[ ÇARŞEM, 2024-12-04 ]   [ BIKE MALPERA DESTPÊKÊ ]   [ BÊXE NÊV BIJAREYAN ]   [ KONTAKT ]   [ INFO ]   [ LÊGERÎN & ARŞÎV ]  
DESTPÊK
Nûçe
Nivîsar
Kulturmagazîn
Hevpeyvîn
Kolumnîst
Ewrokurd
E-Pirtûk
Lîteratûr
Ziman
Muzîk
Foto
Lînk
E-POSTEYA TE
  Nav (Username)  
   
  Þîfre (Password)  
   
   
     
   »E-posteyeka nû
 bo xwe qeyd bike
 
REKLAM


KOLUMNÎST 
[novel] Solên Mamedo ên nuh
SWÊD, 27/1 2012 — Ji do de kêf kêfa Mamedo bû. Xalê wî Cemîlo ji bajêr vegerîya bû û ji nav alavên xwe pakêtek derxistibû, dirêjî wî kiribû, rojnameyek lê pêçayî bû û wî dizanîbû evîya çi ye! Rahiştibûyê, ji çavên xwengên xwe ên meraqdar dûr, biribû li quncikeke malê, bi tena serê xwe vekiribû. Di heqîqetê de, tenê perçeyek ji rojnamê qetandibû, li ber ronîya tîrêjên lerzok ko di pacê re diketin hundurê malê, reşaya ferek solên ko dibiriqî bi çavên wî ketibû. Xwezîya wî bi cih hatibû û êdî hewcedarî pê ne dîtibû ko li pakêtê tevî meyze bike, dîsan bi şûn de pêçabû, xistbû bin çengê xwe, bi bez hatibû deya xwe himêz kiribû, sipasîya wê kiribû, guh nedabû pirsên xwengên xwe, bi heman bezê, ji hundurê malê derketibû, ber bi xirbeyên nav gund, cihê ko zarok ji bo leyistikan lê kom dibûn ve lezandibû.

Berya heftîyekê, paşnîvro dema ko Mamedo ji dibistanê hatibû malê, ji mamostayê xwe î turk nameyek anîbû. Pêşin biribû ji bavê xwe re xwendibû, lê bavo guh nedabûyê, gotibû »Bi ya min ba, ji xwe tu ê neçûya tu dibistanan, ev sê sal in mîh û berxên me bê şivan in. Mesrefên şivantîyê ne bes bûn, vêca yên dibistana te jî bi ser de!» Bi dû van bersivên hişk î naxoş ên bavo de, kelogirî çûbû ba deya xwe, gilîyên xwe jê re gotibûn û nameya mamosta jî jê re xwendibû. Mamosta di nameya xwe de hin pêdivîyên wî rêz kiribûn û zêdetir jî tenbîha solekê kiribû, nivisîbû ko »…êdî wexta çaroxan derbas bûye û di vê demê de mirov bi çaroxan nikane were dibistanê!» Nexasim ev rêzikên dawîn ji dayê re bicar kiribûn, ew teqez li ber xistibû.

Edlayê bi heyranî li lawê xwe temaşe kiribû û ji şarezatîya wî ya xwendinê re şikir anîbû. Lewra ev demek bû ko Mamedo yek ji wan kesan bû, dema nameyek ji xerîbiyê an jî ji leşkerîyê dihat, gazî wî dikirin û ew jî diçû ew name ji heskirên wan re dixwend, veduguherand bi kurmancî jî şirove dikir. Gundîyan her car ew xelat dikirin, ber sînga wî tijî bastêq, mewîj, benî û êmîş dikirin û ew dişandin malê. Deya wî jî her car bi vê yekê serbilind dibû. Heta bi, yek ji xalên wî, Sefero jî hêj leşker bû û car carna nameyên wî jî dihatin. Mamedo, ev name ji malbatê tevî re bi dengê bilind dixwendin.

