DIYARBEKIR, 4/11 2005 — Di van demên dawî de di çarçova têkiliyên beşdarbûna di Yekîtiya Ewropayê de gengeşiyên li ser mafê ziman û zimanê kurdî bêtir di rojevê de cî digirin. Ji bo vê min jî ji betlaneya cejna remezanê îstîfade kir û xwest li ser vê mijarê çend xalan dîyar bikim.
Zimanê kurdî, yek ji zimanên zindî yên hevdem e û bi nêzîkayî ji aliyê sih û pênc milyon (35 milyon) însanan ve tête axaftin. Lêbelê ji ber polîtîkayên kolonyalîst ê dewletên hawîrdor, ji xeynî kurdên Başûr, kurdên din nikarin zimanê xwe yê zikmakî (kurdî) perwerde bibin.
Bi awayekî modern û nûjen xebatên li ser zimanê kurdî, bi tevî peydabûna hizra netewî ya kurd dest pê dike. Û ev jî digîje destpêka çaryeka sedsala bîstan. Ew dem, destpêka pêvajoya peydabûna tevgera kulturî û sîyasî ya kurd e. Lewre ziman, pevgirêdaniyeka herî girîng a navbera kes û civakê ye û unsureke esasî yê nasnameya netewî ye.
Van du-sê salên dawîn di çarçoveya têkiliyên bi Yekîtiya Ewropayê re û pê re jî li ser we‘dên pêşxistina demokrasiyê li Tirkiyê û heman demê bi tesîra guhartina rewşa siyasî ya dinyayê, Tirkiye mecbûr ma ko di qanûnên xwe de hinek guhartinan bike. Di vê çarçoveyê de ji aliyekî ve hinek qedexeyên li ser zimanê kurdî jî hatin rakirin.
Di çarçoveya têkilî û beşdarbûna bi Yekîtiya Ewropayê re, piştî polîtîkaya înkarkirin û asîmîlasyonê ya heştê salan, tenê hebûna zimanê kurdî kerhen hatiye qebûlkirin û piştî pêvajoyeke dijwar a du salan rê li pêşiya “qursên taybet ên zimanê kurdî(?)” hatiye vekirin, ne ko mafê perwerdeyiya bi zimanê kurdî hatiye qebûlkirin! Dewletê ji bo ko pêşî li daxwaza mafê perwerdeyiya bi zimanê kurdî bigre û çareseriya xwe bi kurdan bide qebûlkirin, menewrayek bi destê hinek kurdan da kirin; armanca "damezirandina qursên taybet ên zimanê kurdî" jî ev bû.
Di encamê de mafê hînkarî û perwerdeyiya bi zimanê zikmakî, di şiklê qursên taybet de hate formulekirin. Di vê çorçoveyê de rêvebirnameyên ko hatin amadekirin, ji fêrkirina kurdî bêhtir, ji bo fêrnebûna kurdî çi astengî û zehmetî hebûn tê de hatibû darijtin. Encama pratîka du salên qursan jî nîşan da ko formulasyon û çareseriya di şiklê qursên taybetî de nedirust e û ji ber vê yekê ne mimkun e bi vî awayî hînkirina ziman jî bi ser bikeve.
Di nav sînorên îro yên Tirkiyê de kêmtirîn panzdeh mîlyon kurd hene û berî hatina tirkan ve ew li ser vê cografyayê dijîn û xwediyên esasî yên vê axê ne. Lê mixabin, îro li ser axa wan mafê wan ê xwerêvebirinê tune, li ser navê xwe ne xwedî desthilateke polîtîk in û her wiha mafê wan ê kulturî û zimanî jî nîn e.
Qaşo di welatê kurdan de astengên li pêşiya hînbûn û hînkirina zimanê kurdî hatin rakirin! Jixwe bi tevî hemu zordestî û astengiyên li ser kurdan, sîstema civakî ya kurd, hînkirin û perwedeyiya bi zimanê kurdî berdewam kiriye û heta îro jî aniye. Qursên ko dewleta tirk bi minet jê behs dike û welatên Yekîtiya Ewropayê jî bi vekirina wan xwe payedar dikin, ancax dê kêrê ji holê rakirina sîstema civakî ya kurdî û zimanê kurdî bê.
Bêguman îro meseleya zimanê kurdî, heman demê meseleyeke siyasî ye. Ziman, bi peydabûna hizra netewetiyê re derdikeve radeya potansiyeleke sîyasî û dibe mijar û navgîna siyasetê jî. Ji ber vê yekê, dema ko mafê kultur û zimanê kurdî bête gengeşîkirin, beriya her tiştî sîyaseta kolonyalîst a li ser kurdan tête rojevê. Di çarçova vê nivîsa kurt de, ji her alî ve şirovekirin û diyarkirina encama sîyaseta kolonyalîst a li ser kurdan ne mimkun e, lêbelê ji bo çareseriya pirsgirêkên zimanê kurdî û bidestxistina mafê ziman, divê pêşniyarên li jêr nivîsandî bêne qebûlkirin û tetbîqkirin:
— Divê peyvên "lehçe û devokên herêmî" ji "biryarnameya karanîna lehçe û devokên herêmî" bête derxistin û her ziman bi navê xwe di yasayê de bête nivîsandin.
— Divê zimanê kurdî wek zimanê fermî yê duyemîn bête qebûlkirin.
— Divê li unîversîteyan beşên kurdolojîyê bêne damezirandin û zimanê kurdî ji dibistana seretayî bigre heta bi unîversîteyê bibe zimanê perwerdeyiyê.
— Çawa ko saziya zimanê tirkî û saziya dîroka tirk heye, divê her weha saziya zimanê kurdî û saziya dîroka kurd jî bête damezirandin.
— Divê zimanê kurdî di hemû saziyên fermî û teknîkî de bête bikaranîn û perwerdeyiya bi zimanê kurdî, bi dibistanên seretayî û navendî neyête sînorkirin.
— Divê zimanê perwerdeyiyê, ne li gor piraniya hejmara xwendevanan, li gor piraniya hejmara rûniştvanên wê herêmê bête diyarkirin. Ji bo kurdên rûniştvanên li rojavaya Tirkiyê jî, li gor hejmara xwendevanên kurd, li dibistanê dersxaneyên taybet bêne vekirin. |