî (berê-)çekdar neqil kiribin. Min nebihîstiye - û di malpera fermî ya nivîskar bi xwe de jî nayê gotin - ko nivîskar xwe gerîlatî kiribe. Herwiha ev ji wê rastiyê jî diyar e ko ew pirr behsa çekan û cengê dike lê navê çekan nas nake: çeka narincok RPG, ko bi inglîzî wek ”ar-pî-cî” tê xwendin û di kurdî de jî wek ”arpîç, arpêç” di nav gel de belav e, bi şaşî ne carekê lê her carê wek ARBC dinivîse; ”tank”an ji serê kitêbê heta binê wê wek ”tang” dinivîse û navê helîkopterên ”Cobra” bi ”k”ya biçûk wek ”kobra” dinivîse ko navê marekî ye. Ya ecêb ew e ko edîtor (Kawa Nemir) yan redaktor (Dilawer Zeraq) jî ev peyv sererast nekirine.
Gelek hevrêyên Masî di cengê de şehîd dibin lê ji ber ko berî mirina wan nivîskarê romanê ew nêzîkî xwendevan nekirine, ew tenê wek nûçe dimînin û xwendevan zû ji wan derbas dibe. Birêveberê koma Masî, Rênas hinekî awarte ye lê nivîskar têkiliya wî ya nêzîk ya canî li gel Masî tenê piştî mirina wî ava dike û hewl dide ko dilê xwendevanan bi wî bişewitîne. Rênas babê keçikeke biçûk e û wêneyê wê li ber mirina xwe dide destê Masî û jê hêvî dike ko li gel silavên babê wê bigihîniyê.
Cenga bêdawî ji Masî re bi birîndarbûna wî re ber bi xilasbûnê ve diçe. Ew, piştî dermankirina li bajarekî Tirkiyê, vedigere mala xwe li Başûr-Rojavayê Kurdistanê. Lê di wê navberê de wî çend kes û tiştên li ber dilê xwe delal û ezîz ji dest dane.
Masî ehda xwe ya li gel Rênasî bi cih tîne û bo vedîtina malbata wî berê xwe dide Diyarbekirê. Masî li nav bajar digere û diçe taxa Deriyê Çiyê (tirkî: Dağkapı), cihê ko Şêx Seîd û serekên din yên serhildana sala 1925ê lê hatibû îdamkirin. Li wan derdoran her kes bi ”zimanê general” (anku tirkî) diaxive û qedera Şêx Seîd ne xema wan e. Li vê derê nivîskarê romanê - wek ko ji gelek nivîskarên kurd re edet e - meselê moralîze dike, wê tirkîaxivînê bi lehengê xwe nexweş dide hiskirin û wî zû ji wan deran diqewirîne.
Lê ev moralîzekirineke pûç e û bi taybetî jî li rewşa Masî nayê. Erê diyarbekirî bi pirranî bi ”zimanê generalan” diaxivin û ti haya wan ji qedera Şêx Seîd nîne yan hebe jî ne xema wan e. Lê rûreşî û şermezariya mezin ne hê ew e. Ew her yek mijûlî karê xwe ye, ti îdiaya dijmintiya navbera wan û generalan nîne.
Berî kêlîkekê nivîskar bi me daye zanîn Masî bi xwe li çiyayan, di nav çekdaran de hînî ”zimanê generalan” bûye. Ev rastî ne tenê xeyaleke di vê romanê de ye. Min bi xwe bi dehan kes dîtine ko çekdarên berê ne, kurdên ne-bakurî ne û dîsa jî di nav çekdarên kurd de, çekdarên ko qaşo dijminên wan generalan in, xwedêgiravî tolhilderên Şêx Seîd û hevalên wî ne, hînî vî ”zimanê generalan” bûne. Helîm Yûsiv tirkî wek ”zimanê generalan” bi nav dike lê başûriyekî berê-çekdar belkî hê jî rasttir got: ”Em li çiya hînî tirkî bûn ji ber ko tirkî zimanê şoreşê ye!”
Hawar û sed hawar, dest û dev ji selpakfiroş û simîtgêrên Deriyê Çiyê berdin. Rûreşî û şermezariya mezin ya ji ber tirkîaxivînê ya ”şoreşgêran” e ko qaşo dijminên wan generalan in, xwedêgiravî tolhilderên Şêx Seîdê Pîran û rakerên Alaya Rengîn in!
Nivîskar lehengê xwe digihîne mala Rênasî û ba mirovên wî, keçika wî jî. Taliyê diyar dibe ko ew mirovên hev yên nêzîk bûn jî: pismamên hev bûn û malbata Rênasî jî ji Başûr-Rojavayê ye lê Masî û Rênasî bi saxî hay ji vê mirovatiya xwe tine bû. Bi vê nivîskar dixwaze hê qedera wan reştir bide diyarkirin. Lê xwendevanê ko bi rexnegirî romanê bixwîne, dikare bipirse: Erê ihtimal e ko wan herduyan nikariye hev binasin lê ihtimala ko ew hevalên nêzîkî hev bin û dîsa jî rojekê Rênasî jê re negotibe ko malbata wî jî ji ”binxetê” ye yan jî wan ji devoka hev ev seh nekiribe, gelek kêm e. Jixwe eger nivîskar xwe biparêze û bibêje ko belkî Rênas bi xwe jî nedizanî ko ew ji ”binxetê” ye, ihtimala vê jî gelek kêm e ji ber ko kurd baş ji dîroka malbata xwe, ji-kû-bûna xwe û kesûkarên xwe haydar in.
Zimanê romanê bi giştî baş e. Lê herdem bikaranîna peyvika devokî ”nema” li cihê ”na-” yan ”ne-” (bo nimûne: ”nake” wek ”nema dike” û ”nekir” wek ”nema kir” dinivîse) rewaniya zimanê romanê kêm dike. Herwiha hin kêmasiyên ergatîvî diyar in.
Taliyê jî nivîskar li mijara lalbûna xelkê, ko li destpêka romanê pirr giringiyê didiyê, û sebebên wê qet venagere. Mesele bi temamî li hewa dimîne.
Li dawiyê neçar im bi navê rastiyê bibêjim ko hemû berhemên din yên Helîm Yûsiv ne wek ”Gava ko masî tî dibin” tijî klîşe û dubarekirinên genî ne. Berevajî vê romanê, gelek hin hêjayiyên berçav di wan de hene. Em ê lê vegerin.
Helîm Yûsiv: ”Gava ko masî tî dibin”, Weşanên Lîs, Diyarbekir 2008, 240 r.
***
Li ser vê stûnê (kolumn) Husein Muhammed pirtûkên kevn û nû yên kurdî dinasîne û dinirxîne. Ji nivîskar û weşangêran tê hêvîkirin ko berhemên xwe bo nasandin û nirxandinê bigihînin wî. Hûn dikarin navnîşana wî ya malê bi rêya posteya elektronîkî (email) jê bixwazin: husein.muhammed@gmail.com |