Bêguman deya wî gellekî jê hes dikir û di ser her sê xwengên wî re digirt. Piçûk û xortê malê î bi tenê, dergûşa deya xwe bû! Çendî ko bavo li hember dibistanê û fêdeyên wê bişik bû jî, dîsan ji wî hes dikir, di kûraya dilê xwe de Mamedo bi vê ya dizanîbû. Lewra, dîsan jî dihat delalîyên xwe li deya xwe dikirin. Dizanîbû ko ê deya wî, baştirîn li daxwazîyên wî guhdarî bike, ê wî neşkîne û ji bo ko pêdivîyên wî tedarik bike çi ji destê wê bihata ê bikira. Ji xwe Edlayê jî wusan kiribû.

Bi dû ko li lawê xwe guhdarî kiribû, Edlayê çû bû odeya xwe ya razanê, li ber sindoqa xwe ya bûkanîyê çok dabûn erdê, sindoq vekiribû, ji nav cil û bergên xwe bixçukek piçûk derxistibû. Ristek ji pelikên zêr ji bixçukê derxistibû, bilind kiribû dabû ber ronahîyê, lê temaşe kiribû. Bêhnikek be jî, rojên panzdeh sal berê ên bûkanîya xwe bi bîr anî bûn. Ji rehela wê ya bûkanîyê ev tenê mabû. Ji xwe carekê tenê, roja ko weke bûk guhestibûn, dabû serê xwe. Wê çaxê heft pelik pê ve bûn, lê nuha tenê çar pelik pê ve mabûn, sisê ji wan li pêdivîyên bavê zarokan xerc kiribûn. Pelikek ji ristikê kêşandibû, xistibû paxîla xwe, bixçuk dîsan bi şûnde danîbû, sindoq girtibû.

Çend roj şûn de jî dema ko xalê wî Cemîlo ê biçuwa bajêr, hatibû bi benekî dirêjaya lingê wî pîviya bû. Wê demê fam kiribû ko deya wî daxwazên mamostayê wî pêk anîbûn.

Ew roja bi xêr zû hatibû û Mamedo ji doh de bûbû xwedîyê xwe û cotek solên nuh. Bêguman ev mizgînî divabû zûtirîn bigihanda hevalên xwe û bi taybetî jî yek ji wan…

Mamedo xwe bi lez gihandibû nav xirbeyên gund, hemî hevalên wî (Şemso, Hemedo, Fexro, Ezîza û Xewla) li wir civîya bûn û şêwra ko ê bi çi listikê bilîzin dikirin. Lê wexta ko Mamedo hatibû û ew pakêta di bin çengê xwe de avêtibû nav wan, teva listik ji bîr kiribûn û bi baldarî temaşeyî pakêtê kiribûn. Lê ne hedê kesekî bû ko destê xwe dirêj bike, pakêtê veke û lê binere! Tenê yekê dikanîbû tiştekî wusan bê destûr bikira û ew jî Ezîza bû. Ezîza rahiştibû pakêtê, rojname qetandibû, ji nav pakêtê cotek solên nipûnû derxistibû û ji pozên xwe dengek mîna ”hih” derxistibû, pê re jî di mana erê de serê xwe hejandibû. Bêşik ev şiroveyeke erênî bû û dihat maneya ko Ezîza solên wî ên nuh ecibandibûn. Di nav destên xwe ên piçûk de solên Mamedo virde û wê de kiribûn, li hundurê wan nerî bû, betanê wan î bi purt, bi tilîyên xwe ên ziravik, girtibû kêşandibû. Paşê jî binê solan kontrol kiribû, hejmara ”sîh û şeş” bi deng gotibû. Li dû wê jî navê welatekî ”made in Italy” ko bi ingilîzî hatibû nivisandin, xwendibû. Ezîza yek ji wan ê şarezatirîn bû li dibistanê. Di derheqê gellek welatan de pirr tişt dizanîbû. Ji wan re pesnê vî welatî jî dabû û gotibû ko »sê cot solên min hene û her sê jî li Îtalyayê hatine çêkirin. Li vî welatî solên baştirîn têne çê kirin. Paşê bi keştîyên mezin tînin bajarên mezin wekî Stenbolê û difroşin dukandarên mezin. Dû re ew bi tirên û kamyonan, li bajarên me û dukanên pêlavan belav dibin, bêguman dukandar jî wan bi pereyan dikerin û paşê bi fêde difroşin me.» Hemû zarokan bi baldarî li van gotinên Ezîza guhdarî kiribûn û ji bo ko Mamedo bû bû xwedîyê cotek solên wusan bi kalîte, ew pîroz kiribûn.

Di vê nawbênê de Mamedo jî hemû livên Ezîzayê bi çavên xwe şopandibûn, pesnên ko di derheqê solên wî de dabûn gellekî li xweşa wî çûbûn. Gotinên Ezîza mîna ko per û baskan pê ve çê bike, hiştibû ko ji kêfan bifire. Dîsan jî ev kêfxweşîya xwe ne dabû der, di dilê xwe de hiştibû, bi solên xwe ên nuh, fortên xwe ne kiribûn.

Wê rojê ta ber bi êvarî ve zarokan tu leyistik ne lîstibûn, tenê axiftibûn û mijara sereke jî bêguman solên Mamedo ên nuh bûn. Lewra, di rojên Kanûnan de dunya zû tarî dibû û ev jî bû bû sedema ko zarok zû belav bibin da xwe bigihînin malê, ser şîvan. Ên ko diçûn dibistanê jî dê hinek wext bidana, dersên xwe çê bikirana. Mamedo bêdilî xwe solên xwe xistibûn bin çengên xwe û reya malê girtibû.

Li malê jî komek çavên meraqdar li benda bûn. Her sê xwengên wî li ber derîyê hewşê bergirtiya wî kiribûn. Di heqîqetê de, em bibêjin ko bergirtîya solên wî ên nuh kiribûn rastir e. Mamedo pêşin ne xwestibû ko solên xwe bike nav lepên xwengên xwe, lewra fam kir ko ev ê ne reyek çareserîyê be, paşê hiştibû ko di bin çavdêrîya wî de, rahjinê, yeko yek li solên wî binêrin. Di heman wextê de jî, pesnên ko Ezîza di derheqê solên wî de dabûn ji xwengên xwe re bicar kiribûn. Dîsan jî mîna ko ne dixwest kesek xerîb van gotinan bibihîze, derdora xwe saxtî kiribû.

Piştî şîvê bi teqnekî malî tev vekişiyabûn nav nivînên xwe. Deya wî her tim nivînên Mamedo nêzî lembeya gazê, ya bi dîwer ve, datanîn. Ger ko bixwesta her car, li ber ronkaya wê, dikanîbû dersên xwe çê bikirana an jî pirtûkek bixwenda… çenteyê xwe ê dibistanê vekiribû, pirtûk û defterên xwe derxistibûn danîbûn ber xwe, lê qet hewesa wî ji bo dersan tunebû. Hişê wî li ser solên wî ên nuh bûn. Bêhneke berê bavo jê re gotibû ko ev divê ”solên xwe deyne ber derî, nav solan, ne nav nivînan!” wî jî wusan kiribû, danîbû hêlekê ko ji nav nivînên xwe didît. Her serê gavê jî serê xwe bilind dikir lê dinerî. Dilê wî bi taswas bû.
Demekê şûnde jî, ji vê dîdevanîyê aciz bûbû, wexta fam kiribû ko êdî bavo ê nema ji nav nivînên xwe derkeve, çû bû solên xwe girtibûn, anîbûn li bin balgiha xwe danîbûn û ketibû xewê.

Piştî ko rojek wusan bi kelecanî derbas kiribû, ne mimkun bû ko xewek pak û zelal bibuhuranda. Di xewê de (di xewna xwe de em bibêjin rastir e) Mamedo, solên wî ên nuh di dest de, bajar bi bajar, welat bi welat digerîya û ew şanî xelkê û dukandarên pêlavan didan. Ên ko solên wî didîtin bi heyranî pesnê çêyî û xweşikaya wan didan. Carekê jî, ji nişka ve, xwe li xewlecihekî dîtibû, cihekî tenha, çolbirek bû. Dengek bihîstibû, qêrînek, dudo… ev deng pê xerîb ne dihat! Belê, bêguman ev dengê Ezîza bû û dikir hawar, gazî wî dikir! ”Mamedo! Zû were min xelaske!” Virde, wêde nerî, tiştek nedî. Hinekî şûnde mîna ewrekî tiştek di ber re derbas bû. Çi bibîne, ejderhayekî heftserî, Ezîza girtiye nav lepên xwe û wê direvîne. Nema dizanîbû ê çi bike, lê ji nişka ve, mîna ko dengek ji ezmanan jê re bibêje, “solên xwe bike lingên xwe!” Mamedo solên bin çengên xwe derxistibûn, kiribûn lingên xwe, dema ko herdu sol jî hingivîbûn hev, Mamedo deh metroyan ji erdê bilind bûbû, li hewa sekinî bû. Wexta ko xwestibû gavekê ber bi ejderha bavêje jî, mîna raketekê ko ber bi ezmanan de difire, bi hêz û xurtîyeke wusan ji cihê xwe pekîya bû. Tavilê Ezîza ji nav lepên ejderha xelas kir, girt ber sînga xwe û ber bi perê ezmanan de firî bû. Hinekî wusan di ser ewran re firiya bûn. Û ji nişka ve dîsan tiştekî ko ne divabû biqewume qewumîbû… tevî Ezîza bêhemdî xwe ji jorde dihatin xwarê. Dema ko li jêr temaşe kiribû, behîtmayî dîtibû ko solên wî ne di lingan de ne. Li ser dengên hum hummekê û tîqe tîqa kenekî fehş li hêlekê nerî bû, çi bibîne, ejderhayî herdu ferên solên wî girtibûn û li ba dikirin. Herhal, bê yî ko bigihêje erdê, hêj li hewa bû, Mamedo ji xewê çemd bû.

Li ser nivînên xwe li qûn rûniştibû û tavilê destê xwe dirêjî bin balgihê kiribû, solên xwe ne dîtibûn. Li nav solan nerîbû, solên reş î ko dibiriqîn zû ber bi çavên wî ketibûn, dilê wî ketibû cih. Vê carê ejderha deya wî bi xwe bû, solên wî ji bin serê wî derxistibûn û li nav şekalan danîbûn.

Serê sibê, li ser qêrînên dayê ko digot »rabe tu ji dibistanê dereng mayî!» ji xew rabû bû. Zû zûka avek li serûcavên xwe kiribû, dayê jî xwarin û hinek êmîş di nav qutiyekê de amade kiribûn. Rahişt çentê xwe, sola xwe ya nuh kire piyan û bi bez di derî re derketibû, da bigihêje hevalên xwe.

Dibistan, ne li gundê wan, li gundekî cîran bû, bi meşê nîvsaet digirt. Her sibehî zarok li jêra gund dicivîyan û bi hev re diçûn. Di gel ko Mamedo lezandibû jî, dît ko hevalên wî hema hema gihiştine nîvê rê û best derbas kirine. Lewra di nawbêna herdu gundan re bestek hebû. Şûna çemekî miçiqî (ko di wexteke kevnare de herikî bû) bû. Tenê buharan hinek av lê diherikî û zivistanan jî hinek av lê kom dibû, dema ko hewa sar dibû jî, qeşa digirt. Ger ko di lingên mirov de potîn hebana ê bi rehetî mirov bikanîba derbasî hêla din bibaya. Ava wê ne digihişt guzeka mirovî. Lê bi solên wekî ên Mamedo dê ling û hundurê sola mirov teqez şil bibûya. Mamedo ev rewşa fam kiribû, bi lez sol û gorên xwe ji pîyên xwe kiribûn, şalê xwe bilind kiribû û dabû nav ava ko cî bi cî qeşayek tenik bi ser de girtibû.

Bi dû ko best derbas kir, li hêla din, dema xwest ko dîsan goreyan û sola xwe bike pîyên xwe, rengekî sor bi destên xwe ve dîtibû. Fam kiribû ko qeşa di bin lingan de şikestîye, ew birîn kiriye û eva jî xwîna lingên wî bû. Dema ew betanê bi purta spî ya solên xwe dît, qêmîş nekir ko wan lingên bi xwîn bike hundurê solê. Ji xwe nivê rê derbas kiribû, solên xwe kirin bin çengê xwe û bi lingên xwas (gerçî gorên wî jî têra xwe qalind bûn ) ber bi dibistanê ve lezandibû.

Li dibistanê, li ber derî Ezîza bergirtiya wî kiribû, jê re ”zû, bilezîne, wexta mamoste were!” gotibû û bi çeplê wî girtibû ew kêşandibû hundurê dersxanê. Bêhnikekê şûnde jî mamoste xuyanî bû bû. Dema mamosta ketibû dersxanê hemû zarok rabûbûn şipya, ji wan re bi turkî ”roj baş!” gotibû û wan lê vegerandibûn ”roj baş!” gotibûn. Lê li ser erda beton ya dersxanê şopên lingên bi xwîn bala mamoste kêşandibûn. Bi rehetî heta bi ber xwedîyê van şopan ew teqîp kiribûn. Xwedîyê wan, ango Mamedo di rewşeke xirab de bû, ji êş û tewza lingên xwe ihke ihka wî bû, çavên wî tijî êsir bûbûn. Lewra di sermayê de êşa lingên xwe ferq ne kiribûn, dema ketibû hundurû û birînên wî germ bû bûn êşê lê dabû der.

Tavilê mamosta ew biribû odeya xwe, li ser dîwançeyê dirêj kiribû, birînên lingên wî bi tenturyodê şûştibûn, pansûman kiribûn, bi pembo û paçekî pêçabûn.

Mamedo hetanî bi nîvro li ser dîwançeyê, li odeya mamosta ji xwe re raketibû. Di gel ko birînên wî ew çend ne cidî bûn jî ê dîsan çend rojekî bi wan lingan nikanîba bimeşîya. Apê Tem ko car carna di kar û barên dibistanê de alîkarîya mamosta dikir, merivê Mamedo dihat hesêp. Dema ko dibihîze bê çi bi serê Mamedo hatiye, kerê xwe î boz kurtan dike û tê bi hawara wî ve.

Dema ko Mamedo li ser kerê boz, bi lingên xwe ên pansûmankirî û pêçayî, li dû apê Tem ketibû hundurê hewşê, malî tev behît û bizdyayî ber bi wî ve bezîya bûn. Lê ew bi xwe devliken bû, û di bin çengan de hêj sola wî ya reş î nipûnû ko dibiriqî hebû.

-----------------------------------
Nivîskar: M. ALÎ KUT rewan@nefel.com
Weşandin: 2012-01-27
Xwendin: 10302
 

KOLUMNÊN BERÊ   
Em û felsefe (2015-01-04)
Bîstûheftê gulana 1925-ê – xetên milîbûnê (2014-05-28)
Mirina Vîlle (2013-12-14)
Dema ko Orfeus li lîra xwe dide (2013-07-28)
Pepûk (2013-05-07)
Anna Achmatova (1889–1966) û Homo Homini Lupus (Însan gurgê insên e) (2012-06-13)
Klasîkên me (2012-04-23)
[novel] Belqiz (2012-03-01)
Gilgamêş – IV (2012-01-15)
Gorîyabiharê – ”Le Sacre du Printemps” (2011-12-09)
Annales – dîroknasiyeke cuda – II (2011-11-25)
Annales – dîroknasiyeke cuda (2011-08-25)
Kompozîsyon (2011-08-07)
Mîrata Sparta û Atîna (2011-05-30)
Parîsabad – rekvîyemek li ser salên zaroktîyê û wexteke buhurî (2011-02-08)
Estetîk III – spehîtî azadî ye – Platon (Eflatûn) (2010-11-22)
“Biro” – ê ko bi çîrokekê dizane sultanê gotinê ye! (2010-10-28)
LO! Pirsa mezin? (2010-09-02)
Gilgamêş – III – (2010-06-28)
Gilgamêş – II – (2010-05-19)
NERÎNGEH
 
[kitêb] Sun Zî: Hunera şer (2016-04-21)
Ismail Beşikçi ji kurdan re li ser ermeniyan semînerek da (2013-09-28)
Kurdistan berî serxwebûna siyasî ”serxwebûna petrolê” û ekonomîk îlan dike (2012-05-21)
Tewanga navdêrên zimanê kurdî (2009-02-08)
Umît Firat dibêje navnîşana çareserîya pirsa kurd ne PKK ye (2008-11-11)
Hêro Talebanî: Min nedixwest Mam Celal bibe serokkomarê Iraqê [foto] (2007-05-10)
Alfabeya kurdî-latînî ji bo zimanê kurdî ji alfabeya kurdî-erebî minasibtir e (2005-11-02)
fjrigjwwe9r0TabArticles:ArticleHeadline
vv9v8v09fq:TabArticles:4;8;12;14;17;19;21;22;23;24;28;29;30;31;32;40;41;43;44;46;48;49;51;52;53;54;55;56;58;60;62;63;64;65;66;67;69;71;72;74;75;76;77;78;79;80;81;82;84;85;86;90;91;92;94;95;96;97;98;100;102;103;104;105;106;107;109;110;111;112;113;114;115;116;117;118;119;120;121;122;123;124;125;126;127;128;129;130;131;132;133;134;136;137;138;139;140;141;142;143;144;145;146;147;149;150;151;152;153;155;157;158;159;160;163;164;165;166;167;168;169;170;171;172;173;174;175;176;178;179;180;181;182;183;184;185;186;187;188;189;190;191;192;193;194;195;196;197;198;199;200;202;203;204;205;206;207;208;209;210;211;212;213;214;215;216;217;218;219;221;222;223;224;225;226;227;228;229;230;231;232;233;234;235;236;237;238;239;240;241;242;243;244;245;246;247;248;249;250;251;253;254;255;256;257;258;259;260;261;262;263;264;265;266;267;268;269;270;271;272;273;274;275;276;277;278;279;280;281;282;283;284;285;286;287;288;289;290;291;293;294;295;296;297;298;301;302;303;304;305;306;307;308;309;310;311;312;313;314;315;316;317;318;319;320;321;322;323;324;325;326;327;328;329;330;331;332;333;334;335;336;337;338;339;340;341;342;343;344;345;346;347;348;349;350;351;352;353;354;355;356;357;358;359;360;361;362;363;364;365;366;367;368;369;370;371;372;373;374;375;376;377;378;379;380;381;382;383;384;385;386;387;388;389;391;392;393;394;395;396;398;399;400;401;402;403;404;405;406;407;408;409;410;411;412;413;414;415;416;417;418;419;420;421;422;423;424;425;426;427;428;429;430;431;432;433;434;435;436;437;438;439;440;441;442;443;444;445;446;447;448;449;450;451;452;453;454;455;457;458;459;460;461;462;463;464;465;466;467;468;469;470;471;472;473;474;475;476;477;478;479;480;481;482;483;484;485;486;487;488;489;491;492;493;494;495;496;497;498;499;500;501;502;503;504;505;506;507;508;509;510;511;512;513;514;515;516;517;518;519;520;521;522;523;524;525;526;527;528;529;530;531;532;533;534;535;536;537;538;539;540;541;542;543;544;545;546;547;548;549;550;552;553;554;555;556;557;558;559;560;561;562;563;564;565;566;567;568;569;570;571;572;573;574;575;576;577;578;579;580;581;582;583;584;585;586;587;588;589;590;591;592;593;594;595;596;597;598;599;600;601;602;603;604;605;606;607;608;609;610;611;612;614;615;616;617;618;619;620;621;622;623;624;625;626;627;628;629;630;631;632;633;634;635;636;637;638;639;640;641;642;643;644;645;646;647;648;649;650;651;652;653;654;655;656;657;658;659;660;661;662;663;664;665;666;667;668;669;670;671;672;673;674;675;676;677;678;679;680;681;682;683;684;685;686;687;688;689;690;691;692;693;694;695;696;697;698;699;700;701;702;703;704;705;706;707;708;709;710;711;712;713;714;715;716;717;718;719;721;722;723;724;725;726;727;728;729;730;731;732;733;734;735;736;738;740;741;742;743;744;745;746;747;748;749;750;751;752;753;755;756;757;758;759;760;761;762;763;764;765;766;767;768;769;770;771;773;775;776;777;778;779;780;781;782;783;784;785;786;787;788;789;790;791;792;793;794;795;796;798;799;800;801;802;803;804;805;806;807;808;809;810;811;812;813;814;815;816;817;818;819;820;821;822;823;824;825;826;827;828;829;830;831;832;833;834;835;836;837;838;839;840;841;842;843;844;845;846;847;848;849;850;851;852;853;854;855;856;857;858;859;860;861;862;863;864;865;866;867;868;869;870;871;872;873;874;875;876;877;878;879;880;881;882;883;884;885;886;887;888;889;890;891;892;893;894;895;896;897;898;899;900;901;902;903;904;905;906;907;908;909;910;911;912;913;914;915;916;917;918;919;920;921;922;923;924;925;926;927;928;929;930;931;932;933;934;935;936;937;938;939;940;941;942;943;944;945;946;947;948;949;950;951;952;953;954;955;956;957;958;959;960;961;962;963;964;965;966;967;968;969;970;971;972;973;974;975;976;977;978;979;980;981;982;983;984;985;986;987;988;989;990;991;992;993;994;995;996;997;998;999;1000;1001;1002;1003;1004;1005;1006;1007;1009;1010;1011;1012;1013;1014;1015;1016;1017;1018;1019;1020;1021;1022;1023;1024;1025;1026;1027;1028;1029;1030;1031;1032;1033;1034;1035;1036;1037;1038;1039;1040;1041;1042;1043;1044;1045;1046;1047;1048;1049;1050;1051;1052;1053;1054;1055;1056;1057;1058;1059;1060;1061;1062;1063;1064;1065;1066;1067;1068;1069;1070;1071;1072;1073;1074;1075;1076;1077;1078;1079;1080;1081;1082;1083;1084;1085;1086;1087;1088;1089;1090;1091;1092;1093;1094;1095;1096;1097;1098;1099;1100;1101;1102;1103;1104;1105;1106;1107;1108;1109;1110;1111;1112;1113;1114;1115;1116;1117;1118;1119;1120;1121;1122;1123;1124;1125;1126;1127;1128;1129;1130;1131;1132;1133;1134;1135;1136;1137;1138;1139;1140;1141;1142;1143;1144;1145;1146;1147;1148;1149;1150;1151;1152;1153;1154;1155;1156;1157;1158;1159;1160;1161;1162;1163;1164;1165;1166;1167;1168;1169;1170;1171;1172;1173;1174;1175;1176;1177;1178;1179;1180;1181;1182;1183;1184;1185;1186;1187;1188;1189;1190;1191;1192;1193;1194;1195;1196;1197;1198;1199;1200;1201;1202;1203;1204;1205;1206;1207;1209;1210;1211;1212;1213;1214;1215;1216;1217;1218;1219;1220;1221;1222;1223;1224;1225;1226;1227;1228;1229;1230;1231;1232;1233;1234;1235;1236;1237;1238;1239;1240;1241;1242;1243;1244;1245;1246;1247;1248;1249;1250;1251;1252;1253;1254;1255;1256;1257;1258;1259;1260;1261;1262;1263;1264;1265;1266;1267;1268;1269;1270;1271;1272;1273;1274;1275;1276;1277;1278;1279;1280;1281;1282;1283;1284;1285;1286;1287;1288;1289;1290;1291;1292;1293;1294;1295;1296;1297;1298;1299;1300;1301;1302;1303;1304;1305;1306;1307;1308;1309;1310;1311;1312;1313;1314;1315;1316;1317;1318;1319;1320;1321;1322;1323;1324;1325;1326;1327;1328;1329;1330;1331;1332;1333;1334;1335;1336;1337;1338;1339;1340;1341;1342;1343;1344;1345;1346;1347;1348;1349;1350;1351;1352;1353;1354;1355;1356;1357;1358;1359;1360;1361;1362;1363;1364;1365;1366;1367;1368;1369;1370;1371;1372;1373;1374;1375;1376;1377;1378;1379;1380;1381;1382;1383;1384;1385;1386;1387;1388;1389;1390;1391;1392;1393;1394;1395;1396;1400;1401;1402;1403;1404;1405;1406;1407;1408;1409;1411;1412;1413;1414;1415;1416;1417;1418;1419;1420;1421;1422;1423;1424;1425;1426;1427;1428;1429;1430;1431;1432;1433;1434;1435;1436;1437;1438;1439;1440;1441;1442;1443;1444;1445;1446;1447;1448;1449;1450;1451;1452;1453;1454;1455;1456;1457;1458;1459;1460;1461;1462;1463;1464;1465;1466;1467;1468;1469;1470;1471;1472;1473;1474;1475;1476;1477;1478;1479;1480;1481;1482;1484;1485;1486;1487;1488;1489;1490;1491;1492;1493;1494;1495;1496;1497;1498;1499;1500;1502;1503;1504;1505;1506;1507;1508;1510;1511;1512;1513;1514;1515;1516;1517;1518;1519;1520;1521;1522;1523;1524;1525;1526;1527;1528;1529;1530;1531;1532;1533;1534;1535;1536;1537;1538;1539;1540;1541;1542;1543;1544;1545;1546;1547;1548;1549;1550;1551;1552;1553;1555;1556;1557;1558;1559;1560;1561;1562;1563;1564;1565;1566;1567;1568;1569;1570;1571;1572;1573;1574;1575;1576;1577;1578;1579;1580;1581;1582;1583;1584;1585;1586;1587;1588;1589;1590;1591;1592;1593;1594;1596;1597;1598;1599;1600;1601;1602;1605;1606;1607;1608;1609;1610;1611;1612;1613;1614;1615;1616;1617;1618;1619;1620;1621;1622;1623;1624;1625;1627;1628;1629;1630;1631;1632;1633;1634;1635;1636;1637;1638;1639;1640;1641;1642;1643;1644;1645;1646;1647;1648;1649;1650;1651;1652;1653;1654;1655;1656;1657;1658;1659;1660;1661;1662;1663;1664;1665;1666;1667;1668;1669;1670;1671;1672;1673;1674;1675;1676;1677;1678;1679;1680;1681;1682;1683;1684;1685;1686;1687;1688;1689;1690;1691;1692;1693;1694;1695;1696;1697;1698;1699;1700;1701;1702;1703;1704;1705;1706;1707;1708;1709;1710;1711;1712;1713;1714;1715;1716;1717;1718;1719;1720;1721;1722;1723;1724;1725;1726;1727;1728;1729;1730;1731;1732;1733;1734;1735;1736;1737;1738;1739;1740;1741;1742;1743;1744;1745;1746;1747;1748;1749;1750;1751;1752;1753;1754;1755;1756;1757;1758;1759;1760;1761;1762;1763;1764;1765;1766;1767;1768;1769;1770;1771;1772;1773;1774;1775;1776;1777;1778;1779;1780;1781;1782;1783;1784;1785;1786;1787;1788;1789;1790;1791;1792;1793;1794;1795;1796;1797;1798;1799;1800;1801;1802;1803;1804;1805;1806;1807;1808;1809;1810;1811;1812;1813;1814;1815;1816;1817;1818;1819;1820;1821;1822;1823;1824;1825;1826;1827;1828;1829;1830;1831;1832;1833;1834;1835;1836;1837;1838;1839;1840;1841;1842;1843;1844;1845;1846;1847;1848;1849;1850;1851;1852;1853;1854;1855;1856;1857;1858;1859;1860;1861;1862;1863;1864;1865;1866;1867;1868;1869;1870;187Ferqa di nêvbera »ko«, »ku« û »kû« de (2005-05-19)
fjrigjwwe9r0TabArticles:ArticleHeadline
Xewna Mesûd Barzanî ji başûrê Kurdistanê mezintir e (2005-02-07)
 
REKLAM


KOLUMNÎST
Şebabê Egît nabe Şeroyê Biro û ez jî nabim ”heval”
Tolstoy û xelata Nobelê
Kurdistaneka serbixwe û [ne]cida
Heşt rojên şerê xendekê – I
Em û felsefe
Hilbijartinên Kurdistanê ez şok kirim
© 1997–2024 www.nefel.com  |  E-poste: info@nefel.com  |  Powered by Medesoft.org